DFG: Hejmara rojnamevanên girtî gihîşt 88’an

  • rojane
  • 15:49 4 Mijdar 2022
  • |
img
AMED - DFG’ê di rapora xwe ya meha cotmehê de diyar kir ku di meha cotmehê de 14 rojnamevan bi muameleya xerab re rûbirû mane û bi girtina 10 rojnamevanan re hejmara rojnamevanên girtî gihîştiye 87’an. 
 
Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) rapora xwe ya meha cotmehê ya binpêkirina mafan a li dijî rojnamevanan eşkere kir. Di beşa nirxandinê ya raporê de wiha hat gotin: 
 
“Weke rojnameger me meha cotmehê bi polîtîkaya salên 1990’î yên dewlet û desthilatê pêşwazî kir. Di 4’ê cotmehê de li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistanê Endama Navenda Lêkolînê ya Jîneolojiyê, rojnameger û akademîsyen Nagihan Akarsel bi siûqastê hat kuştin. Kuştina Akarsel bêguman bêyî polîtîkayên şer ên desthilatê nikare bê nirxandin. Desthilat xwest di ser kuştina Akarsel re ku li dijî zihniyeta baviksalarî di qada jîneolojiyê de mohra xwe li binê xebatên girîng daye û kedeke mezin daye kevneşopiya çapameniy azad de peyam bide kesên ku armanc dikin rastiya desthilatê derxin holê û binpêkirinên mafan ragihînin. 
 
Desthilat êrişên xwe yên ku ji bo rojknamegerî neyê kirin didomîne û li dijî çapameniyê her cure amûrên tundiyê bi kar tîne. Li gelek bajaran rojnameger dema ku nûçe dişopandin bi tundiyê re rû bi rû man, nûçeçêkirina wan hat astengkirin û hatin binçavkirin. Piştî kuştina Akarsel li gelek bajaran bi pêşengiya jinan çalakî hatin lidarxistin. Di van çalakiyan de polisan êriş pêk anîn û hempîşeyên me jî kirin hedef. Li dijî rastiya ku divê di her şert û mercî de destnedayîna çapameniyê hebe, desthilat û polîsan destpêkê rojnamegeran ji xwe re kirin hedef.
 
QANÛNA SANSÛRÊ
 
Desthilata AKP-MHP’ê ku li dijî kevneşopiya çapameniya azad û çapameniya muxalîf sansurê bi darê zorê yê darazê bi kar tîne û mudaxaleyî sepanên medya sanal dike û nûçe û malperên nûçeyan astgeng dike, di encama bertekên ku hatibûn nîşandan beriya niha bi gotina wê “qanûna pêşîgirtina dezenformasyonê” û bi gotina me “qanûna sansurê” dabû sekinandin. Lê piştî demekê careke din qanûnê anî rojeva meclisê. Qanûn di 13’ê cotmehê de bi dengê AKP-MHP’ê hat erêkirin û di 18’ê cotmehê de di Rojnameya Fermî de hat weşandin.
 
Tevî ku yên herî zêde deng derdixînin rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê ne jî, rastiyeke ku ev qanûn hemû beşên civakê eleqedar dike heye. Bi vê qanûnê re hewldana welatiyekî ya li dijî binpêkirinên mafan dengê xwe bide bihîstin, bi gotina 'dezenformasyonê' dikare pêşî lê bê girtin. Yanî bi qanûna sansurê re tê armanc kirin ku bi taybetî pêşî li belavbûna nûçeyên sûcên ku faîlê wan dewlet û mêr in bê girtin. 
 
PÊLA BINÇAVKIRINA ROJNAMEVANAN 
 
Piştî ku qanûn di Rojnameya Fermî de hate weşandin hefteyekê şunde, saziyên çapemeniya azad JINNEWS û Ajansa Mezopotamyayê (MA) careke din bûn hedefa desthilatê. Desthilata ku di rewşa heyî de armanc dike li her herêmê nûçegihanên wan nikarin bixebitin, bi destê darazê careke din saziyên çapemeniyê kirin hedef. Ji ber lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê da destpêkirin di 25’ê cotmehê de Midura Karên Nivîsan a MA’yê Dîran Yurtsever, nûçegihanên JINNEWS’ê Habîbe Eren, Oznûr Deger, nûçegihanên MA’yê Berîvan Altan, Denîz Nazlim, Zemo Aggoz, Emrûllah Acar, Ceylan Şahînlî, Hakan Yalçin, nûçegihanê stajyer ê MA’yê yê berê Mehmet Gunhan li bajarên cuda hatin binçavkirin. Dîsa li Amedê nûçegihana JINNEWS’ê Derya Ren, di çarçoveya dosyeyeke cuda de bi sedemê cezayê wê hatiye pejirandin piştî hate binçavkirin, hate girtin. 
 
Di operasyona ku navenda wê Enqere pêk hat de, îşkence li rojnamevanan hate kirin. Deriyên malên wan hatin şikandin û rojnamevan bi paşve kelemçekirî li erdê hatin dirêjkirin, avêtin li dîwarî dan, berê çekan dan stuyê wan, bi erdê re hatin kaşkirin, heqaretên zayendperest li wan hatin kirin. Dema hatin binçavkirin hewl dan serê wan bitewînin û her wiha dest danîn ser ekîpmanên wan ên teknîkî. 
 
Pitika 45 rojî ya nûçegihana MA’yê Zemo Aggoz ku hatibû binçavkirin, bi saetan birçî hate hiştin. Şîrdayîna pitika Zemoyê, girêdayî destûra dozgeriyê hate kirin. Li ser bertekên hatin nîşandan, Zemo bi şertê hefsa malê hate berdan.  
 
GIRTINA 10 ROJNAMEVANAN 
 
10 rojnamevanên din 28’ê cotmehê sewqî edliyeyê hatin kirin. Tevî ku wergirtina îfadeyên wan zû bi dawî bûn jî derbarê rojnamevanan de nîvê şeva 29’ê cotmehê de biryara girtinê hate dayîn. Rojnamevanên ku nûçeyên wan, hevdîtinên wan ên bi çavkaniyên nûçeyan re û gera wan bûn mijara sûc, di korîdorên edliyeyê de bi dirûşmeya “Çapemeniya azad nikare bê bêdengkirin” biryara girtinê şermezar kirin. Ji rojnamevanên hatin binçavkirin tenê Mehmet Gunhan bi şertê kontrola edlî hate berdan. 
 
Girtina 26 hevalên me yên kedkarên çapemeniya azad a di mehekê de, kevneşopiya çapemeniya azad bi dawî nekirin. Lê belê careke din nîşan da ku tirsa hikumetê ya ji rastiyê, çawa ew nêzî dawiyê kiriye. Desthilatên salên 90’î bi rêbazên JÎTEM’ê nekarîbûn serê çapemeniya azad bitewînin, desthilatên ku îro bermahiyên JÎTEM’ê ne jî wê nikaribin serê çapemeniya azad bitewînin. 
 
KAMPANYA 
 
Bi wesîleya rapora me ya mehane em careke din kampanyaya “Nûçeyekê jî tu bişîne” ku me di 2’yê mijdarê de li Amedê da destpêkirin bi bîr dixin û û hemû hempîşeyên xwe vedixwînin piştevaniyê. Em bang li hemû hempîşeyên xwe dikin ku bi parvekirina nûçeyên xwe yên bi JINNEWS û Ajansa Mezopotamyayê re nîşan bidin ku nûçe û rojnamegeriya rojnamevanên kurd ên dixwazin bi girtinan bên bêdengkirin ne sûc in.” 
 
Di raporê de binpêkirinên mafan ên li hemberî rojnamevanan wiha ne:
 
BINPÊKIRINA MAFÊ ROJNAMEVANÊN ÊN JIYAN Û EWLEHIYÊ
 
* Rojnamegeran êriş li wan hat kirin: 1
 
* Rojnamegerên bi ser mala wan de hatine girtin: 12
 
* Rojnamegerên hatin binçavkirin: 23
 
* Rojnamegerên hatin girtin: 10
 
* Rojnamegerên ku rastî muameleya xerab hatin: 14
 
* Rojnamegerên gef li wan hat xwarin: 2
 
* Rojnamegerên ku di şopandina nûçeyan de hatin astengkirin: 6
 
* Binpêkirinên li dijî rojnamegeran ên li girtîgehan: 23
 
LI DIJÎ ROJNAMEVANÊN BINPÊKIRINÊN AZADIYA RAMAN Û DERBIRÎNÊ
 
* Rojnameger hatin cezakirin: 5
 
* Rojnamegerên hatin darizandin: 59
 
* Hejmara rojnamegerên girtî (ji 1'ê cotmehê ve): 88
 
BINPKIRINA MAFÊN ROJNAMEVANAN ÊN ABORÎ/CIVAKÎ
 
* Binpêkirina mafên aborî: 2
 
QEDEXEKIRIN Û SANSÛRKIRIN 
 
* Biryara qedexekirina weşanê: 1
 
* Cezayê rawestandina weşanê: 5
 
ASTENGIYÊN LI PÊŞ MEDYA INTERNET-DÎJÎTAL
 
* Malperên hatin girtin: 4
 
* Nûçeyên hatine qedexekirin: 49
 
* Naveroka medyaya dîjîtal ku hatine qedexekirin: 2 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

11/11/2022
13:53 Euro derket ser 19 lîreyan
13:49 Li Enqereyê 5 efxanî bi awayekî hovane hatine qetilkirin
13:26 Di Doza Anter de biryara bihincet: Qanûna leha bersûcan esas hat girtin
13:06 Derket holê ku zaroka dihat îdiakirin xwe kuştiye hatiye qetilkirin
12:55 Dest û lingekî Brûkanli yê xwe şewitandibû nagirin
12:20 Koç ê HDP’î xwest ku binpêkirinên li Girtîgeha Eskîşehîrê bên lêkolînkirin
12:18 Kenanoglu: Serokatiya Cemxaneyan pêngava kontrolkirina elewiyan e
12:08 Buldan: Bersivnedayîna serlêdana me nîşan dide bê ka li Îmraliyê tecrîdeke çiqas giran heye
11:52 ‘Tirkiye herî zêde gazên ku mirovan dixeniqîne bi kar tîne’
11:42 'Dixwazin bavê min di girtîgehê de bimire'
11:30 Şûraya Dewletê gundî cara duyemîn mafdar dîtin
10:44 Bi deh hezaran kes dê li Dusseldorfê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî bimeşin
10:26 Ev 18 sal in bi navê kesekê din girtî ye: Ez Silêman Şêxo me!
09:07 TJN dê atolyeya şanoyê li dar bixe
09:06 Paceyên hucreyan bi têlên qalind tên girtin
09:05 'Ne tenê rakirina tecrîdê, divê azadiya fîzîkî ya Ocalan jî pêk bê'
09:04 Cotkarên ku pembû danîne: Em xisirîne
09:03 Mehmet Ocalan: Ger em niha li ber tecrîdê ranebin dibe ku sibe pir bi derengî bikeve
09:00 ROJEVA 11'Ê MIJDARA 2022'YAN
10/11/2022
16:47 Derheqê 3 parlamenterên CHP’ê de fezleke hatin amadekirin
16:36 Nebatî li komîsyonê hat protestokirin: Pisîk kete trafoyê, mişk ji deriyê piştê kete xizîneyê
16:30 Tosûn a HDP’î: Çeteyên hişbirê bi çek digerin
16:05 Xwendekarên ODTU’yê bikaranîna çekên kîmyewî protesto kirin
15:44 Doza girtiyê nexweş: ATK’ê Tîpa R pêşniyar kir û dadgehê daxwaza berdanê red kir
15:32 Nobeta Edaletê: Êdî bes e ji vê zilmê re
15:16 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
15:04 Tumuklu: Girtina rojnamegeran kiryarekî derhiqûqî ye
14:59 Rojiya mirinê ya li Girtîgeha Makuyê didome: Girtî xistin hucreyên yekkesî
14:26 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar didome
14:16 Lêçûnên projeya ‘prestîjê’ ya qeyûm gihişt 104 milyon lîreyan
13:52 Ji HDP’ê biryara ‘Konferansa Komara Demokratîk’
13:12 Girtiyê ji bo tedawiyê anîne Girtîgeha Wanê rastî miameleya xerab tê
12:53 Ji bo berdana girtiyê nexweş Ozkan kampanya hat destpêkirin
12:40 Malbatên girtiyan: Vê zilmê ne Xwedê ne jî evd qebûl dike
12:19 Li gorî TUÎK’ê bêkariya li Tirkiyeyê zêdetir bû
12:06 Bersûcên Malbata Şenyaşar li Pirsûsê 2 kes bi gulebaranê qetil kirin
12:01 Ji ber gotinên derheqê çekên kîmyewî de li Demîrtaş doz vekirin
11:45 Girtiyên nexweş ên di grevê de li qawîşên yekkesî tên ragirtin
11:44 Qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn: Em ê alaya wan li ba bikin
11:11 Komîsyona Mafên Mirovan a Herêma Kurdistanê: Haya me ji bikaranîna çekên kîmyewî nîne!
11:00 Dê hêj ji Girê Miraza çi derbikevin? Rojnameger dê çawa bikin nûçe?
10:50 Keskîn: Girtina rojnamegeran û Fîncanci, operasyona tolhildanê ye
10:14 Sarisozen: Yên ku dengê xwe ji bo çekên kîmyewî dernaxînin, şirîkên sûc in
09:49 Qeyûm Bajarê Dîrokî Dara daye ber îmarê
09:39 MÎT li Dîlokê bi ASA'yê û li Atmê jî bi HTŞ'yê re civiyaye
09:30 Li Xelatê erdhej
09:30 Mafê hevdîtina bi hempîşeyên wan re yê rojnamegerên girtî asteng dikin
09:29 Cotkarên Silopiyayê nikarin pembûyê xwe bifiroşin
09:05 Mafê jiyanê yê her du birayên girtî û nexweş tê binpêkirin
09:04 Darfiroş û darvanên Colemêrgê: Heta ku AKP têk neçe krîza aborî çareser nabe
09:04 Li Wanê di 7 rojan de 4 mirinên biguman
09:03 Amed amadekariyên Komcivîna Stareyên Jinan dike
09:00 ROJEVA 10'Ê MIJDARA 2022'YAN
09/11/2022
21:03 Şahidê Komkujiya Dersimê Bego Polat jiyana xwe ji dest da
17:01 Li Edeneyê Platforma Ekolojiyê hate avakirin
16:57 Abdî ya bi tevî pitika xwe du mehî ve girtîbû hat berdan
16:38 Endamên Meclisa Ciwanên HDP’ê hatin berdan
16:37 Nobeta Edaletê: Bila tecrîd û îşkence bi dawî be
16:08 Saziyên sivîl û partiyên siyasî serdana şîna Temîz kirin
16:07 Şaxa Platforma KESK’ê ya Amedê: Ne bûdçeya gel lê bûdçeya şer e
16:07 Di doza Seroka Komeleya Rosayê de dê mutala bê amadekirin
15:33 Li Sirri Sureyya Onder 5 meh cezayê hefsê hate birîn
14:45 Rapora girtîgehan a OHD’ê: Divê mekanîzmaya venihêrînê ya serbixwe bê avakirin
14:33 Çalakiya xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê didome
14:11 Cenazeyên kesên di qezaya Dutaxê de mirin dane malbatên wan
14:07 Ferît Şenyaşar: Kujeran xwe li pişt îktidarê veşartiye
13:59 Rojnamevanan serdana ajansa me kir
13:45 Pêşniyaznameyên kîmyasalê bi hêceta ‘mijarên nayên pirsîn’ hat vegerandin
13:40 Bulbul: AKP qeyûm tayînî civaka elewîtiyê dike
13:31 Sefîra Ingilîz serdana HDP’ê kir
13:23 3 roj in li benda wergirtina cenazeyan in
13:13 Ceyrana girtiyan hat birîn
13:12 Gelo ser bermamiyên dîrokî ku li Ben û Senê derketin holê tê niximandin?
13:07 Ji girtiyekî name: Hevalên me le erdê radizên
12:42 Li pêşiya AYM’ê êrişî kedkarên perwerdehiyê kirin
12:38 Piştî girtiyan zexta “qawişa serbixwe” li malbatan jî tê kirin!
12:18 Guleryuz: Divê Tirkiye destûrê bide ku şandeyên serbixwe çekên kîmyewî lêkolîn bikin
12:06 Li Miksê dema ‘Sêvên Çalê’ ye
12:02 Malbatên girtiyan: Partiyên siyasî soza xwe bi cih neanîn
11:52 6 meh in îdianameya derbarê wan de nehatiye amadekirin
11:32 Nivîskar Mehmûd Nêşite koça dawî kir
11:15 Amediyan afîşên Bahçelî çirandin
10:51 MYK’a HDP’ê dicive
10:42 Serokatiya Cemxane û Çandê ya Elewî-Bektaşî hat damezrandin
10:36 Brûkanliyê xwe şewitandibû li revîrê bikelemçeyê tê dermankirin
10:24 Rojnamevan Bêrîvan Altan heqîqetê veguherand evîndariyê
10:12 Wesayîtên şaredariyê xistin xizmeta AKP’ê
09:55 Keça girtiyê nexweş Ozkan: Werin li dadgehê bi çavê xwe rewşa bavê min bibînin
09:41 Di qezaya Dutaxê de hejmara miriyan derket 8’an
09:03 'Armanca binpêkirinên mafan polîtîkaya tepisandinê ye'
09:02 Nelirêtiyên li ser nelirêtiyê yên qeyûmê Mêrdînê!
09:02 Kavak ê ku di 1974'an de Ocalan nas kiriye: Tekane çare Ocalan e
09:01 Evsen ê ku 30 salan di girtîgehê de ma: Li girtîgehan ji serî heta binî tecrîd heye
09:00 Sergardiyan gefa kuştinê li girtiyan xwariye: Em ê we bi komî bişewitînin
09:00 ROJEVA 9'Ê MIJDARA 2022'YAN
08/11/2022
22:05 Acetê HPG'î li warê xwe Êlihê hat veşartin
21:38 Raportorên NY‘yê xwestin demildest Fincanci bê berdan
20:49 KCD, DBP û HDP'ê serdana malbatên kesên ku di qezaya Dutaxê de jiyana xwe ji dest dan kirin
19:37 Li Dersimê çokeke berf ketiye
17:45 Komîsyona rektoriyê dê ji bo daxwaza xwendekarên hiqûqê li hev kom bibe