Bi çavê rojnamegerekî girtî Girtîgeha Sîncanê

  • rojane
  • 10:13 3 Mijdar 2022
  • |
img
ENQERE - Rojnameger Emrûllah Acar ku tevî 8 hevalên xwe li Girtîgeha Sîncanê tê ragirtin, şert û mercên girtîgehê û binpêkirinên heyî vegot. 
 
Di 25’ê cotmehê di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Emrûllah Acar û 8 hempîşeyên xwe hat binçavkirin û di 29’ê cotmehê de jî hat girtin. Acar, tevî nûçegihanên MA’yê Denîz Mazlum, Selman Guzelyuz û Hakan Yalçin di hucreya yekkesî de tê ragirtin. Acar, şert û mercên Girtîgeha Hejmar 1 a bi Ewlekariya Bilind a Sîncanê û binpêkirinên heyî vegot. 
 
ASTENGKIRINA NAMEYÊN BI KURDÎ Û PIRTÛKAN
 
Li Girtîgeha Hejmar 1 a bi Ewlekariya Bilind a Sîncanê zexta li ser zimanê kurdî didome û name û pirtûkên bi kurdî nayên dayîn. Girtiyên kurd ên ku ji bilî kurdî bi tu zimanên din nizanin jî ji mafê nameyê bêpar tên hiştin. Li ser îtîraza girtiyan, ev binpêkirin di 20’ê îlonê de weke binpêkirin hatibû qebûlkirin lê belê dîsa jî ev astengî ji holê nehat rakirin. Lewma jî girtî amadekariyan dikin ku bi rêya parêzerên xwe serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bidin. 
 
TÊKBIRINA ABORIYÎ DI MERIYETÊ DE YE 
 
Ji ber sepanên rêveberiya girtîgehê, girtî ji hêla aboriyê ve pirsgirêkan dijîn. Girtiyan da zanîn ku rêveberiya girtîgehê hewl dide bi têkbirina aboriya wan re wan teslîm bigire. Alav û amûrên girtiyên ku bi xwe re ji girtîgehên din anîn, jê re nayên dayîn. Lewma girtî neçar dimînin ku alavên nû bikirin. Stûmal, sol, fîlal, gore û hwd. ên girtiyan tên desteserkirin. Ev alavên ku rêveberiya girtîgehê dest danîne ser, li kantînê bi bihayeke giran tên firotin. Îtîrazên girtiyan ên li dijî vê sepanê jî bêbersiv tên hiştin. Her wiha wêneyên girtiyan ên ku tê de cilên kurdî li xwe kirine û nîşaneya serkeftinê kirine jî nayên dayîn. 
 
Televîzyon, sarinc, semawer û tiştên din ên ku girtiyên hatine sewqkirin bi xwe re anîne jî nayên dayîn û diavêjin depoyan. Li girtiyan tê ferzkirin ku van alavên xwe bexş bikin. 
 
FIYETÊN BIHA YEN KANTÎNÊ
 
Yek ji pirsgirêkên herî bingehîn ên girtîgehê jî xwarin e. Di taştê de tenê îskanenekî çayê, rîçaleke pîknîkê, qetikeke şekirê û bacanek tê dayîn. Firavîn û şîv jî pir kêm xwarin tê dayîn. Kesên ku ev demekî dirêj e li girtîgehê dimînin dibêjin ku beriya niha xwarinên girtîgehê paqij bûn û gelek xwarin dihat dayîn lê belê di demên dawî de xwarin nebaş bûye. Ji ber ku bihayê tiştan giran e, girtî nikarin ji kantînê bo xwe tiştan bikirin. Kaxizê kalk li kantînê nayê firotin û alavên lênerîna şexsî jî yên marqeyên bihayê wan giran in. Di heman demê de hefteyê carekê li kantînê fêkî tê firotin ew jî tenê cureyeke fêkî ye. 
 
Ji bo serdema mijdara 2022’an bihayê 1 kWh ê ceyranê ji bo malan weke 1,98 TL, ji bo kargehan 3,27 û ji bo girtîgehan jî 5,5 TL hatiye diyarkirin. Her girtiyek mehê herî kêm 200 TL pereyê ceyranê dide. Fatûre jî ji hesabên girtiyan tên nivîsandin. Mafê îtîrazê ya li dijî fatûre û sepanê nadin girtiyan. 
 
NAME TÊN ASTENGKIRIN
 
Di dema şandin û standina kargoyê de jî girtî bi pirsgirêkan re rû bi rû dimînin. Dema APS a bitaahhûd (Servîsa Postayê ya Lez) an jî faks tên şandin, nivîsa hatiye wergirtin nadin girtiyan. Lewma jî girtî nizanin bê ka kargo û nameyên wan hatine şandin an na. Ji îtîrazên bo vê rewşê tên kirin jî encamek jê nayê girtin. 
 
Rêveberiya girtîgehê, destûrê nade ku girtiyên di heman girtîgehê de ji hev re postayê bişînin. Girtî dixwazin ji hevalên li kêleka xwe re nameyan bişînin lê tê ferzkirin ku pulan bikirin. Van nameyên girtiyan jî didin postayê û piştî lêkolîna bi heman didome radestî xwediyê wê tê kirin. 
 
MEHÊ TENÊ 2 PIRTÛK TÊN DAYÎN
 
Rêveberiya girtîgehê pirtûkên tên şandin tenê bi 20 pirtûkan sînor kiriye. Ev pirtûk jî demekî dirêj tên lêkolînkirin û piştre didin girtiyan. Girtî dikarin mehê tenê 2 ji van 20 pirtûkan bigirin. Jixwe pirtûkên ku weşanxane ji girtîgehê re dişînin qet nagirin girtîgehê û girtiyan neçar dikin ku pirtûkan bi pereyên xwe bikirin. 
 
LI GIRTÎGEHÊ RADYO QEDEXE YE!
 
Li girtîgehê radyo qedexe ye û tenê Rojnameya BîrGunê didin girtiyan. Tevî daxwazên girtiyan jî, rojnameyên Yenî Yaşam û Evrenselê nayên dayîn. Di televîzyonên ku bi bihayê 3 hezar TL’an li kantînê tên firotin jî tenê dikarin kanalên nêzî desthilatdariyê bên temaşekirin. 
 
MAFÊ DERKETINA HEWADARIYÊ TÊ ASTENGKIRIN
 
Tevahiya girtiyên li girtîgehê di hucreyên yekkesî de tên ragirtin. Ji serê sibehê heta êvarê jî girtî ji mafê derketina hewadariyê bêpar tên hiştin. Dikarin bi tenêya serê xwe rojê saetekê derkevin hewadariyê. 
 
SEPANÊN 12’Ê ÎLONÊ DE MERIYETÊ DE NE
 
Polîtîkaya cuntaya 12’ê Îlonê ya “tevlihev bike, li hev bîne” li Girtîgeha Hejmar 1 a bi Ewlekariya Bilind a Sîncanê jî di meriyetê de ye. Girtiyên PKK’î, yên di çarçoveya rêxistina Cemaetê de hatine girtin û girtiyên edlî li heman blokê tên ragirtin. Daxwaznameyên girtiyan ên li dijî vê sepanê jî tên redkirin. 
 
MAFÊ TENDURISTIYÊ TÊ ASTENGKIRIN
 
Mafê tenduristiyê yê girtiyên li Girtîgeha Hejmar 1 a Sîncanê tê binpêkirin. Gelek girtiyên ku pirgirêka diranan dijîn, bi meha ye nikarin randevuyê bigirin. Girtiyên ku dixwazin bi awayekî lezgîn biçin revîrê, neçar dimînin ku gelek caran serlêdanan bikin. Li revîrê jî kursiyeke ku girtî bikarin li ser rûnin jî tune ye. Ji ber sersariya bijîşk, girtiyên ku dixwazin biçin nexweşxaneyê jî nayên sewqkirin. Têkildarî mijarê girtiyan serî li Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) dan lê tevî vê yekê jî rêveberiya girtîgehê mafê tenduristiyê yê girtiyan binpê dike. 
 
MA / Emrûllah Acar
 

Sernavên din

09/11/2022
12:06 Li Miksê dema ‘Sêvên Çalê’ ye
12:02 Malbatên girtiyan: Partiyên siyasî soza xwe bi cih neanîn
11:52 6 meh in îdianameya derbarê wan de nehatiye amadekirin
11:32 Nivîskar Mehmûd Nêşite koça dawî kir
11:15 Amediyan afîşên Bahçelî çirandin
10:51 MYK’a HDP’ê dicive
10:42 Serokatiya Cemxane û Çandê ya Elewî-Bektaşî hat damezrandin
10:36 Brûkanliyê xwe şewitandibû li revîrê bikelemçeyê tê dermankirin
10:24 Rojnamevan Bêrîvan Altan heqîqetê veguherand evîndariyê
10:12 Wesayîtên şaredariyê xistin xizmeta AKP’ê
09:55 Keça girtiyê nexweş Ozkan: Werin li dadgehê bi çavê xwe rewşa bavê min bibînin
09:41 Di qezaya Dutaxê de hejmara miriyan derket 8’an
09:03 'Armanca binpêkirinên mafan polîtîkaya tepisandinê ye'
09:02 Nelirêtiyên li ser nelirêtiyê yên qeyûmê Mêrdînê!
09:02 Kavak ê ku di 1974'an de Ocalan nas kiriye: Tekane çare Ocalan e
09:01 Evsen ê ku 30 salan di girtîgehê de ma: Li girtîgehan ji serî heta binî tecrîd heye
09:00 Sergardiyan gefa kuştinê li girtiyan xwariye: Em ê we bi komî bişewitînin
09:00 ROJEVA 9'Ê MIJDARA 2022'YAN
08/11/2022
22:05 Acetê HPG'î li warê xwe Êlihê hat veşartin
21:38 Raportorên NY‘yê xwestin demildest Fincanci bê berdan
20:49 KCD, DBP û HDP'ê serdana malbatên kesên ku di qezaya Dutaxê de jiyana xwe ji dest dan kirin
19:37 Li Dersimê çokeke berf ketiye
17:45 Komîsyona rektoriyê dê ji bo daxwaza xwendekarên hiqûqê li hev kom bibe
17:26 Komîsyonê bi yekdengî biryara betalkirina parêzbendiya Guzelê da
17:20 Xwestin 'Qanûna Pîşeyî ya Mamostetiyê' bê betalkirin
16:44 Danişîna mamosteyên nîjadperest ên ku heqaret li kurdî kiribûn hat taloqkirin
16:34 Danişîna doza Demokratîk Modernîteyê hat taloqkirin
16:20 Pirsa çekên kîmyewî ji Çavûşoglû hate pirsîn: Hûn ê lêkolîn bikin?
16:19 Dayika girtiyê nexweş: Bila her kes dengê xwe bilind bike
15:39 Prz. Gungordu: Biryar îspat dike ku muwekîlên me dîlgirtiyên siyasî ne
15:02 ÎHD li 27 bajaran daxuyanî da: Divê demildest dawî li binpêkirina mafên girtiyan were anîn
14:42 Şahidê qezaya li Agiriyê pêk hat: Îhmal heye
14:29 Li Wanê 137 sal û 6 meh cezayê hefsê dan 22 kesan
14:07 Sancar: Ji bo nixûmandina kedxwariya xwe serî li polîtîkaya şer didin
13:55 Li Nîjeryayê gelemperî jê jin 80 kes hatin revandin
13:04 Rêxistinên elewiyan meşiyan Meclisê: Em ne komeqanûnê lê hemwelatiya wekhev dixwazin
13:01 ELDH: Tecrîd ji aliyê gelên cîhanê ve tê zanîn
12:38 Malbatên girtiyan: Sedema zilma li ser zarokên me kurdbûn e
12:29 Partiya Çep a Kesk ji bo piştevaniyê serdana rojnamevanan kir
12:16 Xizmên girtiyan di danişîna ewil de beraet kir
11:59 'Heke daraz nikaribe mazlûman biparêze, kes nikare behsa edaletê bike’
11:37 Mîhrîcan bû bingeha nîqaşên şanoya serbixwe
11:28 Li Wanê 6 penaber ji zinar ketin xwarê
11:23 Elmanya ji bo Fîncanci name ji Erdogan re şand: Bila bê berdan
10:49 Serhildana li rojhilatê Kurdistanê û Îranê berdewam dike
09:17 Malbatên ku zarokên wan di jêrzemînan de hatin qetilkirin: Em ê doza heqê zarokên xwe bikin
09:07 Sîbel Balaç: Me li dijî bêedaletiyê mafê xwe yê rêxistinbûyînê parast
09:05 Îdianameya kujerê Berîvan Alturkê hat amadekirin
09:04 17 sal di ser bombekirina Pirtûkxaneya Ûmûtê re derbas bûn
09:01 Tevî hemû delîlan jî kujerên Evgun nehatine zevtkirin!
09:00 ROJEVA 8'Ê MIJDARA 2022'YAN
07/11/2022
20:09 50 kesên di meşa li dijî çekên kîmyewî de hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:30 Şandeyeke amerîkî hat Enqereyê
16:29 Li Agiriyê qeza pêk hat: 7 kes mirin 11 kes birîndar bûn
16:24 Di êrişa dewleta tirk de şervanekî HSD’ê jiyana xwe ji dest da
16:17 Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê: Ev der Amed e û em ê li ber xwe bidin
14:10 Tirkiye dibe sedem ku kolera li Sûriyeyê belav bibe
14:02 Seroka Giştî yê DÎSK’ê serdana Malbata Şenyaşar kir: Ev têkoşîn Tirkiyeyê vedibêje
14:02 Dîmenên dema artêşa tirk cenazeyên leşkeran dişewitîne hatin weşandin
13:42 Bihayê zêran di nava hefteyekê de ji sedî 2 zêde bû
13:32 Pirtûkên ku bi îdiaya ‘delîlên sûc’ desteser kiribûn dîsa li rojnamegeran vegerandin
12:01 Bavê aktîvîstê îranî Ronaghî li pêşiya girtîgehê krîza dil derbas kir
11:57 Li Belucistanê 15 girtî hatin bidarvekirin
11:44 Berê xwe bidin çiyayan hûn ê xweşikbûna payîzê bibînin
11:37 Piştî NATO’yê vê carê jî Swêd serdana Tirkiyeyê dike
11:31 Konferansa Jinan a Navneteweyî bi dawî bû: Tora têkoşîna hevpar hat ragihandin
11:11 Jin wê di 25’ê Mijdarê de li Tunela Taksîmê bin
10:33 Li Baselê Dîwana Dengbêjiyê hate lidarxistin
10:22 Ji JINNEWS’ê çeteleya tundiyê ya cotmehê
10:21 Meşa Mirovahiyê: Ji bilî berxwedanê tu çare nînin
10:16 Li Sengawê 2 DAIŞ’î hatin kuştin
10:15 Chomsky xwest ku bikaranîna çekên kîmyewî bê lêkolînkirin
09:01 Mêrsîn bi bermayiyan qirêj dibe, nexweşî zêde dibin
09:00 ROJEVA 7'Ê MIJDARA 2022'YAN
07:16 Kesên li Stenbolê hatibûn binçavkirin hatin berdan
06/11/2022
22:49 Li Herêma Kurdistanê leşkerek hate kuştin 3 jî birîndar bûn
20:52 Konferansa Jinan a Navnetewî: Jiyana tê xwestin bi şoreşê pêkane
18:59 Li Silopiya di meşa li dijî çekên kîmyewî de 32 kes hatin binçavkirin
18:45 Li Stenbolê 80 kes hatin binçavkirin
17:53 Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê bi Trabzonsporê re 1 û 1 ma
17:08 Ji Stenbolê bang kirin: Heta ku were lêkolînkirin em ê li qadan bin
16:46 TÎP: Em ê li hemberî êrişên faşîst serî netewînin
15:54 12 parlamenteran ji Parlamentoya Başûr îstîfa kirin: Em nabin şirîkê derqanûntiyê
15:33 Li her kolana derdikeve Îstîklalê li ber xwe dan
14:41 Ji 300 rewşenbîran bo rejîma Îranê bang: Dawî li zextên xwe bîne
14:35 Li Wanê operasyana leşkerî hate destpêkirin
14:35 Li Global Boksê bikaranîna çekan hat protestokirin
14:13 Malbata Şenyaşar: Yên ku aliyê zaliman digirin dê winda bikin
13:55 Li Îranê dengê şoreşê bilind dibe
13:38 Parlamenterên Iraqê bang li hikûmetê kirin: Li dijî êrişan bêdeng nemîne
12:47 Bi hezaran kesan li dijî çekên kîmyewî kolan bi kolan li ber xwe dan
12:30 Ji bo ‘Meşa Mirovahiyê’ çol û çiyayan derbas dikin
12:22 Di kampa leşkerî ya Somaliyê de teqîn: 5 kes mirin, 11 kes birîndar bûn
12:21 Prof. Dr. Altintaş: Gotina ‘bila YOK were girtin’ êdî dibe fantazî
11:30 Li Silopiyayê ‘Meşa Mirovahiyê’ dest pê dike
11:18 Baroyan ji bo ‘çareserkirina pirsgirêka kurd’ bang kirin
10:17 Di kana madenê ya Zonguldakê de teqîn: 4 karker birîndar bûn
09:55 Philippe Leruth: Rojnamegerên hatine girtin, rûmeta rojnamegeriya li Tirkiyeyê ne
09:28 Di şer û pevçûnên li Başûr de 2 leşker hatin kuştin
09:04 Seroka Odeya Bıjişkan a Amedê: Em girtina Şebnem xoceyê qebûl nakin