Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê: Heke xwesteka me neyê cih em ê biçin ber deriyê rektoriyê

  • rojane
  • 09:37 5 Mijdar 2022
  • |
img
AMED - Şagirtên Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Dicleyê, li dijî biryara rektoriyê ya barkirina fakulteya xwe de çalakiya xwe didomînin û gotin: “Em ne dep û mase ne ku hûn me ji vir bar bikin dereke din. Fikr û ramana me jî bipirsin û heke xwestekên me neyên cih, em ê ber bi rektoriyê ve bimeşin.”   
 
Rektoriya Zanîngeha Dîcleyê ya Amedê ji bo barkirina Fakulteya Hiqûqê daxuyaniyek dabû. Li gorî vê daxuyaniyê, dê cihê fakulteya kevn were valakirin û derbasî cihekî nû bibin. Li dijî guhertina cihê fakûlteya hiqûqê şagirtên beşa hiqûqê bertekên xwe nîşan dan û dest bi çalakiyê kirin. Çalakiya şagirtan, bi dirûşm û hilgirtina dovîzan di roja 5’emîn de berdewam dike. Di heman demê de gelek nûnerên rêxistinên sivîl jî tev li çalakiyê dibin û piştgiriya xwendekaran dikin. Her wiha tabelayên fakulteya kevn ku niha şagirt li ber çalakiyê li dar dixin hatine jêkirin. Xwendekarên çalakî li dar dixin ji ajansa me re axivîn û bertekên xwe anîn ziman.   
 
‘DIXWAZIN PÊŞTEVANIYA ŞAGIRTAN TÊK BIBIN’
 
Şagirtê bi navê Firat Kizil diyar kir ku armanca wan xwedî derketina ekola ku hatiye çêkirinê ye û çanda bi salan e berdewam dike ye. Kizil da zanîn ku dixwazin wan bibin avahiya nû ku hê tam ne hatiye çêkirin û qantina wê nedane îhaleyê. Kizil wiha got: “Çalakiya me, li dijî biryara ku piştevaniya şagirtan têk birinê ye. Hetanî em li vir encamekê negirin, em dest ji çalakiya xwe bernadin. Xwediyên vê zanîngehê şagirtin û divê ku her biryara tê girtin, ji fikr û ramana şagirtan jî bê pirsîn. Em wek şagirtên azad, zanîngehekî demokratîk dixwazin û ji bo vê yekê têkoşînê dimeşînin. Em hiqûqnas, heke îro em nekaribin mafên xwe biparêzin, sibê em nikarin mafên kesek din jî biparêzin. Heke em li vir nikaribin xwe bigihînin wê hişmendî û amûrê, em nikarin kêrî gelê xwe jî bên.” 
 
‘EV TENÊ NE PIRSGIRÊKA ME YE’ 
 
Kizil derbarê siberoja çalakiyên xwe de ev tişt gotin: “Ji bo xebatên me pêşniyarên hevalan hene. Pêşniyariyên wek meşa heta ber avahiya rektoriyê, çalakiya bi govendê û çend tiştên din jî hene. Em bi saziyên civaka sivîl re di nava dan û stendinê de ne. Ew jî piştevaniya xwe tînin ziman. Em ji bo tevahî hevalên xwe yên xwendekar re li benda piştevaniyê ne. Ev ne tenê pirsgirêka me ye. Em li dijî windakirina çand û ekola li vir in. Em şagirtên biaqilin û ji ber vê yekê em li vir in. Em dixwazin di fakulteya xwe de bimînin û ji bo hevalên nû tên, vir bihêlin. Em têkoşîna vê didin.”  
 
‘EV DER XWEDÎ EKOLEKÎ Û ÇANDEKÎ YE’  
 
Yêk ji şagirtê Fakulteya Hiqûqê Baran Emen jî bi lêv kir ku ew ji bo çanda xwe, ji bo pêşeroja xwe li vir in. Emen diyar kir ku di vê fakulteyê de gelek parêzer û siyasetmedarên hêja derketine û got: “Vir ekolek e û çandekî xwe heye, em dixwazin vê yekê biparêzin û li pêş bixin. Em naxwazin derbasî dereke din bibin. Em li dijî vê yekê ne û li vir sekinîne. Em roja destpêkê 20 kes bûn, niha em bûne 200 kes. Em li benda gel, mamoste, saziyên sivîl û hevalên xwe ne. Em ê serbikevin, serkeftin ya me ye. Em dê çalakiya xwe ya rûniştinê bidomînin. Dibe ku em meşekî li dar bixin û çalakiya xwe pêş ve bibin. Ez bang li hevalên xwe ku niha ne li cem me ne, mamosteyên xwe, medyaya civakî û gel dikim. Bila me bibînin û piştevaniya me bikin.”
 
‘EM LI DIJÎ BIRYARA REKTOR IN’
 
Şagirtê bi navê Savaş Onal da zanîn ku armanca wan berdewamkirina çanda ku 40 sal in didome ye. Onal diyar kir ew hewl didin vê kevneşopiya 40 salî ji bo kesên beriya wan ji vir mezûn bûne, yên ku niha û dê di siberojê de mezûn bibin biparêzin û wiha got: “Em li dijî biryara rektor in û ji bo ku em li cihê xwe yên kevn bimînin li ber xwe didin. Ji bo hefteya yekemîn armanca me çalakiya rûniştinê bû. Ji bo pêşerojê jî em ê bi hevalên xwe re biryarekê bidin. Em bang li dekaniya vir û akademisyenên xwe dikin. Heke hewce be bila gel rektor hevdîtinekî bikin û ji bo ku em di avahiya xwe ya kevin de bimînin piştgirî bidin me. Banga min ya din jî, ji bo rektoriyê ye. Barkirina avahiya ku ne ji bo me hatiye çêkirin hem gelekî absurt e û ew avahî têrî me nake. Ji ber ku hejmara me ya polê nêzî 250-300 kesî ne. Polên li wir têrî me nakin. Yêk jî, em li vir ne mase û dep in. Bila hewl nedin ku me wek dep û maseyan bar bikin. Bila nêrînên me bipirsin, dikarin bi me re jî şêwir bikin. Ev biryare pir bi lez hat dayîn û em cefaya vê biryarê jî nakşînin. Em li vir in û benda wan in.”  
 
‘EM RÊZÊ LI VÊ HEWLDANA 40 SALÎ DIGIRIN’
 
Gamze Dîşîsaglam jî têkildarî mijarê berteka xwe nîşan da û wiha got: “Ez xwendekara sala yekem a fakulteya hiqûqê me. Li vir dîrok û çandekî 40 salî heye. Cihê ku em ê herin bi tu awayî ne li gorî me ye, hewl didin 250-300 kesî di polên 50-60 kesî de bi cih bikin. Ez difikirim ku ev ne mentiqî ye. Em naxwazin ji vir derkevin. Em rêzê li vê hewldana 40 salî digirin. Yên beriya me ji me re mîrate hiştin, em jî dixwazin ji yên piştî me re mîrate bihêlin.”  
 
Dîşîsaglam wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em plan dikin ku vê hefteyê çalakiya xwe bi rûniştinê pêk bînin. Lê heke daxwaza me pêk neyê em difikirin ku ber bi avahiya rektoriyê ve bimeşin. Em dixwazin mafên xwe yên qanûnî bi kar bînin. Banga min li akademîsyenên vê fakulteyê û rektoriyê ye. Divê mamosteyên me li pişt me bin. Em dixwazin ku rektor vê biryarê paşde bikişîne. Ji ber ku ev ne biryareke ku tenê ew bi tena serê xwe bide ye. Ev bêhurmetî ye ji ramana bi sedan xwendekaran re.”  
 
 

Sernavên din

11/11/2022
13:53 Euro derket ser 19 lîreyan
13:49 Li Enqereyê 5 efxanî bi awayekî hovane hatine qetilkirin
13:26 Di Doza Anter de biryara bihincet: Qanûna leha bersûcan esas hat girtin
13:06 Derket holê ku zaroka dihat îdiakirin xwe kuştiye hatiye qetilkirin
12:55 Dest û lingekî Brûkanli yê xwe şewitandibû nagirin
12:20 Koç ê HDP’î xwest ku binpêkirinên li Girtîgeha Eskîşehîrê bên lêkolînkirin
12:18 Kenanoglu: Serokatiya Cemxaneyan pêngava kontrolkirina elewiyan e
12:08 Buldan: Bersivnedayîna serlêdana me nîşan dide bê ka li Îmraliyê tecrîdeke çiqas giran heye
11:52 ‘Tirkiye herî zêde gazên ku mirovan dixeniqîne bi kar tîne’
11:42 'Dixwazin bavê min di girtîgehê de bimire'
11:30 Şûraya Dewletê gundî cara duyemîn mafdar dîtin
10:44 Bi deh hezaran kes dê li Dusseldorfê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî bimeşin
10:26 Ev 18 sal in bi navê kesekê din girtî ye: Ez Silêman Şêxo me!
09:07 TJN dê atolyeya şanoyê li dar bixe
09:06 Paceyên hucreyan bi têlên qalind tên girtin
09:05 'Ne tenê rakirina tecrîdê, divê azadiya fîzîkî ya Ocalan jî pêk bê'
09:04 Cotkarên ku pembû danîne: Em xisirîne
09:03 Mehmet Ocalan: Ger em niha li ber tecrîdê ranebin dibe ku sibe pir bi derengî bikeve
09:00 ROJEVA 11'Ê MIJDARA 2022'YAN
10/11/2022
16:47 Derheqê 3 parlamenterên CHP’ê de fezleke hatin amadekirin
16:36 Nebatî li komîsyonê hat protestokirin: Pisîk kete trafoyê, mişk ji deriyê piştê kete xizîneyê
16:30 Tosûn a HDP’î: Çeteyên hişbirê bi çek digerin
16:05 Xwendekarên ODTU’yê bikaranîna çekên kîmyewî protesto kirin
15:44 Doza girtiyê nexweş: ATK’ê Tîpa R pêşniyar kir û dadgehê daxwaza berdanê red kir
15:32 Nobeta Edaletê: Êdî bes e ji vê zilmê re
15:16 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
15:04 Tumuklu: Girtina rojnamegeran kiryarekî derhiqûqî ye
14:59 Rojiya mirinê ya li Girtîgeha Makuyê didome: Girtî xistin hucreyên yekkesî
14:26 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar didome
14:16 Lêçûnên projeya ‘prestîjê’ ya qeyûm gihişt 104 milyon lîreyan
13:52 Ji HDP’ê biryara ‘Konferansa Komara Demokratîk’
13:12 Girtiyê ji bo tedawiyê anîne Girtîgeha Wanê rastî miameleya xerab tê
12:53 Ji bo berdana girtiyê nexweş Ozkan kampanya hat destpêkirin
12:40 Malbatên girtiyan: Vê zilmê ne Xwedê ne jî evd qebûl dike
12:19 Li gorî TUÎK’ê bêkariya li Tirkiyeyê zêdetir bû
12:06 Bersûcên Malbata Şenyaşar li Pirsûsê 2 kes bi gulebaranê qetil kirin
12:01 Ji ber gotinên derheqê çekên kîmyewî de li Demîrtaş doz vekirin
11:45 Girtiyên nexweş ên di grevê de li qawîşên yekkesî tên ragirtin
11:44 Qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn: Em ê alaya wan li ba bikin
11:11 Komîsyona Mafên Mirovan a Herêma Kurdistanê: Haya me ji bikaranîna çekên kîmyewî nîne!
11:00 Dê hêj ji Girê Miraza çi derbikevin? Rojnameger dê çawa bikin nûçe?
10:50 Keskîn: Girtina rojnamegeran û Fîncanci, operasyona tolhildanê ye
10:14 Sarisozen: Yên ku dengê xwe ji bo çekên kîmyewî dernaxînin, şirîkên sûc in
09:49 Qeyûm Bajarê Dîrokî Dara daye ber îmarê
09:39 MÎT li Dîlokê bi ASA'yê û li Atmê jî bi HTŞ'yê re civiyaye
09:30 Li Xelatê erdhej
09:30 Mafê hevdîtina bi hempîşeyên wan re yê rojnamegerên girtî asteng dikin
09:29 Cotkarên Silopiyayê nikarin pembûyê xwe bifiroşin
09:05 Mafê jiyanê yê her du birayên girtî û nexweş tê binpêkirin
09:04 Darfiroş û darvanên Colemêrgê: Heta ku AKP têk neçe krîza aborî çareser nabe
09:04 Li Wanê di 7 rojan de 4 mirinên biguman
09:03 Amed amadekariyên Komcivîna Stareyên Jinan dike
09:00 ROJEVA 10'Ê MIJDARA 2022'YAN
09/11/2022
21:03 Şahidê Komkujiya Dersimê Bego Polat jiyana xwe ji dest da
17:01 Li Edeneyê Platforma Ekolojiyê hate avakirin
16:57 Abdî ya bi tevî pitika xwe du mehî ve girtîbû hat berdan
16:38 Endamên Meclisa Ciwanên HDP’ê hatin berdan
16:37 Nobeta Edaletê: Bila tecrîd û îşkence bi dawî be
16:08 Saziyên sivîl û partiyên siyasî serdana şîna Temîz kirin
16:07 Şaxa Platforma KESK’ê ya Amedê: Ne bûdçeya gel lê bûdçeya şer e
16:07 Di doza Seroka Komeleya Rosayê de dê mutala bê amadekirin
15:33 Li Sirri Sureyya Onder 5 meh cezayê hefsê hate birîn
14:45 Rapora girtîgehan a OHD’ê: Divê mekanîzmaya venihêrînê ya serbixwe bê avakirin
14:33 Çalakiya xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê didome
14:11 Cenazeyên kesên di qezaya Dutaxê de mirin dane malbatên wan
14:07 Ferît Şenyaşar: Kujeran xwe li pişt îktidarê veşartiye
13:59 Rojnamevanan serdana ajansa me kir
13:45 Pêşniyaznameyên kîmyasalê bi hêceta ‘mijarên nayên pirsîn’ hat vegerandin
13:40 Bulbul: AKP qeyûm tayînî civaka elewîtiyê dike
13:31 Sefîra Ingilîz serdana HDP’ê kir
13:23 3 roj in li benda wergirtina cenazeyan in
13:13 Ceyrana girtiyan hat birîn
13:12 Gelo ser bermamiyên dîrokî ku li Ben û Senê derketin holê tê niximandin?
13:07 Ji girtiyekî name: Hevalên me le erdê radizên
12:42 Li pêşiya AYM’ê êrişî kedkarên perwerdehiyê kirin
12:38 Piştî girtiyan zexta “qawişa serbixwe” li malbatan jî tê kirin!
12:18 Guleryuz: Divê Tirkiye destûrê bide ku şandeyên serbixwe çekên kîmyewî lêkolîn bikin
12:06 Li Miksê dema ‘Sêvên Çalê’ ye
12:02 Malbatên girtiyan: Partiyên siyasî soza xwe bi cih neanîn
11:52 6 meh in îdianameya derbarê wan de nehatiye amadekirin
11:32 Nivîskar Mehmûd Nêşite koça dawî kir
11:15 Amediyan afîşên Bahçelî çirandin
10:51 MYK’a HDP’ê dicive
10:42 Serokatiya Cemxane û Çandê ya Elewî-Bektaşî hat damezrandin
10:36 Brûkanliyê xwe şewitandibû li revîrê bikelemçeyê tê dermankirin
10:24 Rojnamevan Bêrîvan Altan heqîqetê veguherand evîndariyê
10:12 Wesayîtên şaredariyê xistin xizmeta AKP’ê
09:55 Keça girtiyê nexweş Ozkan: Werin li dadgehê bi çavê xwe rewşa bavê min bibînin
09:41 Di qezaya Dutaxê de hejmara miriyan derket 8’an
09:03 'Armanca binpêkirinên mafan polîtîkaya tepisandinê ye'
09:02 Nelirêtiyên li ser nelirêtiyê yên qeyûmê Mêrdînê!
09:02 Kavak ê ku di 1974'an de Ocalan nas kiriye: Tekane çare Ocalan e
09:01 Evsen ê ku 30 salan di girtîgehê de ma: Li girtîgehan ji serî heta binî tecrîd heye
09:00 Sergardiyan gefa kuştinê li girtiyan xwariye: Em ê we bi komî bişewitînin
09:00 ROJEVA 9'Ê MIJDARA 2022'YAN
08/11/2022
22:05 Acetê HPG'î li warê xwe Êlihê hat veşartin
21:38 Raportorên NY‘yê xwestin demildest Fincanci bê berdan
20:49 KCD, DBP û HDP'ê serdana malbatên kesên ku di qezaya Dutaxê de jiyana xwe ji dest dan kirin
19:37 Li Dersimê çokeke berf ketiye
17:45 Komîsyona rektoriyê dê ji bo daxwaza xwendekarên hiqûqê li hev kom bibe