Temellî: Îktidar di Taksîmê de li ser sûc hat zeftkirin

  • rojane
  • 11:03 19 Mijdar 2022
  • |
STENBOL - Parlamenterê HDP’ê Sezaî Temellî teqîna li Taksîmê şiband teqîna 5’ê Hezîranê li Amedê û got “îktidar li ser sûc hatiye” girtin û lewma weşandina nûçeyan û bûyerê qedexe kiriye. 
 
Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Sezaî Temellî teqîna li Cadeya Îstîklalê ya Taksîma Stenbolê ji ajansa me re nirxand. Temellî da zanîn ku piştî teqînê rayedarên îktidarê îdiayên ku danîne holê di destê wan de man. 
 
‘BERDEWAMIYA PLANA TÊKBIRINÊ YE’ 
 
Temellî anî ziman bi qedandina Mutabakata Dolmabahçeyê re êrişên li dijî gel û siyaseta demokratîk dest pê kirin û êrişên bombeyî heta îro berdewam dikin û ev êriş û teqîn berdewamiya “Plana Têkbirinê” ye. Temellî destnîşan kir ku ev îktidar heft heyşt sal in civakê krîmînalîze dike û dixwazin hêviya siyaseta di nava civakê de têk bibin û senaryoya şer li dijî gelê kurd xistin dewrê. Temellî da zanîn ku êrişa qetlîamker ewilî li dijî gelê kurd li dijî mitînga HDP’ê di 5’ê Hezîrana 2015’an de xistin dewrê û pişt re êriş û şer li dijî HDP’ê û gel bênavber li ser hev pêk hatin. Temellî got êriş û teqîn bûn rêbaza halê rejîmê. 
 
HILBIJARTIN BI TEQÎNAN TÊ 
 
Temellî diyar kir ku teqîna dawî ya li Îstîklalê di çarçoveya rêbaza hikûmetê ya ji bo derbaskirina qeyrana xwe ya siyasî de ye û got: “Pêvajoyeke nû ya hilbijartinê tê. Dixwazin vê pergala otorîter veguherînin hilbijartineke otorîter. Dixwazin bi awayekî ku wan meşrû bike ji hilbijartinê derkevin. Di vê çarçvoeyê de jixwe bi van teqînan dest bi dîzaynkirina civakê kirine. Ji ber ku em behsa teqîna 5'ê Hezîranê dikin, teqîna îro li Îstiklalê 7 salên desthilatdariya di teqîna de radixe ber çavan.” 
 
‘CIVAKÊ RASTIYÊ DÎT’ 
 
Temellî anî ziman ku îktidarê bi dijminatiya li hundir û derve ya li dijî kurdan hewl dide siberoja xwe misoger bike û têkildarî daxuyaniyên rayedarên dewletê yên di teqîna dawîn de li dijî kurdan jî got: "Di êrişan de civakê rastiyan dît. Ev 7 sal in ev tişt tên kirin û civak jî dibîne. Bi gotineke din, em bi pêvajoyeke ku bi serê xwe hatiye deşîfrekirin û ku êdî çîrok û senaryoyên wê li hev nakin re rû bi rû ne. Ji ber vê yekê jî dema li Taksîmê teqînê rû da, rabûn û rasterast HDP'ê sûcdar kirin. Di derbarê teqînê de bi awayekî adetî gotin, ‘Em ê pêşî bibêjin PKK, paşê YPG û paşê jî HDP’. Muxalefet jî vê trilojiyê bi kar tîne. Muxalefet jî mîna îktidarê, bêyî ku li ser sedemên bûyerê û çawaniya bûyerê raweste, hîn jî vê gotinê bikar tîne. Di vê teqîna dawî de civakê bi awayekî zelal ji îktidarê re got, 'Êdî meseleya ku hûn bi salan e dibêjin û xelkê dixapînin li ber çavan e û êdî gel rastiyan dizane’. Ev nîşan dide ku hûn dikarin ji bo îktidara xwe xwe çiqas alîkarê tundiyê ne û hovîtiyê ne.”
 
‘XWESTIN SENARYOYA XWE BIDIN QEBÛLKIRIN, LÊ BI SER NEKETIN’ 
 
Temellî derbarê daxuyaniyên hemû alîgirên îktidarê û bi taybet Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu de jî got: "Rewşa ser girtina rastiyan û sûcên xwe ewqas hêsan bûye ku demildest înternetê û medya dîjîtal asteng kirin.” Temellî diyar kir ku îktidarê piştî medyaya civakî qedexe kir, bi saziyên wan ên medyayê re pêvajoya dezenformasyonê hat destpêkirin û wiha got: “Berî teqînê 10 deqîqe derbas bû û yekser gelek agahiyên wekî ‘Ji Efrînê hatiye’, ‘Ji Efrînê ye’ ‘YPG’yî ye’ belav kirin. Weke ku her tişt amade ye ji me re gotin. Bi vî awayî ew ji civakê re pêşkêş kirin û ji ber vê yekê xwestin ku hemû nîqaşan qut bikin. Ji ber vê yekê wan hewl da ku dawiya fîlmek pêşkêş bikin. Hewl dan hemû komployê bi vî rengî bikin. Kêliya teqînê Soylû li Idlibê bû. Çawa ji wir hat û daxuyaniyên ku hişê mirovan nagirin da. Hat nehat teşhîsê danî ser bûyerê. Peyamê dide Amerîkayê. Bi fikarî dixwazî peyamê bide cihekî. Dema tu li wan dîmen û wêneyê bûyerê dinihêrî tu dibînî tevnek hatiye çêkirin ango hûnandin. Lê belê di destê wan de ma. Ji bo ku ji vê krîza siyasî derkevin, xwestin tiştekî bikin lê belê ev hişê wan dawiya wan tîne. Dixwazin şer û nîqaşên xweyî navxweyî bi kurdan û hemû civakê bi serbixînin. Soylû bi bayê bezê hat cihê teqînê û her çi kir û xwestin bikin jî lê bi serneketin. Xelk di ferqa her tiştî de ye û dibîne.” 
 
MA / Ergîn Çaglar 

Sernavên din

24/11/2022
18:59 Hasan Dal piştî 30 salan ji girtîgehê derket
18:53 ‘Faşîzma AKP-MHP’ê nikare têkoşîna me têk bibe’
17:49 Têkildarî mirina Garîbe Gezer biryara neşopandinê hate dayîn
17:01 Wezîrê Tenduristiyê yê Herêma Kurdistanê pirsa kîmyasalê bêbersiv hişt
16:41 OHD’ê ji bo Abdullah Ocalan serî li Baroya Rihayê da
16:35 ‘Şahid’ îfadeya xwe qebûl nekir, Akdag dîsa nehate berdan
16:21 Li Wanê welatiyekî ji ber bêkariyê hewl da xwe bikuje
16:17 Li Edeneyê jinek hat qetilkirin
16:16 Banqeya Navendî polîtîkaya xwe ya faîzê daxist
16:10 Jinan ji bo 25’ê Mijdarê daxuyanî dan: Em ê li qadan bin
16:09 Ji Amerîkaya Latîn û Efrîqayê bertekên li dijî êrişên ser Rojava: Divê em bikevin nava tevgerê
15:46 Stranbêj Derya Cengîz ji ber gotina stranekê lêborîn xwest
15:29 ÎHD’ê bîlançoya salekê ya tundiya li ser jinan a bakurê Kurdistanê eşkere kir
15:16 Li melayê ku destdirêjî li zarokekî kirî 21 sal cezayê hefsê hat birîn
14:32 MKGP: Rojnamegerên girtî di zûtirin demê de berdin
14:22 Girtiyên nexweş ên sewqî Girtîgeha Eregliyê hatin kirin di hucreyên yekkesî de tên ragirtin
14:15 Malbatên girtiyan: Zarokên me tiştekî ku jê poşman bibin nekirine
13:47 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Dûmlûyê: Em zilmê qebûl nakin
13:37 Tê îdiakirin ku polîsan li Bazîdê welatiyek înfaz kir
13:23 Li Êlihê jin ji meşê re amade ne: Em ê dengê xwe bilind bikin
12:52 Malbata Şenyaşar: Nobeta me ya edaletê dê bandora perperokî bike
12:08 Encamên Pêşbirka Çîrokan a Şerzan Kûrt hatin eşkerekirin
12:07 Partiyên kurd: Yekitiya neteweyî ji duh lezgîntir e
11:40 Ji 47 binçavkiriyên Amedê 9 jê hatin berdan
11:02 Bernameya meha kanûnê ya Şanoya Bajêr a Amedê eşkere bû
10:43 Prof. Norman Paech: Tirkiye Peymana NY’ê binpê dike
10:42 Meclisa Leşkerî ya Kobanê: Mafê me yê şerkirin û parastinê heye
10:21 Berdevkê YPG’ê Mehmûd: Dê tu êriş bêbersiv nemînin
09:16 Di hunerê de têkoşîna bi kodên mêr re: Dengê heram li her derê olan dide
09:15 Rojnamevan Oremar: Êdî vegera berxwedana Rojhilat tune ye
09:12 EMEP û TÎP: Li dijî şer û kîmyasalê em ê li kolanan bin
09:09 Dozger ji bo tundiya polîsan got, 'şideteke hevgirtî' ye!
09:08 Ji Mahabad’ê heya Tehranê li kolanan çi dibe?
09:05 Jin vexwendin Meşa 25'ê Mijdarê: Em ê bi felsefeya 'jin jiyan azadî' qadan tije bikin
09:02 Amedî: Tirkiye ji bo her 4 parçe hev nebînin êriş dike
09:00 ROJEVA 24'Ê MIJDARA 2022'YAN
23/11/2022
23:44 Qamişlo hat bombebarankirin
21:21 Tirkiyeyê Kampa Holê bombebaran kir
19:56 Ji Girtîgeha Amedê ya Jinan 2 girtiyên din jî hatin sirgûnkirin
16:50 Ji girtiyê ku înfaza wî taloqkirin re gotin: Heke zarokên te çêbibin dê bişînî çiyê?
16:21 HSD: Di êrişan de 7 sivîl û 2 şervanên YAT’ê jiyana xwe ji dest dan
16:15 Komxebata Xwendekaran: Bi têkoşîna şoreşgerî dikare êriş bên pûçkirin
15:50 Li Şirnexê serdana goristanê hat astengkirin
15:34 Malbata Şenyaşar: Dê li ser sindoqê bersiva pêwîst bê dayîn
15:27 ‘Êrişî destkeftiyên Rojava dikin’
15:08 Ji jinên girtî re nameyên piştgiriyê hatin şandin
15:04 Hêzên Demokrasiyê yên Amedê: Bila 47 kesên binçavkirî bên berdan
14:32 Mazlum Ebdî: Sê birayên êrişkara Taksîmê dema ji bo DAIŞ'ê şer dikirin hatin kuştin
13:51 Doza îşkenceya li Qursa Qur’anê hat taloqkirin
13:44 Di doza rojnameger Oruç û Muftuoglû de biryarek derneket
13:26 Li Girtîgeha Dumluyê tecrîd hat protestokirin
13:20 Ji bo Rojhilat banga greva giştî
13:11 Kongra Star: Îdiaya me mezin û hêviya me xurt e
12:24 ATB’ê ji bo Seroka TTB’ê Fîncanci bang kir
12:08 ‘Divê rewşenbîrên vî welatî bi dengekî bilind li dijî şer derkevin’
11:57 Yildirim ku bi berxwedana rojiya mirinê hatibû berdan dîsa şandin girtîgehê
11:46 Danişîna doza Tahir Elçî hat taloqkirin
11:34 Dîmenê helîkoptera li Metînayê hatiye xistin hat weşandin
11:30 Salih Muslim: Tirkiye li gorî serê xwe tevdigere lê dê rojekê li cihekî biqelibe
10:54 Li Sûriyeyê di nava 11 salan de 756 rojnameger hatin qetilkirin
10:41 'Rêxistinbûyîna jina kurd ew çavtirsandî kirine'
10:21 Ji bo meşa 25’ê Mijdarê ya li Êlihê bang: Wer in em li dijî tundî û şer bimeşin
10:01 HSD’ê bîlançoya êrişên 24 saetan eşkere kir
09:41 Swîsreyê bo Rojava daxuyanî da: Divê rêz ji hiqûqa navneteweyî re bê girtin
09:34 Akar li xwe mikûr hat ku çekên kîmyewî bi kar tînin
09:28 4 caran xaniyê wî hat şewitandin û kurekî wî hat kuştin: Ji ya xwe daneket xwarê
09:05 Darbirîna li Besta û Cûdî didome: Niha jî çav berdane Gabarê
09:04 'Ciwan dê li dijî tiryakê serwext bibin û vê pergalê birûxînin'
09:03 Li sînor bang kirin: Dem dema xwedîderketina li Rojava ye
09:02 Jinên êzidî: Bi fikra Ocalan birînên xwe derman dikin
09:01 Sonmez: Jinên HDP’î li dijî siyaseta nêrza têkoşînê bihêz dikin
09:00 ROJEVA 23'YÊ MIJDARA 2022'YAN
08:34 Li Duzceyê bi pileya 6.0 erdhej pêk hat
22/11/2022
22:53 Zarokê li Amedê hatibû binçavkirin hat berdan
19:47 Platforma Ked û Azadiya ya Mêrdînê: Ne şeer, pêdivî bi aştiyê heye
19:32 TJA û HDP'ê li Stewrê serdana gel kir
18:33 Ji Amedê girtî Denîzê sirgûnî Kayseriyê kirin
17:15 Yuksekdag bertek nîşanî şandeya dadgehê da: Berdana bi derewkî
16:58 Sebahat Tuncel: DMME’yê mafdariya raperîna me piştrast kir
16:57 Malbatên girtiyan di Nobeta Edaletê de bertek nîşanî êrişên Tirkiyeyê dan
16:48 Ji NY’ê banga Îranê: Daxwazên azadiyê bibersivînin
16:42 Gergerlîoglû: Bi gotina ‘dîn, îman, Sakarya’ êrişî Rojava dikin
16:20 TJA li Botanê gund bi gund bi jinan re dicive
16:11 Ber bi 25’ê Mijdarê ve: Em ê bêjin ‘Jin jiyan azadî’ û azad bibin
15:42 Danişîna doza Kizilkaya û Dîcle hate taloqkirin
15:18 Îsam Ebdullah kêliya ku bi kameraya xwe êrişên Tirkiyeyê radigihand hat qetilkirin
15:15 4 gundên Geverê 11 roj in di bin dorpêçê de ne
15:01 DFG û MKGP: Çapemeniya Azad di tu şert û mercan de bêdeng namîne
14:20 Ji bo piştevaniyê ji Şebnem Korur Fînanci re qert hatin şandin
14:14 BMG: Tekane çareserî têkoşîna hevpar e
14:12 Dozger ji rojnamevan Çapan re ceza xwest
13:58 ÇHD: Di mijara teqîna li Taksîmê de hewl didin gel manîpule bikin
13:46 Serokên baroyan li dijî qedexeyên walîtiyan in
13:38 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
13:32 Buldan: AKP’ê kampanyaya hilbijartinê bi şer da destpêkirin
13:21 Danişîna doza rojnamevan Çelîk û Yayla hat lidarxistin
13:06 Amerîka, Fransa, Rûsya û Almayayê ji bo Rojava daxuyanî dan
13:04 Malbata Şenyaşar: Yên dev ji Rabîayê berdayîn dê sibe dev ji wekîlê xwe jî berdin
12:59 Akar dîsa gotinên her carê dubare kir: Di envantera me de çekên kîmyewî nînin
12:52 Parlamentoya Iraqê dê bi rojeva êrişên Îran û Tirkiyeyê bicive