Ji ber 'poşmantî' qebûl nekiriye berdana Deyîş 6 mehan hatiye taloqkirin

  • rojane
  • 09:02 2 Mijdar 2022
  • |
img
AMED – Nîmet Deyîş ku 30 sal in girtiye, nêzî 4 meh in cezayê lê hatiye birîn qediyaye. Lê ji ber ku Girtîgeha Mereşê ya Tîpa L'yê "poşmanîtiyê" lê ferz dike û ew jî qebûl nake, berdana wî 6 mehan jî hatiye ferzkirin. 
 
Li girtîgehan rewşa girtîyên nexweş giran dibe. Li gorî Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), di girtîgehan de 651 jê giran hezar û 517 girtiyên nexweş hene. Tevî hemû nexweşiyan jî berdana girtiyên nexweş tê astengkirin. Her wiha girtiyên ku înfaza xwe temam kirine jî ji aliyê desteyên îdare û çavdêriyê yên girtîgehan bi hincetên dijhqanûnî înfaza wan an tê şewitandin an jî berdana wan tê taloqkirin. Ji girtiyên înfaza wan hatine astengkirin yek jê jî Nîmet Deyîş e. Deyîş ku niha di Girtîgeha Mereşê ya Tîpa L a Hejmara 1'ê de ye, 30 sal in girtiye. 
 
POŞMANÎTIYÊ LÊ FERZ DIKIN
 
Deyîş, înfaza xwe di 11'ê tîrmehê de temam kiriye, lê ji ber ku "poşmanîtiya" ku Desteya Îdare û Çavdêriyê ya Girtîgeha Mereşê lê ferz kiriye nehatiye berdan û berdana wî 6 mehan hatiye taloqkirin. 
 
Deyîş, di sala 1992’yan de bi hinceta ku îfade li ser wî hebûye li navçeya Farqînê ya Amedê hatiye binçavkirin. Deyîş 40 rojan di binçavan de maye û îşkence lê hatiye kirin. Pişt re jî Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" cezayê muebedê (36 sal) lê biriye. Deyîş, dema ku hatiye girtin 6 zarokên wî hebûne ji zarokên wî ya herî biçûk 20 rojî û yê herî mezin jî 7 salî bûye. Niha 3 zarokên wî zewicî ne û neviyên wî hene. 
 
Sultan Deyîş, hevjîna Nîmet Deyîş, bilêv kir ku hevjînê wê sirf ji ber ku kurd e hatiye girtin. 
 
DERMANÊ WÎ NADINÊ
 
Deyîş bibîr xist ku hevjînê wê di vî 30 salî di gelek girtîgehan de maye. Deyîşê da zanîn ku gava hevjînê wê hatiye girtin tu nexweşînên wî tune bûne, lê piştî hatiye girtin gelek nexweşîn lê peyda bûne û wiha got: "Nexweşiay gurçikan, prostat, fitiq û faranjît pê re hene. Carinan ji ber nexwewşiya faranjîtê nikare biaxive. Dema li hesabê wan bê, wî dibin nexweşxaneyê wekî din na. Ev çend meh e dermanê wî nadinê.”
 
‘DÊ ÇIMA POŞMAN BIBE?’
 
Deyîşê bibîr xist ku înfaza hevjînê wê di 11'ê Tîrmehê de temam bûye, lê ji ber ku "poşmanîtiya" lê hatiye ferzkirin qebûl nekiriye berdana wî 6 mehan hatiye taloqkirin. Deyîşê bertek nîşanî vê yekê da û wiha got: “Cezayê xwe di 11'ê Tirmehê de qedandiye. Ev zêdetirî 3 meh in cezayê wî qediyaye. Lê bi hinceta ku poşmanîtiyê qebûl nekirye, berdana wî 6 mehan taloq kirine. Ma dê ji ber çi poşman bibe? Eger poşman bûbûya, ma dê 30 salan di girtîgehê de bimana?"
 
Deyîşê destnîşan kir ku hevjînê wê sirf ji ber ku kurd e û doza zimanê xwe û çanda xwe dike girtiye. Deyîşê got: "Tu tiştekî ku jê poşman bibe nekiriye. Were ev qas sal di girtîgehê de bimîne û pişt re poşman bibe! Ev nayê qebûlkirin. Tu kes jî ji ber doza xwe poşman nabe. Girtîgehê ji hevserê min re gotiye tu ji vir dernakevî. Tu yê heya 10 salên din jî li vir bî.”
 
‘KURDAN SERÎ NETEWANDINE Û DÊ NETEWÎNIN JÎ'
 
Deyîşê bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş jî û got ku ger edalet hebûya dê ev girtî bihatana berdan. Deyîşê axaftina xwe wiha domand: “Dibêjin an hûn ê serê xwe li ber me bitewinînin an jî em we bernadin. Heya îro kurdan serî li ber we netewandiye û ji niha şûnde ji dê netewînin. Çi qas zilm û zordarî hebe jî kurd wê li ber xwe bidin. Bila êdî girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatiye şewitandin bên berdan. Em aştiyê û edeletê dixwazîn.”
 
Deyîşê di dawiya axaftina xwe de bang li raya giştî kir ku xwedî li girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatiye şewitandin bê derketin. 
 
MA/Mehmet Guleş
 
 
 
 
 

Sernavên din

09/11/2022
12:06 Li Miksê dema ‘Sêvên Çalê’ ye
12:02 Malbatên girtiyan: Partiyên siyasî soza xwe bi cih neanîn
11:52 6 meh in îdianameya derbarê wan de nehatiye amadekirin
11:32 Nivîskar Mehmûd Nêşite koça dawî kir
11:15 Amediyan afîşên Bahçelî çirandin
10:51 MYK’a HDP’ê dicive
10:42 Serokatiya Cemxane û Çandê ya Elewî-Bektaşî hat damezrandin
10:36 Brûkanliyê xwe şewitandibû li revîrê bikelemçeyê tê dermankirin
10:24 Rojnamevan Bêrîvan Altan heqîqetê veguherand evîndariyê
10:12 Wesayîtên şaredariyê xistin xizmeta AKP’ê
09:55 Keça girtiyê nexweş Ozkan: Werin li dadgehê bi çavê xwe rewşa bavê min bibînin
09:41 Di qezaya Dutaxê de hejmara miriyan derket 8’an
09:03 'Armanca binpêkirinên mafan polîtîkaya tepisandinê ye'
09:02 Nelirêtiyên li ser nelirêtiyê yên qeyûmê Mêrdînê!
09:02 Kavak ê ku di 1974'an de Ocalan nas kiriye: Tekane çare Ocalan e
09:01 Evsen ê ku 30 salan di girtîgehê de ma: Li girtîgehan ji serî heta binî tecrîd heye
09:00 Sergardiyan gefa kuştinê li girtiyan xwariye: Em ê we bi komî bişewitînin
09:00 ROJEVA 9'Ê MIJDARA 2022'YAN
08/11/2022
22:05 Acetê HPG'î li warê xwe Êlihê hat veşartin
21:38 Raportorên NY‘yê xwestin demildest Fincanci bê berdan
20:49 KCD, DBP û HDP'ê serdana malbatên kesên ku di qezaya Dutaxê de jiyana xwe ji dest dan kirin
19:37 Li Dersimê çokeke berf ketiye
17:45 Komîsyona rektoriyê dê ji bo daxwaza xwendekarên hiqûqê li hev kom bibe
17:26 Komîsyonê bi yekdengî biryara betalkirina parêzbendiya Guzelê da
17:20 Xwestin 'Qanûna Pîşeyî ya Mamostetiyê' bê betalkirin
16:44 Danişîna mamosteyên nîjadperest ên ku heqaret li kurdî kiribûn hat taloqkirin
16:34 Danişîna doza Demokratîk Modernîteyê hat taloqkirin
16:20 Pirsa çekên kîmyewî ji Çavûşoglû hate pirsîn: Hûn ê lêkolîn bikin?
16:19 Dayika girtiyê nexweş: Bila her kes dengê xwe bilind bike
15:39 Prz. Gungordu: Biryar îspat dike ku muwekîlên me dîlgirtiyên siyasî ne
15:02 ÎHD li 27 bajaran daxuyanî da: Divê demildest dawî li binpêkirina mafên girtiyan were anîn
14:42 Şahidê qezaya li Agiriyê pêk hat: Îhmal heye
14:29 Li Wanê 137 sal û 6 meh cezayê hefsê dan 22 kesan
14:07 Sancar: Ji bo nixûmandina kedxwariya xwe serî li polîtîkaya şer didin
13:55 Li Nîjeryayê gelemperî jê jin 80 kes hatin revandin
13:04 Rêxistinên elewiyan meşiyan Meclisê: Em ne komeqanûnê lê hemwelatiya wekhev dixwazin
13:01 ELDH: Tecrîd ji aliyê gelên cîhanê ve tê zanîn
12:38 Malbatên girtiyan: Sedema zilma li ser zarokên me kurdbûn e
12:29 Partiya Çep a Kesk ji bo piştevaniyê serdana rojnamevanan kir
12:16 Xizmên girtiyan di danişîna ewil de beraet kir
11:59 'Heke daraz nikaribe mazlûman biparêze, kes nikare behsa edaletê bike’
11:37 Mîhrîcan bû bingeha nîqaşên şanoya serbixwe
11:28 Li Wanê 6 penaber ji zinar ketin xwarê
11:23 Elmanya ji bo Fîncanci name ji Erdogan re şand: Bila bê berdan
10:49 Serhildana li rojhilatê Kurdistanê û Îranê berdewam dike
09:17 Malbatên ku zarokên wan di jêrzemînan de hatin qetilkirin: Em ê doza heqê zarokên xwe bikin
09:07 Sîbel Balaç: Me li dijî bêedaletiyê mafê xwe yê rêxistinbûyînê parast
09:05 Îdianameya kujerê Berîvan Alturkê hat amadekirin
09:04 17 sal di ser bombekirina Pirtûkxaneya Ûmûtê re derbas bûn
09:01 Tevî hemû delîlan jî kujerên Evgun nehatine zevtkirin!
09:00 ROJEVA 8'Ê MIJDARA 2022'YAN
07/11/2022
20:09 50 kesên di meşa li dijî çekên kîmyewî de hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:30 Şandeyeke amerîkî hat Enqereyê
16:29 Li Agiriyê qeza pêk hat: 7 kes mirin 11 kes birîndar bûn
16:24 Di êrişa dewleta tirk de şervanekî HSD’ê jiyana xwe ji dest da
16:17 Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê: Ev der Amed e û em ê li ber xwe bidin
14:10 Tirkiye dibe sedem ku kolera li Sûriyeyê belav bibe
14:02 Seroka Giştî yê DÎSK’ê serdana Malbata Şenyaşar kir: Ev têkoşîn Tirkiyeyê vedibêje
14:02 Dîmenên dema artêşa tirk cenazeyên leşkeran dişewitîne hatin weşandin
13:42 Bihayê zêran di nava hefteyekê de ji sedî 2 zêde bû
13:32 Pirtûkên ku bi îdiaya ‘delîlên sûc’ desteser kiribûn dîsa li rojnamegeran vegerandin
12:01 Bavê aktîvîstê îranî Ronaghî li pêşiya girtîgehê krîza dil derbas kir
11:57 Li Belucistanê 15 girtî hatin bidarvekirin
11:44 Berê xwe bidin çiyayan hûn ê xweşikbûna payîzê bibînin
11:37 Piştî NATO’yê vê carê jî Swêd serdana Tirkiyeyê dike
11:31 Konferansa Jinan a Navneteweyî bi dawî bû: Tora têkoşîna hevpar hat ragihandin
11:11 Jin wê di 25’ê Mijdarê de li Tunela Taksîmê bin
10:33 Li Baselê Dîwana Dengbêjiyê hate lidarxistin
10:22 Ji JINNEWS’ê çeteleya tundiyê ya cotmehê
10:21 Meşa Mirovahiyê: Ji bilî berxwedanê tu çare nînin
10:16 Li Sengawê 2 DAIŞ’î hatin kuştin
10:15 Chomsky xwest ku bikaranîna çekên kîmyewî bê lêkolînkirin
09:01 Mêrsîn bi bermayiyan qirêj dibe, nexweşî zêde dibin
09:00 ROJEVA 7'Ê MIJDARA 2022'YAN
07:16 Kesên li Stenbolê hatibûn binçavkirin hatin berdan
06/11/2022
22:49 Li Herêma Kurdistanê leşkerek hate kuştin 3 jî birîndar bûn
20:52 Konferansa Jinan a Navnetewî: Jiyana tê xwestin bi şoreşê pêkane
18:59 Li Silopiya di meşa li dijî çekên kîmyewî de 32 kes hatin binçavkirin
18:45 Li Stenbolê 80 kes hatin binçavkirin
17:53 Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê bi Trabzonsporê re 1 û 1 ma
17:08 Ji Stenbolê bang kirin: Heta ku were lêkolînkirin em ê li qadan bin
16:46 TÎP: Em ê li hemberî êrişên faşîst serî netewînin
15:54 12 parlamenteran ji Parlamentoya Başûr îstîfa kirin: Em nabin şirîkê derqanûntiyê
15:33 Li her kolana derdikeve Îstîklalê li ber xwe dan
14:41 Ji 300 rewşenbîran bo rejîma Îranê bang: Dawî li zextên xwe bîne
14:35 Li Wanê operasyana leşkerî hate destpêkirin
14:35 Li Global Boksê bikaranîna çekan hat protestokirin
14:13 Malbata Şenyaşar: Yên ku aliyê zaliman digirin dê winda bikin
13:55 Li Îranê dengê şoreşê bilind dibe
13:38 Parlamenterên Iraqê bang li hikûmetê kirin: Li dijî êrişan bêdeng nemîne
12:47 Bi hezaran kesan li dijî çekên kîmyewî kolan bi kolan li ber xwe dan
12:30 Ji bo ‘Meşa Mirovahiyê’ çol û çiyayan derbas dikin
12:22 Di kampa leşkerî ya Somaliyê de teqîn: 5 kes mirin, 11 kes birîndar bûn
12:21 Prof. Dr. Altintaş: Gotina ‘bila YOK were girtin’ êdî dibe fantazî
11:30 Li Silopiyayê ‘Meşa Mirovahiyê’ dest pê dike
11:18 Baroyan ji bo ‘çareserkirina pirsgirêka kurd’ bang kirin
10:17 Di kana madenê ya Zonguldakê de teqîn: 4 karker birîndar bûn
09:55 Philippe Leruth: Rojnamegerên hatine girtin, rûmeta rojnamegeriya li Tirkiyeyê ne
09:28 Di şer û pevçûnên li Başûr de 2 leşker hatin kuştin
09:04 Seroka Odeya Bıjişkan a Amedê: Em girtina Şebnem xoceyê qebûl nakin