‘Rojnameger heqîqetê dinivîsin, em ê paşve gavê neavêjin’

  • rojane
  • 13:23 26 Cotmeh 2022
  • |
img
ENQERE - Rojnamegeran da zanîn ku bi binçavkirina hempîşeyên wan re hewl tê dayîn ku pîşeya rojnamegeriyê krîmînalîze bikin û wiha gotin: “Dê zexta li ser rojnamegerên heqîqetê dinivîsin her tim hebe. Em ê paşve gavê neavêjîn.” 
 
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de, îro di danê sibehê de li 9 bajaran bi ser malên gelek rojnamegeran de hat girtin. Di encama serdegirtinên malan de Midûra Karên Nivîsan a Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîren Yurtsever, nûçegihanên MA’yê Denîz Nazlim, Berîvan Altan, Selman Guzelyuz, Zemo Aggoz, Hakan Yalçin, Emrûllah Acar û Ceyhan Şahînlî û nûçegihanên JINNEWS’ê Habîbe Eren û Oznûr Deger hatin binçavkirin. Nûçegihana JINNEWS’ê Derya Ren jî ji ber lêpirsîneke din li Amedê hat binçavkirin û piştî ku biryara girtinê li rûyê wê hat xwendin, hat girtin. Her wiha Mehmet Gunhan ku demekî li Buroya MA’yê ya Enqereyê weke stajer xebitî bû jî li Manîsayê hat binçavkirin. 
 
Midûriyeta Emniyetê ya Enqereyê bi daxuyaniyekê rojnameger hedef nîşan dan û li xwe mikûr hat ku rojnameger ji ber nûçeyên ku çêkirine hatine binçavkirin. 
 
Seroka Şaxa Sendîkaya Rojnamegeran a Tirkiyeyê (TGS) ya Enqereyê Sîbel Hurtaş û nûçegihana Ajansa Nûçeyan a Pîr (PÎRHA) Melîs Cîddîoglû bertek nîşanî binçavkirina hempîşeyên xwe dan. 
 
‘HEVALÊN ME ROJNAMEGERIYÊ DIKIN’ 
 
Cîddîoglû, da zanîn ku ji salên 90’î heta niha zextekî giran li ser Çapemeniya Azad heye û wiha got: “Desthilatdarî kengî tengav bibe, zext û zorê li çapemeniyê dike. Niha em dîsa bi terora binçavkirinê re rû bi rû ne. Ev zext û binçavkirine, asta zext û faşîzma desthilatdariyê nîşan dide. Weke ku rêxistineke îllegal têk biribin, ragihandin. Lê ev kes rojnameger in, hevalên me ne û karê xwe dikin. Tam di dema qanûna sansûrê de hat kirin. Demekî kin piştre jî bikaranîna çekên kîmyewî kete rojevê. Hevalên me jî ev mijar pirsîn û nûçeyên wê çêkirin lewma hatin binçavkirin. Her ku hilbijartin nêz dibe, zextên li ser rojnamegeran jî zêdetir dibin. AKP, kaos û aloziyê derdixîne. Naxwaze nelirêtiyên wê aşkera bibin û bên vegotin. Zexta li ser rojnamegerên heqîqetê dinivîsin dê her tim hebe. Dê rojnameger paşve gavê neavêjin. Ji ber ku rojnamegerî sûc nîne. Em poîtîkaya zextê ya dewletê teşhîr dikin û bi gel re parve dikin. Em her tim bi hevalên xwe re ne. Em ê dev ji çanda berxwedanê ya Çapemeniya Azad bernedin.” 
 
HEWLDANA KRÎMÎNALÎZEKIRINA ROJNAMEGERIYÊ 
 
Seroka Şaxa TGS’a Enqereyê Sîbel Hurtaş jî got ku di rojên ku “qanûna sansûrê” ketiye meriyetê de binçavkirina rojnamegeran tiştekî rasthatî nîne û wiha bi dawî kir: “Bi van operasyonan hewl didin rojnamegeriyê krîmînalîze bikin. Hêj jî îdianameya 16 hevalên me yên di 16’ê hezîranê de hatin girtin, nehatiye amadekirin. Daxuyaniyên derheqê binçavkirina hevalên me de hatiye dayîn jî hev nagire. Emniyet dibêje ‘ji ber nûçeyên gel li dijî hev sor dike hatine binçavkirin’ û dadgehê jî dibêje ‘endamtiya rêxistinê.’ Her du alî jî hewl didin nûçeyan weke hêmayeke sûc nîşan bidin. Lê çi dikin bila bikin em ê dîsa bibêjin rojnamegerî sûc nîne.” 
 

Sernavên din

01/11/2022
11:36 Koç ê HDP’î: AKP bi bikaranîna çekên kîmyewî li ser sûc hate girtin
11:11 DBP: Xwedî li nirx û destkeftiyên kurd derkevin
10:14 Rojnamevan: Em ê li cem lêgerîna heqîqetê bin
09:48 Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê ya 2 salî, bi navê “Şoreşa Jinê” derket!
09:37 Pîlotê teqawidbûyî Altan: Divê li dijî şer daxwaza aştiya civakî bê bilindkirin
09:03 Ji bo 'Meşa mirovahiyê' bang kir: Divê rê li ber lêkolînê bê vekirin
09:00 ROJEVA 1'Ê MIJDARA 2022'YAN
31/10/2022
19:50 Mahîr Unalê AKP'î ji peywira xwe istifa kir
19:10 Rojekê av nedane rojnamevanên girtî
17:40 Li Sêrtê Botan-DER hat vekirin
16:25 Zilma Girtîgeha Şakranê: Biryara şewitandina înfazê roja ku dê Taş bihata berdan jê re hat gotin
16:17 Li Wan û Stenbolê ji bo piştevaniyê serdana MA û JINNEWS’ê kirin
15:54 TMMOB a Amedê: Ev bajar bêxwedî nîne
15:49 Fîşeka ku avêtin parlamenterê HDP’ê hate gilîkirin
15:30 Xwendekarên hiqûqê yên DU’yê guherandina cihê fakûlteyê protesto kirin
15:24 Cenazeyê Ehettîn Kaynar hate veşartin
15:18 Bang li medyaya muxalîf hate kirin: Dest ji berdevkiya desthilatê berdin
15:14 Doza Kobanê: Desthilatdarî dixwaze sûcên xwe veşêre
14:45 Dorpêça li ser gundên Geverê didome: Şivan ji zozanan hatin derxistin
14:08 OHD: Rojnamevan bila bên berdan
14:04 Zanîngehên Îranê bûn navendên berxwedanê
13:57 YE plan dike ku IRGC’ê bixe ‘lîsteya terorê’
13:33 Rojnamevanên jin ên hatin girtin: Em peyrewê Gurbetelliyan e, em ê bêdeng nebin
13:17 Malbata Şenyaşar dê biçe pêşiya AKP, Meclis û Wezareta Dadê
13:08 11 roj cezayê hucreyê li nameya kurdî hat birîn
13:04 Ev bû 5 meh ku ATK’ê rapora ‘qisûrê’ ya polîsê faîl amade nekiriye
13:00 Nivîskar Hogir Berbir hat binçavkirin
12:44 Li Wanê ji bo ‘Meşa Mirovahiyê’ bang kirin: Em nabin şirîkê vî sûcî
12:05 Bîrdal ê HDP’yî li Girtîgeha Makûyê dest bi rojiya mirinê kir
11:16 Ji Fîncanci peyam: Em ê têkoşîna xwe bidomînin
11:15 Parêzera rojnamevanan: Xebatên rojnamevaniyê kirin hedef
11:06 Noam Chomsky: Divê Abdullah Ocalan were berdan
10:20 Girtiyê nexweş ê beriya du mehan hatibû berdan jiyana xwe ji dest da
10:14 Rojnameger Aggoz: Bi rastiya ku me derxistî holê hatin sûcdarkirin
10:13 Ayşe Efendî: Em bi berxwedana xwe û gelê xwe bawer in
09:14 Hevpîşeyên Fîncanci: Em ê wezîfeya wê bidomînin
09:01 Îdareya Girtîgeha Bolûyê binpêkirinan wek ‘mevzûatê’ dibîne!
09:01 Di Roja Cîhanê ya Kobanê de gel wê li qadan bin
09:01 Saziyên navnetewî di mijara tecrîd û kîmyasalê de xwedî heman bêdengiyê ne!
09:00 ‘Îktidar beriya hilbijartinê dixwaze serê rojnamevanan bitewîne’
09:00 ROJEVA 31'Ê COTMEHA 2022'YAN
30/10/2022
23:55 8'emîn Mihrîcana Şanoyê ya Amedê bi dawî bû: Em li dijî tecrîdê û zilmê li ser dikê bûn
23:50 Bi sedan wesayît girseyê anîn ‘festîvala’ qeyûm!
23:25 Li Wanê li dijî êrişên kîmyewî çalakî
23:15 Rojnamevanên kurd ên hatin girtin li hucreyên yek kesî tên ragirtin
21:23 4’emîn Rojên Wêjeya Berawirdî bi axaftina mêvanê rûmetê bi dawî bû
20:55 Ciwanên Cizîrê bertek nîşanî 'festîvala' qeyûm dan
18:24 ‘Pirsgirêka astengdaran pirsgirêka mafê mirovan e’
17:04 Arjen Arî li ser gora xwe hat bibîranîn
16:51 Amedsporê tîma Esenler Eroksporê têk bir û di lîgê de derket rêza yekemîn
16:37 Rojnameyên Îranê bertek nîşanî rejîmê dan: Rojnamegeriyê derqanûnî ragihînin!
16:20 Ji ber organîzasyona qeyûm Cizîr hatiye dorpêçkirin!
16:05 Nivîskar Rojbîn Perîşan piştî 30 salan hat berdan
15:55 Rejîm nahêle girtiyên birîndar ên li Girtîgeha Evînê bên dermankirin
15:09 Ji bo Hatîce Ay mewlûd hat dayîn
15:08 2 DAIŞ’î li Dêrazorê hatin kuştin
14:33 Ji Meclisa Jinan a HDP’ê komxebata bûdçeyê: Divê di mijara firsendê de wekheviya jin û mêr hebe
14:13 Êrişên bi çekên kîmyewî yên Tirkiyeyê didomin
14:12 Zilamê ku Nûrhan Îlhan qetil kirî hate girtin
13:38 Girtina rojnamegeran sibe dê li Şîşhaneyê bê protestokirin
13:21 Çalakiya bi daxwaza edaletê 601 roj li pey xwe hişt
13:16 Komeleya Rojnamegeran a Tehranê: Ya ku derqanûnî ne rojnamegerî lê krîmînalîzekirina wê ye
12:47 Serhildana ‘Jin, jiyan, azadî’ didome
12:37 Berdevkê IFoX’ê: Dema gotinê derbas bû, êdî dema çalakbûnê ye
12:01 Dr. Mansouran: Her tiştên ji bombebaranên Tirkiyeyê bandor bûyîn divê bên lêkolînkirin
12:00 Ji Koma Bajar ji bo Jîna Emînî strana ‘Rabe’
11:59 Hesaba hegemonyayê ya AKP’ê: Tesfiyekirina kurdan
10:19 Hejmara miriyan a li Koreya Başûr derket 151’an
10:19 Li Somaliyê teqîn: Herî kêm 100 kesan jiyana xwe ji dest dan
10:02 Klute: Tirkiye ji şerê Ûkraynayê sûd digire û sûcên şer dike
09:05 Li Wanê ji bo ‘Meşa Mirovahiyê’ banga tevlibûnê hat kirin
09:05 ‘Kevneşopiya çapemeniya azad duh serî netewand îro jî natewîne’
09:04 Ocalan ê HDP’î: Heta ku tecrîd were şikandin em ê têkoşîna xwe bidomînin
09:02 Prz. Ozdemîr: Xebatên rojnamevanên kurd weke sûc tên nîşandan
09:00 ROJEVA 30'Ê COTMEHA 2022'YAN
29/10/2022
23:38 "Lîstik" derket pêşberî şanohezan
22:23 Piştevaniya ODTU’yê ya ji bo rojnamevanan: Çapemeniya Azad li ber xwe dide
22:13 Bûldan û Aydenîz, serdana Yildirim kirin
22:06 Qeyûmê Cizîrê ji bo konserê wê 108 dolmîşan bişîne gundan
20:48 Li Ewropayê li dijî çekên kîmyewî çalakî: Bila NY nebe hevkarê vî sûcê mirovahiyê
19:14 Li Xanesorê êrişî malekê hate kirin
19:09 OHD’ê ji bo piştevaniyê serdana Çapemeniya Azad kir
18:53 Girtina rojnamevanan li Enqereyê hate şermezarkirin
17:48 Dayikên Aştiyê ji bo meşa li dijî çekên kîmyewî were lidarxistin bang kirin
16:50 Nehiştine girtiyê nexweş hevdîtinê bi malbata xwe re bike
16:32 Li Wanê û Stenbolê girtina Fîncanci hat şermezarkirin
16:11 Mehmet Gunhan: Mafê wergirtina nûçeyan a gel hat girtin
15:56 Qeyûm hatin şermezarkirin: Dê xeyalên wan di qirika wan de neçin xwarê
15:25 Girtiyê nexweş Ekîncî yê 73 salî nayê dermankirin
15:17 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê serdana MA û JINNEWS’ê kir
15:10 Rojnamevan Kûray û du dayik hatin berdan
15:09 MKGP: Em ê li ber xwe bidin
15:03 Di çalakiya ‘Rûniştian F’yê de daxwaza berdana Ozel hat kirin
14:49 Ne îfadeyên rojnamevanan, şîroveya dozger esas hat girtin
14:40 Li dijî girtina rojnamevanan nerazîbûn: Em dikarin bi piştgiriyê ji van rojên nexweş derkevin
14:11 'Bersûcên Doza Jîtemê ya Kerboranê ceza bikin'
13:01 Ji Îzmîrê banga ji bo beşdariya meşa 6’ê mijdarê
13:00 Mamoste Qedrî li ser gora xwe hat bibîranîn
12:47 Nobeda Edaletê ya malbata Şenyaşarê di roja 600'î de li Mêrsînê didome
12:32 Siyasetmedar çûn serdaniya Tûglûkê