Dîrokzan Ûlûgana: Li dijî kurdan 'rejîma qirkirinê' tê pêkanîn

  • rojane
  • 09:36 25 Cotmeh 2022
  • |
img
WAN - Dîrokzan Sedat Ûlûgana bikaranîna çekên kîmyewî yên ji aliyê Tirkiyeyê ve wekî "rejîma qirkirinê" pnase kir û wiha got: "Heke tevgera azadiyê ya kurd bê tasfiyekirin, bawer bikin, dê tenê rojekê jî mafê jiyanê nedin kurdan.”
 
Êrişên Tirkiyeyê yên li herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê yên li Başûrê Kurdistanê ji 17'ê Nîsanê ve didomin. HPG'ê ragihandibû ku Tirkiye ji 17'ê Nîsanê heya niha herî kêm 2 hezar û 476 caran çekên kîmyewî û bombeyên qedexekirî bi kar anîne û ji ber vê 44 HPG'î jiyana xweji dest dane. Her wiha dîmenên 2 gerîlayên bandor ji çekên kîmyewî girtibûn jî hatibûn belavkirin. Ev yek bûye cihê bertekên mezin. 
 
Têkildarî mijarê dîrokzan Sedat Ûlûgana ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. Ûlûgana bilêv kir ku bikaranîna çekên kîmyewî di Komkujiya Zîlanê de dest pê kiriye. 
 
ÇEKÊN KÎMYEWÎ CARA EWIL LI ZÎLANÊ HATINE BIKARANÎN
 
Ûlûgana da zanîn ku Tirkiyeyê cara ewil li di sala 1930'yî di Komkujiya Zîlanê de li hemberî kurdan çekên kîmyewî bi kar anîne û wiha got: “Talîmnameyeke cendirmeyan heye, di sala 1933'yan de hatiye weşandin. Ev talîmname wekî pirtûka dersê ya cendirmeyan hatiye çapkirin. Nivîskarên ku ev pirtûk nivîsandine û yên ku van dersan didin, ji azmûnên berê sûd wergirtine û hewl dane naverokê dewlemendtir bikin. Mesela xaline wiha hene; 'Me di bûyera Zîlanê de gava li dijî şaqiyan şer dikir, me ev rêbaz bi kar anîn.' Di talîmnameyê de tê gotin ku 'Eşqiyayên ketine şikeftan divê hûn wan teslîm bigirin an jî ji bo kuştina wan divê hûn gaz û dûmanê bera şikeftan bidin. An wê teslîm bidin an jî bifetisin. Gava we ev kir divê hûn baldar bin ku deriyekî din ê şikeftê tune be.' Û tê gotin ku 'di rojên dawî de eşqiya di şikeftan de kulekan vedikin.' Em niha vê yekê fêm dikin ku di Komkujiya Zîlanê de, di wan şikeftan de ev gaz bi kar anîne. Em baş dizanin ku bombeyên agir û fosforê bi kar anîne. Jixwe wê demê Cumhuriyetê ev yek kiriye manşet. Yanî bombeyên agir, ango çekên komkujiyê bi kar anîne. Tiştekî din jî ev e; şahidên wê serdemê dibêjin 'ji bo tunekirina cenazeyan hin derman dihatin bikaranîn. Cenaze dişewitandin, lê gelek cenaze hebûn. Di destên wan de bi kûpan derman hebûn. Pêşî ew derman dikirin. Carinan hewce nedikir wan bişewitînin jî. Piştî wan dermanen cenaze bi xwe dihelin.' Di Komkujiya Zîlanê de bi hezaran cenaze tune kirine."
 
JI ZÎLANÊ BER BI DERSIMÊ
 
Ûlûgana anî ziman ku Komkujiya Zîlanê qada perwerde û prpfesyonelbûnê ya artêşa tirkî bûye û wiha got: “Di sala 1933’yan de pirtûkeke bi navê lêgerîna şikeftan diweşînin. Cendirmeyên wê rojê tûgayên komando yên îro ne. Dema ku ev dersê didin cendirmeyan, pratîkên li Zîlanê esas digirin. Ji ber ku 6 sal bi şûnde Komkujiya Dêrsimê pêk tê. Yanî, em dikarin bibêjin ku rêbazên komkujiya li Zîlanê ji bo dewleta tirkan metodek e. Êdî dizanin ku dê amûrên qirkirina girseyî çawa bi kar bînin. Di vî warî de li xwe mikur tên ku wan li Zîlanê gaz bi kar aniye û şahidên wê jî hene. Paşê Seddam Husên jî li Helebçeyê li dijî kurdan çekên kîmyewî bi kar tîne." 
 
‘ME EW WEKÎ MIŞKAN JEHRÎ KIRIN'
 
Ûlûgana diyar kir ku bikaranîna çekên kîmyewî, ji aliyê Tirkiyeyê ve, di dema Komkujiya Dêrsimê de eşkere bûye û wiha got: “Di nameyên wê serdemê de gaza jehrî ji Almanya û welatên Yekîtiya Ewropayê yên îro stendine. Wan gazên jehrî li vir bi kar anîn. Îhsan Çaglayangil Midûrê Giştî yê Emniyetê yê wê serdemê ye, yanî Midûrê Giştî yê Midûriyeta Polîsan a niha. Ev di bîranînên Çaglayangil de derbas dibin. Yê ku li ser Komkujiya Dêrsimê bi Çaglayangil re hevpeyvîn kiriye jî Kemal Kiliçdaroglû ye. Çaglayangil di hevpeyvînê de dibêje; Dibêje, 'Me gelê Dêrsimê wekî mişkên li çiyê jehrî kir. Me ew bi gazên jehrî jehrî kir.'"
 
LI DIJÎ BÊDENGIYÊ HELWESTA GELAN
 
Ûlûgana ku bikaranîna çekên kîmyewî ku Tirkiyeyê li Zap, Metîna û Avaşînê wan bi kar tîne, wekî "rejîmeke qirkirinê" bi nav kir û wiha got: "Dema em li kodên qirkirinê dinêrin, em dibînin ku rejîma Tirkiyeyê bi tevahî li gorî vê yekê tevdigere. Ev rejîm rejîmeke wisa ye ku dikare gelek tiştên bi vî rengî bike. Dema em li dewlet û saziyên navneteweyî dinêrin, em têdigihîjin ku ev pir çêkirî ne. Ev sazî li dijî bikaranîna çekên kîmyewî tên berhêlîkirin. Li vir dema ku dewletek endamê NATO’yê yan jî dewletên ku bi NATO’yê re têkiliyên wan baş in, van çekên kîmyewî bikar bînin, dengê xwe dernaxin. Vê li dijî hev wekî aparateke siyasî bikar tînin. Di vî warî de ne pir samîmî ne û pirsgirêkek wan tune. Ger dewletên YE'yê bi vî awayî berdewam bikin, dê di pêşerojê de bibin sedema şerekî mezin ê nukleerî yê kîmyayî. Ev tê wê wateyê ku dewletên kapîtalîst ji Şerê Cîhanê yê Duyemîn ders negirtine. Di vî warî de kurdan wekî eşîreke çiyayî ya li Rojhilata Navîn û wekî belaya hevbendê wan Tirkiyeyê dihesibînin. Dema mirov li siyaseta dewletên Ewropayê dinêre, mirov dikare van nuansan bibîne. Ji ber vê yekê, ji dewletên Ewropî hêvîkirina tiştekî însanî, dê mirovan ber bi xefletê ve bibe. Di vî warî de hevgirtina mafan û mezinkirina têkoşîna civakî gelekî girîngtir e. Bi rastî jî ev yek nîşan dide ku têgeha dewletê tiştekî çi qas tirsnak e. Em dibînin ku mantiqa dewletbûnê çi qasî jiyana mirovan û gelan davêje ser sergo. Di vê çarçoveyê de bawer bikin ger 100 hezar kurd jî bên kuştin, dê tu fikar li YE'yê peyda nebin." 
 
‘TIRKIYE LI DIJÎ KURDAN ÇEKAN HILDIBERÎNE'
 
Ûlûgana destnîşan kir ku bi pêşketina zanist û teknolojiyê re hilberîndina çekên kîmyewî êdî pir hêsan bûye û Tirkiye êdî dikare çekên kîmyewî hilberîne û wiha got: “Tirkiye niha piraniya van çekên ku bikar tîne ew bi xwe hildiberîne. Dibe ku hin malzemeyên xwe bibandor ji hin şîrketin Yekîtiya Ewropî dikire, lê ew bixwe hildiberînin. Helbet ew ê van çekên bi kar tîne li dijî kurdan bi kar bîne, ne li dijî Yewnanîstan û çeteyên cîhadîst ên li Sûriyeyê. Tirkiye ev 40 sal in bi tevgera kurdan re şer dike. Tecrûbeya wê ya şer a 40 salên dawî, hemû li qada kurdan bi tevgera kurdan re ye. Ji ber vê yekê hemû çekên ku çêdike û pêşdixe li dijî kurdan bi kar tîne. Lewma gava mirov li vê rejîma qirkirinê binêre, ger ji destê wê bê dê kurdan bi temamî qir bike." 
 
QIRKIRIN Û APARATÊN WÊ
 
Ûlûgana destnîşan kir ku Tirkiye hewl dide kurdan qir bike û bikaranîna çekên kîmyewî, koçberkirina ciwanên kurd a ber bi Ewropayê ve, zêdekirina girtîgehên bi ewlekariya bilind, operasyonên qirkirina siyasî, dîkekirina kurdan û kampanyayên lîncê pratîka qirkirinê ya dewletê ye. Ûlûgana wiha dewam kir: “Piştî şerên bajaran, hikûmeta MHP-AKP’ê got, ‘Gelo em dikarin 300 hezar kurdên xwedî daxwazên polîtîk bihelînin?' Paşê dîtin ku ev yek zêde ne mumkin e û bi awayekî eşkere qirkirineke fîzîkî ne hêsan e, vê carê berê xwe dan tevdîrine din. Tevahiya pêkanînên li jor hatine gotin, aparatên qirkirinê ne. Ji xeynî van SADAT, komên cîhadîst, El Qaîde û DAÎŞ, Soylu û baronên wî Abdullah Çatli û Mehmet Agar jî li dijî kurdan tên bikaranîn. Ev komên mafya û cîhadî hêleke din a jenosîdê ne."
 
‘PDK APARATA TIRKIYEYÊ YE'
 
Ûlûgana bal kişand ser rola PDK'ê ya di êrişên Tirkiyeyê yên li Zap, Avaşîn û Metînayê de jî û wiha got: PDK, ji bo Tirkiyeyê li Başûrê Kurdistanê aparatek e. Ev êdî tê zanîn. Tirkiye bi awayekî defakto PDK li wir dihêle û di warê navdewletî de jî rihetiyekê ji xwe re çêdike. Tirkiye dibêje 'Nav Kurdistan e, lê ew der aydê min e.' Îro gundiyekî ji gundekî Zaxoyê gave biçe baxçeyê xwe av bide, divê ne ji Waliyê Zaxoyê, ji MÎT'ê destûr bigire. Yanî tu xemeke PDK'ê ya ji bo kurd û Kurdistanê tune ye. Probelemek wan a bi vî rengî jî tune ye. Bi zorê vê mîsyonê li PDK'ê bar dikin. PDK, wekî Tevgera Azadiyê nêzî kurdan nabe. Ew perçekar e. Gava mirov di vî warî de lê mêze bike mirov nikare behsa pêkhateyeke yekpare bike. Tişta ecêb jî, Seddam bi kîmyasalê êriş biriye ser wan." 
 
 ‘DIVÊ BI AWAYEKÎ XURT BÊN TEŞHÎRKIRIN'
 
Ûlûgana anî ziman ku kurdan gelek derdor bi bikaranîna çekên kîmyewî hesandiye û wiha got: “Ji ber vê dewlet mecbûr ma daxuyaniyê bide. Di vir da tişta hinekî bêtalih jî, daxuyaniya OPCW'yê bû ku got, 'Ji bo em karibin lêkolînê bikin, divê dewlet serlêdanê bikin.' Divê gelê kurd û dînamîkên wê bikaranîna çekên kîmyewî pûç bikin. Di vî warî de berpirsiyarî dikeve ser milê hemû kurdan. Lazim e ku çalakî bên xurtkirin û ev yek bê teşhîrkirin. Heya em wê teşhîr nekin û li ber ranebin, dê bikaranîna çekên kîmyewî bidomînin. Di vî warî de kêmasiya me jî heye; ji lew re berê jî bi kar anîn. Eger ji wê demê heya niha li dijî bikaranîna çekên kîmyewî çalakî bihatana kirin û hewldan hebûna, niha dê wiha bi hêsanî nikaribûna bi kar bianiyana. Lewma ez wiha difikirim ku ev kêmasiya me hemûyan e."
 
Ûlûgana di dawiyê de wiha got: “Dîroka sed salî ya kurdan gelek tiştan ji me re dibêje. Dema ku di sala 1925'an de Şêx Seîd û Xalid Begê Cibrî hatin darvekirin, hinek serokeşîr û şêxan destên xwe di hev dan û gotin, 'ew tên tasfiyekirin, roj ji bo me hiltê.' Lê heman dewleta ku Şêx Seîd û Xalid Begê bi dar ve kir, gotin di cî de be ew kirin polekî sor. Gelek ji wan bi aweyekî heqîr qetil kirin. Yek ji wan Cemîlê Çeto bû. Paşê Şêxên Arwasê. Dewletê tu carî negot ev 'bi dewletê re ne û em dest nedin wan.' Mebesta min ev e: Ger tevgera azadiyê ya kurd bê tasfiyekirin, bawer bikin, dê tenê rojekê jî mafê jiyanê nedin kurdan.”
 
MA / Cengîz Ozbasar
 

Sernavên din

29/10/2022
12:04 Xizmên Windayan qurbaniyên Qetlîama Licê bibîr anîn
12:01 Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê serîhildana gel didome
11:36 MXDŞ’yê bang li Iraqê kir: Xweseriya Şengalê esas bigire
11:15 Li Cizîrê 9 kes hatin binçavkirin
11:09 Çawîşê pispor ku hevjîna xwe birîndar kir hat girtin
11:06 'Tirkiye ji bo bicihkirina Heyet Tehrîr El Şamê zemînê amade dike'
10:36 Li Bêrecûkê êrişa çekdarî: Du kes hatin kuştin
10:31 ‘Bi şahiya li ser cenazeyên aştiya civakî nepêkan e'
09:50 Tumuklu: Bikaranîna kîmyasalê ne îdia ye, rastî ye
09:39 Îdianameya der barê qezaya Dêrikê de hat amadekirin
09:02 ‘Armanca mihrîcanên qeyûm vemalaştina bîra civakî ye'
09:02 ‘Kesên çekên kîmyewî bi kar tînin li ser sûc hatine girtin'
09:01 'Mamoste Qedrî rênîşanderekî mezin bû'
09:01 Li Girtîgeha Xarpêtê cara duyemîn înfaza 3 girtiyan hatiye dirêjkirin
09:00 ROJEVA 29'Ê COTMEHA 2022'YAN
07:40 9 rojnamevan hatin girtin
28/10/2022
23:59 'Jiyan Ji Te Pir Hez Dikim' hat lîstin
22:20 Migirdîç Margosyan hat bibîranîn
20:40 Rojnamevan bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
20:35 Îfadeya rojnamevanan a li dozgeriyê temam bû
19:51 Li Cizîrê pîrozbahiya bi wesayîtên zirxî
17:59 Di doza êrişa li dijî malbata Dedeogûllariyê de kesên girtî hemû hatin berdan
17:28 HDP'ê li Silopiyayê bi jinan re civiya
16:54 ‘Hûn ê nikarin sûcên we li dijî gelê kurd kirine veşêrin’
16:47 Dozgerên ku haya wan ji dosyayê nîne îfadeyên rojnamegeran digirin
16:33 Sê endamên Meclisa Ciwanên HDP’ê hatin berdan
16:23 Şandeya TTB’ê serdana Sefaretxaneya YE’yê kir
16:15 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
16:14 TUAYDER’a Çûkûrovayê: Em ê bibin dengê girtiyan
16:08 Li sê girtiyan 834 lîre cezayê fatûreya 'Tîpa pîşesaziyê' hat birîn!
15:51 Bûldan û Çîçek serdana Aysel Tûglûk kirin
15:43 Rêxistina HDP’a Cizîrê bang li xelkê Cizîrê kir: Beşdarî mihrîcanê nebin
15:32 Qetlîama Roboskî di meha 130’yemîn de ye: Faîl tên parastin
15:31 TTB: Li dijî darbeya li demokrasiyê hatiye dayîn em ê têbikoşin
15:19 Dayikên girtiyan bi destên hev girtin û meşiyan
14:35 Wezareta Karên Hundir operasyona ku 3 roj in didome weke nû hatiye destpêkirin da
14:34 Doza Kobanê: Îdianame li ser daxwaza Tifaqa Cumhur hat amadekirin
14:18 PEN International: Bila rojnamevan demildest bên berdan
13:53 Ji bo tevlibûna 'Meşa Mirovahiyê ya Li Dijî Bikaranîna Çekên Kîmyewî’ bang kirin
13:45 Alinterî: Em li cem Çapemeniya Azad in
12:52 Berxwedana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê mezin dibe
12:51 Li Wanê mirina jinekê ya biguman
12:44 Çalakiya greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Boluyê berdewam e
12:26 Dozger nûçeyên ku rojnamevanan çêkiriye ji wan pirs kir
12:24 Destên rojnamevanan ji pişt ve kelemçekirî birin edliyeyê
12:02 Malbata Şenyaşar: Em ê tarîtiya heyî bi edaletê ronî bikin
11:58 Rojnamegerên girtî: Desthilat dixwaze rojeva kîmyasalê piştguh bike
11:34 Li Mêrsînê 9 kes hatin binçavkirin
11:26 Rojnamevanên di bin çavan de birin Edliyeya Enqereyê
11:12 'Çima dewletên peyman îmzekirine bêdeng dimînin'
11:12 Serdozgeriyê ji bo Fîncanci ji peywirê bê girtin dozname amade kir
11:11 Çawişê pispor hevjîna xwe bi giranî birîndar kir
10:57 'Bikaranîna çekên kîmyewî sûc e, mamoste Şebnem rûmeta me ye’
10:36 Careke din hevdîtina bi Abdullah Ocalan re heya 6 mehan hatiye qedexekirin
10:35 Qeyûma Cizîrê ji bo tevlibûna ‘mîhrîcanê’ ji hemû dibistanan re ferman şand
10:11 Qeyûma Cizîrê ji bo tevlibûna 29’ê Cotmehê ‘ferman’ da hemû xebatkarên cemaweriyê
09:37 Rojnameger Kemal: Artêşa tirk asê bûye
09:30 Di lêpirsîna karesata li Amasrayê de 24 kes hatin binçavkirin
09:02 Tozbey: Dewlet bi awayekî sîstematîk piştgiriyê dide qetilkirina jinan
09:01 Rapora otopsiyê ya Babatê: Bi îşkenceyê hatiye qetilkirin
09:00 Bertaka Dayikên Aştiyê ya ji bo çekên qedexekirî: Bêdeng nemînin
09:00 ROJEVA 27'Ê COTMEHA 2022'YAN
27/10/2022
23:28 Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê didome
20:03 Aysel Tûglûk ji girtîgehê derket
18:51 Li Amedê girtina Fîncanciyê hat şermezarkirin
18:37 Rojnamevanan îfadeya li midûriyeta polîsan red kir
18:28 Fîncanci: Ez pispora tiba edlî me
17:34 Danişîna doza malbata Dedeogûllariyê hat taloqkirin
17:01 HDP’ê xwest ku gotina Erdogan a ’10-15 zarokên wan hene’ bê lêkolînkirin
16:36 Hevserokê HDP’î Huseyîn Uzun hate girtin
16:24 Li dijî bikaranîna çekên kîmyewî li Edeneyê nivîs li dîwaran hatin nivîsandin
16:14 Şebnem Korur Fîncanci hate girtin
16:08 Nobeta Edaletê: Heta ku tecrîd bi dawî dibe em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin
15:59 Odeya Bijîşkan a Stenbolê: Mamoste Şebnem rûmeta me ye
15:40 Çalakvanan li Mahabadê avahiya walîtiyê şewitandin
15:32 Temel: Êrişên li dijî çapemeniya azad, parçeyeke şerê qirêjî ye
15:10 HDP bi siyasetmedarên Rojhilta Navîn re civîya
15:08 Saziyên elewiyan çûn serdana HDP’ê
14:51 Di nava 3 mehan de li girtîgehên Anatoliyaya Navîn 23 girtî hatin qetilkirin
14:46 Polîsan malbatên girtiyan asteng kirin
14:24 ÎHD û OHD: Em ê li dijî binpêkirinan têkoşîna xwe mezintir bikin
14:08 Binçavkirina rojnamevanan li Şirnexê hat protestokirin
13:39 Wêneyên rojnamegeran hat daliqandin: Çapemeniya Azad bêdeng nabe
13:31 OHD'ê ji ber îşkence û astengkirina parêzeran giliya polîsan kir
13:23 Siyasetmadara di Doza Kobanê de tê darizandin piştgirî da Fîncanci
13:13 Di doza ku bi sala ye didome de dîsa mutalaa tê amadekirin
13:11 Doza ‘akademiyê’ ya derbarê 21 kesan de hat taloqkirin
13:04 Parêzera Tûglûk: Em li bendê ne ku di nava yek du saetan de were berdan
13:03 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê û girtîgehê dan
13:00 Li Êlihê sê endamên Meclisa Ciwanan a HDP’ê hatin binçavkirin
12:49 Rapora ATK’ê ya Tugluk gihişt ber destê rêveberiya girtîgehê
12:48 Fîncanci bi daxwaza girtinê sewqî dadgeriyê hat kirin
12:47 Rojnameger 15 saetan kelemçekirî man û hatin îşkencekirin
12:47 Malbata Şenyaşar: Daxwaza me edaleta ku ji her kesê re hewce ye
12:46 Malbatên girtiyan: Diz û xerab tên berdan lê girtiyên me nayên berdan
12:29 Dozên 4 rojnamegeran hatin taloqkirin
12:11 Binçavkirina rojnamevanan di çapemeniya Swêdê de ye
12:09 Tevî biryara DMME’yê jî doza Beştaş domiya
11:56 Li dijî ‘qedexeya çalakiyan’ a li Rihayê doza betalkirinê hat vekirin
11:55 Girtiyan bertek nîşanî kîmyasalê dan: Em ê bêdeng nemînin