Li ser sînorê Rojhilat starta 25’ê Mijdarê hate dayîn: Jin jiyan azadî

  • jin
  • 17:27 12 Mijdar 2022
  • |
img
WAN/STENBOL - Jinên ku xwestin starta 25’ê Mijdarê ya diyarî Jîna Emînî kirin li ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê bidin, astengkirin bi dirûşmeya “Jin jiyan azadî” şermezar kirin. Li Stenbolê jî bertek nîşanî êrişên li dijî jinan û sûcê şer hate dayîn. 
 
Tevgera Jinên Azad li Wanê bi dirûşmeya “Li dijî faşîzm û qirkirina jinê niha dema azadiyê ye” starta çalakiyên xwe yên di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Tundiya li Dijî Jinê ya Navnetewî de bên lidarxistin da. Starta çalakiyên îsal diyarî Jîna Emînî ya ji aliyê “polîsên exlaqê” yên Îranê ve hate qetilkirin hate kirin. Jinan xwest startê li gundê Memedalan ê girêdayî navçeya Qelqeliya Wanê ku li ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê ye bidin lê leşkeran pêşiya jinan girtin û astengkirin ku bikevin gund. Jinên ku saetekê di ketina gund de li ber xwe dan, pişt re bi dirûşmeyan dîsa vegeriyan navenda navçeyê. Jin li vê derê jî ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Jinan li vir dirûşmeyên “Jin natirsin hesap dipirsin” , “Jîna Emînî rûmeta me ye” û “Jin jiyan azadî” berzkirin û rewş şermezar kirin. 
 
Jinên ku li navenda navçeyê kom bûn wêneyên Emînî ya hate qetilkirin û dowîzên “Jin jiyan azadî” berz kirin. 
 
‘EM Ê DENGÊ TÊKOŞÎNA JINAN BILIND BIKIN’
 
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Wanê Mûazzez Orhan a li vir li dijî astengkirina polîsan axaftineke kurt kir, wiha got: “Ez bang li kesên ku me asteng dikin dikim. Hûn bi çek û mertalên xwe nikarin me bidin rawestandin. Hemû îktîdarên heyî têk çûn hûn ê jî têk biçîn. Îqtîdar ji bo desthilatdariya xwe we didin xebitandin. Lê divê bê zanîn em tu carî nayên lîstîkan, em ê her tim bibin hêviya gel, em ê berxwedana jinan bidomînin, em ê dengê têkoşîna jinan bilind bikin. Em astengiya ku li vir hatî kirin carek din şermezar dikin.”
 
STENBOL 
 
Di pêşengtiya TJA û Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê gelek jin di çarçoveya 25’ê Mijdarê de li Nûnertiya Kanarya ya HDP’a Kuçukçekmeceyê hatin gelhev. Polîsan bi hinceta ku “qedexeya çalakiyan” a Qeymeqamtiya Kuçukçekmeceyê heye nehiştin jin ber bi Gola Kuçukçekmeceyê ve bimeşin. Jinên ku bertek nîşanî biryara qedexeyê dan, li nûnertiyê daxuyanî dan. 
 
Endama Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê Bedîa Gokgoz diyar kir ku di çarçoveya 25’ê Mijdarê de ji bo polîtîkayên şer ên dewletê û tundiya li dijî jinan şermezar bikin hatine gelhev û wiha got: “Me xwest ji bo sekinandina tundiya li ser jinê û bikaranîna çekên kîmyewî meşekê li dar bixin. Bi bikaranîna çekên kîmyewî mirov û xweza tên qetilkirin. Gokgoz, bi lêv kir dayikên kurd natirsin û meşa li bajarê Dusseldorfê yê Almanyayê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî tê lidarxistin silav kir. 
 
Jinan piştî axaftina Gokgoz lîlandin û dirûşmeyên “Jin jiyan Azadî” û “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin. 
 

Sernavên din

17/11/2022
11:14 Hatîmogûllari: Neçarin bên ber deriyê HDP’ê, ji ber ku em xwedî roleke diyarker in
10:55 Binçavkiriyên teqîna Taksîmê anîn edliyeyê
10:39 Civaknasiya Azad mohra xwe li Konferansa Jinan a Navneteweyî da
10:33 Parêzer Vefa: CPT divê ji bo mueyîdeyan gavan biavêje
10:06 Ucaman bertek nîşanî plana îmarê ya DU’yê da: Bi rant û îmarên xwe Kurdistanê dagir dikin
09:10 Betalî dibe sedema 'mirinê'
09:02 ‘Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan rasterast bandorê li jiyana girtiyan dikin'
09:02 Banga Selma Irmakê ya ji bo çekên kîmyewî: Ger 'bêbextî' be nexwe bila bê vekolandin
09:01 Elewî dê li dijî Serokatiya Cemxaneyê komcivînekê li dar bixin
09:00 ROJEVA 17’Ê MIJDARA 2022’YAN
08:59 Êrişa bombeyî: Li Ezaza ku di bin kontrola Tirkiyeyê de kesek hat binçavkirin
08:36 Parlamentoya Iraqê ji bo lêkolînkirina çekên kîmyewî komîsyon ava kir
16/11/2022
16:51 Malbatên girtiyan bertek nîşanî lêferzkirina poşmantiyê dan
16:46 Cenazeyê ciwanê ku ketibû Çemê Dîcleyê hate dîtin
16:11 Rojnamevanê girtî Aydin: Mafên me tên astengkirin
16:00 Nobeta Edaletê di sala yekemîn de ye: Em ê heta dawiyê têbikoşin
15:55 Der barê bersûcê qetilkirina 5 kesan de bultena sor hate derxistin
15:48 Tenê destpêk û dawiya dîmenên êrişê hatin parvekirin
15:21 Rêxistinên Elewiyan: Em ê têkoşîna xwe bidomînin
15:20 Bi girseyî çûn serdana şîna Dûrmûş
15:18 Ji bo Tosun a hedef hatibû nîşandan biryara parastinê hat dayîn
15:08 Xwendekarên zanîngehê: Em ê têkoşîna rêxistinkirî mezintir bikin
14:56 Hevşaredar Esmez: Qeyûm talan û wêranî ye
14:53 Serokê Giştî yê BES’ê ji bo piştevaniyê çû serdana Malbata Şenyaşar
14:41 Rapora girtîgehên Herêma Derya Reş: Tecrîda li dijî girtiyan didome
14:40 Ji bo rojnamegerên girtî daxuyaniya girseyî: Ev 5 meh in darazê tiştek nekiriye
14:21 Cîranê Dilvîn Îbrahîm hat binçavkirin
13:51 Meclisa Jinan a KESK’ê dê li dijî tundiyê dakevin qadan
13:51 DÎB: Divê muxalefet li dijî polîtîkayên şer xwedî helwest be
13:26 Ciwanê ku li Cizîrê xwe avêtî Çemê Dîcleyê winda bû
13:25 Dadgehê 8 sal ceza li Hevseroka MEBYA DER’ê Almas birî
13:24 Gelo serokê MHP’î tê parastin?
12:56 Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar didome
12:55 Berdevka TJA’yê Gokkan: Parastina min ‘jin jiyan azadî’ ye
12:04 Di şantiyeya Navenda Fînansê de şewat derket: Kesek mir, 3 kes birîndar bûn
11:45 Muslim: Têkiliya êrişkar bi OSO’yê re heye
11:23 Qetilkirinên bakurê Kurdistanê ji Erdogan hate pirsîn
11:22 ŞanoWanê dest bi atolyeya şanoyê kir
10:54 ‘Jin bihêz in lewma ziravê wan diqete lê dê bi êrişên xwe bi me nekarin’
10:36 Danişîna biryarê ya doza Dedeogûllari sibe tê lidarxistin
09:19 Moşek li Polonyayê ket: NATO dê bicive
09:13 Ji OHD û DTO'yê piştgiriya ji bo Nobeda Edaletê: Binpêkirina mafan îşkence ye
09:03 Aktivîstên jin: Berxwedana li Îranê bi felsefeya Ocalan bi ruh û can dibe
09:02 Rihayî: Em nîv kîlo goşt dikirin û bêhn dikin
09:01 Hevserokê HDP'ê yê cezayê hepsa malê lê hatiye birîn: Ceza delîla kîmyasalê ye
09:00 ROJEVA 16’Ê MIJDARA 2022’YAN
15/11/2022
21:19 Çalakiya rûniştinê ya jinan bi dawî bû
21:07 Li Dersimê Seyîd Riza û hevrêyên wi hatin bibiranîn
17:38 Li Hezexê zarokek mirî hat dîtin
17:08 Li rojhilatê Kurdistanê greva giştî dest pê kir
17:00 Li Silopiyayê jinan dest çalakiya rûniştinê kir
16:51 Bekîr Bozdag bi wêneyên girtiyên nexweş re rûbirû ma
16:46 Li Kampa Holê 2 zarok hatin qetilkirin
16:12 Dadgehê îdia kir ku qetilkirina endamên malbata Dedeogûllari bi qesta qirkirinê nehatiye kirin
16:02 Lİ Êlihê jinan ji bo 25’ê Mijdarê daxuyanî dan
15:39 Nobeta Edaletê: Dawî li şerê qirêjî bînin
15:37 66 kesên beşdarî bîranîna Tahîr Elçî bûne hatine fîşkirin!
15:25 Li Pirsûsê qeyûm hat protestokirin
15:07 HDK’ê banga hevrûbûna bi Dêrsimê re kir
15:06 ‘Kes nikare pêşî li ber têkoşîna azadiyê ya jinan bigire’
14:51 Hevdîtinên telefonê yên Albasahir ên bi serokê MHP’î re derketin holê
14:38 ‘Wêjeya li zindanan bi mêjiyekî azad û îradeyek xurt tê hilberandin’
13:39 Buldan: Em êrişa Stenbolê ji komkujiyên Pirsûs, Amed û Enqereyê nas dikin
13:38 2 jinên ku otobûsê li wan da jiyana xwe ji dest dan
13:16 Li gorî Bozdag îşkence tune ye û standartên demokrasiyê pir baş in!
13:04 PYD: Tirkiye ji bo êrişan bingehê amade dike
12:23 Malbatên girtiyan: Em zilma li ser zarokên xwe qebûl nakin
12:12 Li Demîrel a HDP’î 5 meh cezayê hefsê hate birîn
12:01 Bîlançoya 7 mehan a şer hat eşkerekirin
11:57 TUÎK’ê rêjeya bêkariyê eşkere kir
11:51 Parlamenter Dag bêûsûliyên li Şaredariya Amedê bir rojeva Meclisê
11:48 Koca: 6 birîndar li lêniherîna awarte ne
11:37 Malbata Şenyaşar: Baweriya me emir dike ku li dijî zilmê bêdeng nemînin
11:24 Girtî Erkol piştî hevdîtina bi malbatê re li erdê hat kaşkirin
11:13 Hejmara nû ya Kovara Golikê bi berga ‘Jin jiyan azadî’ derket
11:10 Li Geverê operasyona leşkerî hat destpêkirin
11:05 Hejmara binçavkirinên ji ber teqîna Stenbolê derket 50’an
10:58 AYM’ê ji bo hevşaredarên ku neanîn danişînê biryara binpêkirinê da
10:34 Baroya Stenbolê du roj piştre daxuyanî da
10:11 KCK: Tu eleqeya tevgera me bi teqîna li Taksîmê re nîne
10:07 Hejmara 50’an a Pêveka Jinê ya Yenîşamê derket
09:51 Girtiyê nexweş Çelîk: Girtiyan terkî mirinê dikin
09:04 Leşkeran şivan tazî kirin û îşkence li wan kirin
09:04 Malbatên girtiyan: Dengê Nobeda Edaletê bibihîsin
09:02 Nivîskarê elewî Beyî: Dewlet divê pêşî hesabê komkujiyan bide
09:01 Parêzer Enmek: Çareserî li Îmraliyê ye
09:01 Îşkenceya ku li Amara Dwlayê hatiye kirin di rapora ATK'ê de jî hatiye destnîşankirin
09:00 Derbarê siyasetmedar Aysel Tûglûkê de îdianameyeke nû
09:00 ROJEVA 15’Ê MIJDARA 2022’YAN
08:15 Li Edeneyê 5 kes hatin binçavkirin
14/11/2022
21:13 Nivîskarên girtî bi bîr anîn
16:49 Li Girtîgeha Antalyayê mafê tedawiyê yê girtiyan tê binpêkirin
16:48 Jiyan Tosûn a ku hedef hat nîşandan: Saziyên fermî agahiyên min belav kirin
16:23 Mazlum Ebdî: Eleqeya hêzên me bi êrişa li Stenbolê re nîne
16:18 Li Girtîgeha Eregliyê kurdî li girtiyan hatiye qedexekirin
15:48 Dê 25’ê Mijdarê bi dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ pêşwazî bikin
15:34 Di encama êrişa rejîma Îranê de 2 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dan
15:30 TJA li Hezexê bi jinan re civiya: Kesek nikare rê li ber têkoşîna me bigire
15:21 Ji 357 kesan daxuyaniya hevpar: NA ji tundiya rejîma Îranê re
15:11 NPG: Tu eleqeya me bi teqîna li Stenbolê re nîne