Parêzera rojnamevanan: Xebatên rojnamevaniyê kirin hedef

  • rojane
  • 11:15 31 Cotmeh 2022
  • |
ENQERE - Parêzera rojnamevanên hatin girtin Sîpan Cîzrelî diyar kir ku di dosyeya lêpirsîna ku bû sedemê girtinê de delîlek sûc nîne û got: “Xebatên rojnamevaniyê yên miwekîlên me kirin hedef.” 
 
Piştî ku îktidarê “Qanûna Sansûrê” erê kir û ev qanûna ku bi qedexe û sînordarkirina tije ye, êrişa wê ya ewil li dijî Ajansa Mezopotamya û JINNEWS’ê pêk hat. Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê dabû destpêkirin de di 25'ê cotmehê de Midûra Karên Nivîsê ya Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîren Yûrtsever, nûçegihanên MA'yê Denîz Nazlim, Selman Guzelyuz, Berîvan Altan, Hakan Yalçin, Emrûllah Acar, Ceylan Şahînlî, nûçegihanên JINNEWS'ê Habîbe Eren û Oznûr Deger di 29’ê cotmehê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatin girtin. 
 
Her 9 rojnamevanên kurd jî ji ber nûçeyên çêkirine hatin girtin. Dozger û dadger xebatên wan rojnamevaniyê kir hêcet û bi îdiaya “endamtiya rêxitinê” biryara girtina rojnamevanan da. 
 
Sîpan Cîzrelî
 
Ji parêzerên rojnamevanan Sîpan Cîzrelî behsa girtina miwekîlên xwe kir. Cîzrelî diyar kir ku di serdegirtina malên rojnamevanan de pirtûkên hatine desteserkirin, wek “delîlên sûc” hatine desteserkirin û rojnamevan bi îşkenceyê re rûbirû hatin hiştin. Cîzrelî da zanîn ku wan roja ewil heta 24 saetan nikaribûye miwekîlên xwe bibînin û hevdîtina wan hatibû qedexekirin. 
 
HEWLDANA AFIRANDINA TAWANBARIYÊ 
 
Cîzrelî diyar kir ku piştî binçavkirina rojnamevanan hat xwestin têgihiştinek bê çêkirin û wiha got: “Bi taybetî dîmenên binçavkirina rojnamevanan ji çapemeniya alîgir re hat serwîskirin û miwekîlên me hedef hatin nîşandan. Midûriyeta Giştî ya Polîsan daxûyanî da û diyar kir ku 11 rojnamevan ji ber ‘xelkê teşwîqî kîn û dijminiyê kirine’ hatine binçavkirin. Lê pişt re me li îfadeyên polîsan nihêrî ku rojnamevan bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ hatine binçavkirin. Me dît ku hem serê emniyetê hem jî serê dozgeriyê gelek tevlihev e. Dixwazin tawanbariyê hilberînin û bixin stûyê miwekîlên me.” 
 
TAWANBARIYEK DI DOSYEYÊ DE NÎNE 
 
Cîzrelî bal kişand ser pirsên di çarçoveya lêpirsînê de ji miwekîlên wan hatine pirsîn û got: “Çima hûn endamên DFG’ê ne? Di destê te de mikrofona Ajansa Mezopotamya heye, ev aydê kî ye, çima di destê xwe de digirî? Her wiha hevdîtinên rojnamevanan ên li ser telefonê bi çavkaniyên xwe nûçeyan re, ger û geştên wan jî hatin pirsîn. Dema em bi gelemperî li dosyeyê dinêhirin, tiştek ku wê bibe sûc nîne û em nabînin. Lê bi têgihiştinê xwestin rojnamevanan hedef nîşan bidin. Lêpirsînek li ser MA û JINNEWS’ê hatiye birêvebirin, lê belê bêyî ku tu delîlek hebe derbarê miwekîlên me de biryara girtinê dan.” 
 
HAY Û BAYA 8 DOZGERAN JI DOSYEYÊ NEBÛ 
 
Cîzrelî girtina dîmenên miwekîlên wan dema dibirin edliyeyê wek mizansen pênase kir û got: “9 dozgeran îfadeyên miwekîlên me girtin. 8 dozger ne dozgerên dosyeyê bûn û tu zanyariyek wan derbarê dosyeyê de nebû. Dema rojnamevanan anîn edliyê, gotin di 20 deqîqeyan de dê îfadeyên wan bên girtin. Ne pêkane ku dozger 20 deqîqeyan dosyeyê lêpirsîn bikin û jê fêm bikin. Tişta dozgeran li edliyeyê kir eşkere bû ku dixwazin têgihiştinek û mîzansenekê çêbikin. Dozgerê dozê tenê îfadeya du miwekîlên me girt. Yên mayî jî dosyeyên haya wan ji dosyeyê nîne îfade girtin.” 
 
XEBATÊN ROJNEMVANIYÊ HEDEF HATIN NÎŞANDAN 
 
Cîzrelî anî ziman ku dema ew li pirs û lêpirsîna dozgeriyê dinêhirin eşkere xuya dibe ku xebatên rojnamevaniyê yên miwekîlên wan hedef hatine nîşandan û polîs û dozgeriyê xwestin mîzanseniya xwe pêk bînin û got: “Tenê ne li dozgeriyê li dadgeriyê jî em bi heman tabloyê re rûbirû man. Ji ber ku tiştek bibe delîlê sûc, me nizanibû em ê çawa parastina miwekîlên xwe bike. Gelek tiştên ku eleqeya wan bi dosyeyê re nîne, lê zêde kirine. Tu tiştek ku bibe delîlê tawanbariyê di dosyeyê de nîne. Lê ji bo ku operasyona xwe serkeftî nîşan bidin, divê miwekîlên me bigirtina û biryara girtinê jî dan.” 
 

Sernavên din

06/11/2022
09:04 'Îmrali xala destpêkê ya bêhiqûqîtiyê ye'
09:03 'Desthilat dixwaze ser sûcên xwe binixumîne'
09:01 Lêpirsîna Kader Ortakayayê daxilî nava yên 'kiryar nediyar' kirin
09:00 ROJEVA 6'Ê MIJDARA 2022'YAN
05/11/2022
21:47 Xelatên Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî hatin dayîn
19:44 Gelê Silopiyayê vexwandin ‘Meşa Mirovahiyê’
16:51 Bi pankartê banga ‘Meşa Mirovahiyê’ hate kirin
16:29 ÎHD: Bila rojnamevan û Fîncanci bên berdan
16:20 Rewşa girtiyê ku bi teşhîsa xelet hatiye emeliyatkirin giran bû
16:02 Polîsan dîsa gef li fîrmaya otobusê xwar ku rojnameya Xwebûnê nebe
15:54 Deklarasyona 25'ê Mijdarê: Li dijî faşîzm û qirkirina jinan dem dema azadiya jinan e
15:40 Li Erdîşê mirina biguman a jinekê
15:22 Di çalakiya ‘Rûniştina F’ de hat xwestin ku girtiya nexweş Çakir bê berdan
15:08 ÎHD'ê aqûbetên Bayram, Yakar û Toraman pirsîn
14:35 Ji bo welatiyên 27 sal berê hatin gulebarankirin û şewitandin edalet hat xwestin
14:18 Baroya Amedê bertek nîşanî beraetkirina serokê MHP’ê da
13:55 2’yemîn Konferansa Jinan a Navneteweyî li Berlînê dest pê kir
13:49 Li Bedlisê operasyona leşkerî hate destpêkirin
13:42 Orbay ji Stenbolê heta Heciya Kurda hat pêşwazîkirin
13:32 Fîncanci: Ez ê tevkariya xwe ya li heqîqetê bidomînim
13:12 EMEP’ê ji bo piştevaniyê serdana ajansa me kir
13:11 Heman dadgerî Mûsa Orhan tehliye kir û serokê MHP’yî jî da beraetkirin
13:02 ‘Li Iraqê hebûna leşkerên tirk dagirkerî ye’
12:18 Malbata Şenyaşar: Rojên ku heqîqet derkeve holê nêz in
12:18 Parêzer Aryen Tûran: Em ê her bêhiqûqiyan vebêjin
12:00 Li Xarpêtê ji ber deynî şer kirin: 3 kes mirin
11:47 Eyşe Efendî: Divê kurd li dijî çekên kîmyewî hêza xwe bikin yek
11:30 Malbatên girtiyan: Çapemeniya azad rastiya me ye
11:30 Bi veguhestina pirtûkan xwestin girtiyê nexweşê giran Boltan îşkence bikin
11:07 Banga ji bo ‘Meşa Mirovahiyê’ ya li Silopiya: Bila hesab bidin
10:07 Li Kurdistanê ji bendavan ber bi kîmyasalê ve: Talana ekolojîk didome
09:37 Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê: Heke xwesteka me neyê cih em ê biçin ber deriyê rektoriyê
09:37 Di Doza Kobanê de biryara navberê hate dayîn: Yorûlmaz û Bagcik hatin berdan
09:09 Bavê Xemgîn Kiçî yê bi çekên kîmyewî hat qetilkirin: Ji bo Xemgînan çû, serê me netewand
09:04 Banga ji bo 'Meşa Mirovahiyê': Werin em bi hev re li dijî çekên kîmyewî têbikoşin
09:02 'Em li axa xwe bikaranîna çekên kîmyewî qebûl nakin'
09:01 Li Îmraliyê 'hîle-î şerriye' didome
09:00 ROJEVA 5'Ê MIJDARA 2022'YAN
04/11/2022
23:18 Sancar: Desthilat herî zêde ji çapemeniya azad ditirse
22:39 Doza Kobanê: Hûn jinên kurd didarizînin
21:46 Abdulhamît Orbay piştî 30 salan ji girtîgehê derket
20:35 Rojbîn Perîşan li Amedê bi dirûşmeya 'jin jiyan azadî' hat pêşwazîkirin
18:40 Rojnamevan Şahînliyê bi awayekî destkelemçekirî muayene kirine
18:03 Serdanên piştevaniyê yên ji bo MA û Jinnewsê didomin
16:46 Agahî ji Brûkanliyê xwe şewitand nayê wergirtin
16:45 2’yemîn Konferansa Jinan a Navnetewî sibê dest pê dike
16:45 Di komkujiya Bartine de kesekî din jî jiyana xwe ji dest da
16:30 SOLIDAIRES û SNJ’ê ji bo rojnamevanên kurd banga piştevaniyê kirin
16:30 Berxwedana Jînayê di roja 50’an de ye
16:17 ÎHD’a Amedê: Em ê di aştiyê de israr bikin
16:05 ‘Em ê bi rêxistinbûyîna xwe bersivê bidin tecrîdê’
15:49 DFG: Hejmara rojnamevanên girtî gihîşt 88’an
15:42 Xizmên girtiyan: Tekane daxwaza me edalet e
15:41 Dayikan ji bo “Meşa Mirovahiyê” bang kirin: Bila êriş bên sekinandin
15:34 Çalakiya li Zanîngeha Dîcleyê didome: Meclisê dengê me bihîst lê rektor nebihîst
15:21 Sedemê cezayê li Guvenê hatiye birîn: Cezakirina wê pêdiviyeke lezgîn e
14:44 Doza Kobanê: Ev rojên tarî dê derbas bibin
14:38 Biryara jêrzemînên Cizîrê ya AYM’ê: Binpêkirin nîne, hêza kuştinê ji neçarî bûye
14:14 Parêzer Aryen Tûran hate berdan
14:09 Di Doza Kobanê de banga çekên kîmyewî li Akar hat kirin: Envanterên TSK’ê veke
14:03 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
13:50 ‘Bila parêzer Aryen Tûran bê berdan’
13:49 Meclisa Ciwanan a HDP'ê: Îktidar budçeyê ne ji ciwanan re ji şer re vediqetîne
13:18 Malbata Şenyaşar: Daxwaza me daxwaza herkesên ku dibêjin em mirov in e
12:59 Banga ‘Meşa Mirovahiyê’: Çekên kimyasal sûc e
11:42 HDP’ê ji bo 4’ê Mijdarê got: Xwestin vîna gelê me bişikînin lê nekarîn rê li ber meşa me bigirin
11:21 Leşkerek li Başûr di şer de hate kuştin
11:19 Şaredariya Panosê Rojên Çand û Hunerê li dar dixe
11:17 Belgefîlma 'Girtîgeh an jî Sirgûn’ li Bernê hat pêşandan
11:13 Daxwaza ‘budçeya perwerdeya zimanê dayikê’ nehate qebûlkirin
11:02 Ji bo meşa 6’ê mijdarê bang: Hûn jî li dijî sûcê şer tev li meşê bibin
10:50 Birîna daran a li Xozatê 5 meh in bênavber didome
10:47 Bi tarîfeya ‘tîcaretxaneyê’ fatûreyên ceyranê li girtiyan tên birîn
10:32 Rejîma Îranê cezayê darvekirinê da hunermendê kurd Samîn Yassîn
10:22 HDK’ê ji bo 6’ê mijdarê bang kir: Em xwedî li keleha berxwedanê derkevin
10:20 Rûreşiya Komarê
10:02 Xelatên Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî sibê tên dayîn
09:53 Dayikên Aştiyê: Heke em xwe bêdeng bikin, wê demê em jî dibin şirîkê sûc
09:11 Hevserokê HDP'a Amedê Ceylan: HDP, li hemberî êrişên faşîzan ên AKP-MHP'ê bi ser ketiye
09:05 Pêşangeha li dijî talankirina xwezayê
09:04 Rêxistinên civaka sivîl: Em tev li Meşa Mirovahiyê bibin
09:03 Li Girtîgeha Dûmlûyê nahêlin tav li girtiyan bixe!
09:02 Gelê Wanê: Em tenduristiya Abdullah Ocalan mereq dikin
09:01 Parlamentera alman ji bo çekên kîmyewî serî li OPCW'yê da
09:00 ROJEVA 4'Ê MIJDARA 2022'YAN
08:16 Li Îzmîrê bi pileya 4,9 erd hejiya
03/11/2022
22:36 Li herêma leşkeriyê cenazeyê cerdevanekî hat dîtin
22:31 Li Şirnexê 20 karkerên kana komirê bi jehrê ketin
21:36 Tirkiyeyê cardin êriş bir ser Şengalê: Ciwanek jiyana xwe ji dest da
18:01 Hurriyet Dogan piştî 18 salan ji girtîgehê derket
16:49 Tirkiye Biradostê bombebaran dike
16:42 Serokwezîrê berê yê Pakistanê Han di êrişa sûîqestê de birîndar bû
16:33 Ji bo buroya MA’yê serdana piştevaniyê
16:05 Parêzerên îranî ji bo parastina gel bang kirin
15:57 Li Mêrsînê ji bo ‘Meşa Mirovahiyê’ bang hate kirin
15:35 Ji ber ‘şahidên nepen’ bertek nîşanî şandeya dadgehê dan: Tu ferqa we ji hev nîne
15:32 ANF: Cenazeyê leşkerekî di destê HPG’ê de ye
15:27 ‘Bila tecrît bê bidawîkirin, girtiyên nexweş bên berdan’
15:20 ‘Em guhertina cihê avahiyê qebûl nakin’
15:17 ÎSÎG: Di 10 mehan de hezar û 521 karkeran canê xwe ji dest dane