Doza Kobanê: Îdianame li ser daxwaza Tifaqa Cumhur hat amadekirin

  • rojane
  • 14:34 28 Cotmeh 2022
  • |
img
ENQERE - Siyasetmedara kurd Aynûr Aşan di danişîna Doza Kobanê de diyar kir ku şandeya dadgehê di dema pêvajoya darizandinê de li gorî daxwaz û gotinên desthilatdariyê de tevdigere û wiha got: “Doza Kobanê, deynê AKP-MHP’ê ye.”
 
Rûniştina 4’emîn a 17’emîn danişîna Doza Kobanê ku Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên berê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, endamên MYK’a HDP’ê ya berê jî di nav de 21 jê girtî 108 siyasetmedarjê tên darizandin, li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê hat dîtin. 
 
Girtiyên li Girtîgeha Sîncanê di danişînê de amade bûn û siyasetmedarên li girtîgehên cuda tên ragirtin jî bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bûn. Di danişînê de gelek parêzerên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û gelek kesên din di danişînê de amade bûn. 
 
Danişîn, bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir û piştre jî ewraqên li dosyayê hatine zêdekirin û îfadeyên gilîkeran hatin xwendin. 
 
AŞAN: TIRKIYE DI MIJARA EDALETÊ DE PAŞVE MA
 
Siyasetmedara kurd Aynûr Aşan, ji bo parastinê mafê axaftinê girt. Aşan, da zanîn ku têgeha hiqûqê bi Qanûnên Hammûrabî re ketiye nava jiyana civakê û wiha domand: “Beriya ku qanûn derkevin, ji ewil ‘hiqûqa xwezayî’ hebû ku têkiliya civakê yên esasî bûn. Di mijara edaletê de Tirkiye li gorî cîhanê pir paşve ma ye. Di tu pergalên edaletê yên cîhanê de mîna ya Tirkiyeyê cezayên giran nayên ferzkirin. 
 
ÎDIANAMEYA LI SER DAXWAZA TIFAQA CUMHUR
 
Ruhê zagon û qanûnan jî heye. Ew ruh jî wijdana dadger e. Heke di serê we de pirsek hebe, wê demê divê hûn biryara xwe ji bo bersûcan erênî bidin. Hevsengiyeke hesas e. Ev îdianame, li ser daxwaza Tifaqa Cumhur hat amadekirin. Delîl, piştî amadekirina îdinameyê û vekirina dozê hatin komkirin. Yên ku ev îdianame amade kirin, li dijî qanûnan tevgeriyan. Bi periyodên danişînan, bi rêbazê guhdarîkirina şahid û gilîkeran, bi rêbaza berhevkirina delîlan ên di vê dozê de hûn li gorî daxwaz û gotinên desthilatdariyê tevgeriyan. Di dema amadekirina îdianameyê de tevahiya raya giştî û çapemeniya neteweyî bo me têgehên ‘terorîst’ û ‘kujer’ bi kar anîn. Anku bêgunehiya me hat binpêkirin. Binê îdianameya dozger Ahmet Altûn, sepanên şandeya dadgehê tije dike. Ev rewş ne tenê ji hêla edaletê ve lê ji hêla hestê de jî bi zora min diçe. 
 
DEYNÊ AKP’Ê YÊ BO MHP’Ê
 
Hûn, me bi rêbazên FETO’yê didarizînin. Di hemû krîz û aloziyan de dewlet berê xwe dide kurdan. Di rewşa asayî de dewlet û desthilatdarî ji hev cuda ne lê di halê hazir de li Tirkiyeyê tiştekî wiha nîne. Kî bibe desthilatdarî, bi qirkirina kurdan û zexta li ser kurdan hewl dide girêdana xwe ya bi dewletê re nîşan bide. Taybetiyên mêr û dewletê mîna hev in. Mêr jî dema li derve bi hevalên xwe re rûdine, bi vegotina zexta ku li jinê dike hewl dide ‘mêrbûna’ xwe nîşan bide. Dewlet û desthilatdarî jî dibêje ez çiqas zextê li kurdan bikim, ez ewqas ‘welatparêz im.’ Heke ne wisa bûya, desthilatdariyeke ku bi birêz Abdullah Ocalan re pêvajoya Îmraliyê daye destpêkirin îro ev îdianame nedida darazê. Xwest dilê MHP’ê xweş bike. Ev doz, deynê AKP’ê yê bo MHP’ê ye. 
 
KOMPASA LI DIJÎ PÊŞEROJA GELAN
 
Em, 38 caran bi cezayê muebbeta giran tên darizandin. Lê di dosyayê de yek delîl tune ye. Ev kompas ne tenê li dijî me, li dijî pêşeroja gelên Tirkiyeyê tê kirin. Di dema darizandina me de siyasetmedar derheqê doza me de bi awayekî magazînî li ser medyayê diaxivin. Gelo ma ew nizanin ku heta delîlên şênber nebin nikarin me bidarizînin? Dema Devlet Bahçelî devê xwe vedike, alozî derdikeve û mirov tên girtin. Heta vî emrê xwe jî yek gotineke baş û gotineke ji bo aştiyê derneketiye. Desthilatdarî di şexsê me de gefê li hemû derdorên muxalîf dixwe. Lewma saziya darazê bi kar tînin. Lê desthilatdarî çi dike bila bike dê nekare me biptirsîne. 
 
DELÎL LI KU NE?
 
Di dozê bi îdiaya ‘pêdankeriyê’ têm sûcdarkirin. Pir mereq dikim. Gelo min ev sûc bi kê daye kirin? Li kîjan bajarî, di kîjan saetê de û li dijî kê? Hûn ninkarin yek delîlekî nîşan bidin. Hûn tenê yek mînakekî nîşan bidin, ez ê heta dawiya dozê bêdeng rûnim. Şandeya dadgehê bi qasî serê derziyê jî guh nade gotinên me yên li vir. Madem we biryara xwe daye, wê demê dev ji vê îşkenceyê berdin. Dê rojekê pêdiviya we jî bi edaletê çêbibe.” 
 
Danişîna dozê dê di 31’ê cotmehê saet di 10.00’an de berdewam dike.
 

Sernavên din

03/11/2022
16:05 Parêzerên îranî ji bo parastina gel bang kirin
15:57 Li Mêrsînê ji bo ‘Meşa Mirovahiyê’ bang hate kirin
15:35 Ji ber ‘şahidên nepen’ bertek nîşanî şandeya dadgehê dan: Tu ferqa we ji hev nîne
15:32 ANF: Cenazeyê leşkerekî di destê HPG’ê de ye
15:27 ‘Bila tecrît bê bidawîkirin, girtiyên nexweş bên berdan’
15:20 ‘Em guhertina cihê avahiyê qebûl nakin’
15:17 ÎSÎG: Di 10 mehan de hezar û 521 karkeran canê xwe ji dest dane
14:07 Aydogan: Heke li dijî kîmyasalê bertek zêde bibin wê encam were girtin
13:48 Jiyana Ronaghî yê li Îranê hatiye girtin di talûkêyê de ye
13:40 Malbata Şenyaşar: Heke Fadil Şenyaşar neyê berdan em ê biçin Meclisê
13:38 Ji BMG'ê banga meşa 6’ê mijdarê: Em ji şerê qirêj re bêjin bes e
13:29 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serî li dozgeriyê dan
13:25 Girtiyan ji bo lêkolînkirina bikaranîna çekên kîmyewî serlêdan kir
13:21 Gunay: Pirsgirêka me ne bi komarê re lê bi karektera wê ya yekperest re ye
12:51 Li girtîgeha Eregliyê girtiyek li dijî tecrîda giran, agir berda bedena xwe
12:22 TUÎK’ê enflasyon kêm nîşan da
12:18 Malbatên girtiyan: Edî bes e em vê zilmê qebûl nakin
12:18 Rojnamegerên girtî li benda name û pirtûkan e
12:17 Ajokarên TIR’an ên li Girtîgeha Makuyê tên ragirtin dest bi rojiya mirinê kirin
11:49 Rojnameger Bûlût zilma li dijî girtiyên nexweş ragihand
11:34 KCDP: Di nava 10 mehan de 275 jin ji hêla zilaman ve hatin qetilkirin
11:18 #NûçeyekêJîTuBişîne
11:01 Jina ku polîs destdirêjî lê kiriye: Hêj niha jî gefan dixwe, bila were girtin
10:38 Mûayeneya bikelemçe li rojnamevan Şahînlî ferz kirin
10:28 ENAG: Enflasyon derket ji sedî 185’an
10:15 Şirnex xwe ji bo ‘Meşa Mirovahiyê’ amade dike: Em dengê xwe derxînin
10:13 Bi çavê rojnamegerekî girtî Girtîgeha Sîncanê
10:01 Fermandar Newroz Rojhilat: Çi bibe bila bibe em ê herêma xwe biparêzin
09:02 Ji jinên êzidî: Wan em ji komkujiyê xelas kirin, divê em xwedî li wan derkevin
09:02 Konferansa Jinê ya Navneteweyî ya 2'yan: Dê alternatîfa modernîteya kapîtalîst bê nîqaşkirin
09:01 Hevseroka KURD-AKAD'ê: Li dijî çekên kîmyewî avakirina toreke piştevaniyê bivênevê ye
09:01 ‘Em di 6'ê Mijdarê de li Taksîmê li dijî çekên kîmyewî li hev kom dibin'
09:00 ROJEVA 3'YÊ MIJDARA 2022'YAN
08:43 Senatorê Baskî ji bo rojnamevanan pêşniyazpirsek pêşkeş kir
02/11/2022
21:04 Hûlûsî Akar li Colemêrgê ye
20:54 Li Wanê 3 keya hatin binçavkirin
16:59 Buldan çû serdana MA û JINNEWS’ê: Dê pênûsa wan li erdê nemîne
16:54 Di Nobeta Edaletê de bertek nîşanî ferzkirina ‘poşmantiyê’ dan
16:37 Oluç: Hûn neçarin ku çand û baweriyan li makeqanûnê binivîsin
16:36 Di hilbijartina Danîmarkayê de çepgir bi ser ketin
16:30 Cezayê hefsê li rojnamevan Şahîn û Gayip hate birîn
16:11 OHD’ê serdana xwendekarên fakulteya hiqûqê kir
15:45 Di doza Denîz Poyraz de giliyê dadgeh û cendirmeyan hat kirin
15:42 Sekreterê Giştî yê NATO’yê wê serdana Tirkiyeyê bike
15:36 Tevî gefên rejîma Îranê jî çalakî belav dibin
15:12 Kedkarên perwerdeyê li gelek bajaran dev ji kar berdan û daxwazên xwe ragihandin
14:49 Doza Navenda Civakê ya Tarlabaşiyê hat taloqkirin
14:49 Dayikên Aştiyê jî dê tev li ‘Meşa Mirovahiyê’bibin
14:36 Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî çekên kîmyewî di roja 10’an de didome
14:25 Malbata Şenyaşar: Edliyeya Rihayê jî dê bibe mûze
14:16 Li Girtîgeha Dumluyê paceyên hucreyan ên tavê lê dida hatin girtin
14:05 Beştaş: Kesên hatine girtin rojnamevan in, ez bi xwe şahid im
13:47 Înîsiyatîfa Piştevaniya bi Girtiyan re ji bo rojnamegerên girtî banga piştevaniyê kirin
13:46 Wezîr Yanik bi dowîzên ‘Jin jiyan azadî’ hate şermezarkirin
13:26 Li dijî girtina rojnamegeran bertek: Hûn ê hesaba vê bidin û ji şerman serê xwe bitewînin
12:54 Malbatên girtiyan: Dijminatiyê li girtiyan dikin
12:38 Polîsan zerar da gora Bariştiran
12:35 Parêzerê Dedeogûllari: Di doza êrişê de darizandin li gorî usûlê nehat kirin
12:09 Şahidiniya ‘Yildiz’ ê di gelek dozan de weke ‘şahidê nepen’ hate nîşandan hate betalkirin
11:30 Derbarê kesên li dijî aktivîteya qeyûm derketin de lêpirsîn hate destpêkirin
11:20 Karayilan ji bo çekên kîmyewî bang kir
10:43 Dadgehê bi hinceta ‘girtîgeh tije ne’ daxwaza sewqkirinê ya Ancar red kir
10:36 Parvekirina muzîka kurdî bi 3 salan hate cezakirin
10:12 Ji bo meşa Silopiya bang kirin: Em bikaranîna çekên kîmyewî bidin sekinandin
09:36 Şanoger Sadeghî: Tevî hemû pirsgirêk û zextan jî pêwîst e em dest ji armanca xwe bernedin
09:02 Ji ber 'poşmantî' qebûl nekiriye berdana Deyîş 6 mehan hatiye taloqkirin
09:02 'Çekên kîmyewî ne tenê mirov, bandorê li xwezayê jî dikin'
09:02 Kurdêya dêya xwe, Zinarîna têkoşînê
09:01 Olûç: Madem tu dibêjî min çekên kîmyewî bi kar neaniye, nexwe destûra vekolandinê bide
09:01 Rojnamevan Alagaş: Em ê hêzê ji têkoşîna Nagîhanê bigirin û rêya xwe bidomînin
09:00 ROJEVA 2'YÊ MIJDARA 2022'YAN
01/11/2022
22:39 Mafparêzên li Îzmîrê: Demildest Fîncanciyê berdin!
21:21 Tirkiyeyê bi SÎHA'yê navenda Şengalê bombebaran kir
20:20 Roja Kobanê ya Cîhanê: Hêmana demokratîk a sedsala nû li Rojhilata Navîn bû model
19:54 Ji bo Zinarîn Cûdî ya bi çekên kîmyewî hat qetilkirin mewlûd hat dayîn
19:10 Li Amedê Meşa Kobanê: Em ê li her derî têkoşîna felsefeya Kobanê bimeşînin
17:04 Di Nobeta Edaletê de bal kişandin ser êrişên çekên kîmyewî
17:04 Civîna komîsyona ji bo Guzel a HDP’î hatibû avakirin hat taloqkirin
16:46 ‘Kobanê neket û dê nekeve’
16:41 Di merasîma 40 rojiya mirina Jîna Emîniyê de 17 kurd hatin kuştin
16:41 Dozgerê derbarê rojnamevanan de lêpirsîn da destpêkirin ji HSK’ê hat pirsîn
16:18 ‘Bi girtinan armanc dikin ku civakê û rojnamevanan bêdeng bikin’
15:50 Keştiya penaberan li Behra Egeyê binav bû
15:26 Buldan: Rojnamegerên hatine girtin rûmeta demokrasiyê ne
15:19 Di nava 5 mehan de 26 rojnamevan hatin girtin
14:46 Înîsiyatîfa Maf serdana Malbata Şenyaşar kir
14:34 Girtina rojnamevanan dê li Amedê were şermezarkirin
14:27 Doza Kobanê: HDP’ê banga tundiyê nekiriye
14:18 Hêzên rejîma Îranê, Komarê 16 salî qetil kirin
13:57 Cenazeyên gelek leşkeran anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Çelê
13:46 Kedkarên perwerdeyê sibe dev ji kar ber didin
13:31 Dîroka bi berxwedanê hatiye nivîsîn: Roja Rojava ya Cîhanê
13:31 Daxwaza betalkirina darizandina parlamenter Kaya hat redkirin
13:04 Derbarê Şaredarê Rezanê yê berê de wê mutalaa bê amadekirin
12:42 Ji bo benzînê zemekê nû hat kirin
12:36 Li Mêrsînê kesek hate girtin
12:26 Ivana Hoffman a YPJ’î: Kobanê bû sembola vîna jinan
12:21 Rojnamevanên hatin girtin: Pênûsê heqîqetê nayê çemandin
11:59 'Gelo rewşa girtiyên nexweş di rojeva kîjan partiyên siyasî de heye?'
11:41 20 binçavkiriyên li Îzmîrê hatin berdan