Ev 18 sal in bi navê kesekê din girtî ye: Ez Silêman Şêxo me!

  • rojane
  • 10:26 11 Mijdar 2022
  • |
img
 
ENQERE - Welatiyê bi navê Silêman Şêxo ku di sala 2004’an de li Sêrtê hat binçavkirin û piştre hat girtin, nameyek şand û wiha got: “Îdia kirin ku ez Mihemed Ehmed im û cezayê muebbetê dan min. Ez Silêman Şêxo me û li ser navê kesekê din ev 18 sal in girtî me.” 
 
Welatiyê bi navê Silêman Şêxo di sala 2004’an de li Sêrtê hat binçavkirin. Ji ber ku bi tirkî nedizanî, li qereqolê hemû ewraqên li pêşiya wî hatine danîn îmze kirin û bi navê Mihemed Ehmed cezayê muebbetê lê hat birîn. Silêman Şêxo ku li Girtîgeha Tîpa T a Balikesîrê name şand û serpêhatiya xwe vegot. 
 
NEKARÎ BI KESEKÎ BIDE BAWERKIRIN
 
Şêxo, got ji ber ku navê wî yê rast nayê qebûlkirin, nikare bi navê xwe nameyê jî binivîse û wiha qala serpêhatiya xwe kir: “Ji ber ku nikarim navê xwe bidim qebûlkirin, ev 18 sal in li ser navê kesekê din di girtîgehê de me. Heke bi serê min xwe nehatibûya, dê min bigota xeletiyeke wiha ya tirsnak tenê di fîlm û romanan de dibe. Nebê di jiyanê de jî dibe. Ji ber ku ez bi xwe dijîm. Mirov zû bi zû jê bawer nake lê dikim û nakim nikarim bi tu saziyên fermî bidim bawerkirin ku ez li ser navê kesekê din di girtîgehê de têm ragirtin. 
 
BÊYÎ WERGÊR EWRAQ ÎMZE KIRIN 
 
Ez li gel qasibkarekî sûriyeyî li Sêrtê hatim binçavkirin. Ji bilî kurdî û erebî min tu ziman nedizanî. Di dema binçavkirinê de piştgiriya wergêr û parêzer nehat dayîn. Di kêliya binçavkirinê de ji tirsan min her ewraqa anîne pêşiya min, îmze kilr. Min bi naveroka wan nedizanî lê gelek ewraq îmze kirin. Piştî 5 rojên binçavkirinê jî birin dadgehê. Min wergêrek xwest û bi saya wî haya min jê çêbû bê ka di ewraqên bi min dayîn îmzekirin de çi heye. Di wê navberê de bi tiştekî din jî hîn bûm. Nebêje navê min Mihemed Ehmed e û derheqê min de biryara endamtiya rêxistinê heye. 
 
EWRAQA FERMÎ WEKE DELÎL QEBÛL NEKIRIN 
 
Di dadgehê de min biisrar got ku ez Mihemed Ehmed nînim û navê min Silêman Şêxo ye. Tevî vê yekê jî hatim girtin û şandina Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê. Pêvajoya darazê zêdetirî 3 salan domiya. Di vê navberê de bi awayekî girtî hatim darizandin. Di her rûniştinê de bi tawaneke xelet hatim sûcdarkirin. Min bi israr jê re got ku navê min ê rast Silêman Şêxo ye. Heta di danişînekê de bavê min ê ji Sûriyeyê hatibû jî tev li bûbû. Bi xwe re tabloya malbatê ya ji hêla Midûriyeta Nifûsê ya Komara Ereb a Sûriyeyê ve hatiye erêkirin anî bû. Ev belge û îfadeyên bavê min bi awayekî fermî hatin qeydkirin. Tevî delîl û îfadeyan jî pêvajoya darazê li dijî min biencam bû. Piştî pêvajoya darizandina ya 3 salan, cezayê muebbetê li min hat birîn. Ev ceza 2 sal piştre ji hêla Dadgeha Bilind ve hat erêkirin. 
 
DAXWAZA ÎHD’Ê QEBÛL NEKIRIN
 
Ev 18 sal in li ser navê kesekê din girtî me. Di nava van 18 salan de li 6 girtîgehên cuda hatim sirgûnkirin. Min, trajediyek jiya. Ji bo ku tiştên bi serê min hatine bikarim vebêjim, xwendin û nivîsandina bi tirkî hîn bûm. Di vê pêvajoyê de min hewl da gelek caran derdê xwe bi wezareta dadê û saziyên din re vebêjim. Min ji dadgeh, dozgerî û saziyên din re name şandin. Lê min nekarî derdê xwe ji tu kesekî re vebêjim. An jî kesekî nexwest li derdê min guhdar be. Têkildarî mijarê min di sala 2020’an serî li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê da. Piştî serlêdana min, ÎHD’ê serî li Serdozgeriya Komarê ya Sêrtê da û xwest ku tiştên min di daxwaznameya xwe de destnîşan kirine vekole. Lê belê serdozgerî bêyî ku lêkolînê bike, bêyî ku li îfadeyên min ên li dadgehê binêre, bêyî ku ewraqên fermî yên ku aşkera dikin ku ez ne Mihemed Ehmed lê Silêman Şêxo me bineêre, bêyî ku li îfadeyan binêre, di 15’ê îlona 2022’yan de biryar da ku hewcehî bi teqîbatê nîne. Vê jî hêviyên min bi tevahî têk bir. 
 
VEGUHERÎ DRAMÊ
 
Ev 18 sal in weke Mihemed Ehmed têm ragirtin. Min û navê min qebûl nakin. Ez penaberekî ji rêzê me ku min xwe spartiye vî welatî. Lê çend heyf ku ev 18 sal in li ser navê Mihemed Ehmed di girtîgehê de me. Ez ji xwe, ji temenê xwe, ji malbata xwe û ji cihê lê dayik bûme piştrast im. Dixwazim ku êdî ji vê xeletiya ku veguheriye îşkence, hovîtî û drama insanetiyê vegerin. Ji bo ku êdî ev îşkence nedome hewl didim. Li holê xeletiyeke mezin heye û heke bê xwestin, dikarin bi awayekî pir hêsan çareser bikin. 
 
BILA LI DNA’YÊ BINÊRIN
 
Di sala 1984’an de li Kobanê ji dayik bûm. Navê min Silêman e. Navê bavê min Îsmaîl û yê dayika min Eyşe ye. Kesê bi navê Mihemed Ehmed ku ev 18 sal in li ser navê wî di girtîgehê de têm ragirtin, bi qasî ku hîn bûme ji Dêrik a Hesekê ye. Di sala 1977’an de ji dayik bûye û navê bavê wî Mehmûd û yê dayika wî Fatma ye. Di navbera me de pir sal ferq hene. Ji bo ku rastî derkeve holê tenê li ewraqên fermî binêrin bes e. Rêyeke din a derxistina rastiyê heye kıu ew jî daneberhev a DNA’yê ye. Heke DNA ya min û ya ji kesekî ferdê malbata min bidin berhev, dê rastî aşkera bibe. Jixwe qismekî malbata min weke penaber li Tirkiyeyê dijîn. Ev jî ji bo bicihanîna vê daxwaza min pêkan dike. 
 
EZ SILÊMAN ŞÊXO ME!
 
Ji ber ku dadgeh û wezaret navê min ê rast qebûl nake, malbata min nikare bê serdana min. Nikarim li ser telefonê jî bi wan re xeber bidim. Ji ber ku di ewraqên fermî yên dişînin de weke malbata min xuya nakin. Tiştekî hêsan nîne, ev 18 sal in li ser navê kesekê din di girtîgehê de me. Nizanim bê ka ev zilm dê heta kengî bidome. Min serî li her rêyekê da lê tiştek neguherî. Tu saziyan navê min ê fermî qebûl nekirin. Hemû derî li ser min hatin girtin. A rast dixwazim bi qasî ji min tê biqîrim û bibêjim; ‘Ez Silêman Şêxo me!’ Heke wiha bikim, belkî guhên ku min nabihîsin hinek bibîhisin. Lê bawer bikin ku baweriya min bi vê jî nayê. Ji ber ku di nava van 18 salan de min hêviya xwe yek bi yek winda kir.”
 

Sernavên din

17/11/2022
11:14 Hatîmogûllari: Neçarin bên ber deriyê HDP’ê, ji ber ku em xwedî roleke diyarker in
10:55 Binçavkiriyên teqîna Taksîmê anîn edliyeyê
10:39 Civaknasiya Azad mohra xwe li Konferansa Jinan a Navneteweyî da
10:33 Parêzer Vefa: CPT divê ji bo mueyîdeyan gavan biavêje
10:06 Ucaman bertek nîşanî plana îmarê ya DU’yê da: Bi rant û îmarên xwe Kurdistanê dagir dikin
09:10 Betalî dibe sedema 'mirinê'
09:02 ‘Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan rasterast bandorê li jiyana girtiyan dikin'
09:02 Banga Selma Irmakê ya ji bo çekên kîmyewî: Ger 'bêbextî' be nexwe bila bê vekolandin
09:01 Elewî dê li dijî Serokatiya Cemxaneyê komcivînekê li dar bixin
09:00 ROJEVA 17’Ê MIJDARA 2022’YAN
08:59 Êrişa bombeyî: Li Ezaza ku di bin kontrola Tirkiyeyê de kesek hat binçavkirin
08:36 Parlamentoya Iraqê ji bo lêkolînkirina çekên kîmyewî komîsyon ava kir
16/11/2022
16:51 Malbatên girtiyan bertek nîşanî lêferzkirina poşmantiyê dan
16:46 Cenazeyê ciwanê ku ketibû Çemê Dîcleyê hate dîtin
16:11 Rojnamevanê girtî Aydin: Mafên me tên astengkirin
16:00 Nobeta Edaletê di sala yekemîn de ye: Em ê heta dawiyê têbikoşin
15:55 Der barê bersûcê qetilkirina 5 kesan de bultena sor hate derxistin
15:48 Tenê destpêk û dawiya dîmenên êrişê hatin parvekirin
15:21 Rêxistinên Elewiyan: Em ê têkoşîna xwe bidomînin
15:20 Bi girseyî çûn serdana şîna Dûrmûş
15:18 Ji bo Tosun a hedef hatibû nîşandan biryara parastinê hat dayîn
15:08 Xwendekarên zanîngehê: Em ê têkoşîna rêxistinkirî mezintir bikin
14:56 Hevşaredar Esmez: Qeyûm talan û wêranî ye
14:53 Serokê Giştî yê BES’ê ji bo piştevaniyê çû serdana Malbata Şenyaşar
14:41 Rapora girtîgehên Herêma Derya Reş: Tecrîda li dijî girtiyan didome
14:40 Ji bo rojnamegerên girtî daxuyaniya girseyî: Ev 5 meh in darazê tiştek nekiriye
14:21 Cîranê Dilvîn Îbrahîm hat binçavkirin
13:51 Meclisa Jinan a KESK’ê dê li dijî tundiyê dakevin qadan
13:51 DÎB: Divê muxalefet li dijî polîtîkayên şer xwedî helwest be
13:26 Ciwanê ku li Cizîrê xwe avêtî Çemê Dîcleyê winda bû
13:25 Dadgehê 8 sal ceza li Hevseroka MEBYA DER’ê Almas birî
13:24 Gelo serokê MHP’î tê parastin?
12:56 Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar didome
12:55 Berdevka TJA’yê Gokkan: Parastina min ‘jin jiyan azadî’ ye
12:04 Di şantiyeya Navenda Fînansê de şewat derket: Kesek mir, 3 kes birîndar bûn
11:45 Muslim: Têkiliya êrişkar bi OSO’yê re heye
11:23 Qetilkirinên bakurê Kurdistanê ji Erdogan hate pirsîn
11:22 ŞanoWanê dest bi atolyeya şanoyê kir
10:54 ‘Jin bihêz in lewma ziravê wan diqete lê dê bi êrişên xwe bi me nekarin’
10:36 Danişîna biryarê ya doza Dedeogûllari sibe tê lidarxistin
09:19 Moşek li Polonyayê ket: NATO dê bicive
09:13 Ji OHD û DTO'yê piştgiriya ji bo Nobeda Edaletê: Binpêkirina mafan îşkence ye
09:03 Aktivîstên jin: Berxwedana li Îranê bi felsefeya Ocalan bi ruh û can dibe
09:02 Rihayî: Em nîv kîlo goşt dikirin û bêhn dikin
09:01 Hevserokê HDP'ê yê cezayê hepsa malê lê hatiye birîn: Ceza delîla kîmyasalê ye
09:00 ROJEVA 16’Ê MIJDARA 2022’YAN
15/11/2022
21:19 Çalakiya rûniştinê ya jinan bi dawî bû
21:07 Li Dersimê Seyîd Riza û hevrêyên wi hatin bibiranîn
17:38 Li Hezexê zarokek mirî hat dîtin
17:08 Li rojhilatê Kurdistanê greva giştî dest pê kir
17:00 Li Silopiyayê jinan dest çalakiya rûniştinê kir
16:51 Bekîr Bozdag bi wêneyên girtiyên nexweş re rûbirû ma
16:46 Li Kampa Holê 2 zarok hatin qetilkirin
16:12 Dadgehê îdia kir ku qetilkirina endamên malbata Dedeogûllari bi qesta qirkirinê nehatiye kirin
16:02 Lİ Êlihê jinan ji bo 25’ê Mijdarê daxuyanî dan
15:39 Nobeta Edaletê: Dawî li şerê qirêjî bînin
15:37 66 kesên beşdarî bîranîna Tahîr Elçî bûne hatine fîşkirin!
15:25 Li Pirsûsê qeyûm hat protestokirin
15:07 HDK’ê banga hevrûbûna bi Dêrsimê re kir
15:06 ‘Kes nikare pêşî li ber têkoşîna azadiyê ya jinan bigire’
14:51 Hevdîtinên telefonê yên Albasahir ên bi serokê MHP’î re derketin holê
14:38 ‘Wêjeya li zindanan bi mêjiyekî azad û îradeyek xurt tê hilberandin’
13:39 Buldan: Em êrişa Stenbolê ji komkujiyên Pirsûs, Amed û Enqereyê nas dikin
13:38 2 jinên ku otobûsê li wan da jiyana xwe ji dest dan
13:16 Li gorî Bozdag îşkence tune ye û standartên demokrasiyê pir baş in!
13:04 PYD: Tirkiye ji bo êrişan bingehê amade dike
12:23 Malbatên girtiyan: Em zilma li ser zarokên xwe qebûl nakin
12:12 Li Demîrel a HDP’î 5 meh cezayê hefsê hate birîn
12:01 Bîlançoya 7 mehan a şer hat eşkerekirin
11:57 TUÎK’ê rêjeya bêkariyê eşkere kir
11:51 Parlamenter Dag bêûsûliyên li Şaredariya Amedê bir rojeva Meclisê
11:48 Koca: 6 birîndar li lêniherîna awarte ne
11:37 Malbata Şenyaşar: Baweriya me emir dike ku li dijî zilmê bêdeng nemînin
11:24 Girtî Erkol piştî hevdîtina bi malbatê re li erdê hat kaşkirin
11:13 Hejmara nû ya Kovara Golikê bi berga ‘Jin jiyan azadî’ derket
11:10 Li Geverê operasyona leşkerî hat destpêkirin
11:05 Hejmara binçavkirinên ji ber teqîna Stenbolê derket 50’an
10:58 AYM’ê ji bo hevşaredarên ku neanîn danişînê biryara binpêkirinê da
10:34 Baroya Stenbolê du roj piştre daxuyanî da
10:11 KCK: Tu eleqeya tevgera me bi teqîna li Taksîmê re nîne
10:07 Hejmara 50’an a Pêveka Jinê ya Yenîşamê derket
09:51 Girtiyê nexweş Çelîk: Girtiyan terkî mirinê dikin
09:04 Leşkeran şivan tazî kirin û îşkence li wan kirin
09:04 Malbatên girtiyan: Dengê Nobeda Edaletê bibihîsin
09:02 Nivîskarê elewî Beyî: Dewlet divê pêşî hesabê komkujiyan bide
09:01 Parêzer Enmek: Çareserî li Îmraliyê ye
09:01 Îşkenceya ku li Amara Dwlayê hatiye kirin di rapora ATK'ê de jî hatiye destnîşankirin
09:00 Derbarê siyasetmedar Aysel Tûglûkê de îdianameyeke nû
09:00 ROJEVA 15’Ê MIJDARA 2022’YAN
08:15 Li Edeneyê 5 kes hatin binçavkirin
14/11/2022
21:13 Nivîskarên girtî bi bîr anîn
16:49 Li Girtîgeha Antalyayê mafê tedawiyê yê girtiyan tê binpêkirin
16:48 Jiyan Tosûn a ku hedef hat nîşandan: Saziyên fermî agahiyên min belav kirin
16:23 Mazlum Ebdî: Eleqeya hêzên me bi êrişa li Stenbolê re nîne
16:18 Li Girtîgeha Eregliyê kurdî li girtiyan hatiye qedexekirin
15:48 Dê 25’ê Mijdarê bi dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ pêşwazî bikin
15:34 Di encama êrişa rejîma Îranê de 2 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dan
15:30 TJA li Hezexê bi jinan re civiya: Kesek nikare rê li ber têkoşîna me bigire
15:21 Ji 357 kesan daxuyaniya hevpar: NA ji tundiya rejîma Îranê re
15:11 NPG: Tu eleqeya me bi teqîna li Stenbolê re nîne