Bang li medyaya muxalîf hate kirin: Dest ji berdevkiya desthilatê berdin

  • rojane
  • 15:18 31 Cotmeh 2022
  • |
img
STENBOL - Rêxistinên pîşeyî yên rojnamevanan bang li medyaya mûxalîf kirin ku dest ji berdevkiya desthilatê berde û wiha gotin: “Rojnamevanên kurd bi gef, zext, binçavkirin û girtinan dest ji têkoşînê bernadin û serî natewînin.”
 
Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) û Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firat (DFG) têkildarî girtina nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) û JINNEWS’ê li Qada Şîşxaneyê daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankarta ku wêneyên her 9 rojnamevanan li ser hebû û “Çapemeniya Azad serî natewîne” dinivîsî hate vekirin. 
 
Serokê Giştî yê Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) Gokhan Durmuş, Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Cengîz Çîçek, parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Stenbolê û rêveberên partiyê, Meclîsa Ciwanan a HDP'ê, Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Kesên Xizmên Xwe Windakirin re ya Anatoliyayê (ANYAKAYDER), Hêzên Têkoşînê yên Yekgirtî (BMG), Komeleya Lêkolînê ya Kurd û Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) û gelek rojnamevan beşdarî daxuyaniyê bûn. Wêneyên rojnamevanên hatin girtin û dowîzên “Çapemeniya şoreşger û demokrat nayê bêdengkirin” , “Ji rojnamevanên girtî re azadî” , “Çapemeniya azad nayê bêdengkirin” , “Ji Apê Mûsa û vir ve çapemeniya azad li ber xwe dide” , “Em pênûsê Gûrbetellî yê ku nayê çemandin in” hatin hilgirtin.  
 
‘EV BÊDENGÎ DÊ WE BIŞEWITÎNE’
 
Edîtora Rojnameya Yenî Yaşamê Reyhan Hacioglû, bal kişand ku di 4 mehên dawî de 25 rojnamevan hatin girtin û wiha got: “Çi bikin bila bikin wê çapemeniya azad serî natewîne. Dema Ozgur Ulke hate bombekirin me gotibû ‘Ev şewat dê we jî bişewitîne’. Niha jî em dibêjin ‘Wê ev bêdengî we bişewitîne’. Ji ber vê yekê daxuyaniya me banga piştevaniyê ye. Çapemeniya azad dîmena ku hûn dixwazin nade we, em soza vê didin we.”
 
Endama Lijneya Rêveberiya DFG’ê Nişmiye Guler bi bîr xist ku endamtiyên DFG’ê kirine mijara sûc û wiha got: “Em bang li Miduriyeta Polîsan a Enqereyê û dozgerên ji vê yekê re bûne amûr dikin. Komeleya me saziyeke bi temamî qanûnî ye û her cure baceya xwe dide. Hewldanên we yên ji bo dîtina delîlên têrker ji bo girtina hevalên me û hilberîna sûcan bi rêya komeleya me jî pûç in.”
 
HÊZA XWE JI KEVNEŞOPIYA XWE DIGIRE 
 
Guler, destnîşan kir ku ev êrişên li dijî çapemeniya kurd bi armanca bêdengkirin û veşartina rastiyan tên kirin û wiha berdewam kir: “Desthilata ku di dijminatiya kurdan de tu sînoran nas nake wê nikare bi tu awayî rojnamevanên Çapemeniya Azad bêdeng bike. Xebatkarên Çapemeniya Azad bi hemû pratîka xwe nîşandan ku ne duh ne jî îro li dijî tu zextan serî netewandine. Em weke rojnamevanên ku hêza xwe ji Apê Mûsa, Gurbetellî Ersoz, Denîz Firat, Cengîz Altûn, Ferhat Tepe û Nagîhan Akarselan digirin em ê li dijî van êrişan serî netewînin.”
 
‘BERDEVKÊN DESTHILATÊ’
 
Guler, bi bîr xist ku ji salên 1990’an heta niha li dijî çapemeniya kurd êriş hene û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bila desthilat vê baş bizane ku çiqas zextan bikin, qanûnên sansurê derxînin, rojnamevanên kurd bi gef, zext, binçavkirin û girtinan dest ji têkoşînê bernadin û serî natewînin. Em ji vir bang li medyaya qaşo mûxalîf ku hevalên me hedef nîşan dan jî dikin. Ji aliyekî dibêjin daraz ne serbixwe ye li aliyê din jî dema êriş li dijî kurdan dibin berdevkiya desthilatê dikin. Dest ji vê yekê berdin.”
 
‘JI ROJNAMEVANAN RE AZADÎ’
 
Guler, bi lêv kir ku îşkenceya li dijî rojnamevanan ji malê dest pê kir heta girtîgehê berdewam kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “9 hevalên me bi rojane di hucreyên yek kesî de tên ragirtin. Dest ji îşkencekirina hevalên me berdin. Em jî weke hevalên me yên tevî van îşkenceyan serî netewandin û 16 hevalên me yên di 16 hezîranê de hatin girtin ji vir careke din qîr dikin; ‘Çapemeniya Azad serî natewîne’. Em bang li hemû rojnamevanan û rêxistinên pîşeyî dikin; ne em bila desthilat bitirse, werin em van êrişan bi hev re pûç bikin. Em ji hemû rojnamevanan re azadiyê dixwazin.”
 
Nûçegihanê MA’yê Ergîn Çaglar jî diyar kir ku bêyî ku îdianameya 16 hevalên hatin girtin bê amade kirin 9 rojnamevanên din jî hatin û got: “Me hemûyan dît ku dema 11 hevalên me hatin binçavkirin mûameleyeke çawa lê kirin. Nîşanî wan dan ku çawa serî natewînin. 9 hevalên me peyam jî şandin. Em jî careke din dibêjin; Çapemeniya Azad ji we re serî natewîne.”
 
‘DIVÊ EM TEVÎ CIVAKÊ TÊBIKOŞIN’
 
Serokê Giştî yê TGS’ê Gokhan Dûrmûş jî bi lêv kir ku piştî Qanûna Sansurê 9 hem pîşeyên wan hatin giritn û wiha got: “Hincet xebatên wan ên pîşeyî ne. Desthilateke ji nûçeyê û nûçegihan re dijmin heye. Qanûna Sansurê û girtina hevalên me yên rojnamevan parçeyekî vê ye. Em ê tevî Qanûna Sansurê û girtinan ragihandina nûçeyên xwe bidomînin. Divê em li vî welatî nûçeyan ji sûcbûnê derxînin. Divê civak jî bibîne ku parçeyekî vê ye. Bi girtin û bêdengkirina rojnamevanan civak jî ji mafê xwe yê nûçe girtinê mehrûm dimîne. Divê em bi civakê re têbikoşin. Di serî de hempîşeyên me yên dawî hatin girtin dixwazin hemû hempîşeyên me demildest bên berdan.”
 
‘BILA JI MÛSA ANTER HETA VAN ROJAN BINÊRIN’
 
Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Mûsa Pîroglû jî da zanîn ku hewl didin dengê çapemeniyê bibirin û wiha got: “Di hemû çalakiyan de rojnamevan bi tundiyê re rûbirû dimînin, peywîra çapemeniyê tê astengkirin. Pênûsê ku nikarin bikirin hewl didin bi kelemçeyan bêdeng bikin. Kesên difikirin ku wê bi vê operasyonê dengê çapemeniya azad bibirin bila ji Mûsa Anter heta van rojan binêrin. Zilma we zordariya we wê nikare çapemeniya azad bêdeng bike.”
 
Dû re daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyên “Zext nikarin me têk bibin” , “Binçavkirin, girtin û zext nikarin me têk bibin” , “Çapemeniya Azad nikare bê bêdengkirin” bi dawî bû. 
 
 

Sernavên din

06/11/2022
09:04 'Îmrali xala destpêkê ya bêhiqûqîtiyê ye'
09:03 'Desthilat dixwaze ser sûcên xwe binixumîne'
09:01 Lêpirsîna Kader Ortakayayê daxilî nava yên 'kiryar nediyar' kirin
09:00 ROJEVA 6'Ê MIJDARA 2022'YAN
05/11/2022
21:47 Xelatên Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî hatin dayîn
19:44 Gelê Silopiyayê vexwandin ‘Meşa Mirovahiyê’
16:51 Bi pankartê banga ‘Meşa Mirovahiyê’ hate kirin
16:29 ÎHD: Bila rojnamevan û Fîncanci bên berdan
16:20 Rewşa girtiyê ku bi teşhîsa xelet hatiye emeliyatkirin giran bû
16:02 Polîsan dîsa gef li fîrmaya otobusê xwar ku rojnameya Xwebûnê nebe
15:54 Deklarasyona 25'ê Mijdarê: Li dijî faşîzm û qirkirina jinan dem dema azadiya jinan e
15:40 Li Erdîşê mirina biguman a jinekê
15:22 Di çalakiya ‘Rûniştina F’ de hat xwestin ku girtiya nexweş Çakir bê berdan
15:08 ÎHD'ê aqûbetên Bayram, Yakar û Toraman pirsîn
14:35 Ji bo welatiyên 27 sal berê hatin gulebarankirin û şewitandin edalet hat xwestin
14:18 Baroya Amedê bertek nîşanî beraetkirina serokê MHP’ê da
13:55 2’yemîn Konferansa Jinan a Navneteweyî li Berlînê dest pê kir
13:49 Li Bedlisê operasyona leşkerî hate destpêkirin
13:42 Orbay ji Stenbolê heta Heciya Kurda hat pêşwazîkirin
13:32 Fîncanci: Ez ê tevkariya xwe ya li heqîqetê bidomînim
13:12 EMEP’ê ji bo piştevaniyê serdana ajansa me kir
13:11 Heman dadgerî Mûsa Orhan tehliye kir û serokê MHP’yî jî da beraetkirin
13:02 ‘Li Iraqê hebûna leşkerên tirk dagirkerî ye’
12:18 Malbata Şenyaşar: Rojên ku heqîqet derkeve holê nêz in
12:18 Parêzer Aryen Tûran: Em ê her bêhiqûqiyan vebêjin
12:00 Li Xarpêtê ji ber deynî şer kirin: 3 kes mirin
11:47 Eyşe Efendî: Divê kurd li dijî çekên kîmyewî hêza xwe bikin yek
11:30 Malbatên girtiyan: Çapemeniya azad rastiya me ye
11:30 Bi veguhestina pirtûkan xwestin girtiyê nexweşê giran Boltan îşkence bikin
11:07 Banga ji bo ‘Meşa Mirovahiyê’ ya li Silopiya: Bila hesab bidin
10:07 Li Kurdistanê ji bendavan ber bi kîmyasalê ve: Talana ekolojîk didome
09:37 Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê: Heke xwesteka me neyê cih em ê biçin ber deriyê rektoriyê
09:37 Di Doza Kobanê de biryara navberê hate dayîn: Yorûlmaz û Bagcik hatin berdan
09:09 Bavê Xemgîn Kiçî yê bi çekên kîmyewî hat qetilkirin: Ji bo Xemgînan çû, serê me netewand
09:04 Banga ji bo 'Meşa Mirovahiyê': Werin em bi hev re li dijî çekên kîmyewî têbikoşin
09:02 'Em li axa xwe bikaranîna çekên kîmyewî qebûl nakin'
09:01 Li Îmraliyê 'hîle-î şerriye' didome
09:00 ROJEVA 5'Ê MIJDARA 2022'YAN
04/11/2022
23:18 Sancar: Desthilat herî zêde ji çapemeniya azad ditirse
22:39 Doza Kobanê: Hûn jinên kurd didarizînin
21:46 Abdulhamît Orbay piştî 30 salan ji girtîgehê derket
20:35 Rojbîn Perîşan li Amedê bi dirûşmeya 'jin jiyan azadî' hat pêşwazîkirin
18:40 Rojnamevan Şahînliyê bi awayekî destkelemçekirî muayene kirine
18:03 Serdanên piştevaniyê yên ji bo MA û Jinnewsê didomin
16:46 Agahî ji Brûkanliyê xwe şewitand nayê wergirtin
16:45 2’yemîn Konferansa Jinan a Navnetewî sibê dest pê dike
16:45 Di komkujiya Bartine de kesekî din jî jiyana xwe ji dest da
16:30 SOLIDAIRES û SNJ’ê ji bo rojnamevanên kurd banga piştevaniyê kirin
16:30 Berxwedana Jînayê di roja 50’an de ye
16:17 ÎHD’a Amedê: Em ê di aştiyê de israr bikin
16:05 ‘Em ê bi rêxistinbûyîna xwe bersivê bidin tecrîdê’
15:49 DFG: Hejmara rojnamevanên girtî gihîşt 88’an
15:42 Xizmên girtiyan: Tekane daxwaza me edalet e
15:41 Dayikan ji bo “Meşa Mirovahiyê” bang kirin: Bila êriş bên sekinandin
15:34 Çalakiya li Zanîngeha Dîcleyê didome: Meclisê dengê me bihîst lê rektor nebihîst
15:21 Sedemê cezayê li Guvenê hatiye birîn: Cezakirina wê pêdiviyeke lezgîn e
14:44 Doza Kobanê: Ev rojên tarî dê derbas bibin
14:38 Biryara jêrzemînên Cizîrê ya AYM’ê: Binpêkirin nîne, hêza kuştinê ji neçarî bûye
14:14 Parêzer Aryen Tûran hate berdan
14:09 Di Doza Kobanê de banga çekên kîmyewî li Akar hat kirin: Envanterên TSK’ê veke
14:03 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
13:50 ‘Bila parêzer Aryen Tûran bê berdan’
13:49 Meclisa Ciwanan a HDP'ê: Îktidar budçeyê ne ji ciwanan re ji şer re vediqetîne
13:18 Malbata Şenyaşar: Daxwaza me daxwaza herkesên ku dibêjin em mirov in e
12:59 Banga ‘Meşa Mirovahiyê’: Çekên kimyasal sûc e
11:42 HDP’ê ji bo 4’ê Mijdarê got: Xwestin vîna gelê me bişikînin lê nekarîn rê li ber meşa me bigirin
11:21 Leşkerek li Başûr di şer de hate kuştin
11:19 Şaredariya Panosê Rojên Çand û Hunerê li dar dixe
11:17 Belgefîlma 'Girtîgeh an jî Sirgûn’ li Bernê hat pêşandan
11:13 Daxwaza ‘budçeya perwerdeya zimanê dayikê’ nehate qebûlkirin
11:02 Ji bo meşa 6’ê mijdarê bang: Hûn jî li dijî sûcê şer tev li meşê bibin
10:50 Birîna daran a li Xozatê 5 meh in bênavber didome
10:47 Bi tarîfeya ‘tîcaretxaneyê’ fatûreyên ceyranê li girtiyan tên birîn
10:32 Rejîma Îranê cezayê darvekirinê da hunermendê kurd Samîn Yassîn
10:22 HDK’ê ji bo 6’ê mijdarê bang kir: Em xwedî li keleha berxwedanê derkevin
10:20 Rûreşiya Komarê
10:02 Xelatên Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî sibê tên dayîn
09:53 Dayikên Aştiyê: Heke em xwe bêdeng bikin, wê demê em jî dibin şirîkê sûc
09:11 Hevserokê HDP'a Amedê Ceylan: HDP, li hemberî êrişên faşîzan ên AKP-MHP'ê bi ser ketiye
09:05 Pêşangeha li dijî talankirina xwezayê
09:04 Rêxistinên civaka sivîl: Em tev li Meşa Mirovahiyê bibin
09:03 Li Girtîgeha Dûmlûyê nahêlin tav li girtiyan bixe!
09:02 Gelê Wanê: Em tenduristiya Abdullah Ocalan mereq dikin
09:01 Parlamentera alman ji bo çekên kîmyewî serî li OPCW'yê da
09:00 ROJEVA 4'Ê MIJDARA 2022'YAN
08:16 Li Îzmîrê bi pileya 4,9 erd hejiya
03/11/2022
22:36 Li herêma leşkeriyê cenazeyê cerdevanekî hat dîtin
22:31 Li Şirnexê 20 karkerên kana komirê bi jehrê ketin
21:36 Tirkiyeyê cardin êriş bir ser Şengalê: Ciwanek jiyana xwe ji dest da
18:01 Hurriyet Dogan piştî 18 salan ji girtîgehê derket
16:49 Tirkiye Biradostê bombebaran dike
16:42 Serokwezîrê berê yê Pakistanê Han di êrişa sûîqestê de birîndar bû
16:33 Ji bo buroya MA’yê serdana piştevaniyê
16:05 Parêzerên îranî ji bo parastina gel bang kirin
15:57 Li Mêrsînê ji bo ‘Meşa Mirovahiyê’ bang hate kirin
15:35 Ji ber ‘şahidên nepen’ bertek nîşanî şandeya dadgehê dan: Tu ferqa we ji hev nîne
15:32 ANF: Cenazeyê leşkerekî di destê HPG’ê de ye
15:27 ‘Bila tecrît bê bidawîkirin, girtiyên nexweş bên berdan’
15:20 ‘Em guhertina cihê avahiyê qebûl nakin’
15:17 ÎSÎG: Di 10 mehan de hezar û 521 karkeran canê xwe ji dest dane