Ev 19 meh in ji Abdullah Ocalan agahî nayên girtin: 284 serlêdan bêbersiv hatin hiştin

  • rojane
  • 10:42 25 Cotmeh 2022
  • |
img
STENBOL - Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Îmraliyê tê ragirtin ev 19 meh in tu agahî nayên girtin. Parêzerên Buroya Hiqûqa Sedsalê ji bo hevdîtinê heta niha 284 serlêdan kirine lê tevek jî bêbersiv hatine hiştin. 
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin, di encama komployeke navneteweyî de, di 15’ê Sibata sala 1999’an de radestî dewleta tirk hat kirin û ji wê rojê heta niha di bin tecrîdeke giran de tê ragirtin. Ev bû 19 meh ku bi tu awayî agahî ji Ocalan nayên girtin. Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ku parêzertiya Ocalan dike, herî dawî di 7’ê tebaxa sala 2019’an de bi miwekîlê xwe re hevdîtin kir. Bi mezinbûna fikarên derheqê tenduristî û ewlehiya Ocalan, malbata wî di 25’ê adara 2021’an de li ser telefonê pê re axivî bû. Hevdîtina ku dihat qutkirin,  4 deqeyan dom kir û ji wê rojê ve jî tu agahî ji Ocalan nayên girtin. 
 
OCALAN: WERIN EM PIRSGIRÊKA KURD ÇARESER BIKIN
 
Tevî israra şer a desthilatdariyê ya di polîtîkaya şer de jî Abdullah Ocalan di hevdîtina dawî ya bi parêzerên xwe re de peyama; “Ez ji bo çareserkirina pirgirêka kurd amade me” da. Ocalan, da zanîn ku polîtîkaya tecrîda girankirî ya li ser wî tê meşandin, girêdana xwe bi polîtîkayên şer re heye. Her wiha Ocalan diyar kir ku ji ber polîtîkayên şer ku zêdetirî 40 sal in berdewam dikin, hem ji hêla mirovî ve û hem jî ji hêla siyasî û aborî ve windahiyên mezin çêbûne. Ocalan, destnîşan kir ku mîna di serdema Turgut Ozal de, di dema niha de jî hewldanên wan ên ji bo çareseriyeke demokratîk hatine sabotekirin û ev tişt anî ziman: “Tevî vê yekê jî em di xeta aştiyê de biisrar in. Hewl didim ji bo kurdan cih veqetînim. Werin em pirsgirêka kurd çareser bikin. Ez dibêjim ku dikarim di nava hefteyekê de rewş û îxtîmala şer ji holê rakim. Ez ê çareser bikim. Ji xwe bawerim. Ji bo çareseriyê amade me. Lê belê divê dewlet û aqilê dewletê jî tişta pêwîst bike.” 
 
OCALAN: DEWLET XELET DILÎZE
 
Abdullah Ocalan, di hevdîtina li ser telefonê ya bi birayê xwe Mehmet Ocalan de jî wiha bertekê nîşanî bêhiqûqiya li hemberî wî tê kirin dide: “Tişta ku hûn dikin gelek xelete. Hem dewlet û hem jî hûn xelet dilîzin. Ev yek hiqûqî nîne, rast nîne. Ev yek teqez nayê qebûlkirin. Ev yek di heman demê de pir talûke ye. Gelo hûn di ferqê de ne bê ka çi dikin? Ez dixwazim ku parêzerên min bên vê derê û bi min re hevdîtin bikin. Ev yek, tiştekî hiqûqî ye. Ev 22 sal in ez li vê derê me. Ev pirsgirêk dê di pêşerojê de çawa be? Ev pirsgirêk dikare tenê bi rêyên hiqûqê bê çareserkirin. Çima nayên vê derê? Heke hevdîtin çêbibin jî divê bi parêzeran re bibe. Ji ber ku ev rewş hem siyasî û hem jî hiqûqî ye.” 
 
284 SERLÊDAN
 
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê piştî hevdîtina li ser telefonê ku dihat qutkirin, ji bo hevdîtina bi Ocalan re gelek caran serlêdan kirin. Parêzeran hem li ser navê xwe û hem jî li ser navê malbatan serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Lijneya Girtîgeha Îmraliyê dan. Ji hevdîtina dawî heta niha parêzeran 203 û malbat û vasiyên Ocalan jî 71 serlêdan kirine. Lê belê heta niha jî ji tu serlêdanan encamek nehatiye bidestxistin. 
 
CEZAYÊN DISIPLÎNÊ
 
Her wiha di vê pêvajoyê de ji bo ku Ocalan û girtiyên din bikarin bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtina rû bi rû bikin, ji bo Dadgeriya Înfazkirina Ceza ya Bursayê serlêdana “hevdîtina lezgîn” kirin. Serokatiya Lijneya Disiplînê ya Îmraliyê, cezayên disiplînê yên 3 meh û 6 mehan ên hevdîtina bi parêzeran re weke hincet nîşan da û serlêdan red kir. Parêzeran, têkildarî cezayên disiplînê yên Lijneya Displînê, îcar li Dadgeha Cezayên Giran a Bursayê îtîraz kir. Dadgehê jî bi hinceta “Dadgeheriya Înfazê biryareke li derveyî usûl û derqanûnî nedaye”, ev îtîraz red kir. 
 
CEZA BIRIN AYM’Ê 
 
Parêzeran piştî biryara redkirinê ya dadgeriyê vê carê jî di 12’ê gulanê de bi sedema ku hevdîtinên bi malbatan re bi cezayên disiplînê yên “derhiqûqî” tên astengkirin, serî li Dadgeha Makeqanûnê (AYM) da. Parêzeran di serlêdana xwe ya ji bo AYM’ê de bal kişandin ser rewşa agahînegirtina mutleq ku “incommunicado” jê re tê gotin. Parêzeran, diyar kirin ku agahînegirtin îşkence ye û xwestin ku were tespîtkirin ku mafên jiyana taybet û ya malbatê, parastin, darizandina adilane û mafê serlêdana bibandor hatine binpêkirin. 
 
AYM’Ê SERLÊDAN RED KIR
 
AYM’ê, serlêdana parêzeran ku di 12’ê çileyê de kiribûn bi van îdiayan red kir: “Dema agahiyên di dosyaya serlêdanê de û agahî û belgeyên ji hêla Lijjneya Înfazkirina Ceza ve ji Dadgeha Makeqanûnê re hatine şandin bi hev re tên nirxandin, aşkere dibe ku serlêdêr xwedî derfetên xizmetên tenduristiyê ne, ji bo hevdîtinên bi malbat û parêzeran re sînor hatiye dayîn û xuya bûye ku tu agahî yan jî nûveyeke ku xetereyeke cidî li ser jiyana wan hebe nîne. Di çarçoveya fiqreya bi hejmar 2 ya xala 73’emîn a Rêznameya Hundirîn, biryar hat dayîn ku hewce nake daxuyanî ji beşê re bê şandin.” 
 
775 HIQÛQNASAN ÎMZE DAN
 
Rewşa agahînegirtina ji Ocalan û girtiyên din, rêxistinên hiqûqê jî xistin nava liv û tevgerê. Parêzerên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) jî di nav de, rêxistinên hiqûqê bi mebesta hevdîtina bi Ocalan re kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin. 775 hiqûqnasên ku endamên 29 baroyên cuda bûn, ji bo hevdîtina bi Ocalan re îmze dan û di navbera 10-17’ê hezîranê de serî li Wezareta Dadê dan. Lê belê wezaretê serlêdana parêzeran nebersivand. 
 
JI 22 WELATAN 350 PARÊZERAN SERLÊDAN KIR
 
Parêzerên li Ewropa û Rojhilata navîn jî bi daxwaza hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serî li Wezareta Dadê dan. Li seranserî cîhanê ji 22 welatan bi giştî 350 parêzeran bi mebesta hevdîtina bi Ocalan re di 14’ê îlonê de serî li Wezareta Dadê dan. Parêzeran, da zanîn ku ev nêzî saleke agahî ji Îmraliyê nayê girtin, bi vê yekê re tecrîd hatiye girankirin û ji hêla pêşîlêgirtina îşkenceyê jî di qada navneteweyî de binpêkirin heye. Di vê çarçoveyê de jî parêzeran heman serlêdan ji bo Yekitiya Baroyên Ewropayê û rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî kirin. Parêzeran, serlêdana xwe li Paytexta Belçîkayê Burkselê li Kuluba Çapemeniya Ewropayê bi daxuyaniyekê ragihandin. 
 
BAL KIŞANDIN SER TÊKOŞÎNÊ
 
Piştre jî ji Fas, Filistin, Herêma Federal a Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Iraq, Lubnan, Misr, Sûriye û Urdunê bi giştî 756 parêzer ji bo hevdîtinê ketin nava liv û tevgerê. Parêzeran, diyar kir ku Ocalan û girtiyên din di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de tên ragirtin û wiha gotin: “Em, ji bo parastina mafên birêz Ocalan û girtiyên din dikevin nava liv û tevgerê.” Parêzeran di heman demê de diyar kirin ku dê ji bo azadiya fîzîkî ya Ocalan û girtiyên têbikoşin. 
 
JI SÛRIYEYÊ 691 PARÊZER
 
Ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Tartûs, Heleb, Hûms û Laziqiyê jî 691 parêzeran di 19’ê îlonê de li pêşiya avahiya Meclisa Edaleta Civakî ya li Qamişloyê hatin ba hev û bertek nîşanî tecrîdê dan. Parêzeran, da zanîn ji Wezareta Dadaê re name şandine û xwestine ku tecrîd bi dawî bibe. 
 
MA / Ergîn Çaglar
 

Sernavên din

29/10/2022
12:04 Xizmên Windayan qurbaniyên Qetlîama Licê bibîr anîn
12:01 Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê serîhildana gel didome
11:36 MXDŞ’yê bang li Iraqê kir: Xweseriya Şengalê esas bigire
11:15 Li Cizîrê 9 kes hatin binçavkirin
11:09 Çawîşê pispor ku hevjîna xwe birîndar kir hat girtin
11:06 'Tirkiye ji bo bicihkirina Heyet Tehrîr El Şamê zemînê amade dike'
10:36 Li Bêrecûkê êrişa çekdarî: Du kes hatin kuştin
10:31 ‘Bi şahiya li ser cenazeyên aştiya civakî nepêkan e'
09:50 Tumuklu: Bikaranîna kîmyasalê ne îdia ye, rastî ye
09:39 Îdianameya der barê qezaya Dêrikê de hat amadekirin
09:02 ‘Armanca mihrîcanên qeyûm vemalaştina bîra civakî ye'
09:02 ‘Kesên çekên kîmyewî bi kar tînin li ser sûc hatine girtin'
09:01 'Mamoste Qedrî rênîşanderekî mezin bû'
09:01 Li Girtîgeha Xarpêtê cara duyemîn înfaza 3 girtiyan hatiye dirêjkirin
09:00 ROJEVA 29'Ê COTMEHA 2022'YAN
07:40 9 rojnamevan hatin girtin
28/10/2022
23:59 'Jiyan Ji Te Pir Hez Dikim' hat lîstin
22:20 Migirdîç Margosyan hat bibîranîn
20:40 Rojnamevan bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
20:35 Îfadeya rojnamevanan a li dozgeriyê temam bû
19:51 Li Cizîrê pîrozbahiya bi wesayîtên zirxî
17:59 Di doza êrişa li dijî malbata Dedeogûllariyê de kesên girtî hemû hatin berdan
17:28 HDP'ê li Silopiyayê bi jinan re civiya
16:54 ‘Hûn ê nikarin sûcên we li dijî gelê kurd kirine veşêrin’
16:47 Dozgerên ku haya wan ji dosyayê nîne îfadeyên rojnamegeran digirin
16:33 Sê endamên Meclisa Ciwanên HDP’ê hatin berdan
16:23 Şandeya TTB’ê serdana Sefaretxaneya YE’yê kir
16:15 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
16:14 TUAYDER’a Çûkûrovayê: Em ê bibin dengê girtiyan
16:08 Li sê girtiyan 834 lîre cezayê fatûreya 'Tîpa pîşesaziyê' hat birîn!
15:51 Bûldan û Çîçek serdana Aysel Tûglûk kirin
15:43 Rêxistina HDP’a Cizîrê bang li xelkê Cizîrê kir: Beşdarî mihrîcanê nebin
15:32 Qetlîama Roboskî di meha 130’yemîn de ye: Faîl tên parastin
15:31 TTB: Li dijî darbeya li demokrasiyê hatiye dayîn em ê têbikoşin
15:19 Dayikên girtiyan bi destên hev girtin û meşiyan
14:35 Wezareta Karên Hundir operasyona ku 3 roj in didome weke nû hatiye destpêkirin da
14:34 Doza Kobanê: Îdianame li ser daxwaza Tifaqa Cumhur hat amadekirin
14:18 PEN International: Bila rojnamevan demildest bên berdan
13:53 Ji bo tevlibûna 'Meşa Mirovahiyê ya Li Dijî Bikaranîna Çekên Kîmyewî’ bang kirin
13:45 Alinterî: Em li cem Çapemeniya Azad in
12:52 Berxwedana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê mezin dibe
12:51 Li Wanê mirina jinekê ya biguman
12:44 Çalakiya greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Boluyê berdewam e
12:26 Dozger nûçeyên ku rojnamevanan çêkiriye ji wan pirs kir
12:24 Destên rojnamevanan ji pişt ve kelemçekirî birin edliyeyê
12:02 Malbata Şenyaşar: Em ê tarîtiya heyî bi edaletê ronî bikin
11:58 Rojnamegerên girtî: Desthilat dixwaze rojeva kîmyasalê piştguh bike
11:34 Li Mêrsînê 9 kes hatin binçavkirin
11:26 Rojnamevanên di bin çavan de birin Edliyeya Enqereyê
11:12 'Çima dewletên peyman îmzekirine bêdeng dimînin'
11:12 Serdozgeriyê ji bo Fîncanci ji peywirê bê girtin dozname amade kir
11:11 Çawişê pispor hevjîna xwe bi giranî birîndar kir
10:57 'Bikaranîna çekên kîmyewî sûc e, mamoste Şebnem rûmeta me ye’
10:36 Careke din hevdîtina bi Abdullah Ocalan re heya 6 mehan hatiye qedexekirin
10:35 Qeyûma Cizîrê ji bo tevlibûna ‘mîhrîcanê’ ji hemû dibistanan re ferman şand
10:11 Qeyûma Cizîrê ji bo tevlibûna 29’ê Cotmehê ‘ferman’ da hemû xebatkarên cemaweriyê
09:37 Rojnameger Kemal: Artêşa tirk asê bûye
09:30 Di lêpirsîna karesata li Amasrayê de 24 kes hatin binçavkirin
09:02 Tozbey: Dewlet bi awayekî sîstematîk piştgiriyê dide qetilkirina jinan
09:01 Rapora otopsiyê ya Babatê: Bi îşkenceyê hatiye qetilkirin
09:00 Bertaka Dayikên Aştiyê ya ji bo çekên qedexekirî: Bêdeng nemînin
09:00 ROJEVA 27'Ê COTMEHA 2022'YAN
27/10/2022
23:28 Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê didome
20:03 Aysel Tûglûk ji girtîgehê derket
18:51 Li Amedê girtina Fîncanciyê hat şermezarkirin
18:37 Rojnamevanan îfadeya li midûriyeta polîsan red kir
18:28 Fîncanci: Ez pispora tiba edlî me
17:34 Danişîna doza malbata Dedeogûllariyê hat taloqkirin
17:01 HDP’ê xwest ku gotina Erdogan a ’10-15 zarokên wan hene’ bê lêkolînkirin
16:36 Hevserokê HDP’î Huseyîn Uzun hate girtin
16:24 Li dijî bikaranîna çekên kîmyewî li Edeneyê nivîs li dîwaran hatin nivîsandin
16:14 Şebnem Korur Fîncanci hate girtin
16:08 Nobeta Edaletê: Heta ku tecrîd bi dawî dibe em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin
15:59 Odeya Bijîşkan a Stenbolê: Mamoste Şebnem rûmeta me ye
15:40 Çalakvanan li Mahabadê avahiya walîtiyê şewitandin
15:32 Temel: Êrişên li dijî çapemeniya azad, parçeyeke şerê qirêjî ye
15:10 HDP bi siyasetmedarên Rojhilta Navîn re civîya
15:08 Saziyên elewiyan çûn serdana HDP’ê
14:51 Di nava 3 mehan de li girtîgehên Anatoliyaya Navîn 23 girtî hatin qetilkirin
14:46 Polîsan malbatên girtiyan asteng kirin
14:24 ÎHD û OHD: Em ê li dijî binpêkirinan têkoşîna xwe mezintir bikin
14:08 Binçavkirina rojnamevanan li Şirnexê hat protestokirin
13:39 Wêneyên rojnamegeran hat daliqandin: Çapemeniya Azad bêdeng nabe
13:31 OHD'ê ji ber îşkence û astengkirina parêzeran giliya polîsan kir
13:23 Siyasetmadara di Doza Kobanê de tê darizandin piştgirî da Fîncanci
13:13 Di doza ku bi sala ye didome de dîsa mutalaa tê amadekirin
13:11 Doza ‘akademiyê’ ya derbarê 21 kesan de hat taloqkirin
13:04 Parêzera Tûglûk: Em li bendê ne ku di nava yek du saetan de were berdan
13:03 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê û girtîgehê dan
13:00 Li Êlihê sê endamên Meclisa Ciwanan a HDP’ê hatin binçavkirin
12:49 Rapora ATK’ê ya Tugluk gihişt ber destê rêveberiya girtîgehê
12:48 Fîncanci bi daxwaza girtinê sewqî dadgeriyê hat kirin
12:47 Rojnameger 15 saetan kelemçekirî man û hatin îşkencekirin
12:47 Malbata Şenyaşar: Daxwaza me edaleta ku ji her kesê re hewce ye
12:46 Malbatên girtiyan: Diz û xerab tên berdan lê girtiyên me nayên berdan
12:29 Dozên 4 rojnamegeran hatin taloqkirin
12:11 Binçavkirina rojnamevanan di çapemeniya Swêdê de ye
12:09 Tevî biryara DMME’yê jî doza Beştaş domiya
11:56 Li dijî ‘qedexeya çalakiyan’ a li Rihayê doza betalkirinê hat vekirin
11:55 Girtiyan bertek nîşanî kîmyasalê dan: Em ê bêdeng nemînin