'Serokatiya cemxaneyê tunekirina civat û baweriyên cuda ye'

  • rojane
  • 09:01 22 Mijdar 2022
  • |
img
AMED - Hevserokê DAD’ê Mûsa Kûlû, avakirina Serokatiya Cemxaneyê ya di bin banê Wezareta Çandê de wekî projeyeke "tunekirina civat û baweriyên cuda yên wekî kurd û elewiyan" nirxand û wiha got: "Divê em wisa li vê projeyê mêze bikin. Beriya niha çi rû dabe, di siberojê de jî dê rû bidin."
 
 
Serokkomarê AKP’î Recep Tayyîp Erdogan, bi biryarnameyekê di bin banê Wezareta Çand û Turîzmê de "Serokatiya Cemxaneyan" ava kir. Bertekên li hemberî vê serokatiyê didomin. Hevserokê Şaxa Komeleya Demokratîk a Elewiyan (DAD) a Dêrsimê Mûsa Kûlû jî bertek nîşanî vê serokatiya navbirî da û got ku ev projeyeke "tunekirina civat û baweriyên cuda yên wekî kurd û elewiyan" e.
 
SENTEZA TIRK-ÎSLAMÊ
  
Kûlû diyar kir ku polîtîkayên desthilata AKP-MHP’ê xwe disipêrin senzeta tirk-îslamê ya dema avakirina komarê û got ku ev yek nasname û baweriyên cuda qebûl nake, tune dihesibîne û dixwaze wan teslîm bigire. Kûlû wiha axivî: “Ne kurdan ne elewiyan ne jî ereban nas nakin. Sed salên komarê bi komkujî, bişavtin û êrişan derbas bûne. Ji bo nimûne, komkujiya ermeniyan, Koçgirî, Zîlan, Koçgirî, Zîlan, Şêx Seîd, Dersim li ber çavan e. Her wiha komkujiyên li Mereş, Gazî û Sêwazê yên li hemberî elewiyan, îro wekî komkujiya Pirsûs û Gara Enqereyê rû dane." 
 
Kûlû anî ziman ku elewî di dîrokê de her tim mafên elewiyan û baweriya wan tune hatine hesibandin û ji bo bên tunekirin her tim bi komkujiyan re rû bi rû mane û got ku, lê sed sal in bi ser neketine. Kûlû destnîşan kir ku bi avakirina "serokatiya cemxaneyê" re armanc an tunekirin e an jî bi temamî kontrolkirina elewiyan e û wiha pê de çû: “Suleyman Demîrel gava serokkomar bû, gazî Îzzet Dogan  kir. Got, 'here li Stenbolê weqfa elewiyan veke.’ Di dema xebata vekirina weqfê de, li Enqereyê weqfa elewiyan hat vekirin. Dogan ji Demîrel re got, ‘Te ez şandim weqfê vekim, lê we weqf vekirye û haya min ji vê tune ye. Demîrel jî dibêje, 'Haya min jî jê tune ye, dewletê vekirye.'  Li vir ev tişt derdikeve holê ku dewleta kûr li vî welatî ji bo hemû dîn, bawerî û nasnameyan dîzayn bike, têxe nava qaliban tevdigere û pergala xwe wisa berdewam dike."
 
‘EV PROJE CUDAHIYAN TUNE DIKE’
 
Kûlû di berdewama axaftina xwe de ev tişt gotin: “Projeya Tifaqa Cumhûrê, di sedsala duduyan a komarê de li Tirkiyeyê avakirina komareke netewperest a îslamî ye. Her wiha ev, dixwaze civakên din tine bike an jî bîne ata sertewandinê. Ev proje, tunekirina civat û baweriyên cuda yên wekî kurd û elewiyan e. Lewma divê em wisa li vê projeyê mêze bikin. Beriya niha çi rû dabe, di siberojê de jî dê rû bidin."
 
‘ELEWÎTÎ NE PARÇEYEKE DÎNÊN DIN E'
 
Kûlû da zanîn ku biryarnameyekê daxilîbûna elewîtiyê ya nava çandê tê wateya tunekirina bîra civaka elewîtiyê û wiha got: "Em wekî ji derveyê dînê semavî bi heqîqet û ibadetên rîtuel hene. Baweriya me cuda ye, lê radibin wekî parçeyeke baweriya mûsewî yan jî wekî rêya xwe windakiri û jirêderketî dinirxînîn. Elewîtî bi xwe baweriyeke xweser e û ne parçeyekî tu baweriyan e. Divê her kes vê wisa bizanibe. Ji bilî vê em tu wateyên din qebûl nakin.’’
 
‘EW DABEŞKIRIN DABEŞKIRIN BIREVEBIRINE’
 
Kûlû bal kişand ser gelek saziyên elewiyan ên ji aliyê dewletê ve hatine çêkirin û wiha got: "Ev proje ne. Bi vê re dixwazin bandorê li civakê bikin û pêvajoya xwe temam bikin.’’
Kûlû anî ziman ku divê elewî  li hemberê vê polîtîkayê rabin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em musade nadin zilm û bişavtinê. Dewlet her tim elewiyên xwe, kurdên xwe, lazên xwe û suniyên xwe diafirîne. Bi hezaran salan e gelê me li hemberî zilmê, bi rêya heq û heqîqetê li ber xwe daye. Mirateyeke wisa ji me re hiştiye pêşengên me. Êdî tu kes nikare baweriya elewîtiyê têxe nava qaliban. Tu kes vê yekê qebûl nake û dîrok ji vî tiştî nîşan dide."
 
Kûlû anî ziman ku tişta niha bi "Serokatiya Cemxaneyê" ya di bin banê Wezareta Çand û Turîzmê tê kirin heqaret e li elewîtiyê û got: "Ev heqaret e û biçûkxistina elewiyan e. Li welatekî ku 25 milyon elewî lê hene, hûn rabin ser navê welatiya wekhev elewîtiyê bi Wezareta Çandê ve girêbidin, ev tê wateya jiholêrakirina civaka elewî. Qethiyen em vî tiştî qebûl nakin."
 
Kûlû di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku divê elewî di çarçoveya destûra bingehîn de wekî welatiyên wekhev bên qebûlkirin û got: "Eger ev çênebe ne meseleya kurdî ne jî meseleyên din dê çareser nebin. Dê aştî û demokrasî neyên. Lewma divê li vî welatî ji bo kurd, tirk, ereb û elewiyan qanûneke li ser asasê wekheviyê bê çêkirin." 
 
MA / Mehmet Guleş

Sernavên din

27/11/2022
16:29 MEBYA-DER bi malbatan re hate ba hev
15:58 Li Colemêrgê ji ber berfê rêya 155 gund û mezrayan hate girtin
15:31 Piştî kuştina leşkeran Akar çû ser sînor
15:30 Li Colemêrgê 3 jê jin 16 kes hatin binçavkirin
15:11 Husseîn Ronaghî hate berdan
15:00 HSD’ê bîlançoya êrişan eşkere kir
14:17 Li Mêrsînê 25 kes sê roj in di binçavan de ne
13:44 Malbata Şenyaşar: Em ê bêhêvî nebin
12:21 Di wesayîta cenazeyan a şaredariya AKP’î de tiryak hat desteserkirin
12:03 ESU: Divê NY li dijî êrişên Tirkiyeyê bikeve nava liv û tevgerê
11:55 Dewleta tirk gundê Eyn Deqnê û Balafirgeha Minixê topbaran dike
11:44 Polîsan li Taksîmê ciwanek kuşt
11:26 Turker a ku di 25’ê Mijdarê de piyê wê hate şikandin: Bijîşk hewl da tundiya polîsan veşêre
10:50 Cenazeyên 17 leşkeran anîn Colemêrgê
10:49 Li Duzceyê erdhejeke bi pileya 4.3’yan çêbû
10:49 Bertekên li dijî binçavkirinan: Çi bikin jî em ê her tim li dijî şer derkevin
10:48 Dozger tevlibûna kongreya ciwanan wek sûc hesiband
10:17 Yolerî: Bi piştevaniyê em dikarin hewldana bitenêhiştina girtiyan têk bibin
09:47 Xwişka girtiyê nexweş Guler: A tê kirin îşkence ye
09:40 Li gundê suryanan talankirina daran didome
09:10 Çelkî ku piştî fermanê dest bi rojnamegeriyê kir: Em ê êş û berxwedana vê civakê ragihînin cîhanê
09:09 Rojnameger Mêsî: Dewleta tirk li Rojava sûcên şer dike, sûcên wê belgekirî ne
09:08 'Astengiyên li ber 25'ê Mijdarê serketina jinê nîşan dide'
09:07 Dêra Geramonê bûye sergo!
09:04 Li Mahabadê hêrsa gel her ku diçe zêde dibe
09:00 ROJEVA 28'Ê MIJDARA 2022'YAN
08:30 Êrişên dewleta tirk di tevahiya şevê de domiyan
26/11/2022
17:57 Ebdî: Em li dijî êrişan amade ne, em ê li ber xwe bidin
17:09 DOM: Şoreşa Rojava belavî cîhanê bû
17:09 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Aydogan pirsîn
17:07 Hejmara kesên li Amedê hatin binçavkirin derket 40’an
16:56 MEBYA-DER û TUHAY-DER’ê serdana Emîne Şenyaşar kirin
16:07 Ji 20 karkerên birîndar 2 karker mirin
16:00 Jinan têkildarî 25’ê Mijdarê daxuyanî dan
15:56 ÎHD: Bila girtiya nexweş Eylem Baş bê berdan
15:43 Bal kişandin ser rewşa 37 girtiyên nexweş ên jin
15:27 ÎHD’ê bal kişand ser binpêkirina mafên jinên girtî
15:17 Li Şirnexê 2 kes hatin binçavkirin
14:55 Înfaza Evîn Şahînê şewitandin: Em poşmantiyê qebûl nakin
14:54 Li Amedê ji bo Fîncanci daxuyanî hat dayîn
14:28 Li Amedê qezaya trafîkê: 3 jê giran 35 kes birîndar bûn
14:22 Baranê kolan û cadeyên Cizîrê veguherand golên avê
14:09 Malbata ku keça wan di welidandinê de mir: Xemsarî heye
13:54 Di şer de leşkerek û cerdevanek mirin
13:52 Çalakiya xizmên windakiriyan hate asteng kirin: Biryareke li dijî hiqûqê ye
13:51 Di çarçoveya bîranîna Elçî de turnuvuya satrancê hat lidarxistin
13:16 Li Amedê gelek kes hatin binçavkirin
13:07 Di komxebata ‘Kedxwariya jinan’ de jinên têkoşer û Rojhilat hatin silavkirin
13:06 Binçavkiriyên pankarta Kurdistanê li miduriyeta polîsan tên ragirtin
13:06 Rencuzogûllari: DAIŞ li ser axa di bin garantoriya dewleta tirk de rehet digere
12:14 Polîsan lingê Turker a tev li meşa 25’ê Mijdarê bûbû şikand
11:57 Xwişka Garîbe Gezer: Ji kesên dixwazin re delîl pir in lê nîyeta dozger nîne
11:56 Digotin 6 saet emrê wê heye, lê 45 salî ye!
11:21 Bi keviran êrişî rêxistina HDP'a Çûkûrovayê kirin
10:48 Belavkarê Ozgur Gundemê Adnan Işik 29 sal berê hate qetilkirin
10:31 Parêzera girtiyê du destên wî nînin: Dewlet tolê dihilîne
10:13 Mak Pirtûk dest bi pirtûkfiroşiyê kir
09:11 Xoy û Urmiye: Gel ji rejima Îranê gelek kişand
09:03 ‘Qedexekirina konseran asîmlasyon e'
09:02 Surucu: Divê dawî li tecrîda li ser Ocalan bê
09:01 Rapora pêzaniyê: Kî li kê xistiye nediyar e, lê her kes li hev dixe
09:00 ROJEVA 25'Ê MIJDARA 2022'YAN
25/11/2022
22:20 Li Şirnexê panela 25'ê Mijdarê hat lidarxistin
21:34 Li Stenbolê dirûşmeya 'jin, jiyan, azadî' olan da
21:25 Li Cizîrê 23 kes serbest hatin berdan
20:07 Li Amedê ji 47 kesên hatibûn binçavkirin 31 kesên din jî hatin berdan
18:30 Dîmenên îşkencekirina Garîbe Gezerê derketin holê
18:08 Leyla Guven: Dê hesabê bidin
17:53 Kişanak: Dîtina kiryaran dê dîroka Tirkiyeyê rûnî bike
16:37 Hejmara binçavkiriyên li Mêrsînê derket 25’an
16:20 Ji ber cezayê muebbetê lê hatiye birîn nehiştin bi dayika xwe ya nexweş re biaxive
16:02 Nobeta Edaletê hat astengkirin
15:44 QSD'ê bîlançoya êrişên dewleta tirk ên 2 rojan aşkere kir
15:29 Li Girtîgeha Eregliyê zexta psîkolojîk dikin
14:49 HDP: Êrişên li ser Guzelê bi rêya Meclisê hatin berdewamkirin
14:34 Di Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê de polîsan tundî li jinan kir
14:17 Komîna Tevna Jînê strana bi navê “Jîna’yê” strand
14:15 Jin li qadan e: Li dijî tundiyê peyamên têkoşîna hevpar
12:53 Bi pankartan êrişên hewayî şermezar kirin
12:37 Jinan li Mêrdînê got: Me carekê tovê jiyanê li vê xakê reşandiye û dê têkoşîna her bidome
12:17 Êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam in
12:08 Li Eskîşehîrê xwendekar hatin binçavkirin
12:07 Emîne Şenyaşar ‘li dijî tundiyê’ ev 627 roj in li ber xwe dide
12:02 Ji bo tevlibûna danişîna ‘doza tacîza zayendî’ banga tevlibûnê hat kirin
11:18 Li Mêrsînê 15 kes hatin binçavkirin
11:07 Îdianameya derheqê Fîncanci de hat amadekirin
10:44 Çalakiyên li Cadeya Îstîklalê hatin qedexekirin
10:43 Şehba û Zirgan hatin bombebarankirin
10:30 Platforma Yekitiya Jinan: Jinan serî netewandin, pêşengtiyê dikin
10:21 Rojnameger Boran: Rûsyayê bi berdêla veguhestina HTŞ’ê li Efrînê, destûra êrişê da
09:15 Prof. Dr. Aktar: Gava mesele hat ser kurdan konsensusa neteweyî çêbû
09:13 Min tirs danî aliyekî û çûme Rojhilat û Îranê
09:05 Mele: Bikaranîna kîmyasalê li dijî mirovahiyê ye, guneh û heram e
09:04 ‘Muxalefeta ku dema mijar dibe Ocalan û kurd xwe li bêdengiyê datîne nikare pirsgirêkan çareser bike'
09:02 KNK: Me seferberiya yekitiya neteweyî îlan kir
09:01 Akademîsyen Zebarî: Ev komîsyon ji bo hilweşandina rejîma Erdogan belgeyeke mezin e
09:00 ROJEVA 25'Ê MIJDARA 2022'YAN
24/11/2022
22:32 Li Sîlopiyayê karkerekî jiyana xwe ji dest da
21:31 Agir bi konê koçeran ket: Zêdetirî sed heywanên wan mirin
21:27 Li Farqînê polîsekî xwe kuşt