Konferansa Jinan a Navnetewî: Jiyana tê xwestin bi şoreşê pêkane

  • rojane
  • 20:52 6 Mijdar 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên ku di 2’yemîn Konferansa Jinan a Navneteweyî ya li Berlînê de axivîn, bal kişandin ser girîngiya têkoşîna hevpar û destnîşan kirin ku jiyana ku jin dixwazin ne bi mûcizeyan dê bi şoreşê pêk bê. 
 
2’yemîn Konferansa Jinan a Navneteweyî ku ji aliyê Tevna Jinên Siberojê Dihûnin ve bi dirûşmeya “Şoreşa me: Azadkirina jiyanê” li bajarê Berlînê yê Almanyayê tê lidarxistin di roja duyemîn de berdewam kir. Di konferansê de Kader Ortakaya ku di sala 2014’an de dema ku ji bo piştgiriyê bide Kobanê li sînor nobet digirt ji aliyê dewleta tirk ve hat qetilkirin, hat bibîranîn. Hemû girtiyên siyasî û Seroka Konseya Navenda Yekîtiya Bijîşkan a Tirk (TTB) Şebnem Korûr Fîncanciku ji ber daxuyaniyên xwe yên li ser êrîşên kîmyewî yên dewleta tirk hat girtin, hat silavkirin.
 
Konferans, bi peyama bi dîmen a ku KJAR’ê şand, dest pê kir. Bê navber dirûşmeyên “Jin jiyan azadî”, “Bijî Serok Apo” û “Bijî Berxwedana gerîla” hatin berzkirin.
 
PEYAMA KJAR’Ê
 
Di peyama ku KJAR’ê ji konferansê re şand de, ev tişt hatin gotin: “Di vê pêvajoyê de, têkoşîneke bêhempa tê meşandin. Bê guman ev têkoşîn wê bi serkeftinê bi encam bibe. Piştî qetilkirina Jîna Emînî, têkoşîna azadiyê li hemû Îranê belav bû. Gelan serî li ber rejîmê rakir û diyar kir ku wê êdî zexta dewletê qebûl nekin. Rejîma Şah, bi berxwedana jinan hat hilweşandin, lê bi rejîma Îslamê re hemû mafên jinan ji wan hatin girtin.
 
Tevî vê dîktatoriya 43 salan, jinan dest ji berxwedanê neberda. Bi sedan jin hatin girtin, dest dirêjê wan hat kirin û hatin êşkencekirin lê ranewestiyan. Qetilkirina Jîna bû dilopa dawîn û bi hezaran jin daketin qadan. Têkoşîna jinan a li Kurdistanê, îro li hemû cîhanê belav bû. Em ê teqez tola Jînayê hilînin. ‘Jin jiyan azadî’ êdî nûneriya şoreşeke cîhanî dike û her kes xwe di vê şoreşê de dibîne. Mêr jî li kolanan vê dirûşmeyê berz dikin, ji ber ku ew jî dizanin ku azadiya civakê bi azadiya jinan e.
 
‘Jin jiyan azadî’ mîrateya berxwedana 40 salan e. Berhema keda Serok Apo ye ku ji bo azadiyê daye. Em bawer dikin ku di vê konferansê de wê felsefeya ‘Jin jiyan azadî’, bi ruh û can bibe. Em KJAR, we bi baweriya azadiyê silav dikin û soz dikin ku em ê têkoşînê bigihînin serkeftinê.”
 
'BI FIKRÊN OCALAN ŞOREŞA ROJAVA PÊK HAT'
 
Moderator nivîskar-aktîvîst Rahîla Gûpta ku ji Îngilistanê tev li konferansê bû, axaftina destpêkirina konferansê kir. Rahîla Gûpta qala bihêzkirina têkoşîna li dijî êrîşên pergala baviksalarî ya li ser jinê kir û bal kişand ser giringiya têkoşîna îdeolojîk û entelektuel a li dijî mêtingeriya dîrokî.
 
Rahîla Gûpta anî ziman ku bi tev li bûna konferansê kêfxweş bûye û destnîşan kir ku jiyana ew dixwazin ne bi mûcîzeyê, wê bi şoreşê pêk bê. Gûpta Şoreşa Rojava ya li nava Sûriyeyê de pêş ketî, bi bîr xist û got ku Şoreşa Rojava ji bo hemû cîhanê bû îlham. Gûpta got ku têkoşîna jinên kurd û fikrên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Şoreşa Rojava derxist holê.
 
'DEWLET TEVGERÊN FAŞÎST BI HÊZ DIKE'
 
Di beşa yekem a bi sernavê “Derbaskirina parçekirina ku hişmendiya baviksalar ava kir: Ref, Neteweperestî, Olperestî” hat pêkanîn de, civaknas-nivîskar Dîlar Dîrîk axivî û behs kir ku wê jin çawa xwe ji fikrên pergela baviksalar azad bikin. Dîrîk di şexsê Nagihan Akarsel de ya li Silêmaniyê ji aliyê dewleta tirk ve hat qetilkirin, şehîdên azadiyê bi bîr anî û diyar kir ku di demên dawî de ji bo ku dewlet li ser jinan û gelên azadîxwaz zextê pêk bîne, tevgerên faşîst bi hêz dike. Dîlar Dîrîk got ku divê hişmendiya ku faşîzmê normalîze dike, bê fêmkirin û wiha pê de çû: "Li dijî faşîzmê, geşbûnek di nava tevgera azadiya jinan de jî heye. Îro em dibin şahidê pêvajoyek a weke ku dirûşmeyên şoreşa radîkal hundirê xwe vala dikin. Saziyên cinawir ên weke CIA û NATO’yê reklamên xwe yên weke ku piştgiriyê didin jinan dikin. Mînak di sînemaya Hollywood de, cih didin dirûşmeya ‘Jin jiyan azadî’ û jinên Kurd, lê li aliyê din jî piştgirtgiriyê didin qetlîamên bi çekên kîmyewî. Li dijî vê yekê sekna me ya îdeolojîk pir giring e. Ji ber ku dewlet hewil didin ku tevgerên civakî, li gorî berjewendiyên xwe bi kar bînin.
 
'KÎJAN WELATAN PIŞTGIRÎ DAN DAIŞ'Ê?'
 
Li Elmanyayê niha têkildarê çima ku mirov tev li DAÎŞ’ê dibin, dadgeh hene. Lê pirsa pêwîst a ku divê bê kirin, ji nedîtî ve tên. Kîjan welatan piştgirî dan mezinbûna DAIŞ’ê? Eger em pirsên pêwîst nekin, wê her sal DAIŞ’ek derbikeve. Mînak Katarê pişgiriya çekan da rêxistinên wek El Nûsra û Talîbanê, lê welatên rojavayî weke ku tu tişt nebûye lîstikên kûpaya cîhanî dan Katarê. Welatên weke Katar û Tirkiyeyê, bê piştgiriya welatên rojavayî nikarin tu tişt bikin. Tirkiye rûyê rast ê NATO’yê ye. Mînak qetilkirina Hevrîn Xelef a li Sûriyeyê, bi piştgiriya NATO’yê çêbû. Dema ku dewleta tirk êrîşê Rojava kir, bêdengiyek hebû. Wezîra Elman jî dirûşmeya ‘Jin jiyan azadî’ berz dike, lê di heman demê de piştgiriyê didin êrîşên dewleta tirk û polîtîkayên li dijî jinan. Haya welatiyên welatên rojavayî jê nîn e ku dewletên wan piştgiriyê didin kê. Divê her jina ku li Ewropayê pirsa ‘Hikûmet bi kîjan rêyan piştgiriyê didin mezinbûna komên weke DAIŞ’ê’ bike."
 
'YEMEN TÊKILDARÎ MAFÊN JINAN, YEK JI WELATÊN HERÎ XIRAB E'
 
Li ser navê Navenda Lêkolînên Piştgiriya Stratejîk a Jin û Zarokan Dr. Anjîla al-Maamarî axivî û bal kişand ser zorî û zextên ku jin li Yemenê dijîn. Dr. Anjîla al-Maamarî got ku şoreş û têkoşîna jinan, tevî hemû zextan dewam dike û diyar kir ku li Yemenê tevî tevgerên jinan jî hîna aştî pêk nehatiye. Anjîla al-Maamarî destnîşan kir ku li yemenê ji ber şerê bi 8 salan, bi hezaran jin koçber bûne û anî ziman ku jin di ketina nava qada civakî de, bi pirsgirêkên cidî re rû bi rû dimînin. Anjîla got ku jin di bi cih bûna pêvajoyên biryar dayînê de bi israr in û teqez kir ku Yemen têkildarê mafên jinan, yek ji welatên herî xirab e.
 
'EM NEVIYÊN DAYIKÊN PLAZA DE MAYO NE'
 
Nivîskar, rojnamevan û femînîst Marta Dîllon a ji tevgera NîÛnaMenos’ê diyar kir ku ew li ser navê jinên li Arjantînê ji bo mafê xwe yê av û axê li ber mêtinkaran têdikoşin tev li konferansê bûye û got: "Em neviyên Dayikên Plaza De Mayo ne ku li hestiyên zarokên xwe yên gerîla ku Emerîkaya Latîn hatine qetilkirin digerin. Em hevrêyên gerîlayên li serê çiyayên Kurdistanê ne jî."
 
'LI ROJAVA KEVNEŞOPIYEKE TÊKOŞÎNÊ YA DÎROKÎ HEYE'
 
Ji Akademiya Jineolojiyê Elîf Kaya jî bi bibîranîna Endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê Nagihan Akarselê ku li Silêmaniyê ji aliyê dewleta Tirk ve hat qetilkirin, dest bi axaftina xwe kir û di şexsê Şebnem Korûr Fîncanci de silav hemû girtiyan kir. Kaya, îşaret bi sosyolojiya azadiyê kir ku rêyeke xelasiyê ya jinan e û wiha got: "Li Rojava pergaleke demokratîk ava bû, lê li Misirê jî hikûmeteke berdewamiya rejîma dîktatoriyê ava bû. Lewre li Rojava kevneşopiyeke têkoşînê ya dîrokî û îdeolojîk heye. Lewma derfeta şoreşê çêbû."
 
Aktîvîsta femînîst û Profesora Felsefeyê Jûles Falqûet a ji Fransayê tev li konferansê bû, bal kişand ser zehmetiyên jinên penaber pê re rû bi rû dimînin.
 
'ERKA ME YE KU EM DESTKEFTIYÊN JINAN BIPARÊZIN'
 
Li ser navê Tevgera Jinên Azad (TJA) jî Denîz Abûkan axivî û got: "Xelasiya jinan, bi têkoşîna yekbûyî ya jinan e. Rêya yekan e têkoşîna bi hevparî ye. Netewe dewlet ketine wê hewilê ku fatûreya krîza ku di nav de ne li jinan bibirin. Em jinên Kurd, felsefeya xwe ya jiyanê ji paradîgma demokratîk, ekolojîk a azadîxwaziya jinan digirin. Bi saya belavbûna pergala hevserokatiyê li cîhanê ku tevgera jinên azad afirandiye, jin, bûn hêza çareseriyê. Hevserokatî, destfkeftiyeke jinan e."
 
'EZ NE LI SER NAVÊ DYE’YÊ LÊ LI SER NAVÊ JINÊN REŞIK LI VIR IM'
 
Aktîvîst, nivîskar û hunermend Jade Danîels a ji tevgera jinên reşik, diyar kir ku wê ji Efxanistanê heta Kurdistanê gel wê teqez azad bibin. Danîels got ku ji DYE’yê bi tenê ew li konferansê ye lê ew ne li ser navê DYE’yê, li ser navên gelên bindest û jinên reşik li konferansê ye.
 
'LI BER ÇAVÊN CÎHANÊ ÇEKÊN QEDEXEKIRÎ LI KURDISTANÊ TÊN BIKARANÎN'
 
Hevseroka Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Asya Abdullah anî ziman ku konferans gaveke dîrokî ye û bal kişand ser êrîşên dewleta tirk û çeteyên wê yên li dijî Rojava û got: "Silav li Rêber Apo dikim ku bi saya wî têkoşîna ji bo azadiyê ya jinan li hemû cîhanê hat naskirin û niha tecrîdkirî ye. Têkoşîna azadiyê ya jinan her roj gur û geş dibe. Jin ku li ber pergala kapîtalîst û faşîzmê li ber xwe didin her roj rû bi rûyê êrîşan dibin. Li dijî jinên şoreşker ên kurd ku parastina nirxên mirovahiyê li Kurdistanê dikin, çekên kîmyewî tên bikaranîn. Ji bo sekinandina şer divê em li hemû cîhanê bi hevparî têbikoşin. Di Şoreşa Rojava de şervanên YPG-YPJ’ê ji bo hemû mirovahiyê têkoşiyan. Bi sedan jinên şoreşker qetil kirin, girtin, îşkence li wan kirin. Ev hemû li ber çavên hemû cîhanê qewimîn. Ji bo parastina Rojava ku bi gelek berdêliyan hatiye bidestxistin divê em hemû bi hevparî têbikoşin. Şoreşa Rojava şoreşa hemû jinan e. Şehîdeke me ya enternasyonel jî Îvana Hoffman e."
 
'BI TENÊ GERÎLAYÊN HPG-YJA STAR’Ê ÊZIDÎ PARASTIN'
 
Heza Şengal a nekarî tev li konferansê bibe, ji bo konferansê ji Şengalê peyameke bivîdeo şand.
 
Heza Şengalê di peyama xwe ya bivîdeo de wiha got: "Êş û azad di dîroka jinên êzidî de gelek in lê têkoşînên wan ên mezin hene. Jinan pêşengî ji êzidiyan re kir. PDK’a di êrîşa sala 2014’an a DAIŞ’ê de got ku em ê parastina we bikin û dewleta Iraqê, Êzidî ji DAÎŞ’ê re berdan. Bi tenê gerîlayên HPG-YJA Star’ê parastina êzidiyan kir.
 
Dayik û keç piştî ku hêzên HPG-YJA Star’ê Şengalê rizgar kir, xwe bi rêxistin kirin û axa xwe parast û di her warê jiyanê de bûn xwedî maf û hêz. YJŞ, wê heta dawiyê parastina êzidiyan bike. DAIŞ qediya lê îcar PDK, Iraq û dewleta tirk êrîşê Şengalê dikin."
 
Vilma Rocío Almendra Quiguanás endama Pûeblos en Camîno ku ji xelkê xwecih ê Kolombiyayê ye tev li konferansê bû, li ser giringiya parastina cewherî nirxandin kirin.

Sernavên din

11/11/2022
13:53 Euro derket ser 19 lîreyan
13:49 Li Enqereyê 5 efxanî bi awayekî hovane hatine qetilkirin
13:26 Di Doza Anter de biryara bihincet: Qanûna leha bersûcan esas hat girtin
13:06 Derket holê ku zaroka dihat îdiakirin xwe kuştiye hatiye qetilkirin
12:55 Dest û lingekî Brûkanli yê xwe şewitandibû nagirin
12:20 Koç ê HDP’î xwest ku binpêkirinên li Girtîgeha Eskîşehîrê bên lêkolînkirin
12:18 Kenanoglu: Serokatiya Cemxaneyan pêngava kontrolkirina elewiyan e
12:08 Buldan: Bersivnedayîna serlêdana me nîşan dide bê ka li Îmraliyê tecrîdeke çiqas giran heye
11:52 ‘Tirkiye herî zêde gazên ku mirovan dixeniqîne bi kar tîne’
11:42 'Dixwazin bavê min di girtîgehê de bimire'
11:30 Şûraya Dewletê gundî cara duyemîn mafdar dîtin
10:44 Bi deh hezaran kes dê li Dusseldorfê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî bimeşin
10:26 Ev 18 sal in bi navê kesekê din girtî ye: Ez Silêman Şêxo me!
09:07 TJN dê atolyeya şanoyê li dar bixe
09:06 Paceyên hucreyan bi têlên qalind tên girtin
09:05 'Ne tenê rakirina tecrîdê, divê azadiya fîzîkî ya Ocalan jî pêk bê'
09:04 Cotkarên ku pembû danîne: Em xisirîne
09:03 Mehmet Ocalan: Ger em niha li ber tecrîdê ranebin dibe ku sibe pir bi derengî bikeve
09:00 ROJEVA 11'Ê MIJDARA 2022'YAN
10/11/2022
16:47 Derheqê 3 parlamenterên CHP’ê de fezleke hatin amadekirin
16:36 Nebatî li komîsyonê hat protestokirin: Pisîk kete trafoyê, mişk ji deriyê piştê kete xizîneyê
16:30 Tosûn a HDP’î: Çeteyên hişbirê bi çek digerin
16:05 Xwendekarên ODTU’yê bikaranîna çekên kîmyewî protesto kirin
15:44 Doza girtiyê nexweş: ATK’ê Tîpa R pêşniyar kir û dadgehê daxwaza berdanê red kir
15:32 Nobeta Edaletê: Êdî bes e ji vê zilmê re
15:16 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
15:04 Tumuklu: Girtina rojnamegeran kiryarekî derhiqûqî ye
14:59 Rojiya mirinê ya li Girtîgeha Makuyê didome: Girtî xistin hucreyên yekkesî
14:26 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar didome
14:16 Lêçûnên projeya ‘prestîjê’ ya qeyûm gihişt 104 milyon lîreyan
13:52 Ji HDP’ê biryara ‘Konferansa Komara Demokratîk’
13:12 Girtiyê ji bo tedawiyê anîne Girtîgeha Wanê rastî miameleya xerab tê
12:53 Ji bo berdana girtiyê nexweş Ozkan kampanya hat destpêkirin
12:40 Malbatên girtiyan: Vê zilmê ne Xwedê ne jî evd qebûl dike
12:19 Li gorî TUÎK’ê bêkariya li Tirkiyeyê zêdetir bû
12:06 Bersûcên Malbata Şenyaşar li Pirsûsê 2 kes bi gulebaranê qetil kirin
12:01 Ji ber gotinên derheqê çekên kîmyewî de li Demîrtaş doz vekirin
11:45 Girtiyên nexweş ên di grevê de li qawîşên yekkesî tên ragirtin
11:44 Qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn: Em ê alaya wan li ba bikin
11:11 Komîsyona Mafên Mirovan a Herêma Kurdistanê: Haya me ji bikaranîna çekên kîmyewî nîne!
11:00 Dê hêj ji Girê Miraza çi derbikevin? Rojnameger dê çawa bikin nûçe?
10:50 Keskîn: Girtina rojnamegeran û Fîncanci, operasyona tolhildanê ye
10:14 Sarisozen: Yên ku dengê xwe ji bo çekên kîmyewî dernaxînin, şirîkên sûc in
09:49 Qeyûm Bajarê Dîrokî Dara daye ber îmarê
09:39 MÎT li Dîlokê bi ASA'yê û li Atmê jî bi HTŞ'yê re civiyaye
09:30 Li Xelatê erdhej
09:30 Mafê hevdîtina bi hempîşeyên wan re yê rojnamegerên girtî asteng dikin
09:29 Cotkarên Silopiyayê nikarin pembûyê xwe bifiroşin
09:05 Mafê jiyanê yê her du birayên girtî û nexweş tê binpêkirin
09:04 Darfiroş û darvanên Colemêrgê: Heta ku AKP têk neçe krîza aborî çareser nabe
09:04 Li Wanê di 7 rojan de 4 mirinên biguman
09:03 Amed amadekariyên Komcivîna Stareyên Jinan dike
09:00 ROJEVA 10'Ê MIJDARA 2022'YAN
09/11/2022
21:03 Şahidê Komkujiya Dersimê Bego Polat jiyana xwe ji dest da
17:01 Li Edeneyê Platforma Ekolojiyê hate avakirin
16:57 Abdî ya bi tevî pitika xwe du mehî ve girtîbû hat berdan
16:38 Endamên Meclisa Ciwanên HDP’ê hatin berdan
16:37 Nobeta Edaletê: Bila tecrîd û îşkence bi dawî be
16:08 Saziyên sivîl û partiyên siyasî serdana şîna Temîz kirin
16:07 Şaxa Platforma KESK’ê ya Amedê: Ne bûdçeya gel lê bûdçeya şer e
16:07 Di doza Seroka Komeleya Rosayê de dê mutala bê amadekirin
15:33 Li Sirri Sureyya Onder 5 meh cezayê hefsê hate birîn
14:45 Rapora girtîgehan a OHD’ê: Divê mekanîzmaya venihêrînê ya serbixwe bê avakirin
14:33 Çalakiya xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê didome
14:11 Cenazeyên kesên di qezaya Dutaxê de mirin dane malbatên wan
14:07 Ferît Şenyaşar: Kujeran xwe li pişt îktidarê veşartiye
13:59 Rojnamevanan serdana ajansa me kir
13:45 Pêşniyaznameyên kîmyasalê bi hêceta ‘mijarên nayên pirsîn’ hat vegerandin
13:40 Bulbul: AKP qeyûm tayînî civaka elewîtiyê dike
13:31 Sefîra Ingilîz serdana HDP’ê kir
13:23 3 roj in li benda wergirtina cenazeyan in
13:13 Ceyrana girtiyan hat birîn
13:12 Gelo ser bermamiyên dîrokî ku li Ben û Senê derketin holê tê niximandin?
13:07 Ji girtiyekî name: Hevalên me le erdê radizên
12:42 Li pêşiya AYM’ê êrişî kedkarên perwerdehiyê kirin
12:38 Piştî girtiyan zexta “qawişa serbixwe” li malbatan jî tê kirin!
12:18 Guleryuz: Divê Tirkiye destûrê bide ku şandeyên serbixwe çekên kîmyewî lêkolîn bikin
12:06 Li Miksê dema ‘Sêvên Çalê’ ye
12:02 Malbatên girtiyan: Partiyên siyasî soza xwe bi cih neanîn
11:52 6 meh in îdianameya derbarê wan de nehatiye amadekirin
11:32 Nivîskar Mehmûd Nêşite koça dawî kir
11:15 Amediyan afîşên Bahçelî çirandin
10:51 MYK’a HDP’ê dicive
10:42 Serokatiya Cemxane û Çandê ya Elewî-Bektaşî hat damezrandin
10:36 Brûkanliyê xwe şewitandibû li revîrê bikelemçeyê tê dermankirin
10:24 Rojnamevan Bêrîvan Altan heqîqetê veguherand evîndariyê
10:12 Wesayîtên şaredariyê xistin xizmeta AKP’ê
09:55 Keça girtiyê nexweş Ozkan: Werin li dadgehê bi çavê xwe rewşa bavê min bibînin
09:41 Di qezaya Dutaxê de hejmara miriyan derket 8’an
09:03 'Armanca binpêkirinên mafan polîtîkaya tepisandinê ye'
09:02 Nelirêtiyên li ser nelirêtiyê yên qeyûmê Mêrdînê!
09:02 Kavak ê ku di 1974'an de Ocalan nas kiriye: Tekane çare Ocalan e
09:01 Evsen ê ku 30 salan di girtîgehê de ma: Li girtîgehan ji serî heta binî tecrîd heye
09:00 Sergardiyan gefa kuştinê li girtiyan xwariye: Em ê we bi komî bişewitînin
09:00 ROJEVA 9'Ê MIJDARA 2022'YAN
08/11/2022
22:05 Acetê HPG'î li warê xwe Êlihê hat veşartin
21:38 Raportorên NY‘yê xwestin demildest Fincanci bê berdan
20:49 KCD, DBP û HDP'ê serdana malbatên kesên ku di qezaya Dutaxê de jiyana xwe ji dest dan kirin
19:37 Li Dersimê çokeke berf ketiye
17:45 Komîsyona rektoriyê dê ji bo daxwaza xwendekarên hiqûqê li hev kom bibe