Baroyan ji bo ‘çareserkirina pirsgirêka kurd’ bang kirin

  • rojane
  • 11:18 6 Mijdar 2022
  • |
img
AMED - Encamnemaya civîna 15 baroyên li bakurê Kurdisatnê hat parve kirin. Di encamnameyê de hat diyarkirin ku pirsgirêka kurd, girîngtirîn pirsgirêka Tirkiyeyê ye û ev bang hat kirin: “Girîng e ku pirsgirêk, li ser bingeha hemwelatiya wekhev û bi rêyên demokratîk û aştiyane were çareserkirin ku tevahiya derdorên civakî jî beşdar bibin.” 
 
Baroyên Semsûr, Agirî, Êlih, Çewlik, Bêdlis, Dêrsim, Amed, Colemêrg, Qers, Mêrdîn, Mûş, Sêrt, Riha, Şirnex û Wanê encamnameya civîna xwe ya ku pirsgirêkên pîşeyî, hiqûqî û civakî tê de dinirxandin, parve kirin. Civîn, di 4’ê mijdarê de li Baroya Agiriyê hat kirin û pirsgirêka kurd, weke girîngtirîn pirsgirêka Tirkiyeyê hat destnîşankirin. Baroyan, di encamnameyê de diyar kirin ku pirsgirêka kurd bi polîtîkayên “ewlekariyê” çareser nabe û ev tişt hatin gotin: “Neçareserkirina pirsgirêka kurd, yek ji astengkiyên herî mezin ên li pêşiya demokratîkbûna Tirkiyeyê ye. Gelek caran hatiye tecrûbekirin ku pirsgirêka kurd bi polîtîkayên tundî û ewlekariyê çareser nabe. Di vê çarçoveyê de jî girîng e ku pirsgirêk, li ser bingeha hemwelatîtiya wekhev û bi rêyên demokratîk û aştiyane were çareserkirin ku tevahiya derdorên civakî jî beşdar bibin.” 
 
DOZA GIRTINA HDP’Ê 
 
Di encamnameyê de baroyan got ku hewldana girtina partiyên siyasî, hewldaneke ji bo dûrketina ji nirxên demokratîk û dewleta hiqûqê ye û ev hewldan nayê qebûlkirin. Bi domdarî Baroyan bang li Dadgeha Makeqanûnê (AYM) kir ku di serî de doza girtina HDP’ê, di hemû dozên ji bo girtina partiyên siyasî de biryara betalkirinê bide. 
 
HEWLDANA AVAKIRINA REJÎMEKE NÛ 
 
Bi domdarî baroyan bal kişand ser Seroka Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) Şebnem Korur Fîncanci ku ji ber daxwaza lêkolînkirina bikaranîna çekên kîmyewî ji hêla Tirkiyeyê ve li dijî Herêma Federal a Kurdistanê hatibû girtin û hat gotin ku desthilatdarî hewl dide bi guhertinên nû yên zagonî re dixwaze li ser rêxistinên pîşeyî rejîmeke nû ya qeyûman ava bike. Baroyan da zanîn ku vê hewldanê qebûl nakin û banga terikandina van hewldanan li hikûmetê kirin. 
 
FIKRA JI BO POLÎTÎKAYA NECEZAKIRINÊ XURT DIBE
 
Baroyan, diyar kir ku dadgeh di bûyerên binpêkirinên giran ên mafên mirovan de biryarên adilane nadin û ev yek jî baweriya bi polîtîkaya necezakirinê her ku diçe xurtir dike û biryara demborînê ya ji bo doza Mûsa Aner û Vartînîsê jî weke mîna nîşan da. 
 
CÎNAYETÊN JINAN
 
Di encamnameyê de hat destnîşankirin ku dema li bertekên seranserî cîhanê yên li dijî qetilkirina Jîna Emînî tê nihêrtin, tê dîtin ku tundiya li dijî jinan li seranserî cîhanê olan dide û ev tişt hat gotin: “Cînayetên jinan ên li Tirkiyeyê, pirsgirêkeke kronîk û polîtîk e. Divê dewlet ji bo pêşîlêgirtina van cînayetan, tevdîrên xurt bigire.” 
 
QANÛNA SANSÛRÊ
 
Têkildarî “qanûna sansûrê” jî baroyan di encamnameyê de ev tişt parve kirin: “Bi vê qanûnê re gefeke mezin a destwerdanê li çapemenî û mafê azadiya xweîfadekirinê tê kirin. Ev yek jî di nava civakê de rê li ber fikaran vedike. Bi taybet jî di mijara serbixwebûn û bêalîtiya darazê de li welêt pirsgirêkên cidî hene û di rewşeke wiha de derxistina vê qanûnê, ji bo zextên li ser muxalîfan rê li ber gumanên mezin vedike. Divê astengiyên li pêşiya azadiya çapemenî û xweîfadekirinê bên rakirin û welatî bikarin xwe îfade bikin.” 
 
PIRSGIRÊKÊN PÎŞEYÎ YÊN PARÊZERAN
 
Baroyan, daxuyand ku tundiya li dijî parêzaran bi tundiya aborî re bûye yek û ev yek jî gefeke mezin li ser pîşeya parêzertiyê dike. Encamname wiha didome: “Divê wezareta dadê heqê alîkariya edlî û yê diravê alîkariya edlî zêdetir bike. Divê rêjeya KDV ya heqê CMK’ê ji sedî 1 bê daxistin. Nexwe ji bo rakirina astengiyên li pêşiya xebatên pîşeyî yên hempîşeyên me em ê serî li her hewldanê bidin û ji bo parastina hiqûqa hempîşeyên xwe hemû mafên xwe yên demokratîk bi kar bînin.” 
 
Her wiha buroyan xwest ku teqîna li Amasrayê ji her alî ve bê lêkolînkirin û berpirsyarên wê bên darizandin. 
 

Sernavên din

11/11/2022
13:53 Euro derket ser 19 lîreyan
13:49 Li Enqereyê 5 efxanî bi awayekî hovane hatine qetilkirin
13:26 Di Doza Anter de biryara bihincet: Qanûna leha bersûcan esas hat girtin
13:06 Derket holê ku zaroka dihat îdiakirin xwe kuştiye hatiye qetilkirin
12:55 Dest û lingekî Brûkanli yê xwe şewitandibû nagirin
12:20 Koç ê HDP’î xwest ku binpêkirinên li Girtîgeha Eskîşehîrê bên lêkolînkirin
12:18 Kenanoglu: Serokatiya Cemxaneyan pêngava kontrolkirina elewiyan e
12:08 Buldan: Bersivnedayîna serlêdana me nîşan dide bê ka li Îmraliyê tecrîdeke çiqas giran heye
11:52 ‘Tirkiye herî zêde gazên ku mirovan dixeniqîne bi kar tîne’
11:42 'Dixwazin bavê min di girtîgehê de bimire'
11:30 Şûraya Dewletê gundî cara duyemîn mafdar dîtin
10:44 Bi deh hezaran kes dê li Dusseldorfê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî bimeşin
10:26 Ev 18 sal in bi navê kesekê din girtî ye: Ez Silêman Şêxo me!
09:07 TJN dê atolyeya şanoyê li dar bixe
09:06 Paceyên hucreyan bi têlên qalind tên girtin
09:05 'Ne tenê rakirina tecrîdê, divê azadiya fîzîkî ya Ocalan jî pêk bê'
09:04 Cotkarên ku pembû danîne: Em xisirîne
09:03 Mehmet Ocalan: Ger em niha li ber tecrîdê ranebin dibe ku sibe pir bi derengî bikeve
09:00 ROJEVA 11'Ê MIJDARA 2022'YAN
10/11/2022
16:47 Derheqê 3 parlamenterên CHP’ê de fezleke hatin amadekirin
16:36 Nebatî li komîsyonê hat protestokirin: Pisîk kete trafoyê, mişk ji deriyê piştê kete xizîneyê
16:30 Tosûn a HDP’î: Çeteyên hişbirê bi çek digerin
16:05 Xwendekarên ODTU’yê bikaranîna çekên kîmyewî protesto kirin
15:44 Doza girtiyê nexweş: ATK’ê Tîpa R pêşniyar kir û dadgehê daxwaza berdanê red kir
15:32 Nobeta Edaletê: Êdî bes e ji vê zilmê re
15:16 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
15:04 Tumuklu: Girtina rojnamegeran kiryarekî derhiqûqî ye
14:59 Rojiya mirinê ya li Girtîgeha Makuyê didome: Girtî xistin hucreyên yekkesî
14:26 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar didome
14:16 Lêçûnên projeya ‘prestîjê’ ya qeyûm gihişt 104 milyon lîreyan
13:52 Ji HDP’ê biryara ‘Konferansa Komara Demokratîk’
13:12 Girtiyê ji bo tedawiyê anîne Girtîgeha Wanê rastî miameleya xerab tê
12:53 Ji bo berdana girtiyê nexweş Ozkan kampanya hat destpêkirin
12:40 Malbatên girtiyan: Vê zilmê ne Xwedê ne jî evd qebûl dike
12:19 Li gorî TUÎK’ê bêkariya li Tirkiyeyê zêdetir bû
12:06 Bersûcên Malbata Şenyaşar li Pirsûsê 2 kes bi gulebaranê qetil kirin
12:01 Ji ber gotinên derheqê çekên kîmyewî de li Demîrtaş doz vekirin
11:45 Girtiyên nexweş ên di grevê de li qawîşên yekkesî tên ragirtin
11:44 Qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn: Em ê alaya wan li ba bikin
11:11 Komîsyona Mafên Mirovan a Herêma Kurdistanê: Haya me ji bikaranîna çekên kîmyewî nîne!
11:00 Dê hêj ji Girê Miraza çi derbikevin? Rojnameger dê çawa bikin nûçe?
10:50 Keskîn: Girtina rojnamegeran û Fîncanci, operasyona tolhildanê ye
10:14 Sarisozen: Yên ku dengê xwe ji bo çekên kîmyewî dernaxînin, şirîkên sûc in
09:49 Qeyûm Bajarê Dîrokî Dara daye ber îmarê
09:39 MÎT li Dîlokê bi ASA'yê û li Atmê jî bi HTŞ'yê re civiyaye
09:30 Li Xelatê erdhej
09:30 Mafê hevdîtina bi hempîşeyên wan re yê rojnamegerên girtî asteng dikin
09:29 Cotkarên Silopiyayê nikarin pembûyê xwe bifiroşin
09:05 Mafê jiyanê yê her du birayên girtî û nexweş tê binpêkirin
09:04 Darfiroş û darvanên Colemêrgê: Heta ku AKP têk neçe krîza aborî çareser nabe
09:04 Li Wanê di 7 rojan de 4 mirinên biguman
09:03 Amed amadekariyên Komcivîna Stareyên Jinan dike
09:00 ROJEVA 10'Ê MIJDARA 2022'YAN
09/11/2022
21:03 Şahidê Komkujiya Dersimê Bego Polat jiyana xwe ji dest da
17:01 Li Edeneyê Platforma Ekolojiyê hate avakirin
16:57 Abdî ya bi tevî pitika xwe du mehî ve girtîbû hat berdan
16:38 Endamên Meclisa Ciwanên HDP’ê hatin berdan
16:37 Nobeta Edaletê: Bila tecrîd û îşkence bi dawî be
16:08 Saziyên sivîl û partiyên siyasî serdana şîna Temîz kirin
16:07 Şaxa Platforma KESK’ê ya Amedê: Ne bûdçeya gel lê bûdçeya şer e
16:07 Di doza Seroka Komeleya Rosayê de dê mutala bê amadekirin
15:33 Li Sirri Sureyya Onder 5 meh cezayê hefsê hate birîn
14:45 Rapora girtîgehan a OHD’ê: Divê mekanîzmaya venihêrînê ya serbixwe bê avakirin
14:33 Çalakiya xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê didome
14:11 Cenazeyên kesên di qezaya Dutaxê de mirin dane malbatên wan
14:07 Ferît Şenyaşar: Kujeran xwe li pişt îktidarê veşartiye
13:59 Rojnamevanan serdana ajansa me kir
13:45 Pêşniyaznameyên kîmyasalê bi hêceta ‘mijarên nayên pirsîn’ hat vegerandin
13:40 Bulbul: AKP qeyûm tayînî civaka elewîtiyê dike
13:31 Sefîra Ingilîz serdana HDP’ê kir
13:23 3 roj in li benda wergirtina cenazeyan in
13:13 Ceyrana girtiyan hat birîn
13:12 Gelo ser bermamiyên dîrokî ku li Ben û Senê derketin holê tê niximandin?
13:07 Ji girtiyekî name: Hevalên me le erdê radizên
12:42 Li pêşiya AYM’ê êrişî kedkarên perwerdehiyê kirin
12:38 Piştî girtiyan zexta “qawişa serbixwe” li malbatan jî tê kirin!
12:18 Guleryuz: Divê Tirkiye destûrê bide ku şandeyên serbixwe çekên kîmyewî lêkolîn bikin
12:06 Li Miksê dema ‘Sêvên Çalê’ ye
12:02 Malbatên girtiyan: Partiyên siyasî soza xwe bi cih neanîn
11:52 6 meh in îdianameya derbarê wan de nehatiye amadekirin
11:32 Nivîskar Mehmûd Nêşite koça dawî kir
11:15 Amediyan afîşên Bahçelî çirandin
10:51 MYK’a HDP’ê dicive
10:42 Serokatiya Cemxane û Çandê ya Elewî-Bektaşî hat damezrandin
10:36 Brûkanliyê xwe şewitandibû li revîrê bikelemçeyê tê dermankirin
10:24 Rojnamevan Bêrîvan Altan heqîqetê veguherand evîndariyê
10:12 Wesayîtên şaredariyê xistin xizmeta AKP’ê
09:55 Keça girtiyê nexweş Ozkan: Werin li dadgehê bi çavê xwe rewşa bavê min bibînin
09:41 Di qezaya Dutaxê de hejmara miriyan derket 8’an
09:03 'Armanca binpêkirinên mafan polîtîkaya tepisandinê ye'
09:02 Nelirêtiyên li ser nelirêtiyê yên qeyûmê Mêrdînê!
09:02 Kavak ê ku di 1974'an de Ocalan nas kiriye: Tekane çare Ocalan e
09:01 Evsen ê ku 30 salan di girtîgehê de ma: Li girtîgehan ji serî heta binî tecrîd heye
09:00 Sergardiyan gefa kuştinê li girtiyan xwariye: Em ê we bi komî bişewitînin
09:00 ROJEVA 9'Ê MIJDARA 2022'YAN
08/11/2022
22:05 Acetê HPG'î li warê xwe Êlihê hat veşartin
21:38 Raportorên NY‘yê xwestin demildest Fincanci bê berdan
20:49 KCD, DBP û HDP'ê serdana malbatên kesên ku di qezaya Dutaxê de jiyana xwe ji dest dan kirin
19:37 Li Dersimê çokeke berf ketiye
17:45 Komîsyona rektoriyê dê ji bo daxwaza xwendekarên hiqûqê li hev kom bibe