Doza Kobanê: HDP’ê banga tundiyê nekiriye

  • rojane
  • 14:27 1 Mijdar 2022
  • |
img
ENQERE - Parlamentera HDP’ê ya Berê Gulser Yildirim di Doza Kobanê de diyar kir ku ji çalakiyên Kobanê siyasetmedar berpirsyar tên dîtin û wiha got: “HDP’ê tu carî bangawaziyeke wiha ya ji bo tundiyê nekiriye û nake jî.” 
 
Rûniştina 6’emîn a 18’emîn danişîna Doza Kobanê ku Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên berê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, endamên MYK’a HDP’ê ya berê jî di nav de 21 jê girtî 108 siyasetmedarjê tên darizandin, li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê hat dîtin. 
 Girtiyên li Girtîgeha Sîncanê di danişînê de amade bûn û siyasetmedarên li girtîgehên cuda tên ragirtin jî bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bûn. Di danişînê de Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), parêzerên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û gelek kesên din jî amade bûn. 
 
Danişîn, bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir û bi parastina Parlamentera HDP’ê ya Berê Gulser Yildirim berdewam kir. 
 
Yildirim ku bi rêya SEGBÎS’ê tev li danişînê bû û doz weke “kompas” pênase kir. Bi domdarî Yildirim wiha got: “6 sal piştî bûyeran li ser fermana AKP-MHP’ê ev doz hat amadekirin. Dema bûyer dest pê kirin, yên ku ji bo asayîkirina rewşê tevdigeriyan jî rêveberiya HDP’ê bû. Yên ku di van bûyeran de jiyana xwe ji dest dayîn û birîndar bûyîn jî ji partiya me bûn. Me ji bo lêkolînkirina bûyeran gelek caran pêşnûme dan Meclisê lê her carê ji hêla desthilatdariyê û şirîkên wê ve hatin redkirin. 
 
POLÎTÎKAYA AŞTÎ Û DEMOKRASIYÊ
  
Desthilatdarî, HDP’ê weke berpirsyarê bûyerên Kobanê dibîne. Ez, îdiaya ku dibêjin HDP’ê bi twîta xwe banga tundiyê kiriye, red dikim. Weke ku tevahiya raya giştî pê dizane, wê rojê DAIŞ ber bi Kobanê ve bi hovane pêş diket. Ev daxuyanî jî li dijî hovîtiya DAIŞ’ê hatibû kirin. Ev bûyerên li gelek bajarên Tirkiyeyê pêk hatin, li dijî wehşeta DAIŞ’ê hatibûn kirin. Hewl didin hevalên me weke berpirsyarên van bûyeran nîşan bidin. Lê ev yek ne însanî û ne jî hiqûqî ye. Siyasetmedarên HDP’î tu caran ji bo tundiyê bangawazî nekirine. Em îro jî polîtîkaya aştî û demokrasiyê dimeşînin. 
 
DESTHILATDARIYÊ CIVAK KIR DU BEŞ
 
Feraseta nîjadperest û tunehesibandinê li tu devera cîhanê xêrek negihandiye tu welatan. Ev polîtîkaye tenê dibin sedema qelsbûna aboriyê û rê li ber xizantiyê vedikin. Yek ji sedema pirsgirêkên di vê dozê de tên jiyîn jî, ev zîhniyete ye. Heke îro mirovên di bin sîwana HDP’ê bikarin bi ziman, hebûn û çandên xwe bibin heval, ev yek encama vê feraseta demokratîk e. Ev çand jî ji xizmeta civakê tê. Pêdiviya gelên Tirkiyeyê bi vê çandê heye. Desthilatdariya AKP-MHP’ê her roj civakên Tirkiyeyê ji hev dabeş dike. Em jî dibêjin pêdiviya civakê bi van polîtîkayan nîne. Bêtehemûliya di nava civakê de ewqas zêde bûye ku hunermendên bi zimanê xwe stranan dibêjin, rastî êrişên nîjadperest tên. Di lêkolînên cemaweriyê de encamên giran ên van polîtîkayan bêhtir derdikevin holê. 
 
EM DEMOKRASIYÊ DIPARÊZIN
 
 Sedema polîtîkayên heyî desthilatdarî ye. Em demokrasiyê diparêzin. Demokrasî bo me çi ye? Demokrasî, rêzgirtina li hemberî fikrên şexsî û civakê ye. Çareserkirina hemû pirsgirêkan a li dora maseya hevpar e. Çareseriya vê jî çarçoveya demokratîk, wijdanî, adil û wekhev e. Mirov nikare edalet û demokrasiyê ji hev cuda bigire dest. Ji bo parastina demokrasiyê, divê em darazeke adilane û hiqûqî ava bikin. Ev yek, pirsgirêkeke exlaqî, wijdanî û însanî ye. Jixwe heke ev yek pêk bê, wê demê hîmê aştiya civakê jî dê were avêtin. Dê kî ji vê sûd bigire? Gelên Tirkiyeyê û kedkar dê jê sûd bigirin. Berjewendiyên gelên Tirkiyeyê di çanda demokrasiyê de heye lê desthilatdarî berjewendiyên xwe dideyne pêşiya daxwazên civakê. 
 
Weke jineke kurd, ez ji desthilatdariyê bêhtir berjewendiyên gelên Tirkiyeyê diparêzim. Hûn dikarin vê rastiyê hem di felsefeya HDP’ê de û hem jî di derdorên cuda yên me pê re tifaq çêkiriye de bibînin. Hevseroka me ya berê Fîgen Yuksekdag tirk e. Bi şexsiyetên mîna wê re hevaltiyeke me ya pir hêja heye. Heke polîtîkayên HDP’ê li vî welatî bikevin meriyetê, gelên tirk, kurd, ereb, suryan û çerkes dikarin di nava aştiyê de bi hev re bijîn. Di vê felsefeyê de dijminatî bi tu gel û baweriyan re nayê kirin. Bêedaletî tune ye. Dijminatiya li jin û ciwanan tune ye. Felsefeya HDP’ê mafê her mirovekî weke mafê xwe dibîne. 
 
Gelê kurd ji hêla hemû desthilatdariyên vî welatî ve tune hat hesibandin. Desthilatdariyan jî ol weke amûreke siyasî bi kar anîn. Dema mijara behsa xeberê bû çand û mafên kurdan, ev desthilatdarî ne ol û ne jî Xwedê nas dikin. Em ji vir dipirsin, gelo dema mijar dibe kurd û mafên wan, wijdan, edalet û hiqûqa we li ku dimîne?” 
 
Piştre jî şandeya dadgehê heta saet 13.00’an navber da. 
 

Sernavên din

06/11/2022
09:04 'Îmrali xala destpêkê ya bêhiqûqîtiyê ye'
09:03 'Desthilat dixwaze ser sûcên xwe binixumîne'
09:01 Lêpirsîna Kader Ortakayayê daxilî nava yên 'kiryar nediyar' kirin
09:00 ROJEVA 6'Ê MIJDARA 2022'YAN
05/11/2022
21:47 Xelatên Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî hatin dayîn
19:44 Gelê Silopiyayê vexwandin ‘Meşa Mirovahiyê’
16:51 Bi pankartê banga ‘Meşa Mirovahiyê’ hate kirin
16:29 ÎHD: Bila rojnamevan û Fîncanci bên berdan
16:20 Rewşa girtiyê ku bi teşhîsa xelet hatiye emeliyatkirin giran bû
16:02 Polîsan dîsa gef li fîrmaya otobusê xwar ku rojnameya Xwebûnê nebe
15:54 Deklarasyona 25'ê Mijdarê: Li dijî faşîzm û qirkirina jinan dem dema azadiya jinan e
15:40 Li Erdîşê mirina biguman a jinekê
15:22 Di çalakiya ‘Rûniştina F’ de hat xwestin ku girtiya nexweş Çakir bê berdan
15:08 ÎHD'ê aqûbetên Bayram, Yakar û Toraman pirsîn
14:35 Ji bo welatiyên 27 sal berê hatin gulebarankirin û şewitandin edalet hat xwestin
14:18 Baroya Amedê bertek nîşanî beraetkirina serokê MHP’ê da
13:55 2’yemîn Konferansa Jinan a Navneteweyî li Berlînê dest pê kir
13:49 Li Bedlisê operasyona leşkerî hate destpêkirin
13:42 Orbay ji Stenbolê heta Heciya Kurda hat pêşwazîkirin
13:32 Fîncanci: Ez ê tevkariya xwe ya li heqîqetê bidomînim
13:12 EMEP’ê ji bo piştevaniyê serdana ajansa me kir
13:11 Heman dadgerî Mûsa Orhan tehliye kir û serokê MHP’yî jî da beraetkirin
13:02 ‘Li Iraqê hebûna leşkerên tirk dagirkerî ye’
12:18 Malbata Şenyaşar: Rojên ku heqîqet derkeve holê nêz in
12:18 Parêzer Aryen Tûran: Em ê her bêhiqûqiyan vebêjin
12:00 Li Xarpêtê ji ber deynî şer kirin: 3 kes mirin
11:47 Eyşe Efendî: Divê kurd li dijî çekên kîmyewî hêza xwe bikin yek
11:30 Malbatên girtiyan: Çapemeniya azad rastiya me ye
11:30 Bi veguhestina pirtûkan xwestin girtiyê nexweşê giran Boltan îşkence bikin
11:07 Banga ji bo ‘Meşa Mirovahiyê’ ya li Silopiya: Bila hesab bidin
10:07 Li Kurdistanê ji bendavan ber bi kîmyasalê ve: Talana ekolojîk didome
09:37 Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê: Heke xwesteka me neyê cih em ê biçin ber deriyê rektoriyê
09:37 Di Doza Kobanê de biryara navberê hate dayîn: Yorûlmaz û Bagcik hatin berdan
09:09 Bavê Xemgîn Kiçî yê bi çekên kîmyewî hat qetilkirin: Ji bo Xemgînan çû, serê me netewand
09:04 Banga ji bo 'Meşa Mirovahiyê': Werin em bi hev re li dijî çekên kîmyewî têbikoşin
09:02 'Em li axa xwe bikaranîna çekên kîmyewî qebûl nakin'
09:01 Li Îmraliyê 'hîle-î şerriye' didome
09:00 ROJEVA 5'Ê MIJDARA 2022'YAN
04/11/2022
23:18 Sancar: Desthilat herî zêde ji çapemeniya azad ditirse
22:39 Doza Kobanê: Hûn jinên kurd didarizînin
21:46 Abdulhamît Orbay piştî 30 salan ji girtîgehê derket
20:35 Rojbîn Perîşan li Amedê bi dirûşmeya 'jin jiyan azadî' hat pêşwazîkirin
18:40 Rojnamevan Şahînliyê bi awayekî destkelemçekirî muayene kirine
18:03 Serdanên piştevaniyê yên ji bo MA û Jinnewsê didomin
16:46 Agahî ji Brûkanliyê xwe şewitand nayê wergirtin
16:45 2’yemîn Konferansa Jinan a Navnetewî sibê dest pê dike
16:45 Di komkujiya Bartine de kesekî din jî jiyana xwe ji dest da
16:30 SOLIDAIRES û SNJ’ê ji bo rojnamevanên kurd banga piştevaniyê kirin
16:30 Berxwedana Jînayê di roja 50’an de ye
16:17 ÎHD’a Amedê: Em ê di aştiyê de israr bikin
16:05 ‘Em ê bi rêxistinbûyîna xwe bersivê bidin tecrîdê’
15:49 DFG: Hejmara rojnamevanên girtî gihîşt 88’an
15:42 Xizmên girtiyan: Tekane daxwaza me edalet e
15:41 Dayikan ji bo “Meşa Mirovahiyê” bang kirin: Bila êriş bên sekinandin
15:34 Çalakiya li Zanîngeha Dîcleyê didome: Meclisê dengê me bihîst lê rektor nebihîst
15:21 Sedemê cezayê li Guvenê hatiye birîn: Cezakirina wê pêdiviyeke lezgîn e
14:44 Doza Kobanê: Ev rojên tarî dê derbas bibin
14:38 Biryara jêrzemînên Cizîrê ya AYM’ê: Binpêkirin nîne, hêza kuştinê ji neçarî bûye
14:14 Parêzer Aryen Tûran hate berdan
14:09 Di Doza Kobanê de banga çekên kîmyewî li Akar hat kirin: Envanterên TSK’ê veke
14:03 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
13:50 ‘Bila parêzer Aryen Tûran bê berdan’
13:49 Meclisa Ciwanan a HDP'ê: Îktidar budçeyê ne ji ciwanan re ji şer re vediqetîne
13:18 Malbata Şenyaşar: Daxwaza me daxwaza herkesên ku dibêjin em mirov in e
12:59 Banga ‘Meşa Mirovahiyê’: Çekên kimyasal sûc e
11:42 HDP’ê ji bo 4’ê Mijdarê got: Xwestin vîna gelê me bişikînin lê nekarîn rê li ber meşa me bigirin
11:21 Leşkerek li Başûr di şer de hate kuştin
11:19 Şaredariya Panosê Rojên Çand û Hunerê li dar dixe
11:17 Belgefîlma 'Girtîgeh an jî Sirgûn’ li Bernê hat pêşandan
11:13 Daxwaza ‘budçeya perwerdeya zimanê dayikê’ nehate qebûlkirin
11:02 Ji bo meşa 6’ê mijdarê bang: Hûn jî li dijî sûcê şer tev li meşê bibin
10:50 Birîna daran a li Xozatê 5 meh in bênavber didome
10:47 Bi tarîfeya ‘tîcaretxaneyê’ fatûreyên ceyranê li girtiyan tên birîn
10:32 Rejîma Îranê cezayê darvekirinê da hunermendê kurd Samîn Yassîn
10:22 HDK’ê ji bo 6’ê mijdarê bang kir: Em xwedî li keleha berxwedanê derkevin
10:20 Rûreşiya Komarê
10:02 Xelatên Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî sibê tên dayîn
09:53 Dayikên Aştiyê: Heke em xwe bêdeng bikin, wê demê em jî dibin şirîkê sûc
09:11 Hevserokê HDP'a Amedê Ceylan: HDP, li hemberî êrişên faşîzan ên AKP-MHP'ê bi ser ketiye
09:05 Pêşangeha li dijî talankirina xwezayê
09:04 Rêxistinên civaka sivîl: Em tev li Meşa Mirovahiyê bibin
09:03 Li Girtîgeha Dûmlûyê nahêlin tav li girtiyan bixe!
09:02 Gelê Wanê: Em tenduristiya Abdullah Ocalan mereq dikin
09:01 Parlamentera alman ji bo çekên kîmyewî serî li OPCW'yê da
09:00 ROJEVA 4'Ê MIJDARA 2022'YAN
08:16 Li Îzmîrê bi pileya 4,9 erd hejiya
03/11/2022
22:36 Li herêma leşkeriyê cenazeyê cerdevanekî hat dîtin
22:31 Li Şirnexê 20 karkerên kana komirê bi jehrê ketin
21:36 Tirkiyeyê cardin êriş bir ser Şengalê: Ciwanek jiyana xwe ji dest da
18:01 Hurriyet Dogan piştî 18 salan ji girtîgehê derket
16:49 Tirkiye Biradostê bombebaran dike
16:42 Serokwezîrê berê yê Pakistanê Han di êrişa sûîqestê de birîndar bû
16:33 Ji bo buroya MA’yê serdana piştevaniyê
16:05 Parêzerên îranî ji bo parastina gel bang kirin
15:57 Li Mêrsînê ji bo ‘Meşa Mirovahiyê’ bang hate kirin
15:35 Ji ber ‘şahidên nepen’ bertek nîşanî şandeya dadgehê dan: Tu ferqa we ji hev nîne
15:32 ANF: Cenazeyê leşkerekî di destê HPG’ê de ye
15:27 ‘Bila tecrît bê bidawîkirin, girtiyên nexweş bên berdan’
15:20 ‘Em guhertina cihê avahiyê qebûl nakin’
15:17 ÎSÎG: Di 10 mehan de hezar û 521 karkeran canê xwe ji dest dane