Tora li Dijî Tundiyê: Bila Mûsa Sevîm bê girtin

  • jin
  • 13:19 19 Mijdar 2022
  • |
img
AMED - Tora Têkoşîna li Dijî Tundiyê ya Amedê derbarê Musa Sevîm ê ku Meryem Sevîm qetil kiribû û 7 roj in nehatiye girtin li Parka Koşuyoluyê daxuyanî da. Endamên Torê, malbat û hevalên Sevîm xwestin ku kujer tavilê bê girtin. 
 
Tora Têkoşîna li Dijî Tundiyê ya Amedê derbarê Musa Sevîm ê ku Meryem Sevîm qetil kiriye û 7 roj in nehatiye girtin li ber Bîrdariya Mafê Mirovan ya li Parka Koşuyoluyê ya Amedê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de dowîzên li ser nivîsên “Ji bo Meryem Edalet”, “Musayan pak neke bidarizîne", “Em ne di şînê de ne em di serhildanê de ne", “Bila Musa Sevîm were girtin", “Jin jin azadî”, “Qetilkirina jinan polîtîk e” hatibûn nivîsandin hatin rakirin. Malbata Meryem Sevîm, hevalên wê û pêkhateyên Torê di daxuyaniyê de amade bûn.
 
BERIYA DAXUYANIYÊ MALBATÊ HAWAR KIR 
 
Xwişka Meryem Sevîm, Hulya Kurmuş qîr û hawar kir. Hulya Kurmuş ji polîsan re got: “Ev 7 roj in kujer nehatiye girtin. Ka mobeseyên vî bajarî, ka polîs û ka dad. Gelo çawa dibe ku hîna nehatiye girtin. Hûn wî li ku vedişêrin. Wî bi 9 guleyan jinek qetil kir. Dijmin di şeran de van yekan li hev nake. 9 guleyan canê xwişka min girt. Ew biçûka malê, delaliya diya min bû. Ew îro ne li gel me ye. Ew ji me stendin û hesab jî jê nayê pirsîn. Heya ku qanûnek van sûcan teşhîr bike dernekeve wê hîna gelek Meryem werin qetilkirin. Min berê di medyayê de qetlîama jinan didît. Min nedizanî wê rojekê dora me jî were. Hûn hûn bin bêdeng nemînin. Ger hişmendî ev be wê dor bigihêje we jî. Ez xelkê Amedê me, bi tirkî û bi kurdî ji we re qîr dikim. Bila her kes ji min fam bike û min bibihîse.”
 
‘HER KES KERR Û LAL E' 
 
Hulya Kurmuş bangî derdora xwe kir û wiha got: “Ji bo were bihîstin qêr dikim. Ji bo were famkirin bi her zimanî diaxivim. Ez bêdeng nabim. Hûn jî bêdeng nemînin. Ez îro xwe dispêrim edaleta we. Hûn kujer bibînin û darizînin. Na ku 7 roj in nayê dîtin pêwîst bû bibe rojev. Ger ev bajerekî din ba wê hatiba qalkirin. Li bajarekî din pisîkek were qetilkirin tê qalkirin û tê bihîstin. Lê li vir jinek hat qetilkirin. Îro çima di meclîsê de nayê qalkirin. Çima her kes ker û lal e.”
 
‘MERYEM BI AWAYEK HOVANE HAT QETILKIRIN' 
 
Li ser navê Torê endama Navenda Mafê Mirovan a Baroya Amedê Songul Argunaga metna daxuyaniyê xwend û wiha got: “Ber bi 25’ê Mijdarê ve mixabin jinek din hate qetilkirin. Meryem a ku bi israr nedixwest gel Musa Sevîm hevaltiya xwe bide berdewamkirin rastî tundiya derûnî dihat. Ji ber ku Meryem daxwaza zewacê ya Musa erê nekir bi awayekî hovane hate qetilkirin. Piştî Meryem hate qetilkirin di derbarê Musa de biryara girtinê hate girtin. Lê belê 7 roj in hîna nehatiye girtin.”
 
'PERGAL CESARETÊ DIDE MÊRAN' 
 
Argunaga da zanîn ew dizanin bêtehamuliya mêr a li dijî vîna jinan berhemê hişmendiya vê sîstemê ye û wiha axivî: “Qetilkirina jinan polîtîk e û faîlê mirina her jinekê dewlet bi xwe ye. Em nikarin van êrişên mêr ên li ser jinê ji sîstemê qut bifikirin û bînin ziman. Li beramberî vê li hemberî têkoşîna jinan gotinên bi kîn, aktivîstên mafê jinan hedef tên nîşandan û çekdariya kesî rê li ber tundiya jinê jî vedike. Bi van qanûnan û betalkirina qanûnên jinan cesaretê didin mêran.”
 
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmên “Qetilîamên jinan polîtîk in”, “Musa Sevîm bila were girtin" bi dawî bû.

Sernavên din

24/11/2022
18:59 Hasan Dal piştî 30 salan ji girtîgehê derket
18:53 ‘Faşîzma AKP-MHP’ê nikare têkoşîna me têk bibe’
17:49 Têkildarî mirina Garîbe Gezer biryara neşopandinê hate dayîn
17:01 Wezîrê Tenduristiyê yê Herêma Kurdistanê pirsa kîmyasalê bêbersiv hişt
16:41 OHD’ê ji bo Abdullah Ocalan serî li Baroya Rihayê da
16:35 ‘Şahid’ îfadeya xwe qebûl nekir, Akdag dîsa nehate berdan
16:21 Li Wanê welatiyekî ji ber bêkariyê hewl da xwe bikuje
16:17 Li Edeneyê jinek hat qetilkirin
16:16 Banqeya Navendî polîtîkaya xwe ya faîzê daxist
16:10 Jinan ji bo 25’ê Mijdarê daxuyanî dan: Em ê li qadan bin
16:09 Ji Amerîkaya Latîn û Efrîqayê bertekên li dijî êrişên ser Rojava: Divê em bikevin nava tevgerê
15:46 Stranbêj Derya Cengîz ji ber gotina stranekê lêborîn xwest
15:29 ÎHD’ê bîlançoya salekê ya tundiya li ser jinan a bakurê Kurdistanê eşkere kir
15:16 Li melayê ku destdirêjî li zarokekî kirî 21 sal cezayê hefsê hat birîn
14:32 MKGP: Rojnamegerên girtî di zûtirin demê de berdin
14:22 Girtiyên nexweş ên sewqî Girtîgeha Eregliyê hatin kirin di hucreyên yekkesî de tên ragirtin
14:15 Malbatên girtiyan: Zarokên me tiştekî ku jê poşman bibin nekirine
13:47 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Dûmlûyê: Em zilmê qebûl nakin
13:37 Tê îdiakirin ku polîsan li Bazîdê welatiyek înfaz kir
13:23 Li Êlihê jin ji meşê re amade ne: Em ê dengê xwe bilind bikin
12:52 Malbata Şenyaşar: Nobeta me ya edaletê dê bandora perperokî bike
12:08 Encamên Pêşbirka Çîrokan a Şerzan Kûrt hatin eşkerekirin
12:07 Partiyên kurd: Yekitiya neteweyî ji duh lezgîntir e
11:40 Ji 47 binçavkiriyên Amedê 9 jê hatin berdan
11:02 Bernameya meha kanûnê ya Şanoya Bajêr a Amedê eşkere bû
10:43 Prof. Norman Paech: Tirkiye Peymana NY’ê binpê dike
10:42 Meclisa Leşkerî ya Kobanê: Mafê me yê şerkirin û parastinê heye
10:21 Berdevkê YPG’ê Mehmûd: Dê tu êriş bêbersiv nemînin
09:16 Di hunerê de têkoşîna bi kodên mêr re: Dengê heram li her derê olan dide
09:15 Rojnamevan Oremar: Êdî vegera berxwedana Rojhilat tune ye
09:12 EMEP û TÎP: Li dijî şer û kîmyasalê em ê li kolanan bin
09:09 Dozger ji bo tundiya polîsan got, 'şideteke hevgirtî' ye!
09:08 Ji Mahabad’ê heya Tehranê li kolanan çi dibe?
09:05 Jin vexwendin Meşa 25'ê Mijdarê: Em ê bi felsefeya 'jin jiyan azadî' qadan tije bikin
09:02 Amedî: Tirkiye ji bo her 4 parçe hev nebînin êriş dike
09:00 ROJEVA 24'Ê MIJDARA 2022'YAN
23/11/2022
23:44 Qamişlo hat bombebarankirin
21:21 Tirkiyeyê Kampa Holê bombebaran kir
19:56 Ji Girtîgeha Amedê ya Jinan 2 girtiyên din jî hatin sirgûnkirin
16:50 Ji girtiyê ku înfaza wî taloqkirin re gotin: Heke zarokên te çêbibin dê bişînî çiyê?
16:21 HSD: Di êrişan de 7 sivîl û 2 şervanên YAT’ê jiyana xwe ji dest dan
16:15 Komxebata Xwendekaran: Bi têkoşîna şoreşgerî dikare êriş bên pûçkirin
15:50 Li Şirnexê serdana goristanê hat astengkirin
15:34 Malbata Şenyaşar: Dê li ser sindoqê bersiva pêwîst bê dayîn
15:27 ‘Êrişî destkeftiyên Rojava dikin’
15:08 Ji jinên girtî re nameyên piştgiriyê hatin şandin
15:04 Hêzên Demokrasiyê yên Amedê: Bila 47 kesên binçavkirî bên berdan
14:32 Mazlum Ebdî: Sê birayên êrişkara Taksîmê dema ji bo DAIŞ'ê şer dikirin hatin kuştin
13:51 Doza îşkenceya li Qursa Qur’anê hat taloqkirin
13:44 Di doza rojnameger Oruç û Muftuoglû de biryarek derneket
13:26 Li Girtîgeha Dumluyê tecrîd hat protestokirin
13:20 Ji bo Rojhilat banga greva giştî
13:11 Kongra Star: Îdiaya me mezin û hêviya me xurt e
12:24 ATB’ê ji bo Seroka TTB’ê Fîncanci bang kir
12:08 ‘Divê rewşenbîrên vî welatî bi dengekî bilind li dijî şer derkevin’
11:57 Yildirim ku bi berxwedana rojiya mirinê hatibû berdan dîsa şandin girtîgehê
11:46 Danişîna doza Tahir Elçî hat taloqkirin
11:34 Dîmenê helîkoptera li Metînayê hatiye xistin hat weşandin
11:30 Salih Muslim: Tirkiye li gorî serê xwe tevdigere lê dê rojekê li cihekî biqelibe
10:54 Li Sûriyeyê di nava 11 salan de 756 rojnameger hatin qetilkirin
10:41 'Rêxistinbûyîna jina kurd ew çavtirsandî kirine'
10:21 Ji bo meşa 25’ê Mijdarê ya li Êlihê bang: Wer in em li dijî tundî û şer bimeşin
10:01 HSD’ê bîlançoya êrişên 24 saetan eşkere kir
09:41 Swîsreyê bo Rojava daxuyanî da: Divê rêz ji hiqûqa navneteweyî re bê girtin
09:34 Akar li xwe mikûr hat ku çekên kîmyewî bi kar tînin
09:28 4 caran xaniyê wî hat şewitandin û kurekî wî hat kuştin: Ji ya xwe daneket xwarê
09:05 Darbirîna li Besta û Cûdî didome: Niha jî çav berdane Gabarê
09:04 'Ciwan dê li dijî tiryakê serwext bibin û vê pergalê birûxînin'
09:03 Li sînor bang kirin: Dem dema xwedîderketina li Rojava ye
09:02 Jinên êzidî: Bi fikra Ocalan birînên xwe derman dikin
09:01 Sonmez: Jinên HDP’î li dijî siyaseta nêrza têkoşînê bihêz dikin
09:00 ROJEVA 23'YÊ MIJDARA 2022'YAN
08:34 Li Duzceyê bi pileya 6.0 erdhej pêk hat
22/11/2022
22:53 Zarokê li Amedê hatibû binçavkirin hat berdan
19:47 Platforma Ked û Azadiya ya Mêrdînê: Ne şeer, pêdivî bi aştiyê heye
19:32 TJA û HDP'ê li Stewrê serdana gel kir
18:33 Ji Amedê girtî Denîzê sirgûnî Kayseriyê kirin
17:15 Yuksekdag bertek nîşanî şandeya dadgehê da: Berdana bi derewkî
16:58 Sebahat Tuncel: DMME’yê mafdariya raperîna me piştrast kir
16:57 Malbatên girtiyan di Nobeta Edaletê de bertek nîşanî êrişên Tirkiyeyê dan
16:48 Ji NY’ê banga Îranê: Daxwazên azadiyê bibersivînin
16:42 Gergerlîoglû: Bi gotina ‘dîn, îman, Sakarya’ êrişî Rojava dikin
16:20 TJA li Botanê gund bi gund bi jinan re dicive
16:11 Ber bi 25’ê Mijdarê ve: Em ê bêjin ‘Jin jiyan azadî’ û azad bibin
15:42 Danişîna doza Kizilkaya û Dîcle hate taloqkirin
15:18 Îsam Ebdullah kêliya ku bi kameraya xwe êrişên Tirkiyeyê radigihand hat qetilkirin
15:15 4 gundên Geverê 11 roj in di bin dorpêçê de ne
15:01 DFG û MKGP: Çapemeniya Azad di tu şert û mercan de bêdeng namîne
14:20 Ji bo piştevaniyê ji Şebnem Korur Fînanci re qert hatin şandin
14:14 BMG: Tekane çareserî têkoşîna hevpar e
14:12 Dozger ji rojnamevan Çapan re ceza xwest
13:58 ÇHD: Di mijara teqîna li Taksîmê de hewl didin gel manîpule bikin
13:46 Serokên baroyan li dijî qedexeyên walîtiyan in
13:38 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
13:32 Buldan: AKP’ê kampanyaya hilbijartinê bi şer da destpêkirin
13:21 Danişîna doza rojnamevan Çelîk û Yayla hat lidarxistin
13:06 Amerîka, Fransa, Rûsya û Almayayê ji bo Rojava daxuyanî dan
13:04 Malbata Şenyaşar: Yên dev ji Rabîayê berdayîn dê sibe dev ji wekîlê xwe jî berdin
12:59 Akar dîsa gotinên her carê dubare kir: Di envantera me de çekên kîmyewî nînin
12:52 Parlamentoya Iraqê dê bi rojeva êrişên Îran û Tirkiyeyê bicive