Bi veguhestina pirtûkan xwestin girtiyê nexweşê giran Boltan îşkence bikin

  • rojane
  • 11:30 5 Mijdar 2022
  • |
img
ENQERE - Hate hînbûn ku gardiyanan hewldaye bi veguhestina pirtûkan îşkenceyê li Civan Boltan ê destek û çavekî wî nînin û li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê tê ragirtin bikin û ji ber Boltan li dijî vê yekê derketiye hatiye derbkirin. 
 
 Girtiyên li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê tên ragirtin ji ber binpêkirinên mafan û pêkanînên îşkenceyê yên di demên dawî de zêde bûne dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Girtiyan pêkanînên pê re rûbirû dimînin bi rêya nameyan ji Saziya Mafên Mirovan (ÎHD) re ragihandin. Yek ji girtiyan Alî Riza Kayan di 17’ê cotmeha 2022’yan de di nameya ku şand de ev tişt gotin: “Piştî hewldana darbeya 2016’an gelek şert û mercên me hatin bisînorkirin. Ji wê rojê ve çûyîna pirtûkxaneyê, qûrsên weke wêne, tembûr, kompîtûr hwd. hatin rakirin. Roj û saetên sohbet û sporê hatin bisînorkirin. Bi pêvajoya pandemiyê xebatên spor û sohbetê temamî hatin rakirin. Hevalên me yên cezayên wan xelasbûne û cezayê wan ê dîsîplînê nîne nayên berdan. Gelek girtiyên li vê derê kevn in û hevalên me yên ku 30 sal in di girtîgehê de ne zêde ne. Hevalên me yên ku cezayê wan xelas bû û nayên berdan jî her ku diçe zêde dibin.”
 
PÊKANÎN MAYÎNDE KIRIN
 
Cabbar Palabiyik jî diyar kir ku li girtîgeha ku lê ne şertên wan her ku diçe nebaş dibin û wiha got: “Beriya niha bi qanûneke ji Meclisê derbas bû saetên hevdîtinê kiribûn saetek û nîv. Lê li vê girtîgehê tenê carekê pêk anîn û dîsa kirin saetek. Deriyên cihê hewadarkirinê saet di heştan de dihatin vekirin lê rêveberiya girtîgehê derxistin saet heşt û nîvan. Bi vî awayî nêzî saetekê derî dereng tên vekirin. Li derve bergiriyên Kovîd-19’ê rakirin lê li vir ev pêkanîn mayînde kirin. Em nikarin derkevin tu xebatên civakî. Beriya niha bi komên 10 kesan em derdixistin xebatên civakî lê niha dixwazin tenê bi 3 kesên di hucreyê re me mehê saetekê derxînin sporê.
 
CEZAYÊN HUCREYÊ YÊN KEYFΠ
 
Di nava rojê de bi awayekî keyfî di bin navê lêgerînê de bi ser hucreyan de digirin. Pirtûk, kovar, pênûs û lênûskên me tên girtin. Tiştên em ji kantînê distînin dibêjin qedexe ne û dest danin ser. Di her lêgerînê de tiştekê dibin. Dest danin ser pirtûk, nîşe, helbest, çîrok, roman û ceribandinên me. Ji fikirîn û nivîsîna mirovan ditirsin.
 
RÊGEZA KU BILA KURD DAYIKA XWE NEBÎNE
 
Tecrîda li Zîndana Îmraliyê li ser Birêz Abdûllah Ocalan û hevalên me yên din tê sepandin, li hemû Tirkiyeyê tê sepandin. Rêgeza ku bila kurd dayika xwe nebine bûye polîtîkaya bingehîn a buroksiya saziyên siyasetê. Pêkanînên cuntaya leşkerî ya 12’ê Îlonê nikarin di roja me de di bin qilifa qanûnî de bên sepandin.” 
 
Endama MYK’a ÎHD’ê Nûray Çevîrmen, têkildarî binpêkirinên mafan ku girtiyên li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê bi rêya nameyan ji komeleya wan re şandin ji ajansa me re axivî.  
 
GIRTÎGEHÊN EWLEHIYÊN BILIND 
 
Çevîrmen, bi bîr xist ku li girtîgehên Tirkiyeyê di demekî dirêj e binpêkirinên mafan berdewam dikin û wiha got: “Girtîgehên Ewlehiyên Bilind û girtîgehên Tîpa S şeweyekî gelekî giran ê tecrîdê pêk tîne. Girtî di odeyên yek kesî de tên girtin. Qawişên ji bo 3 kesan jî hene lê mixabin girtiyên siyasî naxin van qawişan. Cihê hewadarkirina odeyan bi xwe nîne. Saetekê dibin qadên hewadarkirinê û dîsa tînin qawişên xwe. Sûd girtina ji rojê ji bo ji hin pirsgirêkên tenduristiyê bên parastin şert e.”
 
BI GUHERTINA MIDURÊ GIRTÎGEHÊ SERLÊDAN ZÊDE BÛN 
 
Çevîrmen, da zanîn ku di demên dawî de ji Girtîgeha Bolûyê gelek serlêdan girtin û bal kişand ku piştî guhertina midurê girtîgehê binpêkirina mafan zêde bûye.  
 
LIJNEYA ÇAVDÊRIYÊ BERDANAN ASTENG DIKE
 
Çevîrmen, bi lêv kir ku di mehên derbasbûyî de jî serlêdanên ku li Girtîgeha Bolûyê lingê girtiyekî hatiye şikandin, îşkence li girtiyekî din hatiye kirin wergirtine û wiha berdewam kir: “Weke girtîgehên din gelek agahî tên ku li Girtîgeha Bolûyê bi biryarên Lijneya Çavdêrî û Îdareyê bi hincetên cüda berdanên girtiyan tên astengkirin. Em dizanin ku herî kêm berdana 5 girtiyan hatiye astengkirin. Gelek ji wan girtiyên ku 28-29 sal in di girtîgehê de ne.”
 
 JI 3 GIRTIYAN RE ŞIMIKEKÊ DIDIN
 
Çevîrmen, bi lêv kir ku di nameyên ku girtiyan şandin de hatiye diyarkirin ku ji ber pêkanînên nû yên îdareyê serdegirtin pêk tên û wiha domand: “Pirtûk jî di nav de dest danîna ser hemû malzemeyan û tenê destûrê didin 3 pirtûkan. Dest danîne ser cilên ku 20 sal in li cem wan in jî. Her der betonê tevî vê yekê terlîkên di serşokê de hatin bikaranîn rakirine depoyê. 3 girtî neçar dimînin ku bi şimikekê bikevin serşokê.” 
 
HEWLDANE ÎŞKENCEYA VEGUHESTINA PIRTÛKAN LI GIRTÎYÊ NEXWEŞ BIKIN
 
Çevîrmen, diyar kir ku di serlêdanekê de hate diyarkirin ku gardiyanan hewldaye bi veguhestina pirtûkan îşkenceyê li Civan Boltan ê destek û çavekî wî nînin bikin û ji ber Boltan li dijî vê yekê derketiye hatiye derbkirin.
 
LI DIJÎ BINPÊKIRINÊN MAFAN DI ÇALAKIYA GREVA BIRÇÎBÛNÊ DE NE 
 
Çevîrmen, anî ziman ku girtî ji ber hemû binpêkirinên mafan ên li girtîgehê pêk tên dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirine û wiha domand: “Serlêdan heye ku gef li girtiyê bi navê Semîh Yurek hatiye xwarin. Ji bilî binpêkirinên mafan ên me behsa wan kirin ji mafê xwe yê tenduristiyê jî mehrûm dimînin. Dîsa fatûrayên ceyranê ku par 15-20 lîra dihatin derxistine 200-300 lîreyan. Dîsa girtî tenê ji azadiya xwe bêpar namînin. Hem fîzîkî hem psikolojik îşkence li wan tên kirin. Girtiyên li Girtîgeha Bolûyê tên ragirtin ji bo ev rewş ji holê bê rakirin serî li gelek saziyan dane.” 
 
PIŞTÎ AKP’Ê HEJMARA GIRTIYAN 5 QAT Û NÎV ZÊDE BÛ
 
Çevîrmen, da zanîn ku piştî AKP bû desthilat hejmara girtiyan a 59 hezar, 5 qat û nîv zêde bû û derket ser 326 hezaran û got: “Li dijî pêkanînên desthilatê gotineke partiyên mûxalefetê jî nîne. 399 girtîgeh bi ser 326 hezaran girtî hene. Di demekî nêzîk de rojnamevan hatin girtin. Di demên dawî de 26 rojnamevan hatin girtin. Şaredar, parlamenter û siyasetmedarên hilbijartî û hiqûqnas ji bo mûxalefet kirin ketin girtîgehê.” 
 
Çevîrmen, anî ziman ku girtî di şertên girtîgehê de bi hin pirsgirêkên tenduristiyê re rûbirû ne û got: “Girtiyekî ku li Girtîgeha Tîpa S tê ragirtin tevî rapora nikare tena serê bimîne jî tena serê xwe dihat ragirtin. Lingekî wî tune bû. Piştî îtîrazên hatin kirin û rapora wî hate nûkirin xistin qawişeke 3 kesî. Divê herkes li ser Girtîgehên Ewlehiyên Bilind û Girtîgehên Tîpên T bisekine.”
 
‘DIVÊ DEST JI REJÎMA GIRTINÊ BÊ BERDAN’ 
 
Çevîrmen, da zanîn ku di 3’yê mijdarê de girtiyekî li dijî binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Ereglî ya Konyayê pêk tên xwe şewitand û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ev girtî ji eslê xwe îranî ye û 12 sal bûn di girtîgehê de bû. Derbarê wî de ji ber dosyayeke neadil serlêdana wî ya ÎHD’ê jî hebû. Tişta em dixwazin balê bikişînin ser jî ev e. Girtîgehên ewlehiyên bilind ne li gorî şertê jiyana mirovan e. Divê demildest dest ji van bê berdan. Li dijî binpêkirinên mafan ên zêde wezaretê daxuyanî da ku ‘rewşeke wisa nîne’ lê girtina ev qas girtiyan jî tena serê xwe pirsgirêke. Divê Tirkiye dest ji rejîma girtinê berde.” 
 
MA / Firat Can Arslan
 

Sernavên din

11/11/2022
13:53 Euro derket ser 19 lîreyan
13:49 Li Enqereyê 5 efxanî bi awayekî hovane hatine qetilkirin
13:26 Di Doza Anter de biryara bihincet: Qanûna leha bersûcan esas hat girtin
13:06 Derket holê ku zaroka dihat îdiakirin xwe kuştiye hatiye qetilkirin
12:55 Dest û lingekî Brûkanli yê xwe şewitandibû nagirin
12:20 Koç ê HDP’î xwest ku binpêkirinên li Girtîgeha Eskîşehîrê bên lêkolînkirin
12:18 Kenanoglu: Serokatiya Cemxaneyan pêngava kontrolkirina elewiyan e
12:08 Buldan: Bersivnedayîna serlêdana me nîşan dide bê ka li Îmraliyê tecrîdeke çiqas giran heye
11:52 ‘Tirkiye herî zêde gazên ku mirovan dixeniqîne bi kar tîne’
11:42 'Dixwazin bavê min di girtîgehê de bimire'
11:30 Şûraya Dewletê gundî cara duyemîn mafdar dîtin
10:44 Bi deh hezaran kes dê li Dusseldorfê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî bimeşin
10:26 Ev 18 sal in bi navê kesekê din girtî ye: Ez Silêman Şêxo me!
09:07 TJN dê atolyeya şanoyê li dar bixe
09:06 Paceyên hucreyan bi têlên qalind tên girtin
09:05 'Ne tenê rakirina tecrîdê, divê azadiya fîzîkî ya Ocalan jî pêk bê'
09:04 Cotkarên ku pembû danîne: Em xisirîne
09:03 Mehmet Ocalan: Ger em niha li ber tecrîdê ranebin dibe ku sibe pir bi derengî bikeve
09:00 ROJEVA 11'Ê MIJDARA 2022'YAN
10/11/2022
16:47 Derheqê 3 parlamenterên CHP’ê de fezleke hatin amadekirin
16:36 Nebatî li komîsyonê hat protestokirin: Pisîk kete trafoyê, mişk ji deriyê piştê kete xizîneyê
16:30 Tosûn a HDP’î: Çeteyên hişbirê bi çek digerin
16:05 Xwendekarên ODTU’yê bikaranîna çekên kîmyewî protesto kirin
15:44 Doza girtiyê nexweş: ATK’ê Tîpa R pêşniyar kir û dadgehê daxwaza berdanê red kir
15:32 Nobeta Edaletê: Êdî bes e ji vê zilmê re
15:16 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
15:04 Tumuklu: Girtina rojnamegeran kiryarekî derhiqûqî ye
14:59 Rojiya mirinê ya li Girtîgeha Makuyê didome: Girtî xistin hucreyên yekkesî
14:26 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar didome
14:16 Lêçûnên projeya ‘prestîjê’ ya qeyûm gihişt 104 milyon lîreyan
13:52 Ji HDP’ê biryara ‘Konferansa Komara Demokratîk’
13:12 Girtiyê ji bo tedawiyê anîne Girtîgeha Wanê rastî miameleya xerab tê
12:53 Ji bo berdana girtiyê nexweş Ozkan kampanya hat destpêkirin
12:40 Malbatên girtiyan: Vê zilmê ne Xwedê ne jî evd qebûl dike
12:19 Li gorî TUÎK’ê bêkariya li Tirkiyeyê zêdetir bû
12:06 Bersûcên Malbata Şenyaşar li Pirsûsê 2 kes bi gulebaranê qetil kirin
12:01 Ji ber gotinên derheqê çekên kîmyewî de li Demîrtaş doz vekirin
11:45 Girtiyên nexweş ên di grevê de li qawîşên yekkesî tên ragirtin
11:44 Qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn: Em ê alaya wan li ba bikin
11:11 Komîsyona Mafên Mirovan a Herêma Kurdistanê: Haya me ji bikaranîna çekên kîmyewî nîne!
11:00 Dê hêj ji Girê Miraza çi derbikevin? Rojnameger dê çawa bikin nûçe?
10:50 Keskîn: Girtina rojnamegeran û Fîncanci, operasyona tolhildanê ye
10:14 Sarisozen: Yên ku dengê xwe ji bo çekên kîmyewî dernaxînin, şirîkên sûc in
09:49 Qeyûm Bajarê Dîrokî Dara daye ber îmarê
09:39 MÎT li Dîlokê bi ASA'yê û li Atmê jî bi HTŞ'yê re civiyaye
09:30 Li Xelatê erdhej
09:30 Mafê hevdîtina bi hempîşeyên wan re yê rojnamegerên girtî asteng dikin
09:29 Cotkarên Silopiyayê nikarin pembûyê xwe bifiroşin
09:05 Mafê jiyanê yê her du birayên girtî û nexweş tê binpêkirin
09:04 Darfiroş û darvanên Colemêrgê: Heta ku AKP têk neçe krîza aborî çareser nabe
09:04 Li Wanê di 7 rojan de 4 mirinên biguman
09:03 Amed amadekariyên Komcivîna Stareyên Jinan dike
09:00 ROJEVA 10'Ê MIJDARA 2022'YAN
09/11/2022
21:03 Şahidê Komkujiya Dersimê Bego Polat jiyana xwe ji dest da
17:01 Li Edeneyê Platforma Ekolojiyê hate avakirin
16:57 Abdî ya bi tevî pitika xwe du mehî ve girtîbû hat berdan
16:38 Endamên Meclisa Ciwanên HDP’ê hatin berdan
16:37 Nobeta Edaletê: Bila tecrîd û îşkence bi dawî be
16:08 Saziyên sivîl û partiyên siyasî serdana şîna Temîz kirin
16:07 Şaxa Platforma KESK’ê ya Amedê: Ne bûdçeya gel lê bûdçeya şer e
16:07 Di doza Seroka Komeleya Rosayê de dê mutala bê amadekirin
15:33 Li Sirri Sureyya Onder 5 meh cezayê hefsê hate birîn
14:45 Rapora girtîgehan a OHD’ê: Divê mekanîzmaya venihêrînê ya serbixwe bê avakirin
14:33 Çalakiya xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê didome
14:11 Cenazeyên kesên di qezaya Dutaxê de mirin dane malbatên wan
14:07 Ferît Şenyaşar: Kujeran xwe li pişt îktidarê veşartiye
13:59 Rojnamevanan serdana ajansa me kir
13:45 Pêşniyaznameyên kîmyasalê bi hêceta ‘mijarên nayên pirsîn’ hat vegerandin
13:40 Bulbul: AKP qeyûm tayînî civaka elewîtiyê dike
13:31 Sefîra Ingilîz serdana HDP’ê kir
13:23 3 roj in li benda wergirtina cenazeyan in
13:13 Ceyrana girtiyan hat birîn
13:12 Gelo ser bermamiyên dîrokî ku li Ben û Senê derketin holê tê niximandin?
13:07 Ji girtiyekî name: Hevalên me le erdê radizên
12:42 Li pêşiya AYM’ê êrişî kedkarên perwerdehiyê kirin
12:38 Piştî girtiyan zexta “qawişa serbixwe” li malbatan jî tê kirin!
12:18 Guleryuz: Divê Tirkiye destûrê bide ku şandeyên serbixwe çekên kîmyewî lêkolîn bikin
12:06 Li Miksê dema ‘Sêvên Çalê’ ye
12:02 Malbatên girtiyan: Partiyên siyasî soza xwe bi cih neanîn
11:52 6 meh in îdianameya derbarê wan de nehatiye amadekirin
11:32 Nivîskar Mehmûd Nêşite koça dawî kir
11:15 Amediyan afîşên Bahçelî çirandin
10:51 MYK’a HDP’ê dicive
10:42 Serokatiya Cemxane û Çandê ya Elewî-Bektaşî hat damezrandin
10:36 Brûkanliyê xwe şewitandibû li revîrê bikelemçeyê tê dermankirin
10:24 Rojnamevan Bêrîvan Altan heqîqetê veguherand evîndariyê
10:12 Wesayîtên şaredariyê xistin xizmeta AKP’ê
09:55 Keça girtiyê nexweş Ozkan: Werin li dadgehê bi çavê xwe rewşa bavê min bibînin
09:41 Di qezaya Dutaxê de hejmara miriyan derket 8’an
09:03 'Armanca binpêkirinên mafan polîtîkaya tepisandinê ye'
09:02 Nelirêtiyên li ser nelirêtiyê yên qeyûmê Mêrdînê!
09:02 Kavak ê ku di 1974'an de Ocalan nas kiriye: Tekane çare Ocalan e
09:01 Evsen ê ku 30 salan di girtîgehê de ma: Li girtîgehan ji serî heta binî tecrîd heye
09:00 Sergardiyan gefa kuştinê li girtiyan xwariye: Em ê we bi komî bişewitînin
09:00 ROJEVA 9'Ê MIJDARA 2022'YAN
08/11/2022
22:05 Acetê HPG'î li warê xwe Êlihê hat veşartin
21:38 Raportorên NY‘yê xwestin demildest Fincanci bê berdan
20:49 KCD, DBP û HDP'ê serdana malbatên kesên ku di qezaya Dutaxê de jiyana xwe ji dest dan kirin
19:37 Li Dersimê çokeke berf ketiye
17:45 Komîsyona rektoriyê dê ji bo daxwaza xwendekarên hiqûqê li hev kom bibe