DFG û MKGP: Ne em bila desthilat bitirse

  • rojane
  • 12:01 26 Cotmeh 2022
  • |

AMED - DFG û MKGP'a ku binçavkirina rojnamevanan şermezar kir, bang li xebatkarên çapemeniyê, rêxistinên pîşeyî û rayagiştî ya demokratîk kirin û wiha gotin: "Ne em bila desthilat bitirse, werin em van êrişan bi hev re bi piştevaniyê û di nava têkoşînê de pûç bikin."

 
 
Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) têkildarî binçavkirina 11 rojnamegerên di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de bi serdegirtinên malan ên li 9 bajaran hatin binçavkirin, li pêşiya avahiya DFG’ê daxuyaniyê da. Komeleya Piştevanî û Alîkariyê  ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUAYDER), Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariya bi Malbatên Xizmên Xwe di Dêrguşa Şaristaniyê de Windakirine re (MEBYA-DER), Hevserokê OHD'ê Bunyamîn Şeker, Komeleya Lêkolîna Ziman û Çandê ya Mezopotamyayê (MED-DER), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Gulistan Atasoy, rêxistinên HDP'ê yên bajêr, Komeleya 78’an û malbatên girtiyan ên ji Mêrdînê Tevgera Jinên Azad (TJA),  Meclîsa Dayikên Aştiyê, Platforma Jinan a Şahmeranê, Federasyona Komeleyên Piştgiriya Hiqûqî ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Medê (MED TUHAD-FED), Şaxa Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) ya Mêrdînê, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Konfederasyona Sendîkayên Karmendên Cemaweriyê (KESK), Yekîtiya Odeyên Endezyar û Avahîsazan a Tirk (TMMOB), Şaxa SES'ê ya Amedê, Komeleya Jinan a Roza, Baroya Amedê, xizmên girtiyên di Nobeta Edaletê de ne, Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) û gelek rojnameger beşdarî daxuyaniyê bûn. Di dema daxuyaniyê de her tim dirûşmeyên “Çapemeniya azad nikare were bêdengkirin” û “Bijî çapemeniya azad” hatin berzkirin. 
 
 Daxuyaniya bi kurdî berdevka MKGP’yê Roza Metîna, ya tirkî jî Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglû xwend. Metîna, bal kişand ser Qanûna Sansûrê ya di 14'ê cotmehê de hate derbaskirin û wiha got: "Niha Tirkiye bandora 'Qanûna Sansurê' nîqaş dike. Di vê demê de ev Qanûna Sansurê di bin qilifê 'pêşîgirtina dezenformasyonê' de ji meclîsê hat derbaskirin. Di vê pêvajoyê de li dijî rojnamegerên kurd operasyon pêk hat. Polîsan deriyê kar û malên kedkarên çapemeniyê şikandin. Midura Karê Nivîsê ya Ajansa Mezopotamyayê Diren Yurtsever, nûçegîhanên Ajansa Mezopotamyayê Denîz Nazlim, Selman Guzelyuz, Zemo Aggoz, Bêrîvan Altan, Hakan Yalçin, Emrûllah Acar û Ceylan Şahînlî hatin binçavkirin. Her wiha nûçegihanên JINNEWS'ê Habibe Eren û Oznur Deger û Mehmet Gunhan ê di MA'yê de demekê wekî stajyer dixebitî hatin binçavkirin. Hempîşeyên me bi îşkenceyê hatin binçavkirin û çekên bi lûleyên dirêj dan serê wan. Di lêgerînên Buroya Ajansa Mezopotamyayê ya Enqerê de û di lêgerîna li malên hempîşeyên me de polîsan dest danîn ser, alavên nûçeyan ên wekî kompitur, wênekêş, pirtûk, kovar û arşîvên rojnameyan."
 
'EM Ê LI DIJÎ ÊRIŞAN SERÎ NETEWÎNIN'
 
Metîna, destnîşan kir ku operasyona li dijî Çapemeniya Kurd hate kirin tê wateya bêdengkirina rojnameger û veşartina rastiyê û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Çapemeniya Azad a ku dijminatiya desthilatê ya li dijî kurdan derdixe holê dê tu carî bêdeng nemîne. Nikarin rojnamegerên Çapemeniya Azad bêdeng bikin. Xebatkarên Çapemeniya Azad a ku ji kevneşopiya 'Rastî tu carî di tariyê de namîne' tên, çawa duh li hember zextan serî netewandin, îro jî bi xebatên xwe serî natewînin. Em hêza xwe ji Apê Mûsa, Gurbetellî Ersoz, Denîz Firat, Cengîz Altûn, Ferhat Tepe û Nagîhan Akarsel digirin. Em ê wekî rojnamegerên kurd li dijî êrişan serî netewinîn."
 
'WÊ KES NIKAREBE PÊNÛSA HEQÎQETÊ BIŞIKÎNE'
 
Metîna, di berdewama axaftina xwe de ev tişt gotin: "Wê kes nikaribe pênûsa heqîqetê bişikîne. Hûn ê nikaribin Çapemeniya Azad a ku we di salên 1990’î de bi bombe û qetlîaman bêdeng nekir, bi operasyonên bi vî rengî yên sextekar bêdeng bikin! Bila desthilatdariya zordar, despotîk bizane ku tirs alîkariya mirinê nake. Çi zextan bikin û çi qas qanûnên sansurê derxin jî, rojnamegerên kurd tu carî ji gef, zext, binçavkirin û girtinan natirsin, dest ji têkoşîna xwe bernadin û serê xwe natewînin!"
 
Metîna, bang li medyaya ku xwe muxalîf dibîne û hevalên wan dike hedef kir û wiha pê de çû: "Li aliyekî dibêjin dadwerî ne serbixwe ye, li aliyê din dema ku operasyon li dijî kurdan tên kirin dev ji berdevkiya hikûmetê bernadin! Ev dîmen îşkenceya li hempîşeyên me ji aliyê polîsan bi xwe ve hatin servîskirin. Wekî hevalên me yên ku li dijî îşkenceyê serî netewandin em jî ji vir bang dikin wê çapemeniya azad dê serî netewîne."
 
'WÊ ÇAPEMENIYA AZAD BÊDENG NEBE'
 
Metîna axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: "Hikûmet bi dîmenên wiha ne tenê ji bo rojnamegerên kurd, ji hemû rojnamegeran re peyamekê dide; dixwazin bi zextan bitirsînin, bi binçavkirinan paş ve gavê biavêjin û rojevê beralî bikin. Em careke din dibêjin ku hemû hewldanên we wê bê encam bimînin. Çapemeniya Azad bi bedelên giran û tu carî ji rastiyê tawîz nedaye hat van rojan. Banga me ji hemû rojnameger û rêxistinên pîşeyî re ye, em hemû bi hev re bi hevgirtin û têkoşîneke mezin li ber xwe bidin. Em ji hemû rojnamegeran re dibêjin azadî, wê çapemeniya azad bêdeng nebe!"
 
Dû re Nûnerê TGS'ê yê Amedê Mahmût Oral axivî û bertek nîşanî binçavkirina rojnamevanan da. 

Sernavên din

01/11/2022
11:36 Koç ê HDP’î: AKP bi bikaranîna çekên kîmyewî li ser sûc hate girtin
11:11 DBP: Xwedî li nirx û destkeftiyên kurd derkevin
10:14 Rojnamevan: Em ê li cem lêgerîna heqîqetê bin
09:48 Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê ya 2 salî, bi navê “Şoreşa Jinê” derket!
09:37 Pîlotê teqawidbûyî Altan: Divê li dijî şer daxwaza aştiya civakî bê bilindkirin
09:03 Ji bo 'Meşa mirovahiyê' bang kir: Divê rê li ber lêkolînê bê vekirin
09:00 ROJEVA 1'Ê MIJDARA 2022'YAN
31/10/2022
19:50 Mahîr Unalê AKP'î ji peywira xwe istifa kir
19:10 Rojekê av nedane rojnamevanên girtî
17:40 Li Sêrtê Botan-DER hat vekirin
16:25 Zilma Girtîgeha Şakranê: Biryara şewitandina înfazê roja ku dê Taş bihata berdan jê re hat gotin
16:17 Li Wan û Stenbolê ji bo piştevaniyê serdana MA û JINNEWS’ê kirin
15:54 TMMOB a Amedê: Ev bajar bêxwedî nîne
15:49 Fîşeka ku avêtin parlamenterê HDP’ê hate gilîkirin
15:30 Xwendekarên hiqûqê yên DU’yê guherandina cihê fakûlteyê protesto kirin
15:24 Cenazeyê Ehettîn Kaynar hate veşartin
15:18 Bang li medyaya muxalîf hate kirin: Dest ji berdevkiya desthilatê berdin
15:14 Doza Kobanê: Desthilatdarî dixwaze sûcên xwe veşêre
14:45 Dorpêça li ser gundên Geverê didome: Şivan ji zozanan hatin derxistin
14:08 OHD: Rojnamevan bila bên berdan
14:04 Zanîngehên Îranê bûn navendên berxwedanê
13:57 YE plan dike ku IRGC’ê bixe ‘lîsteya terorê’
13:33 Rojnamevanên jin ên hatin girtin: Em peyrewê Gurbetelliyan e, em ê bêdeng nebin
13:17 Malbata Şenyaşar dê biçe pêşiya AKP, Meclis û Wezareta Dadê
13:08 11 roj cezayê hucreyê li nameya kurdî hat birîn
13:04 Ev bû 5 meh ku ATK’ê rapora ‘qisûrê’ ya polîsê faîl amade nekiriye
13:00 Nivîskar Hogir Berbir hat binçavkirin
12:44 Li Wanê ji bo ‘Meşa Mirovahiyê’ bang kirin: Em nabin şirîkê vî sûcî
12:05 Bîrdal ê HDP’yî li Girtîgeha Makûyê dest bi rojiya mirinê kir
11:16 Ji Fîncanci peyam: Em ê têkoşîna xwe bidomînin
11:15 Parêzera rojnamevanan: Xebatên rojnamevaniyê kirin hedef
11:06 Noam Chomsky: Divê Abdullah Ocalan were berdan
10:20 Girtiyê nexweş ê beriya du mehan hatibû berdan jiyana xwe ji dest da
10:14 Rojnameger Aggoz: Bi rastiya ku me derxistî holê hatin sûcdarkirin
10:13 Ayşe Efendî: Em bi berxwedana xwe û gelê xwe bawer in
09:14 Hevpîşeyên Fîncanci: Em ê wezîfeya wê bidomînin
09:01 Îdareya Girtîgeha Bolûyê binpêkirinan wek ‘mevzûatê’ dibîne!
09:01 Di Roja Cîhanê ya Kobanê de gel wê li qadan bin
09:01 Saziyên navnetewî di mijara tecrîd û kîmyasalê de xwedî heman bêdengiyê ne!
09:00 ‘Îktidar beriya hilbijartinê dixwaze serê rojnamevanan bitewîne’
09:00 ROJEVA 31'Ê COTMEHA 2022'YAN
30/10/2022
23:55 8'emîn Mihrîcana Şanoyê ya Amedê bi dawî bû: Em li dijî tecrîdê û zilmê li ser dikê bûn
23:50 Bi sedan wesayît girseyê anîn ‘festîvala’ qeyûm!
23:25 Li Wanê li dijî êrişên kîmyewî çalakî
23:15 Rojnamevanên kurd ên hatin girtin li hucreyên yek kesî tên ragirtin
21:23 4’emîn Rojên Wêjeya Berawirdî bi axaftina mêvanê rûmetê bi dawî bû
20:55 Ciwanên Cizîrê bertek nîşanî 'festîvala' qeyûm dan
18:24 ‘Pirsgirêka astengdaran pirsgirêka mafê mirovan e’
17:04 Arjen Arî li ser gora xwe hat bibîranîn
16:51 Amedsporê tîma Esenler Eroksporê têk bir û di lîgê de derket rêza yekemîn
16:37 Rojnameyên Îranê bertek nîşanî rejîmê dan: Rojnamegeriyê derqanûnî ragihînin!
16:20 Ji ber organîzasyona qeyûm Cizîr hatiye dorpêçkirin!
16:05 Nivîskar Rojbîn Perîşan piştî 30 salan hat berdan
15:55 Rejîm nahêle girtiyên birîndar ên li Girtîgeha Evînê bên dermankirin
15:09 Ji bo Hatîce Ay mewlûd hat dayîn
15:08 2 DAIŞ’î li Dêrazorê hatin kuştin
14:33 Ji Meclisa Jinan a HDP’ê komxebata bûdçeyê: Divê di mijara firsendê de wekheviya jin û mêr hebe
14:13 Êrişên bi çekên kîmyewî yên Tirkiyeyê didomin
14:12 Zilamê ku Nûrhan Îlhan qetil kirî hate girtin
13:38 Girtina rojnamegeran sibe dê li Şîşhaneyê bê protestokirin
13:21 Çalakiya bi daxwaza edaletê 601 roj li pey xwe hişt
13:16 Komeleya Rojnamegeran a Tehranê: Ya ku derqanûnî ne rojnamegerî lê krîmînalîzekirina wê ye
12:47 Serhildana ‘Jin, jiyan, azadî’ didome
12:37 Berdevkê IFoX’ê: Dema gotinê derbas bû, êdî dema çalakbûnê ye
12:01 Dr. Mansouran: Her tiştên ji bombebaranên Tirkiyeyê bandor bûyîn divê bên lêkolînkirin
12:00 Ji Koma Bajar ji bo Jîna Emînî strana ‘Rabe’
11:59 Hesaba hegemonyayê ya AKP’ê: Tesfiyekirina kurdan
10:19 Hejmara miriyan a li Koreya Başûr derket 151’an
10:19 Li Somaliyê teqîn: Herî kêm 100 kesan jiyana xwe ji dest dan
10:02 Klute: Tirkiye ji şerê Ûkraynayê sûd digire û sûcên şer dike
09:05 Li Wanê ji bo ‘Meşa Mirovahiyê’ banga tevlibûnê hat kirin
09:05 ‘Kevneşopiya çapemeniya azad duh serî netewand îro jî natewîne’
09:04 Ocalan ê HDP’î: Heta ku tecrîd were şikandin em ê têkoşîna xwe bidomînin
09:02 Prz. Ozdemîr: Xebatên rojnamevanên kurd weke sûc tên nîşandan
09:00 ROJEVA 30'Ê COTMEHA 2022'YAN
29/10/2022
23:38 "Lîstik" derket pêşberî şanohezan
22:23 Piştevaniya ODTU’yê ya ji bo rojnamevanan: Çapemeniya Azad li ber xwe dide
22:13 Bûldan û Aydenîz, serdana Yildirim kirin
22:06 Qeyûmê Cizîrê ji bo konserê wê 108 dolmîşan bişîne gundan
20:48 Li Ewropayê li dijî çekên kîmyewî çalakî: Bila NY nebe hevkarê vî sûcê mirovahiyê
19:14 Li Xanesorê êrişî malekê hate kirin
19:09 OHD’ê ji bo piştevaniyê serdana Çapemeniya Azad kir
18:53 Girtina rojnamevanan li Enqereyê hate şermezarkirin
17:48 Dayikên Aştiyê ji bo meşa li dijî çekên kîmyewî were lidarxistin bang kirin
16:50 Nehiştine girtiyê nexweş hevdîtinê bi malbata xwe re bike
16:32 Li Wanê û Stenbolê girtina Fîncanci hat şermezarkirin
16:11 Mehmet Gunhan: Mafê wergirtina nûçeyan a gel hat girtin
15:56 Qeyûm hatin şermezarkirin: Dê xeyalên wan di qirika wan de neçin xwarê
15:25 Girtiyê nexweş Ekîncî yê 73 salî nayê dermankirin
15:17 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê serdana MA û JINNEWS’ê kir
15:10 Rojnamevan Kûray û du dayik hatin berdan
15:09 MKGP: Em ê li ber xwe bidin
15:03 Di çalakiya ‘Rûniştian F’yê de daxwaza berdana Ozel hat kirin
14:49 Ne îfadeyên rojnamevanan, şîroveya dozger esas hat girtin
14:40 Li dijî girtina rojnamevanan nerazîbûn: Em dikarin bi piştgiriyê ji van rojên nexweş derkevin
14:11 'Bersûcên Doza Jîtemê ya Kerboranê ceza bikin'
13:01 Ji Îzmîrê banga ji bo beşdariya meşa 6’ê mijdarê
13:00 Mamoste Qedrî li ser gora xwe hat bibîranîn
12:47 Nobeda Edaletê ya malbata Şenyaşarê di roja 600'î de li Mêrsînê didome
12:32 Siyasetmedar çûn serdaniya Tûglûkê