Pêkhateyên 'Meşa Mirovahiyê': Meşa Tilqebînê hêz da berxwedanê

  • rojane
  • 09:02 12 Mijdar 2022
  • |
img
ŞIRNEX - Pêkhateyên "Meşa Mirovahiyê" diyar kirin ku di meşê de daxwaza azadiyê û lêkolînkirina bikaranîna çekên kîmyewî berbiçav bûye û gotin: "Wê meşê hêviyeke mezin da berxwedanê. Lewma divê em li hemberî bikaranîna çekên kîmyewî dengê xwe bilindtir derxînin." 
 
Li dijî bikaranîna çekên kîmyewî di 6'ê mijdarê de li navçeya Silopiya ya Şirnexê bi pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER), Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER), Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER), Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM), Platforma Koçberiyê, Meclîsa Ciwanan a HDP’ê û Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê bi dirûşmeya “Li Dijî Çekên Kîmyewî Meşa Mirovahiyê” hatibû li dar xistin. Tevî hemû êrîş û astengiyên leşker û polîsan jî girseyê gav paşve neavêtibû û bi berxwedanê meşa xwe li dar xistibû. 
 
Rêxistina HDP'ê, DBP'ê, TJA û TUAY-DER'ê der barê meşê û encamê wê de axivîn. 
 
'DIVÊ EM DENGÊ XWE BILINDTIR BIKIN'
 
Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Guler Tunçê diyar kir ku di meşê de rihê berxwederî yê cewherî pêş ketiye û wiha axivî: "Di 6'ê mijdarê de li dijî bikaranîna çekên kîmyewî me Meşa Mirovahiyê li dar xist. Ji bo meşê me xebateke meheke dabû pêşiya xwe. Li dijî bikaranîna çekên kîmyewî weke pêkhatiyên Kurdistanî me bernameyeke wiha da pêşiya xwe. Ji Serhed, ji herêma Amed, Çûkûrova û Botanê tevlîbûneke bi hêz çêbû. Me xwest ku em heta ber sînor bimeşin, lê dewleta dagirker destûr neda. Weke hincet jî qedexeya walitiyê nîşandan. Weke çalakiyeke îlegal hat pênasekirin. Dema ku me gav avêt êrîşî girseya me kirin. Lê kesên ku dibêjin, 'me çekên kîmyewî bi kar neanîne' bi wê êrîşê wan bi xwe ev êrê kir. Bi mehan e li ser herêmên Zap, Metîna û Avaşînê çekên kîmyewî bi kar tînin. Çalakiya me encam girt. Tevî hemû astengiyan û hêza xwe jî girseyê bersiveke xurt da. Li hemberî wan êrîşan jî sekneke pîroz hat nîşandan. Me meşa rûmetê pêk anî. Bêguman ev tenê têr nake. Ji ber ku hê niha jî li Başûrê Kurdistanê şer berdewam e û çekên kîmyewî tên bikaranîn. Li her deverî, li her platformê, di her kolanê de divê em li hemberî bikaranîna çekên kîmyewî dengeke bilindtir derxînin. Meşa Mirovahiyê, weke startekê bû. Lê divê mezintir û geştir bibe. Weke sazî û dezgehên pêkhateyên vê herêmê em ê her li kolanê bin û li hemberî sûcê li dijî mirovahiyê em ê dengê xwe bilindtir bikin." 
 
'EM Ê TEKOŞÎNA XWE BIDOMÎNIN'
 
Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Sîlopiyayê Asûman Kulterê jî diyar kir ku daxwaza azadiyê li Tilqebînê bilind bûye û wiha got: "Di serî de ji bo tevlîbûna herêman em spasiya xwe dikin û wan pîroz dikin. Ji ber ku wan berxwedana me xurt kir. Peyama ku me dixwest em bidin, me da. Ji ber ku heger me ew peyam nedana me yê 3'ê rojan çalakiya rûniştinê li dar bixista. Ji ber ku peyam gihîşte armanca xwe, me çalakiya xwe di heman rojê de bi dawî kir. Tevlîbûna meşê pir bû. Li gorî fikra min me berxwedaneke mezin kir. Lê belê ev têra vê tekoşînê û bikaranîna çekên kîmyewî nake. Em dixwazin çalakiyên xwe yên bi vî rengî mezintir bikin. Ji ber ku bikaranîna çekên kîmyewî ne tiştekî ji rêzê ye. Heta dawiyê em ê tekoşîna xwe mezintir û xurttir bikin. Di vê meşê de, di girseyê de hêrsa sedsalan û bindestiya sedsalana hebû. Çimkî dilê dayikan ev 40 sal in dişewite. Dayik êdî dixwazin ev şer biqede. Li wir her kesî doza aştiyê kir û xwest şer bi dawî bibe. Di vê meşê de me dît ku ev têkoşîn ne ji rêzê ye. Bi gazên xwe, TOMA'yên xwe û leşkerên xwe bi me gav paşve neavêtin. Heta em xewn û xeyalên azadiyê pêk neynin wê tekoşîna me berdewam bibe. Li kuçe û kolanan em ê tekoşîna xwe bidomînin." 
 
'DAXWAZ AŞKEREKIRINA BÛYERÊ YE'
 
Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Şirnexê Ayşe Salgûcakê jî got: "Meşa me baş derbas bû û girseyeke gelek xurt hatibû. Ji her derê tevlîbûn çêbû. Em bikaranîna çekên kîmyewî qebûl nakin. Bila bes zarokên me bên kuştin, dilê dayikan bes bê şewitandin. Nehiştin em bimeşin, lê tevî hemû astengiyan jî em meşiyan. Heger çekên kîmyewî bên bikaranîn, divê ku aşkere bikin. Daxwaza me aşkerekirina vê bûyerê ye."
 
'HÊVIYEKE MEZIN DA BERXWEDANÊ'
 
Hevserokê DBP'ê yê Şirnexê Zekî Îrmez jî anî ziman ku di "Meşa Mirovahiyê" de ruhê gel ê berxwederî pêş ketiye û wiha axivî: "Çawa ku starta meşê hat dayin Walitiya Şirnexê biryara qedexeya çalakiyan da. Lê belê çalakiyên demokratîk mafekî me yê demokratîk e û me got, 'em ê pêk bînin.' Her kesê ku li dijî şer dixwaze dengê xwe bilind bike berê xwe da Xabûrê. Li wir daxwaza her kesî rawestandina şer bû. Êdî gel ji ber vî şerî zehmetiyeke mezin dikişîne. Gel hem ji ber aboriya dewletê, hem ji ber dîplomasiya wê û hem jî ji ber siyaseta wê zehmetiyê dikşîne. Ji ber wê jî em dibêjin li hemberî vî şerî em dengê xwe bilind bikin. Tişta ku Tilqebînê pêk hat jî ev bû. Ji şerê Başûrê Kurdistanê, Rojava û Bakur re em dibêjin êdî bes e. Dengê ku bilind jî bû di vê çarçoveyê de bû. Li wir berxwedaneke mezin çêbû. Wê meşê hêviyeke mezin da berxwedanê û gelê me. Heger li hemberî tundiyê berxwedan hebe, ev dê di raya giştî de jî cihê xwe bigire. Divê li hemberî van çalakiyên demokratîk astengî nebe." 
 

Sernavên din

17/11/2022
11:14 Hatîmogûllari: Neçarin bên ber deriyê HDP’ê, ji ber ku em xwedî roleke diyarker in
10:55 Binçavkiriyên teqîna Taksîmê anîn edliyeyê
10:39 Civaknasiya Azad mohra xwe li Konferansa Jinan a Navneteweyî da
10:33 Parêzer Vefa: CPT divê ji bo mueyîdeyan gavan biavêje
10:06 Ucaman bertek nîşanî plana îmarê ya DU’yê da: Bi rant û îmarên xwe Kurdistanê dagir dikin
09:10 Betalî dibe sedema 'mirinê'
09:02 ‘Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan rasterast bandorê li jiyana girtiyan dikin'
09:02 Banga Selma Irmakê ya ji bo çekên kîmyewî: Ger 'bêbextî' be nexwe bila bê vekolandin
09:01 Elewî dê li dijî Serokatiya Cemxaneyê komcivînekê li dar bixin
09:00 ROJEVA 17’Ê MIJDARA 2022’YAN
08:59 Êrişa bombeyî: Li Ezaza ku di bin kontrola Tirkiyeyê de kesek hat binçavkirin
08:36 Parlamentoya Iraqê ji bo lêkolînkirina çekên kîmyewî komîsyon ava kir
16/11/2022
16:51 Malbatên girtiyan bertek nîşanî lêferzkirina poşmantiyê dan
16:46 Cenazeyê ciwanê ku ketibû Çemê Dîcleyê hate dîtin
16:11 Rojnamevanê girtî Aydin: Mafên me tên astengkirin
16:00 Nobeta Edaletê di sala yekemîn de ye: Em ê heta dawiyê têbikoşin
15:55 Der barê bersûcê qetilkirina 5 kesan de bultena sor hate derxistin
15:48 Tenê destpêk û dawiya dîmenên êrişê hatin parvekirin
15:21 Rêxistinên Elewiyan: Em ê têkoşîna xwe bidomînin
15:20 Bi girseyî çûn serdana şîna Dûrmûş
15:18 Ji bo Tosun a hedef hatibû nîşandan biryara parastinê hat dayîn
15:08 Xwendekarên zanîngehê: Em ê têkoşîna rêxistinkirî mezintir bikin
14:56 Hevşaredar Esmez: Qeyûm talan û wêranî ye
14:53 Serokê Giştî yê BES’ê ji bo piştevaniyê çû serdana Malbata Şenyaşar
14:41 Rapora girtîgehên Herêma Derya Reş: Tecrîda li dijî girtiyan didome
14:40 Ji bo rojnamegerên girtî daxuyaniya girseyî: Ev 5 meh in darazê tiştek nekiriye
14:21 Cîranê Dilvîn Îbrahîm hat binçavkirin
13:51 Meclisa Jinan a KESK’ê dê li dijî tundiyê dakevin qadan
13:51 DÎB: Divê muxalefet li dijî polîtîkayên şer xwedî helwest be
13:26 Ciwanê ku li Cizîrê xwe avêtî Çemê Dîcleyê winda bû
13:25 Dadgehê 8 sal ceza li Hevseroka MEBYA DER’ê Almas birî
13:24 Gelo serokê MHP’î tê parastin?
12:56 Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar didome
12:55 Berdevka TJA’yê Gokkan: Parastina min ‘jin jiyan azadî’ ye
12:04 Di şantiyeya Navenda Fînansê de şewat derket: Kesek mir, 3 kes birîndar bûn
11:45 Muslim: Têkiliya êrişkar bi OSO’yê re heye
11:23 Qetilkirinên bakurê Kurdistanê ji Erdogan hate pirsîn
11:22 ŞanoWanê dest bi atolyeya şanoyê kir
10:54 ‘Jin bihêz in lewma ziravê wan diqete lê dê bi êrişên xwe bi me nekarin’
10:36 Danişîna biryarê ya doza Dedeogûllari sibe tê lidarxistin
09:19 Moşek li Polonyayê ket: NATO dê bicive
09:13 Ji OHD û DTO'yê piştgiriya ji bo Nobeda Edaletê: Binpêkirina mafan îşkence ye
09:03 Aktivîstên jin: Berxwedana li Îranê bi felsefeya Ocalan bi ruh û can dibe
09:02 Rihayî: Em nîv kîlo goşt dikirin û bêhn dikin
09:01 Hevserokê HDP'ê yê cezayê hepsa malê lê hatiye birîn: Ceza delîla kîmyasalê ye
09:00 ROJEVA 16’Ê MIJDARA 2022’YAN
15/11/2022
21:19 Çalakiya rûniştinê ya jinan bi dawî bû
21:07 Li Dersimê Seyîd Riza û hevrêyên wi hatin bibiranîn
17:38 Li Hezexê zarokek mirî hat dîtin
17:08 Li rojhilatê Kurdistanê greva giştî dest pê kir
17:00 Li Silopiyayê jinan dest çalakiya rûniştinê kir
16:51 Bekîr Bozdag bi wêneyên girtiyên nexweş re rûbirû ma
16:46 Li Kampa Holê 2 zarok hatin qetilkirin
16:12 Dadgehê îdia kir ku qetilkirina endamên malbata Dedeogûllari bi qesta qirkirinê nehatiye kirin
16:02 Lİ Êlihê jinan ji bo 25’ê Mijdarê daxuyanî dan
15:39 Nobeta Edaletê: Dawî li şerê qirêjî bînin
15:37 66 kesên beşdarî bîranîna Tahîr Elçî bûne hatine fîşkirin!
15:25 Li Pirsûsê qeyûm hat protestokirin
15:07 HDK’ê banga hevrûbûna bi Dêrsimê re kir
15:06 ‘Kes nikare pêşî li ber têkoşîna azadiyê ya jinan bigire’
14:51 Hevdîtinên telefonê yên Albasahir ên bi serokê MHP’î re derketin holê
14:38 ‘Wêjeya li zindanan bi mêjiyekî azad û îradeyek xurt tê hilberandin’
13:39 Buldan: Em êrişa Stenbolê ji komkujiyên Pirsûs, Amed û Enqereyê nas dikin
13:38 2 jinên ku otobûsê li wan da jiyana xwe ji dest dan
13:16 Li gorî Bozdag îşkence tune ye û standartên demokrasiyê pir baş in!
13:04 PYD: Tirkiye ji bo êrişan bingehê amade dike
12:23 Malbatên girtiyan: Em zilma li ser zarokên xwe qebûl nakin
12:12 Li Demîrel a HDP’î 5 meh cezayê hefsê hate birîn
12:01 Bîlançoya 7 mehan a şer hat eşkerekirin
11:57 TUÎK’ê rêjeya bêkariyê eşkere kir
11:51 Parlamenter Dag bêûsûliyên li Şaredariya Amedê bir rojeva Meclisê
11:48 Koca: 6 birîndar li lêniherîna awarte ne
11:37 Malbata Şenyaşar: Baweriya me emir dike ku li dijî zilmê bêdeng nemînin
11:24 Girtî Erkol piştî hevdîtina bi malbatê re li erdê hat kaşkirin
11:13 Hejmara nû ya Kovara Golikê bi berga ‘Jin jiyan azadî’ derket
11:10 Li Geverê operasyona leşkerî hat destpêkirin
11:05 Hejmara binçavkirinên ji ber teqîna Stenbolê derket 50’an
10:58 AYM’ê ji bo hevşaredarên ku neanîn danişînê biryara binpêkirinê da
10:34 Baroya Stenbolê du roj piştre daxuyanî da
10:11 KCK: Tu eleqeya tevgera me bi teqîna li Taksîmê re nîne
10:07 Hejmara 50’an a Pêveka Jinê ya Yenîşamê derket
09:51 Girtiyê nexweş Çelîk: Girtiyan terkî mirinê dikin
09:04 Leşkeran şivan tazî kirin û îşkence li wan kirin
09:04 Malbatên girtiyan: Dengê Nobeda Edaletê bibihîsin
09:02 Nivîskarê elewî Beyî: Dewlet divê pêşî hesabê komkujiyan bide
09:01 Parêzer Enmek: Çareserî li Îmraliyê ye
09:01 Îşkenceya ku li Amara Dwlayê hatiye kirin di rapora ATK'ê de jî hatiye destnîşankirin
09:00 Derbarê siyasetmedar Aysel Tûglûkê de îdianameyeke nû
09:00 ROJEVA 15’Ê MIJDARA 2022’YAN
08:15 Li Edeneyê 5 kes hatin binçavkirin
14/11/2022
21:13 Nivîskarên girtî bi bîr anîn
16:49 Li Girtîgeha Antalyayê mafê tedawiyê yê girtiyan tê binpêkirin
16:48 Jiyan Tosûn a ku hedef hat nîşandan: Saziyên fermî agahiyên min belav kirin
16:23 Mazlum Ebdî: Eleqeya hêzên me bi êrişa li Stenbolê re nîne
16:18 Li Girtîgeha Eregliyê kurdî li girtiyan hatiye qedexekirin
15:48 Dê 25’ê Mijdarê bi dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ pêşwazî bikin
15:34 Di encama êrişa rejîma Îranê de 2 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dan
15:30 TJA li Hezexê bi jinan re civiya: Kesek nikare rê li ber têkoşîna me bigire
15:21 Ji 357 kesan daxuyaniya hevpar: NA ji tundiya rejîma Îranê re
15:11 NPG: Tu eleqeya me bi teqîna li Stenbolê re nîne