Li Îmraliyê 'hîle-î şerriye' didome

  • rojane
  • 09:01 5 Mijdar 2022
  • |
STENBOL - Ji Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Emran Emekçî ku qedexekirina hevdîtina bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re şiband "Hîle-î Şerriyeyê", got ku tecrîda mûtleq dê bi tifaqa "Rêya Sêyem" a hêzên civakî bikaribe bê şikandin. 
 
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji 15'ê Sibata 1999'an ve li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F'yê bi awayekî girankirî tê tecrîdkirin. Di vî 24 salî de hezar û 462 serlêdanên parêzeran û 501 serlêdanên malbatê yên ji bo hevdîtinê bi hincetên wekî "keştî xerabe ye" û "keştî tê tamîrkirin" hatine astengkirin. Her wiha Ocalan heya niha tenê 2 caran sûd ji mafê hevdîtina bi rêya telefonê girtiye. Herî dawî Ocalan di 25'ê Adara 2021'ê de bi rêya telefonê hevdîtin bi birayê xwe Mehmet Ocalan re kiriye û ji wê çaxê heya niha tu xeber ji Ocalan nayê girtin. Serlêdanên parêzeran û malbatê yên ji bo hevdîtinê jî bi hinceta "cezayê dîsîplînê" tên astengkirin. 
 
Ji Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Parêzer Emran Emekçî behsa bêhiqûqîtiyên ku muwekîlê wan Ocalan bi wan re rû bi rû dimîne û helwesta saziyên navneteweyî ya li dijî van bêhiqûqtiya nirxand. 
 
Emran Emekçî
 
BERXWEDANEKE 24 SALAN
 
Parêzer Emekçî bi bîr xist ku Ocalan piştî komploya 9'ê Cotmehê ji bo meseleya kurdî bi awayekî demokratîk bê çareserkirin berê xwe daye Ewropayê û got ku ji ber ku mesele derî çareseriyê hatiye hiştin komployeke bi vî rengî hatiye pêkanîn. Emekçî bi lêv kir ku piştî girtinê tecrîdkirina Ocalan jî perçeyeke neçareseriyê ye û got ku bi vê tecrîda 24 salan armanc ew bûye ku Ocalan bê ser "xetekê". Emekçî, axaftina xwe wiha domand: "Ocalan nayê ser vê xetê, lewma her tim rastiyê diparêze. Bi tecrîdê armanc şikandina vînê ye. Lê birêz Ocalan 24 sal in li dijî vê li ber xwe dide." 
 
3 HEYAM, 3 TECRÎDÊN CUDA
 
Emekçî, bi lêv kir ku di navbera 1999-2005, 2005-2015 û 2015-2022'yan de 3 polîtîkayên tecrîdê yên cuda hatine pêkanîn. Emekçî ji bo vê ev tişt gotin: "Heya AKP bû desthilat, yanî sala 2002'yan diyalog û hevdîtin hebûn. Pêvajoya aştiyê hebû û bi hatina komên aştiyê re atmosferek çêbû. Heya Sibata 2003'yan, bi tu awayî destûra hevdîtina bi parêzeran û malbatê re û hevdîtina bi rêya telefonê nedihat dayîn. Prototîpa tecrîda mutleq di vê pêvajoyê de hat pêkanîn. Piştî tecrîda bênavber a 3 mehên ewil, di 1'ê hezîrana 2005'an de heya ku jê re dibêjin 'qanûnên Ocalan' dest pê kir. Em dikarin tecrîda di navbera 2005-2015'an de wekî tecrîda girankirî bi nav bikin. Di çapemeniyê de şaş tê nirxandin; ji bo heyama niha jî tecrîda girankirî tê gotin. Lê ev ne rast e. Tecrîda girankirî di navbera 2005-2015'an de bû. Tecrîda niha, tecrîdeke mutleq e. Her wiha ev di heman demê de polîtîkaya darvekirinê ye jî ku hêdî hêdî tê pêkanîn."
 
Emekçî, destnîşan kir ku tecrîda li Îmraliyê bi hiqûqê nayê îzahkirin û li wir "hiqûqa dîlgirtinê" tê pêkanîn. 
 
Emekçî, ji bo hincetên wekî "keştî xerabe ye" û "rewşa hewayê nebaş e" jî bi lêv kir ku ev yek bûye mijara karîkaturan jî û wiha berdewam kir: "Yanî di raporên CPT'yê de jî hatiye gotin ku ev qas keştiyên Komara Tirkiyeyê hene, qey nikare parêzeran bibe giravekê û bîne?" 
 
‘HÎLE-Î ŞERRIYE DIDOME'
 
Emekçî, ragihand ku piştî qutkirina hevdîtina bi rêya telefonê "cezayên dîsîplînê" wekî hincet hatine nîşandan û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Xebernegirtin bi awayekî sîstematîk tê pêkanîn. Her meh bi heman hincetan biryarên dadgehê dubare dikin. Tenê dîroka wan diguherînin û kopî dikin. Vê yekê sê mehan carekê dubare dikin. Hinceta biryaran ji me re naşînin. Hîleyeke hiqûqî heye. Di dema osmaniyan de ji bo vê digotin 'hîle-î şerriye'. Yanî pêvajoyeke ku ji hundir parêzeran derveyî vê yekê dihêlin tê birêvebirin. Bi vê nahêlin muwekîlên me di warê hiqûqî de alîkariyê wergirin. Bi vî awayî mafê wan ê parastinê jî tê astengkirin. Em ji vê re dibêjin tecrîda hiqûqî. Yanî li vir li dijî hiqûqê jî tecrîdek tê pêkanîn. Ev tiştekî pir xembar e." 
 
‘XWE LI NEDÎTIN Û NEBIHÎSTINÊ DATÎNIN'
 
Emekçî, diyar kir ku serlêdanên wan ên ji bo Ocalan ên li DMME'yê kirine 8 sal in nehatine bersivandin û bal kişand ser serdana Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) ku di meha Cotmehê de serdana Îmraliyê kiribû. Emekçî, wiha domand: "Gava mesele tê ser Ocalan, saziyên navneteweyî xwe li nedîtin û nebihîstinê datînin. Tim eware dikin. Tenê tirkan ev çarenûs li kurdan nefesilandiye, hêzên hegemonîk ên kapîtalîst ev çarenûs fesilandin. Ji kurdan re gotin 'tu tune yî.' Rastiyeke gel a me, ya bi însafa netew-dewletan re rû bi rû maye heye." 
 
‘GIRÎNYA RÊYA SÊYEM'
 
Emekçî destnîşan kir ku polîtîkaya tecrîdê ya AKP'ê li her derî belav bûye û azadî hatine rawestandin û pergaleke otorîter hatiye pêkanîn. Emekçî bilêv kir ku lê vebijêrka "Rêya Sêyem" a Ocalan dikare ji heq vê derkeve û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Li feraset û bernameya Tifaqa Cumhûrê û Tifaqa Miletê mêze bikin; bi navê çareserkirina meseleya kurdî tiştek tune ye. Vebijêrka mayî tenê tifaqa 'Rêya Sêyem' e. Lewma em hêzên civakî em ê vê vînê bidin der. Gava meseleya kurdî di çarçoveya destûra bingehîn a demokratîk de bê çareserkirin ev pirsgirêk dê çareser bibe. Beramberiyeke civakî ya 6 milyon kesî ya Ocalan heye û ev ne hejmareke ku mirov wê biçûk bixîne. Helbet potansiyela wê ya hîn mezintir bibe heye. Di nava vebijêrka 'Rêya Sêyem' de ne tenê kurd hene. Her wiha divê ev vebijêrk jî bigihê ji sedî 30'yî." 
 
MA / Ergîn Çaglar

Sernavên din

11/11/2022
13:53 Euro derket ser 19 lîreyan
13:49 Li Enqereyê 5 efxanî bi awayekî hovane hatine qetilkirin
13:26 Di Doza Anter de biryara bihincet: Qanûna leha bersûcan esas hat girtin
13:06 Derket holê ku zaroka dihat îdiakirin xwe kuştiye hatiye qetilkirin
12:55 Dest û lingekî Brûkanli yê xwe şewitandibû nagirin
12:20 Koç ê HDP’î xwest ku binpêkirinên li Girtîgeha Eskîşehîrê bên lêkolînkirin
12:18 Kenanoglu: Serokatiya Cemxaneyan pêngava kontrolkirina elewiyan e
12:08 Buldan: Bersivnedayîna serlêdana me nîşan dide bê ka li Îmraliyê tecrîdeke çiqas giran heye
11:52 ‘Tirkiye herî zêde gazên ku mirovan dixeniqîne bi kar tîne’
11:42 'Dixwazin bavê min di girtîgehê de bimire'
11:30 Şûraya Dewletê gundî cara duyemîn mafdar dîtin
10:44 Bi deh hezaran kes dê li Dusseldorfê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî bimeşin
10:26 Ev 18 sal in bi navê kesekê din girtî ye: Ez Silêman Şêxo me!
09:07 TJN dê atolyeya şanoyê li dar bixe
09:06 Paceyên hucreyan bi têlên qalind tên girtin
09:05 'Ne tenê rakirina tecrîdê, divê azadiya fîzîkî ya Ocalan jî pêk bê'
09:04 Cotkarên ku pembû danîne: Em xisirîne
09:03 Mehmet Ocalan: Ger em niha li ber tecrîdê ranebin dibe ku sibe pir bi derengî bikeve
09:00 ROJEVA 11'Ê MIJDARA 2022'YAN
10/11/2022
16:47 Derheqê 3 parlamenterên CHP’ê de fezleke hatin amadekirin
16:36 Nebatî li komîsyonê hat protestokirin: Pisîk kete trafoyê, mişk ji deriyê piştê kete xizîneyê
16:30 Tosûn a HDP’î: Çeteyên hişbirê bi çek digerin
16:05 Xwendekarên ODTU’yê bikaranîna çekên kîmyewî protesto kirin
15:44 Doza girtiyê nexweş: ATK’ê Tîpa R pêşniyar kir û dadgehê daxwaza berdanê red kir
15:32 Nobeta Edaletê: Êdî bes e ji vê zilmê re
15:16 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
15:04 Tumuklu: Girtina rojnamegeran kiryarekî derhiqûqî ye
14:59 Rojiya mirinê ya li Girtîgeha Makuyê didome: Girtî xistin hucreyên yekkesî
14:26 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar didome
14:16 Lêçûnên projeya ‘prestîjê’ ya qeyûm gihişt 104 milyon lîreyan
13:52 Ji HDP’ê biryara ‘Konferansa Komara Demokratîk’
13:12 Girtiyê ji bo tedawiyê anîne Girtîgeha Wanê rastî miameleya xerab tê
12:53 Ji bo berdana girtiyê nexweş Ozkan kampanya hat destpêkirin
12:40 Malbatên girtiyan: Vê zilmê ne Xwedê ne jî evd qebûl dike
12:19 Li gorî TUÎK’ê bêkariya li Tirkiyeyê zêdetir bû
12:06 Bersûcên Malbata Şenyaşar li Pirsûsê 2 kes bi gulebaranê qetil kirin
12:01 Ji ber gotinên derheqê çekên kîmyewî de li Demîrtaş doz vekirin
11:45 Girtiyên nexweş ên di grevê de li qawîşên yekkesî tên ragirtin
11:44 Qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn: Em ê alaya wan li ba bikin
11:11 Komîsyona Mafên Mirovan a Herêma Kurdistanê: Haya me ji bikaranîna çekên kîmyewî nîne!
11:00 Dê hêj ji Girê Miraza çi derbikevin? Rojnameger dê çawa bikin nûçe?
10:50 Keskîn: Girtina rojnamegeran û Fîncanci, operasyona tolhildanê ye
10:14 Sarisozen: Yên ku dengê xwe ji bo çekên kîmyewî dernaxînin, şirîkên sûc in
09:49 Qeyûm Bajarê Dîrokî Dara daye ber îmarê
09:39 MÎT li Dîlokê bi ASA'yê û li Atmê jî bi HTŞ'yê re civiyaye
09:30 Li Xelatê erdhej
09:30 Mafê hevdîtina bi hempîşeyên wan re yê rojnamegerên girtî asteng dikin
09:29 Cotkarên Silopiyayê nikarin pembûyê xwe bifiroşin
09:05 Mafê jiyanê yê her du birayên girtî û nexweş tê binpêkirin
09:04 Darfiroş û darvanên Colemêrgê: Heta ku AKP têk neçe krîza aborî çareser nabe
09:04 Li Wanê di 7 rojan de 4 mirinên biguman
09:03 Amed amadekariyên Komcivîna Stareyên Jinan dike
09:00 ROJEVA 10'Ê MIJDARA 2022'YAN
09/11/2022
21:03 Şahidê Komkujiya Dersimê Bego Polat jiyana xwe ji dest da
17:01 Li Edeneyê Platforma Ekolojiyê hate avakirin
16:57 Abdî ya bi tevî pitika xwe du mehî ve girtîbû hat berdan
16:38 Endamên Meclisa Ciwanên HDP’ê hatin berdan
16:37 Nobeta Edaletê: Bila tecrîd û îşkence bi dawî be
16:08 Saziyên sivîl û partiyên siyasî serdana şîna Temîz kirin
16:07 Şaxa Platforma KESK’ê ya Amedê: Ne bûdçeya gel lê bûdçeya şer e
16:07 Di doza Seroka Komeleya Rosayê de dê mutala bê amadekirin
15:33 Li Sirri Sureyya Onder 5 meh cezayê hefsê hate birîn
14:45 Rapora girtîgehan a OHD’ê: Divê mekanîzmaya venihêrînê ya serbixwe bê avakirin
14:33 Çalakiya xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê didome
14:11 Cenazeyên kesên di qezaya Dutaxê de mirin dane malbatên wan
14:07 Ferît Şenyaşar: Kujeran xwe li pişt îktidarê veşartiye
13:59 Rojnamevanan serdana ajansa me kir
13:45 Pêşniyaznameyên kîmyasalê bi hêceta ‘mijarên nayên pirsîn’ hat vegerandin
13:40 Bulbul: AKP qeyûm tayînî civaka elewîtiyê dike
13:31 Sefîra Ingilîz serdana HDP’ê kir
13:23 3 roj in li benda wergirtina cenazeyan in
13:13 Ceyrana girtiyan hat birîn
13:12 Gelo ser bermamiyên dîrokî ku li Ben û Senê derketin holê tê niximandin?
13:07 Ji girtiyekî name: Hevalên me le erdê radizên
12:42 Li pêşiya AYM’ê êrişî kedkarên perwerdehiyê kirin
12:38 Piştî girtiyan zexta “qawişa serbixwe” li malbatan jî tê kirin!
12:18 Guleryuz: Divê Tirkiye destûrê bide ku şandeyên serbixwe çekên kîmyewî lêkolîn bikin
12:06 Li Miksê dema ‘Sêvên Çalê’ ye
12:02 Malbatên girtiyan: Partiyên siyasî soza xwe bi cih neanîn
11:52 6 meh in îdianameya derbarê wan de nehatiye amadekirin
11:32 Nivîskar Mehmûd Nêşite koça dawî kir
11:15 Amediyan afîşên Bahçelî çirandin
10:51 MYK’a HDP’ê dicive
10:42 Serokatiya Cemxane û Çandê ya Elewî-Bektaşî hat damezrandin
10:36 Brûkanliyê xwe şewitandibû li revîrê bikelemçeyê tê dermankirin
10:24 Rojnamevan Bêrîvan Altan heqîqetê veguherand evîndariyê
10:12 Wesayîtên şaredariyê xistin xizmeta AKP’ê
09:55 Keça girtiyê nexweş Ozkan: Werin li dadgehê bi çavê xwe rewşa bavê min bibînin
09:41 Di qezaya Dutaxê de hejmara miriyan derket 8’an
09:03 'Armanca binpêkirinên mafan polîtîkaya tepisandinê ye'
09:02 Nelirêtiyên li ser nelirêtiyê yên qeyûmê Mêrdînê!
09:02 Kavak ê ku di 1974'an de Ocalan nas kiriye: Tekane çare Ocalan e
09:01 Evsen ê ku 30 salan di girtîgehê de ma: Li girtîgehan ji serî heta binî tecrîd heye
09:00 Sergardiyan gefa kuştinê li girtiyan xwariye: Em ê we bi komî bişewitînin
09:00 ROJEVA 9'Ê MIJDARA 2022'YAN
08/11/2022
22:05 Acetê HPG'î li warê xwe Êlihê hat veşartin
21:38 Raportorên NY‘yê xwestin demildest Fincanci bê berdan
20:49 KCD, DBP û HDP'ê serdana malbatên kesên ku di qezaya Dutaxê de jiyana xwe ji dest dan kirin
19:37 Li Dersimê çokeke berf ketiye
17:45 Komîsyona rektoriyê dê ji bo daxwaza xwendekarên hiqûqê li hev kom bibe