Rojnamegeran li dijî binçavkirinan banga ‘helwesta hevpar’ kirin

  • rojane
  • 15:47 25 Cotmeh 2022
  • |
img
ÎZMÎR - Rojnamegerên Îzmîrê diyar kirin ku divê li dijî binçavkirina hempîşeyên wan helwesteke hevpar bê nîşandan. Rojnamegeran, got ku heman polîtîkayên desthilatdariyê berê jî bi ser neketin û dê îro jî bi ser nekevin. 
 
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de, îro di danê sibehê de li 9 bajaran bi ser malên gelek rojnamegeran de hat girtin. Di encama serdegirtinên malan de Midûra Karên Nivîsan a Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîren Yurtsever, nûçegihanên MA’yê Denîz Nazlim, Berîvan Altan, Selman Guzelyuz, Zemo Aggoz, Hakan Yalçin, Emrûllah Acar û Ceyhan Şahînlî û nûçegihanên JINNEWS’ê Habîbe Eren û Oznûr Deger hatin binçavkirin. Nûçegihana JINNEWS’ê Derya Ren jî ji ber lêpirsîneke din li Amedê hat binçavkirin. Her wiha di bin navê lêgerînê de polîsan bi ser Buroya MA’yê ya Enqereyê de girtin. Rojnamegerên Îzmîrê têkildarî binçavkirina hempîşeyên xwe axivîn. 
 
‘DIXWAZIN ÇAPEMENIYÊ BÊDENG BIKIN’
 
Nûnerê Rojnameya Evrenselê yê Egeyê Ozer Ozdemîr bal kişand ser qanûna sansûrê û wiha got: “Li dijî qanûnê bêyî ku muxalefetek bê kirin, ji meclisê derbas bû. Xuyaye ku bi vê qanûnê dixwazin çapemeniyê bêdeng bikin. Mirov dikare binçavkirina rojnamegerên kurd jî di çarçoveya vê qanûnê de binirxîne. Hikûmetê bi van binçavkirina helwesta xwe nîşan da. Di demên berê de jî hewl dan MA’yê bi binçavkirinan qels bikin. Bi sala ye AKP vê polîtîkayê dimeşîne. Lê van polîtîkayên di demên berê de bandor li nivîsandina rastiyan nekir û dê niha jî neke. Bi binçavkirina rojnamegerên kurd re dixwazin dengê raya giştî bêdeng bikin. Her kesê krîza siyasî û aborî vedibêje di hedefa desthilatdariyê de ye. Divê sendîka, rêxistinên kedê û tevahiya muxalefetê xwe birêxistin bike û bertek nîşan bide.” 
 
‘DIVÊ HELEWESTEKE HEVPAR HEBE’
 
Nûnerê Rojnameya Bîrgunê yê Egeyê Halîl Ertûnç jî got ku zextên li ser çapemeniya muxalîf di demên dawî de derketine lûtkeyê û ev tişt anî ziman: “Dixwazin ji hêla darayî û darazê ve çapemeniyê bêdeng bikin. Li welatekî demokratîk tiştên wiha nabin. Her ku hilbijartin nêz dibe, êrişên wan jî zêdetir dibin. Bi qanûna sansûrê re dixwazin dengê me bi tevahî qut bikin. Weke çapemeniya muxalîf, li dijî van zextan em bi MA’yê re ne. Em ê li dijî van bûyeran helwesteke hevpar nîşan bidin û binçavkiriyên heyî jî şermezar dikin.” 
 
'STRATEJIYA BÊDENGKIRINA HEMÛ MUXALÎFAN’
 
Rojnameger Încî Hekîmoglû jî 16 rojnamegerên kurd ên di 16’ê hezîranê de li Amedê hatin girtin bi bîr xist û wiha bertek nîşan binçavkirina da: “Demekî kin piştre jî qanûna sansûrê derxistin. Me baş dizanî ku bi vê qanûnê dê zext û destwerdanên polîsan zêdetir bibin. Her wiha me texmîn dikir ku ev zext û zordarî dê ji ewil li çapemeniya kurd bê kirin. Ev geşedan, têkiliya xwe bi pêvajoya hilbijartinê re heye. Dixwazin di vê pêvajoyê de tevahiya muxalefetê bêdeng bikin, bitepisînin û bi destê polîs û dadrazê stratejiyeke berfireh a bêdengkirinê pêş bixin. Ev qanûna sansûrê ne tenê çapemeniyê, tevahiya gel eleqeder dike. Dê êdî nekarin rastiyê bixwînin. Her wiha derheqê Şebnem Korur Fîncanci de ku dixwest îdiayên bikaranîna çekên kîmyewî bên lêkolînkirin, lêpirsîn dan destpêkirin. Dê êdî nehêlin ku rastiya sûcên tên kirin bên weşandin. Heke hemû partî û raya giştî li dijî vê helwesteke hevpar nîşan nedin, em ê yek bi yek biçin.” 
 

Sernavên din

29/10/2022
12:04 Xizmên Windayan qurbaniyên Qetlîama Licê bibîr anîn
12:01 Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê serîhildana gel didome
11:36 MXDŞ’yê bang li Iraqê kir: Xweseriya Şengalê esas bigire
11:15 Li Cizîrê 9 kes hatin binçavkirin
11:09 Çawîşê pispor ku hevjîna xwe birîndar kir hat girtin
11:06 'Tirkiye ji bo bicihkirina Heyet Tehrîr El Şamê zemînê amade dike'
10:36 Li Bêrecûkê êrişa çekdarî: Du kes hatin kuştin
10:31 ‘Bi şahiya li ser cenazeyên aştiya civakî nepêkan e'
09:50 Tumuklu: Bikaranîna kîmyasalê ne îdia ye, rastî ye
09:39 Îdianameya der barê qezaya Dêrikê de hat amadekirin
09:02 ‘Armanca mihrîcanên qeyûm vemalaştina bîra civakî ye'
09:02 ‘Kesên çekên kîmyewî bi kar tînin li ser sûc hatine girtin'
09:01 'Mamoste Qedrî rênîşanderekî mezin bû'
09:01 Li Girtîgeha Xarpêtê cara duyemîn înfaza 3 girtiyan hatiye dirêjkirin
09:00 ROJEVA 29'Ê COTMEHA 2022'YAN
07:40 9 rojnamevan hatin girtin
28/10/2022
23:59 'Jiyan Ji Te Pir Hez Dikim' hat lîstin
22:20 Migirdîç Margosyan hat bibîranîn
20:40 Rojnamevan bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
20:35 Îfadeya rojnamevanan a li dozgeriyê temam bû
19:51 Li Cizîrê pîrozbahiya bi wesayîtên zirxî
17:59 Di doza êrişa li dijî malbata Dedeogûllariyê de kesên girtî hemû hatin berdan
17:28 HDP'ê li Silopiyayê bi jinan re civiya
16:54 ‘Hûn ê nikarin sûcên we li dijî gelê kurd kirine veşêrin’
16:47 Dozgerên ku haya wan ji dosyayê nîne îfadeyên rojnamegeran digirin
16:33 Sê endamên Meclisa Ciwanên HDP’ê hatin berdan
16:23 Şandeya TTB’ê serdana Sefaretxaneya YE’yê kir
16:15 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
16:14 TUAYDER’a Çûkûrovayê: Em ê bibin dengê girtiyan
16:08 Li sê girtiyan 834 lîre cezayê fatûreya 'Tîpa pîşesaziyê' hat birîn!
15:51 Bûldan û Çîçek serdana Aysel Tûglûk kirin
15:43 Rêxistina HDP’a Cizîrê bang li xelkê Cizîrê kir: Beşdarî mihrîcanê nebin
15:32 Qetlîama Roboskî di meha 130’yemîn de ye: Faîl tên parastin
15:31 TTB: Li dijî darbeya li demokrasiyê hatiye dayîn em ê têbikoşin
15:19 Dayikên girtiyan bi destên hev girtin û meşiyan
14:35 Wezareta Karên Hundir operasyona ku 3 roj in didome weke nû hatiye destpêkirin da
14:34 Doza Kobanê: Îdianame li ser daxwaza Tifaqa Cumhur hat amadekirin
14:18 PEN International: Bila rojnamevan demildest bên berdan
13:53 Ji bo tevlibûna 'Meşa Mirovahiyê ya Li Dijî Bikaranîna Çekên Kîmyewî’ bang kirin
13:45 Alinterî: Em li cem Çapemeniya Azad in
12:52 Berxwedana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê mezin dibe
12:51 Li Wanê mirina jinekê ya biguman
12:44 Çalakiya greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Boluyê berdewam e
12:26 Dozger nûçeyên ku rojnamevanan çêkiriye ji wan pirs kir
12:24 Destên rojnamevanan ji pişt ve kelemçekirî birin edliyeyê
12:02 Malbata Şenyaşar: Em ê tarîtiya heyî bi edaletê ronî bikin
11:58 Rojnamegerên girtî: Desthilat dixwaze rojeva kîmyasalê piştguh bike
11:34 Li Mêrsînê 9 kes hatin binçavkirin
11:26 Rojnamevanên di bin çavan de birin Edliyeya Enqereyê
11:12 'Çima dewletên peyman îmzekirine bêdeng dimînin'
11:12 Serdozgeriyê ji bo Fîncanci ji peywirê bê girtin dozname amade kir
11:11 Çawişê pispor hevjîna xwe bi giranî birîndar kir
10:57 'Bikaranîna çekên kîmyewî sûc e, mamoste Şebnem rûmeta me ye’
10:36 Careke din hevdîtina bi Abdullah Ocalan re heya 6 mehan hatiye qedexekirin
10:35 Qeyûma Cizîrê ji bo tevlibûna ‘mîhrîcanê’ ji hemû dibistanan re ferman şand
10:11 Qeyûma Cizîrê ji bo tevlibûna 29’ê Cotmehê ‘ferman’ da hemû xebatkarên cemaweriyê
09:37 Rojnameger Kemal: Artêşa tirk asê bûye
09:30 Di lêpirsîna karesata li Amasrayê de 24 kes hatin binçavkirin
09:02 Tozbey: Dewlet bi awayekî sîstematîk piştgiriyê dide qetilkirina jinan
09:01 Rapora otopsiyê ya Babatê: Bi îşkenceyê hatiye qetilkirin
09:00 Bertaka Dayikên Aştiyê ya ji bo çekên qedexekirî: Bêdeng nemînin
09:00 ROJEVA 27'Ê COTMEHA 2022'YAN
27/10/2022
23:28 Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê didome
20:03 Aysel Tûglûk ji girtîgehê derket
18:51 Li Amedê girtina Fîncanciyê hat şermezarkirin
18:37 Rojnamevanan îfadeya li midûriyeta polîsan red kir
18:28 Fîncanci: Ez pispora tiba edlî me
17:34 Danişîna doza malbata Dedeogûllariyê hat taloqkirin
17:01 HDP’ê xwest ku gotina Erdogan a ’10-15 zarokên wan hene’ bê lêkolînkirin
16:36 Hevserokê HDP’î Huseyîn Uzun hate girtin
16:24 Li dijî bikaranîna çekên kîmyewî li Edeneyê nivîs li dîwaran hatin nivîsandin
16:14 Şebnem Korur Fîncanci hate girtin
16:08 Nobeta Edaletê: Heta ku tecrîd bi dawî dibe em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin
15:59 Odeya Bijîşkan a Stenbolê: Mamoste Şebnem rûmeta me ye
15:40 Çalakvanan li Mahabadê avahiya walîtiyê şewitandin
15:32 Temel: Êrişên li dijî çapemeniya azad, parçeyeke şerê qirêjî ye
15:10 HDP bi siyasetmedarên Rojhilta Navîn re civîya
15:08 Saziyên elewiyan çûn serdana HDP’ê
14:51 Di nava 3 mehan de li girtîgehên Anatoliyaya Navîn 23 girtî hatin qetilkirin
14:46 Polîsan malbatên girtiyan asteng kirin
14:24 ÎHD û OHD: Em ê li dijî binpêkirinan têkoşîna xwe mezintir bikin
14:08 Binçavkirina rojnamevanan li Şirnexê hat protestokirin
13:39 Wêneyên rojnamegeran hat daliqandin: Çapemeniya Azad bêdeng nabe
13:31 OHD'ê ji ber îşkence û astengkirina parêzeran giliya polîsan kir
13:23 Siyasetmadara di Doza Kobanê de tê darizandin piştgirî da Fîncanci
13:13 Di doza ku bi sala ye didome de dîsa mutalaa tê amadekirin
13:11 Doza ‘akademiyê’ ya derbarê 21 kesan de hat taloqkirin
13:04 Parêzera Tûglûk: Em li bendê ne ku di nava yek du saetan de were berdan
13:03 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê û girtîgehê dan
13:00 Li Êlihê sê endamên Meclisa Ciwanan a HDP’ê hatin binçavkirin
12:49 Rapora ATK’ê ya Tugluk gihişt ber destê rêveberiya girtîgehê
12:48 Fîncanci bi daxwaza girtinê sewqî dadgeriyê hat kirin
12:47 Rojnameger 15 saetan kelemçekirî man û hatin îşkencekirin
12:47 Malbata Şenyaşar: Daxwaza me edaleta ku ji her kesê re hewce ye
12:46 Malbatên girtiyan: Diz û xerab tên berdan lê girtiyên me nayên berdan
12:29 Dozên 4 rojnamegeran hatin taloqkirin
12:11 Binçavkirina rojnamevanan di çapemeniya Swêdê de ye
12:09 Tevî biryara DMME’yê jî doza Beştaş domiya
11:56 Li dijî ‘qedexeya çalakiyan’ a li Rihayê doza betalkirinê hat vekirin
11:55 Girtiyan bertek nîşanî kîmyasalê dan: Em ê bêdeng nemînin