Ji Îzmîrê banga ji bo beşdariya meşa 6’ê mijdarê

  • rojane
  • 13:01 29 Cotmeh 2022
  • |
img
ÎZMÎR - HDK, HDP û BMG’ê ragihand ku ew ê ji Îzmîrê tev li meşa “Li dijî çekên kîmyewî meşa mirovahiyê” ya dê di 6’ê mijdarê de li Stenbolê bê lidarxistin bibin û bang li hemû aliyan kir ku beşdarî meşê bibin. 
 
Bi pêşengiya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Hêzên Têkoşîna Yekgirtî (BMG), dê di 6’ê mijdarê de li Taksîma Stenbolê “Li dijî çekên kîmyewî meşa mirovahiyê” li dar bixin. Saziyên navborî têkildarî meşê li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Bajarê Îzmîrê civîna çapemeniyê li dar xistin. Li eywana civînê pankarta “Li dijî çekên kîmyewî meşa mirovahiyê” hat daliqandin. Hevseroka HDP’a Îzmîrê Berna Çelîk metna daxuyaniyê xwend. 
 
Çelîk bi bîr xist ku Tirkiye ji sala 2021’an û vir ve êrişên xwe yên li ser xaka Herêma Kurdistanê bênavber didomîne û diyar kir ku di vî şerî de gelek kes canê xwe ji dest dane û li ser erdnîgariyeke berfireh talankirina ekolojiyê pêk tê. Çelîk wiha got: “Îdiayên ku TSK’ê li dijî endamên PKK’ê çekên kîmyewî bikar aniye, di medyayê û di nava xelkê de bû sedema hêrseke mezin. Bi qasî ku em ji çapemeniyê zanin, tê diyarkirin ku 17 endamên HPG’ê bi çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest dane. Di derbarê bikaranîna çekên kîmyewî de ku ji bo hemû zindiyan kujer e. Di hiqûqa navneteweyî de wek sûc tê dîtin, divê lêkolînên cidî bên kirin. Ji ber ku peymanên navnetewî hewcehiyê pê dibîne divê heyetên zelal û serbixwe lêkolînan pêk bînin û berpirsiyariyê hildin ser milê xwe. Bikaranîna çekên kîmyewî sûcê li dijî mirovahiyê ye. Îktidara AKP-MHP’ê vî sûcî red dike û zanyar, ronakbîr, siyasetmedar, rojnamevan dixwazin ev dîmen bên lêkolînkirin, tawanbar dike û hedef dide nîşandan.”
 
'DIVÊ HIKÛMET DESTÛR BIDE’ 
 
Çelîk diyar kir ku astengiya hikûmeta Herêma Kurdistanê li pêşiya komîteyên pispor ên serbixwe ku dixwazin li herêmê lêkolînan bikin, dibe sedema nîgeranî û hêrsê û divê rêveberiya Herêmê bi ewlekariya şandeyan rê bide lêkolînan. Çelîk axaftina xwe wiha domand: “Divê ti kes nebe şirîkê vî şerê hovane û sûcê li dijî mirovahiyê. Ya herî girîng jî divê Neteweyên Yekbûyî (NY), Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO), sazî û rêxistinên berpirsyar ên Yekîtiya Ewropayê, bi taybetî Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) bikevin tevgerê. Heke wiha nebe wê fikarên gelên herêmê zêde bibin û rê li ber komkujiyên mezintir veke.”
 
BANGA BO MEŞÊ 
 
Çelîk anî ziman ku divê her kes li dijî şer û ji bo parastina mirovahiyê dengê xwe bilind bike û roj ne ew roj e li dijî bûyerên diqewimin bêdeng bimînin û got: “Jiyana mirovan pîroz e. Em bang li hemû sazî, pêkhate, partiyên siyasî, rêxistinên sivîl, gelê xwe û her welatiyê xwedî wijdan ku alîgirê jiyanê ne, ne alîgirê mirinê ye, têbikoşin. Li ser vê bingehê em diyar dikin ku em ê beşdarî meşa 6’ê mijdarê ya li Taksîmê bê lidarxistin bibin û gelên Îzmîrê û hemû hêzên demokrasiyê vedixwînin vê meşa mafdar. Tekane tişta ku civak dixwaze ew e ku heqîqet derkeve holê. Em ê tu carî bi bêdengiya xwe nebin şirîkê vî sûcî. Em bi biryardariyeke mezin diyar dikin ku heta rastî derkeve holê em ê dengê xwe bilind bikin û li heqîqetê bigerin.”
 
 

Sernavên din

03/11/2022
16:05 Parêzerên îranî ji bo parastina gel bang kirin
15:57 Li Mêrsînê ji bo ‘Meşa Mirovahiyê’ bang hate kirin
15:35 Ji ber ‘şahidên nepen’ bertek nîşanî şandeya dadgehê dan: Tu ferqa we ji hev nîne
15:32 ANF: Cenazeyê leşkerekî di destê HPG’ê de ye
15:27 ‘Bila tecrît bê bidawîkirin, girtiyên nexweş bên berdan’
15:20 ‘Em guhertina cihê avahiyê qebûl nakin’
15:17 ÎSÎG: Di 10 mehan de hezar û 521 karkeran canê xwe ji dest dane
14:07 Aydogan: Heke li dijî kîmyasalê bertek zêde bibin wê encam were girtin
13:48 Jiyana Ronaghî yê li Îranê hatiye girtin di talûkêyê de ye
13:40 Malbata Şenyaşar: Heke Fadil Şenyaşar neyê berdan em ê biçin Meclisê
13:38 Ji BMG'ê banga meşa 6’ê mijdarê: Em ji şerê qirêj re bêjin bes e
13:29 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serî li dozgeriyê dan
13:25 Girtiyan ji bo lêkolînkirina bikaranîna çekên kîmyewî serlêdan kir
13:21 Gunay: Pirsgirêka me ne bi komarê re lê bi karektera wê ya yekperest re ye
12:51 Li girtîgeha Eregliyê girtiyek li dijî tecrîda giran, agir berda bedena xwe
12:22 TUÎK’ê enflasyon kêm nîşan da
12:18 Malbatên girtiyan: Edî bes e em vê zilmê qebûl nakin
12:18 Rojnamegerên girtî li benda name û pirtûkan e
12:17 Ajokarên TIR’an ên li Girtîgeha Makuyê tên ragirtin dest bi rojiya mirinê kirin
11:49 Rojnameger Bûlût zilma li dijî girtiyên nexweş ragihand
11:34 KCDP: Di nava 10 mehan de 275 jin ji hêla zilaman ve hatin qetilkirin
11:18 #NûçeyekêJîTuBişîne
11:01 Jina ku polîs destdirêjî lê kiriye: Hêj niha jî gefan dixwe, bila were girtin
10:38 Mûayeneya bikelemçe li rojnamevan Şahînlî ferz kirin
10:28 ENAG: Enflasyon derket ji sedî 185’an
10:15 Şirnex xwe ji bo ‘Meşa Mirovahiyê’ amade dike: Em dengê xwe derxînin
10:13 Bi çavê rojnamegerekî girtî Girtîgeha Sîncanê
10:01 Fermandar Newroz Rojhilat: Çi bibe bila bibe em ê herêma xwe biparêzin
09:02 Ji jinên êzidî: Wan em ji komkujiyê xelas kirin, divê em xwedî li wan derkevin
09:02 Konferansa Jinê ya Navneteweyî ya 2'yan: Dê alternatîfa modernîteya kapîtalîst bê nîqaşkirin
09:01 Hevseroka KURD-AKAD'ê: Li dijî çekên kîmyewî avakirina toreke piştevaniyê bivênevê ye
09:01 ‘Em di 6'ê Mijdarê de li Taksîmê li dijî çekên kîmyewî li hev kom dibin'
09:00 ROJEVA 3'YÊ MIJDARA 2022'YAN
08:43 Senatorê Baskî ji bo rojnamevanan pêşniyazpirsek pêşkeş kir
02/11/2022
21:04 Hûlûsî Akar li Colemêrgê ye
20:54 Li Wanê 3 keya hatin binçavkirin
16:59 Buldan çû serdana MA û JINNEWS’ê: Dê pênûsa wan li erdê nemîne
16:54 Di Nobeta Edaletê de bertek nîşanî ferzkirina ‘poşmantiyê’ dan
16:37 Oluç: Hûn neçarin ku çand û baweriyan li makeqanûnê binivîsin
16:36 Di hilbijartina Danîmarkayê de çepgir bi ser ketin
16:30 Cezayê hefsê li rojnamevan Şahîn û Gayip hate birîn
16:11 OHD’ê serdana xwendekarên fakulteya hiqûqê kir
15:45 Di doza Denîz Poyraz de giliyê dadgeh û cendirmeyan hat kirin
15:42 Sekreterê Giştî yê NATO’yê wê serdana Tirkiyeyê bike
15:36 Tevî gefên rejîma Îranê jî çalakî belav dibin
15:12 Kedkarên perwerdeyê li gelek bajaran dev ji kar berdan û daxwazên xwe ragihandin
14:49 Doza Navenda Civakê ya Tarlabaşiyê hat taloqkirin
14:49 Dayikên Aştiyê jî dê tev li ‘Meşa Mirovahiyê’bibin
14:36 Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî çekên kîmyewî di roja 10’an de didome
14:25 Malbata Şenyaşar: Edliyeya Rihayê jî dê bibe mûze
14:16 Li Girtîgeha Dumluyê paceyên hucreyan ên tavê lê dida hatin girtin
14:05 Beştaş: Kesên hatine girtin rojnamevan in, ez bi xwe şahid im
13:47 Înîsiyatîfa Piştevaniya bi Girtiyan re ji bo rojnamegerên girtî banga piştevaniyê kirin
13:46 Wezîr Yanik bi dowîzên ‘Jin jiyan azadî’ hate şermezarkirin
13:26 Li dijî girtina rojnamegeran bertek: Hûn ê hesaba vê bidin û ji şerman serê xwe bitewînin
12:54 Malbatên girtiyan: Dijminatiyê li girtiyan dikin
12:38 Polîsan zerar da gora Bariştiran
12:35 Parêzerê Dedeogûllari: Di doza êrişê de darizandin li gorî usûlê nehat kirin
12:09 Şahidiniya ‘Yildiz’ ê di gelek dozan de weke ‘şahidê nepen’ hate nîşandan hate betalkirin
11:30 Derbarê kesên li dijî aktivîteya qeyûm derketin de lêpirsîn hate destpêkirin
11:20 Karayilan ji bo çekên kîmyewî bang kir
10:43 Dadgehê bi hinceta ‘girtîgeh tije ne’ daxwaza sewqkirinê ya Ancar red kir
10:36 Parvekirina muzîka kurdî bi 3 salan hate cezakirin
10:12 Ji bo meşa Silopiya bang kirin: Em bikaranîna çekên kîmyewî bidin sekinandin
09:36 Şanoger Sadeghî: Tevî hemû pirsgirêk û zextan jî pêwîst e em dest ji armanca xwe bernedin
09:02 Ji ber 'poşmantî' qebûl nekiriye berdana Deyîş 6 mehan hatiye taloqkirin
09:02 'Çekên kîmyewî ne tenê mirov, bandorê li xwezayê jî dikin'
09:02 Kurdêya dêya xwe, Zinarîna têkoşînê
09:01 Olûç: Madem tu dibêjî min çekên kîmyewî bi kar neaniye, nexwe destûra vekolandinê bide
09:01 Rojnamevan Alagaş: Em ê hêzê ji têkoşîna Nagîhanê bigirin û rêya xwe bidomînin
09:00 ROJEVA 2'YÊ MIJDARA 2022'YAN
01/11/2022
22:39 Mafparêzên li Îzmîrê: Demildest Fîncanciyê berdin!
21:21 Tirkiyeyê bi SÎHA'yê navenda Şengalê bombebaran kir
20:20 Roja Kobanê ya Cîhanê: Hêmana demokratîk a sedsala nû li Rojhilata Navîn bû model
19:54 Ji bo Zinarîn Cûdî ya bi çekên kîmyewî hat qetilkirin mewlûd hat dayîn
19:10 Li Amedê Meşa Kobanê: Em ê li her derî têkoşîna felsefeya Kobanê bimeşînin
17:04 Di Nobeta Edaletê de bal kişandin ser êrişên çekên kîmyewî
17:04 Civîna komîsyona ji bo Guzel a HDP’î hatibû avakirin hat taloqkirin
16:46 ‘Kobanê neket û dê nekeve’
16:41 Di merasîma 40 rojiya mirina Jîna Emîniyê de 17 kurd hatin kuştin
16:41 Dozgerê derbarê rojnamevanan de lêpirsîn da destpêkirin ji HSK’ê hat pirsîn
16:18 ‘Bi girtinan armanc dikin ku civakê û rojnamevanan bêdeng bikin’
15:50 Keştiya penaberan li Behra Egeyê binav bû
15:26 Buldan: Rojnamegerên hatine girtin rûmeta demokrasiyê ne
15:19 Di nava 5 mehan de 26 rojnamevan hatin girtin
14:46 Înîsiyatîfa Maf serdana Malbata Şenyaşar kir
14:34 Girtina rojnamevanan dê li Amedê were şermezarkirin
14:27 Doza Kobanê: HDP’ê banga tundiyê nekiriye
14:18 Hêzên rejîma Îranê, Komarê 16 salî qetil kirin
13:57 Cenazeyên gelek leşkeran anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Çelê
13:46 Kedkarên perwerdeyê sibe dev ji kar ber didin
13:31 Dîroka bi berxwedanê hatiye nivîsîn: Roja Rojava ya Cîhanê
13:31 Daxwaza betalkirina darizandina parlamenter Kaya hat redkirin
13:04 Derbarê Şaredarê Rezanê yê berê de wê mutalaa bê amadekirin
12:42 Ji bo benzînê zemekê nû hat kirin
12:36 Li Mêrsînê kesek hate girtin
12:26 Ivana Hoffman a YPJ’î: Kobanê bû sembola vîna jinan
12:21 Rojnamevanên hatin girtin: Pênûsê heqîqetê nayê çemandin
11:59 'Gelo rewşa girtiyên nexweş di rojeva kîjan partiyên siyasî de heye?'
11:41 20 binçavkiriyên li Îzmîrê hatin berdan