Philippe Leruth: Rojnamegerên hatine girtin, rûmeta rojnamegeriya li Tirkiyeyê ne

  • rojane
  • 09:55 6 Mijdar 2022
  • |
img
Meltem Oktay*
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê Federasyona Rojnamegeran a Navneteweyî yê Berê Philippe Leruth bal kişand ser mafê çapemenî û azadiya xweîfadekirinê ya li Tirkiyeyê û wiha got: “Rojnamegerên hatine girtin, rûmeta gelê kurd û rojnamegeriya li Tirkiyeyê ne.” 
 
Cîgirê Serokê Federasyona Rojnamegeran a Ewropayê yê Berê û Serokê Federasyona Rojnamegeran Navneteweyî yê Berê Philippe Leruth ku di sala 2021’an de rapora têkildarî zext û azadiya xweîfadekirinê ya li Tirkiyeyê amade kiribû û di raporê de destnîşan kiribû ku rojnameger her tim rastî lêpirsînan tên û tên girtin. Leruth, diyar kiribû ku Tirkiye nikare ji bo van zext û binpêkirinên mafan her tim “terorîzmê” weke hincet nîşan bide û ev hewldan weke “Stratejiya tunekirina dengên rexneyî û seqethiştina azadiya çapemenî û xweîfadekirinê” nirxandibû. 
 
Rojnameger Philippe Leruth, têkildarî zextên li ser Çapemeniya Azad û girtina rojnamegeran axivî. 
 
PIŞTÎ SALA 2016’AN ZEXT ZÊDETIR BÛN
 
Leruth, da zanîn ku ev zêdetirî 10 sal in azadiya çapemenî û xweîfadekirinê ya li Tirkiyeyê her tim di bin zextê de ye û wiha got: “Ev zext bi taybet jî piştî sala 2016’an hêj zêdetir bûn. Rojnameger tenê dixwazin karê xwe bikin û ji ber vê sedemê tên girtin. Di sala 2021’an de li dijî sepanên Tirkiyeyê tu gavek nehat avêtin. Di serdemekî ku şer pir dijwar bûyî de di navbera Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û desthilata AKP’ê de pêvajoya guftûgoyê dest pê kiribû. Wê demê hinek hêvî çêbûbûn. Lê dîsa jî zextên li ser rojnamegerên kurd tu carî bi dawî nebûn. Piştî ku artêşa tirk ji bo şerê li dijî şervanên kurd ên li dijî DAIŞ’ê şer dikin ketî Sûriyeyê, ev zext zêdetir bûn. Di demên dîktatoriyên leşkerî yên Tirkiyeyê de azadiya çapemeniyê her tim hatiye binpêkirin. Di serdema destpêkê ya AKP’ê de jî rojnameger hedef hatin girtin û hatin girtin. Lê zexta li ser rojnamegeran û çapemeniyê piştî sala 2016’an pir zêde bûn. Armanca wan ji ewil bû ku rojnamegerên kurd û çepgir bêdeng bikin lê piştre berê xwe dan ên neteweperest jî.”
 
PÊNASEYEKE NÛ YA SÛC
 
Bi domdarî Leruth bal kişand ser “Qanûna Sansûrê” û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo ku rayedar êrişî rojnamegeran bikin, ev qanûn derfeteke mezin dide wan. Li gel guhertina di 40 xalên Qanûna Çapemeniyê de, her wiha ji bo ‘nûçeyên derew’ û ‘dezenformasyonê’ jî cezayê hefsê tê xwestin. Dibe ku zextê li torên medyaya civakî û malperên înternetê bê kirin ku derheqê bikarhinêran de agahiyan bidin. Di pegala hiqûqê ya tirk de pênaseyeke nû ya sûc hat kirin ku ew jî ‘agahiyên xapîner’ e û ji bo vê ji salekê heta 3 salan ceza tê xwestin. Lewma jî çapemeniya muxalîf û aktîvîst vê rewşê weke gefa li ser xebatên xwe û pêla otosansûrê dinirxînin.” 
 
'DIVÊ ÇAPEMENIYA NAVNETEWEYÎ ZEXTÊ BIKE’
 
Leruth, bal kişand ser girtina 26 rojnamegerên kurd di nava 5 mehên dawî de û axaftina xwe wiha qedand: “Divê çapemeniya navneteweyî û komeleyên rojnamegeran zextê li rayedarên Tirkiyeyê bikin û piştevaniyê bidin rojnamegeran. Ji bo ku penaberên sûriyeyî neçin Ewropayê, di navbera Ewropa û Tirkiyeyê de peymaneke rûreş heye. Birêz Erdogan ev peyman gelek caran li dijî Ewropayê weke amûreke zextê bi kar anî. Her wiha li Ûkraynayê şer heye û Erdogan ji bo sewqiyata genim di navbea Rûsya-Ûkraynayê de bi rola navbeynkariyê radibe. Lê dibe ku muxalefeta tirk di hilbijartinê de bi ser keve. Ev geşedan, divê pêşî li ber xebatên medyaya navneteweyî û komeleyên rojnamegeran ên ji bo rojnamegerên di bin zextê de negire. Rojnamegerên hatine girtin bi tenê nînin. Rojnamegerên Ewropa û yên cîhanê van dozan ji nêz ve dişopînin. Ev rojnameger di şert û mercên giran û krîtîk de karê xwe dikin û lewma tên girtin. Rojnamegerên girtî, rûmeta gelê kurd û rojnamegeriya Tirkiyeyê ne.” 
 
* Rojnameger 
 

Sernavên din

11/11/2022
13:53 Euro derket ser 19 lîreyan
13:49 Li Enqereyê 5 efxanî bi awayekî hovane hatine qetilkirin
13:26 Di Doza Anter de biryara bihincet: Qanûna leha bersûcan esas hat girtin
13:06 Derket holê ku zaroka dihat îdiakirin xwe kuştiye hatiye qetilkirin
12:55 Dest û lingekî Brûkanli yê xwe şewitandibû nagirin
12:20 Koç ê HDP’î xwest ku binpêkirinên li Girtîgeha Eskîşehîrê bên lêkolînkirin
12:18 Kenanoglu: Serokatiya Cemxaneyan pêngava kontrolkirina elewiyan e
12:08 Buldan: Bersivnedayîna serlêdana me nîşan dide bê ka li Îmraliyê tecrîdeke çiqas giran heye
11:52 ‘Tirkiye herî zêde gazên ku mirovan dixeniqîne bi kar tîne’
11:42 'Dixwazin bavê min di girtîgehê de bimire'
11:30 Şûraya Dewletê gundî cara duyemîn mafdar dîtin
10:44 Bi deh hezaran kes dê li Dusseldorfê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî bimeşin
10:26 Ev 18 sal in bi navê kesekê din girtî ye: Ez Silêman Şêxo me!
09:07 TJN dê atolyeya şanoyê li dar bixe
09:06 Paceyên hucreyan bi têlên qalind tên girtin
09:05 'Ne tenê rakirina tecrîdê, divê azadiya fîzîkî ya Ocalan jî pêk bê'
09:04 Cotkarên ku pembû danîne: Em xisirîne
09:03 Mehmet Ocalan: Ger em niha li ber tecrîdê ranebin dibe ku sibe pir bi derengî bikeve
09:00 ROJEVA 11'Ê MIJDARA 2022'YAN
10/11/2022
16:47 Derheqê 3 parlamenterên CHP’ê de fezleke hatin amadekirin
16:36 Nebatî li komîsyonê hat protestokirin: Pisîk kete trafoyê, mişk ji deriyê piştê kete xizîneyê
16:30 Tosûn a HDP’î: Çeteyên hişbirê bi çek digerin
16:05 Xwendekarên ODTU’yê bikaranîna çekên kîmyewî protesto kirin
15:44 Doza girtiyê nexweş: ATK’ê Tîpa R pêşniyar kir û dadgehê daxwaza berdanê red kir
15:32 Nobeta Edaletê: Êdî bes e ji vê zilmê re
15:16 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
15:04 Tumuklu: Girtina rojnamegeran kiryarekî derhiqûqî ye
14:59 Rojiya mirinê ya li Girtîgeha Makuyê didome: Girtî xistin hucreyên yekkesî
14:26 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar didome
14:16 Lêçûnên projeya ‘prestîjê’ ya qeyûm gihişt 104 milyon lîreyan
13:52 Ji HDP’ê biryara ‘Konferansa Komara Demokratîk’
13:12 Girtiyê ji bo tedawiyê anîne Girtîgeha Wanê rastî miameleya xerab tê
12:53 Ji bo berdana girtiyê nexweş Ozkan kampanya hat destpêkirin
12:40 Malbatên girtiyan: Vê zilmê ne Xwedê ne jî evd qebûl dike
12:19 Li gorî TUÎK’ê bêkariya li Tirkiyeyê zêdetir bû
12:06 Bersûcên Malbata Şenyaşar li Pirsûsê 2 kes bi gulebaranê qetil kirin
12:01 Ji ber gotinên derheqê çekên kîmyewî de li Demîrtaş doz vekirin
11:45 Girtiyên nexweş ên di grevê de li qawîşên yekkesî tên ragirtin
11:44 Qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn: Em ê alaya wan li ba bikin
11:11 Komîsyona Mafên Mirovan a Herêma Kurdistanê: Haya me ji bikaranîna çekên kîmyewî nîne!
11:00 Dê hêj ji Girê Miraza çi derbikevin? Rojnameger dê çawa bikin nûçe?
10:50 Keskîn: Girtina rojnamegeran û Fîncanci, operasyona tolhildanê ye
10:14 Sarisozen: Yên ku dengê xwe ji bo çekên kîmyewî dernaxînin, şirîkên sûc in
09:49 Qeyûm Bajarê Dîrokî Dara daye ber îmarê
09:39 MÎT li Dîlokê bi ASA'yê û li Atmê jî bi HTŞ'yê re civiyaye
09:30 Li Xelatê erdhej
09:30 Mafê hevdîtina bi hempîşeyên wan re yê rojnamegerên girtî asteng dikin
09:29 Cotkarên Silopiyayê nikarin pembûyê xwe bifiroşin
09:05 Mafê jiyanê yê her du birayên girtî û nexweş tê binpêkirin
09:04 Darfiroş û darvanên Colemêrgê: Heta ku AKP têk neçe krîza aborî çareser nabe
09:04 Li Wanê di 7 rojan de 4 mirinên biguman
09:03 Amed amadekariyên Komcivîna Stareyên Jinan dike
09:00 ROJEVA 10'Ê MIJDARA 2022'YAN
09/11/2022
21:03 Şahidê Komkujiya Dersimê Bego Polat jiyana xwe ji dest da
17:01 Li Edeneyê Platforma Ekolojiyê hate avakirin
16:57 Abdî ya bi tevî pitika xwe du mehî ve girtîbû hat berdan
16:38 Endamên Meclisa Ciwanên HDP’ê hatin berdan
16:37 Nobeta Edaletê: Bila tecrîd û îşkence bi dawî be
16:08 Saziyên sivîl û partiyên siyasî serdana şîna Temîz kirin
16:07 Şaxa Platforma KESK’ê ya Amedê: Ne bûdçeya gel lê bûdçeya şer e
16:07 Di doza Seroka Komeleya Rosayê de dê mutala bê amadekirin
15:33 Li Sirri Sureyya Onder 5 meh cezayê hefsê hate birîn
14:45 Rapora girtîgehan a OHD’ê: Divê mekanîzmaya venihêrînê ya serbixwe bê avakirin
14:33 Çalakiya xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê didome
14:11 Cenazeyên kesên di qezaya Dutaxê de mirin dane malbatên wan
14:07 Ferît Şenyaşar: Kujeran xwe li pişt îktidarê veşartiye
13:59 Rojnamevanan serdana ajansa me kir
13:45 Pêşniyaznameyên kîmyasalê bi hêceta ‘mijarên nayên pirsîn’ hat vegerandin
13:40 Bulbul: AKP qeyûm tayînî civaka elewîtiyê dike
13:31 Sefîra Ingilîz serdana HDP’ê kir
13:23 3 roj in li benda wergirtina cenazeyan in
13:13 Ceyrana girtiyan hat birîn
13:12 Gelo ser bermamiyên dîrokî ku li Ben û Senê derketin holê tê niximandin?
13:07 Ji girtiyekî name: Hevalên me le erdê radizên
12:42 Li pêşiya AYM’ê êrişî kedkarên perwerdehiyê kirin
12:38 Piştî girtiyan zexta “qawişa serbixwe” li malbatan jî tê kirin!
12:18 Guleryuz: Divê Tirkiye destûrê bide ku şandeyên serbixwe çekên kîmyewî lêkolîn bikin
12:06 Li Miksê dema ‘Sêvên Çalê’ ye
12:02 Malbatên girtiyan: Partiyên siyasî soza xwe bi cih neanîn
11:52 6 meh in îdianameya derbarê wan de nehatiye amadekirin
11:32 Nivîskar Mehmûd Nêşite koça dawî kir
11:15 Amediyan afîşên Bahçelî çirandin
10:51 MYK’a HDP’ê dicive
10:42 Serokatiya Cemxane û Çandê ya Elewî-Bektaşî hat damezrandin
10:36 Brûkanliyê xwe şewitandibû li revîrê bikelemçeyê tê dermankirin
10:24 Rojnamevan Bêrîvan Altan heqîqetê veguherand evîndariyê
10:12 Wesayîtên şaredariyê xistin xizmeta AKP’ê
09:55 Keça girtiyê nexweş Ozkan: Werin li dadgehê bi çavê xwe rewşa bavê min bibînin
09:41 Di qezaya Dutaxê de hejmara miriyan derket 8’an
09:03 'Armanca binpêkirinên mafan polîtîkaya tepisandinê ye'
09:02 Nelirêtiyên li ser nelirêtiyê yên qeyûmê Mêrdînê!
09:02 Kavak ê ku di 1974'an de Ocalan nas kiriye: Tekane çare Ocalan e
09:01 Evsen ê ku 30 salan di girtîgehê de ma: Li girtîgehan ji serî heta binî tecrîd heye
09:00 Sergardiyan gefa kuştinê li girtiyan xwariye: Em ê we bi komî bişewitînin
09:00 ROJEVA 9'Ê MIJDARA 2022'YAN
08/11/2022
22:05 Acetê HPG'î li warê xwe Êlihê hat veşartin
21:38 Raportorên NY‘yê xwestin demildest Fincanci bê berdan
20:49 KCD, DBP û HDP'ê serdana malbatên kesên ku di qezaya Dutaxê de jiyana xwe ji dest dan kirin
19:37 Li Dersimê çokeke berf ketiye
17:45 Komîsyona rektoriyê dê ji bo daxwaza xwendekarên hiqûqê li hev kom bibe