'Ne tenê rakirina tecrîdê, divê azadiya fîzîkî ya Ocalan jî pêk bê'

  • rojane
  • 09:05 11 Mijdar 2022
  • |
img
AMED - Hevserokê TUAY-DER’ê Mehmet Gunduz destnîşan kir ku ger tecrîd bê rakirin, dê aloziyên li Tirkiyeyê jî bên çareserkirin û şer bi dawî bibe û got ku lewma ne tenê rakirina tecrîdê, divê azadiya fizikî ya Ocalan jî pêk bê.
 
Rêberê PKK Abdullah Ocalan 24 sal in di Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de tê ragirtin. Ji bo tecrîda li ser Ocalan bi dawî bibe li çar parçeyên Kurdistanê û gelek deverên cîhanê çalakî tên lidarxistin. Lê tevî vê yekê jî tecrîda li ser Ocalan bi awayekî dijhiqûqî û girankirî berdewam dike. Her wiha tecrîda ku li Îmraliyê dest pê kiriye li civakê û hemû girtîgehan belav bûye. 
 
Hevserokê Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER) ya Amedê Mehmet Gunduz anî ziman ku çareserkirina pirsgirêka kurd tenê bi muzakeraya bi Ocalan re pêkan e û got ku ev tecrîd dê bibe sedema têkçûyina desthilata AKP-MHP'ê. 
 
Gunduz diyar kir ku dewlet ji ber ku ji fikir û ramanên Ocalan ditirsê tecrîdê giran dike û ev tişt anîn ziman: “Fikir û ramanên Serokatî li hemû dinyayê tên nîqaşkirin lê li Tirkiyeyê bi hincetên cuda hevdîtin tên qedexekirin û tecrîd heye. Heke li gor felsefeya Serokatî tevbigerin, gelên Tirkiyeyê jî wê azad bibin. Ji ber vê divê tecrîd bê rakirin û dîsa rêya muzakereyê vebe. Ji ber ku muxatabê çareserkirina pirsgirêka kurd tenê Serokatî ye. Heke AKP-MHP tecrîdê bi dawî neke û pirsgirekan bi muzakereyê çareser neke dê têk biçin.” 
 
‘EM HEMÛ TÊN TECRÎDKIRIN’
 
Bi domdarî Gunduz bi lêv kir ku tecrîda li Îmraliye li hemû girtîgehan û civakê belav bûye û wiha axivî: “Tecrîda li ser Serokatî belavî hemû girtîgehan û civakê dibe. Her tim bi hinceta cezayê disiplînê hevdîtin a bi Serokatî re tê qedexekirin. Anku ji ber çi cezayê disiplînê didin nayê zanîn. Divê hem gelê kurd hem jî gelê tirk tecrîda li ser Serokatî qebûl neke. Ji ber ku tecrîd bandorê li hemû civakê dike. Ew şerê heyî tenê bi gotineke Serokatî dikare bê sekinandin. Tecrîd li ser jiyana girtiyan jî tê xuyakirin. Ne tenê girtî, li ser jiyana me hemûyan bandora tecrîdê heye. Îro li her milî ve gel di lêgerîna edaletê de ye. Malbatên girtiyan bi mebesta girtiyên nexweş bên berdan û bêhiqûqiya li girtîgehan bi dawî bibe, ev salek e ku heftê sê rojan di bin baran û sermayê de di çalakiya edaletê de ne. Heke îro tecrîd tune bûna û hiqûq pêk bihata, ew dayik jî dê daneketana kolanan. Girtiyên ku 30 sal di girtîgehê de ne û cezayê wan qeduyaye jî poşmanîtî li wan tê ferzkirin. Anku hiqûq hatiye asteke wisa.” 
 
BANDORA TECRÎDÊ YA LI SER ŞER Û KRÎZAN
 
Gunduz di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku şer, krîza aborî û civakî jî girêdayî tecrîda li ser Ocalan e û wiha pê de çû: “Tecrîd bandorê li hemû gelê kurd dike. Bikaranîna çekên kîmyewî, şer, krîza aborî û civakî jî bi tecrîdê ve giredayiye. Di dema pevajoya çareseriyê de hem çavê gelê kurd hem yê gelê Tirkiyeyê û cîhanê li Îmraliyê bû. Ji ber tecrîda giran a li ser Ocalan, di zindanan de gelek kes ketin greva birçîbûne û piştî ku nameya Serokatî hat xwendin li hemû zindanan greva birçîbûnê bi dawî bû. Faşîzma AKP-MHP'ê  hiqûqa xwe jî binpê dike. Tecrîda li ser Serokatî meriv nikare wê bi hiqûqê pênase bike. Mafê hemû kesî heye ku hevdîtinê bi malbata xwe re û parêzerên xwe re bikin, lê ew maf li Serokatî hatiye qedexekirin.”
 
‘DIVÊ AZADIYA SEROKATÎ YA FIZIKÎ PÊK WERE’
 
Gunduz destnîşan kir ku ne tenê rakirina tecrîdê divê azadiya fizikî ya Ocalan jî pêk were û dirêjî da axaftina xwe: "Ne tenê rakirina tecrîdê divê azadiya fizikî ya Serokatî jî pêk were. Anku mafê Serokatî jî heye ku bi malbata xwe û parêzerên xwe re hevdîtinê bike lê ew maf tê binpêkirin. Heke ev tecrîd bê rakirin, dê aloziyên Tirkiyeyê jî bên çareserkirin û ev şer jî dê bê rawestandin. Hiqûq dê sibe ji wan re jî pewîst be. Ji salên berê dadgerên ku ceza li kurdan birîn, kesên ku zilm li kurdan dikirin, îro hemû ji ber endamtiya FETO'yê di girtîgehê de ne. Divê tirk jî aştiyê bixwazin, dayikên wan jî doza aştiyê bikin. Anku zarokên feqîran kom dikin dişînin şer û li wir jiyana xwe jî dest didin. Ew şer jî bi tecrîdê ve giredayiye. Anku banga me jî ev e ku bila êdî dev ji van polîtîkayên qirêjî berdin û ev tecrîd bi dawî bibe. Pirsgirêka kurd bi şer çareser nabe, bi muzakereyê çareser dibe. Yê ku muzakereyê bike jî tenê Serokatî ye, wekî din tu kesek nikare pirsgirêka kurd çareser bike.” 
 
‘PARTIYÊN MUXALIF TU HEVIYÊ NADIN’
 
Di berdewama axaftina xwe de Gunduz sekna partiyên muxalîf a li dijî tecrîde jî rexnekir û ev tişt anî ziman: "Dema ku em bi malbatên girtiyan re çûn Enqereyê jî me helwesta partiyên muxalîf dît, ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd  tu bernameyên wan tune bûn. Anku meriv gava li xebatên wan dinêre, weke ku tu pirsgirêkeke kurdan tune ye. Anku tenê derdê wan desthilat e, ew jî dizanin HDP piştgirî nede nikarin bibin deshilat. Lê dîsa jî nikarin bi aşkera hevdîtinê bi HDP'ê re bikin. Ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd tu heviyekê nadin. Anku hê jî dibêjin berê girtiyan nedikarî di girtîgehê de kurdî biaxive, lê niha diaxivin. Anku hê jî di wê aste de ne, pêş neketine. CHP ew qas xwe bi demokratiyê bi nav dike, lê wan randevû jî nedan malbatên girtiyan jî. Ev mehek e ku meclis vebûye lê di rojeva partiyên siyasî de tecrîd tune ye." 
 
BANGAWAZÎ
 
Gunduz di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku ji bo tecrîd bê rakirin divê gel û sazî hîn bêtir gel û sazî di nava hewldanan de bin. Gunduz wiha bang li gel, sazî û partiyan kir: “Ji bo tecrîd bê rakirin li her derê çalakiyên cur bi cur tên li darxistin, lê çalaki tenê têr nakin. Ji ber vê banga me li hemû sazî û partiyan ew e ku bi yekdengî doza azadiya fizikî ya Serokatî bikin. Serokatî gelek ked û berdil daye vî gelî, ji ber vê divê gel jî xwedî lê derkeve.”
 
MA / Mahmut Altintaş
 
 
 

Sernavên din

17/11/2022
11:14 Hatîmogûllari: Neçarin bên ber deriyê HDP’ê, ji ber ku em xwedî roleke diyarker in
10:55 Binçavkiriyên teqîna Taksîmê anîn edliyeyê
10:39 Civaknasiya Azad mohra xwe li Konferansa Jinan a Navneteweyî da
10:33 Parêzer Vefa: CPT divê ji bo mueyîdeyan gavan biavêje
10:06 Ucaman bertek nîşanî plana îmarê ya DU’yê da: Bi rant û îmarên xwe Kurdistanê dagir dikin
09:10 Betalî dibe sedema 'mirinê'
09:02 ‘Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan rasterast bandorê li jiyana girtiyan dikin'
09:02 Banga Selma Irmakê ya ji bo çekên kîmyewî: Ger 'bêbextî' be nexwe bila bê vekolandin
09:01 Elewî dê li dijî Serokatiya Cemxaneyê komcivînekê li dar bixin
09:00 ROJEVA 17’Ê MIJDARA 2022’YAN
08:59 Êrişa bombeyî: Li Ezaza ku di bin kontrola Tirkiyeyê de kesek hat binçavkirin
08:36 Parlamentoya Iraqê ji bo lêkolînkirina çekên kîmyewî komîsyon ava kir
16/11/2022
16:51 Malbatên girtiyan bertek nîşanî lêferzkirina poşmantiyê dan
16:46 Cenazeyê ciwanê ku ketibû Çemê Dîcleyê hate dîtin
16:11 Rojnamevanê girtî Aydin: Mafên me tên astengkirin
16:00 Nobeta Edaletê di sala yekemîn de ye: Em ê heta dawiyê têbikoşin
15:55 Der barê bersûcê qetilkirina 5 kesan de bultena sor hate derxistin
15:48 Tenê destpêk û dawiya dîmenên êrişê hatin parvekirin
15:21 Rêxistinên Elewiyan: Em ê têkoşîna xwe bidomînin
15:20 Bi girseyî çûn serdana şîna Dûrmûş
15:18 Ji bo Tosun a hedef hatibû nîşandan biryara parastinê hat dayîn
15:08 Xwendekarên zanîngehê: Em ê têkoşîna rêxistinkirî mezintir bikin
14:56 Hevşaredar Esmez: Qeyûm talan û wêranî ye
14:53 Serokê Giştî yê BES’ê ji bo piştevaniyê çû serdana Malbata Şenyaşar
14:41 Rapora girtîgehên Herêma Derya Reş: Tecrîda li dijî girtiyan didome
14:40 Ji bo rojnamegerên girtî daxuyaniya girseyî: Ev 5 meh in darazê tiştek nekiriye
14:21 Cîranê Dilvîn Îbrahîm hat binçavkirin
13:51 Meclisa Jinan a KESK’ê dê li dijî tundiyê dakevin qadan
13:51 DÎB: Divê muxalefet li dijî polîtîkayên şer xwedî helwest be
13:26 Ciwanê ku li Cizîrê xwe avêtî Çemê Dîcleyê winda bû
13:25 Dadgehê 8 sal ceza li Hevseroka MEBYA DER’ê Almas birî
13:24 Gelo serokê MHP’î tê parastin?
12:56 Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar didome
12:55 Berdevka TJA’yê Gokkan: Parastina min ‘jin jiyan azadî’ ye
12:04 Di şantiyeya Navenda Fînansê de şewat derket: Kesek mir, 3 kes birîndar bûn
11:45 Muslim: Têkiliya êrişkar bi OSO’yê re heye
11:23 Qetilkirinên bakurê Kurdistanê ji Erdogan hate pirsîn
11:22 ŞanoWanê dest bi atolyeya şanoyê kir
10:54 ‘Jin bihêz in lewma ziravê wan diqete lê dê bi êrişên xwe bi me nekarin’
10:36 Danişîna biryarê ya doza Dedeogûllari sibe tê lidarxistin
09:19 Moşek li Polonyayê ket: NATO dê bicive
09:13 Ji OHD û DTO'yê piştgiriya ji bo Nobeda Edaletê: Binpêkirina mafan îşkence ye
09:03 Aktivîstên jin: Berxwedana li Îranê bi felsefeya Ocalan bi ruh û can dibe
09:02 Rihayî: Em nîv kîlo goşt dikirin û bêhn dikin
09:01 Hevserokê HDP'ê yê cezayê hepsa malê lê hatiye birîn: Ceza delîla kîmyasalê ye
09:00 ROJEVA 16’Ê MIJDARA 2022’YAN
15/11/2022
21:19 Çalakiya rûniştinê ya jinan bi dawî bû
21:07 Li Dersimê Seyîd Riza û hevrêyên wi hatin bibiranîn
17:38 Li Hezexê zarokek mirî hat dîtin
17:08 Li rojhilatê Kurdistanê greva giştî dest pê kir
17:00 Li Silopiyayê jinan dest çalakiya rûniştinê kir
16:51 Bekîr Bozdag bi wêneyên girtiyên nexweş re rûbirû ma
16:46 Li Kampa Holê 2 zarok hatin qetilkirin
16:12 Dadgehê îdia kir ku qetilkirina endamên malbata Dedeogûllari bi qesta qirkirinê nehatiye kirin
16:02 Lİ Êlihê jinan ji bo 25’ê Mijdarê daxuyanî dan
15:39 Nobeta Edaletê: Dawî li şerê qirêjî bînin
15:37 66 kesên beşdarî bîranîna Tahîr Elçî bûne hatine fîşkirin!
15:25 Li Pirsûsê qeyûm hat protestokirin
15:07 HDK’ê banga hevrûbûna bi Dêrsimê re kir
15:06 ‘Kes nikare pêşî li ber têkoşîna azadiyê ya jinan bigire’
14:51 Hevdîtinên telefonê yên Albasahir ên bi serokê MHP’î re derketin holê
14:38 ‘Wêjeya li zindanan bi mêjiyekî azad û îradeyek xurt tê hilberandin’
13:39 Buldan: Em êrişa Stenbolê ji komkujiyên Pirsûs, Amed û Enqereyê nas dikin
13:38 2 jinên ku otobûsê li wan da jiyana xwe ji dest dan
13:16 Li gorî Bozdag îşkence tune ye û standartên demokrasiyê pir baş in!
13:04 PYD: Tirkiye ji bo êrişan bingehê amade dike
12:23 Malbatên girtiyan: Em zilma li ser zarokên xwe qebûl nakin
12:12 Li Demîrel a HDP’î 5 meh cezayê hefsê hate birîn
12:01 Bîlançoya 7 mehan a şer hat eşkerekirin
11:57 TUÎK’ê rêjeya bêkariyê eşkere kir
11:51 Parlamenter Dag bêûsûliyên li Şaredariya Amedê bir rojeva Meclisê
11:48 Koca: 6 birîndar li lêniherîna awarte ne
11:37 Malbata Şenyaşar: Baweriya me emir dike ku li dijî zilmê bêdeng nemînin
11:24 Girtî Erkol piştî hevdîtina bi malbatê re li erdê hat kaşkirin
11:13 Hejmara nû ya Kovara Golikê bi berga ‘Jin jiyan azadî’ derket
11:10 Li Geverê operasyona leşkerî hat destpêkirin
11:05 Hejmara binçavkirinên ji ber teqîna Stenbolê derket 50’an
10:58 AYM’ê ji bo hevşaredarên ku neanîn danişînê biryara binpêkirinê da
10:34 Baroya Stenbolê du roj piştre daxuyanî da
10:11 KCK: Tu eleqeya tevgera me bi teqîna li Taksîmê re nîne
10:07 Hejmara 50’an a Pêveka Jinê ya Yenîşamê derket
09:51 Girtiyê nexweş Çelîk: Girtiyan terkî mirinê dikin
09:04 Leşkeran şivan tazî kirin û îşkence li wan kirin
09:04 Malbatên girtiyan: Dengê Nobeda Edaletê bibihîsin
09:02 Nivîskarê elewî Beyî: Dewlet divê pêşî hesabê komkujiyan bide
09:01 Parêzer Enmek: Çareserî li Îmraliyê ye
09:01 Îşkenceya ku li Amara Dwlayê hatiye kirin di rapora ATK'ê de jî hatiye destnîşankirin
09:00 Derbarê siyasetmedar Aysel Tûglûkê de îdianameyeke nû
09:00 ROJEVA 15’Ê MIJDARA 2022’YAN
08:15 Li Edeneyê 5 kes hatin binçavkirin
14/11/2022
21:13 Nivîskarên girtî bi bîr anîn
16:49 Li Girtîgeha Antalyayê mafê tedawiyê yê girtiyan tê binpêkirin
16:48 Jiyan Tosûn a ku hedef hat nîşandan: Saziyên fermî agahiyên min belav kirin
16:23 Mazlum Ebdî: Eleqeya hêzên me bi êrişa li Stenbolê re nîne
16:18 Li Girtîgeha Eregliyê kurdî li girtiyan hatiye qedexekirin
15:48 Dê 25’ê Mijdarê bi dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ pêşwazî bikin
15:34 Di encama êrişa rejîma Îranê de 2 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dan
15:30 TJA li Hezexê bi jinan re civiya: Kesek nikare rê li ber têkoşîna me bigire
15:21 Ji 357 kesan daxuyaniya hevpar: NA ji tundiya rejîma Îranê re
15:11 NPG: Tu eleqeya me bi teqîna li Stenbolê re nîne