DBP: Xwedî li nirx û destkeftiyên kurd derkevin

  • rojane
  • 11:11 1 Mijdar 2022
  • |
img
AMED - DBP’a ku bi boneya 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê daxuyaniyeke nivîskî parve kir, diyar kir ku polîtîkayên desthilatdaran ên ku li ser dijminatiya gelê kurd pêk tên, wê bê encam bimînin û got: “Em bang li gelê kurd, saziyên sivîl, partiyên siyasî dikin ku li dijî van êrişan bi helwesteke zelal bertek nîşan bidin û xwedî li nirx û destkeftiyên gelê kurd derkevin.”
 
Di sala 2014’yan de çeteyên DAÎŞ’ê û hevkarên xwe, bi ser Kobanê de girtin û xwestin tekoşîn û şoreşa li Rojava têk bibin. Lê tekoşîna gelê kurd ya li dijî êrişan bi mehan berdewam kir, berxwedaneke mezin bi xwe re anî û çeteyên DAIŞ'ê û hevkarên wan têk birin. Berxwedana Kobanê ku li Cîhanê deng veda, li her derê xwedî lê hate derketin. Li çar aliyên cîhanê ku di nava wan de xwediyên Xelatên Aştiyê yên Nobelê, akademisyen, rewşenbîr, nivîskar, nûnerên saziyên sivîl ên civakî jî di nav de bi banga bi hezaran kesan 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê hate ragihandin. Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), bi boneya 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê daxuyaniyek niviskî parve kir. Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku Kobanê, li dijî dagirkeriyê ber xwe da û serkeftin bi xwe re anî. 
 
‘KURDAN DOSTÊN XWE BI BERXWEDANEKE BÊ HEMPA DAÎŞ Û ŞIRÎKÊN WÊ TÊK BIRIN’
 
DBP'ê bi bîr xist ku çeteyên DAÎŞ’ê di sala 2014’an de êrişê Kobanê kir û hewl da ku Kobanê dagir bike û wiha got: “Li dijî van êrişên ku bi mehan berdewam kir, gelê kurd û dostên wan bi berxwedaneke bê hempa DAÎŞ û şirîkên wê têk birin. Ev serkeftina ku bi pêşengtiya gelê kurd û bi taybetî jî jinên kurd pêk hat bala hemû cihanê kişand û li ser banga xwediyên Xelata Aştiyê ya Nobelê, akademîsyen, rewşenbîr, nivîskar û rêxistinên civakî yên demokratîk, 1’ê Mijdara 2014’an wek Roja Piştevaniya Cîhanê ya bi Kobanê re hat îlankirin.”
 
‘DIRÛŞMEYA ‘JIN, JIYAN, AZADÎ’ BÛYE QÊRÎNA AZADIYÊ’
 
DBP’ê, di berdewama daxuyaniya xwe de ev tişt gotin: “Berxwedana ku li Kobanê pêk hat di heman demê de bû sembola şoreşa Rojava. Berxwedana Kobanê li Rojava, bi têkoşîneke enternasyonal re bû yek û li cihanê belav bû. Ev yek jî ji bo gelên bindest bû hêviya azadiyê. Di şexsê Arîn Mîrkan de berxwedana jinên kurd ji bo jinên Rojhilata Navîn û li Cîhanê bû mînaka têkoşînê ya li dijî serdestan. Mînaka vê yekê jî îro serhildana ku li Îran û Rojhilatê Kurdistanê bi qetilkirina Jîna Eminî dest pê kir û bi dûrişmeya 'Jin Jiyan Azadî' berdewam dike ye. Ev dirûşmeya ku li Rojava şax da li ser lêvên jinên cîhanê bûye qêrîna azadiyê.”
 
‘DESTHILATDARIYA AKP Û MHP’Ê EFRÎN TALAN KIR’
 
DBP'ê bal kişand ser girîngiya Şoreşa Rojava û wiha pê de çû: “Kobanê ji bo gelê Kurd qonaxeke girîng e. Desthilatdarên ku axa Kurdistanê kirin çar perçe û ev sed sal in ku gelê kurd bi sînoran ji hev qetandine, hêvî dikirin ku Kobanê bikeve da ku rê li ber şoreşa Rojava bigrin. Lê bi berxwedana Kobanê re gelê kurd sînorên nav xwe ji holê rakirin û bi yek dilî, bi yek hestî xwedî li berxwedana Kobanê derket. Vê yekê jî di nav kurdan de hêviya yekîtiyê xûrt kir û di heman demê de yekîtî li ser gelê kurd ferz kir. Kobanê nîşan da ku gelê kurd xwediyê hêzeke wusa ye ku dikare axa xwe biparêze û xwe bi rê ve bibe.”
 
DBP'ê di daxuyaniyê de bertek nîşanî êrişên desthilatdariya AKP'ê û MHP’ê dan û wiha domand: “Lewma jî Hikûmeta AKP-MHP’ê bi hevkarî û îcazeta hêzên navnetewî Girê Spî, Serê Kaniyê û Efrînê dagir kir, bi destên çeteyan bi her awayî Efrînê talan dike û demografiya wê diguherîne. Îro jî derî bi derî digere ku ji hêzên navnetewî careke din destûrê bigire da ku êrişî Rojava bike. Piştî ev yek pêk nehat bi rêya SİHA’yan êrişî sivîlan dike û bi vî awayî hewl dide ku herêmê xalî bike û şoreşa Rojava têk bibe.”  
 
BANG HAT KIRIN
 
DBP’ê daxuyaniya xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Ev têkoşîna destane ya gelê kurd a li dijî hovîtiya DAÎŞ’ê, careke din nîşanê me da ku êrîş û polîtîkayên desthilatdaran ên ku li ser dijminatiya gelê kurd pêk tên, wê bê encam bimînin û ti carî bi ser nekevin. Bi vê minasebetê em careke din Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz dikin û bang li gelê kurd, saziyên sivîl, partiyên siyasî dikin ku li dijî van êrişan bi helwesteke zelal bertek nîşan bidin û xwedî li nirx û destkeftiyên gelê kurd derkevin. Em bi rihê Kobanê ber bi azadiyê ve dimeşin.”
 

Sernavên din

06/11/2022
09:04 'Îmrali xala destpêkê ya bêhiqûqîtiyê ye'
09:03 'Desthilat dixwaze ser sûcên xwe binixumîne'
09:01 Lêpirsîna Kader Ortakayayê daxilî nava yên 'kiryar nediyar' kirin
09:00 ROJEVA 6'Ê MIJDARA 2022'YAN
05/11/2022
21:47 Xelatên Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî hatin dayîn
19:44 Gelê Silopiyayê vexwandin ‘Meşa Mirovahiyê’
16:51 Bi pankartê banga ‘Meşa Mirovahiyê’ hate kirin
16:29 ÎHD: Bila rojnamevan û Fîncanci bên berdan
16:20 Rewşa girtiyê ku bi teşhîsa xelet hatiye emeliyatkirin giran bû
16:02 Polîsan dîsa gef li fîrmaya otobusê xwar ku rojnameya Xwebûnê nebe
15:54 Deklarasyona 25'ê Mijdarê: Li dijî faşîzm û qirkirina jinan dem dema azadiya jinan e
15:40 Li Erdîşê mirina biguman a jinekê
15:22 Di çalakiya ‘Rûniştina F’ de hat xwestin ku girtiya nexweş Çakir bê berdan
15:08 ÎHD'ê aqûbetên Bayram, Yakar û Toraman pirsîn
14:35 Ji bo welatiyên 27 sal berê hatin gulebarankirin û şewitandin edalet hat xwestin
14:18 Baroya Amedê bertek nîşanî beraetkirina serokê MHP’ê da
13:55 2’yemîn Konferansa Jinan a Navneteweyî li Berlînê dest pê kir
13:49 Li Bedlisê operasyona leşkerî hate destpêkirin
13:42 Orbay ji Stenbolê heta Heciya Kurda hat pêşwazîkirin
13:32 Fîncanci: Ez ê tevkariya xwe ya li heqîqetê bidomînim
13:12 EMEP’ê ji bo piştevaniyê serdana ajansa me kir
13:11 Heman dadgerî Mûsa Orhan tehliye kir û serokê MHP’yî jî da beraetkirin
13:02 ‘Li Iraqê hebûna leşkerên tirk dagirkerî ye’
12:18 Malbata Şenyaşar: Rojên ku heqîqet derkeve holê nêz in
12:18 Parêzer Aryen Tûran: Em ê her bêhiqûqiyan vebêjin
12:00 Li Xarpêtê ji ber deynî şer kirin: 3 kes mirin
11:47 Eyşe Efendî: Divê kurd li dijî çekên kîmyewî hêza xwe bikin yek
11:30 Malbatên girtiyan: Çapemeniya azad rastiya me ye
11:30 Bi veguhestina pirtûkan xwestin girtiyê nexweşê giran Boltan îşkence bikin
11:07 Banga ji bo ‘Meşa Mirovahiyê’ ya li Silopiya: Bila hesab bidin
10:07 Li Kurdistanê ji bendavan ber bi kîmyasalê ve: Talana ekolojîk didome
09:37 Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê: Heke xwesteka me neyê cih em ê biçin ber deriyê rektoriyê
09:37 Di Doza Kobanê de biryara navberê hate dayîn: Yorûlmaz û Bagcik hatin berdan
09:09 Bavê Xemgîn Kiçî yê bi çekên kîmyewî hat qetilkirin: Ji bo Xemgînan çû, serê me netewand
09:04 Banga ji bo 'Meşa Mirovahiyê': Werin em bi hev re li dijî çekên kîmyewî têbikoşin
09:02 'Em li axa xwe bikaranîna çekên kîmyewî qebûl nakin'
09:01 Li Îmraliyê 'hîle-î şerriye' didome
09:00 ROJEVA 5'Ê MIJDARA 2022'YAN
04/11/2022
23:18 Sancar: Desthilat herî zêde ji çapemeniya azad ditirse
22:39 Doza Kobanê: Hûn jinên kurd didarizînin
21:46 Abdulhamît Orbay piştî 30 salan ji girtîgehê derket
20:35 Rojbîn Perîşan li Amedê bi dirûşmeya 'jin jiyan azadî' hat pêşwazîkirin
18:40 Rojnamevan Şahînliyê bi awayekî destkelemçekirî muayene kirine
18:03 Serdanên piştevaniyê yên ji bo MA û Jinnewsê didomin
16:46 Agahî ji Brûkanliyê xwe şewitand nayê wergirtin
16:45 2’yemîn Konferansa Jinan a Navnetewî sibê dest pê dike
16:45 Di komkujiya Bartine de kesekî din jî jiyana xwe ji dest da
16:30 SOLIDAIRES û SNJ’ê ji bo rojnamevanên kurd banga piştevaniyê kirin
16:30 Berxwedana Jînayê di roja 50’an de ye
16:17 ÎHD’a Amedê: Em ê di aştiyê de israr bikin
16:05 ‘Em ê bi rêxistinbûyîna xwe bersivê bidin tecrîdê’
15:49 DFG: Hejmara rojnamevanên girtî gihîşt 88’an
15:42 Xizmên girtiyan: Tekane daxwaza me edalet e
15:41 Dayikan ji bo “Meşa Mirovahiyê” bang kirin: Bila êriş bên sekinandin
15:34 Çalakiya li Zanîngeha Dîcleyê didome: Meclisê dengê me bihîst lê rektor nebihîst
15:21 Sedemê cezayê li Guvenê hatiye birîn: Cezakirina wê pêdiviyeke lezgîn e
14:44 Doza Kobanê: Ev rojên tarî dê derbas bibin
14:38 Biryara jêrzemînên Cizîrê ya AYM’ê: Binpêkirin nîne, hêza kuştinê ji neçarî bûye
14:14 Parêzer Aryen Tûran hate berdan
14:09 Di Doza Kobanê de banga çekên kîmyewî li Akar hat kirin: Envanterên TSK’ê veke
14:03 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
13:50 ‘Bila parêzer Aryen Tûran bê berdan’
13:49 Meclisa Ciwanan a HDP'ê: Îktidar budçeyê ne ji ciwanan re ji şer re vediqetîne
13:18 Malbata Şenyaşar: Daxwaza me daxwaza herkesên ku dibêjin em mirov in e
12:59 Banga ‘Meşa Mirovahiyê’: Çekên kimyasal sûc e
11:42 HDP’ê ji bo 4’ê Mijdarê got: Xwestin vîna gelê me bişikînin lê nekarîn rê li ber meşa me bigirin
11:21 Leşkerek li Başûr di şer de hate kuştin
11:19 Şaredariya Panosê Rojên Çand û Hunerê li dar dixe
11:17 Belgefîlma 'Girtîgeh an jî Sirgûn’ li Bernê hat pêşandan
11:13 Daxwaza ‘budçeya perwerdeya zimanê dayikê’ nehate qebûlkirin
11:02 Ji bo meşa 6’ê mijdarê bang: Hûn jî li dijî sûcê şer tev li meşê bibin
10:50 Birîna daran a li Xozatê 5 meh in bênavber didome
10:47 Bi tarîfeya ‘tîcaretxaneyê’ fatûreyên ceyranê li girtiyan tên birîn
10:32 Rejîma Îranê cezayê darvekirinê da hunermendê kurd Samîn Yassîn
10:22 HDK’ê ji bo 6’ê mijdarê bang kir: Em xwedî li keleha berxwedanê derkevin
10:20 Rûreşiya Komarê
10:02 Xelatên Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî sibê tên dayîn
09:53 Dayikên Aştiyê: Heke em xwe bêdeng bikin, wê demê em jî dibin şirîkê sûc
09:11 Hevserokê HDP'a Amedê Ceylan: HDP, li hemberî êrişên faşîzan ên AKP-MHP'ê bi ser ketiye
09:05 Pêşangeha li dijî talankirina xwezayê
09:04 Rêxistinên civaka sivîl: Em tev li Meşa Mirovahiyê bibin
09:03 Li Girtîgeha Dûmlûyê nahêlin tav li girtiyan bixe!
09:02 Gelê Wanê: Em tenduristiya Abdullah Ocalan mereq dikin
09:01 Parlamentera alman ji bo çekên kîmyewî serî li OPCW'yê da
09:00 ROJEVA 4'Ê MIJDARA 2022'YAN
08:16 Li Îzmîrê bi pileya 4,9 erd hejiya
03/11/2022
22:36 Li herêma leşkeriyê cenazeyê cerdevanekî hat dîtin
22:31 Li Şirnexê 20 karkerên kana komirê bi jehrê ketin
21:36 Tirkiyeyê cardin êriş bir ser Şengalê: Ciwanek jiyana xwe ji dest da
18:01 Hurriyet Dogan piştî 18 salan ji girtîgehê derket
16:49 Tirkiye Biradostê bombebaran dike
16:42 Serokwezîrê berê yê Pakistanê Han di êrişa sûîqestê de birîndar bû
16:33 Ji bo buroya MA’yê serdana piştevaniyê
16:05 Parêzerên îranî ji bo parastina gel bang kirin
15:57 Li Mêrsînê ji bo ‘Meşa Mirovahiyê’ bang hate kirin
15:35 Ji ber ‘şahidên nepen’ bertek nîşanî şandeya dadgehê dan: Tu ferqa we ji hev nîne
15:32 ANF: Cenazeyê leşkerekî di destê HPG’ê de ye
15:27 ‘Bila tecrît bê bidawîkirin, girtiyên nexweş bên berdan’
15:20 ‘Em guhertina cihê avahiyê qebûl nakin’
15:17 ÎSÎG: Di 10 mehan de hezar û 521 karkeran canê xwe ji dest dane