Yuce: Heke dengê kurdan qut bikin dê sibe yê me jî bê qutkirin

  • rojane
  • 11:16 26 Cotmeh 2022
  • |
img
MÊRSÎN - Hevseroka Giştî ya SYKP’ê Canan Yuce diyar kr ku raya giştî ya navneteweyî jî şirîkê sûcên Tirkiyeyê yên li Kurdistanê dike ye û wiha got: “Heke îro dengê gelê kurd kêm bikin, dê sibe dengê me jî qut bikin.” 
 
Dewleta tirk bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Federal a Kurdistanê êrişeke berfireh dabû destpêkirin û ev êriş hêj didomin. Dewleta tirk heta niha zêdetirî 2 hezar û 467 caran çekên kîmyewî û bombeyên qedexekirî bi kar anîne. Di encama van êrişên bi çekên kîmyewî yên di tebax, îlon û cotmehê de 17 gerîlayên HPG’ê jiyana xwe ji dest dan. Piştre jî dîmenên du gerîlayên ji van çekên kîmyewî bandor bûyîn bi raya giştî re hatin parvekirin. Bi parvekirina dîmenan re li gelek deverên cîhanê kurd daketin qadan û xwestin ku şandeyên serbixwe biçin herêmê û lêkolînan bikin. Di heman demê de Seroka Konseya Navendî ya Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncanci jî tespît kiribû ku artêşa tirk çekên kîmyewî bi kar anîne û ji ber van gotinan ji hêla AKP-MHP’ê ve hedef hatibû nîşandan û îro hat binçavkirin. 
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Jinûveavakirina Sosyalîst (SYKP) Canan Yuce têkildarî bikaranîna  çekên kîmyewî û êrişên li dijî Fîncanci axivî. 
 
DÎROKA KOMKUJYAN
 
Canan Yuce diyar kir ku komara tirk ne cara ewil e çekên kîmyewî bi kar tîne û wiha got: “Dîroka komarê, dîroka komkujiyan e. Gelek komkujiyên mîna Dêrsim û Helebçeyê hatin kirin. Dewlet, ji bo ku serdestiya xwe bidomînin îro jî sûcên li dijî mirovahiyê dikin. Lingekê vê jî em îro li Kurdistanê dibînin. Dewleta ku nikare desthilatdarî û serdestiya xwe biparêze, serî li rêya şer dide. Daxwazên kurdan paşguh dike, kurdan înkar dike, hewl dide kurdan tune bike û asîmîle bike. Desthilatdarî ji her alî ve zêde tengijî ye. Ji her alî ve êriş dike. Lê tevî vê jî di vî şerî de tu pêşketinek bi dest nexist. Li vî welatî ev 40 sal in şer heye û kurd şerê hebûn û tunebûnê dikin. Dema me fêm kir ku komkujiya li Bartinê û ya li Kurdistanê girêdayî hev in, wê demê em bikarin serkevin. Heke em îro têkoşîneke hevpar nedin, rojên reştarî li pêşiya me ne.” 
 
‘BÊDENGÎ HEVKARIYA SÛC E’ 
 
Bi domdarî Yuce bal kişand ser bêdengiya rêxistinên navneteweyî ya li hemberî bikaranîna çekên kîmyewî û ev tişt anî ziman: “Ji bo berjewendiyên xwe, bêdeng dimînin. Di rewşa heyî de ne tenê Tirkiye lê raya giştî ya navneteweyî jî şirîkê vî sûcî ye. Bêdengî, hevkariya sûc e. Lewma em biisrar dibêjin bila şandeyek serbixwe biçe lêkolîn bike. Aliyê herî giran ê şer, jin dijîn. Hemû kes baş dizane bê ka di demên şer de çawa li jinan tê nihêrtin. Divê jin li dijî van polîtîkayên milîtarîst, nîjadperest û li ser bedenên me derkevin. Divê em çareserkirina pirgirêka kurd bi rêyên demokratîk, bi dengekî herî bilind biqîrin. Tu caran şeran bo gelan azadî û demokrasî ne anî ye.” 
 
‘TÊKOŞÎNEKE HEVPAR ŞERT E’ 
 
Herî dawî jî Yuce bal kişand ser lêpirsîna derheqê Fîncanci û zextên li ser çapemeniya azad û ev tişt anî ziman: “Bi lêpirsînan dixwazin sûcên xwe yên şer veşêrin. Qanûna sansûrê jî aliyekê vê ye. Bi qutkirina dengê çapemeniyê re dixwazin dengê civakê qut bikin. Lewma divê em têkoşîneke hevpar bidin. Divê em ji her rojê bêhtir xwedî li Şebnem Korur Fîncanci û xebatkarên çapemeniya azad derkevin. Divê em tiştên li Kurdistanê diqewimin li her deverê teşhîr bikin. Niha şerekê topyekûn tê meşandin û rêbazên dermirovî tên bikaranîn. Êrişî tevahiya xwezayê dikin. Divê em bibînin ku jin, karker û kurd şerê hebûn û tunebûnê didin. Divê em têkoşîneke yekbûyî bimeşînin. Heke îro bikarin dengê gelê kurd qut bikin, dê sibe dengê me jî qut bikin.”
 
MA / Mukadder Akyol
 

Sernavên din

01/11/2022
11:36 Koç ê HDP’î: AKP bi bikaranîna çekên kîmyewî li ser sûc hate girtin
11:11 DBP: Xwedî li nirx û destkeftiyên kurd derkevin
10:14 Rojnamevan: Em ê li cem lêgerîna heqîqetê bin
09:48 Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê ya 2 salî, bi navê “Şoreşa Jinê” derket!
09:37 Pîlotê teqawidbûyî Altan: Divê li dijî şer daxwaza aştiya civakî bê bilindkirin
09:03 Ji bo 'Meşa mirovahiyê' bang kir: Divê rê li ber lêkolînê bê vekirin
09:00 ROJEVA 1'Ê MIJDARA 2022'YAN
31/10/2022
19:50 Mahîr Unalê AKP'î ji peywira xwe istifa kir
19:10 Rojekê av nedane rojnamevanên girtî
17:40 Li Sêrtê Botan-DER hat vekirin
16:25 Zilma Girtîgeha Şakranê: Biryara şewitandina înfazê roja ku dê Taş bihata berdan jê re hat gotin
16:17 Li Wan û Stenbolê ji bo piştevaniyê serdana MA û JINNEWS’ê kirin
15:54 TMMOB a Amedê: Ev bajar bêxwedî nîne
15:49 Fîşeka ku avêtin parlamenterê HDP’ê hate gilîkirin
15:30 Xwendekarên hiqûqê yên DU’yê guherandina cihê fakûlteyê protesto kirin
15:24 Cenazeyê Ehettîn Kaynar hate veşartin
15:18 Bang li medyaya muxalîf hate kirin: Dest ji berdevkiya desthilatê berdin
15:14 Doza Kobanê: Desthilatdarî dixwaze sûcên xwe veşêre
14:45 Dorpêça li ser gundên Geverê didome: Şivan ji zozanan hatin derxistin
14:08 OHD: Rojnamevan bila bên berdan
14:04 Zanîngehên Îranê bûn navendên berxwedanê
13:57 YE plan dike ku IRGC’ê bixe ‘lîsteya terorê’
13:33 Rojnamevanên jin ên hatin girtin: Em peyrewê Gurbetelliyan e, em ê bêdeng nebin
13:17 Malbata Şenyaşar dê biçe pêşiya AKP, Meclis û Wezareta Dadê
13:08 11 roj cezayê hucreyê li nameya kurdî hat birîn
13:04 Ev bû 5 meh ku ATK’ê rapora ‘qisûrê’ ya polîsê faîl amade nekiriye
13:00 Nivîskar Hogir Berbir hat binçavkirin
12:44 Li Wanê ji bo ‘Meşa Mirovahiyê’ bang kirin: Em nabin şirîkê vî sûcî
12:05 Bîrdal ê HDP’yî li Girtîgeha Makûyê dest bi rojiya mirinê kir
11:16 Ji Fîncanci peyam: Em ê têkoşîna xwe bidomînin
11:15 Parêzera rojnamevanan: Xebatên rojnamevaniyê kirin hedef
11:06 Noam Chomsky: Divê Abdullah Ocalan were berdan
10:20 Girtiyê nexweş ê beriya du mehan hatibû berdan jiyana xwe ji dest da
10:14 Rojnameger Aggoz: Bi rastiya ku me derxistî holê hatin sûcdarkirin
10:13 Ayşe Efendî: Em bi berxwedana xwe û gelê xwe bawer in
09:14 Hevpîşeyên Fîncanci: Em ê wezîfeya wê bidomînin
09:01 Îdareya Girtîgeha Bolûyê binpêkirinan wek ‘mevzûatê’ dibîne!
09:01 Di Roja Cîhanê ya Kobanê de gel wê li qadan bin
09:01 Saziyên navnetewî di mijara tecrîd û kîmyasalê de xwedî heman bêdengiyê ne!
09:00 ‘Îktidar beriya hilbijartinê dixwaze serê rojnamevanan bitewîne’
09:00 ROJEVA 31'Ê COTMEHA 2022'YAN
30/10/2022
23:55 8'emîn Mihrîcana Şanoyê ya Amedê bi dawî bû: Em li dijî tecrîdê û zilmê li ser dikê bûn
23:50 Bi sedan wesayît girseyê anîn ‘festîvala’ qeyûm!
23:25 Li Wanê li dijî êrişên kîmyewî çalakî
23:15 Rojnamevanên kurd ên hatin girtin li hucreyên yek kesî tên ragirtin
21:23 4’emîn Rojên Wêjeya Berawirdî bi axaftina mêvanê rûmetê bi dawî bû
20:55 Ciwanên Cizîrê bertek nîşanî 'festîvala' qeyûm dan
18:24 ‘Pirsgirêka astengdaran pirsgirêka mafê mirovan e’
17:04 Arjen Arî li ser gora xwe hat bibîranîn
16:51 Amedsporê tîma Esenler Eroksporê têk bir û di lîgê de derket rêza yekemîn
16:37 Rojnameyên Îranê bertek nîşanî rejîmê dan: Rojnamegeriyê derqanûnî ragihînin!
16:20 Ji ber organîzasyona qeyûm Cizîr hatiye dorpêçkirin!
16:05 Nivîskar Rojbîn Perîşan piştî 30 salan hat berdan
15:55 Rejîm nahêle girtiyên birîndar ên li Girtîgeha Evînê bên dermankirin
15:09 Ji bo Hatîce Ay mewlûd hat dayîn
15:08 2 DAIŞ’î li Dêrazorê hatin kuştin
14:33 Ji Meclisa Jinan a HDP’ê komxebata bûdçeyê: Divê di mijara firsendê de wekheviya jin û mêr hebe
14:13 Êrişên bi çekên kîmyewî yên Tirkiyeyê didomin
14:12 Zilamê ku Nûrhan Îlhan qetil kirî hate girtin
13:38 Girtina rojnamegeran sibe dê li Şîşhaneyê bê protestokirin
13:21 Çalakiya bi daxwaza edaletê 601 roj li pey xwe hişt
13:16 Komeleya Rojnamegeran a Tehranê: Ya ku derqanûnî ne rojnamegerî lê krîmînalîzekirina wê ye
12:47 Serhildana ‘Jin, jiyan, azadî’ didome
12:37 Berdevkê IFoX’ê: Dema gotinê derbas bû, êdî dema çalakbûnê ye
12:01 Dr. Mansouran: Her tiştên ji bombebaranên Tirkiyeyê bandor bûyîn divê bên lêkolînkirin
12:00 Ji Koma Bajar ji bo Jîna Emînî strana ‘Rabe’
11:59 Hesaba hegemonyayê ya AKP’ê: Tesfiyekirina kurdan
10:19 Hejmara miriyan a li Koreya Başûr derket 151’an
10:19 Li Somaliyê teqîn: Herî kêm 100 kesan jiyana xwe ji dest dan
10:02 Klute: Tirkiye ji şerê Ûkraynayê sûd digire û sûcên şer dike
09:05 Li Wanê ji bo ‘Meşa Mirovahiyê’ banga tevlibûnê hat kirin
09:05 ‘Kevneşopiya çapemeniya azad duh serî netewand îro jî natewîne’
09:04 Ocalan ê HDP’î: Heta ku tecrîd were şikandin em ê têkoşîna xwe bidomînin
09:02 Prz. Ozdemîr: Xebatên rojnamevanên kurd weke sûc tên nîşandan
09:00 ROJEVA 30'Ê COTMEHA 2022'YAN
29/10/2022
23:38 "Lîstik" derket pêşberî şanohezan
22:23 Piştevaniya ODTU’yê ya ji bo rojnamevanan: Çapemeniya Azad li ber xwe dide
22:13 Bûldan û Aydenîz, serdana Yildirim kirin
22:06 Qeyûmê Cizîrê ji bo konserê wê 108 dolmîşan bişîne gundan
20:48 Li Ewropayê li dijî çekên kîmyewî çalakî: Bila NY nebe hevkarê vî sûcê mirovahiyê
19:14 Li Xanesorê êrişî malekê hate kirin
19:09 OHD’ê ji bo piştevaniyê serdana Çapemeniya Azad kir
18:53 Girtina rojnamevanan li Enqereyê hate şermezarkirin
17:48 Dayikên Aştiyê ji bo meşa li dijî çekên kîmyewî were lidarxistin bang kirin
16:50 Nehiştine girtiyê nexweş hevdîtinê bi malbata xwe re bike
16:32 Li Wanê û Stenbolê girtina Fîncanci hat şermezarkirin
16:11 Mehmet Gunhan: Mafê wergirtina nûçeyan a gel hat girtin
15:56 Qeyûm hatin şermezarkirin: Dê xeyalên wan di qirika wan de neçin xwarê
15:25 Girtiyê nexweş Ekîncî yê 73 salî nayê dermankirin
15:17 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê serdana MA û JINNEWS’ê kir
15:10 Rojnamevan Kûray û du dayik hatin berdan
15:09 MKGP: Em ê li ber xwe bidin
15:03 Di çalakiya ‘Rûniştian F’yê de daxwaza berdana Ozel hat kirin
14:49 Ne îfadeyên rojnamevanan, şîroveya dozger esas hat girtin
14:40 Li dijî girtina rojnamevanan nerazîbûn: Em dikarin bi piştgiriyê ji van rojên nexweş derkevin
14:11 'Bersûcên Doza Jîtemê ya Kerboranê ceza bikin'
13:01 Ji Îzmîrê banga ji bo beşdariya meşa 6’ê mijdarê
13:00 Mamoste Qedrî li ser gora xwe hat bibîranîn
12:47 Nobeda Edaletê ya malbata Şenyaşarê di roja 600'î de li Mêrsînê didome
12:32 Siyasetmedar çûn serdaniya Tûglûkê