Konferansa Jinan a Navneteweyî bi dawî bû: Tora têkoşîna hevpar hat ragihandin

  • jin
  • 11:31 7 Mijdar 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Di encamnameya Konferansa Jinan a Navneteweyî de ji bo mayîndekirina têkoşîna hevpar, yekitî û tora piştevaniyê, tora ‘Jin, Jiyan, Azadî: Jin Pêşeroja Xwe Ava Dikin’ hat ragihandin. 
 
Tora Jin Pêşeroja Xwe Ava Dikin, 2’yemîn Konferansa Jinan a Navneteweyî li Berlînê bi dirûşma “Şoreşa Me: Azadkirina Jiyanê” li dar xist. Ji 41 welatan 800 jin beşdarî konferansê bûn û konferans du rojan domiya. Piştî nîqaşên du rojan jî pêkhateyên konferansê encamname ragihand. 
 
Encamnameya 2’yemîn Konferansa Jinan a Navneteweyî wiha ye: 
 
“Di van rojên ku me konferans li dar xistî de dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li her çar aliyên cîhanê weke dirûşma serhildan û çareseriyê tê berzkirin. Ji bo ku sedsala 21’emîn bibe sedsala jinan, li her devera cîhanê jin li ser pêya ne û serî hil didin. Em, di serdemeke pir tarî de ne lê di erefeya guherîneke nû de ne. Pergala kapîtalîst ji bo bêhtir kar û hêzê; bi rêya pevçûn, rûxandinên ekolojîk, pandemî, kedxwarî û tundiyê cîhana me ber bi şerê 3’yemîn ê cîhanê ve dibe. Jinên ku ji pênc parzemînan beşdarî konferansê bûyîn, vî şerî bi mêtingehkirina xak û bedenên xwe dijîn. 
 
Em li dijî vê pêşveçûnê nerazî ne. Em ji tevahiya cîhanê re radigihînin ku ji bo rawestandina vê pêşveçûnê û ji bo jiyaneke azad û adilane, em berpirsyariyê li xwe digirin. Û dê di têkoşîna avakirina jiyana ku em bi hesreta wê dijîn de jî weke kirde bin. Bila ax, agir, av û hewa li gel me be. 
 
ME XWEPARASTINA XWE PÊŞ XIST
 
Weke jinan me li her devera cîhanê got ‘Ni Uno Menos’, me got ‘Me too’ û me bi dansa xwe ya Las Tesis gazinca xwe anî ziman. Ji bo ku li dijî zîhniyeta patrîarkal a me tune dihesibîne û weke amûrekî dibîne bikarin mafên xwe yên jiyanî yên herî bingehîn biparêzin, em daketin kolanan, me xweparastina xwe pêş xist û xwe birêxistin kir. Li dijî zextên ku dixwestin jinan bidin jibîrkirin, jinên li hemû parzemînan bi helbestên xwe, bi dansên xwe û bi zanatiya xwe li ber xwe didin. Bi hêza başkirinê ya xwezayê xwe li ser pêyan digire û ji bo pêşeroja ku xeyal dikin têdikoşin. Ji ber ku heta pratîk nebe, gotin vala ye. Gotina bêpratîk kore ye. 
 
JI ME DITIRSIN
 
Em li dijî milîtarîzmê, nîjadperestiyê, mêtingeriyê, baviksalariyê, kargehên kapîtalîst ên pirneteweyî û dewletan derdikevin. Lewma ji me ditirsin. Em ê hêj wan pir bitirsînin. Em li dijî pergala ku çalakiyên me, gotinên me û xweparastina me krîmînalîze dikin û ernejiya me ya jiyanê talan dikin yekitiya xwe ava dikin û mezin dibin. 
 
Hêzên rejîma Îranê Jîna Emînî û hêzên faşîst ên tirk jî rêhevala me Nagihan Akarsel qetil kirin. Li Amerîkaya Latîn jinên pêşeng ên civakê tên qetilkirin. Mîna li Sudan, Yemen, Amerîka û Kurdistanê, jin tên girtin, tên kuştin û rastî destdirêjiyê tên. Ji bo gelek jiyanan bo me deyndar in. Ji bo jiyana dayikên me, dapîrên me, xwîşkên me bo me deyndar in. Em îfadeya berxwedana wan in. 
 
EM BIHÊZ IN DÊ CÎHANÊ BIGUHERÎNIN
 
Em dibînin ku tecrûbeya têkoşîna jinan ku ev bi sedsala ye didome, di sedsala 21’an de veguheriye qonaxeke nû. Em di qonaxeke wisa de ne ku hinek derdorên cuda yên civakî azadiya xwe di azadiya jinê de dibînin û wisa bawer dikin ku azadiya jinê dê bi xwe re azadiya civakê bîne. Em bihêrs in. Ev hêrs, hêrseke kolektîf e. Em bihêz in û dê cîhanê biguherînin. 
 
Em di serdemeke têkoşîna azadiyê ya nû de ne ku şoreşa jinê pêşengtiya wê dike. Weke ku birêz Abdullah Ocalan gotiye; ‘jiyana ku hesreta wê tê kirin ne bi mucîzeyan lê bi şoreşê tê afirandin’, em jî ji Kurdistanê heta Îran, Efxanistan, Amerîkaya Latîn û Ewropayê radibin ser pêyan û têdikoşin. 
 
Weke jin em dibin 'xwebûn' û navên ku kapîtalîzmê, mêtingeriyê û pergala baviksalariyê li me û xaka me ferz kirine red dikin û navên nû li xwe dikin. 
 
ÊDÎ EM DI ‘DEMA JINAN’ DE NE 
 
Em êdî di dema jinan de ne. Bersiva herî girîng a vê serdemê; mayîndekirina têkoşîna hevpar, yekitî û tora piştevaniyê ye. Bi wesîleya vê konferansê jî em ‘Jin, Jiyan, Azadî: Jin Pêşeroja Xwe Ava Dikin’ radigihînin. Ji vir û şûnde xebata me ya ewil dê bibe amadekirina nexşerêyê ku ev du roj in em li ser nîqaşan dimeşînin. Banga me ji bo hemû jinên ku bi hesreta jiyaneke li derveyî pergala mêtingeriyê dijîn ew e ku tev li vê torê bibin û li ser bingeha ‘Şoreşa Jinan’ têkoşîna hevpar mezintir bikin.” 
 

Sernavên din

11/11/2022
13:53 Euro derket ser 19 lîreyan
13:49 Li Enqereyê 5 efxanî bi awayekî hovane hatine qetilkirin
13:26 Di Doza Anter de biryara bihincet: Qanûna leha bersûcan esas hat girtin
13:06 Derket holê ku zaroka dihat îdiakirin xwe kuştiye hatiye qetilkirin
12:55 Dest û lingekî Brûkanli yê xwe şewitandibû nagirin
12:20 Koç ê HDP’î xwest ku binpêkirinên li Girtîgeha Eskîşehîrê bên lêkolînkirin
12:18 Kenanoglu: Serokatiya Cemxaneyan pêngava kontrolkirina elewiyan e
12:08 Buldan: Bersivnedayîna serlêdana me nîşan dide bê ka li Îmraliyê tecrîdeke çiqas giran heye
11:52 ‘Tirkiye herî zêde gazên ku mirovan dixeniqîne bi kar tîne’
11:42 'Dixwazin bavê min di girtîgehê de bimire'
11:30 Şûraya Dewletê gundî cara duyemîn mafdar dîtin
10:44 Bi deh hezaran kes dê li Dusseldorfê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî bimeşin
10:26 Ev 18 sal in bi navê kesekê din girtî ye: Ez Silêman Şêxo me!
09:07 TJN dê atolyeya şanoyê li dar bixe
09:06 Paceyên hucreyan bi têlên qalind tên girtin
09:05 'Ne tenê rakirina tecrîdê, divê azadiya fîzîkî ya Ocalan jî pêk bê'
09:04 Cotkarên ku pembû danîne: Em xisirîne
09:03 Mehmet Ocalan: Ger em niha li ber tecrîdê ranebin dibe ku sibe pir bi derengî bikeve
09:00 ROJEVA 11'Ê MIJDARA 2022'YAN
10/11/2022
16:47 Derheqê 3 parlamenterên CHP’ê de fezleke hatin amadekirin
16:36 Nebatî li komîsyonê hat protestokirin: Pisîk kete trafoyê, mişk ji deriyê piştê kete xizîneyê
16:30 Tosûn a HDP’î: Çeteyên hişbirê bi çek digerin
16:05 Xwendekarên ODTU’yê bikaranîna çekên kîmyewî protesto kirin
15:44 Doza girtiyê nexweş: ATK’ê Tîpa R pêşniyar kir û dadgehê daxwaza berdanê red kir
15:32 Nobeta Edaletê: Êdî bes e ji vê zilmê re
15:16 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
15:04 Tumuklu: Girtina rojnamegeran kiryarekî derhiqûqî ye
14:59 Rojiya mirinê ya li Girtîgeha Makuyê didome: Girtî xistin hucreyên yekkesî
14:26 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar didome
14:16 Lêçûnên projeya ‘prestîjê’ ya qeyûm gihişt 104 milyon lîreyan
13:52 Ji HDP’ê biryara ‘Konferansa Komara Demokratîk’
13:12 Girtiyê ji bo tedawiyê anîne Girtîgeha Wanê rastî miameleya xerab tê
12:53 Ji bo berdana girtiyê nexweş Ozkan kampanya hat destpêkirin
12:40 Malbatên girtiyan: Vê zilmê ne Xwedê ne jî evd qebûl dike
12:19 Li gorî TUÎK’ê bêkariya li Tirkiyeyê zêdetir bû
12:06 Bersûcên Malbata Şenyaşar li Pirsûsê 2 kes bi gulebaranê qetil kirin
12:01 Ji ber gotinên derheqê çekên kîmyewî de li Demîrtaş doz vekirin
11:45 Girtiyên nexweş ên di grevê de li qawîşên yekkesî tên ragirtin
11:44 Qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn: Em ê alaya wan li ba bikin
11:11 Komîsyona Mafên Mirovan a Herêma Kurdistanê: Haya me ji bikaranîna çekên kîmyewî nîne!
11:00 Dê hêj ji Girê Miraza çi derbikevin? Rojnameger dê çawa bikin nûçe?
10:50 Keskîn: Girtina rojnamegeran û Fîncanci, operasyona tolhildanê ye
10:14 Sarisozen: Yên ku dengê xwe ji bo çekên kîmyewî dernaxînin, şirîkên sûc in
09:49 Qeyûm Bajarê Dîrokî Dara daye ber îmarê
09:39 MÎT li Dîlokê bi ASA'yê û li Atmê jî bi HTŞ'yê re civiyaye
09:30 Li Xelatê erdhej
09:30 Mafê hevdîtina bi hempîşeyên wan re yê rojnamegerên girtî asteng dikin
09:29 Cotkarên Silopiyayê nikarin pembûyê xwe bifiroşin
09:05 Mafê jiyanê yê her du birayên girtî û nexweş tê binpêkirin
09:04 Darfiroş û darvanên Colemêrgê: Heta ku AKP têk neçe krîza aborî çareser nabe
09:04 Li Wanê di 7 rojan de 4 mirinên biguman
09:03 Amed amadekariyên Komcivîna Stareyên Jinan dike
09:00 ROJEVA 10'Ê MIJDARA 2022'YAN
09/11/2022
21:03 Şahidê Komkujiya Dersimê Bego Polat jiyana xwe ji dest da
17:01 Li Edeneyê Platforma Ekolojiyê hate avakirin
16:57 Abdî ya bi tevî pitika xwe du mehî ve girtîbû hat berdan
16:38 Endamên Meclisa Ciwanên HDP’ê hatin berdan
16:37 Nobeta Edaletê: Bila tecrîd û îşkence bi dawî be
16:08 Saziyên sivîl û partiyên siyasî serdana şîna Temîz kirin
16:07 Şaxa Platforma KESK’ê ya Amedê: Ne bûdçeya gel lê bûdçeya şer e
16:07 Di doza Seroka Komeleya Rosayê de dê mutala bê amadekirin
15:33 Li Sirri Sureyya Onder 5 meh cezayê hefsê hate birîn
14:45 Rapora girtîgehan a OHD’ê: Divê mekanîzmaya venihêrînê ya serbixwe bê avakirin
14:33 Çalakiya xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê didome
14:11 Cenazeyên kesên di qezaya Dutaxê de mirin dane malbatên wan
14:07 Ferît Şenyaşar: Kujeran xwe li pişt îktidarê veşartiye
13:59 Rojnamevanan serdana ajansa me kir
13:45 Pêşniyaznameyên kîmyasalê bi hêceta ‘mijarên nayên pirsîn’ hat vegerandin
13:40 Bulbul: AKP qeyûm tayînî civaka elewîtiyê dike
13:31 Sefîra Ingilîz serdana HDP’ê kir
13:23 3 roj in li benda wergirtina cenazeyan in
13:13 Ceyrana girtiyan hat birîn
13:12 Gelo ser bermamiyên dîrokî ku li Ben û Senê derketin holê tê niximandin?
13:07 Ji girtiyekî name: Hevalên me le erdê radizên
12:42 Li pêşiya AYM’ê êrişî kedkarên perwerdehiyê kirin
12:38 Piştî girtiyan zexta “qawişa serbixwe” li malbatan jî tê kirin!
12:18 Guleryuz: Divê Tirkiye destûrê bide ku şandeyên serbixwe çekên kîmyewî lêkolîn bikin
12:06 Li Miksê dema ‘Sêvên Çalê’ ye
12:02 Malbatên girtiyan: Partiyên siyasî soza xwe bi cih neanîn
11:52 6 meh in îdianameya derbarê wan de nehatiye amadekirin
11:32 Nivîskar Mehmûd Nêşite koça dawî kir
11:15 Amediyan afîşên Bahçelî çirandin
10:51 MYK’a HDP’ê dicive
10:42 Serokatiya Cemxane û Çandê ya Elewî-Bektaşî hat damezrandin
10:36 Brûkanliyê xwe şewitandibû li revîrê bikelemçeyê tê dermankirin
10:24 Rojnamevan Bêrîvan Altan heqîqetê veguherand evîndariyê
10:12 Wesayîtên şaredariyê xistin xizmeta AKP’ê
09:55 Keça girtiyê nexweş Ozkan: Werin li dadgehê bi çavê xwe rewşa bavê min bibînin
09:41 Di qezaya Dutaxê de hejmara miriyan derket 8’an
09:03 'Armanca binpêkirinên mafan polîtîkaya tepisandinê ye'
09:02 Nelirêtiyên li ser nelirêtiyê yên qeyûmê Mêrdînê!
09:02 Kavak ê ku di 1974'an de Ocalan nas kiriye: Tekane çare Ocalan e
09:01 Evsen ê ku 30 salan di girtîgehê de ma: Li girtîgehan ji serî heta binî tecrîd heye
09:00 Sergardiyan gefa kuştinê li girtiyan xwariye: Em ê we bi komî bişewitînin
09:00 ROJEVA 9'Ê MIJDARA 2022'YAN
08/11/2022
22:05 Acetê HPG'î li warê xwe Êlihê hat veşartin
21:38 Raportorên NY‘yê xwestin demildest Fincanci bê berdan
20:49 KCD, DBP û HDP'ê serdana malbatên kesên ku di qezaya Dutaxê de jiyana xwe ji dest dan kirin
19:37 Li Dersimê çokeke berf ketiye
17:45 Komîsyona rektoriyê dê ji bo daxwaza xwendekarên hiqûqê li hev kom bibe