Bi hezaran kesan li dijî çekên kîmyewî kolan bi kolan li ber xwe dan

  • rojane
  • 12:47 6 Mijdar 2022
  • |
ŞIRNEX - Bi hezaran kesên li bajarokê Tilqebîn ê Silopiyayê hatin ba hev, li dijî bikaranîna çekên kîmyewî bi dirûşma “Bijî berxwedana Zapê” dest bi “Meşa Mirovahiyê” kirin. Girseyê li dijî êrişa leşkeran bi saetan, kolan bi kolan li ber xwe dan. 
 
Li dijî bikaranîna çekên kîmyewî li navçeya Silopiya ya Şirnexê bi pêşengtiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER), Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER), Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER), Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM), Platforma Koçberiyê, Meclisa Ciwanan a HDP’ê û Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê bi dirûşma “Li Dijî Çekên Kîmyewî Meşa Mirovahiyê” meş tê lidarxistin. Bi hezaran kes tevî astengî û êrişan jî bi dirûşma “Bijî berxwedana Zapê” dest bi meşê kirin. 
 
 
DIRÛŞMA 'BIJÎ SEROK APO'
 
Leşkeran bi ava şid û bombeyên gazê êrişî girseya ku berê gihiştî Tilqebînê kir. Tevî êrişê jî girse belav nebû. Piştî ku bi sedan kesên ji noqteyên cuda hatin navçeyê jî tev li girseyê bûn, meş hat destpêkirin. Bi hezaran kes li nava zeviyan ber bi Rêya Armûşê ve dest bi meşê kirin. Di meşê de bênavber çepik tên lidarxistin, tililî hatin berzkirin û girse dirûşmên “Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana Zapê", "PKK gel e û gel ki vir e” û "Bijî berxwedana gerîla” berz kirin.
 
Demekî piştre girse gihişt ser Rêya Armûşê ku ber bi Deriyê Sînor ê Xabûrê ve diçe. Li vir, ji hêla leşkeran ve hatin astengkirin. Li ser vê yekê jî girseyê rê ji trafîkê re girt. Li ser vê yekê leşkeran careke din bi ava şid û bombeyên gazê êrişî girseyê kir. 
 
Girseyê piştî ku demekî dirêj rê li ber trafîkê girt, îcar li kolanan berbelav bû û dest bi meşê kir. Êrişên leşkeran ên li dijî çalakvanan domiyan û girse jî ji bo ku hemû kom li cihekî bên ba hev û dest bi meşê bikin li ber xwe dan. 
 
 

FÎŞEKÊN PLASTÎK LI PARLAMENTER REŞANDIN 
 
Bi hezaran kesan demekî dirêj rê li ber trafîkê girtin û piştre jî meşa xwe li kolanan berdewam kir. Li hêlekî êrişa leşkeran berdewam kirin û li rexa din jî girse careke din hate ba hev. Di vê navberê de fîşekên plastîk û bombeyên gazê yên ku leşkeran diavêtin girseyê, li Parlamentera HDP’ê Nûran Îmîr ketin. Ji ber guleya plastîk a li singê wê ketî, Îmîr bi ser hişê xwe ve çû. 
 
Ciwanên li kolanên din ên bajarokê li ber xwe didan, bi dirûşma “Bijî Serok Apo” û tililiyan xelekên govendê gerandin. 
 
 
 
LI HER KOLANÊ BERXWEDAN 
 
Her ku êrişa leşkeran zêde dibû, berxwedan jî mezintir bû. Bi hezaran kesan li tevahiya kolanan bi çopdankan barîkat çêkirin. Her wiha li dijî êrişên bi bombeyên gazê û ava şid jî çalakvanan bi keviran bersiv dan. 
 
Di vê navberê de leşkeran li pêşiya avahiya HDP’ê ya bajarokê demekî dirêj gule li hewa reşandin. Hat ragihandin ku di êrişê de kesên hinek kes hatin binçavkirin. 
 
Her wiha leşkeran êrişî daweteke li bajarokê jî kir û bombeyên gazê avêtin. Dawetî ji êrişa bi bombeyên gazê aciz bûn û tevî çalakvanan bertek nîşanî leşkeran dan. 
 
Berxwedana li bajarokê Tilqebînê, li her du aliyên Rêya Armûşê jî pêl bi pêl mezintir bû. 
 
 
 
ÊRIŞÎ ROJNAMEGERAN KIRIN
 
Hinek rojnamegerên ku meş dişopandin jî bûn hedefa êrişên leşkeran. Leşkeran, rojnameger li erdê dirêjkirin û piyên xwe danatin ser rû û pişta wan. Leşkerên ku rojnameger derb kirin, hewl dan rojnamegeran binçav bikin. Piştî ku rojnamegeran qertên xwe nîşan dayîn, hatin berdan. 
 
BI SER MALAN DE GIRTIN: GELEK KES HATIN BINÇAVKIRIN 
 
Berxwedana ku li tevahiya kolanên bajarokê berbelav bûyî, bi saetan domiya. Piştre jî leşkeran bi ser gelek malan de girtin. Di encama serdegirtinên malan de Sekreterê ÎKK’a TMMOB a Mêrdînê Aydin Aslan, Hevserokê HDP’a Mêrsînê Hoşyar Sariyildiz, Hevserokê Şaxa Egîtîm Sen a Mêrdînê Mûstafa Bozan, Nûnerê Şaxa BES a Mêrdînê Mehmet Emîn Ozel, Beytocan Kirici, Sumeyye Kirici, Îbrahîm Kizilay û Cahît Delek jî di nav de bi dehan kes hatin binçavkirin. 
 
 

Sernavên din

11/11/2022
13:53 Euro derket ser 19 lîreyan
13:49 Li Enqereyê 5 efxanî bi awayekî hovane hatine qetilkirin
13:26 Di Doza Anter de biryara bihincet: Qanûna leha bersûcan esas hat girtin
13:06 Derket holê ku zaroka dihat îdiakirin xwe kuştiye hatiye qetilkirin
12:55 Dest û lingekî Brûkanli yê xwe şewitandibû nagirin
12:20 Koç ê HDP’î xwest ku binpêkirinên li Girtîgeha Eskîşehîrê bên lêkolînkirin
12:18 Kenanoglu: Serokatiya Cemxaneyan pêngava kontrolkirina elewiyan e
12:08 Buldan: Bersivnedayîna serlêdana me nîşan dide bê ka li Îmraliyê tecrîdeke çiqas giran heye
11:52 ‘Tirkiye herî zêde gazên ku mirovan dixeniqîne bi kar tîne’
11:42 'Dixwazin bavê min di girtîgehê de bimire'
11:30 Şûraya Dewletê gundî cara duyemîn mafdar dîtin
10:44 Bi deh hezaran kes dê li Dusseldorfê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî bimeşin
10:26 Ev 18 sal in bi navê kesekê din girtî ye: Ez Silêman Şêxo me!
09:07 TJN dê atolyeya şanoyê li dar bixe
09:06 Paceyên hucreyan bi têlên qalind tên girtin
09:05 'Ne tenê rakirina tecrîdê, divê azadiya fîzîkî ya Ocalan jî pêk bê'
09:04 Cotkarên ku pembû danîne: Em xisirîne
09:03 Mehmet Ocalan: Ger em niha li ber tecrîdê ranebin dibe ku sibe pir bi derengî bikeve
09:00 ROJEVA 11'Ê MIJDARA 2022'YAN
10/11/2022
16:47 Derheqê 3 parlamenterên CHP’ê de fezleke hatin amadekirin
16:36 Nebatî li komîsyonê hat protestokirin: Pisîk kete trafoyê, mişk ji deriyê piştê kete xizîneyê
16:30 Tosûn a HDP’î: Çeteyên hişbirê bi çek digerin
16:05 Xwendekarên ODTU’yê bikaranîna çekên kîmyewî protesto kirin
15:44 Doza girtiyê nexweş: ATK’ê Tîpa R pêşniyar kir û dadgehê daxwaza berdanê red kir
15:32 Nobeta Edaletê: Êdî bes e ji vê zilmê re
15:16 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
15:04 Tumuklu: Girtina rojnamegeran kiryarekî derhiqûqî ye
14:59 Rojiya mirinê ya li Girtîgeha Makuyê didome: Girtî xistin hucreyên yekkesî
14:26 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar didome
14:16 Lêçûnên projeya ‘prestîjê’ ya qeyûm gihişt 104 milyon lîreyan
13:52 Ji HDP’ê biryara ‘Konferansa Komara Demokratîk’
13:12 Girtiyê ji bo tedawiyê anîne Girtîgeha Wanê rastî miameleya xerab tê
12:53 Ji bo berdana girtiyê nexweş Ozkan kampanya hat destpêkirin
12:40 Malbatên girtiyan: Vê zilmê ne Xwedê ne jî evd qebûl dike
12:19 Li gorî TUÎK’ê bêkariya li Tirkiyeyê zêdetir bû
12:06 Bersûcên Malbata Şenyaşar li Pirsûsê 2 kes bi gulebaranê qetil kirin
12:01 Ji ber gotinên derheqê çekên kîmyewî de li Demîrtaş doz vekirin
11:45 Girtiyên nexweş ên di grevê de li qawîşên yekkesî tên ragirtin
11:44 Qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn: Em ê alaya wan li ba bikin
11:11 Komîsyona Mafên Mirovan a Herêma Kurdistanê: Haya me ji bikaranîna çekên kîmyewî nîne!
11:00 Dê hêj ji Girê Miraza çi derbikevin? Rojnameger dê çawa bikin nûçe?
10:50 Keskîn: Girtina rojnamegeran û Fîncanci, operasyona tolhildanê ye
10:14 Sarisozen: Yên ku dengê xwe ji bo çekên kîmyewî dernaxînin, şirîkên sûc in
09:49 Qeyûm Bajarê Dîrokî Dara daye ber îmarê
09:39 MÎT li Dîlokê bi ASA'yê û li Atmê jî bi HTŞ'yê re civiyaye
09:30 Li Xelatê erdhej
09:30 Mafê hevdîtina bi hempîşeyên wan re yê rojnamegerên girtî asteng dikin
09:29 Cotkarên Silopiyayê nikarin pembûyê xwe bifiroşin
09:05 Mafê jiyanê yê her du birayên girtî û nexweş tê binpêkirin
09:04 Darfiroş û darvanên Colemêrgê: Heta ku AKP têk neçe krîza aborî çareser nabe
09:04 Li Wanê di 7 rojan de 4 mirinên biguman
09:03 Amed amadekariyên Komcivîna Stareyên Jinan dike
09:00 ROJEVA 10'Ê MIJDARA 2022'YAN
09/11/2022
21:03 Şahidê Komkujiya Dersimê Bego Polat jiyana xwe ji dest da
17:01 Li Edeneyê Platforma Ekolojiyê hate avakirin
16:57 Abdî ya bi tevî pitika xwe du mehî ve girtîbû hat berdan
16:38 Endamên Meclisa Ciwanên HDP’ê hatin berdan
16:37 Nobeta Edaletê: Bila tecrîd û îşkence bi dawî be
16:08 Saziyên sivîl û partiyên siyasî serdana şîna Temîz kirin
16:07 Şaxa Platforma KESK’ê ya Amedê: Ne bûdçeya gel lê bûdçeya şer e
16:07 Di doza Seroka Komeleya Rosayê de dê mutala bê amadekirin
15:33 Li Sirri Sureyya Onder 5 meh cezayê hefsê hate birîn
14:45 Rapora girtîgehan a OHD’ê: Divê mekanîzmaya venihêrînê ya serbixwe bê avakirin
14:33 Çalakiya xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê didome
14:11 Cenazeyên kesên di qezaya Dutaxê de mirin dane malbatên wan
14:07 Ferît Şenyaşar: Kujeran xwe li pişt îktidarê veşartiye
13:59 Rojnamevanan serdana ajansa me kir
13:45 Pêşniyaznameyên kîmyasalê bi hêceta ‘mijarên nayên pirsîn’ hat vegerandin
13:40 Bulbul: AKP qeyûm tayînî civaka elewîtiyê dike
13:31 Sefîra Ingilîz serdana HDP’ê kir
13:23 3 roj in li benda wergirtina cenazeyan in
13:13 Ceyrana girtiyan hat birîn
13:12 Gelo ser bermamiyên dîrokî ku li Ben û Senê derketin holê tê niximandin?
13:07 Ji girtiyekî name: Hevalên me le erdê radizên
12:42 Li pêşiya AYM’ê êrişî kedkarên perwerdehiyê kirin
12:38 Piştî girtiyan zexta “qawişa serbixwe” li malbatan jî tê kirin!
12:18 Guleryuz: Divê Tirkiye destûrê bide ku şandeyên serbixwe çekên kîmyewî lêkolîn bikin
12:06 Li Miksê dema ‘Sêvên Çalê’ ye
12:02 Malbatên girtiyan: Partiyên siyasî soza xwe bi cih neanîn
11:52 6 meh in îdianameya derbarê wan de nehatiye amadekirin
11:32 Nivîskar Mehmûd Nêşite koça dawî kir
11:15 Amediyan afîşên Bahçelî çirandin
10:51 MYK’a HDP’ê dicive
10:42 Serokatiya Cemxane û Çandê ya Elewî-Bektaşî hat damezrandin
10:36 Brûkanliyê xwe şewitandibû li revîrê bikelemçeyê tê dermankirin
10:24 Rojnamevan Bêrîvan Altan heqîqetê veguherand evîndariyê
10:12 Wesayîtên şaredariyê xistin xizmeta AKP’ê
09:55 Keça girtiyê nexweş Ozkan: Werin li dadgehê bi çavê xwe rewşa bavê min bibînin
09:41 Di qezaya Dutaxê de hejmara miriyan derket 8’an
09:03 'Armanca binpêkirinên mafan polîtîkaya tepisandinê ye'
09:02 Nelirêtiyên li ser nelirêtiyê yên qeyûmê Mêrdînê!
09:02 Kavak ê ku di 1974'an de Ocalan nas kiriye: Tekane çare Ocalan e
09:01 Evsen ê ku 30 salan di girtîgehê de ma: Li girtîgehan ji serî heta binî tecrîd heye
09:00 Sergardiyan gefa kuştinê li girtiyan xwariye: Em ê we bi komî bişewitînin
09:00 ROJEVA 9'Ê MIJDARA 2022'YAN
08/11/2022
22:05 Acetê HPG'î li warê xwe Êlihê hat veşartin
21:38 Raportorên NY‘yê xwestin demildest Fincanci bê berdan
20:49 KCD, DBP û HDP'ê serdana malbatên kesên ku di qezaya Dutaxê de jiyana xwe ji dest dan kirin
19:37 Li Dersimê çokeke berf ketiye
17:45 Komîsyona rektoriyê dê ji bo daxwaza xwendekarên hiqûqê li hev kom bibe