‘Protokola ku çekên kîmyewî qedexe kir tenê serdestan diparêze'

  • rojane
  • 10:28 26 Cotmeh 2022
  • |
img

AMED - Hevseroka OHD'a Amedê parêzer Ozum Vurgun derbarê OPCW’ê ku gotibû, ‘Ji bo ku em bikarin çekên kîmyewî lêkolîn bikin divê dewletên alîgir serledan bikin’ de axivî û got protokola ku çekên kîmyewî qedexe kir tenê serdestan diparêze. 

Tirkiye bi hevkariya PDK di 17’ê Nîsanê de li heremên Zap, Metîna û Avaşînê yên bi ser başûrê Kurdistanê ve şer da destpêkirin. Şerê li başûrê Kurdistanê 6 meh li pêy xwe hişt. Ji ber ku artêşa tirk nekarî di êrişan de encamekê bi dest bixê gelek caran çekên kîmyewî bikar anî. Hezên Parastina Gel (HPG) daxuyandibû ku Tirkiyeyê 2 hezar 467 caran çekên kîmyewî bikar aniye.
 
Lê tevî daxuyaniyên HPG'ê û dîmenên bikaranîna çekên kîmyewî jî derbarê Tirkiyeyê de lêpirsînek nehat destpêkirin. Piştî belavkirina van dîmenan li çar parçeyên Kurdistanê û li gelek deverên cihanê kurdan û dostên xwe nerazîbûn nîşanî Tirkiyeyê û bêdengiya saziyên navnetewî dan. Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) daxuyandibû ku 'Heta dewletên alîgir ji bo lêkolîna bikaranîna çekên kîmyewî serledan nekin ew nikarin lêpirsînê bidin destpêkirin.' 
 
Hevseroka Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ya Şaxa Amedê parêzer Ozum Vurgun ji ajansa me re axivî û bêdengiya OPCW'ê nirxand. 
 
‘DIVÊ KU LÊPIRSÎN BÊ DESTPÊKIRIN’
 
Vurgun daxuyaniyên rayedarên îktidara AKP'ê ku dibêjin "em çekên kîmyewî bikar nayînin" bi bîr xist û wiha got: “Lê li dijî kesen ku dibêjin çekên kîmyewî hatine bikaranîn jî bi darazê tehdît dikin. Heke bi xwe bawerin ku çekên kîmyewî nehatine bikaranîn bila destûr bidin ku çekên kîmyewî bên lêkolîn kirin. Ji bo lêkolînê kesên ku ji derva dixwazin biçin herêmê tên astengkirin. Ev jî îdiayên bikaranîna çekên kîmyewî xurt dike. Her çiqas OPCW û Dîwana Navneteweyî ya Sûcên li Dijî Şer bêdeng bin jî dibe ku di derheqê Tirkiyeyê de lêpirsîn bidin destpêkirin.”
 
‘BÊDENGÎ HEVKARÎ YE' 
 
Vurgun bal kişand ser bêdengiya dewletên Ewropayê û saziyên berpirsiyar û navneteweyî û wiha axivî: "Kesên ku bêdengin şirîkatiya vî sûcî dikin. Divê ku rêxistinên civakê yên sivîl û rêxistinên mafên mirovan li dijî vê yekê di nav hewldanan de bin da ku OPCW berpirsyariya xwe bi cih bîne û Tirkiye jî bê darizandin. Ew dîmenên têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî hatin belavkirin jî ji bo ku raya giştî ya dinyayê pîvana bandora wê bibîne û ji neçarî hatin parvekirin. Ew dîmen delîlên şênber in. Helbet wan dîmenan bala dewletan jî kişandiye. Ji bo şerê di navbera Rûsya û Ukraynayê de 39 dewletan ji bo çekên kîmyewî serî li Dadgeha Laheyê dabû. Piştî serledanê lêpirsîn hat destpêkirin. Ji ber vê yekê wisa difikirim ku bala gelek dewletan kişandiye û divê serledan bên kirin." 
 
‘PROTOKOLA SERDESTAN A LI DIJÎ BINDESTAN’
 
Vurgun bi lêv kir ku serdest ji bo xwe biparêzin protokola OPCW'ê amade kirine û got: "Ji ber ku statûya kurdan tune yê OPCW û saziyên din derheqê çekên kîmyewî de lêpirsîn nadin destpêkirin. Ji ber wê divê statûya kurdan bê rojevê. OPCW tenê serledanên dewletên alîgir esas digre, ew jî tê wê wateyê ku ew protokol ji bo serdestan e ne ji bo gelên bindeste. Dewletên serdest ji bo parastina xwe ew peyman îmze kirine, gelên bindest bi çekên kîmyewî bên qetilkirin jî ne xema wan e. Ji ber vê jî bêdengin. Di sala 2019’an de dema li Rojava çekên kîmyewî hatin bikaranîn ji zanîngehek Elmanyayê heyetek pisporan hat li Rojava lêkolîn kirin û delîl kom kirin lê dewleta Elman tevî dîmenên bikaranîna çekên kîmyewî ya li başûrê Kurdistanê jî tu lêpirsîn neda destpêkirin." 
 
STATÛYA KURDAN
 
Vurgun bal kişand ser nebûna statûya gelê kurd û got çi dibe bila bibe divê ji niha şûn ve nîqaşa statûya avakirina kurdan bê destpêkirin û heke Kurdistan bê nasîn dê gelek tiştan rizgar bike. 
 
MA / Mahmût Altintaş 
 

Sernavên din

01/11/2022
11:36 Koç ê HDP’î: AKP bi bikaranîna çekên kîmyewî li ser sûc hate girtin
11:11 DBP: Xwedî li nirx û destkeftiyên kurd derkevin
10:14 Rojnamevan: Em ê li cem lêgerîna heqîqetê bin
09:48 Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê ya 2 salî, bi navê “Şoreşa Jinê” derket!
09:37 Pîlotê teqawidbûyî Altan: Divê li dijî şer daxwaza aştiya civakî bê bilindkirin
09:03 Ji bo 'Meşa mirovahiyê' bang kir: Divê rê li ber lêkolînê bê vekirin
09:00 ROJEVA 1'Ê MIJDARA 2022'YAN
31/10/2022
19:50 Mahîr Unalê AKP'î ji peywira xwe istifa kir
19:10 Rojekê av nedane rojnamevanên girtî
17:40 Li Sêrtê Botan-DER hat vekirin
16:25 Zilma Girtîgeha Şakranê: Biryara şewitandina înfazê roja ku dê Taş bihata berdan jê re hat gotin
16:17 Li Wan û Stenbolê ji bo piştevaniyê serdana MA û JINNEWS’ê kirin
15:54 TMMOB a Amedê: Ev bajar bêxwedî nîne
15:49 Fîşeka ku avêtin parlamenterê HDP’ê hate gilîkirin
15:30 Xwendekarên hiqûqê yên DU’yê guherandina cihê fakûlteyê protesto kirin
15:24 Cenazeyê Ehettîn Kaynar hate veşartin
15:18 Bang li medyaya muxalîf hate kirin: Dest ji berdevkiya desthilatê berdin
15:14 Doza Kobanê: Desthilatdarî dixwaze sûcên xwe veşêre
14:45 Dorpêça li ser gundên Geverê didome: Şivan ji zozanan hatin derxistin
14:08 OHD: Rojnamevan bila bên berdan
14:04 Zanîngehên Îranê bûn navendên berxwedanê
13:57 YE plan dike ku IRGC’ê bixe ‘lîsteya terorê’
13:33 Rojnamevanên jin ên hatin girtin: Em peyrewê Gurbetelliyan e, em ê bêdeng nebin
13:17 Malbata Şenyaşar dê biçe pêşiya AKP, Meclis û Wezareta Dadê
13:08 11 roj cezayê hucreyê li nameya kurdî hat birîn
13:04 Ev bû 5 meh ku ATK’ê rapora ‘qisûrê’ ya polîsê faîl amade nekiriye
13:00 Nivîskar Hogir Berbir hat binçavkirin
12:44 Li Wanê ji bo ‘Meşa Mirovahiyê’ bang kirin: Em nabin şirîkê vî sûcî
12:05 Bîrdal ê HDP’yî li Girtîgeha Makûyê dest bi rojiya mirinê kir
11:16 Ji Fîncanci peyam: Em ê têkoşîna xwe bidomînin
11:15 Parêzera rojnamevanan: Xebatên rojnamevaniyê kirin hedef
11:06 Noam Chomsky: Divê Abdullah Ocalan were berdan
10:20 Girtiyê nexweş ê beriya du mehan hatibû berdan jiyana xwe ji dest da
10:14 Rojnameger Aggoz: Bi rastiya ku me derxistî holê hatin sûcdarkirin
10:13 Ayşe Efendî: Em bi berxwedana xwe û gelê xwe bawer in
09:14 Hevpîşeyên Fîncanci: Em ê wezîfeya wê bidomînin
09:01 Îdareya Girtîgeha Bolûyê binpêkirinan wek ‘mevzûatê’ dibîne!
09:01 Di Roja Cîhanê ya Kobanê de gel wê li qadan bin
09:01 Saziyên navnetewî di mijara tecrîd û kîmyasalê de xwedî heman bêdengiyê ne!
09:00 ‘Îktidar beriya hilbijartinê dixwaze serê rojnamevanan bitewîne’
09:00 ROJEVA 31'Ê COTMEHA 2022'YAN
30/10/2022
23:55 8'emîn Mihrîcana Şanoyê ya Amedê bi dawî bû: Em li dijî tecrîdê û zilmê li ser dikê bûn
23:50 Bi sedan wesayît girseyê anîn ‘festîvala’ qeyûm!
23:25 Li Wanê li dijî êrişên kîmyewî çalakî
23:15 Rojnamevanên kurd ên hatin girtin li hucreyên yek kesî tên ragirtin
21:23 4’emîn Rojên Wêjeya Berawirdî bi axaftina mêvanê rûmetê bi dawî bû
20:55 Ciwanên Cizîrê bertek nîşanî 'festîvala' qeyûm dan
18:24 ‘Pirsgirêka astengdaran pirsgirêka mafê mirovan e’
17:04 Arjen Arî li ser gora xwe hat bibîranîn
16:51 Amedsporê tîma Esenler Eroksporê têk bir û di lîgê de derket rêza yekemîn
16:37 Rojnameyên Îranê bertek nîşanî rejîmê dan: Rojnamegeriyê derqanûnî ragihînin!
16:20 Ji ber organîzasyona qeyûm Cizîr hatiye dorpêçkirin!
16:05 Nivîskar Rojbîn Perîşan piştî 30 salan hat berdan
15:55 Rejîm nahêle girtiyên birîndar ên li Girtîgeha Evînê bên dermankirin
15:09 Ji bo Hatîce Ay mewlûd hat dayîn
15:08 2 DAIŞ’î li Dêrazorê hatin kuştin
14:33 Ji Meclisa Jinan a HDP’ê komxebata bûdçeyê: Divê di mijara firsendê de wekheviya jin û mêr hebe
14:13 Êrişên bi çekên kîmyewî yên Tirkiyeyê didomin
14:12 Zilamê ku Nûrhan Îlhan qetil kirî hate girtin
13:38 Girtina rojnamegeran sibe dê li Şîşhaneyê bê protestokirin
13:21 Çalakiya bi daxwaza edaletê 601 roj li pey xwe hişt
13:16 Komeleya Rojnamegeran a Tehranê: Ya ku derqanûnî ne rojnamegerî lê krîmînalîzekirina wê ye
12:47 Serhildana ‘Jin, jiyan, azadî’ didome
12:37 Berdevkê IFoX’ê: Dema gotinê derbas bû, êdî dema çalakbûnê ye
12:01 Dr. Mansouran: Her tiştên ji bombebaranên Tirkiyeyê bandor bûyîn divê bên lêkolînkirin
12:00 Ji Koma Bajar ji bo Jîna Emînî strana ‘Rabe’
11:59 Hesaba hegemonyayê ya AKP’ê: Tesfiyekirina kurdan
10:19 Hejmara miriyan a li Koreya Başûr derket 151’an
10:19 Li Somaliyê teqîn: Herî kêm 100 kesan jiyana xwe ji dest dan
10:02 Klute: Tirkiye ji şerê Ûkraynayê sûd digire û sûcên şer dike
09:05 Li Wanê ji bo ‘Meşa Mirovahiyê’ banga tevlibûnê hat kirin
09:05 ‘Kevneşopiya çapemeniya azad duh serî netewand îro jî natewîne’
09:04 Ocalan ê HDP’î: Heta ku tecrîd were şikandin em ê têkoşîna xwe bidomînin
09:02 Prz. Ozdemîr: Xebatên rojnamevanên kurd weke sûc tên nîşandan
09:00 ROJEVA 30'Ê COTMEHA 2022'YAN
29/10/2022
23:38 "Lîstik" derket pêşberî şanohezan
22:23 Piştevaniya ODTU’yê ya ji bo rojnamevanan: Çapemeniya Azad li ber xwe dide
22:13 Bûldan û Aydenîz, serdana Yildirim kirin
22:06 Qeyûmê Cizîrê ji bo konserê wê 108 dolmîşan bişîne gundan
20:48 Li Ewropayê li dijî çekên kîmyewî çalakî: Bila NY nebe hevkarê vî sûcê mirovahiyê
19:14 Li Xanesorê êrişî malekê hate kirin
19:09 OHD’ê ji bo piştevaniyê serdana Çapemeniya Azad kir
18:53 Girtina rojnamevanan li Enqereyê hate şermezarkirin
17:48 Dayikên Aştiyê ji bo meşa li dijî çekên kîmyewî were lidarxistin bang kirin
16:50 Nehiştine girtiyê nexweş hevdîtinê bi malbata xwe re bike
16:32 Li Wanê û Stenbolê girtina Fîncanci hat şermezarkirin
16:11 Mehmet Gunhan: Mafê wergirtina nûçeyan a gel hat girtin
15:56 Qeyûm hatin şermezarkirin: Dê xeyalên wan di qirika wan de neçin xwarê
15:25 Girtiyê nexweş Ekîncî yê 73 salî nayê dermankirin
15:17 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê serdana MA û JINNEWS’ê kir
15:10 Rojnamevan Kûray û du dayik hatin berdan
15:09 MKGP: Em ê li ber xwe bidin
15:03 Di çalakiya ‘Rûniştian F’yê de daxwaza berdana Ozel hat kirin
14:49 Ne îfadeyên rojnamevanan, şîroveya dozger esas hat girtin
14:40 Li dijî girtina rojnamevanan nerazîbûn: Em dikarin bi piştgiriyê ji van rojên nexweş derkevin
14:11 'Bersûcên Doza Jîtemê ya Kerboranê ceza bikin'
13:01 Ji Îzmîrê banga ji bo beşdariya meşa 6’ê mijdarê
13:00 Mamoste Qedrî li ser gora xwe hat bibîranîn
12:47 Nobeda Edaletê ya malbata Şenyaşarê di roja 600'î de li Mêrsînê didome
12:32 Siyasetmedar çûn serdaniya Tûglûkê