'Desthilat dixwaze ser sûcên xwe binixumîne'

  • rojane
  • 09:03 6 Mijdar 2022
  • |
img
ENQERE - Nûnerên partiyên siyasî diyar kirin ku bikaranîna çekên kîmyewî sûcê li hemberî mirovahiyê ye û gotin ku desthilat dixwaze ser vî sûcî bigire. 
 
Êrişên dewleta tirk ên bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li ser herêmên Zap, Metîna û Avaşînê ji 17'ê nîsanê ve didomin. Ji roja ev şer hatiye destpêkirin heya niha Tirkiyeyê li van herêmên navborî gelek caran çekên kîmyewî bi kar aniye. Li gorî daxuyaniya Navenda Parastina Gel (NPG), di van êrişên bi çekên kîmyewî de 44 endamên Hêzên Parastina Gel (HPG) û Yekîneyên Jinên Azad a Starê (YJA-Star) jiyana xwe ji dest dane. Her wiha dîmenên 2 HPG'iyên ji çekên kîmyewî bandor bûbûn jî hatibûn belavkirin. Ev dîmen bûbûn cihê bertekên mezin. 
 
Bertekên li dijî bikaranîna çekên kîmyewî didomin. Nûnerên partiyên siyasî bang kirin ku Tirkiye dawî li van êrişên bi çekên kîmyewî bîne û saziyên têkildarî lêkolînê bikin. 
 
Endama Komîteya Navendî ya Partiya Tevgera Kedkaran (EHP) Sanem Denîz Kûral, diyar kir ku bikaranîna çekên kîmyewî di qada navneteweyî de sûcekî gelekî mezin e û wiha got: "Hikûmeta heyî naxwaze lêpirsnek der barê bikaranîna çekên kîmyewî de bê kirin. Ji vê nerihet dibe. Naxwazin wekî ku çekên kîmyewî bikaranîbin bên xuyakirin. Axaftina di vî warî de vê yekê nîşan dide." 
 
‘DIXWAZIN CIVAKÊ ÇAVTIRSANDÎ BIKIN'
 
Bi domdarî Kûral anî ziman ku AKP di her firsendê de dixwaze civakê, kesên ji bo kedê û demokrasiyê têdikoşin çavtirsandî bike û wiha domand: "Ger hûn rabin mijarekê bidin ber lêpirsînê, dibêjin 'em ê tişta me anî serê Fîncanciyê bînin serê we.' Lê kesên ji bo kedê û azadiyê têdikoşin her tiştî dibînin. Tiştên tên kirin tepisandina kesên di qada muxalefeta civakî de têdikoşin bi xwe ye. Lê em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin. Û em ê kesên dixwazin kesên ji bo demokrasiyê bitepisînin bişînin." 
 
‘SER SÛC DINIXUMÎNIN'
 
Endamê Desteya Rêveber a Navendî ya Partiya Jinûveavakirina Sosyalîst (SYKP) Halît Elçî jî bibîr xist ku bikaranîna çekên kîmyewî di sala 1925'an de bi Konvansiyona Cenevreyê hatiye qedexekirin û got ku di rewşeke wiha de desthilat hewl dide xwe pak nîşan bide. Elçî anî ziman ku desthilata AKP-MHP'ê nahêle kes di vî warî de biaxive û bal kişand ser girtina 9 rojnamevanan û Seroka Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) Şebnem Korûr Fîncaciyê. Elçî, wiha  got: "Bi vî awayî dixwazin ser sûcên xwe bigirin." 
 
‘EV PEYWIREKE MIROVAHIYÊ YE'
 
Di berdewamê de Elçî destnîşan kir ku meseleya kurdî bi polîtîkayên ewlehîparêz nayê çareserkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Desthilata AKP-MHP'ê bi israr şer didomînin û dixwaze polîtîkaya navxweyî tahvîl bike. Desthilat encamên giran ên şer dike aamûreke hilbijartinê. Lê dê gel û kedkarên Tirkiyeyê vê lîstikê pûç bikin. Demildest divê Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî, Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên navneteweyî întiqalî herêmê bên kirin û îdia li cihê cih bên vekolandin û ger sûcek hebe berpirs bên cezakirin. Raya giştî ya navneteweyî û neteweyî divê şopdarê vê mijarê be. Ev sûcekî li hemberî mirovahiyê ye û ji bo kesên berpirs bi awayekî herî giran bên cezakirin çi ji destê me bê em ê bikin. Ev tenê ne armanceke siyasî ye, di heman demê de peywireke mirovahiyê ye jî." 
 
‘SERDEST KÎMYASALÊ HILDIBERÎNIN'
 
Seroka Giştî ya Partiya Şoreşgeran Elîf Torûn Onerenê jî bibîr xist ku bikaranîna çekên kîmyewî di salên ewil ên komarê de li Dersimê hatine bikaranîn û çekên kîmyewî yên li Helebçeyê ji aliyê Seddam Husên ve hatine bikaranîn. Onerenê destnîşan kir ku çendî çekên kîmyewî bi peymanên navneteweyî hatibin qedexekirin jî welatên endamên NATO'yê jî di nav de serdest çekên kîmyewî hildiberînin, difiroşin û bi kar tînin. Oneren, axaftina xwe wiha dom kir: "Îdiaya Hûlûsî Akar ku dibêje 'di envantera me de çekên kîmyewî tune ne' ne rast e. Lewre çalakiyên ku piştî dîmenên hatin belavkirin hatin lidarxistin, hemû rastî êrişên polîsan hatin. Seroka TTB'ê Şebnem Korûr Fîncanciyê ku xwest êriş ji aliyê komîsyonên navneteweyî bê vekoandin pêşî hedef hat girtin û bi dû re hat girtin." 
 
Oneren, axaftina xwe wiha qedand: "PDK, rêyên vê komkujiyê çêdike. Pêşî dest danî ser sewqiyata maskeyên gazê, paşê tevgeriya ku artêşa tirk bi rihetî biçe herêmê. Di vê komkujiyê de tevkariyê bi Tirkiyeyê re dike. Em ê tim bibêjin 'bikaranîna çekên kîmyewî qedexe ye' û em ê ji bo vê bitêkoşin." 
 
MA / Zerrîn Sargût
 

Sernavên din

11/11/2022
13:53 Euro derket ser 19 lîreyan
13:49 Li Enqereyê 5 efxanî bi awayekî hovane hatine qetilkirin
13:26 Di Doza Anter de biryara bihincet: Qanûna leha bersûcan esas hat girtin
13:06 Derket holê ku zaroka dihat îdiakirin xwe kuştiye hatiye qetilkirin
12:55 Dest û lingekî Brûkanli yê xwe şewitandibû nagirin
12:20 Koç ê HDP’î xwest ku binpêkirinên li Girtîgeha Eskîşehîrê bên lêkolînkirin
12:18 Kenanoglu: Serokatiya Cemxaneyan pêngava kontrolkirina elewiyan e
12:08 Buldan: Bersivnedayîna serlêdana me nîşan dide bê ka li Îmraliyê tecrîdeke çiqas giran heye
11:52 ‘Tirkiye herî zêde gazên ku mirovan dixeniqîne bi kar tîne’
11:42 'Dixwazin bavê min di girtîgehê de bimire'
11:30 Şûraya Dewletê gundî cara duyemîn mafdar dîtin
10:44 Bi deh hezaran kes dê li Dusseldorfê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî bimeşin
10:26 Ev 18 sal in bi navê kesekê din girtî ye: Ez Silêman Şêxo me!
09:07 TJN dê atolyeya şanoyê li dar bixe
09:06 Paceyên hucreyan bi têlên qalind tên girtin
09:05 'Ne tenê rakirina tecrîdê, divê azadiya fîzîkî ya Ocalan jî pêk bê'
09:04 Cotkarên ku pembû danîne: Em xisirîne
09:03 Mehmet Ocalan: Ger em niha li ber tecrîdê ranebin dibe ku sibe pir bi derengî bikeve
09:00 ROJEVA 11'Ê MIJDARA 2022'YAN
10/11/2022
16:47 Derheqê 3 parlamenterên CHP’ê de fezleke hatin amadekirin
16:36 Nebatî li komîsyonê hat protestokirin: Pisîk kete trafoyê, mişk ji deriyê piştê kete xizîneyê
16:30 Tosûn a HDP’î: Çeteyên hişbirê bi çek digerin
16:05 Xwendekarên ODTU’yê bikaranîna çekên kîmyewî protesto kirin
15:44 Doza girtiyê nexweş: ATK’ê Tîpa R pêşniyar kir û dadgehê daxwaza berdanê red kir
15:32 Nobeta Edaletê: Êdî bes e ji vê zilmê re
15:16 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
15:04 Tumuklu: Girtina rojnamegeran kiryarekî derhiqûqî ye
14:59 Rojiya mirinê ya li Girtîgeha Makuyê didome: Girtî xistin hucreyên yekkesî
14:26 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar didome
14:16 Lêçûnên projeya ‘prestîjê’ ya qeyûm gihişt 104 milyon lîreyan
13:52 Ji HDP’ê biryara ‘Konferansa Komara Demokratîk’
13:12 Girtiyê ji bo tedawiyê anîne Girtîgeha Wanê rastî miameleya xerab tê
12:53 Ji bo berdana girtiyê nexweş Ozkan kampanya hat destpêkirin
12:40 Malbatên girtiyan: Vê zilmê ne Xwedê ne jî evd qebûl dike
12:19 Li gorî TUÎK’ê bêkariya li Tirkiyeyê zêdetir bû
12:06 Bersûcên Malbata Şenyaşar li Pirsûsê 2 kes bi gulebaranê qetil kirin
12:01 Ji ber gotinên derheqê çekên kîmyewî de li Demîrtaş doz vekirin
11:45 Girtiyên nexweş ên di grevê de li qawîşên yekkesî tên ragirtin
11:44 Qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn: Em ê alaya wan li ba bikin
11:11 Komîsyona Mafên Mirovan a Herêma Kurdistanê: Haya me ji bikaranîna çekên kîmyewî nîne!
11:00 Dê hêj ji Girê Miraza çi derbikevin? Rojnameger dê çawa bikin nûçe?
10:50 Keskîn: Girtina rojnamegeran û Fîncanci, operasyona tolhildanê ye
10:14 Sarisozen: Yên ku dengê xwe ji bo çekên kîmyewî dernaxînin, şirîkên sûc in
09:49 Qeyûm Bajarê Dîrokî Dara daye ber îmarê
09:39 MÎT li Dîlokê bi ASA'yê û li Atmê jî bi HTŞ'yê re civiyaye
09:30 Li Xelatê erdhej
09:30 Mafê hevdîtina bi hempîşeyên wan re yê rojnamegerên girtî asteng dikin
09:29 Cotkarên Silopiyayê nikarin pembûyê xwe bifiroşin
09:05 Mafê jiyanê yê her du birayên girtî û nexweş tê binpêkirin
09:04 Darfiroş û darvanên Colemêrgê: Heta ku AKP têk neçe krîza aborî çareser nabe
09:04 Li Wanê di 7 rojan de 4 mirinên biguman
09:03 Amed amadekariyên Komcivîna Stareyên Jinan dike
09:00 ROJEVA 10'Ê MIJDARA 2022'YAN
09/11/2022
21:03 Şahidê Komkujiya Dersimê Bego Polat jiyana xwe ji dest da
17:01 Li Edeneyê Platforma Ekolojiyê hate avakirin
16:57 Abdî ya bi tevî pitika xwe du mehî ve girtîbû hat berdan
16:38 Endamên Meclisa Ciwanên HDP’ê hatin berdan
16:37 Nobeta Edaletê: Bila tecrîd û îşkence bi dawî be
16:08 Saziyên sivîl û partiyên siyasî serdana şîna Temîz kirin
16:07 Şaxa Platforma KESK’ê ya Amedê: Ne bûdçeya gel lê bûdçeya şer e
16:07 Di doza Seroka Komeleya Rosayê de dê mutala bê amadekirin
15:33 Li Sirri Sureyya Onder 5 meh cezayê hefsê hate birîn
14:45 Rapora girtîgehan a OHD’ê: Divê mekanîzmaya venihêrînê ya serbixwe bê avakirin
14:33 Çalakiya xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê didome
14:11 Cenazeyên kesên di qezaya Dutaxê de mirin dane malbatên wan
14:07 Ferît Şenyaşar: Kujeran xwe li pişt îktidarê veşartiye
13:59 Rojnamevanan serdana ajansa me kir
13:45 Pêşniyaznameyên kîmyasalê bi hêceta ‘mijarên nayên pirsîn’ hat vegerandin
13:40 Bulbul: AKP qeyûm tayînî civaka elewîtiyê dike
13:31 Sefîra Ingilîz serdana HDP’ê kir
13:23 3 roj in li benda wergirtina cenazeyan in
13:13 Ceyrana girtiyan hat birîn
13:12 Gelo ser bermamiyên dîrokî ku li Ben û Senê derketin holê tê niximandin?
13:07 Ji girtiyekî name: Hevalên me le erdê radizên
12:42 Li pêşiya AYM’ê êrişî kedkarên perwerdehiyê kirin
12:38 Piştî girtiyan zexta “qawişa serbixwe” li malbatan jî tê kirin!
12:18 Guleryuz: Divê Tirkiye destûrê bide ku şandeyên serbixwe çekên kîmyewî lêkolîn bikin
12:06 Li Miksê dema ‘Sêvên Çalê’ ye
12:02 Malbatên girtiyan: Partiyên siyasî soza xwe bi cih neanîn
11:52 6 meh in îdianameya derbarê wan de nehatiye amadekirin
11:32 Nivîskar Mehmûd Nêşite koça dawî kir
11:15 Amediyan afîşên Bahçelî çirandin
10:51 MYK’a HDP’ê dicive
10:42 Serokatiya Cemxane û Çandê ya Elewî-Bektaşî hat damezrandin
10:36 Brûkanliyê xwe şewitandibû li revîrê bikelemçeyê tê dermankirin
10:24 Rojnamevan Bêrîvan Altan heqîqetê veguherand evîndariyê
10:12 Wesayîtên şaredariyê xistin xizmeta AKP’ê
09:55 Keça girtiyê nexweş Ozkan: Werin li dadgehê bi çavê xwe rewşa bavê min bibînin
09:41 Di qezaya Dutaxê de hejmara miriyan derket 8’an
09:03 'Armanca binpêkirinên mafan polîtîkaya tepisandinê ye'
09:02 Nelirêtiyên li ser nelirêtiyê yên qeyûmê Mêrdînê!
09:02 Kavak ê ku di 1974'an de Ocalan nas kiriye: Tekane çare Ocalan e
09:01 Evsen ê ku 30 salan di girtîgehê de ma: Li girtîgehan ji serî heta binî tecrîd heye
09:00 Sergardiyan gefa kuştinê li girtiyan xwariye: Em ê we bi komî bişewitînin
09:00 ROJEVA 9'Ê MIJDARA 2022'YAN
08/11/2022
22:05 Acetê HPG'î li warê xwe Êlihê hat veşartin
21:38 Raportorên NY‘yê xwestin demildest Fincanci bê berdan
20:49 KCD, DBP û HDP'ê serdana malbatên kesên ku di qezaya Dutaxê de jiyana xwe ji dest dan kirin
19:37 Li Dersimê çokeke berf ketiye
17:45 Komîsyona rektoriyê dê ji bo daxwaza xwendekarên hiqûqê li hev kom bibe