Li sînor bang kirin: Dem dema xwedîderketina li Rojava ye

  • rojane
  • 09:03 23 Mijdar 2022
  • |
ŞIRNEX - Jinên li gundê Elemûnê yê li sînorê başûrê Kurdistanê bertek nîşanî êrîşên li ser Rojavayê dan û gotin: "Dem dema xwedîderketina li Rojavayê ye. Divê em bibin yek û ber bi sînor ve bimeşin." 
 
Tirkiyeyê bi balafirên şer êrişî Kobanê, Şehba, Girê Spî, Zirgan û Dêrikê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hin deverên Herêma Kurdistana Federe kir. Balafirên ku li pey hev rabûn, Kobanê, Şehba, Dêrik û Girê Spî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bombebaran kirin. Li bajarê Kobanê ku li dijî DAÎŞ’ê têkoşîneke mezin hatibû dayîn, Girê Miştenûrê, gundê Helincê û Taxa Kaniya Kurdan ên li rojhilatê bajêr dikevin hatin bombebarankirin. Piştre jî gundên Bêlûniyê û Şêx Îsa yên herêma Şehbayê, Keleha Şiwarxê ya li navçeya Şerayê û embarên genim ên Dehir Ereb ku li bakurê rojhilatê Zirganê ne hatin bombebarankirin. Heta niha di bombardimanên Tirkiyeyê de, 11 sivîl û rojnamegerek hatine qetilkirin û 6 welatî jî birîndar bûne. 14 leşkerên rejîma Şamê jî mirin. Li dijî êrîşên Tirkiyeyê ji her devaran bertekên gelê kurd zêde dibin. Li gundê Elemûn yê girêdayî navçeya Qileban a Şirnexê ku li aliyê sînorê Başûrê Kurdistanê dikeve jinan bang kir û gotin ku dem dema xwedîderketin li Rojavayê ye. 
 
Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Zîlan Yamanê bi lêv kir ku divê her jinek îro xwedî li Rojavayê dekeve û wiha axivî: "Banga me ji bo hemû Kurdistanê ev e; em dixwazin hemû jin bi hev re rabin û li hemberî vî şerê li ser Rojavayê tê meşandin deng derxînin. Weke hinceta bombardumankirina Rojavayê bûyera Taksîmê tê nîşandin. Ji bo ku êrîş bikin vê ji xwe re dikin hincet û êrîş li ser Rojavayê dibin. Lê belê nikarin. Beriya niha jî DAÎŞ'ê êrîş bir li ser Rojavayê, lê negihişt armanca xwe. Çi bikin bila bikin nikarin kurdan xelas bikin. Em dixwazin her jinek li hemberî vî şerî deng derxîne. Çawa dema ku DAÎŞ'ê êrîş bir ser Rojavayê me dengê xwe derxist, divê em dîsa bi heman ruhî dengê xwe derbixînin. Em xwedî li Kobanê derbikevin û bibin dengê Kobanê." 
 
'ÇI JI DESTÊ ME BÊ EM AMADE NE'
 
Ji jinan Fatma Ecerê (70) jî diyar kir ku tişta ku niha dewleta tirk dike dagirkerî ye û got: "Xwedê vê zilmê qebûl neke. Ji bo Kobanê tişta ku bikeve li ser milê me em amade ne. Çi ji destê me bê em amade ne. Xwedê vê ji wan re nehelê. Xwedê vê zilmê ji ser serê me rake. Xwedê ji Erdogan re nebe alîkar. Li ku derê hatiye dîtin ku zarok, jin û ciwan ji hewayê ve bi bombardumanê hatine qetilkirin? Divê em hemû rabin ser pêyan û biqîrîn û bibêjin, 'Dewleta tirk zilmê dike.' Ev çi ye tîne serê me. Bila vê zilma xwe bi dawî bikin."
 
'DIVÊ EM KOBANÊ BI TENÊ NEHÊLIN'
 
Ayşe Ecerê (50), bertek nîşanî êrîşên dewleta tirk ê li ser Rojavayê Kurdistanê dan û got ku îro dem dema xwedîderketina li Kobanê ye û ev tişt gotin: "Îro kurd tên kuştin, dema ku em di televîzyonê de dibînin em ji xwe şerm dikin ku temaşe bikin. Em dixwazin, van êrîşên xwe yên li ser Kobanê bidin sekinandin. Divê em hemû piştgiriyê bidin Kobanê. Em kurd hemû birayên hev in. Kîjan kurd pişta xwe bide doza kurdan ew ne însan e. Divê îro em hemû li pey vê dozê biçin. Divê em ber bi sînor ve bimeşin û van êrîşan bidin sekinandin. Erdogan zilmê dike. Erdogan nikare me bixapîne. Çi dike bila bike em ê dev ji doza xwe ya rewa bernedin. Divê em Kobanê bi tenê nehêlin û em kurd hemû rabin ser pêyan." 
 
'DIVÊ EM BER BI SÎNOR VE BIMEŞIN'
 
Emîne Olmez (53) jî anî ziman ku divê her kes destê xwe deyne ser wijdana xwe û xwedî li Kobanê derkeve û wiha axivî: "Em vê zilmê qebûl nakin. Em aştiyê dixwazin. Divê em hemû îro piştgiriyê bidin Kobanê. Em bi van êrîşan diêşin. Îro li her derî zarokên me di bin zilmê de ne. Ev zilma ku îro li Kobanê tê kirin divê em bêdeng nemînin û piştgiriyê bidin Kobanê. Divê em ber bi sînor ve bimeşin û van êrîşan qebûl nekin. Divê em dakevin qadan û ji vê zilmê re bêjin na. Bila bes zarokên me bombebaran bikin. Çi karê wî li Kobanê heye, çi karê dewleta tirk li Iraqê heye?"
 
Zumeyra Olmez (55) daxwaz kir ku her kurd li dijî êrîşan bibin tifaq û ev bang kir: "Heger ku min karîbûya ez ê biçûma Kobanê. Em hez nakin zilmê bikin. Xwedê vê zilma Erdogan qebûl neke. Xwedê wî negihîjine encamekê. Îro bi taybetî dayik çi ji destê wan tê divê bikin. Ji bo parastina berjewendiyên kurd çi ji destê me tê divê bikin."
 
Sabuha Olmez (50) jî got ku ew hêvîdar in ku ev zilma li ser gelê kurd bi dawî bibe û got: "Xwedê me ji bin zilma dewleta tirk derxîne. Xwedê me bi ser bixe. Xwedê vê zilmê qebûl nake. Tirk xayin e, zalim e, bêbext e. Diçe Efrînê, diçe Kobanê û çi ji destê wî tê dike. Bi destûra xwedê em ê ji bin vê zilmê derkevin. Em naxwazin êdî dayik bigirîn." 

Sernavên din

27/11/2022
16:29 MEBYA-DER bi malbatan re hate ba hev
15:58 Li Colemêrgê ji ber berfê rêya 155 gund û mezrayan hate girtin
15:31 Piştî kuştina leşkeran Akar çû ser sînor
15:30 Li Colemêrgê 3 jê jin 16 kes hatin binçavkirin
15:11 Husseîn Ronaghî hate berdan
15:00 HSD’ê bîlançoya êrişan eşkere kir
14:17 Li Mêrsînê 25 kes sê roj in di binçavan de ne
13:44 Malbata Şenyaşar: Em ê bêhêvî nebin
12:21 Di wesayîta cenazeyan a şaredariya AKP’î de tiryak hat desteserkirin
12:03 ESU: Divê NY li dijî êrişên Tirkiyeyê bikeve nava liv û tevgerê
11:55 Dewleta tirk gundê Eyn Deqnê û Balafirgeha Minixê topbaran dike
11:44 Polîsan li Taksîmê ciwanek kuşt
11:26 Turker a ku di 25’ê Mijdarê de piyê wê hate şikandin: Bijîşk hewl da tundiya polîsan veşêre
10:50 Cenazeyên 17 leşkeran anîn Colemêrgê
10:49 Li Duzceyê erdhejeke bi pileya 4.3’yan çêbû
10:49 Bertekên li dijî binçavkirinan: Çi bikin jî em ê her tim li dijî şer derkevin
10:48 Dozger tevlibûna kongreya ciwanan wek sûc hesiband
10:17 Yolerî: Bi piştevaniyê em dikarin hewldana bitenêhiştina girtiyan têk bibin
09:47 Xwişka girtiyê nexweş Guler: A tê kirin îşkence ye
09:40 Li gundê suryanan talankirina daran didome
09:10 Çelkî ku piştî fermanê dest bi rojnamegeriyê kir: Em ê êş û berxwedana vê civakê ragihînin cîhanê
09:09 Rojnameger Mêsî: Dewleta tirk li Rojava sûcên şer dike, sûcên wê belgekirî ne
09:08 'Astengiyên li ber 25'ê Mijdarê serketina jinê nîşan dide'
09:07 Dêra Geramonê bûye sergo!
09:04 Li Mahabadê hêrsa gel her ku diçe zêde dibe
09:00 ROJEVA 28'Ê MIJDARA 2022'YAN
08:30 Êrişên dewleta tirk di tevahiya şevê de domiyan
26/11/2022
17:57 Ebdî: Em li dijî êrişan amade ne, em ê li ber xwe bidin
17:09 DOM: Şoreşa Rojava belavî cîhanê bû
17:09 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Aydogan pirsîn
17:07 Hejmara kesên li Amedê hatin binçavkirin derket 40’an
16:56 MEBYA-DER û TUHAY-DER’ê serdana Emîne Şenyaşar kirin
16:07 Ji 20 karkerên birîndar 2 karker mirin
16:00 Jinan têkildarî 25’ê Mijdarê daxuyanî dan
15:56 ÎHD: Bila girtiya nexweş Eylem Baş bê berdan
15:43 Bal kişandin ser rewşa 37 girtiyên nexweş ên jin
15:27 ÎHD’ê bal kişand ser binpêkirina mafên jinên girtî
15:17 Li Şirnexê 2 kes hatin binçavkirin
14:55 Înfaza Evîn Şahînê şewitandin: Em poşmantiyê qebûl nakin
14:54 Li Amedê ji bo Fîncanci daxuyanî hat dayîn
14:28 Li Amedê qezaya trafîkê: 3 jê giran 35 kes birîndar bûn
14:22 Baranê kolan û cadeyên Cizîrê veguherand golên avê
14:09 Malbata ku keça wan di welidandinê de mir: Xemsarî heye
13:54 Di şer de leşkerek û cerdevanek mirin
13:52 Çalakiya xizmên windakiriyan hate asteng kirin: Biryareke li dijî hiqûqê ye
13:51 Di çarçoveya bîranîna Elçî de turnuvuya satrancê hat lidarxistin
13:16 Li Amedê gelek kes hatin binçavkirin
13:07 Di komxebata ‘Kedxwariya jinan’ de jinên têkoşer û Rojhilat hatin silavkirin
13:06 Binçavkiriyên pankarta Kurdistanê li miduriyeta polîsan tên ragirtin
13:06 Rencuzogûllari: DAIŞ li ser axa di bin garantoriya dewleta tirk de rehet digere
12:14 Polîsan lingê Turker a tev li meşa 25’ê Mijdarê bûbû şikand
11:57 Xwişka Garîbe Gezer: Ji kesên dixwazin re delîl pir in lê nîyeta dozger nîne
11:56 Digotin 6 saet emrê wê heye, lê 45 salî ye!
11:21 Bi keviran êrişî rêxistina HDP'a Çûkûrovayê kirin
10:48 Belavkarê Ozgur Gundemê Adnan Işik 29 sal berê hate qetilkirin
10:31 Parêzera girtiyê du destên wî nînin: Dewlet tolê dihilîne
10:13 Mak Pirtûk dest bi pirtûkfiroşiyê kir
09:11 Xoy û Urmiye: Gel ji rejima Îranê gelek kişand
09:03 ‘Qedexekirina konseran asîmlasyon e'
09:02 Surucu: Divê dawî li tecrîda li ser Ocalan bê
09:01 Rapora pêzaniyê: Kî li kê xistiye nediyar e, lê her kes li hev dixe
09:00 ROJEVA 25'Ê MIJDARA 2022'YAN
25/11/2022
22:20 Li Şirnexê panela 25'ê Mijdarê hat lidarxistin
21:34 Li Stenbolê dirûşmeya 'jin, jiyan, azadî' olan da
21:25 Li Cizîrê 23 kes serbest hatin berdan
20:07 Li Amedê ji 47 kesên hatibûn binçavkirin 31 kesên din jî hatin berdan
18:30 Dîmenên îşkencekirina Garîbe Gezerê derketin holê
18:08 Leyla Guven: Dê hesabê bidin
17:53 Kişanak: Dîtina kiryaran dê dîroka Tirkiyeyê rûnî bike
16:37 Hejmara binçavkiriyên li Mêrsînê derket 25’an
16:20 Ji ber cezayê muebbetê lê hatiye birîn nehiştin bi dayika xwe ya nexweş re biaxive
16:02 Nobeta Edaletê hat astengkirin
15:44 QSD'ê bîlançoya êrişên dewleta tirk ên 2 rojan aşkere kir
15:29 Li Girtîgeha Eregliyê zexta psîkolojîk dikin
14:49 HDP: Êrişên li ser Guzelê bi rêya Meclisê hatin berdewamkirin
14:34 Di Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê de polîsan tundî li jinan kir
14:17 Komîna Tevna Jînê strana bi navê “Jîna’yê” strand
14:15 Jin li qadan e: Li dijî tundiyê peyamên têkoşîna hevpar
12:53 Bi pankartan êrişên hewayî şermezar kirin
12:37 Jinan li Mêrdînê got: Me carekê tovê jiyanê li vê xakê reşandiye û dê têkoşîna her bidome
12:17 Êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam in
12:08 Li Eskîşehîrê xwendekar hatin binçavkirin
12:07 Emîne Şenyaşar ‘li dijî tundiyê’ ev 627 roj in li ber xwe dide
12:02 Ji bo tevlibûna danişîna ‘doza tacîza zayendî’ banga tevlibûnê hat kirin
11:18 Li Mêrsînê 15 kes hatin binçavkirin
11:07 Îdianameya derheqê Fîncanci de hat amadekirin
10:44 Çalakiyên li Cadeya Îstîklalê hatin qedexekirin
10:43 Şehba û Zirgan hatin bombebarankirin
10:30 Platforma Yekitiya Jinan: Jinan serî netewandin, pêşengtiyê dikin
10:21 Rojnameger Boran: Rûsyayê bi berdêla veguhestina HTŞ’ê li Efrînê, destûra êrişê da
09:15 Prof. Dr. Aktar: Gava mesele hat ser kurdan konsensusa neteweyî çêbû
09:13 Min tirs danî aliyekî û çûme Rojhilat û Îranê
09:05 Mele: Bikaranîna kîmyasalê li dijî mirovahiyê ye, guneh û heram e
09:04 ‘Muxalefeta ku dema mijar dibe Ocalan û kurd xwe li bêdengiyê datîne nikare pirsgirêkan çareser bike'
09:02 KNK: Me seferberiya yekitiya neteweyî îlan kir
09:01 Akademîsyen Zebarî: Ev komîsyon ji bo hilweşandina rejîma Erdogan belgeyeke mezin e
09:00 ROJEVA 25'Ê MIJDARA 2022'YAN
24/11/2022
22:32 Li Sîlopiyayê karkerekî jiyana xwe ji dest da
21:31 Agir bi konê koçeran ket: Zêdetirî sed heywanên wan mirin
21:27 Li Farqînê polîsekî xwe kuşt