Rojnamevan Bûldan: Berxwedana gel a li dijî rejîma Îranê xurtir didome

  • rojane
  • 10:48 22 Mijdar 2022
  • |
img
* Weysî Tallî
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamevan Bûldan anî ziman ku rejîma Îranê ji bo serildana li Rojhilat û Îranê bide rawestandin dest bi êrişên bi çekan kiriye û wiha got: “Berxwedana gel a li dijî êrişên çekdarî yên rejîma Îranê xurtir didome.”
 
Rojnamevan Keser Bûldan ku bûyer û pêşketinên li rojhilatê Kurdistanê û Îranê ji nêz ve dişopîne rewşa dawî ya serhildanê û êrişên rejîma Îranê ya li ser xwepêşandana bi taybet herêmên kurd lê dijîn axivî. 
 
‘SÊ MEHE SERHILDAN BÊ NAVBER DIDOME’
 
Rojnamevan Keser Bûldan anî ziman ku berxwedana gelên li rojhilatê Kurdistan û Îranê ya ji bo azadiyê ya li hemberî rejîma komarî ya Îslamî kete meha xwe ya sêyan û wiha got: “Li rojhilatê Kurdistan û Îranê piştî qetilkirina Jîna Emînî ji aliyê ‘polîsên exlaqê’ ve li tevahiya rojhilatê Kurdistan û îranê serhildan dibin pêşengtiya jinê de û bi duruşma ‘Jin, jiyan, azadî’ heta niha jî didome. Mirov dikare bêje ev serhildan ne wek serhildanên berê ye, ji ber ku ev serhildan ji rojhilatê Kurdistanê derbasî hemû Îranê bûye. Bi qetilkirina Jîna Emînî re gelê kurd pêşengtiya vê serhildanê kir û ev serhildan ev nêzî sê mehane berdawam e.”
 
‘ŞERÊ KOLANAN DEST PÊ KIRIYE: NÊZÎ 60 KES ŞEHÎD BÛNE’
 
Bûldan bal kişand ser êrişên bi çek ên hovane yên li hemberî xwepêşandanan bi taybet li herêmên kurd lê û wiha domand: “Ev çend roje li rojhilatê Kurdistanê bi taybet jî li bajarên wek Ciwanro, Sine, Pîranşar û Mahabadê şerê kolan bi kolan hatiye destpêkirin. Hêzên rejîma Îranê yên ku bi hemû hêza xwe dixwaze bikeve van taxan, her tim rastî berxwedana gel tê û nikarin bikevin wan cihên ku di destê çalekgeran de ne. Di şerê van 4 rojan de ku bi taybet jî li bajarên kurdan di nêzî 60 welatî şehîdû bi sedan jî birîndar bûne. Heta niha jî şerê kolan bi kolan li rojhilatê Kurdistanê li hemberî rejîma Îranê didome. Berxwedana gel a li hemberî şerê bi çakan xurtir bûye.”
 
‘SERHILDANÊ REJÎM TIRSANDIYE’
 
Bi domdarî Bûldan got ku serhildanên li rojhilatê Kurdistan û Îranê ku bi daxwaza jiyaneke azad û demokratîk dest pê kirin, veguherîne coşeke kolan bi kolan a bi îrade û biryardariya gelên Îran û rojhilatê Kurdistanê. Bûldan diyar kir ku niha gelên Îran û rojhilatê Kurdistanê li hemberî rejîma Îranê li ber xwe dide û wiha domand: “Gel, bi van serhildanên xwe rejima Îranê tirsandiye, lewma rejîm bi hemû hêza xwe êrişî gel dike.”
 
‘JIN Û CIWAN PÊŞENGTIYA SERHILDANÊ DIKE’
 
Di berdewamê de Bûldan bibîr xist ku ev serhildan bi pêşengtiya jinên rojhilatê Kurdistan û Îranê dest pê kiriye û ev tişt anî ziman: “Tevî girtin, qetilkirin û îşkenceyan jî serhildana gel a ku bi qetilkirina jina kurd Jîna Emînî re li rojhilatê Kurdistanê û Îranê destpêkirî, bi pêşengtiya jin û ciwanan berdewam dike. Li rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi giştî hêzên taybet û çekdarên besîcî li hemberî gel tên bikaranîn û hemû bajarên kurdistan û Îranê dorpêç kirine. Di dema serhildana gel a li bajarên Kurdistanê de hêzên rejima Îranê gelek caran bi çekên giran ên wek bîksî, kaleşnîkof û heta doçkayan bi kar tîne.” 
 
‘GELEK KES HATINE QETILKIRIN Û GIRTIN’
 
Rojnamevan Bûldan amarên Rêxistina Mafê Mirovan ya Îranê bibîr xist û ev nirxandin kir: “Di xwepêşandanên seranserî Îran û rojhilatê Kurdistanê de 378 kesan jiyana xwe ji dest dane û bi hezaran kes jî hatine girtin. Di nava kesên ku jiyana xwe ji dest dane de 43 zarok û 26 jî jin hene. Ev hejmar ji aliyê Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê ve hatiye diyarkirin lê hêjmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane hê nehatiye piştrastkirin. Ji ber ku li gor agahiyên ku ji herêmê tên dibêjin hêjmara kesên ku heya niha jiyana xwe jidest dane ji 500 kesî zêdetire. Li aliyê din hejmara kesên hatine girtin hezarî derbaskiriye.”
 
‘GELEK KES LI BER SÊDARÊ NE’
 
Bûldan anî ziman ku gelek kes û dîsa girtiyên siyasî li ber metirsiya darvekirinê ne û heta rojên borî hinek çalakvan bi cezayê darvekirinê hatibûn cezakirin. Bûldan, axaftina xwe wiha qedand: “Her wiha gelek zext li ser rojnamevanan hene. Heta niha zêdetirî 100 rojnamevan hatine girtin. Tevî ku gelek rojnamevan hatin girtin jî, berxwedan û serhildana gel nesekinî û deng û rengê wan giha cîhanê. Her kesek bi rêya telefonê dîmen û agahiyên li qadê rû didin weke rojnamanekê/î digihîna cîhanê. Xetên înternetê hemû hatine birîn û di girtina agahiyan de zehmetî hene. Bi rêya sîstema VPN li ser Twîtter û Telegramê agahî tên parvekirin û ew jî gelek carî tê sînordarkirin.” 
 

Sernavên din

27/11/2022
16:29 MEBYA-DER bi malbatan re hate ba hev
15:58 Li Colemêrgê ji ber berfê rêya 155 gund û mezrayan hate girtin
15:31 Piştî kuştina leşkeran Akar çû ser sînor
15:30 Li Colemêrgê 3 jê jin 16 kes hatin binçavkirin
15:11 Husseîn Ronaghî hate berdan
15:00 HSD’ê bîlançoya êrişan eşkere kir
14:17 Li Mêrsînê 25 kes sê roj in di binçavan de ne
13:44 Malbata Şenyaşar: Em ê bêhêvî nebin
12:21 Di wesayîta cenazeyan a şaredariya AKP’î de tiryak hat desteserkirin
12:03 ESU: Divê NY li dijî êrişên Tirkiyeyê bikeve nava liv û tevgerê
11:55 Dewleta tirk gundê Eyn Deqnê û Balafirgeha Minixê topbaran dike
11:44 Polîsan li Taksîmê ciwanek kuşt
11:26 Turker a ku di 25’ê Mijdarê de piyê wê hate şikandin: Bijîşk hewl da tundiya polîsan veşêre
10:50 Cenazeyên 17 leşkeran anîn Colemêrgê
10:49 Li Duzceyê erdhejeke bi pileya 4.3’yan çêbû
10:49 Bertekên li dijî binçavkirinan: Çi bikin jî em ê her tim li dijî şer derkevin
10:48 Dozger tevlibûna kongreya ciwanan wek sûc hesiband
10:17 Yolerî: Bi piştevaniyê em dikarin hewldana bitenêhiştina girtiyan têk bibin
09:47 Xwişka girtiyê nexweş Guler: A tê kirin îşkence ye
09:40 Li gundê suryanan talankirina daran didome
09:10 Çelkî ku piştî fermanê dest bi rojnamegeriyê kir: Em ê êş û berxwedana vê civakê ragihînin cîhanê
09:09 Rojnameger Mêsî: Dewleta tirk li Rojava sûcên şer dike, sûcên wê belgekirî ne
09:08 'Astengiyên li ber 25'ê Mijdarê serketina jinê nîşan dide'
09:07 Dêra Geramonê bûye sergo!
09:04 Li Mahabadê hêrsa gel her ku diçe zêde dibe
09:00 ROJEVA 28'Ê MIJDARA 2022'YAN
08:30 Êrişên dewleta tirk di tevahiya şevê de domiyan
26/11/2022
17:57 Ebdî: Em li dijî êrişan amade ne, em ê li ber xwe bidin
17:09 DOM: Şoreşa Rojava belavî cîhanê bû
17:09 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Aydogan pirsîn
17:07 Hejmara kesên li Amedê hatin binçavkirin derket 40’an
16:56 MEBYA-DER û TUHAY-DER’ê serdana Emîne Şenyaşar kirin
16:07 Ji 20 karkerên birîndar 2 karker mirin
16:00 Jinan têkildarî 25’ê Mijdarê daxuyanî dan
15:56 ÎHD: Bila girtiya nexweş Eylem Baş bê berdan
15:43 Bal kişandin ser rewşa 37 girtiyên nexweş ên jin
15:27 ÎHD’ê bal kişand ser binpêkirina mafên jinên girtî
15:17 Li Şirnexê 2 kes hatin binçavkirin
14:55 Înfaza Evîn Şahînê şewitandin: Em poşmantiyê qebûl nakin
14:54 Li Amedê ji bo Fîncanci daxuyanî hat dayîn
14:28 Li Amedê qezaya trafîkê: 3 jê giran 35 kes birîndar bûn
14:22 Baranê kolan û cadeyên Cizîrê veguherand golên avê
14:09 Malbata ku keça wan di welidandinê de mir: Xemsarî heye
13:54 Di şer de leşkerek û cerdevanek mirin
13:52 Çalakiya xizmên windakiriyan hate asteng kirin: Biryareke li dijî hiqûqê ye
13:51 Di çarçoveya bîranîna Elçî de turnuvuya satrancê hat lidarxistin
13:16 Li Amedê gelek kes hatin binçavkirin
13:07 Di komxebata ‘Kedxwariya jinan’ de jinên têkoşer û Rojhilat hatin silavkirin
13:06 Binçavkiriyên pankarta Kurdistanê li miduriyeta polîsan tên ragirtin
13:06 Rencuzogûllari: DAIŞ li ser axa di bin garantoriya dewleta tirk de rehet digere
12:14 Polîsan lingê Turker a tev li meşa 25’ê Mijdarê bûbû şikand
11:57 Xwişka Garîbe Gezer: Ji kesên dixwazin re delîl pir in lê nîyeta dozger nîne
11:56 Digotin 6 saet emrê wê heye, lê 45 salî ye!
11:21 Bi keviran êrişî rêxistina HDP'a Çûkûrovayê kirin
10:48 Belavkarê Ozgur Gundemê Adnan Işik 29 sal berê hate qetilkirin
10:31 Parêzera girtiyê du destên wî nînin: Dewlet tolê dihilîne
10:13 Mak Pirtûk dest bi pirtûkfiroşiyê kir
09:11 Xoy û Urmiye: Gel ji rejima Îranê gelek kişand
09:03 ‘Qedexekirina konseran asîmlasyon e'
09:02 Surucu: Divê dawî li tecrîda li ser Ocalan bê
09:01 Rapora pêzaniyê: Kî li kê xistiye nediyar e, lê her kes li hev dixe
09:00 ROJEVA 25'Ê MIJDARA 2022'YAN
25/11/2022
22:20 Li Şirnexê panela 25'ê Mijdarê hat lidarxistin
21:34 Li Stenbolê dirûşmeya 'jin, jiyan, azadî' olan da
21:25 Li Cizîrê 23 kes serbest hatin berdan
20:07 Li Amedê ji 47 kesên hatibûn binçavkirin 31 kesên din jî hatin berdan
18:30 Dîmenên îşkencekirina Garîbe Gezerê derketin holê
18:08 Leyla Guven: Dê hesabê bidin
17:53 Kişanak: Dîtina kiryaran dê dîroka Tirkiyeyê rûnî bike
16:37 Hejmara binçavkiriyên li Mêrsînê derket 25’an
16:20 Ji ber cezayê muebbetê lê hatiye birîn nehiştin bi dayika xwe ya nexweş re biaxive
16:02 Nobeta Edaletê hat astengkirin
15:44 QSD'ê bîlançoya êrişên dewleta tirk ên 2 rojan aşkere kir
15:29 Li Girtîgeha Eregliyê zexta psîkolojîk dikin
14:49 HDP: Êrişên li ser Guzelê bi rêya Meclisê hatin berdewamkirin
14:34 Di Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê de polîsan tundî li jinan kir
14:17 Komîna Tevna Jînê strana bi navê “Jîna’yê” strand
14:15 Jin li qadan e: Li dijî tundiyê peyamên têkoşîna hevpar
12:53 Bi pankartan êrişên hewayî şermezar kirin
12:37 Jinan li Mêrdînê got: Me carekê tovê jiyanê li vê xakê reşandiye û dê têkoşîna her bidome
12:17 Êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam in
12:08 Li Eskîşehîrê xwendekar hatin binçavkirin
12:07 Emîne Şenyaşar ‘li dijî tundiyê’ ev 627 roj in li ber xwe dide
12:02 Ji bo tevlibûna danişîna ‘doza tacîza zayendî’ banga tevlibûnê hat kirin
11:18 Li Mêrsînê 15 kes hatin binçavkirin
11:07 Îdianameya derheqê Fîncanci de hat amadekirin
10:44 Çalakiyên li Cadeya Îstîklalê hatin qedexekirin
10:43 Şehba û Zirgan hatin bombebarankirin
10:30 Platforma Yekitiya Jinan: Jinan serî netewandin, pêşengtiyê dikin
10:21 Rojnameger Boran: Rûsyayê bi berdêla veguhestina HTŞ’ê li Efrînê, destûra êrişê da
09:15 Prof. Dr. Aktar: Gava mesele hat ser kurdan konsensusa neteweyî çêbû
09:13 Min tirs danî aliyekî û çûme Rojhilat û Îranê
09:05 Mele: Bikaranîna kîmyasalê li dijî mirovahiyê ye, guneh û heram e
09:04 ‘Muxalefeta ku dema mijar dibe Ocalan û kurd xwe li bêdengiyê datîne nikare pirsgirêkan çareser bike'
09:02 KNK: Me seferberiya yekitiya neteweyî îlan kir
09:01 Akademîsyen Zebarî: Ev komîsyon ji bo hilweşandina rejîma Erdogan belgeyeke mezin e
09:00 ROJEVA 25'Ê MIJDARA 2022'YAN
24/11/2022
22:32 Li Sîlopiyayê karkerekî jiyana xwe ji dest da
21:31 Agir bi konê koçeran ket: Zêdetirî sed heywanên wan mirin
21:27 Li Farqînê polîsekî xwe kuşt