Ji Şemsê Allakê heya Jîna Emîniyê: Jin ber bi azadiyê ve dimeşin

  • jin
  • 09:02 19 Mijdar 2022
  • |
img
MÊRDÎN - Şemsê Allak, 19 sal berê li Mêrdînê bi recmkirinê hatibû qetilkirin. Berdevka TJA'ayê ya Mêrdînê Eylem Amakê diyar kir ku piştî qetilkirina Allakê ne li Kurdistanê, bi taybetî jî ne li Mêrdînê êdî tu tişt nebûye wekî berê û wiha got: "Ji Şemsê heya Jîna Emîniyê têkoşîn bi dirûşmeya 'jin, jiyan, azadî'yê mezin bû."  
 
Di Tîrmeha 2022'yan li gundê Mensûriyê yê navçeya Artûklû ya Mêrdînê, bavê 5 zarokan Halîl Açilê 55 salî dest dirêjî Şemse Allak a 55 salî kiribû. Piştî vê Allak ducanî bûbû. Bi vê re destdirêjî eşkere bûbû. Paşê Allak bi Açil re hatibû zewicandin. Lê bi dû re di bin navê "orf û edetê" de biryara mirina Allakê hatibû dayîn. Wê demê Allak xwestibû tevî Açil ji Mensûriyê bireve. Lê di 21'ê Mijdara 2002'yan de biraên wê Ridvan, Zulfîkar û Emrûllah Allak bi kevir û daran ew recm kiribûn. Halîl Açil li cihê bûyerê miribû û Allak ducanî jî bi giranî birîndar bûbû û ew sewqî Amedê kiribûn. 
 
JINAN DARBESTA WÊ HILGIRTIBÛ
 
Allak 6 mehan li Nexweşxaneya Dewletê ya amedê mabû û di 7'ê Hezîrana 2003'yan de jiyana xwe ji dest dabû. Pêşî pitika wê û bi dû re ew jiyana xwe ji dest dabû. Ji ber ku malbatê cenaze ji nexweşxaneyê wernegirtibû, cenazeyê wê di 20'ê Hezîrana 2003'yan de li Goristana Bêkesan a Amedê hatibû veşartin. Jinên ku 6 mehan Allakê li nexweşxaneyê bi tenê nehiştibûn, darbesta wê hilgirtibûn û cenazeyê wê veşartibûn. Paşê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê navê Şemsê Allakê li parkekê kiribû. 
 
MALBAT LI HEV HATIBÛN
 
Piştî mirina Allakê, malbata wê û xizmên Halîl Açil li hev hatibûn. Hatibû diyarkirin ku armanc kuştina Şemsê bûye, lê mirina Açil "weza" bûye. 
 
KIRYAR HATIBÛN BERDAN
 
Doza kiryaran jî di 2006'an de bi dawî bûbû. Li Mehmet Emîn Allak 20 sal û 8 meh, li Ridvan Allak 17 sal û 6 meh û li Emrûllah Allak jî 12 sal û 6 meh ceza hatibû birîn. Emrûllah Allak piştî 4 salan hatibû berdan û bi dû re jî Ridvan û Mehmet Emîn Allak hatibûn berdan. 
 
Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) Eylem Amakê destnîşan kir ku piştî Allakê li Kurdistanê û bi taybetî jî li Mêrdînê gelek tişt guherîne û wiha got: "Bi têkoşîna jinê re destkeftiyên jinan derketin holê. Bi têkoşîna jinê re, zilam paş de gav avêtin. Piştî Şemsê têkoşîna jinê mêr jî guherandin." 
 
BÛN DENGÊ WÊ
 
Amakê bilêv kir ku ji aliyê jinan ve hilgirtina darbesta Allakê peyamek girîng bûye û wiha pê de çû: "Ev peyama ku jin xwedî li jinan û têkoşîna jinan derdikevin. Jinan Şemsê hilgirt û bbûn dengê wê yên nayên bihîstin. Ev, tenê ne li Kurdistanê ji bû tevahiya cîhanê bû mînak. Deskeftî çêbûn. Platforma jinan, komeleyên jinan, TJA, Komîsyona Jinan a BAroyê hatin avakirin. Ev hemû bi têkoşînê çêbûn. Di 8'ê Adaran, di 25'ê Mijdaran de jin li qadan bûn dengê Şemsê. Ev hê jî didome." 
 
JI ŞEMSÊ HEYA JÎNAYÊ
 
Amakê bilêv kir ku piştî Şemsê Allakê bi 19 salan jin li seranserê cîhanê bi dirûşmeya "Jin, Jiyan, Azadî" ji bo Jîna Emîniyê daketine kuçeyan û wiha got: "Li seranserê cîhanê bi milyonan jin, erd û asman hejandin. Li her derî tayên porên Emîniyê kirin ala. Ev jî ji Şemsê Allakê ber bi Jîna Emîniyê ve, bi dirûşmeya 'jin, jiyan, azadî'yê mezin bûna têkoşîna jinê ye." 
 
MA / Ahmet Kanbal
 

Sernavên din

22/11/2022
12:51 Bi hinceta ‘qedexeyê’ nehiştin malbatên girtiyan çalakiya xwe li dar bixin
12:39 Dayika girtî: Li Girtîgeha Kalkandereyê greva birçîbûnê hatiye destpêkirin
12:38 4 zarokên bi îdiaya 'al daxistine' hatibûn binçavkirin, hatine derbkirin
12:21 Tifaqa Ked û Azadiyê wê li Îzmîrê bi gel re were gelhev
11:48 ‘Îktidar ji bo faşîzma xwe sazûman bike gavên bilez diavêje’
11:48 Kujerê Ozlem G’yê hate girtin
11:22 ‘Êrişên ser Rojava dijminatiya dewletê ya sîstematîk a li dijî kurdan e’
11:12 Dr. Mansouran: Rûxandina rejîma Îranê bûye vîneke civakî
11:12 Ji bo Semra Guzel serî li AYM’ê hat dayîn
10:48 Rojnamevan Bûldan: Berxwedana gel a li dijî rejîma Îranê xurtir didome
10:33 Binçavkiriyên Enqereyê hatin berdan
10:19 Doza Dedeogûllari: Desthilatdariyê bi gotinên xwe bingehê ji komkujiyên nû re çêdike
09:41 Bila girtiyê nexweş Emîn Guler bê berdan
09:13 Jinên şirnexî: Li dijî tundiyê divê em bibin yek
09:07 Li Efxanistanê berxwedan: Astenga herî mezin a li ber pergala Talîban jin in
09:04 Parêzer Kaya: Bi tecrîdê nahêlin fikrên Ocalan bigihên gelan
09:02 Hevserokê PENa Kurd Fîdan: Dengê nivîskariya kurdî bi ser siyasetê neketiye
09:01 'Serokatiya cemxaneyê tunekirina civat û baweriyên cuda ye'
09:00 ROJEVA 22'YÊ MIJDARA 2022'YAN
21/11/2022
23:28 Endamê SES'ê Mûstafa Yaşa hat berdan
21:59 Berteka amediyan a li dijî êrişan: Bijî berxwedana Kobanê
18:58 Têkildarî êrişa li Taksîmê 5 kesên din jî hatin girtin
18:34 'Pêşketinên berxwedana jinê geştir dibin'
18:02 Tirkiyeyê ji hewayê ve êriş bir ser Amûdê
17:58 Nûçegihanê Yenî Yaşamê Bedîr hat berdan
16:52 ‘Em ê ji bo jiyana azad a zarokan têbikoşin’
16:39 Rewşenbîran bang li rêxistinên navneteweyî kir: Pêşî li ber êrişên Tirkiyeyê bigirin
16:36 Êrişên li dijî Rojava hatin protestokirin: Kobanê wê nekeve
16:36 Çerkezoglû: Em ê teslîmî tirsê nebin
16:00 TJA li Qilebanê bi jinan re civiya
15:59 Banga beşdariya meşên 25’ê Mijdarê hat kirin
15:55 Doza Kobanê: Tifaqa jinan wê pergala heramiyan hilweşîne
15:51 Ji bo endamên HPG’ê Yavûz û Sarûhan mewlîd hatin dayîn
15:30 Maseya Îslamê ya HDP’ê li Wanê panel li dar xist
14:30 'Şer ekolojiyê talan dike’
14:20 Platforma Jinan a Rihayê çû serdana Emîne Şenyaşar
14:09 Erdogan gefa êrişa bejahî li Rojava xwar
14:04 Baroyên Kurdistanê ji bo çareseriya siyasî bang li hikûmetê kirin
13:50 Ugur Kaymaz û bavê wî Ahmed Kaymaz hatin bibîranîn
13:48 Li Qerqamişê roket tên barandin lê nayê zanîn kî diavêje
13:17 Li Egeyê di 9 mehan de 573 binpêkirinên mafan qewimîn
13:16 Derbarê parêzer Aryen Turan de îdianame hat amadekirin
12:55 Tifaqa Ked û Azadiyê: Em ê ji bo mafên zarokan têbikoşin
12:13 Elbeşîr îdia kir ku ew ji aliyê YPG’ê ve bi îdiaya endama OSO’yê ye hatiye girtin
12:12 Jinek li Îzmîrê hat qetilkirin
12:12 Bi nivîsên ser dîwaran êrişên Tirkiyeyê protesto kirin
11:56 Parêzeran ji bo Abdullah Ocalan serî li Baroya Stenbolê dan
11:53 Welatiyê li Dêrsimê hatibû binçavkirin hat berdan
11:39 Rojnamevana amerîkî Bodette: Hêzên garantor çavên xwe li êrişên Tirkiyeyê digirin
11:38 Di rêveberiya 23 baroyan de ku ji 228 kesan pêk tê tenê 59 jin cih digirin
11:35 Girtiyê nexweşê penceşêrê 19 roj in li nexweşxaneyê bi kelemçekirî tê tedawîkirin
11:06 Jinan li pêşiya Girtîgeha Sîncanê got: Dê serkeftin a jin, jiyan, azadî be
10:48 ‘Dem bi giyanê seferberiyê dema bilindkirina têkoşîna azadiya neteweya kurd e’
10:13 TJA: Li dijî polîtîkayên şer ên dewletê biherikin Tunela Taksîmê
10:06 Aldar Xelîl: Têkoşîna me bi êrişan lawaz nabe û divê kurdistanî xwedî li berxwedanê derkevin
09:19 Rejîma Îranê dîsa êrişî baregehên partiyên Rojhilat kir
09:18 TJA wê biryarên konferansê bi komîsyonên ku ava bike bixe meriyetê
09:15 ‘Jin çareseriyê di paradîgmaya Abdullah Ocalan de dibînin’
09:09 Qeyûmê Sêrtê mal û milkê şaredariyê derxistiye ber firotinê
09:03 Doza Malbata Dedeogûllari: Xalên têkildarî sûcê li dijî mirovahiyê esas nehatin girtin
09:02 Girtiyê ku milê wî tune ye di hucreya yekkesî de tê ragirtin
09:00 ROJEVA 21'Ê MIJDARA 2022'YAN
08:55 Li dijî qehwexaneyeke Amedê êrişa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
20/11/2022
22:54 Rojavayê Kobanê careke din hate bombekirin
22:30 Roket avêtin Deriyê Sînor ê Oncupinarê
22:19 Erdem ê ku piştî 30 salan hat berdan bi girseyî hat pêşwazîkirin
22:00 Komxebata Tifaqa Kurdistanî û Platforma Jinên Kurd: Bêdengî hevkariya sûcê şer e
21:12 Xelkê rojavayê Kurdistanê li dijî êrişan li ser pêya ye
19:50 Amedspor di lîgê de ket rêza yekemîn
19:37 Di şexsê Jîna û Nagihan de jinên qetilkirî hatin bibîranîn
18:47 Li Artûklûyê pirsgirêkên jinan hatin gotûbêjkirin
18:11 ‘Rojava ji bo mirovahiyê hêvî ye’
17:17 Encama 13'emîn Pêşbirka Wêneyan a Ceylan Onkol eşkere bû
16:53 HRE: Di êrişên hewayî de 5 şervanên me jiyana xwe ji dest dan
16:52 Navên 3 leşkerên rejîmê yên di êrişên Tirkiyeyê de hatin kuştin eşkere bûn
16:51 Beştaş: Êrişa li dijî Kobanê êrişa li dijî 50 milyona kurdan e
16:15 Bertekên li dijî êrişan: Kobanê rûmet e û em ê rûmeta xwe biparêzin
15:56 Ji Mêrdînê ber bi sînor ve sewqiyata leşkerî hat kirin
15:55 Di çalakiya şermezarkirina êrişan a li Dêrsimê de polîsan êrişî gel kir
15:33 ÎHD: Li Kurdistanê herî kêm mafên jiyanî yên 132 zarokan hatine binpêkirin
15:31 Hêrsa li dijî êrişan mezin dibe: Bi hezaran kes li Qamişlo û Amûdê daket qadan
14:47 Êrişa Tirkiyeyê li Şirnex û Mûşê hat protestokirin
14:31 HSD’ê têkildarî êrişên Tirkiyeyê daxuyanî da: Dê bêbersiv nemînin
14:14 Banga ji bo Rojava: Dakevin qadan û rê li ber sûcên Tirkiyeyê bigirin
13:13 Li Kanîreşê tûp teqiya: Kesek birîndar bû
13:07 HDP ji ber êrişan dê sibe civîna awarte li dar bixe
12:50 Parlamenterê Iraqê: Tirkiyeyê çekên kîmyewî bi kar anîn
12:44 Malbata Şenyaşar: Rêya jiyana biedalet piştevanî ye
12:40 Serhildana 'Jin, jiyan, azadî" di hefteya 10’an de ye
12:33 Bertekên li dijî êrişan: Roj roja bi ruhê Kobanê rabûna ser pêyan e
12:13 Di êrişên Tirkiyeyê de 11 sivîl û rojnamegerek hatin qetilkirin
11:56 Tirkiyeyê li Kobanê nexweşxane kir hedef û bi temamî rûxand
11:40 Rojava dê li dijî êrişan dakeve qadan
11:38 Di êrişa li dijî Şerayê de 10 leşkerên rejîma Sûriyeyê hatin kuştin
11:33 Mazlûm Ebdî: Heke êriş bidomin dê ziyan bigihije her kesî
11:14 Li Dêrikê Komkujî: Di encama êrişa Tirkiyeyê de 9 kes hatin qetilkirin
11:08 Di êrişa hewayî de nûçegihanê ANHA’yê hate qetilkirin
10:56 Hevserokê Herêma Firatê: Dixwazin vîna me têk bibin lê em ê bi bersiveke dîrokî bi ser kevin
10:28 ‘Kovara Destarê li dijî her cureyê wêjeya serdest raperîneke wêjeyî ye’
10:14 BMG: Kobanê dê nekeve, em ê faşîzmê hilweşînin