Rojnameger Kemal: Artêşa tirk asê bûye

  • rojane
  • 09:37 28 Cotmeh 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Pîrdogan Kemal ku geşedanên li Zap, Metîna û Avaşînê ji nêz ve dişopîne da zanîn ku li herêmê 5 cureyên çekên kîmyewî tên bikaranîn û wiha got: “Dewleta tirk ji ber ku ketiye qadên gerîla poşman bûye û niha asê maye. Li hemberî berxwedana gerîla ya dîrokî ne dikare paş de vegere û ne jî dikare pêş ve biçe."
 
Tirkiyeyê di 17'ê Nîsanê bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistan (PDK) li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê bi awayeke berfireh êrîş dan destpêkirin. Di êrîşan de heta niha 2 hezar û 476 caran çekên kîmyewî hatine bikaranîn û 44 endamên Hêzên Parastina Gel (HPG) û Yekîneyên Jinên Azad a Starê (YJA-STAR) jiyana xwe ji dest dane. Di 18'ê Cotmehê de jî nasnameya 17 endamên HPG û YJA-Starê yên bi çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest dane, kesan bi raya giştî re hat parvekirin û bi dû jî dîmenên 2 endamên HPG'ê ku ji kîmyasalê bandor bûne hatin belavkirin. 
 
Li herêmê pêvçûnên dijwar diqewimin û bikaranîna çekên kîmyewî jî berdewam dike. Lê hê jî ne Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) û saziyên din ên navneteweyî ev yek lêkolîn nekirine. OPWC'yê di daxuyaniya xwe de diyar kiribû ku piştî ku dewlet serlêdanê bikin ew ê karibin lêkolînê bikin. 
 
Rojnameger Pîrdogan Kemal ku geşedanên li herêmê ji nêz ve dişopîne bikaranîna çekên kîmyewî, rola PDK'ê û bêdengiya qada navneteweyî der barê bikaranîna çekên kîmyewî de ji Ajansa Mezopotamya (MA) re nirxandin.
 
Rojnameger Pîrdogan Kemal diyar kir ku Tirkiye li herêmê 5 cureyên çekên kîmyewî bi kar tîne û ev tişt gotin: “Dewleta tirk a dagirker di şerê xwe yê qirêj de li gel hemû teknîkên leşkerî yên modern, çekên kîmyewî yên ku ji aliyê qanûnên navneteweyî ve hatine qedexekirin, bi kar tîne.  Hejmara çekên kîmyewî yên ku di şerê 6 mehên dawî de hatine bikaranîn, di tevahiya dîroka şer a 40 salî de jî nehatine bikaranîn. Berî her tiştî ger em li cureyên van kîmyewî binêrin; wekî ku tê zanîn çekên kîmyewî ji aliyê rêxistinên navneteweyî ve rastî hin cudakirinan hatine. Ev bi awayekî bingehîn wekî 5 cureyan tên dabeşkirin. Ev hemû madeyên kîmyewî ji pêkhateyên cuda tên bidestxistin, Ev çek di şer de ku 6 meh li pey xwe hiştine, di asta herî  bilind de tên bikaranîn. Tevî hemû derfetên gelekî kêm hêzên gerîla jî bi awayekî zelal tespît dike û bi raya giştî re parve dike. Em rojnamegerên li qadê jî van êrîşan ji nêz ve dişopînin. Di heman demê de hêzên gerîla heta niha gelek caran dîmenên van êrîşan bi raya giştî re parve kirine."
 
'5 CUREYÊN ÇEKÊN KÎMYEWÎ TÊN BIKARANÎN'
 
Kemal da zanîn ku artêşa tirk heya niha 5 cureyên çekên kîmyewî bi kar anîne û ev agahî bi raya giştî re parve kirin: "Bi taybet jî madeyên kîmyayî yên ku derbasî sîstema rehikan, sînîr û sîstema bêhnê dibin, bikar aniye. Hêzên gerîla van çekên kîmyewî bi bêhn û rengê wan nas dikin û zelal dikin. Di vê çarçoveyê de gerîlayan di çepera şer de bi xwe ragihandine ku artêşa tirk çekên kîmyewî yên bandorê li sîstema rehikan, sîstema bêhnê dikin bi kar aniye ên wekî gaza klor, gaza îsotê ya konsantre û pêkhateyên wan. Hêzên gerîla diyar dikin ku rengên kîmyewî jî piranî ev in; zer, kesk, gewr, reş û spî.  Dibêjin ku carinan bêhna wê jî dişibe ava kincan, carinan jî bêhna şekirê şewitî, sêv, asîda şewitî û cureyên din. Li gel van ragihandinan bi aşkere derdikeve holê ku gelek çekên kîmyewî yên li qada navneteweyî hatine qedexekirin, bi tundî li dijî hêzên gerîla tên bikaranîn."
 
'PDK JI BO TIRKIYEYÊ BAREGEHAN ÇÊDIKE'
 
Kemal destnîşan kir ku Tirkiye bi alîkariya PDK’ê li herêmê qadên şer û êrîşên xwe berfireh kirine û wiha got: "Rewşa niha ya herêmê ew e ku artêşa dagirker asê bûye. Beriya her tiştî di destpêka operasyona dagirkeriyê de armanca sereke ya dewleta tirk di demeke nêz de  dagirkirina xetên stratejîk bû. Lê ev armanc pêk nehat. Piştî wê, ji bo ku xwe ji van herêman rizgar bike, dest bi berfirehkirina qada şer kir û êrîşên xwe zêde kirin. Ev rewş bi taybetî piştî du mehan hat ditin. Dema ji vê guhertina planê tu encam derneket, vê carê hêzên paramîlîter ên taybet ên girêdayî PDK'ê tevlî kir ku ji destpêkê ve hewl dida bi awayekî neyekser hêzên PDK'ê û paramîlîter tevlî şer bike. Dema ku ev yek bi taybetî li Zapê tu encam negirt, xwest li qada Metînayê jî bêsepandin. Tevgera azadiya kurd ji destpêkê ve li hemberî hemû gavên provokatîf ên PDK’ê rawestiya û ji bo pêşî li nakokiyên navxweyî bigire, bersiv neda êrîşên hêzên PDK’ê. PDK'ê jî hewl da ku ji vê yekê sûd werbigire û hewl da bikeve qadên ku bi salan e di destên hêzên gerîla de ne û hewl da hêzên gerîla dorpêç bike."
 
Kemal bilêv kir ku li gel ev qas êrîşan jî dewleta tirk negihaştiye armanca xwe û wiha domand: "Hewldanên hêzên PDK'ê didomin. Di bin ala Kurdistanê de   rêyên ber bi herêmên Girê Amediyê, Girê Ortê û Sêdare yên Metîna ve biçe, vedike. Her wiha li van herêman ji bo dewleta dagirker a tirk baregehan ava dike. Yanî bi qasî ku em dişopînin negihaştine armanca xwe. Artêşa dagirker tenê bi alîkariya PDK’ê qada şer berfireh kir, lê bi baweriya min ji vê yekê poşman bûye. Ji ber ku li vir derbên herî giran dixwe. Hêzên gerîla her roj bi delîlan agahiyên herî berbiçav ên vî şerî radigihîne raya giştî. Em rojnameger jî van êrîşan û têkoşîna gerîla li qadan dişopînin û agahiyên lezgîn bi raya giştî re parve dikin.”
 
'DEWLETA TIRK DI VÎ ŞERÎ DE QANÛNÊN NAVNETEWEYÎ BINPÊ DIKE'
 
Kemal diyar kir ku şandeyên ku dixwestin biçin herêmê lêkolînan bikin ji  aliyê PDK’ê ve bi zanebûn hatine astengkirin û wiha got: “Nêzî 3 hezar carî bi çekên kîmyewî û êrîşên bombeyî yên qedexekirî êrîş kirin. Dewleta tirk a dagirker di nava vî şerê 6 mehan de, hemû qanûnên navneteweyî binpê kirin. Hin ji van ji aliyê hêzên gerîla ve hatin tomarkirin û bi raya giştî re hatin parvekirin. Yanî ev hemû êrîş bi awayekî eşkere hatine belgekirin û li gel mînakên wan ji gelek rêxistinan re hatine şandin. Navenda Giştî ya NPG'yê êrîşên bi çekên kîmyewî yên ku artêşa dagirker di şerê 2 salên dawî de pêk anîne û gerîlayên di encama van êrîşan de şehîd bûne bi raya giştî re parve kir. Di encama van agahiyan de artêşa dagirker di meha Sibatê de di êrîşa Garê/Siyanê de ya li dijî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê da destpêkirin, li herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê bi bombeyan û çekên kîmyewî yên qedexekirî yên navneteweyî ku gazên jehrê derdixin bi kar anîne û didomîne. Artêşa tirk di sala 2021'ê de li heremên Garê, Siyanê, Zendûra, Metîna, Avaşîn, Mamreşo, Girê Sor, Aris Faris, Girê Kartal û Werxelê 367 êrîşên qedexekirî yên bombeyî û kîmyewî pêk anîne û tenê di van êrîşan de 46 gerîla şehîd ketine. Di operasyona dagirkeriyê de ku di Nîsana 2022'yan de hat destpêkirin, di nava 6 mehan de di êrîşên bi çekên qedexekirî yên kîmyewî de bi giştî 44 gerîla şehîd bûne. Di dawiyê de dîmenên du gerîlayên ku rastî êrîşên kîmyewî hatibûn bi raya giştî re hatin parvekirin."
 
Kemal axaftina xwe wiha domand: "Ne pêkane ye ku mirovên xwedî wijdan û exlaq li hemberî van dîmenan bêdeng bimîne. Gelê kurd piştî van dîmenan li her derî bertekên xwe nîşan da. Vê hêrsa heyî mezintir kir. Lê tevî van belgeyan jî hin alî wekî ku ne rast be û wekî îdiayek be tevgeriyan. Hin kes jî ji bo ev sûc neyên ditin û darizandin jî gelek hewl dan. Hem par û hem jî îsal gelek şande û rêxistinên serbixwe hatin herêmê û xwestin sûcên artêşa tirk a bi çekên qedexekirî hatine kirin bibînin û lêkolînên serbixwe bikin. Lê rêveberiya PDK'ê rê neda ku hin ji van şandeyan biçin van herêman û heta destûr nedan bikevin Başûrê Kurdistanê."
 
'OPWC NEHIŞT TIRKIYE BÊ DARIZANDIN'
 
Rojnameger Kemal bal kişand ser bêdengiya OPWC'yê ya li hemberî êrîşên bi çekên kîmyayî jî û anî ziman ku piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn herî zêde li vê herêmê çekên kîmyewî hatine bikaranîn û wiha domand:  “Her çi qas ev hemû êrîş bi belgeyan bên îspatkirin jî, em dibînin ku hin kes kor, ker û lal in. Di serî de rêxistina bi navê OPCW'yê heye. Rêxistina OPCW'yê di 29'ê Nîsana 1997'an de hatiye damezrandin. Sê sal piştî wê jî Tirkiye tevlî vê rêxistinê bûye. Ji wê demê û vir ve dewleta tirk êrîşên dagirkeriyê yên bi çekên kîmyewî yên ên li Kurdistanê, di bin sîwana OPCW'yê de paqij kiriye. Tevî ku her carê delîlên şênber ji vê rêxistinê re dihatin şandin jî, ev delîl hatin paşguhkirin û dewleta tirk a dagirker nehat darizandin. Lê eger çekên kîmyewî yên ku di şerê du salên dawî de ji aliyê artêşa dagirker ve hatine bikaranîn neyên sekinandin, dibe ku piştî şerê cîhanê yê duyemîn herî zêde di vî şerî de çekên kîmyewî bên bikaranîn. Tevî ku ev hemû sûc hatine îspatkirin jî, ev rêxistin bi berevajîkirina prensîbên xwe berpirsyariya xwe bi cih nayne. Ev jî nîşan dide ku ev rêxistina bi navê rêxistineke serbixwe û di ser dewletan re ye, di rastiyê de bi tevahî alîgir e û di bin rêberiya NATO'yê de tevdigere. Ji ber ku bi rastî jî NATO bi xwe ye ku vê hêzê dide dewleta tirk. Heman NATO xwe ji sûcên li dijî mirovahiyê yên ku dewleta faşîst ji bo berjewendiyên xwe pêk tîne, dûr naxe."
 
'ÇEK JI PAKÎSTANÊ TÊN GIRTIN'
 
Kemal anî ziman ku çekên kîmyewî yên li herêmê tên bikaranîn li Pakîstanê tên peydakirin û got ku ev çek bi piştgirî û hevkariya NATO'yê hatine bikaranîn û wiha got: “Dewleta tirk niha bi vê derewa ku bi awayekî eşkere çekên kîmyewî hildibirîne û di envantera wê de cih nagire, ji ber ku îdia dike ku di bin navê qanûnan de ye, hewl dide raya giştî bixapîne. Her çendî wan eşkere kir ku di salên borî de gelek caran bi destên xwe ev çek bi kar anîne jî, lê niha bi derewên şerê taybet hewl didin vê rastiyê serûbin bikin. Artêşa dagirker heman derewan li ser çekên nukleerî yên taktîkî û bombeyên termobarîk ên ku bi kar tîne jî dibêje. Mînak dewleta Tirk li xwe mikur hat ku bombeyên termobar bi kar aniye. Bernameyeke hilberînê ya bi navê 'Tendurek' jî heye ku li cihê çêkirina van bombeyan dest pê kiriye. Di nav vê bernameyê de bombeyên bi navê MK-82-T jî hene. Van bombeyan li dijî tunelên şer ên gerîla bi kar tînin. Di rastiyê de dîmen û bermahiyên bombeyên termobarîk ên par li herêma berxwedanê ya Werxelê hatibûn bikaranîn ji raya giştî re hatin parvekirin. Ev bombe bi taybetî di tunelen de tên bikaranîn. Her wiha ev bombe di çarçoveya derfetên ku ji Tirkiyeyê re tên dayîn de tên hilberandin. Lê xala herî girîng ew e ku li gorî hin lêkolînan dewleta tirk van çekan ji NATO’yê bi xwe dikire, lê di bin navê amûrên leşkerî yên din de bi hin kesan dikire. Şîrketên pêşiyê ji bo ku wekî ku ji hêla NATO'yê ve hatine kirîn xuya nakin. Her wiha îhtimaleke mezin li cihên ku bi dizî ji artêşê re çekên wiha çêdikin hene."
 
Kemal destnîşan kir ku dewleta tirk van çek û madeyên qedexekirî yên di van çekan de bikar tînin jî li Pakîstanê ku weke dilê bazara çekan a Rojhilata Navîn tê dîtin û ji hin rêxistinên çekdar peyda dike û wiha got: "Ji bo nimûne, ew bi dizî  ji bazirganên çekan ên neqanûnî li Pakistanê dikire. Wekî ku min got, ew wan di bin navê materyalên cuda de nîşan didin. Xala sereke ku divê em li vir bipeyivin ev e: Di vî şerî de rola NATO'yê ye ku ji sala 1985'an û vir her cure piştgiriyê dide artêşa tirk a dagirker. Ev rêxistina xwedî dîrokeke qirêj rasterast hevkarê şerê qirkirina gelê kurd e. Îro ev hêz ji hemû çekên kîmyewî û bombeyên qedexekirî yên li dijî qadên parastina medyayê tên bikaranîn û ji van êrîşan berpirsyar e. "
 
'KETINE NAVA XELETIYEKE MEZIN'
 
Rojnameger Kemal diyar kir ku gelê kurd wê xiyaneta PDK'ê ji bîr neke û dê yên ku têkoşîna li dijî îxanetê anîne asta herî bilind jî jibîr neke û wiha pê de çû: "Helbet hêzên PDK’ê gelek caran ketin nava vî şerî. Bi rastî, tişta ku em bizanibin ev e ku PDK'ê aliyê xwe hilbijartiye. Ji ber vê yekê di vî şerî de alî hene. Li aliyekî hêzên gerîla ku bi derfetên kêm bi fedakarî li ber xwe didin û li aliyê din jî dewleta tirk a dagirker ku li ser esasê her cure hevkariyên qirêj piştgirî girtiye heye. Di şerê qirkirinê de ku bi dehan salan e artêşa dagirker li dijî gelê kurd daye meşandin, PDK’ê tercîha xwe ji aliyê dewleta tirk ve bi kar aniye û bi vî rengî tev digere. Bêguman li hemberî têkoşîna gerîla ya dîrokî, tevî hemû piştgiriya NATO û PDK'ê bi xwe jî artêşa tirk heta îro jî negihîştiye armanca xwe. Di vî şerî de artêşa dagirker hêzên xwe yên herî payebilind winda kir û hîn jî winda dike. Her wiha gelê kurd li çar parçeyên Kurdistanê, bi taybetî gelê Başûrê Kurdistanê, êdî baş fêm kiriye ku kî alîgirê kê ye û kî ji bo berjewendiyên gelê kurd tedikoşe. Gelê kurd gerîla hembêz dike û ji helwesta xwe ya têkoşînê gavekê jî paş ve navêje. Ji ber ku bi saya têkoşîna Rêber Apo gelê kurd êdî hebûna xwe îspat kiriye. Niha zarokên leheng ên gelê kurd li çiyayên Kurdistanê têkoşîna azadiyê didin. Gelê kurd êdî bi aşkere dibîne ku kî li dijî vê têkoşînê radiweste û kî xwe feda dike. Hem dewleta tirk a dagirker û hem jî hêzên ku bi wê re hevkariyê stratejîk dikirin, ketine nava xeletiyeke mezin. Ev xeletî jî fikra xelaskirina gerîlla bû. Bi vê xeletiyê tevgeriyan û haya wan jê tune ku bi destên xwe mirina xwe amade dikin. Di vî şerê dijwar de gerîla windahiyên giranbuha dan. Bi taybetî di du salên dawî bi sedan gerîlayên leheng şehîd bûn. Di vê rêyê de bedelên mezin hatin dayîn, lê hêzên gerîla her tim bi zanebûna vê rastiyê li ber xwe dane. Rastî ev e ku 'bi berdêla mezin armanc derdikeve holê.'"
 
'POŞMAN BÛNE Û ASÊ MANE'
 
Rojnameger Kemal anî ziman ku Tirkiye li herêmê asê maye lê PDK'ê jê re qad vekirine û got ku tevî hemû derfetan jî tu pêşketin çênebûye û wiha domand: "Di 17’ê Nîsana 2022’yan de bi dehan herêm bi awayekî hevwext bi dijwarî hatin bombardumankirin. Armanc ew bû ku hêzên gerîla îmha bikin. Lê hesabê malê dîsa bi kêrî bazarê nehat. Xala sereke ya ku artêşa dagirker plan nekir, berxwedana mezin a gerîla ya sala 2021’ê bû. Û hêzên gerîla ji vî şerî  tecrube girtin. Bi taybetî di şerê tunelan de yê sala 2021’ê de gerîla di ezmûneke mezin re derbas bû. Di heman demê de ekîbên gerok ku şêwaza herî girîng a serdema nû bûn, li ser bingehê ax, li ser planên ji berê hatine plansazkirin hatin birêxistinkirin. Ji ber vê yekê artêşa dagirker matmayî mabû û di destê ewil de dest bi zordestiyeke mezin kir. Ji ber ku me li qadan dît. Li ser vê yekê, bi berfirehkirina qada şer re ber bi herêmên rojavayê Zapê ve li qadê cerdevan, kontra û çete bi cih kirin. Ev taktîk bi berxwedana gerîla hat têkbirin. Pişt re leşkerên xwe yên herî payebilind li qadê bi cih kirin. Ji van jî ew herêmên ku ji wan re bûne goristan mîna Girê Amediyê, Girê Hakariyan, Girê Cûdî û girê FM. Li hemberî van herêman jî wekî her carê PDK gihîşt hawara wan û daket qadan. Ger em li van hemûyan binêrin, her çendî niha li gelek deveran hêzên dagirker ên tirk hene jî, lê heta niha li tu qadan nikaribûye dest bi operasyoneke rast bike. Tevî hemû rê û rêbazan nikarin tunelên şer ên gerîla û berxwedana li wir biqedînin. Berevajî vê, wan derbên mezin xwarin. Ya duyemîn jî, li hemberî gerîlayên çalak û profesyonel bêçare bûn. Ji ber ku bi van her du şêwazan hêzên gerîla înîsiyatîfa şer girt. Yanî me di vî şerî de dît ku teknîka şer a ku ew pê serbilind in bi rê û rêbazên rast dikare bê pûçkirin. Ji ber ku li her qadê 24 saetan bi dehan balafirên keşfê difirin û li her derê kamerayên termal û Mobese hatine bicihkirin û tevî xebatên sîxuriyê yên PDK'ê jî hêzên gerîla di her kêliyê de li ber xwe dide. Dewleta tirk ji ber ku ketiye qadên gerîla poşman bûye û niha asê maye. Li hemberî berxwedana gerîla ya dîrokî ne dikare paş de vegere û ne jî dikare pêş ve biçe. Rastiya gotinên 'Kurdistan bêderbase ye' û 'Sefer ji Kurdistanê re çêdibe lê serkeftin çênabe' di asta dîrokî de careke din xwe dubare dike."
 

Sernavên din

03/11/2022
16:05 Parêzerên îranî ji bo parastina gel bang kirin
15:57 Li Mêrsînê ji bo ‘Meşa Mirovahiyê’ bang hate kirin
15:35 Ji ber ‘şahidên nepen’ bertek nîşanî şandeya dadgehê dan: Tu ferqa we ji hev nîne
15:32 ANF: Cenazeyê leşkerekî di destê HPG’ê de ye
15:27 ‘Bila tecrît bê bidawîkirin, girtiyên nexweş bên berdan’
15:20 ‘Em guhertina cihê avahiyê qebûl nakin’
15:17 ÎSÎG: Di 10 mehan de hezar û 521 karkeran canê xwe ji dest dane
14:07 Aydogan: Heke li dijî kîmyasalê bertek zêde bibin wê encam were girtin
13:48 Jiyana Ronaghî yê li Îranê hatiye girtin di talûkêyê de ye
13:40 Malbata Şenyaşar: Heke Fadil Şenyaşar neyê berdan em ê biçin Meclisê
13:38 Ji BMG'ê banga meşa 6’ê mijdarê: Em ji şerê qirêj re bêjin bes e
13:29 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serî li dozgeriyê dan
13:25 Girtiyan ji bo lêkolînkirina bikaranîna çekên kîmyewî serlêdan kir
13:21 Gunay: Pirsgirêka me ne bi komarê re lê bi karektera wê ya yekperest re ye
12:51 Li girtîgeha Eregliyê girtiyek li dijî tecrîda giran, agir berda bedena xwe
12:22 TUÎK’ê enflasyon kêm nîşan da
12:18 Malbatên girtiyan: Edî bes e em vê zilmê qebûl nakin
12:18 Rojnamegerên girtî li benda name û pirtûkan e
12:17 Ajokarên TIR’an ên li Girtîgeha Makuyê tên ragirtin dest bi rojiya mirinê kirin
11:49 Rojnameger Bûlût zilma li dijî girtiyên nexweş ragihand
11:34 KCDP: Di nava 10 mehan de 275 jin ji hêla zilaman ve hatin qetilkirin
11:18 #NûçeyekêJîTuBişîne
11:01 Jina ku polîs destdirêjî lê kiriye: Hêj niha jî gefan dixwe, bila were girtin
10:38 Mûayeneya bikelemçe li rojnamevan Şahînlî ferz kirin
10:28 ENAG: Enflasyon derket ji sedî 185’an
10:15 Şirnex xwe ji bo ‘Meşa Mirovahiyê’ amade dike: Em dengê xwe derxînin
10:13 Bi çavê rojnamegerekî girtî Girtîgeha Sîncanê
10:01 Fermandar Newroz Rojhilat: Çi bibe bila bibe em ê herêma xwe biparêzin
09:02 Ji jinên êzidî: Wan em ji komkujiyê xelas kirin, divê em xwedî li wan derkevin
09:02 Konferansa Jinê ya Navneteweyî ya 2'yan: Dê alternatîfa modernîteya kapîtalîst bê nîqaşkirin
09:01 Hevseroka KURD-AKAD'ê: Li dijî çekên kîmyewî avakirina toreke piştevaniyê bivênevê ye
09:01 ‘Em di 6'ê Mijdarê de li Taksîmê li dijî çekên kîmyewî li hev kom dibin'
09:00 ROJEVA 3'YÊ MIJDARA 2022'YAN
08:43 Senatorê Baskî ji bo rojnamevanan pêşniyazpirsek pêşkeş kir
02/11/2022
21:04 Hûlûsî Akar li Colemêrgê ye
20:54 Li Wanê 3 keya hatin binçavkirin
16:59 Buldan çû serdana MA û JINNEWS’ê: Dê pênûsa wan li erdê nemîne
16:54 Di Nobeta Edaletê de bertek nîşanî ferzkirina ‘poşmantiyê’ dan
16:37 Oluç: Hûn neçarin ku çand û baweriyan li makeqanûnê binivîsin
16:36 Di hilbijartina Danîmarkayê de çepgir bi ser ketin
16:30 Cezayê hefsê li rojnamevan Şahîn û Gayip hate birîn
16:11 OHD’ê serdana xwendekarên fakulteya hiqûqê kir
15:45 Di doza Denîz Poyraz de giliyê dadgeh û cendirmeyan hat kirin
15:42 Sekreterê Giştî yê NATO’yê wê serdana Tirkiyeyê bike
15:36 Tevî gefên rejîma Îranê jî çalakî belav dibin
15:12 Kedkarên perwerdeyê li gelek bajaran dev ji kar berdan û daxwazên xwe ragihandin
14:49 Doza Navenda Civakê ya Tarlabaşiyê hat taloqkirin
14:49 Dayikên Aştiyê jî dê tev li ‘Meşa Mirovahiyê’bibin
14:36 Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî çekên kîmyewî di roja 10’an de didome
14:25 Malbata Şenyaşar: Edliyeya Rihayê jî dê bibe mûze
14:16 Li Girtîgeha Dumluyê paceyên hucreyan ên tavê lê dida hatin girtin
14:05 Beştaş: Kesên hatine girtin rojnamevan in, ez bi xwe şahid im
13:47 Înîsiyatîfa Piştevaniya bi Girtiyan re ji bo rojnamegerên girtî banga piştevaniyê kirin
13:46 Wezîr Yanik bi dowîzên ‘Jin jiyan azadî’ hate şermezarkirin
13:26 Li dijî girtina rojnamegeran bertek: Hûn ê hesaba vê bidin û ji şerman serê xwe bitewînin
12:54 Malbatên girtiyan: Dijminatiyê li girtiyan dikin
12:38 Polîsan zerar da gora Bariştiran
12:35 Parêzerê Dedeogûllari: Di doza êrişê de darizandin li gorî usûlê nehat kirin
12:09 Şahidiniya ‘Yildiz’ ê di gelek dozan de weke ‘şahidê nepen’ hate nîşandan hate betalkirin
11:30 Derbarê kesên li dijî aktivîteya qeyûm derketin de lêpirsîn hate destpêkirin
11:20 Karayilan ji bo çekên kîmyewî bang kir
10:43 Dadgehê bi hinceta ‘girtîgeh tije ne’ daxwaza sewqkirinê ya Ancar red kir
10:36 Parvekirina muzîka kurdî bi 3 salan hate cezakirin
10:12 Ji bo meşa Silopiya bang kirin: Em bikaranîna çekên kîmyewî bidin sekinandin
09:36 Şanoger Sadeghî: Tevî hemû pirsgirêk û zextan jî pêwîst e em dest ji armanca xwe bernedin
09:02 Ji ber 'poşmantî' qebûl nekiriye berdana Deyîş 6 mehan hatiye taloqkirin
09:02 'Çekên kîmyewî ne tenê mirov, bandorê li xwezayê jî dikin'
09:02 Kurdêya dêya xwe, Zinarîna têkoşînê
09:01 Olûç: Madem tu dibêjî min çekên kîmyewî bi kar neaniye, nexwe destûra vekolandinê bide
09:01 Rojnamevan Alagaş: Em ê hêzê ji têkoşîna Nagîhanê bigirin û rêya xwe bidomînin
09:00 ROJEVA 2'YÊ MIJDARA 2022'YAN
01/11/2022
22:39 Mafparêzên li Îzmîrê: Demildest Fîncanciyê berdin!
21:21 Tirkiyeyê bi SÎHA'yê navenda Şengalê bombebaran kir
20:20 Roja Kobanê ya Cîhanê: Hêmana demokratîk a sedsala nû li Rojhilata Navîn bû model
19:54 Ji bo Zinarîn Cûdî ya bi çekên kîmyewî hat qetilkirin mewlûd hat dayîn
19:10 Li Amedê Meşa Kobanê: Em ê li her derî têkoşîna felsefeya Kobanê bimeşînin
17:04 Di Nobeta Edaletê de bal kişandin ser êrişên çekên kîmyewî
17:04 Civîna komîsyona ji bo Guzel a HDP’î hatibû avakirin hat taloqkirin
16:46 ‘Kobanê neket û dê nekeve’
16:41 Di merasîma 40 rojiya mirina Jîna Emîniyê de 17 kurd hatin kuştin
16:41 Dozgerê derbarê rojnamevanan de lêpirsîn da destpêkirin ji HSK’ê hat pirsîn
16:18 ‘Bi girtinan armanc dikin ku civakê û rojnamevanan bêdeng bikin’
15:50 Keştiya penaberan li Behra Egeyê binav bû
15:26 Buldan: Rojnamegerên hatine girtin rûmeta demokrasiyê ne
15:19 Di nava 5 mehan de 26 rojnamevan hatin girtin
14:46 Înîsiyatîfa Maf serdana Malbata Şenyaşar kir
14:34 Girtina rojnamevanan dê li Amedê were şermezarkirin
14:27 Doza Kobanê: HDP’ê banga tundiyê nekiriye
14:18 Hêzên rejîma Îranê, Komarê 16 salî qetil kirin
13:57 Cenazeyên gelek leşkeran anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Çelê
13:46 Kedkarên perwerdeyê sibe dev ji kar ber didin
13:31 Dîroka bi berxwedanê hatiye nivîsîn: Roja Rojava ya Cîhanê
13:31 Daxwaza betalkirina darizandina parlamenter Kaya hat redkirin
13:04 Derbarê Şaredarê Rezanê yê berê de wê mutalaa bê amadekirin
12:42 Ji bo benzînê zemekê nû hat kirin
12:36 Li Mêrsînê kesek hate girtin
12:26 Ivana Hoffman a YPJ’î: Kobanê bû sembola vîna jinan
12:21 Rojnamevanên hatin girtin: Pênûsê heqîqetê nayê çemandin
11:59 'Gelo rewşa girtiyên nexweş di rojeva kîjan partiyên siyasî de heye?'
11:41 20 binçavkiriyên li Îzmîrê hatin berdan