'Pêşketinên berxwedana jinê geştir dibin'

  • jin
  • 18:34 21 Mijdar 2022
  • |
img
MÊRDÎN – TJA û HDP’ê ku li Nisêbînê têkildarî 25’ê mijdarê daxuyaniyeke hevpar dan, êrişên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin û gotin ku pêşketinên berxwedana jinan ên li dijî pergala zilamsalariyê êdî bi awayekî herikbar xwe diguherinin û geştir dibin.
 
Aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di çarçoveya bernameya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê li ber avahiya HDP’ê ya Nisêbînê daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de pankarta “Berxwedana Kobanê, Serhildana Jinan e” hat vekirin û dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Kobanê” û “Jin, Jiyan, Azadî” hatin berzkirin. Parlementera HDP’ê ya Mêrdînê Pero Dundar, endam û rêveberên HDP'ê, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Însîyatîfa Dayîkên Aştiyê û gelek sazî tevlî daxuyaniyê bûn. 
 
‘BERXWEDANA JINAN GEŞTIR DIBE’
 
Hevseroka HDP'a Nisêbînê Şîndar Akinciyê metna daxuyaniyê xwend. Akinciyê têkildarî 25’ê Mijdarê ev tişt gotin: “Di sedsala 20’emîn de Xwişkên Mîrabel li dijî rejîma Trûjîllo ya dîktayî berxwedaneke bêhempa dan. Di 25’ê Mijdara sala 1960’an de hatin qetilkirin. Li Komara Domînîkê bûn sembol û li cîhanê belav bûn. Em jin jî ku me ev têkoşîn ji Xwişkên Mîrabel girtiye, heta roja îro hîn bêhtir mezintir dikin. Îro tê zanîn ku jin, hem li Kurdistanê û Tirkiyeyê hem jî li tevahiya cîhanê bi awayekî fizîkî, di qada, aborî, civakî, siyasî, çandî û felsefî de rastî her cure êrişan tên. Îro jî bi şeweyekî hovanetir êriş tên kirin . Lê li dijî pergala baviksalariyê pêşketinên berxwedana jinan êdî bi awayekî herikbar xwe diguherinin û geştir dibin.”
 
‘TOVÊN JIYANEKE NÛ AVÊTIN'
 
Akinciyê di berdewama daxuyaniyê de wiha got: “Jin di qada dîroka berxwedanê de cihê xwe digire. Mînaka herî berbiçav, berxwedana jinên Rojavayê ye. Li dijî êrişên DAÎŞ’a xwînmij û devkeftar berxwedaneke bêhempa û dîrokî dan. Tovên jiyaneke nû, hevpar û wekhev avêtin Rojavayê û hemû cîhanê. Îro êrişên hewayî yên leşkerî ku dewleta Tirkiyeyê dibe ser Kobanê, Tel Rifat, Şingal û Rojavayê jî êrişa li ser jiyaneke nû, hevpar û azad e û yekser li dijî nirxên mirovahiyê ye. Em kesên ku di êrişên hemwext de yên li ser Kobanê, Tel Rifat û Şengalê jiyana xwe ji dest dane bibîr tînin û ji birîndaran re jî şîfayê dixwazin."
 
‘WELAT BI ŞER VE DIMEŞÎNIN’
 
Piştî daxuyaniyê Parlementera HDP’ê Pero Dundarê jî bertek nîşanê dorpêçkirina polîsan da û wiha got: “Ev yek dagirkirin e. Ev tirs ji bo çi ye? Tirs, raperîna gelan mezintir dike. Ev tirsa we dê raperîna me ya jinan xurttir bike. Em dê li dijî dewleta mêrî liber xwe bidin. Heman hişmendî niha êrişî li Kobanê jî dike. Niha bi çîroka ku li Stenbolê hatiye çêkirin, êrişan pêk tînin. Kujer bi xwe dibêje birayê min di nav hêzên OSO’yê de ye. Dixwazin jinan bikin kujer. Bi vê çîrokê welat ber bi şer ve dimeşînin.”
 
ÊRIŞA LI SER KOBANÊ ŞERMEZAR KIRIN
 
Dundarê bal kişand ser dîroka Kobanê û wisa berdewam kir: “Kobanê, DAÎŞ'ê daye sekinandin. Tu hêz nikaribû xwe li ber DAİŞ’ê bigire, lê kurdan lı ber xwe da û ew dan sekinandin. Şoreşa jinê û gelan li wir hat avakirin. Niha jî senaryoyekê ava kirin ku bi vê senaryoyê welatiyên xwe kuştin. Îro jî bi hinceta vê senaryoyê êrişî Rojavayê dikin. Bila civaka tirkan û kurdan ji van derewan bawer nekin. Em êrişa li ser Kobanê şermezar dikin.”
 
Daxuyanî, bi çepik, tilîlî û berzkirina dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî” û “Bijî Berxwedana Kobanê” bi dawî bû.
 
 

Sernavên din

27/11/2022
16:29 MEBYA-DER bi malbatan re hate ba hev
15:58 Li Colemêrgê ji ber berfê rêya 155 gund û mezrayan hate girtin
15:31 Piştî kuştina leşkeran Akar çû ser sînor
15:30 Li Colemêrgê 3 jê jin 16 kes hatin binçavkirin
15:11 Husseîn Ronaghî hate berdan
15:00 HSD’ê bîlançoya êrişan eşkere kir
14:17 Li Mêrsînê 25 kes sê roj in di binçavan de ne
13:44 Malbata Şenyaşar: Em ê bêhêvî nebin
12:21 Di wesayîta cenazeyan a şaredariya AKP’î de tiryak hat desteserkirin
12:03 ESU: Divê NY li dijî êrişên Tirkiyeyê bikeve nava liv û tevgerê
11:55 Dewleta tirk gundê Eyn Deqnê û Balafirgeha Minixê topbaran dike
11:44 Polîsan li Taksîmê ciwanek kuşt
11:26 Turker a ku di 25’ê Mijdarê de piyê wê hate şikandin: Bijîşk hewl da tundiya polîsan veşêre
10:50 Cenazeyên 17 leşkeran anîn Colemêrgê
10:49 Li Duzceyê erdhejeke bi pileya 4.3’yan çêbû
10:49 Bertekên li dijî binçavkirinan: Çi bikin jî em ê her tim li dijî şer derkevin
10:48 Dozger tevlibûna kongreya ciwanan wek sûc hesiband
10:17 Yolerî: Bi piştevaniyê em dikarin hewldana bitenêhiştina girtiyan têk bibin
09:47 Xwişka girtiyê nexweş Guler: A tê kirin îşkence ye
09:40 Li gundê suryanan talankirina daran didome
09:10 Çelkî ku piştî fermanê dest bi rojnamegeriyê kir: Em ê êş û berxwedana vê civakê ragihînin cîhanê
09:09 Rojnameger Mêsî: Dewleta tirk li Rojava sûcên şer dike, sûcên wê belgekirî ne
09:08 'Astengiyên li ber 25'ê Mijdarê serketina jinê nîşan dide'
09:07 Dêra Geramonê bûye sergo!
09:04 Li Mahabadê hêrsa gel her ku diçe zêde dibe
09:00 ROJEVA 28'Ê MIJDARA 2022'YAN
08:30 Êrişên dewleta tirk di tevahiya şevê de domiyan
26/11/2022
17:57 Ebdî: Em li dijî êrişan amade ne, em ê li ber xwe bidin
17:09 DOM: Şoreşa Rojava belavî cîhanê bû
17:09 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Aydogan pirsîn
17:07 Hejmara kesên li Amedê hatin binçavkirin derket 40’an
16:56 MEBYA-DER û TUHAY-DER’ê serdana Emîne Şenyaşar kirin
16:07 Ji 20 karkerên birîndar 2 karker mirin
16:00 Jinan têkildarî 25’ê Mijdarê daxuyanî dan
15:56 ÎHD: Bila girtiya nexweş Eylem Baş bê berdan
15:43 Bal kişandin ser rewşa 37 girtiyên nexweş ên jin
15:27 ÎHD’ê bal kişand ser binpêkirina mafên jinên girtî
15:17 Li Şirnexê 2 kes hatin binçavkirin
14:55 Înfaza Evîn Şahînê şewitandin: Em poşmantiyê qebûl nakin
14:54 Li Amedê ji bo Fîncanci daxuyanî hat dayîn
14:28 Li Amedê qezaya trafîkê: 3 jê giran 35 kes birîndar bûn
14:22 Baranê kolan û cadeyên Cizîrê veguherand golên avê
14:09 Malbata ku keça wan di welidandinê de mir: Xemsarî heye
13:54 Di şer de leşkerek û cerdevanek mirin
13:52 Çalakiya xizmên windakiriyan hate asteng kirin: Biryareke li dijî hiqûqê ye
13:51 Di çarçoveya bîranîna Elçî de turnuvuya satrancê hat lidarxistin
13:16 Li Amedê gelek kes hatin binçavkirin
13:07 Di komxebata ‘Kedxwariya jinan’ de jinên têkoşer û Rojhilat hatin silavkirin
13:06 Binçavkiriyên pankarta Kurdistanê li miduriyeta polîsan tên ragirtin
13:06 Rencuzogûllari: DAIŞ li ser axa di bin garantoriya dewleta tirk de rehet digere
12:14 Polîsan lingê Turker a tev li meşa 25’ê Mijdarê bûbû şikand
11:57 Xwişka Garîbe Gezer: Ji kesên dixwazin re delîl pir in lê nîyeta dozger nîne
11:56 Digotin 6 saet emrê wê heye, lê 45 salî ye!
11:21 Bi keviran êrişî rêxistina HDP'a Çûkûrovayê kirin
10:48 Belavkarê Ozgur Gundemê Adnan Işik 29 sal berê hate qetilkirin
10:31 Parêzera girtiyê du destên wî nînin: Dewlet tolê dihilîne
10:13 Mak Pirtûk dest bi pirtûkfiroşiyê kir
09:11 Xoy û Urmiye: Gel ji rejima Îranê gelek kişand
09:03 ‘Qedexekirina konseran asîmlasyon e'
09:02 Surucu: Divê dawî li tecrîda li ser Ocalan bê
09:01 Rapora pêzaniyê: Kî li kê xistiye nediyar e, lê her kes li hev dixe
09:00 ROJEVA 25'Ê MIJDARA 2022'YAN
25/11/2022
22:20 Li Şirnexê panela 25'ê Mijdarê hat lidarxistin
21:34 Li Stenbolê dirûşmeya 'jin, jiyan, azadî' olan da
21:25 Li Cizîrê 23 kes serbest hatin berdan
20:07 Li Amedê ji 47 kesên hatibûn binçavkirin 31 kesên din jî hatin berdan
18:30 Dîmenên îşkencekirina Garîbe Gezerê derketin holê
18:08 Leyla Guven: Dê hesabê bidin
17:53 Kişanak: Dîtina kiryaran dê dîroka Tirkiyeyê rûnî bike
16:37 Hejmara binçavkiriyên li Mêrsînê derket 25’an
16:20 Ji ber cezayê muebbetê lê hatiye birîn nehiştin bi dayika xwe ya nexweş re biaxive
16:02 Nobeta Edaletê hat astengkirin
15:44 QSD'ê bîlançoya êrişên dewleta tirk ên 2 rojan aşkere kir
15:29 Li Girtîgeha Eregliyê zexta psîkolojîk dikin
14:49 HDP: Êrişên li ser Guzelê bi rêya Meclisê hatin berdewamkirin
14:34 Di Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê de polîsan tundî li jinan kir
14:17 Komîna Tevna Jînê strana bi navê “Jîna’yê” strand
14:15 Jin li qadan e: Li dijî tundiyê peyamên têkoşîna hevpar
12:53 Bi pankartan êrişên hewayî şermezar kirin
12:37 Jinan li Mêrdînê got: Me carekê tovê jiyanê li vê xakê reşandiye û dê têkoşîna her bidome
12:17 Êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam in
12:08 Li Eskîşehîrê xwendekar hatin binçavkirin
12:07 Emîne Şenyaşar ‘li dijî tundiyê’ ev 627 roj in li ber xwe dide
12:02 Ji bo tevlibûna danişîna ‘doza tacîza zayendî’ banga tevlibûnê hat kirin
11:18 Li Mêrsînê 15 kes hatin binçavkirin
11:07 Îdianameya derheqê Fîncanci de hat amadekirin
10:44 Çalakiyên li Cadeya Îstîklalê hatin qedexekirin
10:43 Şehba û Zirgan hatin bombebarankirin
10:30 Platforma Yekitiya Jinan: Jinan serî netewandin, pêşengtiyê dikin
10:21 Rojnameger Boran: Rûsyayê bi berdêla veguhestina HTŞ’ê li Efrînê, destûra êrişê da
09:15 Prof. Dr. Aktar: Gava mesele hat ser kurdan konsensusa neteweyî çêbû
09:13 Min tirs danî aliyekî û çûme Rojhilat û Îranê
09:05 Mele: Bikaranîna kîmyasalê li dijî mirovahiyê ye, guneh û heram e
09:04 ‘Muxalefeta ku dema mijar dibe Ocalan û kurd xwe li bêdengiyê datîne nikare pirsgirêkan çareser bike'
09:02 KNK: Me seferberiya yekitiya neteweyî îlan kir
09:01 Akademîsyen Zebarî: Ev komîsyon ji bo hilweşandina rejîma Erdogan belgeyeke mezin e
09:00 ROJEVA 25'Ê MIJDARA 2022'YAN
24/11/2022
22:32 Li Sîlopiyayê karkerekî jiyana xwe ji dest da
21:31 Agir bi konê koçeran ket: Zêdetirî sed heywanên wan mirin
21:27 Li Farqînê polîsekî xwe kuşt