Abdullah Ocalan: Gefa qirkirinê li ser êzidiyan heye

  • rojane
  • 10:52 13 Mijdar 2022
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan girîngiyeke mezin bi êzidiyan dide ku niha dibin êrişên Tirkiyeyê de ne. Ocalan, di hemû nirxandinên xwe yên heta niha de her tim dibêje ku gefa qirkirinê li ser êzidiyan heye û vê nirxandinê dike: “Divê qiyamet bê rakirin.” 

 
Civaka êzidî ku ji dîrokê heta niha rastî gelek qirkirinan hatiye, niha jî bûye hedefa gefên AKP û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK). DAIŞ’ê di 3’yê tebaxa sala 2014’an de êrişî Şengalê kir û qirkirineke mezin kir. Bi ser qirkirina ku weke “Fermana 73’yan” tê pênasekirin re 8 sal derbas bûn lê belê êrişên li dijî êzidiyan hêj niha jî didomin. Piştî ku êrişên DAIŞ’ê hatin têkbirin, civaka êzidî bi damezirandina Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û Yekîneyên Jinên Êzidî (YJÊ) parastina xwe xurt kirin. Di heman demê de bi avakirina Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) ava kirin û bi vê yekê re di her qadê de xwe birêxistin kirin. 
 
Êzidiyên ku hewl didin birînên DAIŞ’ê vekirin bikewînin, vêcarê jî bi “Peymana Şengalê” ku di 9’ê cotmeha 2020’an de li ser zexta Tirkiye û DYA’yê di navbera Bexda û Hewlêrê de hate îmzekirin re bûn hedef. Ji peymanê armanc tê kirin ku rêveberiya xweser bê tesfiyekirin, rêveberiya bajar radestî qeymeqamekî bêalî bê kirin û hêzên HPG, YBŞ û Haşdî Şabî ku di dema parastina Şengalê de DAIŞ ji bajar derxistibûn ji herêmê bên derxistin. 
 
Civaka êzidî ku destûra pêkanîna peymanê nade, li dijî êrişên di vê çarçoveyê de tên kirin jî li ber xwe dide. Artêşa Iraqê heta niha ji ber zexta PDK’ê gelek caran li dijî Şengalê êriş da destpêkirin lê belê li berxwedana gel qelibî û neçar ma ku xwe vekişîne. Li hêlekê gefên artêşa Iraqê ya li ser herêmê didome û li hêla din jî Tirkiye bênavber êrişên hewayî pêk tîne. Ji 9’ê cotmeha 2020’an ku “Peymana Şengalê” hatiye îmzekirin heta niha Tirkiyeyê herî kêm 25 caran bi hewayî êrişî Şengalê kir. Di encama êrişên bi Balafirên Biçek û Bêmirov (SÎHA) ên Tirkiyeyê de heta niha herî kêm 17 kes hatine qetilkirin. 
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan girîngiyeke mezin dide civaka êzidî ku ji dîrokê heta niha gelek caran rastî komkujiyên mezin hatiye. Di hevdîtinên li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê de Ocalan gelek caran li dijî êrişan hişyarî da ne. 
 
GEFA QIRKIRINÊ LI SER ÊZIDIYAN HEYE
 
Di 14’ê tebaxa sala 2007’an de li navçeya Kahtaniye ya başûrê Kurdistanê li dijî civaka êzidî 3 êrişên bombeyî hatin kirin û di encamê de 200 êzidî hatin qetilkirin. Têkildarî vê êrişê Ocalan di hevdîtina 22’yê tebaxa 2007’an a bi parêzeran de hişyarî dida û wiha digot: “Min berê jî gotibû ku divê xwedî li êzidiyan bê derketin. Gelo ma ez êdî çi bikim? Hem di mijara gefa qirkirinê ya li ser êzidiyan de û hem jî di mijarên din de min gelek caran hişyarî dan.” 
 
ÇÎROKA DERWÊŞÊ EVDÎ
 
Abdullah OCalan di hevdîtina bi parêzeran re ya di 2’yê sibata 2011’an de bi bîr xist ku Derwêşê Evdî kurdekî êzidî yê şengalî ye û ev tişt anî ziman: “Heta dema ku stratenekî jî guhdar dikî, mirov têkildarî dîroka kurdan tiştekî hîn dibe. Li ser heqîqeta wê digehî. Di wê kêliyê de ew stran jî ewqas bibandor dibe û bi mirov dide hînkirin ku li ser heqîqeta xwe digehî. Mirov tenê bi rêya zanistê xwe nagihîne heqîqetê, di heman demê de dikarî bi huner û muzîkê jî li ser bigehî. Çîroka êzidiyekî jî (Derwêşê Evdî) dikare mirov bigihîna heqîqet û nasnameya mirov. Di vê navberê de hewceye bibêjim ku yên kurdîtiya herî resen dijîn kurdên êzidî, kurdên elewî û kurdên sunî yên deştî ne. Lê kurdên êzidî nûnerên pêşeng in. Weke ku tê zanîn, yên herî zêde rastî zextê hatin û hatin koçberkirin jî ew in.” 
 
‘ÊZIDÎ NÛNERÊN PÊŞENGIN’
 
Di hevdîtina di 24’ê hezîrana 2013’an de Abdullah Ocalan ji Şandeya Îmraliyê re dibêje ku civaka êzidî, nûnerên pêşeng ên gelê kurd in û vê nirxandin dike: “Di esasê xwe de êzidî, bingeha Tevgera Azadiyê ne. Heta niha min gelek caran derheqê wan de nirxandin kirin. Divê bêyî ku bikevin nava kevneperestiya nîjadî û olî, di nava civaka me de azad bijîn û xwe bêhtir bidin têkoşîna azadiyê.” 
 
DESTANA DERWÊŞ Û EDÛLEYÊ
 
Ocalan, di 15’ê tebaxa sala 2014’an di hevdîtina bi Şandeya Îmraliyê re de balê dikişîne ser êrişa DAIŞ’ê ya ser Şengalê û wiha dibêje: “Bûyerên qewimîn, pir dilêş in. Komkujî çêdibin û tê gotin ku li dijî jinan tiştên cuda hatine kirin. Ez niha tiştên ku jinên êzidî dijîn dibînim û pir xemgîn dibim. Destana Derwêş û Edûleyê bi heman rengî diqewime. Tiştên tên jiyîn yek bi yek mîna hev in û hêjayî lêkolînkirinê ne.” 
 
ÊZIDÎ BI QIRKIRINÊ RE RÛ BI RÛ NE
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan axaftina xwe wiha didomîne: “DAIŞ, ji bo Tirkiyeyê jî bela ye. Tirkmen jî bidarve kirin, serjê kirin û di destên wan de dîlgirtî hene. Hem Barzanî û hem jî Tirkiye hêj nû bi vê dihesin. Komkujî li ber derî bû lê belê ev yek nedîtin. Min hêj pir beriya niha hişyarî kiribûn. Tiştên ku ez li vir hêj salek berê dibînim ew çawa nabînin? Wê demê jî min got ku çendek kesan bişînin nava êzidiyan û bila ji wan re vebêjin. Civaka êzidî niha jî bi komkujiyan re rû bi rû ye. Em ne komkujiyan ji bîr dikin û ne jî li şûna xwe rûdinin û rondikan dibarînin. Ev komkujî di dîroka mirovahiyê de tu carî nayên jibîrkirin. Heke werin jibîrkirin, wê demê ev tê wê wateyê ku wijdana mirovahiyê jî nema ye.” 
 
EVÎNA DERWÊŞÊ EVDÎ
 
Abdullah Ocalan, di hevdîtina 7’ê îlona 2014’an de mînaka evîna Derwêşê Evdî û Edûleyê dide û vê nirxandinê dike: “Tiştên ku wê rojê dihatin gotin û yên niha diqewimin, mîna hev in. Heman tifaqa ku AKP’ê îro ava kiriye, wê demê jî osmaniyan kiribûn. Ev destan, li cihê ku Derwêşê Evdî lê hatiye kuştin derketiye holê. Lê tê xistin, tê eciqandin, dimire lê destaneke nûwaza derdikeve holê. Civaka êzidî li dijî faşîzma sûniyan heta roja me jî li ber xwe dan. Heta ku jiyana azad çênebe tu tiştek çênabe, evîn jî nabe. Dema ku min digot ji bo kurdan evîn tiştekî nepêkan e, min qala vê rastiyê dikir. Heta felsefeya Derwêşê Evdî jî fêm nakin. Analîzên min ên sosyolojîk baş in û heta sosyolojiya zanistî nebe jî em nikarin tu tiştekî binirxînin. Di siyasetê de jî, di hunerê de ev yek wiha ye. Ez ji hêla heqîqetê ve nêzî her tiştekî dibim.” 
 
‘YÊN KU RASTÎ DESTDIRÊJIYÊ HATIN EM TEVEK BÛN’
 
Di heman hevdîtinê de Ocalan balê dikişîne ser hişyariyên xwe yên heta niha bo Şengalê kiribûn û wiha dirêjî dide axaftina xwe: “DAIŞ’ê dê her dever bişewitanda. Têkildarî Şengalê ev 7 sal in ez hişyariyan didim. Lê we bi xwe jî dît ku tu tevdîr nehatine girtin. Di esasê xwe de yên hatin qetilkirin û rastî dirêjiyê hatin, em tevek bûn. Diviyabû qiyamet bihata rakirin.” 
 
HEKE GERÎLA ŞENGALÊ HEBÛYA... 
 
Têkildarî xwevekişandina HPG’ê ya ji Mexmûr, Kerkûk û Celawlayê jî Abdullah Ocalan di hevdîtina 14’ê adara 2015’an de wiha dibêje: “Heke PDK nexwaze jî, heke gel nexwaze jî dê li wir bimînin. Îxaneta li dijî gel heye. Heke li Şengalê komên gerîla hebûna, ewqas mirov  nedihatin qetilkirin. Li wir bi navê gel tiştek namîne. Heke gerîlayên PKK’ê nebin, heke îtîbara me nebe, gel dê perîşe bibe.” 
 
MA / Ozgur Paksoy 
 

Sernavên din

17/11/2022
11:14 Hatîmogûllari: Neçarin bên ber deriyê HDP’ê, ji ber ku em xwedî roleke diyarker in
10:55 Binçavkiriyên teqîna Taksîmê anîn edliyeyê
10:39 Civaknasiya Azad mohra xwe li Konferansa Jinan a Navneteweyî da
10:33 Parêzer Vefa: CPT divê ji bo mueyîdeyan gavan biavêje
10:06 Ucaman bertek nîşanî plana îmarê ya DU’yê da: Bi rant û îmarên xwe Kurdistanê dagir dikin
09:10 Betalî dibe sedema 'mirinê'
09:02 ‘Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan rasterast bandorê li jiyana girtiyan dikin'
09:02 Banga Selma Irmakê ya ji bo çekên kîmyewî: Ger 'bêbextî' be nexwe bila bê vekolandin
09:01 Elewî dê li dijî Serokatiya Cemxaneyê komcivînekê li dar bixin
09:00 ROJEVA 17’Ê MIJDARA 2022’YAN
08:59 Êrişa bombeyî: Li Ezaza ku di bin kontrola Tirkiyeyê de kesek hat binçavkirin
08:36 Parlamentoya Iraqê ji bo lêkolînkirina çekên kîmyewî komîsyon ava kir
16/11/2022
16:51 Malbatên girtiyan bertek nîşanî lêferzkirina poşmantiyê dan
16:46 Cenazeyê ciwanê ku ketibû Çemê Dîcleyê hate dîtin
16:11 Rojnamevanê girtî Aydin: Mafên me tên astengkirin
16:00 Nobeta Edaletê di sala yekemîn de ye: Em ê heta dawiyê têbikoşin
15:55 Der barê bersûcê qetilkirina 5 kesan de bultena sor hate derxistin
15:48 Tenê destpêk û dawiya dîmenên êrişê hatin parvekirin
15:21 Rêxistinên Elewiyan: Em ê têkoşîna xwe bidomînin
15:20 Bi girseyî çûn serdana şîna Dûrmûş
15:18 Ji bo Tosun a hedef hatibû nîşandan biryara parastinê hat dayîn
15:08 Xwendekarên zanîngehê: Em ê têkoşîna rêxistinkirî mezintir bikin
14:56 Hevşaredar Esmez: Qeyûm talan û wêranî ye
14:53 Serokê Giştî yê BES’ê ji bo piştevaniyê çû serdana Malbata Şenyaşar
14:41 Rapora girtîgehên Herêma Derya Reş: Tecrîda li dijî girtiyan didome
14:40 Ji bo rojnamegerên girtî daxuyaniya girseyî: Ev 5 meh in darazê tiştek nekiriye
14:21 Cîranê Dilvîn Îbrahîm hat binçavkirin
13:51 Meclisa Jinan a KESK’ê dê li dijî tundiyê dakevin qadan
13:51 DÎB: Divê muxalefet li dijî polîtîkayên şer xwedî helwest be
13:26 Ciwanê ku li Cizîrê xwe avêtî Çemê Dîcleyê winda bû
13:25 Dadgehê 8 sal ceza li Hevseroka MEBYA DER’ê Almas birî
13:24 Gelo serokê MHP’î tê parastin?
12:56 Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar didome
12:55 Berdevka TJA’yê Gokkan: Parastina min ‘jin jiyan azadî’ ye
12:04 Di şantiyeya Navenda Fînansê de şewat derket: Kesek mir, 3 kes birîndar bûn
11:45 Muslim: Têkiliya êrişkar bi OSO’yê re heye
11:23 Qetilkirinên bakurê Kurdistanê ji Erdogan hate pirsîn
11:22 ŞanoWanê dest bi atolyeya şanoyê kir
10:54 ‘Jin bihêz in lewma ziravê wan diqete lê dê bi êrişên xwe bi me nekarin’
10:36 Danişîna biryarê ya doza Dedeogûllari sibe tê lidarxistin
09:19 Moşek li Polonyayê ket: NATO dê bicive
09:13 Ji OHD û DTO'yê piştgiriya ji bo Nobeda Edaletê: Binpêkirina mafan îşkence ye
09:03 Aktivîstên jin: Berxwedana li Îranê bi felsefeya Ocalan bi ruh û can dibe
09:02 Rihayî: Em nîv kîlo goşt dikirin û bêhn dikin
09:01 Hevserokê HDP'ê yê cezayê hepsa malê lê hatiye birîn: Ceza delîla kîmyasalê ye
09:00 ROJEVA 16’Ê MIJDARA 2022’YAN
15/11/2022
21:19 Çalakiya rûniştinê ya jinan bi dawî bû
21:07 Li Dersimê Seyîd Riza û hevrêyên wi hatin bibiranîn
17:38 Li Hezexê zarokek mirî hat dîtin
17:08 Li rojhilatê Kurdistanê greva giştî dest pê kir
17:00 Li Silopiyayê jinan dest çalakiya rûniştinê kir
16:51 Bekîr Bozdag bi wêneyên girtiyên nexweş re rûbirû ma
16:46 Li Kampa Holê 2 zarok hatin qetilkirin
16:12 Dadgehê îdia kir ku qetilkirina endamên malbata Dedeogûllari bi qesta qirkirinê nehatiye kirin
16:02 Lİ Êlihê jinan ji bo 25’ê Mijdarê daxuyanî dan
15:39 Nobeta Edaletê: Dawî li şerê qirêjî bînin
15:37 66 kesên beşdarî bîranîna Tahîr Elçî bûne hatine fîşkirin!
15:25 Li Pirsûsê qeyûm hat protestokirin
15:07 HDK’ê banga hevrûbûna bi Dêrsimê re kir
15:06 ‘Kes nikare pêşî li ber têkoşîna azadiyê ya jinan bigire’
14:51 Hevdîtinên telefonê yên Albasahir ên bi serokê MHP’î re derketin holê
14:38 ‘Wêjeya li zindanan bi mêjiyekî azad û îradeyek xurt tê hilberandin’
13:39 Buldan: Em êrişa Stenbolê ji komkujiyên Pirsûs, Amed û Enqereyê nas dikin
13:38 2 jinên ku otobûsê li wan da jiyana xwe ji dest dan
13:16 Li gorî Bozdag îşkence tune ye û standartên demokrasiyê pir baş in!
13:04 PYD: Tirkiye ji bo êrişan bingehê amade dike
12:23 Malbatên girtiyan: Em zilma li ser zarokên xwe qebûl nakin
12:12 Li Demîrel a HDP’î 5 meh cezayê hefsê hate birîn
12:01 Bîlançoya 7 mehan a şer hat eşkerekirin
11:57 TUÎK’ê rêjeya bêkariyê eşkere kir
11:51 Parlamenter Dag bêûsûliyên li Şaredariya Amedê bir rojeva Meclisê
11:48 Koca: 6 birîndar li lêniherîna awarte ne
11:37 Malbata Şenyaşar: Baweriya me emir dike ku li dijî zilmê bêdeng nemînin
11:24 Girtî Erkol piştî hevdîtina bi malbatê re li erdê hat kaşkirin
11:13 Hejmara nû ya Kovara Golikê bi berga ‘Jin jiyan azadî’ derket
11:10 Li Geverê operasyona leşkerî hat destpêkirin
11:05 Hejmara binçavkirinên ji ber teqîna Stenbolê derket 50’an
10:58 AYM’ê ji bo hevşaredarên ku neanîn danişînê biryara binpêkirinê da
10:34 Baroya Stenbolê du roj piştre daxuyanî da
10:11 KCK: Tu eleqeya tevgera me bi teqîna li Taksîmê re nîne
10:07 Hejmara 50’an a Pêveka Jinê ya Yenîşamê derket
09:51 Girtiyê nexweş Çelîk: Girtiyan terkî mirinê dikin
09:04 Leşkeran şivan tazî kirin û îşkence li wan kirin
09:04 Malbatên girtiyan: Dengê Nobeda Edaletê bibihîsin
09:02 Nivîskarê elewî Beyî: Dewlet divê pêşî hesabê komkujiyan bide
09:01 Parêzer Enmek: Çareserî li Îmraliyê ye
09:01 Îşkenceya ku li Amara Dwlayê hatiye kirin di rapora ATK'ê de jî hatiye destnîşankirin
09:00 Derbarê siyasetmedar Aysel Tûglûkê de îdianameyeke nû
09:00 ROJEVA 15’Ê MIJDARA 2022’YAN
08:15 Li Edeneyê 5 kes hatin binçavkirin
14/11/2022
21:13 Nivîskarên girtî bi bîr anîn
16:49 Li Girtîgeha Antalyayê mafê tedawiyê yê girtiyan tê binpêkirin
16:48 Jiyan Tosûn a ku hedef hat nîşandan: Saziyên fermî agahiyên min belav kirin
16:23 Mazlum Ebdî: Eleqeya hêzên me bi êrişa li Stenbolê re nîne
16:18 Li Girtîgeha Eregliyê kurdî li girtiyan hatiye qedexekirin
15:48 Dê 25’ê Mijdarê bi dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ pêşwazî bikin
15:34 Di encama êrişa rejîma Îranê de 2 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dan
15:30 TJA li Hezexê bi jinan re civiya: Kesek nikare rê li ber têkoşîna me bigire
15:21 Ji 357 kesan daxuyaniya hevpar: NA ji tundiya rejîma Îranê re
15:11 NPG: Tu eleqeya me bi teqîna li Stenbolê re nîne