Rêveberiya Xweser a Şengalê: Em soza afirandina Şengaleke xweser û azad didin

  • rojane
  • 11:42 13 Mijdar 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN – Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê bi boneya salvegera rizgarkirina Şengalê ji DAIŞ’ê daxuyaniyek da û wiha got: “Em soza afirandina Şengaleke xweser û azad didin.” 
 
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê bi boneya 7’emîn salvegera rizgarkirina Şengalê ji DAIŞ’ê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê bi bîr xist ku Şengal di 13’ê mijdara 2015’an de bi qehremanî û berxwedaneke mezin ji DAIŞ’ê hat rizgarkirin û wiha got: “Ev pêngav bi pêşengtiya hêzên YBŞ’ê, gerîlayên azadiyê û şervanên YPG-YPJ’ê hate pêşxistin. Şengal kolan bi kolan, mal bi mal û gav bi gav hate azadkirin. Di serî de em kesên di vê pêngava berxwedanê de şehîd bûne bi rêzdarî bi bîr tînin û soza afirandina Şengaleke xweser û azad didin.”
 
Daxuyaniya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê wiha ye:
 
“Navenda bajarê Şengalê di 13’ê Mijdara 2015’an de bi pêngaveke mezin a leşkerî û bi berxwedaneke dîrokî ji destê çeteyên DAIŞ’ê hate rizgarkirin. Ev pêngav di pêşengiya gerîlayên azadiyê, şervanên YPG û YPJ’ê û Yekineyên Berxwedana Şengalê ve hate pêşxistin. Beriya her tiştî em ew qehremanên mezin ku di pêngava rizgarkirina Şengalê de canê xwe dane bibîr tînin û soza Şengaleke xweser û azad ku me daye şehîdan dubare dikin. Lazim e em tu carî ji bîr nekin ku Şengal di encama şer û berxwedaneke mezin de kolan bi kolan, mal bi mal hate rizgarkirin. Gerîla wê demê berxwedaneke mezin nîşan dan, ji bo civaka êzidî gelek şehîd dan. Dîsa di pêşengiya şehîdên wekî Ş. Berxwedan, Ş. Zerdeşt, Seîd Hesen û Mam Zekî de berxwedan hate pêşxistin.
 
JI BO ŞENGALEKE AZAD Û XWESER GAVÊN MEZIN HATIN AVÊTIN
 
Niha 7 sal bi ser vê pêngava dîrokî re derbas dibin û di nava van 7 salan de civaka êzidî û gelên Şengalê xwe ji qirkirin û fermanê rizgar kirin, zincîrên koletiyê şikandin û ji bo Şengala xweser û azad gavên mezin avêtin. Bê guman ev pêşketin bi berdelên pir giran hate bidestxistin, hemû deskeftiyên civaka êzidî û Şengalê bi saya şehîdên me yên nemir hene. Ji ber vê heqîqetê, lazim e di 7’emîn salvegera rizgarkirina Şengalê de em xeta berxwedanê jî xeta îxanetê jî car din bînin bîra xwe.
 
PDK NIHA JÎ DEV JI XIYANETA XWE BERNEDAYE
 
Ji dîrokê heya niha hem xeta berxwedanê hem xeta xiyanetê hebûye. Herkes vê xeta xiyanetê baş nas dike ku di fermana 2014’an de Şengal teslîmî DAIŞ’ê kir. Bêyî ku guleyek biteqînin pêşmergeyên PDK’ê ji Şengal reviyan. Wan, xeta xiyanetê dan meşandin. Di pêvajoya rizgarkirina Şengalê de jî dixwestin vê xeta xiyanetê bimeşînin. Çawa ku di fermanê de PDK’ê gelek cihan teslîmî DAIŞ’ê kirin, di pêvajoya rizgarkirina Şengalê de jî DAIŞ’ê gund û komelgehên bakurê Çiyayê Şengalê teslîmî PDK’ê kirin. Civaka êzidî vê xiyaneta PDK’ê wekî ‘Xiyaneta Mezin’ binav kir. Ji wê rojê heya roja me ya îro jî PDK dest ji dijminahiya xwe ya li dijî Şengalê bernedaye û xiyaneta xwe berdewam dike.
 
ŞERÊ XETA BERXWDANÊ Û XETA XIYANETÊ DIDOME
 
Li hemberî vê xiyaneta mezin di pêşengiya gerîlayên azadiyê, keç û xortên Êzdîxanê de jî berxwedaneke mezin a dîrokî hate pêşxistin. Li dijî xiyaneta mezin, berxwedana mezin hate pêşxistin. Ev 7 sal in jî li aliyekî xeta xiyanetê ya PDK’ê, li aliyekî jî xeta berxwedanê ya Şengalê di nav têkoşîneke mezin de ne. Rast e, navenda bajarê Şengalê 7 sal berê ji destê çeteyên DAIŞ’ê hate rizgarkirin lê îro jî şerê Şengala xweser û azad berdewam dike.
 
GERÎLA JI BIRÎNÊN ŞENGALÊ RE BÛN DERMAN
 
Niha di 7’emîn salvegera rizgarkirina Şengalê de, dewleta tirk a dagirker bi hevkariya PDK’ê êrişê wan kes û hêzan dike ku Şengal rizgar kirine. Dewleta tirk hem êrişê civaka êzidî hem jî gerîlayên azadiyê dike. Ş. Seîd Hesen, Ş. Mam Zekî, Ş. Zerdeşt, Ş. Azad fermandar û şervanên parastin û rizgarkirina Şengalê bûn û dewleta tirk ew şehîd xistin. Her wiha Gerilayên Azadiya Kurdistanê ji birîna Şengalê re bûn derman. Di fermana 2014’an de gerîlayên azadiyê êzdayetiyê parastin, îro dewleta tirk bi çekên kimyewî êrişî wan dike. Niha hêzên herêmî û cîhanê xwe ji vê re bêdeng dikin.
 
BERSIVA HERÎ MEZIN A JI ÊRIŞAN RE VEGERA LI ŞENGALÊ YE
 
Em di 7’emîn salvegera rizgarkirina Şengalê de careke din soz didin şehîdên xwe û gelê xwe ku berdêl çi dibe bila bibe emê Şengala xweser û azad ava bikin û biparêzin. Em bawer dikin ku wê berxwedana gerîla jî biserkeve, berxwedana Şengalê jî. Em bang li hemû civaka êzidî û pêkhateyên Şengalê dikin ku ji her demê zêdetir xwedî li berxwedanê, xwedî li azadiyê, xwedî li Şengalê derkevin. Dewleta tirk û PDK naxwazin gelê me vegere ser axa xwe. Dema çend mal vedigerin Şengalê, Şengal yekser tê bombebarankirin. Lazim e gelê me van êrişan ji xwe re neke asteng. Bersiva herî mezin a ji dijmin re vegera Şengalê ye.
 
Li ser vê esasê em carek din rizgarbûna navenda Şengalê li hemû gelê xwe û mirovahiyê pîroz dikin. Emê vê pêngavê, bi Şengala xweser û azad tacîdar bikin.”
 

Sernavên din

17/11/2022
11:14 Hatîmogûllari: Neçarin bên ber deriyê HDP’ê, ji ber ku em xwedî roleke diyarker in
10:55 Binçavkiriyên teqîna Taksîmê anîn edliyeyê
10:39 Civaknasiya Azad mohra xwe li Konferansa Jinan a Navneteweyî da
10:33 Parêzer Vefa: CPT divê ji bo mueyîdeyan gavan biavêje
10:06 Ucaman bertek nîşanî plana îmarê ya DU’yê da: Bi rant û îmarên xwe Kurdistanê dagir dikin
09:10 Betalî dibe sedema 'mirinê'
09:02 ‘Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan rasterast bandorê li jiyana girtiyan dikin'
09:02 Banga Selma Irmakê ya ji bo çekên kîmyewî: Ger 'bêbextî' be nexwe bila bê vekolandin
09:01 Elewî dê li dijî Serokatiya Cemxaneyê komcivînekê li dar bixin
09:00 ROJEVA 17’Ê MIJDARA 2022’YAN
08:59 Êrişa bombeyî: Li Ezaza ku di bin kontrola Tirkiyeyê de kesek hat binçavkirin
08:36 Parlamentoya Iraqê ji bo lêkolînkirina çekên kîmyewî komîsyon ava kir
16/11/2022
16:51 Malbatên girtiyan bertek nîşanî lêferzkirina poşmantiyê dan
16:46 Cenazeyê ciwanê ku ketibû Çemê Dîcleyê hate dîtin
16:11 Rojnamevanê girtî Aydin: Mafên me tên astengkirin
16:00 Nobeta Edaletê di sala yekemîn de ye: Em ê heta dawiyê têbikoşin
15:55 Der barê bersûcê qetilkirina 5 kesan de bultena sor hate derxistin
15:48 Tenê destpêk û dawiya dîmenên êrişê hatin parvekirin
15:21 Rêxistinên Elewiyan: Em ê têkoşîna xwe bidomînin
15:20 Bi girseyî çûn serdana şîna Dûrmûş
15:18 Ji bo Tosun a hedef hatibû nîşandan biryara parastinê hat dayîn
15:08 Xwendekarên zanîngehê: Em ê têkoşîna rêxistinkirî mezintir bikin
14:56 Hevşaredar Esmez: Qeyûm talan û wêranî ye
14:53 Serokê Giştî yê BES’ê ji bo piştevaniyê çû serdana Malbata Şenyaşar
14:41 Rapora girtîgehên Herêma Derya Reş: Tecrîda li dijî girtiyan didome
14:40 Ji bo rojnamegerên girtî daxuyaniya girseyî: Ev 5 meh in darazê tiştek nekiriye
14:21 Cîranê Dilvîn Îbrahîm hat binçavkirin
13:51 Meclisa Jinan a KESK’ê dê li dijî tundiyê dakevin qadan
13:51 DÎB: Divê muxalefet li dijî polîtîkayên şer xwedî helwest be
13:26 Ciwanê ku li Cizîrê xwe avêtî Çemê Dîcleyê winda bû
13:25 Dadgehê 8 sal ceza li Hevseroka MEBYA DER’ê Almas birî
13:24 Gelo serokê MHP’î tê parastin?
12:56 Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar didome
12:55 Berdevka TJA’yê Gokkan: Parastina min ‘jin jiyan azadî’ ye
12:04 Di şantiyeya Navenda Fînansê de şewat derket: Kesek mir, 3 kes birîndar bûn
11:45 Muslim: Têkiliya êrişkar bi OSO’yê re heye
11:23 Qetilkirinên bakurê Kurdistanê ji Erdogan hate pirsîn
11:22 ŞanoWanê dest bi atolyeya şanoyê kir
10:54 ‘Jin bihêz in lewma ziravê wan diqete lê dê bi êrişên xwe bi me nekarin’
10:36 Danişîna biryarê ya doza Dedeogûllari sibe tê lidarxistin
09:19 Moşek li Polonyayê ket: NATO dê bicive
09:13 Ji OHD û DTO'yê piştgiriya ji bo Nobeda Edaletê: Binpêkirina mafan îşkence ye
09:03 Aktivîstên jin: Berxwedana li Îranê bi felsefeya Ocalan bi ruh û can dibe
09:02 Rihayî: Em nîv kîlo goşt dikirin û bêhn dikin
09:01 Hevserokê HDP'ê yê cezayê hepsa malê lê hatiye birîn: Ceza delîla kîmyasalê ye
09:00 ROJEVA 16’Ê MIJDARA 2022’YAN
15/11/2022
21:19 Çalakiya rûniştinê ya jinan bi dawî bû
21:07 Li Dersimê Seyîd Riza û hevrêyên wi hatin bibiranîn
17:38 Li Hezexê zarokek mirî hat dîtin
17:08 Li rojhilatê Kurdistanê greva giştî dest pê kir
17:00 Li Silopiyayê jinan dest çalakiya rûniştinê kir
16:51 Bekîr Bozdag bi wêneyên girtiyên nexweş re rûbirû ma
16:46 Li Kampa Holê 2 zarok hatin qetilkirin
16:12 Dadgehê îdia kir ku qetilkirina endamên malbata Dedeogûllari bi qesta qirkirinê nehatiye kirin
16:02 Lİ Êlihê jinan ji bo 25’ê Mijdarê daxuyanî dan
15:39 Nobeta Edaletê: Dawî li şerê qirêjî bînin
15:37 66 kesên beşdarî bîranîna Tahîr Elçî bûne hatine fîşkirin!
15:25 Li Pirsûsê qeyûm hat protestokirin
15:07 HDK’ê banga hevrûbûna bi Dêrsimê re kir
15:06 ‘Kes nikare pêşî li ber têkoşîna azadiyê ya jinan bigire’
14:51 Hevdîtinên telefonê yên Albasahir ên bi serokê MHP’î re derketin holê
14:38 ‘Wêjeya li zindanan bi mêjiyekî azad û îradeyek xurt tê hilberandin’
13:39 Buldan: Em êrişa Stenbolê ji komkujiyên Pirsûs, Amed û Enqereyê nas dikin
13:38 2 jinên ku otobûsê li wan da jiyana xwe ji dest dan
13:16 Li gorî Bozdag îşkence tune ye û standartên demokrasiyê pir baş in!
13:04 PYD: Tirkiye ji bo êrişan bingehê amade dike
12:23 Malbatên girtiyan: Em zilma li ser zarokên xwe qebûl nakin
12:12 Li Demîrel a HDP’î 5 meh cezayê hefsê hate birîn
12:01 Bîlançoya 7 mehan a şer hat eşkerekirin
11:57 TUÎK’ê rêjeya bêkariyê eşkere kir
11:51 Parlamenter Dag bêûsûliyên li Şaredariya Amedê bir rojeva Meclisê
11:48 Koca: 6 birîndar li lêniherîna awarte ne
11:37 Malbata Şenyaşar: Baweriya me emir dike ku li dijî zilmê bêdeng nemînin
11:24 Girtî Erkol piştî hevdîtina bi malbatê re li erdê hat kaşkirin
11:13 Hejmara nû ya Kovara Golikê bi berga ‘Jin jiyan azadî’ derket
11:10 Li Geverê operasyona leşkerî hat destpêkirin
11:05 Hejmara binçavkirinên ji ber teqîna Stenbolê derket 50’an
10:58 AYM’ê ji bo hevşaredarên ku neanîn danişînê biryara binpêkirinê da
10:34 Baroya Stenbolê du roj piştre daxuyanî da
10:11 KCK: Tu eleqeya tevgera me bi teqîna li Taksîmê re nîne
10:07 Hejmara 50’an a Pêveka Jinê ya Yenîşamê derket
09:51 Girtiyê nexweş Çelîk: Girtiyan terkî mirinê dikin
09:04 Leşkeran şivan tazî kirin û îşkence li wan kirin
09:04 Malbatên girtiyan: Dengê Nobeda Edaletê bibihîsin
09:02 Nivîskarê elewî Beyî: Dewlet divê pêşî hesabê komkujiyan bide
09:01 Parêzer Enmek: Çareserî li Îmraliyê ye
09:01 Îşkenceya ku li Amara Dwlayê hatiye kirin di rapora ATK'ê de jî hatiye destnîşankirin
09:00 Derbarê siyasetmedar Aysel Tûglûkê de îdianameyeke nû
09:00 ROJEVA 15’Ê MIJDARA 2022’YAN
08:15 Li Edeneyê 5 kes hatin binçavkirin
14/11/2022
21:13 Nivîskarên girtî bi bîr anîn
16:49 Li Girtîgeha Antalyayê mafê tedawiyê yê girtiyan tê binpêkirin
16:48 Jiyan Tosûn a ku hedef hat nîşandan: Saziyên fermî agahiyên min belav kirin
16:23 Mazlum Ebdî: Eleqeya hêzên me bi êrişa li Stenbolê re nîne
16:18 Li Girtîgeha Eregliyê kurdî li girtiyan hatiye qedexekirin
15:48 Dê 25’ê Mijdarê bi dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ pêşwazî bikin
15:34 Di encama êrişa rejîma Îranê de 2 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dan
15:30 TJA li Hezexê bi jinan re civiya: Kesek nikare rê li ber têkoşîna me bigire
15:21 Ji 357 kesan daxuyaniya hevpar: NA ji tundiya rejîma Îranê re
15:11 NPG: Tu eleqeya me bi teqîna li Stenbolê re nîne