Sîbel Balaç: Me li dijî bêedaletiyê mafê xwe yê rêxistinbûyînê parast

  • rojane
  • 09:07 8 Mijdar 2022
  • |
img
ENQERE - Sîbel Balaç ku ji bo bidawîbûna binpêkirina mafan û darizandineke adil 298 rojan di rojiya mirinê de mabû got: "Me li dijî bêedaletiyê mafê xwe yê rêxistinbûyînê parast." 
 
Sîbel Balaç ku gava li Antalyayê mamosteya Astengdarên Zihnî bû, di sala 2018'an de li dijî sirgûnkirinan û mobbîngê îstifa kiribû. Balaçê piştî îstifa kiribû li Kolana Yukselê ya navçeya Kizilay a Enqereyê tevlî çalakiya "ez karê xwe dixwazim" a karmend, mamoste û akademîsyenên di heman salê de bi Biryarnameyên di Hukmê Qanûnê de (KHK) hatibûn îxrackirin, bûbû. Balaç, di 10'ê Kanûna 2018'an de tevî çalakgerên li Kolana Yukselê hatibû binçavkirin û bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatibû girtin. Di çarçoveya dozê de 8 sal û meh û 15 roj ceza lê hatibû birîn. 
 
Balaç di 29'ê kanûna 2021'ê de li Girtîgeha Sîncanê ya Jinan ji bo berdana girtiyên nexweş û darizandineke adil dest bi rojiya mirinê kiribû. Di roja 265'an a rojiya mirinê de, tenduristiya Balaç pir xirab bûbû û ew rakiribûn Nexweşxaneya Dişkapi ya Enqereyê ya Yildirim Beyazitê. Balaç ku di dema rojiya mirinê de ji 85 kîloyan daketibû 37 kîloyan, nêzî mehekê li nexweşxaneyê mabû. Di 8'ê Cotmehê de Balaçê rakiribûn Nexweşxaneya Bajêr a Etlîkê û piştî înfaza wê hatibû taloqkirin di 12'ê cotmehê roja 298'emîn a rojiya mirinê de hatibû berdan. 
 
Balaç ku piştî hatibû berdan dawî li rojiya mirinê anîbû behsa berxwedana xwe ya ji bo daxwazên xwe kir. 
 
‘SERÎHILDANA LI DIJÎ BÊEDALETIYÊ'
 
Balaç bilêv kir ku piştî dest bi rojiya mirinê kiriye binpêkirinên mafan zêdetir bûne. Balaçê destnîşan kir ku wan doza mafên xwe kiriye û wiha gotd: "Ev, serîhildaneke li dijî bêedaletiyê bû. Gava em çûn girtîgehê me doza mafê xwe yê ji bo pirtûk û kovaran kir. Me doza mafê xwe yê sohbetê kir, me rînga yekkesî qebûl nedikir. Me doza dermankirineke mirovane û berdana girtiyên nexweş dikir. Ji ber ku min ev mafên rewa anîn zimên, ceza li min hatin birîn. 700 roj cezayê min ê hucreyê û bi heman qedexekirina hevdîtinan heye. Ji ber ku min doza van tiştan kir, min biryar girt ku li dijî bêedaletiyê li ber xwe bidim. Min li dijî delîlên sixte got 'bedena min zimanê min e.' Çima? Ji ber ku rêyine din nayên ceribandin. Pêşî li ber vê tê girtin. Me bi dehan daxwazname dan Dadgeha Bilind. Me bi dehan caran serlêdan kir, lê bersiva yekê jî nehat dayîn. Rojiya mirinê, rêyek bû ji bo xwe li jiyanê bigirim." 
 
'LI BENDA MIRINA ME NE'
 
Balaç ku got "Em ji bo daxwaza xwe ya ji bo girtiyên nexweş têra xwe mafdar bûn" wiha pê de çû: "Madem êrişî me dikin û di ser me re dixwazin gel çavtirsandî bikin, nexwe divê em jî ji gel re bibêjin ku em ê li ber xwe bidin. Ewli gorî xwezaya xwe hereket dikin. Di operasyonan de sixêfan dikin. Ev ne xerîbê van tiştan e. Di pêvajoya nexweşxaneyê de nîşan dan ku bê çi tê serê girtiyên nexweş. Girtî ne li ser hişê xwe ne, dinalin û ji bo raçavkirina wan mazgalek heye û ronahî. Di şert û mercên derî mirovahiyê de tên girtin. Min dît, bê girtiyên nexweş gava diçin ATK'ê û tên, çi tê serê wan. Bi dehan girtiyên nexweş, ji ber biryarên ATK'ê jiyana xwe ji dest didin. Em diçin nexweşxaneyê, muayeneya bi awayekî destkelemçekirî tê ferzkirin. Li benda mirina me ne. Raporên ATK'ê tenê raporên 'dikarin li derve bimirin' bi xwe ne, ne raporine ji bo dermankirineke mirovane ne. Mafê her girtiyî heye ku bi awayekî mirovane bê dermankirin. Nexweşîneke ku dermankirina wê pêkan e, sirf ji ber ew kes girtiye nayê dermankirin. Ev bêedaletiyeke mezin e. Ev îşkence ye, lewma demildest divê girtiyên nexweş bên berdan." 
 
‘EDALET JI JIYANÊ GIRÎNGTIR E'
 
Balaç destnîşan kir ku daxwaza hemû gelan "edalet" e û got ku ji lew re edalet ji jiyanê pir girîngtir e. Balaçê axaftina xwe wiha domand: "Min tu carî bêedaletî û bêrûmetiya hat ferzkirin qebûl nekir."
 
‘EM POLÎTÎKAYÊN FAŞÎZMÊ QEBÛL NAKIN'
 
Balaç destnîşan kir ku berxwedana li dijî bêhiqûqîtiyê pir girîng e û got ku bi saya xwedîderketinê bi ser ketine. Balaç di dawiya axaftina xwe de ev tişt gotin: "Divê gel bi bangawaziyên ji bo hilbijartinê nexapin. Kedkarên çapemeniya azad ên tên girtin nayên tepisandin. Her kesî ew dîmen dîtin û ew dîmen rengvedana bêçaretiyê bûn. Zext û çewisandinên vê dawiyê jî bêçaretiya faşîzmê didin der. Hêvîdar im hemû rojek ebrî rojekê bên berdan û hîn bêtir dengê me ragihînin. Em bedêlên giran didin û em mecbûr in vê yekê bibêjin. Gel divê hay ji hêza xwe hebe. Heya girtiyên nexweş hemû neyên berdan em ê tawiz ji vê têkoşînê nedin." 
 
MA / Zerrîn Sargût
 

Sernavên din

14/11/2022
14:41 Akdenîz: Tengkirina bantê sansûr e
14:41 Dozger cezayê li Onder hatiye birîn kêm dît û serî li îstînafê da
14:35 Wezareta Pêşmergeyan çû serdana Bexdayê
14:34 Ji bo çalakiyên ku dê 3 rojan li Îranê bidomin bang hat kirin
13:11 Tê xwestin jina ji Îranê ku derbarê wê de biryara darvekirinê heye dersînor bikin
13:02 Jinên îzmîrî dê di 25’ê Mijdarê de dakevin kolanan
12:51 Hevberdevkê Maseya Îslamê ya HDP’ê Ay ji bo bernameya sibe bang li gelê Amedê kir
12:38 Têkildarî teqîna li Taksîmê 46 kes hatin binçavkirin
12:31 Kesên li Taksîmê jiyana xwe ji dest dayîn hatin bibîranîn
12:26 Rapora qeyûmê Amedê: Hemû neguhêzbar hatine hecizkirin, bi 23 milyon lîre lale hatine kirîn
12:01 Ferît Şenyaşar: AKP’î di xwe de rû nabînin ku li Rihayê derkevin nava gel
11:47 Meclisên Ciwanan: Em ê rê nedin planên kaotîk
11:39 Jin cîhanek bêtundî diaxivin: Çareserî têkoşîna hevpar e
11:24 Îranê êrişî baregehên Komele û PDK-Î’yê kir
11:21 Li dijî rojnamegerên li Girtîgeha Jinan a Sîncanê hewldanên ‘taybet’
11:13 Rapora Dîwana Çavdêriya Darayî: Şaredariya Agiriyê deynê xwe kêm nîşan da
10:33 Parêzer Tosun ku hedef hatibû nîşandan li dozgeriyê gilî kir
10:20 Rapora qeyûm a Dîwana Çavdêriya Darayî: Lîmîta deynkirinê 12 qat derbas kirine
10:11 Têkildarî teqînê kesek hat binçavkirin
09:59 Li ser navê kesekê din tê girtin: Tevî belgeyan jî serlêdan tê redkirin
09:07 Baroya Şirnexê ji ber nivîsên nîjadperest gilî kir
09:05 Parêzerê Guven: Dadgeh ne çalakiyê rabûrdûyê darizandiye
09:02 'Bila li şûna girtîgehan bûdçe ji bo tenduristî û perwerdehiyê bê veqetandin’
09:01 Salvegera rizgarkirina Şengalê di sala 7’emîn de ye: Rêveberiya Xweser paşve gav naavêje
09:00 Li girtiya nexweş Tenzîle Acar muayeneya kelemçekirî hatiye ferzkirin
09:00 ROJEVA 14'Ê MIJDARA 2022'YAN
13/11/2022
22:55 Roja Nivîskarên di Girtîgehan de: Zindan bûye qada afirîneriyê
20:42 HDP'ê derbarê teqîna Taksîmê de daxuyanî da
19:48 Di panela şoreşê de serhildana rojhilatê Kurdistanê hat silavkirin
19:18 Amedspor û Tarsûsspor beramber man
18:12 Piştî teqînê herka Twitterê rawestiya
17:00 Malbatên girtiyan hatin ba hev: Girtîgeh pirsgirêka tevahiya civakê ye
16:46 Rejîma Îranê bi kesên reformîst hewl dide çalakiyan têk bibe
16:45 Li Cadeya Îstîklalê teqîn: 6 mirî û 81 birîndar
16:20 Rêxistinên elewî daketin qadê: Em destûrê nadin ku kesek me pênase bike
16:00 Bi dehhezaran kes li dijî bikaranîna çekên kîmyewî daketin qadê
15:42 PDK’ê nehişt weşanxaneya Rojava tev li fuara pirtûkan bibe
15:25 Malbata Şenyaşar: Em ji bo jiyaneke birûmet têdikoşin
15:23 Şêniyên taxê ku ceyrana wan hatiye birîn çalakî li dar xistin
15:22 Li Êlihê di şerê navbera du malbatan de 3 kes hatin kuştin û 4 kes jî birîndar bûn
15:04 Nagihan Akarsel li cihê ku hatibû qetilkirin hat bibîranîn
15:04 Serhildana azadiyê ya Rojhilat didome
14:43 Jinên colemêrgî starta 25’ê Mijdarê dan
14:22 Doza ÇHD’ê: Mafê darizandina adilane hat binpêkirin
14:02 Saziyên ziman bertek nîşanî nivîsên nîjadperest dan: Li dijî faşîzmê her derê bikin dibistana kurdî
13:19 Tayînkirina qeyûman li Hezexê hat şermezarkirin
12:53 NADA: Ji bo lêkolînkirina çekên kîmyewî divê komîteyeke navneteweyî bê avakirin
11:42 5 serokên MHP’î yên navçeyên Amedê îstîfa kirin
11:42 Rêveberiya Xweser a Şengalê: Em soza afirandina Şengaleke xweser û azad didin
11:07 Wezaretê li 4 bajaran neguhêzbar dan ber firotinê
10:58 Payîzê Dêrsim bi rengên sor û zer xemiland
10:52 Abdullah Ocalan: Gefa qirkirinê li ser êzidiyan heye
09:59 Aslan a girtî: Piştî giştînameyê tecrîd giran bû
09:57 Parêzer Beştaş: Dixwazin Abdullah Ocalan ji civakê qut bikin
09:04 Hinceta girtina rojnamevan Degerê: Nîşeyên nûçeyan
09:02 Doza Fatma Altinmakasê: Derheqê kiryarên din de tiştek nehatiye kirin
09:01 Nûrsel Aydogan: 'Jin, jiyan, azadî' bû dirûşmeke gerdûnî
09:00 ROJEVA 13’Ê MIJDARA 2022’YAN
08:59 Li Girtîgeha Amedê 3 girtî hatin sirgûnkirin
12/11/2022
22:50 Li Qilebanê qamyon wergeriya: Zarokek jiyana xwe ji dest da
20:53 Li dibistanekê nivîsên nijadperest: An bi tirkî biaxive an jî hiş be!
19:53 Sancar: Ne dîwar, em dixwazin di navbera gelan de piran ava bikin
17:27 Li ser sînorê Rojhilat starta 25’ê Mijdarê hate dayîn: Jin jiyan azadî
17:14 Edîp Solmaz li ser gora xwe hate bibîranîn
16:36 Kurdistanî û dostên xwe li Dusseldorfê li dijî çekên kîmyewî dimeşin
16:24 Hevşaredar Dîken a qeyûm tayînî şûna wê kirin: Vîna gelê kurd dê ser bikeve
16:10 Li Botanê jinan starta 25’ê Mjdarê dan: Em ê bi ser bikevin
15:39 Ji bo girtiya nexweş Ozge Ozbek banga berdanê hat kirin
15:34 ÎHD: Ozdemîr ê 4 caran krîza dil derbas kir bila bê berdan
15:02 Li Qereyaziyê bi hezaran kes civiyan: Rêya me ya sêyemîn heye
14:51 Ji bo girtiyê nexweş Mesût Hayrî Boku banga berdanê hate kirin
14:33 Aqûbeta Alî Tekdag û Ahmet Yetîşen ên hatin windakirin hate pirsîn
14:12 29 sal in xeber ji Uzeyîr Kurt nayê girtin
13:49 Mîthat Sancar serdana esnafên Merdînê kir
13:36 Berxwedana li rojhilatê Kurdistanê û Îranê berdewam dike
13:34 Partiya Çepgir a Swêdê ji bo balê bikişînin ser êrîşên kîmyewî kampanyayek da destpêkirin
12:18 Komcivîna Stargeh û Şêwirmendiya Jinan bi dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ dest pê kir
12:13 Li Amedê li OSB’ê teqîn çêbû: Kesek mir 4 kes birîndar bûn
11:32 Li Agirî û Îdirê operasyonên leşkerî hatin destpêkirin
11:31 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 614’emîn de ye
10:42 Derbarê şofêrê qezaya Dîlokê de doz hat vekirin
10:10 Karabûdak: AKP çi bike bila bike nikare ji elewiyan deng bigire
09:26 Hunergeha Welat bi klîba ‘Serêkaniyê û Avaşîn’ balê kişand ser kîmyasalê
09:03 Parlementera Iraqê ya berê Dîler: Heta qada hewayî li ber Tirkiyeyê neyê girtin em ê bitêkoşin
09:02 Pêkhateyên 'Meşa Mirovahiyê': Meşa Tilqebînê hêz da berxwedanê
09:02 Tenduristiya girtî Mûtlû yê nexweşîna şîzofreniyê pê re heye xirab dibe
09:02 283 zarok hatibûn qetilkirin: Roja reş a Amûdê
09:01 Hejmara 6’an a kovara Destarê derket
09:00 ROJEVA 12'Ê MIJDARA 2022'YAN
11/11/2022
20:24 Li Erziromê girtiyan dest bi greva birçîbûnê kir
19:02 Sancar: Dê Çapemeniya Azad serî netewîne
17:13 Li Kozagaçli û Tîmtîk 12 sal cezayê hefsê hate birîn
16:49 Bûldan: Ew ji Sûsûrlûkê baş dizanin ka lîstik çi ye
16:06 MATÛHAYDER çû serdana nobeta GOÇÎZDER’ê
15:40 Starta çalakiyên 25’ê Mijdarê li gundê Nagihan Akarsel hat dayîn
15:40 Rapora Rojhilat: Herî kêm 67 kes hatin qetilkirin
15:09 Nobeta Edaletê ya ji bo Geziyê di roja 200’an de didome
15:02 Şenyaşar: Ji ber adîlane nedarizandin 2 kes qetil kirin
14:56 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
14:47 Rektorê Zanîngeha Dîcleyê daxwaza xwendekaran red kir