Di nava 3 mehan de li girtîgehên Anatoliyaya Navîn 23 girtî hatin qetilkirin

  • rojane
  • 14:51 27 Cotmeh 2022
  • |
img
ENQERE – Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Enqereyê da zanîn ku di nava 3 mehan de li girtîgehên herêma Anatoliyaya Navîn 23 girtî hatine qetilkirin û herî kêm 20 caran jî îşkence û miameleya xerab li girtiyan hatiye kirin. 
 
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê rapora xwe ya 3 mehan a têkildarî binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Anatoliyaya Navîn parve kir. Rapor, li avahiya komeleyê bi daxuyaniyekê hat parvekirin. Rapor, ji daneyên serlêdanên ji bo komeleyê hatin kirin, serdanên parêzeran ên li girtîgehan, nameyên  girtiyan û hevdîtinên bi malbatan re hatine berhevkirin. 
 
Hat destnîşankirin ku di mehên tîrmeh, tebax û îlona sala 2022’yan de têkildarî binpêkirinan 71 serlêdan bo ÎHD’ê hatine kirin û ÎHD jî ji bo bidawîkirina van binpêkirinan ji saziyên cemaweriyê yên têkildar re nivîs şandine. 
 
Rapor, ji hêla Hevberdevka Komîsyona Girtîgehên Navendî ya ÎHD’ê Nûray Çevîrmen, ji ÎHD’ê Omer Farûk Yazmaci û Umîtcan Akbûlût ve hat ragihandin. 
 
MIRINA BIGUMAN A 11 GIRTIYAN
 
Çevîrmen, da zanîn ku di nava mehên tîrmeh, tebax û îlona 2022’yan de herî kêm 23 girtî hatine qetilkirin, 10 girtî bi sedema nexweşiyên xwe yên giran hatine qetilkirin, 11 girtiyan bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dane, ji bo 4 girtiyan îdiaya xwekuştinê hat kirin û sedema mirina girtiyekî jî nehatiye zanîn. 
 
GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ BERDEWAM IN
 
Bi domdarî Çevîrmen, diyar kir ku grevên birçîbûnê yên li dijî şewitandina înfazan, astengkirina mafê tedawiyê û cezayên disiplînê yên keyfî tên dayîn hatine destpêkirin, berdewam in. 
 
GIRTÎ NAYÊN TEDAWÎKIRIN
 
Di berdewamê de Çevîrmen bi bîr xist ku niha li girtîgehan herî kêm 651 jê giran bi giştî hezar û 517 girtiyên nexweş hene û li Girtîgehên Herêma Anatoliyaya Navîn de herî kêm mafê tenduristiê yê 48 girtiyên nexweş tê binpêkirin. 
 
Çevîrmen, daxuyand ku kontrolên emeliyatên çav, tedawiyên diranan û kontrolên nexweşxaneyê yên girtiyan nayên kirin û di serlêdaneke bo komeleyê de girtiyekî gotiye ku ji ber girtiyê siyasî ye nayê tedawîkirin. Bi domdarî Çevîrmen, anî ziman ku li gorî tevdîrên Covîd-19’ê nayê tevgerîn, xetereyê li ser tenduristiya girtiyan çêdikin û înfaza girtiyên nexweş jî bi awayekî keyfî tên şewitandin. 
 
ÎŞKENCEYA PSÎKOLOJÎK Û FÎZÎKÎ
 
Di berdewamê de Çevîrmen bi lêv kir ku di nava 3 mehan de herî kêm 20 girtî rastî îşkence û miameleya xerab hatine û wiha domand: “Ji ber ku wezareta edaletê daneyên di vê mijarê de parve nake, her tim peywendiyên bi girtîgahan re tên astengkirin, her tim kontrol li ser peywendiyan heye, bi taybet jî zehmetiyên xwe gihandina girtîgehên li çoltarê, ji ber ku girtiyên edlî tiştên bi serê wan tên bi çapemenî û raya giştî re parve nakin, hejmara girtiyên ku rastî îşkence û nêzikatiya xerab tên ji daneyên hatine parvekirin pir zêdetirin.” 
 
WEZARETA DADÊ BÊBERSIV DIHÊLE
 
Çevîrmen, diyar kir ku îşkenceyên tacîzên cinsî û bidevkî û raporên nexweşxaneyan nayên qeydkirin û wiha pê de çû: “Di bingeha lêgerînên tazî de polîtîkaya necezakirinê ya li dijî rayedarên girtîgehê heye. Wezîrê edaletê jî bersivê nade tu serlêdanên me yên derheqê binpêkirinan de. 
 
CEZAYÊN DISIPLÎNÊ YÊN KEYFÎ
 
Her ku girtî daxwaza mafên xwe dikin û bertekan nîşanî binpêkirina didin, rêveberiya girtîgehê jî bi girtina girtekan û lêpirsînên disiplînê bersivê dide. Silavdayîna hev a girtiyan jî weke sedema van girtek û lêpirsînan tên nîşandan. Sepanên ewqas keyfî ne. Heke girtî binpêkirinan bi raya giştî re parve bikin jî ev mijar dibe sedema lêpirsîna disiplînê. Ji ber van lêpirsînan jî cezayên weke qedexekirina ragihandinê û hucreyê lê tê birîn. Ya herî girîng jî bi vê sedemê înfazên wan tên şewitandin. Girtiyên nexweş ên ku sala wan a dawî ma ye jî bi hinceta ‘rewşa nebaş’ nayên berdan. Bi sedema van lêpirsînên disiplînê, mafê berdana bi şertê kontrola edlî jî tê binpêkirin. 
 
GEFÊ LI EWLEHIYA KES DIXWIN
 
Rêveberiyên girtîgehan, bi rêbazên cuda zextê li girtiyan dikin. Daxwaza malbatan ku dixwazin zarokên wan sewqî cihên nêz bên kirin, nayê qebûlkirin. Hinek girtiyan, ji ber pirsgirêkên aboriyê alîkariya hiqûqî xwestibûn.” 
 
BANGA HESTIYARÊ 
 
Çevîrmen, got ku divê saziyên neteweyî û navneteweyî ji bo pêşîlêgirtina binpêkirinên li girtîgehan û çareserkirina pirsgirêkan, bikevn nava liv û tevgerê. Her wiha bang li wezareta dadê û saziyên têkildar hat kirin ku bi peywira xwe rabin û rê li ber van binpêkirinan bigrin. 
 

Sernavên din

01/11/2022
11:36 Koç ê HDP’î: AKP bi bikaranîna çekên kîmyewî li ser sûc hate girtin
11:11 DBP: Xwedî li nirx û destkeftiyên kurd derkevin
10:14 Rojnamevan: Em ê li cem lêgerîna heqîqetê bin
09:48 Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê ya 2 salî, bi navê “Şoreşa Jinê” derket!
09:37 Pîlotê teqawidbûyî Altan: Divê li dijî şer daxwaza aştiya civakî bê bilindkirin
09:03 Ji bo 'Meşa mirovahiyê' bang kir: Divê rê li ber lêkolînê bê vekirin
09:00 ROJEVA 1'Ê MIJDARA 2022'YAN
31/10/2022
19:50 Mahîr Unalê AKP'î ji peywira xwe istifa kir
19:10 Rojekê av nedane rojnamevanên girtî
17:40 Li Sêrtê Botan-DER hat vekirin
16:25 Zilma Girtîgeha Şakranê: Biryara şewitandina înfazê roja ku dê Taş bihata berdan jê re hat gotin
16:17 Li Wan û Stenbolê ji bo piştevaniyê serdana MA û JINNEWS’ê kirin
15:54 TMMOB a Amedê: Ev bajar bêxwedî nîne
15:49 Fîşeka ku avêtin parlamenterê HDP’ê hate gilîkirin
15:30 Xwendekarên hiqûqê yên DU’yê guherandina cihê fakûlteyê protesto kirin
15:24 Cenazeyê Ehettîn Kaynar hate veşartin
15:18 Bang li medyaya muxalîf hate kirin: Dest ji berdevkiya desthilatê berdin
15:14 Doza Kobanê: Desthilatdarî dixwaze sûcên xwe veşêre
14:45 Dorpêça li ser gundên Geverê didome: Şivan ji zozanan hatin derxistin
14:08 OHD: Rojnamevan bila bên berdan
14:04 Zanîngehên Îranê bûn navendên berxwedanê
13:57 YE plan dike ku IRGC’ê bixe ‘lîsteya terorê’
13:33 Rojnamevanên jin ên hatin girtin: Em peyrewê Gurbetelliyan e, em ê bêdeng nebin
13:17 Malbata Şenyaşar dê biçe pêşiya AKP, Meclis û Wezareta Dadê
13:08 11 roj cezayê hucreyê li nameya kurdî hat birîn
13:04 Ev bû 5 meh ku ATK’ê rapora ‘qisûrê’ ya polîsê faîl amade nekiriye
13:00 Nivîskar Hogir Berbir hat binçavkirin
12:44 Li Wanê ji bo ‘Meşa Mirovahiyê’ bang kirin: Em nabin şirîkê vî sûcî
12:05 Bîrdal ê HDP’yî li Girtîgeha Makûyê dest bi rojiya mirinê kir
11:16 Ji Fîncanci peyam: Em ê têkoşîna xwe bidomînin
11:15 Parêzera rojnamevanan: Xebatên rojnamevaniyê kirin hedef
11:06 Noam Chomsky: Divê Abdullah Ocalan were berdan
10:20 Girtiyê nexweş ê beriya du mehan hatibû berdan jiyana xwe ji dest da
10:14 Rojnameger Aggoz: Bi rastiya ku me derxistî holê hatin sûcdarkirin
10:13 Ayşe Efendî: Em bi berxwedana xwe û gelê xwe bawer in
09:14 Hevpîşeyên Fîncanci: Em ê wezîfeya wê bidomînin
09:01 Îdareya Girtîgeha Bolûyê binpêkirinan wek ‘mevzûatê’ dibîne!
09:01 Di Roja Cîhanê ya Kobanê de gel wê li qadan bin
09:01 Saziyên navnetewî di mijara tecrîd û kîmyasalê de xwedî heman bêdengiyê ne!
09:00 ‘Îktidar beriya hilbijartinê dixwaze serê rojnamevanan bitewîne’
09:00 ROJEVA 31'Ê COTMEHA 2022'YAN
30/10/2022
23:55 8'emîn Mihrîcana Şanoyê ya Amedê bi dawî bû: Em li dijî tecrîdê û zilmê li ser dikê bûn
23:50 Bi sedan wesayît girseyê anîn ‘festîvala’ qeyûm!
23:25 Li Wanê li dijî êrişên kîmyewî çalakî
23:15 Rojnamevanên kurd ên hatin girtin li hucreyên yek kesî tên ragirtin
21:23 4’emîn Rojên Wêjeya Berawirdî bi axaftina mêvanê rûmetê bi dawî bû
20:55 Ciwanên Cizîrê bertek nîşanî 'festîvala' qeyûm dan
18:24 ‘Pirsgirêka astengdaran pirsgirêka mafê mirovan e’
17:04 Arjen Arî li ser gora xwe hat bibîranîn
16:51 Amedsporê tîma Esenler Eroksporê têk bir û di lîgê de derket rêza yekemîn
16:37 Rojnameyên Îranê bertek nîşanî rejîmê dan: Rojnamegeriyê derqanûnî ragihînin!
16:20 Ji ber organîzasyona qeyûm Cizîr hatiye dorpêçkirin!
16:05 Nivîskar Rojbîn Perîşan piştî 30 salan hat berdan
15:55 Rejîm nahêle girtiyên birîndar ên li Girtîgeha Evînê bên dermankirin
15:09 Ji bo Hatîce Ay mewlûd hat dayîn
15:08 2 DAIŞ’î li Dêrazorê hatin kuştin
14:33 Ji Meclisa Jinan a HDP’ê komxebata bûdçeyê: Divê di mijara firsendê de wekheviya jin û mêr hebe
14:13 Êrişên bi çekên kîmyewî yên Tirkiyeyê didomin
14:12 Zilamê ku Nûrhan Îlhan qetil kirî hate girtin
13:38 Girtina rojnamegeran sibe dê li Şîşhaneyê bê protestokirin
13:21 Çalakiya bi daxwaza edaletê 601 roj li pey xwe hişt
13:16 Komeleya Rojnamegeran a Tehranê: Ya ku derqanûnî ne rojnamegerî lê krîmînalîzekirina wê ye
12:47 Serhildana ‘Jin, jiyan, azadî’ didome
12:37 Berdevkê IFoX’ê: Dema gotinê derbas bû, êdî dema çalakbûnê ye
12:01 Dr. Mansouran: Her tiştên ji bombebaranên Tirkiyeyê bandor bûyîn divê bên lêkolînkirin
12:00 Ji Koma Bajar ji bo Jîna Emînî strana ‘Rabe’
11:59 Hesaba hegemonyayê ya AKP’ê: Tesfiyekirina kurdan
10:19 Hejmara miriyan a li Koreya Başûr derket 151’an
10:19 Li Somaliyê teqîn: Herî kêm 100 kesan jiyana xwe ji dest dan
10:02 Klute: Tirkiye ji şerê Ûkraynayê sûd digire û sûcên şer dike
09:05 Li Wanê ji bo ‘Meşa Mirovahiyê’ banga tevlibûnê hat kirin
09:05 ‘Kevneşopiya çapemeniya azad duh serî netewand îro jî natewîne’
09:04 Ocalan ê HDP’î: Heta ku tecrîd were şikandin em ê têkoşîna xwe bidomînin
09:02 Prz. Ozdemîr: Xebatên rojnamevanên kurd weke sûc tên nîşandan
09:00 ROJEVA 30'Ê COTMEHA 2022'YAN
29/10/2022
23:38 "Lîstik" derket pêşberî şanohezan
22:23 Piştevaniya ODTU’yê ya ji bo rojnamevanan: Çapemeniya Azad li ber xwe dide
22:13 Bûldan û Aydenîz, serdana Yildirim kirin
22:06 Qeyûmê Cizîrê ji bo konserê wê 108 dolmîşan bişîne gundan
20:48 Li Ewropayê li dijî çekên kîmyewî çalakî: Bila NY nebe hevkarê vî sûcê mirovahiyê
19:14 Li Xanesorê êrişî malekê hate kirin
19:09 OHD’ê ji bo piştevaniyê serdana Çapemeniya Azad kir
18:53 Girtina rojnamevanan li Enqereyê hate şermezarkirin
17:48 Dayikên Aştiyê ji bo meşa li dijî çekên kîmyewî were lidarxistin bang kirin
16:50 Nehiştine girtiyê nexweş hevdîtinê bi malbata xwe re bike
16:32 Li Wanê û Stenbolê girtina Fîncanci hat şermezarkirin
16:11 Mehmet Gunhan: Mafê wergirtina nûçeyan a gel hat girtin
15:56 Qeyûm hatin şermezarkirin: Dê xeyalên wan di qirika wan de neçin xwarê
15:25 Girtiyê nexweş Ekîncî yê 73 salî nayê dermankirin
15:17 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê serdana MA û JINNEWS’ê kir
15:10 Rojnamevan Kûray û du dayik hatin berdan
15:09 MKGP: Em ê li ber xwe bidin
15:03 Di çalakiya ‘Rûniştian F’yê de daxwaza berdana Ozel hat kirin
14:49 Ne îfadeyên rojnamevanan, şîroveya dozger esas hat girtin
14:40 Li dijî girtina rojnamevanan nerazîbûn: Em dikarin bi piştgiriyê ji van rojên nexweş derkevin
14:11 'Bersûcên Doza Jîtemê ya Kerboranê ceza bikin'
13:01 Ji Îzmîrê banga ji bo beşdariya meşa 6’ê mijdarê
13:00 Mamoste Qedrî li ser gora xwe hat bibîranîn
12:47 Nobeda Edaletê ya malbata Şenyaşarê di roja 600'î de li Mêrsînê didome
12:32 Siyasetmedar çûn serdaniya Tûglûkê