Rojnameger Bûlût zilma li dijî girtiyên nexweş ragihand

  • rojane
  • 11:49 3 Mijdar 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Zeynel Bûlût ku di meha hezîranê de bi 15 hevalên xwe yên rojnameger re hatibû girtin, zilma li dijî girtiyên nexweş a li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 2'yan a Amedê ragihand û got ku revîr ji girtiyên nexweş re luks tê dîtin.
 
Li girtîgehên dewleta tirk ên li Bakurê Kurdistanê binpêkirinên mafan ên li dijî girtiyên nexweş derketine asta herî jor. Girtî ji gelek mafên xwe bêpar tên hiştin û pirsên wan ên der barê van binpêkirinan de ji aliyê rêveberiyên girtîgehan ve bêbersiv tên hiştin. Herî zêde jî binpêkirinên mafan di warê tenduristiyê de tên jiyîn û girtiyên nexweş nayên tedawîkirin.
 
Yek ji van girtîgehên ku binpêkirinên mafan li wan zêde ne jî Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 2'yan a Amedê ye. Edîtorê rojnameya Xwebûnê Zeynel Bûlût ku di 16’ê hezîranê de Midurê Karê Nivîsan ê rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş jî di nav de bi 15 hevalên xwe yên rojnameger re hatibû girtin, bi nameyekê binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 2'yan a Amedê yên li dijî girtiyên nexweş ragihand.
 
'MÛAYENE WEKE LUKS TÊ DÎTIN'
 
Rojnameger Bûlût, da zanîn ku polîtîkayên ku ji aliyê dewleta tirk ve li girtîgehan tê meşandin hatiye asta sûcê mirovahiyê û got ku ji hêla tenduristiyê ve girtiyên nexweş gelek pirsgirêkan dijîn. Bûlût, diyar kir ku derketina revîrê û mûayeneya bijîşk a ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve wekî luks tê dîtin û di nav hefteyê de tenê 2 saetan xizmeta tenduristiye tê dayin û bi mehan dor nayê girtiyên nexweş ku derkevin revîrê û mûayene bibin.
 
Her wiha Bûlût, di nameya xwe de bal kişand ser pirsgirêka ceyranê ya ew pê re rû bi rû ne û da zanîn ku bi awayekî gelek biha heqê ceyranê li wan tê birîn û xwest ku ev neheqiya li dijî wan wan bê çareserkirin.
 
Nameya Bûlût a derbarê binpêkirinên mafan ên li girtîgehan de wiha ye:
 
“Hevalno wekî ku hûn jî dizanin polîtîkayên taybet ên li ser zindanan tên meşandin hatiye asta herî jor a sûcê mirovahiyê. Li aliyekî polîtîkaya tecrîd û îzolasyonê, li aliyê din gav bi gav dehfdana ber bi mirinê ve. Li gel şert û mercên xirab ên li zindanan ku rê li ber gelek nexweşiyên kronîk û derbas nabin vedikin, nêzîkatiyeke dijmirovî û bêwijdanî jî li dijî girtî û hikumxwaran pêş dikeve. Li gorî derfet û lêkolînên ku me kir hema bêjin li tevahiya zindanan heman polîtîka tên meşandin. Li 17 girtîgehên ku hevalên me lê dimînin ku me pirsî li hemûyan jî di warê tenduristiyê de binpêkirinên mafan gihîştiye lûtkeyê. Derketina revîrê û muayeneya dixtor ji aliyê rêveberiyê ve wekî luks tê dîtin.
 
NEXWEŞÎ VEDIGUHERIN NEXWEŞIYÊN KRONÎK
 
Zindana ku em lê girtîne û yên din ji bo girtiyên nexweş ji mafê tenduristiyê sûd wernegirin û neyên dermankirin, her cure polîtîkayê dixin meriyetê. Wekî mînak, di nav hefteyê de tenê 2 saetan xizmeta tenduristiye tê dayin. Bi sedan girtiyên nexweş hene ku bi mehan dor nayê wan ku derkevin revîrê û mûayene bibin. Dema ku rewş wiha be, ew nexweşîna peyda dibe ji demekê şûn de vediguhere nexweşiyeke kronîk û rê li ber texrîbatên li ser laş vedike. Her wiha dibe sedem ku ev nexweşî mirovekî girtî gav bi gav ber bi mirinê ve bibe. Daneyên ÎHD’ê yên 10 mehên dawî ku 63 girtî di zindanê de jiyana xwe ji dest dane piştrastkirina herî şênber a van polîtîkayan e.
 
BI HEZARAN GIRTIYÊN NEXWEŞ TERKÎ MIRINÊ HATINE KIRIN
 
Dema em vê mijarê tînin rojevê û ji berpirsan dipirsin bersiva wan ev e: 'Her kes dixwaze derkeve revîrê'. Bersiveke Sosret. Heke kesekî nenexweş be, pirsgirêkên wî yên tenduristiyê tune bin çima bixwaze derkeve revîrê û mûayene bibe? Bi rastî jî hatiye asta bi zorê, mirov bi êş û jana ku dikişîne dijî. Her wiha yên ku derdikevin jî bi gelemperî bêyî ku xetereyek bê xwestin, mûayeneyeke esasî bê kirin an jî ji bo fêhmkirina nexweşiyê sewqî nexweşxaneyê bê kirin dermanê êşbirê tê nivîsîn û bi serserî tevdigerin, ji ser serê xwe diavêjin! Lewma jî bi hezaran girtiyên nexweş ji ber vê nêzîkatî û van polîtîkayên dijmirovî îro li zindanan terkî mirinê hatine kirin.
 
Ev pêkanînên ku em pê rû bi rû dimînin bingeha xwe ji nêzîkatiya dijminane û hestên faşîzan digire. Ji wijdan ehlaq û hiqûqa ku mafê mirovan diparêze gelekî bêpar e. Rêveberiya zindanê bi kêfî tevdigere. Zindanê weke laboratûarekê dixebitînin û bi jiyana mirovan dilêyîzin. Ev tiştên ku ez dibêjim ji hîs û westan wêdetir e. Rast e rast tiştên ku diqewimin, çavderî ne û ez bi xwe jî pê re rû bi rû mam. Lewma jî me xwest ev pirsgirêkên heyî bi we hevalên hêja û rayagiştî re parve bikin.
 
POLÎTÎKAYA CEYRANÊ DIJHIQÛQÎ YE
 
Hevalno mijareke din jî pirsgirêka ceyranê ye ku demek berê jî me parve kiribû. Li gel ku bi dehan caran hevalên me îtîrazî vê rewşê kirine û di warê hiqûqî de ketine nav hewldanan jî heta niha tu encamek nehatiye bidestxistin. Pirsgirêk ev e: 'Li tevahiya zindanan heqê ceyrana ku tê mizextkirin (xerckirin) ji girtiyan tê birîn. Ev bi xwe derhiqûqî ye. Lê ya sosret jî ew e ku bihayê bikaranîna ceyranê weke ya pîşesaziyê tê birîn. Ceyran ji sedî 50’î zem bûye. Em sê kes li qawişekê dimînin û tenê ketilekî me heye, vê mehê 546.04 TL heqê ceyranê ji me re hat. Hesap bikin li sedan zindanan bi 10 hezaran qawiş hene. Ev rast e rast mêtîngeriyeke, polîtîkayeke dijhiqûqî ye. Bi taybetî jî ji bo kesên girtî ev bê hiqûqiyek mezin e. Dewlet bi tu awayî nikare heqê tiştekî jê bixwaze û neçare ku hemû pêdivîyên girtî yên jiyanî bi cih bîne. Lê mixabin îro li tevahiyê zindanan em girtî bi polîtîkayek wiha der hiqûqî re rû bi rû dimînin.
 
Li gel îtiraz û serlêdanên hiqûqî, rojev bûna vê pirsgirêkê û ketina raya giştî dê ji bo encam girtinê gelekî girîng be. Lewma jî hûn hevalên hêja û kedkarên çapemeniya azad têxin rojeva xwe û bi parêzvanên mafên mirovan û hiqûqnasan bidin şîrovekirin dê gelek baş be.”

Sernavên din

09/11/2022
12:06 Li Miksê dema ‘Sêvên Çalê’ ye
12:02 Malbatên girtiyan: Partiyên siyasî soza xwe bi cih neanîn
11:52 6 meh in îdianameya derbarê wan de nehatiye amadekirin
11:32 Nivîskar Mehmûd Nêşite koça dawî kir
11:15 Amediyan afîşên Bahçelî çirandin
10:51 MYK’a HDP’ê dicive
10:42 Serokatiya Cemxane û Çandê ya Elewî-Bektaşî hat damezrandin
10:36 Brûkanliyê xwe şewitandibû li revîrê bikelemçeyê tê dermankirin
10:24 Rojnamevan Bêrîvan Altan heqîqetê veguherand evîndariyê
10:12 Wesayîtên şaredariyê xistin xizmeta AKP’ê
09:55 Keça girtiyê nexweş Ozkan: Werin li dadgehê bi çavê xwe rewşa bavê min bibînin
09:41 Di qezaya Dutaxê de hejmara miriyan derket 8’an
09:03 'Armanca binpêkirinên mafan polîtîkaya tepisandinê ye'
09:02 Nelirêtiyên li ser nelirêtiyê yên qeyûmê Mêrdînê!
09:02 Kavak ê ku di 1974'an de Ocalan nas kiriye: Tekane çare Ocalan e
09:01 Evsen ê ku 30 salan di girtîgehê de ma: Li girtîgehan ji serî heta binî tecrîd heye
09:00 Sergardiyan gefa kuştinê li girtiyan xwariye: Em ê we bi komî bişewitînin
09:00 ROJEVA 9'Ê MIJDARA 2022'YAN
08/11/2022
22:05 Acetê HPG'î li warê xwe Êlihê hat veşartin
21:38 Raportorên NY‘yê xwestin demildest Fincanci bê berdan
20:49 KCD, DBP û HDP'ê serdana malbatên kesên ku di qezaya Dutaxê de jiyana xwe ji dest dan kirin
19:37 Li Dersimê çokeke berf ketiye
17:45 Komîsyona rektoriyê dê ji bo daxwaza xwendekarên hiqûqê li hev kom bibe
17:26 Komîsyonê bi yekdengî biryara betalkirina parêzbendiya Guzelê da
17:20 Xwestin 'Qanûna Pîşeyî ya Mamostetiyê' bê betalkirin
16:44 Danişîna mamosteyên nîjadperest ên ku heqaret li kurdî kiribûn hat taloqkirin
16:34 Danişîna doza Demokratîk Modernîteyê hat taloqkirin
16:20 Pirsa çekên kîmyewî ji Çavûşoglû hate pirsîn: Hûn ê lêkolîn bikin?
16:19 Dayika girtiyê nexweş: Bila her kes dengê xwe bilind bike
15:39 Prz. Gungordu: Biryar îspat dike ku muwekîlên me dîlgirtiyên siyasî ne
15:02 ÎHD li 27 bajaran daxuyanî da: Divê demildest dawî li binpêkirina mafên girtiyan were anîn
14:42 Şahidê qezaya li Agiriyê pêk hat: Îhmal heye
14:29 Li Wanê 137 sal û 6 meh cezayê hefsê dan 22 kesan
14:07 Sancar: Ji bo nixûmandina kedxwariya xwe serî li polîtîkaya şer didin
13:55 Li Nîjeryayê gelemperî jê jin 80 kes hatin revandin
13:04 Rêxistinên elewiyan meşiyan Meclisê: Em ne komeqanûnê lê hemwelatiya wekhev dixwazin
13:01 ELDH: Tecrîd ji aliyê gelên cîhanê ve tê zanîn
12:38 Malbatên girtiyan: Sedema zilma li ser zarokên me kurdbûn e
12:29 Partiya Çep a Kesk ji bo piştevaniyê serdana rojnamevanan kir
12:16 Xizmên girtiyan di danişîna ewil de beraet kir
11:59 'Heke daraz nikaribe mazlûman biparêze, kes nikare behsa edaletê bike’
11:37 Mîhrîcan bû bingeha nîqaşên şanoya serbixwe
11:28 Li Wanê 6 penaber ji zinar ketin xwarê
11:23 Elmanya ji bo Fîncanci name ji Erdogan re şand: Bila bê berdan
10:49 Serhildana li rojhilatê Kurdistanê û Îranê berdewam dike
09:17 Malbatên ku zarokên wan di jêrzemînan de hatin qetilkirin: Em ê doza heqê zarokên xwe bikin
09:07 Sîbel Balaç: Me li dijî bêedaletiyê mafê xwe yê rêxistinbûyînê parast
09:05 Îdianameya kujerê Berîvan Alturkê hat amadekirin
09:04 17 sal di ser bombekirina Pirtûkxaneya Ûmûtê re derbas bûn
09:01 Tevî hemû delîlan jî kujerên Evgun nehatine zevtkirin!
09:00 ROJEVA 8'Ê MIJDARA 2022'YAN
07/11/2022
20:09 50 kesên di meşa li dijî çekên kîmyewî de hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:30 Şandeyeke amerîkî hat Enqereyê
16:29 Li Agiriyê qeza pêk hat: 7 kes mirin 11 kes birîndar bûn
16:24 Di êrişa dewleta tirk de şervanekî HSD’ê jiyana xwe ji dest da
16:17 Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê: Ev der Amed e û em ê li ber xwe bidin
14:10 Tirkiye dibe sedem ku kolera li Sûriyeyê belav bibe
14:02 Seroka Giştî yê DÎSK’ê serdana Malbata Şenyaşar kir: Ev têkoşîn Tirkiyeyê vedibêje
14:02 Dîmenên dema artêşa tirk cenazeyên leşkeran dişewitîne hatin weşandin
13:42 Bihayê zêran di nava hefteyekê de ji sedî 2 zêde bû
13:32 Pirtûkên ku bi îdiaya ‘delîlên sûc’ desteser kiribûn dîsa li rojnamegeran vegerandin
12:01 Bavê aktîvîstê îranî Ronaghî li pêşiya girtîgehê krîza dil derbas kir
11:57 Li Belucistanê 15 girtî hatin bidarvekirin
11:44 Berê xwe bidin çiyayan hûn ê xweşikbûna payîzê bibînin
11:37 Piştî NATO’yê vê carê jî Swêd serdana Tirkiyeyê dike
11:31 Konferansa Jinan a Navneteweyî bi dawî bû: Tora têkoşîna hevpar hat ragihandin
11:11 Jin wê di 25’ê Mijdarê de li Tunela Taksîmê bin
10:33 Li Baselê Dîwana Dengbêjiyê hate lidarxistin
10:22 Ji JINNEWS’ê çeteleya tundiyê ya cotmehê
10:21 Meşa Mirovahiyê: Ji bilî berxwedanê tu çare nînin
10:16 Li Sengawê 2 DAIŞ’î hatin kuştin
10:15 Chomsky xwest ku bikaranîna çekên kîmyewî bê lêkolînkirin
09:01 Mêrsîn bi bermayiyan qirêj dibe, nexweşî zêde dibin
09:00 ROJEVA 7'Ê MIJDARA 2022'YAN
07:16 Kesên li Stenbolê hatibûn binçavkirin hatin berdan
06/11/2022
22:49 Li Herêma Kurdistanê leşkerek hate kuştin 3 jî birîndar bûn
20:52 Konferansa Jinan a Navnetewî: Jiyana tê xwestin bi şoreşê pêkane
18:59 Li Silopiya di meşa li dijî çekên kîmyewî de 32 kes hatin binçavkirin
18:45 Li Stenbolê 80 kes hatin binçavkirin
17:53 Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê bi Trabzonsporê re 1 û 1 ma
17:08 Ji Stenbolê bang kirin: Heta ku were lêkolînkirin em ê li qadan bin
16:46 TÎP: Em ê li hemberî êrişên faşîst serî netewînin
15:54 12 parlamenteran ji Parlamentoya Başûr îstîfa kirin: Em nabin şirîkê derqanûntiyê
15:33 Li her kolana derdikeve Îstîklalê li ber xwe dan
14:41 Ji 300 rewşenbîran bo rejîma Îranê bang: Dawî li zextên xwe bîne
14:35 Li Wanê operasyana leşkerî hate destpêkirin
14:35 Li Global Boksê bikaranîna çekan hat protestokirin
14:13 Malbata Şenyaşar: Yên ku aliyê zaliman digirin dê winda bikin
13:55 Li Îranê dengê şoreşê bilind dibe
13:38 Parlamenterên Iraqê bang li hikûmetê kirin: Li dijî êrişan bêdeng nemîne
12:47 Bi hezaran kesan li dijî çekên kîmyewî kolan bi kolan li ber xwe dan
12:30 Ji bo ‘Meşa Mirovahiyê’ çol û çiyayan derbas dikin
12:22 Di kampa leşkerî ya Somaliyê de teqîn: 5 kes mirin, 11 kes birîndar bûn
12:21 Prof. Dr. Altintaş: Gotina ‘bila YOK were girtin’ êdî dibe fantazî
11:30 Li Silopiyayê ‘Meşa Mirovahiyê’ dest pê dike
11:18 Baroyan ji bo ‘çareserkirina pirsgirêka kurd’ bang kirin
10:17 Di kana madenê ya Zonguldakê de teqîn: 4 karker birîndar bûn
09:55 Philippe Leruth: Rojnamegerên hatine girtin, rûmeta rojnamegeriya li Tirkiyeyê ne
09:28 Di şer û pevçûnên li Başûr de 2 leşker hatin kuştin
09:04 Seroka Odeya Bıjişkan a Amedê: Em girtina Şebnem xoceyê qebûl nakin