Parêzerê Dedeogûllari: Di doza êrişê de darizandin li gorî usûlê nehat kirin

  • rojane
  • 12:35 2 Mijdar 2022
  • |
ENQERE – Parêzer Mehmet Emîn Gokdemîr diyar kir ku di doza êrişa li dijî malbata Dedeogûllari de darizandin li gorî usûlê nehatiye kirin û wiha got: “Sedemên siyasî dikin ku dadgeh biryarên siyasî bide.” 
 
Malbata Dedeogûllari di 12’ê gulana sala 2021’an de li navçeya Meram a Konyayê rastî êrişa nîjadperest a malbatên Keleş û Çalik hat. Piştî êrişê jî malbatê serî li midûriyeta emniyetê da û jê re got ku ewlehiya wan a can nîne lê belê tevî vê yekê jî ji bo parastina malbatê tu tevdîr nehatin girtin. Malbat, di 30’ê tîrmehê de rastî êrişa çekdarî ya Mehmet Altûn hat û di encama êrişê de ji malbatê 7 kes hatin qetilkirin. Darizandina têkildarî komkujiyê li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Konyayê didome. Doza êrişê jî li 8’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Konyayê dihat dîtin û di danişîna biryarê ya di 28’ê cotmehê de dadgehê ji bo bersûcên girtî Lutfu û Alî Keleş biryara berdanê da û ji bo hemû bersûcan jî cezayê hefsê yê ji salekê heta 3 salan û cezayê pereyan da. Şandeya dadgehê, bi hinceta “tehrîkkirina nerewa” cezayê hemû bersûcan jî daxist û ji ber sûcê parêzbendiya malê jî biryara beraetê da. 
 
Parêzer Mehmet Emîn Gokdemîr ku li ser navê Navenda Mafên Mirovan a Baroya Amedê dozê dişopîne, têkildarî êrişê û pêvajoya darizandina bi ajansa me re axivî. 
 
BIRYARÊN SIYASÎ YÊN DADGEHÊ
 
Gokdemîr, da zanîn ku ji danişînên ewil ên dozên êriş û komkujiyê heta niha parêzer daxwaz dikin ku her du dosya bibin yek dosya û wiha got: “Li ser daxwaza dozgerî û rêveberiyê, îdianameyên cuda hatin amadekirin û dosyayên ceza yên cuda hatin vekirin. Ji bo ku pêvajoya darizandinê bilez pêş bikeve, delîl bi rast û dirûstî bên nirxandin, ji bo ku di darizandinên hemû bersûc û parêzer tê de amade pirsên bibandor bên kirin, hewceye her du dosya jî bibin yek. Lê belê dadgeh li gorî sedemên siyasî tevdigere lewma ev yek dike ku biryarên siyasî bide.” 
 
MEXDÛR Û KUŞTΠ
 
Bi domdarî Gokdemîr da zanîn ku malbata Dedeogûllari 40 sal berê ji Qersê hatine navçeya Meramê û wiha domand: “Neyartiya behsa xeberê piştî nîqaşa di sala 2010’an a di navbera bav Yaşar Dedeogûllari û Lutfu Keleş de dest pê kir. Ev êriş 10 salan berdewam kirin. Di êrişa 21’ê gulanê de ji 7 kesên birîndar bûyîn 2 jê ketin komayê. Di êrişê de koma ulkucuyan a ji 60 kesan pêk dihat digot; ‘Em kurdan li vir naxwazin. Hûn ê ji vir biçin û em ê dest deynin ser mal û milkên we.’ Malbata Dedeogûllari jî di hevpeyvînên xwe de digotin; ‘dê me bikujin.’ Xizmê malbatên Keleş û Çalik, Mehmet Altûn di 30’ê tîrmehê de bi hesta nîjadperestî 7 kurd qetil kirin. Her wiha hewl da mala wan jî bi benzîna ku bi xwe re anîbû bişewitîne. Hemû qeydên kamerayê neşewitîbûn û bi vê yekê re weke bersûc kete dosyayê. Ev dosya ji hev cuda nînin. Ji ber ku altun di axaftina xwe ya bi 112’ê re dibêje ku ji bo malbatên Keleş û Çalik çûye wir. Alî, qurbanî û mexdûr heman kes in. Di dosyayê de tenê Altûn girtî ye û malbatên Keleş û Çalik jî bi sedema sorkirinê weke bersûc tên darizandin. Kesên di dosyaya birîndarkirinê de mexdûr, di dosyaya kuştinê de jî kuştî ne. Faîlên wê jî kesên di dosyaya kuştinê de ji sorkirinê tên darizandinin. Divê her du dosya bibin yek dosya.” 
 
‘SÛCÊ QIRKIRINÊ HAT KIRIN’
 
Di berdewamê de Gokdemîr bi lêv kir ku divê dosyaya behsê xeberê ji ber sûcê qirkirinê di çarçoveya xala 76’emîn a TCK’ê û ji ber sûcê li dijî mirovahiyê jî li gorî xala 77’an bê nirxandin û ev tişt anî ziman: “Me daxwaza vê kir lê şandeya dadgehê ev daxwaza me red kir. Serap, Yaşar, Metîn, Serpîl û Îpek Dedeogûllari ku di êrişê de hatin qetilkirin, di îfadeyên xwe yên li dozgeriyê gotibûn; ‘koma êrişî me dike dibêjin ku ulkucu ne û dê me ji vir derxînin.’ Şêniyên herêmê û xizmên malbatê jî heman tişt digotin. Endamên malbatên Keleş û Çalik di koma bi navê ‘dadgeh’ de ku li ser Whatsappê ava kirine de her tim ji bo Dedeogûllari peyva kurd derbas dikin. Gotinên weke ‘kurd mala xwe bi 650 lîreyan difiroşin, gelo kurd ji giliyê xwe lêvebûn an na? Kurd biaqil bûn an na? Kurd biaqil bûn.’ bi kar tînin. Tetîkkêş Altûn jî bi vê hestê nêz dibe û komkujiyê dike. Di hevdîtina xwe ya li ser 112’ê jî dibêje; ‘Ev mirov nînin. Divê ev ji holê bihatina rakirin.’ Lê belê dozgeriyê peyva kurd jê derxist û dema îdianameyê pêşkeş dike dibêje; ‘em bi wî awayî nabînin.’ Kurdbûna qurbaniyan bide aliyekî, dosya weke dosyayeke asayî ya birîndarkirinê tê dîtin. Dadgeh jî wisa dinirxîne.”
 
‘POLÎSAN RÊ NÎŞANÎ ALTÛN DAN’
 
Parêzer Gokdemîr bal kişand ser girîngiya hevdîtina kujer Altûn a li ser 112’ê û wiha pê de çû: “Di danişîna berê de qeydên deng hatin revandin. Tetîkkêş digot ku eleqeya malbatên Keleş û Çalik bi komkujiyê re nîne lê di hevdîtinê de dibêje; ‘heke me ew ne kuştibûna dê wan em bikuştina.’ Polîsan ji bo îfadeyê rê nîşanî Altûn da. Li gel ku Altûn temaşe nekirine jî qala hevdîtinên di qeydên kamerayê de dikir. Divê polîs bi sûcê reşkirina delîlan û xerab bi kar anîna peywira xwe bên cezakirin. Ev daxwazên me jî ji hêla dadgehê ve hatin redkirin. Di dosyayê de kêmanî hebûn lê dîsa jî biryar dan. Parêzeran jî daxwaza guherandina şandeyê kirin. Lê şandeyê ev daxwaz red kir. Divê ev yek ji hêla dadgeheke jortir ve bihata nirxandin. Dadgeheke ku hatiye redkirin nikare têkildarî esasên dadgehê gavekê ji bo lêkolîn an jî darazê biavêje. Tevî ku em ji eywanê derketin, biryar hat dayîn. Heke gotin di cih de dosya revandin. Tevî ku li benda ewraqan bûn jî biryar hat dayîn. Di vê biryarê de hemû daxwazên me yên berê hatin redkirin.” 
 
‘JI BER DOSYAYA KOMKUJIYÊ FIKARÊN ME HENE’
 
Gokdemîr, diyar kir ku biryara di dosyaya êrişê de ji bo dosyaya komkujiyê pêşbiryareke û wiha bi dawî kir: “Hem dadgehê û hem jî dozger her du dosya weke dosyayên serbixwe û ji hev cuda nirxandğin. Lewma jî têkildarî danişîna dosyaya komkujiyê ku dê di 17’ê mehê de bê dîtin, fikarên me hene. Dema ku pêvajoya darizandinê didomiya, weke dosyayeke asayî ya birîndarkirinê biryar hat dayîn û daxwazên me red kirin. Ev yek nîşanî me dide ku dê di dosyaya komkujiyê de jî heman biryarê bidin. Em ê di danişîna 17’ê mijdarê de heman daxwazên xwe dubare bikin. Divê malbateke bi vî awayî hatiye qetilkirin, di dîrokê de cih bigire. Divê her kesê ji xwe re dibêje mirov, sedemên kuştina van kesan bibînin û em wan vedixwînin danişînê.” 
 

Sernavên din

09/11/2022
12:06 Li Miksê dema ‘Sêvên Çalê’ ye
12:02 Malbatên girtiyan: Partiyên siyasî soza xwe bi cih neanîn
11:52 6 meh in îdianameya derbarê wan de nehatiye amadekirin
11:32 Nivîskar Mehmûd Nêşite koça dawî kir
11:15 Amediyan afîşên Bahçelî çirandin
10:51 MYK’a HDP’ê dicive
10:42 Serokatiya Cemxane û Çandê ya Elewî-Bektaşî hat damezrandin
10:36 Brûkanliyê xwe şewitandibû li revîrê bikelemçeyê tê dermankirin
10:24 Rojnamevan Bêrîvan Altan heqîqetê veguherand evîndariyê
10:12 Wesayîtên şaredariyê xistin xizmeta AKP’ê
09:55 Keça girtiyê nexweş Ozkan: Werin li dadgehê bi çavê xwe rewşa bavê min bibînin
09:41 Di qezaya Dutaxê de hejmara miriyan derket 8’an
09:03 'Armanca binpêkirinên mafan polîtîkaya tepisandinê ye'
09:02 Nelirêtiyên li ser nelirêtiyê yên qeyûmê Mêrdînê!
09:02 Kavak ê ku di 1974'an de Ocalan nas kiriye: Tekane çare Ocalan e
09:01 Evsen ê ku 30 salan di girtîgehê de ma: Li girtîgehan ji serî heta binî tecrîd heye
09:00 Sergardiyan gefa kuştinê li girtiyan xwariye: Em ê we bi komî bişewitînin
09:00 ROJEVA 9'Ê MIJDARA 2022'YAN
08/11/2022
22:05 Acetê HPG'î li warê xwe Êlihê hat veşartin
21:38 Raportorên NY‘yê xwestin demildest Fincanci bê berdan
20:49 KCD, DBP û HDP'ê serdana malbatên kesên ku di qezaya Dutaxê de jiyana xwe ji dest dan kirin
19:37 Li Dersimê çokeke berf ketiye
17:45 Komîsyona rektoriyê dê ji bo daxwaza xwendekarên hiqûqê li hev kom bibe
17:26 Komîsyonê bi yekdengî biryara betalkirina parêzbendiya Guzelê da
17:20 Xwestin 'Qanûna Pîşeyî ya Mamostetiyê' bê betalkirin
16:44 Danişîna mamosteyên nîjadperest ên ku heqaret li kurdî kiribûn hat taloqkirin
16:34 Danişîna doza Demokratîk Modernîteyê hat taloqkirin
16:20 Pirsa çekên kîmyewî ji Çavûşoglû hate pirsîn: Hûn ê lêkolîn bikin?
16:19 Dayika girtiyê nexweş: Bila her kes dengê xwe bilind bike
15:39 Prz. Gungordu: Biryar îspat dike ku muwekîlên me dîlgirtiyên siyasî ne
15:02 ÎHD li 27 bajaran daxuyanî da: Divê demildest dawî li binpêkirina mafên girtiyan were anîn
14:42 Şahidê qezaya li Agiriyê pêk hat: Îhmal heye
14:29 Li Wanê 137 sal û 6 meh cezayê hefsê dan 22 kesan
14:07 Sancar: Ji bo nixûmandina kedxwariya xwe serî li polîtîkaya şer didin
13:55 Li Nîjeryayê gelemperî jê jin 80 kes hatin revandin
13:04 Rêxistinên elewiyan meşiyan Meclisê: Em ne komeqanûnê lê hemwelatiya wekhev dixwazin
13:01 ELDH: Tecrîd ji aliyê gelên cîhanê ve tê zanîn
12:38 Malbatên girtiyan: Sedema zilma li ser zarokên me kurdbûn e
12:29 Partiya Çep a Kesk ji bo piştevaniyê serdana rojnamevanan kir
12:16 Xizmên girtiyan di danişîna ewil de beraet kir
11:59 'Heke daraz nikaribe mazlûman biparêze, kes nikare behsa edaletê bike’
11:37 Mîhrîcan bû bingeha nîqaşên şanoya serbixwe
11:28 Li Wanê 6 penaber ji zinar ketin xwarê
11:23 Elmanya ji bo Fîncanci name ji Erdogan re şand: Bila bê berdan
10:49 Serhildana li rojhilatê Kurdistanê û Îranê berdewam dike
09:17 Malbatên ku zarokên wan di jêrzemînan de hatin qetilkirin: Em ê doza heqê zarokên xwe bikin
09:07 Sîbel Balaç: Me li dijî bêedaletiyê mafê xwe yê rêxistinbûyînê parast
09:05 Îdianameya kujerê Berîvan Alturkê hat amadekirin
09:04 17 sal di ser bombekirina Pirtûkxaneya Ûmûtê re derbas bûn
09:01 Tevî hemû delîlan jî kujerên Evgun nehatine zevtkirin!
09:00 ROJEVA 8'Ê MIJDARA 2022'YAN
07/11/2022
20:09 50 kesên di meşa li dijî çekên kîmyewî de hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:30 Şandeyeke amerîkî hat Enqereyê
16:29 Li Agiriyê qeza pêk hat: 7 kes mirin 11 kes birîndar bûn
16:24 Di êrişa dewleta tirk de şervanekî HSD’ê jiyana xwe ji dest da
16:17 Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê: Ev der Amed e û em ê li ber xwe bidin
14:10 Tirkiye dibe sedem ku kolera li Sûriyeyê belav bibe
14:02 Seroka Giştî yê DÎSK’ê serdana Malbata Şenyaşar kir: Ev têkoşîn Tirkiyeyê vedibêje
14:02 Dîmenên dema artêşa tirk cenazeyên leşkeran dişewitîne hatin weşandin
13:42 Bihayê zêran di nava hefteyekê de ji sedî 2 zêde bû
13:32 Pirtûkên ku bi îdiaya ‘delîlên sûc’ desteser kiribûn dîsa li rojnamegeran vegerandin
12:01 Bavê aktîvîstê îranî Ronaghî li pêşiya girtîgehê krîza dil derbas kir
11:57 Li Belucistanê 15 girtî hatin bidarvekirin
11:44 Berê xwe bidin çiyayan hûn ê xweşikbûna payîzê bibînin
11:37 Piştî NATO’yê vê carê jî Swêd serdana Tirkiyeyê dike
11:31 Konferansa Jinan a Navneteweyî bi dawî bû: Tora têkoşîna hevpar hat ragihandin
11:11 Jin wê di 25’ê Mijdarê de li Tunela Taksîmê bin
10:33 Li Baselê Dîwana Dengbêjiyê hate lidarxistin
10:22 Ji JINNEWS’ê çeteleya tundiyê ya cotmehê
10:21 Meşa Mirovahiyê: Ji bilî berxwedanê tu çare nînin
10:16 Li Sengawê 2 DAIŞ’î hatin kuştin
10:15 Chomsky xwest ku bikaranîna çekên kîmyewî bê lêkolînkirin
09:01 Mêrsîn bi bermayiyan qirêj dibe, nexweşî zêde dibin
09:00 ROJEVA 7'Ê MIJDARA 2022'YAN
07:16 Kesên li Stenbolê hatibûn binçavkirin hatin berdan
06/11/2022
22:49 Li Herêma Kurdistanê leşkerek hate kuştin 3 jî birîndar bûn
20:52 Konferansa Jinan a Navnetewî: Jiyana tê xwestin bi şoreşê pêkane
18:59 Li Silopiya di meşa li dijî çekên kîmyewî de 32 kes hatin binçavkirin
18:45 Li Stenbolê 80 kes hatin binçavkirin
17:53 Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê bi Trabzonsporê re 1 û 1 ma
17:08 Ji Stenbolê bang kirin: Heta ku were lêkolînkirin em ê li qadan bin
16:46 TÎP: Em ê li hemberî êrişên faşîst serî netewînin
15:54 12 parlamenteran ji Parlamentoya Başûr îstîfa kirin: Em nabin şirîkê derqanûntiyê
15:33 Li her kolana derdikeve Îstîklalê li ber xwe dan
14:41 Ji 300 rewşenbîran bo rejîma Îranê bang: Dawî li zextên xwe bîne
14:35 Li Wanê operasyana leşkerî hate destpêkirin
14:35 Li Global Boksê bikaranîna çekan hat protestokirin
14:13 Malbata Şenyaşar: Yên ku aliyê zaliman digirin dê winda bikin
13:55 Li Îranê dengê şoreşê bilind dibe
13:38 Parlamenterên Iraqê bang li hikûmetê kirin: Li dijî êrişan bêdeng nemîne
12:47 Bi hezaran kesan li dijî çekên kîmyewî kolan bi kolan li ber xwe dan
12:30 Ji bo ‘Meşa Mirovahiyê’ çol û çiyayan derbas dikin
12:22 Di kampa leşkerî ya Somaliyê de teqîn: 5 kes mirin, 11 kes birîndar bûn
12:21 Prof. Dr. Altintaş: Gotina ‘bila YOK were girtin’ êdî dibe fantazî
11:30 Li Silopiyayê ‘Meşa Mirovahiyê’ dest pê dike
11:18 Baroyan ji bo ‘çareserkirina pirsgirêka kurd’ bang kirin
10:17 Di kana madenê ya Zonguldakê de teqîn: 4 karker birîndar bûn
09:55 Philippe Leruth: Rojnamegerên hatine girtin, rûmeta rojnamegeriya li Tirkiyeyê ne
09:28 Di şer û pevçûnên li Başûr de 2 leşker hatin kuştin
09:04 Seroka Odeya Bıjişkan a Amedê: Em girtina Şebnem xoceyê qebûl nakin