66 kesên beşdarî bîranîna Tahîr Elçî bûne hatine fîşkirin!

  • rojane
  • 15:37 15 Mijdar 2022
  • |
img
AMED - Hat diyarkirin ku ji bo 66 kesên beşdarî bîranîna Tahîr Elçî bûne, Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz, wekîlên HDP û CHP'ê, Sekreterê Giştî yê TBB'ê Velî Kuçuk û 21 serokên baroyan jî di nav de hatine fîşkirin. 
 
Di doza ku Serokê berê yê Baroya Amedê Mehmet Emîn Aktar dihat darizandin de, bûyereke sosret a fîşkirinê derket holê. Di doza Aktar ê ji Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) tê darizandin de, dadgehê di rûniştina berê de ji Midûriyeta Polîsan a Amedê re derbarê çalakiyên ku Aktar beşdar bûye de agahî xwestibû, ev fîşkirina sosret derket holê. Li ser daxwaza 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê, Midûriyeta Polîsan a Amedê da zanîn ku gelek kesên tev li merasîma bîranîna Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê di 28'ê Mijdara 2015'an de hat qetilkirin bûne, bi Aktar re hatine fîşkirin. 
 
NAVÊN KESÊN HATINE FÎŞKIRIN 
 
Di çarçoveya lêpirsîna ku bi biryara Serdozgerê Şaxa TEM'ê M.K. ê wezîfedar, Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîh Aydenîz, parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebru Gunay, Meral Daniş Beştaş, Parlamenterê CHP'ê Sezgîn Tanrikûlû, Serokê Baroya Amedê Nahit Eren, Serokê Baroya Enqereyê Erînç Sagkan, Serokê Baroya Êlihê Erkan Şenses, Serokê Baroya Merdînê Îsmaîl Elik, Serokê Baroya Riha Mehmet Velat Îzol, Serokê Baroya Sêrtê Nizam Dîlek, Serokê Baroya Şirnexê Nuşirevan Elçî, Serokê Yekîtiya Baroyên Tirkiyê yê berê Metîn Feyzîoglu, Sekreterê Giştî yê Yekitiya Bijîşkên Tirkiyê Velî Kuçuk, hevjîna Elçî, Turkan Elçî, Cîgira Serokê Baroya Amedê Zuhal Işik, Hevserokên HDP’a Amedê Gulistan Atasoy û Zeyyat Ceylan, Serokê DEVA Partiyê yê Amedê Cîhan Ulsen, Rêveberê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Ferhat Berkpinar, Hevseroka Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) Şaxa Amedê Ozum Vurgun, Hevserokê Giştî yê OHD’ê Bunyamîn Şeker, parêzer Asli Pasînlî, Îrem Yildiz, Muhlîs Ogûrgul, Sertaç Buluttekin, Mehmet Onder, Gulistan Ataş, Mahsuni Karaman, Omer Şeran, Muhuttin Mûgûç, Oyku Çakmak, Serhat Eren, Muharrem Erbey, Berdan Acun, Diyar Rukneddin Çetedîr, Hatîce Demîr, Serdar Ozer, Atîlla Berk, Mehmet Erdem, Yusuf Erdogan, Hasan Yalçin, serokên berê yên Baroya Amedê Mehmet Emîn Aktar, Cîhan Aydin, Ahmet Ozmen, Nûnerê Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê Murat Aba, Sekreterê Lijneya Koordînasyona TMMO yê Amedê Dogan Hatun, Serokê Giştî yê Partiya Karkerên Tirkiyeyê Salîh Sargîn, Cîgirê Serokê Baroya Amedê Mehdî Ozdemîr navên wan div ê fîşkirinê de cih girt. Di raporê de hat diyarkirin ku serokên baroyên Îzmîr, Edene, Antalya, Mêrsîn, Agirî, Wan, Êlih, Dêrsim, Çewlîg, Sinop, Colamerg, Aydin, Mûş, Semsûr, Bedlîsê beşdarî bîranîna Elçî bûne lê navên serokên baroyan nehatiye diyarkirin. 
 
FOTOĞRAFLARLA NUMARANDIRILAR
 
Di raporê de hat dîtin ku wêneyên beşdarên bîranînê ji aliyê Amirtiya Wênegirtinê ve hatine girtin û navên kesên ku bi wêneyan hatine tespîtkirin hatine nivîsandin.
 
JI BO KURDISTANÊ DEMILDEST DOZGER HATIYE AGAHDARKIRIN 
 
Di rapora fîşkirina 28’ê mijdara 2021’an de, di axaftina Serokê Baroya Amedê Nahît Eren de peyva “Kurdistan” wekî “k….istan” hatiye nivîsandin. Ji bo ku Eren navê Kurdistanê aniye ziman, Serdozgerê TEM'ê M.K. demildest hatiye agahdarkirin û ferman daye Şaxa TEM’ê. 
 
LÊPIRSÎN NÎNE, FÎŞKIRIN HEYE 
 
Ji aliyê din ve Serdozgeriya Komarê ya Amedê jî diyar kir ku derbarê belgeya ku îro di rûniştina Serokê berê yê Baroya Amedê Mehmet Emîn Aktar de li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin, derbarê bîranîna Tahîr Elçî de tu lêpirsîn nehatiye dîtin. 
 
Di danişîna ku Aktar û parêzerê wî Resûl Temûr lê amade bûn de Temur diyar kir ku di belge û agahiyên ku ji aliyê polîsan ve hatine şandin de muwekîlê wî beşdarî tu çalakiyên derqanûnî nebûye lê lêpirsîn dewam dike û xwest ji bo polîs bi zelalî diyar bike ka muwekîlê wî beşdarî çalakiyên neqanûnî bûye yan na, fermanek bê nivîsandin.
 
DAXWAZA MUZAKEREYÊ RED KIR 
 
Temur ji bo parastina li dijî belgeyên ku pêşkêşî dadgehê hatine kirin dem xwest.
 
Dadgehê, daxwaza ji nû ve nivîsandina muzakereya ji bo midûriyeta polîsan red kir, daxwaza demê qebûl kir û danişîn taloqî 1'ê kanûnê kir. 
 

Sernavên din

20/11/2022
10:13 Tirkiyeyê dîsa êrişî Kobanê kir
09:58 Emeliyata girtiyê bi penceşêrê ketiye bi derengî tê xistin
09:56 ‘Yên ku naxwazin cenazeyên zarokên xwe ji ATK’ê wergirin, bila tev li Nobeta Edaletê bibin’
09:46 Di wesayîtên biraziyên serokên AKP û MHP’î de tiryak hat girtin
09:10 Zarokên ku xeyalên wan hatine têkbirin
09:10 Da pey şopa jiyana Meryem Xanê, xwe gihand agahiyên rasteqîn
09:08 Koçerên ku ji Bestayê vegeriyan: Çar aliyê me kamera bûn
09:07 Sara Aktaş: Têkoşîneke ku navenda wê azadiya jinê nebe dê encam negire
09:00 ROJEVA 20’Ê MIJDARA 2022’YAN
08:33 Foza Yûsif: Em ê serî netewînin û xaka xwe biparêzin
08:14 KCDK-E û DBP: Divê hemû kes li her derê xwedî li Rojava derkeve
07:54 Mazlum Ebdî: Bi êrişê gef li tevahiya herêmê tê xwarin
07:47 Artêşa tirk noqteyên rejîma Şamê bombebaran kir
00:48 Gelek deverên Rojava û Herêma Federe ya Kurdistanê hatin bombebarankirin
19/11/2022
20:19 Li Amedê kesek ji ber dûmanê fetisî
18:45 Banga TJA û Platforma Jinan a Şahmaranê ya ji bo têkoşîna li dijî tundiyê
18:36 TJA li Elkê bi jinan re civiya
17:55 Meclîsa Jînan a HDP’a Geverê jin vexwadin meşa 25'ê Mijdarê
16:38 Îfadeyên kesên ji teqîna Taksîmê hatin girtin derketin holê
16:37 Konsera 25’ê Mijdarê bi hinceta ‘ewlehiyê’ hate astengkirin
16:14 Faîlên jinên hatin windakirin hatin pirsîn: Em edaletê dixwazin
16:13 Hat xwestin girtiyê nexweş Şahîn tavilê bê emeliyatkirin
15:57 Keskîn: Sedema pirsgirêkên li Tirkiyeyê îdeolojiya fermî ye
15:42 Li aqûbeta zarokên windakirî pirsîn
15:22 ÎHD: Girtiya nexweş Acar berdin
15:10 Sancar li Agiriyê axivî: Hûn ne bêalternatîfin, HDP heye
15:09 Têkildarî êrişa Taksîmê 8 kesên din hatin binçavkirin
14:51 Li Amedê panela ‘azadiya çapemeniyê’ hate lidarxistin
14:18 Xwişka Hayrettîn Eren: Dewlet dibe şirîkê sûc
13:30 DTO’yê bertek nîşanî binçavkirina Dr. Mûstafa Yaşa da
13:19 Tora li Dijî Tundiyê: Bila Mûsa Sevîm bê girtin
12:43 Li Egeyê jin dê bi dirûşma 'Jin jiyan azadî' dakevin qadan
11:46 Li Amedê zarokek hat binçavkirin
11:39 Malbata Şenyaşar: Heya edalet neyê em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin
11:03 Temellî: Îktidar di Taksîmê de li ser sûc hat zeftkirin
10:34 Girtiyê li Girtîgeha Eregliyê: Nikarim bêhnê bistînim
10:03 Li Girtîgeha Sîncanê sepanên 12’ê Îlonê di dewrê de ne
09:41 'Xwendekar ne yekîne ne jî şeqşeqkerên we ne'
09:12 Serhildan mezin dibe: Jina azad civaka azad e
09:09 Mîmar Aslan: Sûrên li Ben û Senê derketin holê divê bên parastin
09:02 Li dû wê, tenê wêneyê wê yê bi dîwêr ve ji zarokên wê re maye
09:02 Ji Şemsê Allakê heya Jîna Emîniyê: Jin ber bi azadiyê ve dimeşin
09:01 Nerazîbûna ji bo çekên kîmyewî: Bêdengî mirin e
09:01 Cêwiyên 5 salî wekî "delîl" hatine bikaranîn
09:00 ROJEVA 19'Ê MIJDARA 2022'YAN
18/11/2022
19:45 Li Girtîgeha Bakirkoyê îşkence: Mafê jiyanê yê girtiyan tê binpêkirin
17:53 TJA, li Şemrexê bi jinan re civiya
16:38 Jin li pêşiya edliyeyê ne: Ji Mîrabalan heta Emîne Şenyaşaran em ê têkoşînê mezintir bikin
16:22 Bîlançoya teqîna li Silêmaniyeyê giran e: 15 kesan jiyana xwe ji dest dan û 13 kes jî birîndar bûn
15:48 Li Edene û Mêrsînê ji bo jinên girtî qert hatin şandin
15:22 Ji bo girtiyên nexweş banga hestyariyê
15:16 Li Girtîgahe Eregliyê silavdayîn jî qedexe ye!
14:56 Li Semsûrê kesek hate girtin
14:54 Li Amedê starta 25’ê Mijdarê hat dayîn
14:53 Di doza Tahîr Elçî de daxwaza ji bo guherandina şandeya dadgehê hat redkirin
14:02 Bersiva ‘paramotorê’ da Soylu: Xwezî hûn jî hinek hêdî bifiriyan
13:41 Kujerê Meryem Sevîmê sîxûrê emniyetê derket!
13:38 Li Îranê jin 'tabûya heram a rejîmê' dişikînin
12:50 Li Mêrsînê malên elewiyan hatin îşaretkirin
12:44 Têkoşîna jinan hem jin û hem jî tundî berbiçav kir
12:08 Malbata Şenyaşar: Kesên komkujî pêk anîn hêza xwe ji piştgiriya Erdogan digirin
11:42 Endamê SES’ê Mûstafa Yaşa hate binçavkirin
11:42 Soylu dîsa biryara xwe guherand: Albashir ji Minbicê hatiye!
10:20 Karayilan: Biryara şewitandina leşkeran Akar da û Erdogan jî erê kir
10:17 Jinên SKM û OGKî hatin berdan
10:01 KON-MED: Divê li dijî sûcên şer xeta têkoşînê bê avakirin
09:59 'Ji bo berdana Ozkan hewcehî bi raporê nîne ji ber ku her tişt li pêş çav e ‘
09:23 Dayika girtiyê nexweş Mûtlû: Berî bimirim dixwazim berdana kurê xwe bibînim
09:01 Birayê girtiyê nexweş ê 74 salî: Ev îşkence ye
09:01 ‘Kurd divê li dijî bêhiqûqîtiya li girtîgehan deng derxînin'
09:00 OHD'ê bang li rêxistinên hiqûqî kir: Li hemberî tecrîdê xwe li nedîtinê daneynin
09:00 ROJEVA 18'Ê MIJDARA 2022'YAN
08:54 Li Mûglayê erdhej
08:49 Ji binçavkiriyên teqîna Stenbolê 17 kes jê hatin girtin
17/11/2022
23:08 Têkildarî teqîna li Taksîmê 17 kes bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
21:48 Li Silêmaniyeyê teqîn: 3 xanî xera bûn
21:43 Li Kadikoyê polîsan avêt ser Komeleya Jinên Ciwan a Kaktusê
19:51 Platforma Jinan a Şahmaranê qert şandin ji girtiyan re
19:15 Di doza malbata Dedeogûllariyê de li tetikkêş Mehmet Altûn 7 caran cezayê muebeda giran hat birîn
18:38 Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê: Heya niha 342 kes hatine qetilkirin
17:04 Li Girtîgeha Eregliyê çalakiya greva birçîbûnê ya bêdorveger hate destpêkirin
17:01 Di danişîna doza komkujiya Dedeogûllari de parêzer ji eywanê hatin derxistin
17:00 Albashir got ku ne ji Efrînê lê ji Idlibê derbasî Tirkiyeyê bûye
16:44 Xwendekarên welatparêz ‘Meclisa Xwendekarên Demokratîk’ ragihand
16:28 Baroya Enqereyê dê destûra ‘reglê’ bide xebatkarên xwe
15:58 Meclisa Jinan a DBP’a Wanê damezrandina xwe ragihand
15:43 ‘Divê Iraq li NY’ê giliyê Tirkiyeyê bike’
15:39 Di şer de leşkerek hat kuştin
15:38 Wezîrê Karên Derve dê ji ber êrişên Tirkiyeyê vexwînin Parlamentoya Iraqê
15:26 Nobeta Edaletê: Doza gelê kurd, doza demokrasî û azadiyê ye
15:02 ÎHD: Mûxalefeta ji hedefgirtinê re bêdeng ma jî hevkarê sûc e
14:59 Endamê Meclisa Ciwanan a HDP’ê Budak hat berdan
14:27 Danişîna xebatkarê ÎBB’ê Başkapan hat taloqkirin
14:05 Ji ber parvekirinên hesabeke din cezayê hefsê dan rojnameger Canozer
13:44 Dayikên Aştiyê çûn serdana Malbata Şenyaşar
13:12 ‘Dev ji sepanên keyfî yên li dijî rojnameger û parastvanên mafên mirovan berdin’
12:51 Li Girtîgeha Kalkandereyê dest danîn ser pirtûk, televîzyon û sarincên girtiyan
12:08 Rojnameger Ozdemîr: Avakirina komîsyonê tê wateya qebûlkirina bikaranîna çekên kîmyewî
11:48 MHP’ê TTB hedef girt: Bila peyva ‘Tirk’ jê were derxistin
11:39 Di êrişên rejîmê de 7 kes hatin qetilkirin