Dayikên Aştiyê: Heke em xwe bêdeng bikin, wê demê em jî dibin şirîkê sûc

  • rojane
  • 09:53 4 Mijdar 2022
  • |
ŞIRNEX - Dayikên Aştiyê ji bo meşa ku dê di 6’ê mijdarê de li Silopiyayê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî were lidarxistin bang kirin û wiha gotin: “Heke em li malên xwe rûnin û xwe bêdeng bikin, wê demê em jî dibin şirîkên sûc.” 
 
Li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ji hêla Tirkiyeyê ve li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Federal a Kurdistanê dê di 6’ê mijdarê de li Silopiya ya Şirnexê meş were lidarxistin. Meş, bi dirûşma “Li Dijî Çekên Kîmyewî Meşa Mirovahiyê” tê lidarxistin û tê payîn ku ji bajarên derdorê jî gelek kes tev li bibin. Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Şirnexê ji bo tevlibûna mitîngê bang kirin. 
 
‘ROJ ROJA BERXWEDANÊ YE’ 
 
Ji Dayikên Aştiyê Emîne Alkiş bikaranîna çekên kîmyewî weke “hovîtî” pênase kir û wiha got: “Heke em li ber televîzyonê rûnin û ji ber tiştên diqewimin tenê bigirîn, ev yek dê bi kêrî tiştekî neyê. Divê her kes rabe ser pêyan û li ber xwe bide. Îroj, roja berxwedanê ye. Îroj, roja şeref û namûsê ye. Li dijî zarok û xwezaya me çekên kîmyewî tên bikaranîn. Baş e lê kanê dewlet? Rêxistinên mafên mirovan li ku ne? Tiliya tevan jî tê de heye. Hemû jî dijminên kurdan in. Em kesên piştevaniya şer dikin û alîkariyê didin şermezar dikin. Em vê qebûl nakin. Xwezaya me talan kirine. Xazên kîmyewî tev li av û axa me bûye. Ji berhemên em ji axê digirin heta ava ku em vedixwin, tevek jî kîmyewî ne. Divê êdî kurd dengê xwe derxînin û ji vî şerî re bibêjin bes e. Em dixwazin zarokên me jî mîna gelên din azad bijîn. Divê NATO û dewletên din êdî pêşî li ber vî şerî bigrin. Êdî bes e.” 
 
'EV ZAROK ÊN ME TEVAN E’
 
Dayika Aştiyê Zerrîn Aytaç jî bal kişand ser dîmenên gerîlayên HPGî yên bi çekên kîmyewî hatine qetilkirin û wiha domand: “Tu eleqeya van tiştan bi mirovahiyê re nîne. Yên ku îro tên kuştin, zarokên me ne, xwîşk û birayên me ne. Divê dayikên leşker û polîsan jî rabin ser pêyan û ji vî şerî re bibêjin êdî bes e. Ev demekî dirêj e em ji bo aştiyê têdikoşin. Em naxwazin êdî xwîna kesekî birije. Ev zarok ên me tevan e. Êdî bes e û bila kesek bi çekên kîmyewî neyên qetilkirin.” 
 
'BERPIRSYAR BARZANÎ YE’
 
Têkildarî mijarê ji Dayikên Aştiyê Zeynep Begenîr jî got ku berpirsyarê tiştên li Herêma Federal a Kurdistanê diqewimin tenê desthilatdariya AKP nîne û ev tişt anî ziman: “Dilê min xwe li ber wan dîmenan negirt. Sedema van tiştan tenê Erdogan nîne. Berpirsariya herî mezin li stûyê Barzanî ye. Heke Barzanî rê nedabûya, wan jî nedikariya wisa bikin. Nedikariyan vê talanê bikin. Heke em kurd nebin yek, wê demê karê me zehmet e. Her wiha hêzên navneteweyî jî piştgiriyê didin Erdogan. Dewletên ku dibêjin; ‘em mafên mirovan diparêzin’, çavên xwe li kiryarên Erdogan digirin. Van hêzan, çekên kîmyewî li hemû cîhanê qedexe kirine lê dema mijar dibe kurd, bêdeng dimînin. Bi sala ye bi çekên kîmyewî êrişî zarokên me dikin. Çiya û sewalên me tune kirin. Barzanî çima rê li ber vê nagire? Divê xelkê Başûr li dijî vê derkeve û li dijî vê komkujiyê dengê xwe derxîne. Ev pirsgirêk bi kuştinan çareser nabe. Divê her kes dengê xwe derxîne.” 
 
'ÇARESERÎ BI KUŞTINÊ NABE’
 
Ji Dayikên Aştiyê Asya Demîr jî got ku divê herî zêde dayik bertekê nîşanî  bikaranîna çekên kîmyewî bidin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji ber ku herî zêde dilê dayikan dişewite. Divê her dayikek dengê xwe derxîne. Hewceye kesên ku maf û hiqûqê diparêzin li ser vê meseleyê bisekinin. Çareserî bi kuştinan nabe. Bêdengî, mirin e. Heke em li malên xwe rûnin û xwe bêdeng bikin, wê demê em jî dibin şirîkên sûc.” 

Sernavên din

09/11/2022
12:06 Li Miksê dema ‘Sêvên Çalê’ ye
12:02 Malbatên girtiyan: Partiyên siyasî soza xwe bi cih neanîn
11:52 6 meh in îdianameya derbarê wan de nehatiye amadekirin
11:32 Nivîskar Mehmûd Nêşite koça dawî kir
11:15 Amediyan afîşên Bahçelî çirandin
10:51 MYK’a HDP’ê dicive
10:42 Serokatiya Cemxane û Çandê ya Elewî-Bektaşî hat damezrandin
10:36 Brûkanliyê xwe şewitandibû li revîrê bikelemçeyê tê dermankirin
10:24 Rojnamevan Bêrîvan Altan heqîqetê veguherand evîndariyê
10:12 Wesayîtên şaredariyê xistin xizmeta AKP’ê
09:55 Keça girtiyê nexweş Ozkan: Werin li dadgehê bi çavê xwe rewşa bavê min bibînin
09:41 Di qezaya Dutaxê de hejmara miriyan derket 8’an
09:03 'Armanca binpêkirinên mafan polîtîkaya tepisandinê ye'
09:02 Nelirêtiyên li ser nelirêtiyê yên qeyûmê Mêrdînê!
09:02 Kavak ê ku di 1974'an de Ocalan nas kiriye: Tekane çare Ocalan e
09:01 Evsen ê ku 30 salan di girtîgehê de ma: Li girtîgehan ji serî heta binî tecrîd heye
09:00 Sergardiyan gefa kuştinê li girtiyan xwariye: Em ê we bi komî bişewitînin
09:00 ROJEVA 9'Ê MIJDARA 2022'YAN
08/11/2022
22:05 Acetê HPG'î li warê xwe Êlihê hat veşartin
21:38 Raportorên NY‘yê xwestin demildest Fincanci bê berdan
20:49 KCD, DBP û HDP'ê serdana malbatên kesên ku di qezaya Dutaxê de jiyana xwe ji dest dan kirin
19:37 Li Dersimê çokeke berf ketiye
17:45 Komîsyona rektoriyê dê ji bo daxwaza xwendekarên hiqûqê li hev kom bibe
17:26 Komîsyonê bi yekdengî biryara betalkirina parêzbendiya Guzelê da
17:20 Xwestin 'Qanûna Pîşeyî ya Mamostetiyê' bê betalkirin
16:44 Danişîna mamosteyên nîjadperest ên ku heqaret li kurdî kiribûn hat taloqkirin
16:34 Danişîna doza Demokratîk Modernîteyê hat taloqkirin
16:20 Pirsa çekên kîmyewî ji Çavûşoglû hate pirsîn: Hûn ê lêkolîn bikin?
16:19 Dayika girtiyê nexweş: Bila her kes dengê xwe bilind bike
15:39 Prz. Gungordu: Biryar îspat dike ku muwekîlên me dîlgirtiyên siyasî ne
15:02 ÎHD li 27 bajaran daxuyanî da: Divê demildest dawî li binpêkirina mafên girtiyan were anîn
14:42 Şahidê qezaya li Agiriyê pêk hat: Îhmal heye
14:29 Li Wanê 137 sal û 6 meh cezayê hefsê dan 22 kesan
14:07 Sancar: Ji bo nixûmandina kedxwariya xwe serî li polîtîkaya şer didin
13:55 Li Nîjeryayê gelemperî jê jin 80 kes hatin revandin
13:04 Rêxistinên elewiyan meşiyan Meclisê: Em ne komeqanûnê lê hemwelatiya wekhev dixwazin
13:01 ELDH: Tecrîd ji aliyê gelên cîhanê ve tê zanîn
12:38 Malbatên girtiyan: Sedema zilma li ser zarokên me kurdbûn e
12:29 Partiya Çep a Kesk ji bo piştevaniyê serdana rojnamevanan kir
12:16 Xizmên girtiyan di danişîna ewil de beraet kir
11:59 'Heke daraz nikaribe mazlûman biparêze, kes nikare behsa edaletê bike’
11:37 Mîhrîcan bû bingeha nîqaşên şanoya serbixwe
11:28 Li Wanê 6 penaber ji zinar ketin xwarê
11:23 Elmanya ji bo Fîncanci name ji Erdogan re şand: Bila bê berdan
10:49 Serhildana li rojhilatê Kurdistanê û Îranê berdewam dike
09:17 Malbatên ku zarokên wan di jêrzemînan de hatin qetilkirin: Em ê doza heqê zarokên xwe bikin
09:07 Sîbel Balaç: Me li dijî bêedaletiyê mafê xwe yê rêxistinbûyînê parast
09:05 Îdianameya kujerê Berîvan Alturkê hat amadekirin
09:04 17 sal di ser bombekirina Pirtûkxaneya Ûmûtê re derbas bûn
09:01 Tevî hemû delîlan jî kujerên Evgun nehatine zevtkirin!
09:00 ROJEVA 8'Ê MIJDARA 2022'YAN
07/11/2022
20:09 50 kesên di meşa li dijî çekên kîmyewî de hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:30 Şandeyeke amerîkî hat Enqereyê
16:29 Li Agiriyê qeza pêk hat: 7 kes mirin 11 kes birîndar bûn
16:24 Di êrişa dewleta tirk de şervanekî HSD’ê jiyana xwe ji dest da
16:17 Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê: Ev der Amed e û em ê li ber xwe bidin
14:10 Tirkiye dibe sedem ku kolera li Sûriyeyê belav bibe
14:02 Seroka Giştî yê DÎSK’ê serdana Malbata Şenyaşar kir: Ev têkoşîn Tirkiyeyê vedibêje
14:02 Dîmenên dema artêşa tirk cenazeyên leşkeran dişewitîne hatin weşandin
13:42 Bihayê zêran di nava hefteyekê de ji sedî 2 zêde bû
13:32 Pirtûkên ku bi îdiaya ‘delîlên sûc’ desteser kiribûn dîsa li rojnamegeran vegerandin
12:01 Bavê aktîvîstê îranî Ronaghî li pêşiya girtîgehê krîza dil derbas kir
11:57 Li Belucistanê 15 girtî hatin bidarvekirin
11:44 Berê xwe bidin çiyayan hûn ê xweşikbûna payîzê bibînin
11:37 Piştî NATO’yê vê carê jî Swêd serdana Tirkiyeyê dike
11:31 Konferansa Jinan a Navneteweyî bi dawî bû: Tora têkoşîna hevpar hat ragihandin
11:11 Jin wê di 25’ê Mijdarê de li Tunela Taksîmê bin
10:33 Li Baselê Dîwana Dengbêjiyê hate lidarxistin
10:22 Ji JINNEWS’ê çeteleya tundiyê ya cotmehê
10:21 Meşa Mirovahiyê: Ji bilî berxwedanê tu çare nînin
10:16 Li Sengawê 2 DAIŞ’î hatin kuştin
10:15 Chomsky xwest ku bikaranîna çekên kîmyewî bê lêkolînkirin
09:01 Mêrsîn bi bermayiyan qirêj dibe, nexweşî zêde dibin
09:00 ROJEVA 7'Ê MIJDARA 2022'YAN
07:16 Kesên li Stenbolê hatibûn binçavkirin hatin berdan
06/11/2022
22:49 Li Herêma Kurdistanê leşkerek hate kuştin 3 jî birîndar bûn
20:52 Konferansa Jinan a Navnetewî: Jiyana tê xwestin bi şoreşê pêkane
18:59 Li Silopiya di meşa li dijî çekên kîmyewî de 32 kes hatin binçavkirin
18:45 Li Stenbolê 80 kes hatin binçavkirin
17:53 Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê bi Trabzonsporê re 1 û 1 ma
17:08 Ji Stenbolê bang kirin: Heta ku were lêkolînkirin em ê li qadan bin
16:46 TÎP: Em ê li hemberî êrişên faşîst serî netewînin
15:54 12 parlamenteran ji Parlamentoya Başûr îstîfa kirin: Em nabin şirîkê derqanûntiyê
15:33 Li her kolana derdikeve Îstîklalê li ber xwe dan
14:41 Ji 300 rewşenbîran bo rejîma Îranê bang: Dawî li zextên xwe bîne
14:35 Li Wanê operasyana leşkerî hate destpêkirin
14:35 Li Global Boksê bikaranîna çekan hat protestokirin
14:13 Malbata Şenyaşar: Yên ku aliyê zaliman digirin dê winda bikin
13:55 Li Îranê dengê şoreşê bilind dibe
13:38 Parlamenterên Iraqê bang li hikûmetê kirin: Li dijî êrişan bêdeng nemîne
12:47 Bi hezaran kesan li dijî çekên kîmyewî kolan bi kolan li ber xwe dan
12:30 Ji bo ‘Meşa Mirovahiyê’ çol û çiyayan derbas dikin
12:22 Di kampa leşkerî ya Somaliyê de teqîn: 5 kes mirin, 11 kes birîndar bûn
12:21 Prof. Dr. Altintaş: Gotina ‘bila YOK were girtin’ êdî dibe fantazî
11:30 Li Silopiyayê ‘Meşa Mirovahiyê’ dest pê dike
11:18 Baroyan ji bo ‘çareserkirina pirsgirêka kurd’ bang kirin
10:17 Di kana madenê ya Zonguldakê de teqîn: 4 karker birîndar bûn
09:55 Philippe Leruth: Rojnamegerên hatine girtin, rûmeta rojnamegeriya li Tirkiyeyê ne
09:28 Di şer û pevçûnên li Başûr de 2 leşker hatin kuştin
09:04 Seroka Odeya Bıjişkan a Amedê: Em girtina Şebnem xoceyê qebûl nakin