ÎHD'ê aqûbetên Bayram, Yakar û Toraman pirsîn

  • rojane
  • 15:08 5 Mijdar 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Xizmên Windakiriyan û ÎHD'ê li Amed, Êlih û Îzmîrê çalakiya "Bila winda bên dîtin faîl bên darizandin" lidarxistin. Di çalakiyan de aqûbetên Bayram, Yakar û Toraman ên di dîrokên cuda û bajarên cuda de hatin windakirin hate pirsîn. 
 
Xizmên windayan û rêveberên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê di hefteya 717’emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşûyolû ya navçeya Rezana Amedê li dar xistin. Malbatên ku wêneyên xizmên xwe yên hatine windakirin hilgirtin vê hefteyê aqubeta Mehmet Şîrîn Bayram ê ji sala 1996'an ve windakirî ye pirsîn. 
 
‘ZEXTA DEWLETÊ YA SÎSTEMATÎK BI SALAN E DIDOME’
 
Serokê ÎHD’ê Abdûllah Zeytûn, ê ewilî di çalakiyê de axivî, bal kişand li ser zexta dewletê ya sîstematîk ku bi salane berdewam dike û wiha got: “Heta niha me nedîtiye ku li dijî van bûyeran dozek hatiye vekirin û kesek hatiye darizandin. Em li dijî hinek bûyerên ku bi çu qanûn û zagonan nayên îzahkirin re rû bi rû mane. Girtina Şebnem Korûr Fîncanci ya ku ji ber axaftina xwe ya zanistî, girêdayî kîjan qanûnê ye? Zext û girtina li ser çapemeniyê ya mafê xwe yê azadiya raman bi kar tîne girêdayî kîjan qanûnê ye? Astengkirina tedawîya girtiyên nexweş ku li gorî zagonên cîhanê hewce ye werin berdan, kîjan qanûn pênase dike? Lê mixabin Tirkiye di nava hewldana polîtîqayên mafan û azadiyê de nîne. Tiştê ku em pênase dikin mafên gerdûnîne. Hewce ye rayedarên dadwerî jî li gorî vê yekê tevbigerin.”
 
Zeytûn, li ser rewşa Leyla Gûvenê jî axivî û wiha berdewam kir: “Bêhiqûqiya di xistina parlementeriya Leyla Gûven a ku bi awayekî demokratîk siyaset dikir de dest pê kir, bi cezakirimê berdewam kir. Dadgehê dibêje ku ji ber pêdiviya civakî ceza lê hatiye birîn. Em vê yekê bi kîjan hiqûq û nirxê vebêjin? Ev yek di encama înkarkirina kurdan û paşguhkirina pirsgirêka kurd derdikeve holê.”
 
‘EZ HESTIYÊ KURÊ XWE DIXWAZIM’
 
Pişt re dayika Mehmet Şîrîn Bayram ê di bin çavan de hate windakirin, Remziye Bayram axivî. Bayram, bertek nîşanî bêedaletiya li Tirkiyeyê da û wiha got: “Bi hezaran windabûyî hene û ji wan yek jî Şirînê lawê min e. Ez hetanî îro li pey Şîrîn bûm û çiqas emrê min hebe jî ez ê pey Şirîn bim. Çi sûcê kurê min nebû. Dosyeya lawê min di hemû sazî û rêxistinên dewletê de heye. Çima ranabin û tiştekî ji me re nabêjin? Çima nabêjin me biriye û winda kiriye? Ez hestiyên kurê xwe dixwazim.”
 
ÇÎROKA BAYRAM HAT XWENDIN
 
Cîgira Serokê Şaxa ÎHD'a Amedê Ezgî Sila Demîr çîroka Mehmet Şirîn Bayramê ku di sala 1996’an de li Gundê Temira ya navçeya Pasûra Amedê hatiye windakirin xwend. Demîr bi bîr xist ku di sala 1994’an de li Gundê Temira ya navçeya Pasûra Amedê ji aliyê dewletê ve cerdevanî li gundiyan hatiye ferzkirin û wan jî ev yêk qebûl nekiriyê û li ber xwe dan e. Demîr, da zanîn ku pişt re gund hatiye şewitandin û gelek kes koçber bûne û wiha got: “Tenê mamê Mehmed Şirîn Bayram, Îhsan Bayram li hember tevahî zextan jî, ji gundê xwe derneketiye. Piştî 2 salan di mijdara 1996’an de Mehmed Şirîn Bayram dixwaze mamê xwe bibîne û ber bi gund ve diçe. Şev, ji ber ku şer û pevçûn pir in, li mala merivekî xwe dimîne. Wê şevê, saet di 11-12’yan de leşker û cerdevanên gund li ser mala ku Bayram lê mêvan dimîne digirin û Bayram û merivê wan Ramazan Tekîn binçav dikin.”
 
‘GEF LI CERDEVANAN JÎ XWARINE’
 
Demir wiha berdewam kir: “Hevjina Ramazan Tekîn bi lêv dike ku wê 2 cerdevan nas kirine û agahiyê dide mamê Mehmet Şirîn Bayram, Îhsan Bayram. Îhsan Bayram diçe ba cerdevanekî û biraziyê xwe dipirse. Cerdevan jî diyar dike ku wî, Mehmet Şirîn Bayram di qereqola Pasûrê de dîtiye û pê re axiviye, lê çavên Bayram girêdayî bûne. Pişt re qereqola Pasûrê gazî cerdevanê ku ji mamê Mehmet Şirîn Bayram re gotiye min ew ditiye dike, gefa lê dixwin û tûndiyê lê dikin ku ew nebêje min Bayram dîtiye. Tevî serlêdanên malbatê yên ji bo saziyên fermî û lêgerinê, careke din wan ji Mehmet Şirîn Bayram agahî nestandiye. Ev çend sale dayika Remziye li vir diqîre û pirsa lawê xwe dike. Tenê xwesteka wê ev e ku hestiyên lawê xwe bibîne û gorekê jê re çêbike ku li ser bikaribe dûayan bike. Em dixwazin qêrîna Dayîka Remziye bi dawî bibe.”
 
Daxuyanî bi deqîqeyekî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
 
AQUBETA ORHAN YAKAR HATE PIRSÎN
 
Li Êlihê jî Xizmên Windakiriyan û rêveberên şaxa ÎHD’ê di hefteya 554’emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafê Mirovan a li ser Cadeya Gulistanê li dar xist û daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de aqûbeta Orhan Yakar ê di sala 1996'an de li Stenbolê hate windakirin û careke din agahî jê nehate girtin, hate pirsîn. Rêvebera Şaxa ÎHD'a Êlihê Gulbahar Kaya, diyar kir ku wê pirsîna aqûbeta windayan bidomînin û çiroka Yakar ê hate windakirin xwend. 
 
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû
 
DI BIN ÇAVAN DE HATE WINDAKIRIN
 
Şaxa ÎHD’a Îzmîrê û Malbatên Windakiriyan bi dirûşmeya “Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin” li ber Sumerbanka Kevin daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankartên “Windakirî wijdan in lê xwedî derkeve” û “Faîl diyar in windakirî li ku ne” hatin vekirin û wêneyên kesên windakirî hatin hilgirtin. Di daxuyaniya vê hefteyê de aqûbeta Huseyîn Toraman ê di 27'ê cotmeha 1991'an de piştî li Stenbolê hate binçavkirin hate windakirin hate pirsîn. Rêveberê Şaxa ÎHD'ê yê Îzmîrê Ahmet Çîçek ê di daxuyaniyê de axivî, çîroka Toraman ê hate windakirin vegot. 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

11/11/2022
13:53 Euro derket ser 19 lîreyan
13:49 Li Enqereyê 5 efxanî bi awayekî hovane hatine qetilkirin
13:26 Di Doza Anter de biryara bihincet: Qanûna leha bersûcan esas hat girtin
13:06 Derket holê ku zaroka dihat îdiakirin xwe kuştiye hatiye qetilkirin
12:55 Dest û lingekî Brûkanli yê xwe şewitandibû nagirin
12:20 Koç ê HDP’î xwest ku binpêkirinên li Girtîgeha Eskîşehîrê bên lêkolînkirin
12:18 Kenanoglu: Serokatiya Cemxaneyan pêngava kontrolkirina elewiyan e
12:08 Buldan: Bersivnedayîna serlêdana me nîşan dide bê ka li Îmraliyê tecrîdeke çiqas giran heye
11:52 ‘Tirkiye herî zêde gazên ku mirovan dixeniqîne bi kar tîne’
11:42 'Dixwazin bavê min di girtîgehê de bimire'
11:30 Şûraya Dewletê gundî cara duyemîn mafdar dîtin
10:44 Bi deh hezaran kes dê li Dusseldorfê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî bimeşin
10:26 Ev 18 sal in bi navê kesekê din girtî ye: Ez Silêman Şêxo me!
09:07 TJN dê atolyeya şanoyê li dar bixe
09:06 Paceyên hucreyan bi têlên qalind tên girtin
09:05 'Ne tenê rakirina tecrîdê, divê azadiya fîzîkî ya Ocalan jî pêk bê'
09:04 Cotkarên ku pembû danîne: Em xisirîne
09:03 Mehmet Ocalan: Ger em niha li ber tecrîdê ranebin dibe ku sibe pir bi derengî bikeve
09:00 ROJEVA 11'Ê MIJDARA 2022'YAN
10/11/2022
16:47 Derheqê 3 parlamenterên CHP’ê de fezleke hatin amadekirin
16:36 Nebatî li komîsyonê hat protestokirin: Pisîk kete trafoyê, mişk ji deriyê piştê kete xizîneyê
16:30 Tosûn a HDP’î: Çeteyên hişbirê bi çek digerin
16:05 Xwendekarên ODTU’yê bikaranîna çekên kîmyewî protesto kirin
15:44 Doza girtiyê nexweş: ATK’ê Tîpa R pêşniyar kir û dadgehê daxwaza berdanê red kir
15:32 Nobeta Edaletê: Êdî bes e ji vê zilmê re
15:16 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
15:04 Tumuklu: Girtina rojnamegeran kiryarekî derhiqûqî ye
14:59 Rojiya mirinê ya li Girtîgeha Makuyê didome: Girtî xistin hucreyên yekkesî
14:26 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar didome
14:16 Lêçûnên projeya ‘prestîjê’ ya qeyûm gihişt 104 milyon lîreyan
13:52 Ji HDP’ê biryara ‘Konferansa Komara Demokratîk’
13:12 Girtiyê ji bo tedawiyê anîne Girtîgeha Wanê rastî miameleya xerab tê
12:53 Ji bo berdana girtiyê nexweş Ozkan kampanya hat destpêkirin
12:40 Malbatên girtiyan: Vê zilmê ne Xwedê ne jî evd qebûl dike
12:19 Li gorî TUÎK’ê bêkariya li Tirkiyeyê zêdetir bû
12:06 Bersûcên Malbata Şenyaşar li Pirsûsê 2 kes bi gulebaranê qetil kirin
12:01 Ji ber gotinên derheqê çekên kîmyewî de li Demîrtaş doz vekirin
11:45 Girtiyên nexweş ên di grevê de li qawîşên yekkesî tên ragirtin
11:44 Qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn: Em ê alaya wan li ba bikin
11:11 Komîsyona Mafên Mirovan a Herêma Kurdistanê: Haya me ji bikaranîna çekên kîmyewî nîne!
11:00 Dê hêj ji Girê Miraza çi derbikevin? Rojnameger dê çawa bikin nûçe?
10:50 Keskîn: Girtina rojnamegeran û Fîncanci, operasyona tolhildanê ye
10:14 Sarisozen: Yên ku dengê xwe ji bo çekên kîmyewî dernaxînin, şirîkên sûc in
09:49 Qeyûm Bajarê Dîrokî Dara daye ber îmarê
09:39 MÎT li Dîlokê bi ASA'yê û li Atmê jî bi HTŞ'yê re civiyaye
09:30 Li Xelatê erdhej
09:30 Mafê hevdîtina bi hempîşeyên wan re yê rojnamegerên girtî asteng dikin
09:29 Cotkarên Silopiyayê nikarin pembûyê xwe bifiroşin
09:05 Mafê jiyanê yê her du birayên girtî û nexweş tê binpêkirin
09:04 Darfiroş û darvanên Colemêrgê: Heta ku AKP têk neçe krîza aborî çareser nabe
09:04 Li Wanê di 7 rojan de 4 mirinên biguman
09:03 Amed amadekariyên Komcivîna Stareyên Jinan dike
09:00 ROJEVA 10'Ê MIJDARA 2022'YAN
09/11/2022
21:03 Şahidê Komkujiya Dersimê Bego Polat jiyana xwe ji dest da
17:01 Li Edeneyê Platforma Ekolojiyê hate avakirin
16:57 Abdî ya bi tevî pitika xwe du mehî ve girtîbû hat berdan
16:38 Endamên Meclisa Ciwanên HDP’ê hatin berdan
16:37 Nobeta Edaletê: Bila tecrîd û îşkence bi dawî be
16:08 Saziyên sivîl û partiyên siyasî serdana şîna Temîz kirin
16:07 Şaxa Platforma KESK’ê ya Amedê: Ne bûdçeya gel lê bûdçeya şer e
16:07 Di doza Seroka Komeleya Rosayê de dê mutala bê amadekirin
15:33 Li Sirri Sureyya Onder 5 meh cezayê hefsê hate birîn
14:45 Rapora girtîgehan a OHD’ê: Divê mekanîzmaya venihêrînê ya serbixwe bê avakirin
14:33 Çalakiya xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê didome
14:11 Cenazeyên kesên di qezaya Dutaxê de mirin dane malbatên wan
14:07 Ferît Şenyaşar: Kujeran xwe li pişt îktidarê veşartiye
13:59 Rojnamevanan serdana ajansa me kir
13:45 Pêşniyaznameyên kîmyasalê bi hêceta ‘mijarên nayên pirsîn’ hat vegerandin
13:40 Bulbul: AKP qeyûm tayînî civaka elewîtiyê dike
13:31 Sefîra Ingilîz serdana HDP’ê kir
13:23 3 roj in li benda wergirtina cenazeyan in
13:13 Ceyrana girtiyan hat birîn
13:12 Gelo ser bermamiyên dîrokî ku li Ben û Senê derketin holê tê niximandin?
13:07 Ji girtiyekî name: Hevalên me le erdê radizên
12:42 Li pêşiya AYM’ê êrişî kedkarên perwerdehiyê kirin
12:38 Piştî girtiyan zexta “qawişa serbixwe” li malbatan jî tê kirin!
12:18 Guleryuz: Divê Tirkiye destûrê bide ku şandeyên serbixwe çekên kîmyewî lêkolîn bikin
12:06 Li Miksê dema ‘Sêvên Çalê’ ye
12:02 Malbatên girtiyan: Partiyên siyasî soza xwe bi cih neanîn
11:52 6 meh in îdianameya derbarê wan de nehatiye amadekirin
11:32 Nivîskar Mehmûd Nêşite koça dawî kir
11:15 Amediyan afîşên Bahçelî çirandin
10:51 MYK’a HDP’ê dicive
10:42 Serokatiya Cemxane û Çandê ya Elewî-Bektaşî hat damezrandin
10:36 Brûkanliyê xwe şewitandibû li revîrê bikelemçeyê tê dermankirin
10:24 Rojnamevan Bêrîvan Altan heqîqetê veguherand evîndariyê
10:12 Wesayîtên şaredariyê xistin xizmeta AKP’ê
09:55 Keça girtiyê nexweş Ozkan: Werin li dadgehê bi çavê xwe rewşa bavê min bibînin
09:41 Di qezaya Dutaxê de hejmara miriyan derket 8’an
09:03 'Armanca binpêkirinên mafan polîtîkaya tepisandinê ye'
09:02 Nelirêtiyên li ser nelirêtiyê yên qeyûmê Mêrdînê!
09:02 Kavak ê ku di 1974'an de Ocalan nas kiriye: Tekane çare Ocalan e
09:01 Evsen ê ku 30 salan di girtîgehê de ma: Li girtîgehan ji serî heta binî tecrîd heye
09:00 Sergardiyan gefa kuştinê li girtiyan xwariye: Em ê we bi komî bişewitînin
09:00 ROJEVA 9'Ê MIJDARA 2022'YAN
08/11/2022
22:05 Acetê HPG'î li warê xwe Êlihê hat veşartin
21:38 Raportorên NY‘yê xwestin demildest Fincanci bê berdan
20:49 KCD, DBP û HDP'ê serdana malbatên kesên ku di qezaya Dutaxê de jiyana xwe ji dest dan kirin
19:37 Li Dersimê çokeke berf ketiye
17:45 Komîsyona rektoriyê dê ji bo daxwaza xwendekarên hiqûqê li hev kom bibe