Pîlotê teqawidbûyî Altan: Divê li dijî şer daxwaza aştiya civakî bê bilindkirin

  • rojane
  • 09:37 1 Mijdar 2022
  • |
img
ÎZMÎR - Pîlotê teqawidbûyî Bahadir Altan anî ziman ku helwestên êrîşkar ên Tirkiyeyê yên li hundir û derve dibe cihê xetereya ku şerê cîhanê yê sêyemîn veguhêzîne ser axa welêt û got ku divê li dijî vê yekê daxwaza ji bo aştiya civakî bê bilindkirin. 
 
Pîlotê teqawidbûyî Bahadir Altan êrişên Tirkiyeyê yên li dijî herêmên Avaşîn, Zap û Metînayê yên Herêma Kurdistana Federe û Rojavayê nirxandin. 
 
Altan diyar kir ku çendî beşeke mezin a Tirkiyeyê şer nexwaze jî lê şer wekî tiştekî pêwîst û "têkoşîna li dijî terorê" têdigihêje û got ku li Tirkiyeyê mirov şer baş hîs nakin. Altan da zanîn ku haya wan ji sûcên li dijî mirovahiyê yên di dema şer de tên kirin tune ye û got: “Hikûmet ditirse ku ev yek eşkere bibe û bê ferqkirin. Bê guman, delîleke pir berbiçav ku li ser vê lêkolînkirin tune ye. Ên ku vê peyda bikin heyeteke serbixwe ye. Şebnem Korûr Fîncanci jî ev tişt anîn zimên. Lê vê yekê jî tehemûl nakin. Ji ber ku bi derûniya sûcdariyê dixwazin her kesî bêdeng bikin. Di şerê 7 mehan ê li Bakurê Iraqê de, duyemîn artêşa mezin a NATO'yê tevî rêberî û piştgiriya PDK'ê jî nikare li hember hêze tu hêzeka wê ya hewayî tune ye bi ser bikeve. Desthilata AKP'ê dixwaze beriya hilbijartinê serketineke wiha bi dest bixe, da ku wê li hundir bi kar bîne. Lê nikaribû. Ez wiha difikirim ku ew ê serî li her tiştî bide." 
 
ŞERÊ SÊYEMÎN Ê CÎHANÊ
 
Altan, diyar kir ku dibe ku ev yek bibe cihê encamine cuda û got ku hemû şer di encama helwestên welatan de yên ji bo pirsgirêkên xwe yên navxweyî rê li ber mudaxileya hêzên derve vedikin tên meşandin. Altan bal kişand ser perçebûna Sûriyeyê jî û polîtîkayên Esad ên rê li ber vê vekirine. Altan got: "Hêzên koalîsyonê ji ber ku 80 kes ji aliyê Esad ve bi çekên kîmyewî hatin qetilkirin mudaxileyî vir kirin. Piştî vê Şamê 105 fuze xwarin. Iraq jî bi heman awayî. Seddam li Helebçeyê qetlîama kîmyewî kir. Di cih de êrîşî cîranê xwe yê başûr kir. Di encamê de Iraq bi destwerdana cîhanê derveyî hat perçekirin. Li welatên bi vî rengî, hêzên super xwe li ber êrişên welatên li nedîtinê datînin da ku civak kamil bibe. Tew mirov dikare bibêje ku wan teşwîq jî dike. Êrîşên Tirkiyeyê xwedî wateyeke wiha ne. Geşedanên şerê li Ukraynayê nîşan didin ku şerê cîhanê yê sêyemîn li ber deriyê me ye. Tirkiyeyê Santrala Nukleerî ya Akkûyûyê bi temamî radestî Rûsyayê kir. Niha jî bi hinceta parastina santralê radar tê çêkirin û kes nikare bikeve vê herêmê. Em dikarin bibêjin ku S-400 jî dê ji bo vê yekê werin bicihkirin û bikar bînin. Wateya vê yekê ev e: Tirkiye wek Baregeha Hewayî ya Încîrlîkê ku dabû DYA'yê, li peravên Deryaya Spî jî baregehekê pêşkêşî Rûsyayê dike, ev jî ev tişt e ku ev welat ji bo hêzên super hêzê dike qada pevçûnê."
 
FERASETA ÇARESERIYA DEMOKRATÎK 
 
Altan, destnîşan kir ku ev geşedan hemû pêwîst dikin ku Tirkiye pirsgirêkên xwe bi rêyên demokratîk çareser bike, lê desthilat berovajî vê yekê dike û di wê baweriyê de ye ku dê pirsgirêkan bi şer çareser bike. Altan ku got "Bêbextiya me ya herî mezin ev e" wiha dewam kir: "Ev ne tenê gotinên li ser bikaranîna çekên kîmyewî ye. Çekên nukleerî yên taktîkî jî bi heman awayî ne. Mînak, orgeneralê teqawîdbûyî Erdogan Karakuş di televizyonê de got ku ev çek di destên hêzên bejahiyê de hene. Li Tirkiyeyê di çarçoveya NATO'yê de hin sernavên têkildarî nukleerê hene. Em bi vê jî vê dizanin. Lewma dê rê nede guftûgoyên ku bi rêyên demokratîk pirsgirêkan çareser dikin. Lê mixabin berevajî vê, bedêl çi dibe bila bibe polîtîkaya AKP-MHP'ê welêt bi rê ve dibe. Ev hemû îhtîmala ku şerê cîhanê yê sêyemîn li Tirkiyeyê, dîsa bi rengê şerê wekaletê û bi qasî ku Rojhilata Navîn bigire nava xwe û xurtir dike. Ji bo vê jî pêwîstî bi têgihiştineke ku pirsgirêkan bi muzakereyan bi rêyên demokratîk çareser bike, rê nede destwerdanên derve û di warê aborî de welat bi aştiyê ji nû ve ava bike, heye. Lê mixabin, berovajî vê, Tirkiye bi polîtîkaya AKP-MHP’ê ya ku dixwaze bi her awayî li ser desthilatdariyê bimîne tê birêvebirin. Ji ber ku hemû cîhan êrîşan li derve dibîne; tirkiye bi tenê dimîne, welêt daxilî nava şer bûye, ev tişt ne xema wan in." 
 
LI ROJAVAYÊ JÎ HEMAN FERASET HEYE
 
Altan, anî ziman ku heman feraset li Rojavayê jî rû dide û got ku li vê herêma ku destûra tevgera bejahiyî nayê dayîn topbaran û êrîşên bi SÎHA'yan dewam dikin. Altan wiha dirêjî da axaftina: “Topavêtin di warê leşkerî de xwedî roleke wiha ne; top wekî çeka rênîşanderî li noqteyeke hesas nakeve. Dibe ku li deverên li derdora koordînata hatiye diyarkirin jî bikeve. Ji ber ku guleya topê rêyeke dûr û dirêj dişopîne û diçe. Bandorê ji bayê jî digire. Ger hûn herêmekê bi tevahî wekî dijmin bihesibînin, hûn ê bêserober topan bavêjin wir. Li Iraqê mirovên li seyranê û zarok bi vî awayî jiyana xwe ji dest dan. Li gundan xanî tên bombekirin. Korîdora ewlehiyê jî meseleyeke bi vî rengî ye. Ger hûn li wir her kesî wekî terorîst îlan bikin, divê hûn hemû mirovan qetil bikin. Her wiha li Efrîna di bin kontrola Tirkiyeyê de ye, bi rêxistina HTŞ'ê, çeteyên Artêşa Sûriyeya Azad bi dest ket. Tirkiyeyê pevçûnên di navbera van çeteyan de temaşe kir û tenê navbeynkarî kir, belkî jî bi zanebûnî destûr daye."
 
‘EM DAXWAZA JI BO AŞTIYÊ BILIND BIKIN'
 
Altan, destnîşan kir ku gava ku mînakên topavêjan û çekên kîmyewî bi bêhiqûqiya polîtîkaya navxweyî de dibin yek wehameta rewşê dê baştir bê dîtin û axaftina xwe wiha bi dawî kirf: "Kesên rojnamevanan, zanyaran digire û bêhiqûqîtiyên li hundir dike, ma dê guh li hiqûqa şer bike? Guh lê nake û dibe ku îmzeyê deyne binî gelek sûcan jî. Divê civak hay ji vê yekê hebe. Divê em hewcedariya ji bo aştiyê li hemû beşên civakê belav bikin da ku desthilat berê xwe nedin van sûcan û şer bi dawî bibe. Di şerekî sêyemîn ê cîhanê de gava çekên kîmyewî jî bên bikaranîn û bandorê li me bike, wê gavê em ê dereng bikevin. Divê li dijî vê yekê daxwaza ji bo aştiya civakî bê bilindkirin." 
 
MA / Tolga Guney
 

Sernavên din

06/11/2022
09:04 'Îmrali xala destpêkê ya bêhiqûqîtiyê ye'
09:03 'Desthilat dixwaze ser sûcên xwe binixumîne'
09:01 Lêpirsîna Kader Ortakayayê daxilî nava yên 'kiryar nediyar' kirin
09:00 ROJEVA 6'Ê MIJDARA 2022'YAN
05/11/2022
21:47 Xelatên Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî hatin dayîn
19:44 Gelê Silopiyayê vexwandin ‘Meşa Mirovahiyê’
16:51 Bi pankartê banga ‘Meşa Mirovahiyê’ hate kirin
16:29 ÎHD: Bila rojnamevan û Fîncanci bên berdan
16:20 Rewşa girtiyê ku bi teşhîsa xelet hatiye emeliyatkirin giran bû
16:02 Polîsan dîsa gef li fîrmaya otobusê xwar ku rojnameya Xwebûnê nebe
15:54 Deklarasyona 25'ê Mijdarê: Li dijî faşîzm û qirkirina jinan dem dema azadiya jinan e
15:40 Li Erdîşê mirina biguman a jinekê
15:22 Di çalakiya ‘Rûniştina F’ de hat xwestin ku girtiya nexweş Çakir bê berdan
15:08 ÎHD'ê aqûbetên Bayram, Yakar û Toraman pirsîn
14:35 Ji bo welatiyên 27 sal berê hatin gulebarankirin û şewitandin edalet hat xwestin
14:18 Baroya Amedê bertek nîşanî beraetkirina serokê MHP’ê da
13:55 2’yemîn Konferansa Jinan a Navneteweyî li Berlînê dest pê kir
13:49 Li Bedlisê operasyona leşkerî hate destpêkirin
13:42 Orbay ji Stenbolê heta Heciya Kurda hat pêşwazîkirin
13:32 Fîncanci: Ez ê tevkariya xwe ya li heqîqetê bidomînim
13:12 EMEP’ê ji bo piştevaniyê serdana ajansa me kir
13:11 Heman dadgerî Mûsa Orhan tehliye kir û serokê MHP’yî jî da beraetkirin
13:02 ‘Li Iraqê hebûna leşkerên tirk dagirkerî ye’
12:18 Malbata Şenyaşar: Rojên ku heqîqet derkeve holê nêz in
12:18 Parêzer Aryen Tûran: Em ê her bêhiqûqiyan vebêjin
12:00 Li Xarpêtê ji ber deynî şer kirin: 3 kes mirin
11:47 Eyşe Efendî: Divê kurd li dijî çekên kîmyewî hêza xwe bikin yek
11:30 Malbatên girtiyan: Çapemeniya azad rastiya me ye
11:30 Bi veguhestina pirtûkan xwestin girtiyê nexweşê giran Boltan îşkence bikin
11:07 Banga ji bo ‘Meşa Mirovahiyê’ ya li Silopiya: Bila hesab bidin
10:07 Li Kurdistanê ji bendavan ber bi kîmyasalê ve: Talana ekolojîk didome
09:37 Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê: Heke xwesteka me neyê cih em ê biçin ber deriyê rektoriyê
09:37 Di Doza Kobanê de biryara navberê hate dayîn: Yorûlmaz û Bagcik hatin berdan
09:09 Bavê Xemgîn Kiçî yê bi çekên kîmyewî hat qetilkirin: Ji bo Xemgînan çû, serê me netewand
09:04 Banga ji bo 'Meşa Mirovahiyê': Werin em bi hev re li dijî çekên kîmyewî têbikoşin
09:02 'Em li axa xwe bikaranîna çekên kîmyewî qebûl nakin'
09:01 Li Îmraliyê 'hîle-î şerriye' didome
09:00 ROJEVA 5'Ê MIJDARA 2022'YAN
04/11/2022
23:18 Sancar: Desthilat herî zêde ji çapemeniya azad ditirse
22:39 Doza Kobanê: Hûn jinên kurd didarizînin
21:46 Abdulhamît Orbay piştî 30 salan ji girtîgehê derket
20:35 Rojbîn Perîşan li Amedê bi dirûşmeya 'jin jiyan azadî' hat pêşwazîkirin
18:40 Rojnamevan Şahînliyê bi awayekî destkelemçekirî muayene kirine
18:03 Serdanên piştevaniyê yên ji bo MA û Jinnewsê didomin
16:46 Agahî ji Brûkanliyê xwe şewitand nayê wergirtin
16:45 2’yemîn Konferansa Jinan a Navnetewî sibê dest pê dike
16:45 Di komkujiya Bartine de kesekî din jî jiyana xwe ji dest da
16:30 SOLIDAIRES û SNJ’ê ji bo rojnamevanên kurd banga piştevaniyê kirin
16:30 Berxwedana Jînayê di roja 50’an de ye
16:17 ÎHD’a Amedê: Em ê di aştiyê de israr bikin
16:05 ‘Em ê bi rêxistinbûyîna xwe bersivê bidin tecrîdê’
15:49 DFG: Hejmara rojnamevanên girtî gihîşt 88’an
15:42 Xizmên girtiyan: Tekane daxwaza me edalet e
15:41 Dayikan ji bo “Meşa Mirovahiyê” bang kirin: Bila êriş bên sekinandin
15:34 Çalakiya li Zanîngeha Dîcleyê didome: Meclisê dengê me bihîst lê rektor nebihîst
15:21 Sedemê cezayê li Guvenê hatiye birîn: Cezakirina wê pêdiviyeke lezgîn e
14:44 Doza Kobanê: Ev rojên tarî dê derbas bibin
14:38 Biryara jêrzemînên Cizîrê ya AYM’ê: Binpêkirin nîne, hêza kuştinê ji neçarî bûye
14:14 Parêzer Aryen Tûran hate berdan
14:09 Di Doza Kobanê de banga çekên kîmyewî li Akar hat kirin: Envanterên TSK’ê veke
14:03 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
13:50 ‘Bila parêzer Aryen Tûran bê berdan’
13:49 Meclisa Ciwanan a HDP'ê: Îktidar budçeyê ne ji ciwanan re ji şer re vediqetîne
13:18 Malbata Şenyaşar: Daxwaza me daxwaza herkesên ku dibêjin em mirov in e
12:59 Banga ‘Meşa Mirovahiyê’: Çekên kimyasal sûc e
11:42 HDP’ê ji bo 4’ê Mijdarê got: Xwestin vîna gelê me bişikînin lê nekarîn rê li ber meşa me bigirin
11:21 Leşkerek li Başûr di şer de hate kuştin
11:19 Şaredariya Panosê Rojên Çand û Hunerê li dar dixe
11:17 Belgefîlma 'Girtîgeh an jî Sirgûn’ li Bernê hat pêşandan
11:13 Daxwaza ‘budçeya perwerdeya zimanê dayikê’ nehate qebûlkirin
11:02 Ji bo meşa 6’ê mijdarê bang: Hûn jî li dijî sûcê şer tev li meşê bibin
10:50 Birîna daran a li Xozatê 5 meh in bênavber didome
10:47 Bi tarîfeya ‘tîcaretxaneyê’ fatûreyên ceyranê li girtiyan tên birîn
10:32 Rejîma Îranê cezayê darvekirinê da hunermendê kurd Samîn Yassîn
10:22 HDK’ê ji bo 6’ê mijdarê bang kir: Em xwedî li keleha berxwedanê derkevin
10:20 Rûreşiya Komarê
10:02 Xelatên Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî sibê tên dayîn
09:53 Dayikên Aştiyê: Heke em xwe bêdeng bikin, wê demê em jî dibin şirîkê sûc
09:11 Hevserokê HDP'a Amedê Ceylan: HDP, li hemberî êrişên faşîzan ên AKP-MHP'ê bi ser ketiye
09:05 Pêşangeha li dijî talankirina xwezayê
09:04 Rêxistinên civaka sivîl: Em tev li Meşa Mirovahiyê bibin
09:03 Li Girtîgeha Dûmlûyê nahêlin tav li girtiyan bixe!
09:02 Gelê Wanê: Em tenduristiya Abdullah Ocalan mereq dikin
09:01 Parlamentera alman ji bo çekên kîmyewî serî li OPCW'yê da
09:00 ROJEVA 4'Ê MIJDARA 2022'YAN
08:16 Li Îzmîrê bi pileya 4,9 erd hejiya
03/11/2022
22:36 Li herêma leşkeriyê cenazeyê cerdevanekî hat dîtin
22:31 Li Şirnexê 20 karkerên kana komirê bi jehrê ketin
21:36 Tirkiyeyê cardin êriş bir ser Şengalê: Ciwanek jiyana xwe ji dest da
18:01 Hurriyet Dogan piştî 18 salan ji girtîgehê derket
16:49 Tirkiye Biradostê bombebaran dike
16:42 Serokwezîrê berê yê Pakistanê Han di êrişa sûîqestê de birîndar bû
16:33 Ji bo buroya MA’yê serdana piştevaniyê
16:05 Parêzerên îranî ji bo parastina gel bang kirin
15:57 Li Mêrsînê ji bo ‘Meşa Mirovahiyê’ bang hate kirin
15:35 Ji ber ‘şahidên nepen’ bertek nîşanî şandeya dadgehê dan: Tu ferqa we ji hev nîne
15:32 ANF: Cenazeyê leşkerekî di destê HPG’ê de ye
15:27 ‘Bila tecrît bê bidawîkirin, girtiyên nexweş bên berdan’
15:20 ‘Em guhertina cihê avahiyê qebûl nakin’
15:17 ÎSÎG: Di 10 mehan de hezar û 521 karkeran canê xwe ji dest dane