‘Kobanê neket û dê nekeve’

  • rojane
  • 16:46 1 Mijdar 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN – Li gelek bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi wesîleya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê çalakî hatin lidarxistin û peyama “Kobanê neket û dê nekeve” hat dayîn. 
 
Bi minasbeta 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê li gelek bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê daxuyanî hatin dayîn û meş hatin lidarxistin. 
 
WAN
 
Di vê çarçoveyê de li Wanê bi tevlibûna partiyên siyasî û gelek saziyên bajêr re meş hat lidarxistin û daxuyanî hat dayîn. Meş, li pêşiya Navenda Danûstandinê ya Wanê dest pê kir û gelek kes tev li bûn. Polîsan destûra meşê nedan û li ser vê yekê girseyê bi dirûşman derbasî pêşiya avahiya HDP’ê ya Wanê bû û daxuyanî da. Daxuyanî ji hêla ji parêzerên Komîsyona Hiqûqê ya HDP’ê Sedat Duşunmez ve hat xwendin. Duşunmez wiha got: “Gelê Kobanê 8 sal berê li dijî barbariya DAIŞ’ê ku bi rêbazên xwe yên hovane tirsa xwe li seranserî cîhanê belav kiribû, ne tenê ji bo hebûn, nasname û pêşeroja xwe lê ji bo parastina azadiya hemû mirovahiyê 133 rojan berxwedaneke destanî raber kiribû. DAIŞ, li Kobanê têk çû û hebûna wê ya fîzîkî ji holê rabû. 
 
Gelê Kobanê bi berxwedana xwe berê herka dîrokê guherand. Em jî di 8’emîn salvegera rizgarkirina Kobanê de ruhê enternasyonal ê ku tarîtiya DAIŞ’ê ji holê rakirî silav dikin. Wê rojê di şexsê DAIŞ’ê de barbarî, tarîtî û despotîzm hate têkbirin. Hêj niha jî êrişên kesên digotin ‘Kobanê ha ket ha dikeve’ yên li ser şoreşgerên ku têkoşîna aştî, wekhevî û demokrasiyê didin berdewam in. Cihê zîhniyeta faşîst û zordest di vê sedsalê de nîne û neçarî têkçûnê ye.” 
 
Piştre jî Parlamentera HDP’ê ya Wanê Muazzez Orhan axivî û ev tişt anî ziman: “Wê rojê çeteyên DAIŞ’ê yên barbar komkujî dikir lê gelê kurd berxwedaneke mezin raber kir û bû sembola jiyana azad. Şoreşa Rojava ku piştî çalakiyên Arîn Mîrkanan ên il dijî çeteyên barbar ên dijminên jinan pêk anîn pêş ket, di heman demê de şoreşa jinê ye. Ew berxwedan û şoreşa jinan îro bi dirûşma ‘jin, jiyan, azadî’ bûye çavkaniya hêviyê ya hemû tevgerên jinan ên cîhanê. Kesên digotin ‘Kobanê ha ket ha dikeve’ û li dijî zîhniyeta DAIŞ’ê bêdeng dimînin, îro jî bi awayekî derexlaqî êrişî destkeftiyên kurdan dikin. Kobanê neket, dê nekeve û dê dirûşma ‘jin, jiyan, azadî’ jî dê her olan bide.” 
 
COLEMÊRG
 
Rêxistina HDP’a Colemêrgê jî têkildarî 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê daxuyaniyek da. Daxuyanî li pêşiya avahiya partiyê hat dayîn. Ji rêveberên HDP’ê Kadîr Şahîn di daxuyaniyê de got ku Arîn Mîrkan, Rifat Horoz, Kader Ortakaya, Azîz Guler û Ayşe Denîz Karacagîl vîna berxwedanê ya Kobanê ne û dê tu êriş nekare bi derewan ser vê rastiyê veşêre.
  
RIHA
 
Bi heman boneyê Rêxistina HDP’a Rihayê jî daxuyaniyek da. HDP’î ji pêşiya Navenda Kargehan a Ahmet Bahçivan heta pêşiya avahiya HDP’ê meşiyan. Di dema meşê de girseyê dirîşma “Bijî berxwedana Rojava” berz kirin û pankarta “1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz be” vekirin. Li pêşiya avahiya partiyê daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de Hevserokê HDP’a Rihayê Ahmet Atiş 1’ê Mijdarê pîroz kir û wiha got: “Em, kesên li dijî DAIŞ’ê nirxên mirovahiyê bilind kirin careke din silav dikin. Kesên di vê berxwedana destanî de jiyana xwe ji dest dayîn jî bi rêz û hurmet bibîr tînin.” Daxuyanî bi dirûşma “Şehîd namirin” û çepikan bi dawî bû. 
 
DÎLOK
 
Bi wesîleya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê, li Dîlokê jî bi tevlibûna endamên HDP, DBP û TJA’yê li Parka Yeşîlsuyê daxuyanî hat dayîn. Hevserokê HDP’a Dîlokê Avnî Bînîcî di daxuyaniyê de axivî û piştevaniya enternasyonal û berxwedana gelan a li Kobanê silav kir. Bi domdarî Bînîcî ev tişt anî ziman: “Tevî hemû êrişan jî dirûşma ‘jin, jiyan, azadî’ li seranserî cîhanê belav dibe û ev jî nîşan dide ku ruhê azad ê Kobanê hêj berdewam dike. Em baş pê dizanin ku ev ruh dê rojekê teqez azadiyê bîne vî welatî.”
 
MELETÎ
 
Rêxistina HDP’a Meletiyê jî têkildarî mijarê li avahiya partiya xwe daxuyanî da. Hevserokê HDP’a Meletiyê Yûsûf Bozkuş di daxuyaniyê de axivî û 1’ê Mijdarê pîroz kir. Bozkuş, diyar kir ku berxwedana Kobanê hêviya jiyaneke demokratîk pêl bi pêl li hemû cîhanê belav kir û wiha domand: “Bi vê şoreşê re jiyana wekhev, azad û demokratîk hat îspatkirin. Em careke din kesên di vê berxwedana destanî de jiyana xwe ji dest dane bi bîr tînin. Bi ruhê Kobanê em ber bi azadî û wekheviyê ve dimeşin.” 
 
ŞIRNEX
 
Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi boneya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê daxuyaniyeke hevpar dan. Daxuyanî li pêşiya avahiya HDP’a Şirnexê hat dayîn û pankarta “Bi giyanê Kobanê ber bi azadiyê ve dimeşin” hatibû vekirin. Ji rêveberên HDP’a Şirnexê Selahattîn Barinç di daxuyaniyê de got ku karektera sedsala nû li Rojhilata Navîn teşe digire û ev tişt anî ziman: “Têkoşîna di navbera azadî û koletiyê de, ya di navbera demokrasî û dîktatoriyê de didome.” 
 
Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş jî gotinên Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan bi bîr xist ku digot; “Kobanê ha ket ha dikeve” û wiha got: “Hesreta hinek kesan di qirika wan de hat hiştin. Li Kobanê li dijî DAIŞ’ê şerê mirovahiyê hat dayîn. Dê têkoşîna azadî û demokrasiyê bidome.” 
 
Daxuyanî bi dirûşma “Bijî berxwedana Kobanê” bi dawî bû. 
 
DÊRSIM
 
Rêxistinên HDP’ê yên navend û navçeyên Dêrsimê jî têkildarî mijarê li Kolana Hunerê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankarta “Em, bi ruhê Kobanê ber bi azadiyê ve dimeşin” hatibû vekirin. Ji rêveberên HDP’a Dêrsimê Esma Taş got ku modernîteya kapîtalîst ku li her devera cîhanê hewl dide bi şer û pevçûnan xwe ji krîzên piralî xelas bike, li Kobanê têk çû û wiha domand: “Serkeftina Kobanê, bi tîpên zêrîn li dîrokê weke serkeftina gelan û jinan hat nivîsandin. Berxwedana Kobanê li her devera cîhanê bû sembola berxwedana li dijî zilm û faşîzmê. Vê şoreşê nîşanî hemû cîhanê da ku jiyaneke wekhev, azad û demokratîk pêkan e.”
 
MÊRDÎN
 
Têkildarî mijarê Rêxistina HDP’a Mêrdînê jî li pêşiya avahiya partiyê daxuyanî da. Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay û Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Pero Dundar jî di daxuyaniyê de amade bûn. Ji rêveberên HDP’a Mêrdînê Munevver Olker da zanîn ku jinan li Kobanê li dijî DAIŞ’ê berxwedaneke mezin raber kirine. Parlamenter Pero Dundar jî da zanîn ku DAIŞ ji ber xwe ve çênebûye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hêzên emperyal bi afirandina DAIŞ’ê re xwestin demografyaya erdnîgariya kurdan biguherînin. DAIŞ, bi saya berxwedana kurdan û dostên wan hat têkbirin. Lewma jî em dibêjin berxwedana Kobanê berxwedana gelan, berxwedana jinan û gelên Rojhilata Navîn e.” 
 
Daxuyanî bi dirûşmên “Bijî berxwedana Kobanê” û “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû. 
 
EDENE
 
Rêxistina HDP’a Edeneyê jî xwest li Parka Îsmet Înonû daxuyaniyê bide. Hevserokên HDP’a Edeneyê Helîn Kaya û Mehmet Karakiş, endam û rêveberên DBP’ê, aktîvîstên TJA’yê, Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Edene Akdenîzê (AATUHAY-DER) û Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirine re ya Akdenîzê (AYKAYDER) tev li daxuyaniyê bûn. Lê belê polîsan destûr nedan daxuyaniyê. Di navbera girseya ku biisrar dixwest daxuyaniyê bide û polîsan de rageşiyeke demkurt derket. Piştî rageşiyê jî girse bi dirûma “Bijî berxwedana Kobanê” derbasî pêşiya avahiya HDP’ê bû û daxuyanî da. Hevserokê HDP’a Edeneyê Mehmet Karakiş helwest û astengkirinên polîsan şermezar kir. Bi domdarî Karakiş wiha got: “Îro, roja ku jinên bedew zilamên kirêt têk birî anku 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê ye.”
 
Hevseroka HDP’a Edeneyê Helîn Kaya jî bi lêv kir ku berxwedana Kobanê bi pêşengtiya jinan pêş ket û zîhniyeta nêrza û tehekûmkar têk biriye.
 
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê û dirûşman bi dawî bû. 
 
MÊRSÎN
 
Rêxistina HDP’a Mêrsînê jî têkildarî 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê li Parka Ozgur Çocukê daxuyanî da. Girse, piştî daxuyaniyê derbasî avahiya HDP’ê ya navendê bû. Li navendê govend hat gerandin û beşdaran dirûşmên “Biji berxwedana Kobanê” û “Bê Serok jiyan nabe” berz kirin. 
 
HATAY 
 
Rêxstinên HDP’a Îskenderûn û Dortyolê jî bi heman boneyê li pêşiya avahiya partiyê daxuyanî dan û 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz kirin. 
 

Sernavên din

06/11/2022
09:04 'Îmrali xala destpêkê ya bêhiqûqîtiyê ye'
09:03 'Desthilat dixwaze ser sûcên xwe binixumîne'
09:01 Lêpirsîna Kader Ortakayayê daxilî nava yên 'kiryar nediyar' kirin
09:00 ROJEVA 6'Ê MIJDARA 2022'YAN
05/11/2022
21:47 Xelatên Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî hatin dayîn
19:44 Gelê Silopiyayê vexwandin ‘Meşa Mirovahiyê’
16:51 Bi pankartê banga ‘Meşa Mirovahiyê’ hate kirin
16:29 ÎHD: Bila rojnamevan û Fîncanci bên berdan
16:20 Rewşa girtiyê ku bi teşhîsa xelet hatiye emeliyatkirin giran bû
16:02 Polîsan dîsa gef li fîrmaya otobusê xwar ku rojnameya Xwebûnê nebe
15:54 Deklarasyona 25'ê Mijdarê: Li dijî faşîzm û qirkirina jinan dem dema azadiya jinan e
15:40 Li Erdîşê mirina biguman a jinekê
15:22 Di çalakiya ‘Rûniştina F’ de hat xwestin ku girtiya nexweş Çakir bê berdan
15:08 ÎHD'ê aqûbetên Bayram, Yakar û Toraman pirsîn
14:35 Ji bo welatiyên 27 sal berê hatin gulebarankirin û şewitandin edalet hat xwestin
14:18 Baroya Amedê bertek nîşanî beraetkirina serokê MHP’ê da
13:55 2’yemîn Konferansa Jinan a Navneteweyî li Berlînê dest pê kir
13:49 Li Bedlisê operasyona leşkerî hate destpêkirin
13:42 Orbay ji Stenbolê heta Heciya Kurda hat pêşwazîkirin
13:32 Fîncanci: Ez ê tevkariya xwe ya li heqîqetê bidomînim
13:12 EMEP’ê ji bo piştevaniyê serdana ajansa me kir
13:11 Heman dadgerî Mûsa Orhan tehliye kir û serokê MHP’yî jî da beraetkirin
13:02 ‘Li Iraqê hebûna leşkerên tirk dagirkerî ye’
12:18 Malbata Şenyaşar: Rojên ku heqîqet derkeve holê nêz in
12:18 Parêzer Aryen Tûran: Em ê her bêhiqûqiyan vebêjin
12:00 Li Xarpêtê ji ber deynî şer kirin: 3 kes mirin
11:47 Eyşe Efendî: Divê kurd li dijî çekên kîmyewî hêza xwe bikin yek
11:30 Malbatên girtiyan: Çapemeniya azad rastiya me ye
11:30 Bi veguhestina pirtûkan xwestin girtiyê nexweşê giran Boltan îşkence bikin
11:07 Banga ji bo ‘Meşa Mirovahiyê’ ya li Silopiya: Bila hesab bidin
10:07 Li Kurdistanê ji bendavan ber bi kîmyasalê ve: Talana ekolojîk didome
09:37 Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê: Heke xwesteka me neyê cih em ê biçin ber deriyê rektoriyê
09:37 Di Doza Kobanê de biryara navberê hate dayîn: Yorûlmaz û Bagcik hatin berdan
09:09 Bavê Xemgîn Kiçî yê bi çekên kîmyewî hat qetilkirin: Ji bo Xemgînan çû, serê me netewand
09:04 Banga ji bo 'Meşa Mirovahiyê': Werin em bi hev re li dijî çekên kîmyewî têbikoşin
09:02 'Em li axa xwe bikaranîna çekên kîmyewî qebûl nakin'
09:01 Li Îmraliyê 'hîle-î şerriye' didome
09:00 ROJEVA 5'Ê MIJDARA 2022'YAN
04/11/2022
23:18 Sancar: Desthilat herî zêde ji çapemeniya azad ditirse
22:39 Doza Kobanê: Hûn jinên kurd didarizînin
21:46 Abdulhamît Orbay piştî 30 salan ji girtîgehê derket
20:35 Rojbîn Perîşan li Amedê bi dirûşmeya 'jin jiyan azadî' hat pêşwazîkirin
18:40 Rojnamevan Şahînliyê bi awayekî destkelemçekirî muayene kirine
18:03 Serdanên piştevaniyê yên ji bo MA û Jinnewsê didomin
16:46 Agahî ji Brûkanliyê xwe şewitand nayê wergirtin
16:45 2’yemîn Konferansa Jinan a Navnetewî sibê dest pê dike
16:45 Di komkujiya Bartine de kesekî din jî jiyana xwe ji dest da
16:30 SOLIDAIRES û SNJ’ê ji bo rojnamevanên kurd banga piştevaniyê kirin
16:30 Berxwedana Jînayê di roja 50’an de ye
16:17 ÎHD’a Amedê: Em ê di aştiyê de israr bikin
16:05 ‘Em ê bi rêxistinbûyîna xwe bersivê bidin tecrîdê’
15:49 DFG: Hejmara rojnamevanên girtî gihîşt 88’an
15:42 Xizmên girtiyan: Tekane daxwaza me edalet e
15:41 Dayikan ji bo “Meşa Mirovahiyê” bang kirin: Bila êriş bên sekinandin
15:34 Çalakiya li Zanîngeha Dîcleyê didome: Meclisê dengê me bihîst lê rektor nebihîst
15:21 Sedemê cezayê li Guvenê hatiye birîn: Cezakirina wê pêdiviyeke lezgîn e
14:44 Doza Kobanê: Ev rojên tarî dê derbas bibin
14:38 Biryara jêrzemînên Cizîrê ya AYM’ê: Binpêkirin nîne, hêza kuştinê ji neçarî bûye
14:14 Parêzer Aryen Tûran hate berdan
14:09 Di Doza Kobanê de banga çekên kîmyewî li Akar hat kirin: Envanterên TSK’ê veke
14:03 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
13:50 ‘Bila parêzer Aryen Tûran bê berdan’
13:49 Meclisa Ciwanan a HDP'ê: Îktidar budçeyê ne ji ciwanan re ji şer re vediqetîne
13:18 Malbata Şenyaşar: Daxwaza me daxwaza herkesên ku dibêjin em mirov in e
12:59 Banga ‘Meşa Mirovahiyê’: Çekên kimyasal sûc e
11:42 HDP’ê ji bo 4’ê Mijdarê got: Xwestin vîna gelê me bişikînin lê nekarîn rê li ber meşa me bigirin
11:21 Leşkerek li Başûr di şer de hate kuştin
11:19 Şaredariya Panosê Rojên Çand û Hunerê li dar dixe
11:17 Belgefîlma 'Girtîgeh an jî Sirgûn’ li Bernê hat pêşandan
11:13 Daxwaza ‘budçeya perwerdeya zimanê dayikê’ nehate qebûlkirin
11:02 Ji bo meşa 6’ê mijdarê bang: Hûn jî li dijî sûcê şer tev li meşê bibin
10:50 Birîna daran a li Xozatê 5 meh in bênavber didome
10:47 Bi tarîfeya ‘tîcaretxaneyê’ fatûreyên ceyranê li girtiyan tên birîn
10:32 Rejîma Îranê cezayê darvekirinê da hunermendê kurd Samîn Yassîn
10:22 HDK’ê ji bo 6’ê mijdarê bang kir: Em xwedî li keleha berxwedanê derkevin
10:20 Rûreşiya Komarê
10:02 Xelatên Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî sibê tên dayîn
09:53 Dayikên Aştiyê: Heke em xwe bêdeng bikin, wê demê em jî dibin şirîkê sûc
09:11 Hevserokê HDP'a Amedê Ceylan: HDP, li hemberî êrişên faşîzan ên AKP-MHP'ê bi ser ketiye
09:05 Pêşangeha li dijî talankirina xwezayê
09:04 Rêxistinên civaka sivîl: Em tev li Meşa Mirovahiyê bibin
09:03 Li Girtîgeha Dûmlûyê nahêlin tav li girtiyan bixe!
09:02 Gelê Wanê: Em tenduristiya Abdullah Ocalan mereq dikin
09:01 Parlamentera alman ji bo çekên kîmyewî serî li OPCW'yê da
09:00 ROJEVA 4'Ê MIJDARA 2022'YAN
08:16 Li Îzmîrê bi pileya 4,9 erd hejiya
03/11/2022
22:36 Li herêma leşkeriyê cenazeyê cerdevanekî hat dîtin
22:31 Li Şirnexê 20 karkerên kana komirê bi jehrê ketin
21:36 Tirkiyeyê cardin êriş bir ser Şengalê: Ciwanek jiyana xwe ji dest da
18:01 Hurriyet Dogan piştî 18 salan ji girtîgehê derket
16:49 Tirkiye Biradostê bombebaran dike
16:42 Serokwezîrê berê yê Pakistanê Han di êrişa sûîqestê de birîndar bû
16:33 Ji bo buroya MA’yê serdana piştevaniyê
16:05 Parêzerên îranî ji bo parastina gel bang kirin
15:57 Li Mêrsînê ji bo ‘Meşa Mirovahiyê’ bang hate kirin
15:35 Ji ber ‘şahidên nepen’ bertek nîşanî şandeya dadgehê dan: Tu ferqa we ji hev nîne
15:32 ANF: Cenazeyê leşkerekî di destê HPG’ê de ye
15:27 ‘Bila tecrît bê bidawîkirin, girtiyên nexweş bên berdan’
15:20 ‘Em guhertina cihê avahiyê qebûl nakin’
15:17 ÎSÎG: Di 10 mehan de hezar û 521 karkeran canê xwe ji dest dane