Bayindir ji bo çekên kîmyewî bang li hikûmeta Iraqê kir: Soza xwe bi cih bînin

img
MÊRDÎN - Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir li dijî bikaranîna çekên kîmyew ji hêla Tirkiyeyê ve, wiha bang li hikûmeta Iraqê kir: “Soza xwe bi cih bînin.” 
 
Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Mêrdînê 6’emîn Kongreya Asayî li dar xist. Kongre, li eywaneke hotêlê ya li bajar hat lidarxistin. Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir, Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay û bi sedan partiyî tev li kongreyê bûn. Kongre, piştî hilbijartina endamên dîwanê dest pê kir û ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hat girtin. 
 
Di kongreyê de gelek caran dirûşma “Jin, jiyan, azadî” hat berzkirin. Ji Dayikên Aştiyê Perîhan Altug di kongreyê de bertek nîşanî bikaranîna  çekên kîmyewî da ku dewleta tirk li dijî Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Federal a Kurdistanê bi kar tîne. Altug, da zanîn ku dê li hemberî êrişan bêdeng nemînin û di daxwaza xwe ya aştiyê de jî biisrar bin. 
 
GUNAY: EM Ê HESABA WÊ BIPIRSIN 
 
Piştre jî Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay axivî û berxwedasna jinan a li dijî rejîma Îranê silav kir. Gunay, bi domdarî Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê Nagihan Akarsel bi bîr anî û wiha domand: “Nagihan û Jînayê bi berxwedanên xwe careke din dengê dirûşma ‘jin, jiyan, azadî’ hîn bilindtir kirin û nîşanî me dan ku heke li Rojhilata Navîn azadî pêk were jî ev yek bi saya têkoşîna azadiyê ya jinan dibe. Em ê li her deverê û di her şert û mercan de berxwedan û têkoşînê biqîrin.” 
 
‘EM Ê HESABÊ JI WAN BIPIRSIN’
 
Gunay, di berdewamê de got ku tifaqa AKP-MHP’ê êrişî destkeftiyên gelê kurd dike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bila nebêjin ku ev dewr dê her bidome. Di serî de bikaranîna çekên kîmyewî, em ê hesaba her êrişa li dijî kurdan, muxalîfan, jinan û polîtîkaya qan qirkirinê ji wan bipirsin. Em ê bi berxwedana xwe ve vê hesabê bipirsin. Di heman demê de bi tecrîda girankirî re dixwazin pêşî lê bigirin ku dengê birêz Ocalan li dinyayê belav bibe. Lê gelê kurd ê bi meşa xwe ya azadiyê vê polîtîkaya tecrîdê têk bibe.” 
 
BAYINDIR: EM DI QONAXEKE KRÎTÎK DE NE
 
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir jî bal kişand ser binpêkirinên li girtîgehan. Bayindir, got ku dê têkoşîna xwe ya ji bo azadiya girtiyên siyasî bidomînin û wiha pê de çû: “Têkoşîna azadiyê ya gelê kurd di qonaxeke girîng de ye. Zarokên kurd di salên 90’î de bi destê Suleyman Demîrel, Tansû Çîller, Mehmet Agar, Dogan Gureş û kontrayan dihatin qetilkirin. Îro jî bi zîhniyeta Erdogan, Bahçelî, Soylu û Hulusî Akar tên qetilkirin. Ev zîhniyet hewl dide ku gelê kurd vê sedsalê jî azad nebe. Me zîhniyeta Tansu Çîller, Suleyman Demîrel têk bir niha jî dê ya Erdogan, Soylu û Bahçelî têk bibin. 
 
DIVÊ PDK DEV JI ŞIRÎKATIYÊ BERDE
 
Têkoşîna gelê kurd bo hemû gelên cîhanê bûye hêvî. Divê PDK di zûtirin demê de dev ji polîtîkaya xwe ya qirêjî û hevkariya xwe ya bi Tirkiyeyê re berde.  Ji bo artêşa dagirker û kujer rê vedike. Alîkariyê dide wan û rê nîşanî wan dide. Tirkiye li dijî gelê Kurdistanê her cureyên dijminatiyê dike. Ev saleke zarokên kurd bi çekên kîmyewî dikuje. PDK bo wan rê vedike û bi alîkariya wan tên kuştin. Gelê me yê Başûr divê îro li dijî van êrişan û polîtîkayên PDK’ê serî rake. 
 
BANG LI SEROKKOMARÊ IRAQÊ KIR
 
Zarokên kurd bi çekên kîmyewî tên qetilkirin. Birêz Abdulletîf Reşîd divê soza xwe ya li dijî bikaranîna çekên kîmyewî bi cih bîne. Divê hem Komîsyona Lêkolînkirina Çekên Kîmyewî ava bike û hem jî li her platformê bikaranîna çekên kîmyewî ji hêla Tirkiyeyê ve bîne ziman. Divê Tirkiye ji ber bikaranîna çekên kîmyewî bê mehkûmkirin û di wê baweriyê de ne ku dê birêz Reşîd vê berpirsyartiya xwe bi cih bîne. 
 
EM Ê TECRÎDÊ PARÇE PARÇE BIKIN 
 
Dirûşma ‘jin, jiyan, azadî’ ku niha di çalakiyên Îranê de tê berzkirin, bingeha xwe ji felsefeya birêz Abdullah Ocalan digire. Ew jî vê baş dizanin lewma jî ev 24 sal in birêz Ocalan tecrîd dikin. Birêz Ocalan bi sekna xwe, bi felsefeya xwe ev komplo vala derxist. Em jî dê bi têkoşîna xwe vê tecrîdê parçe parçe bikin. Komplo, li Sûriyeyê dest pê kir û niha her devera ku komplo dest pê kiriye qada şer e. Li cihê komplo destpêkirî îro têkoşîna gelê kurd heye û bi pêşengtiya têkoşîna jinên kurd şoreşek tê kirin. Ev şoreş, bûye hêviya şoreşger û gelên bindest.”
 
HEVSEROK HATIN HILBIJARTIN 
 
Piştî axaftinan jî raporên darayî û xebatan hatin xwendin. Sureyya Dundar û Şerafettîn Aslan weke hevserokên nû hatin hilbijartin. 
 

Sernavên din

29/10/2022
12:04 Xizmên Windayan qurbaniyên Qetlîama Licê bibîr anîn
12:01 Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê serîhildana gel didome
11:36 MXDŞ’yê bang li Iraqê kir: Xweseriya Şengalê esas bigire
11:15 Li Cizîrê 9 kes hatin binçavkirin
11:09 Çawîşê pispor ku hevjîna xwe birîndar kir hat girtin
11:06 'Tirkiye ji bo bicihkirina Heyet Tehrîr El Şamê zemînê amade dike'
10:36 Li Bêrecûkê êrişa çekdarî: Du kes hatin kuştin
10:31 ‘Bi şahiya li ser cenazeyên aştiya civakî nepêkan e'
09:50 Tumuklu: Bikaranîna kîmyasalê ne îdia ye, rastî ye
09:39 Îdianameya der barê qezaya Dêrikê de hat amadekirin
09:02 ‘Armanca mihrîcanên qeyûm vemalaştina bîra civakî ye'
09:02 ‘Kesên çekên kîmyewî bi kar tînin li ser sûc hatine girtin'
09:01 'Mamoste Qedrî rênîşanderekî mezin bû'
09:01 Li Girtîgeha Xarpêtê cara duyemîn înfaza 3 girtiyan hatiye dirêjkirin
09:00 ROJEVA 29'Ê COTMEHA 2022'YAN
07:40 9 rojnamevan hatin girtin
28/10/2022
23:59 'Jiyan Ji Te Pir Hez Dikim' hat lîstin
22:20 Migirdîç Margosyan hat bibîranîn
20:40 Rojnamevan bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
20:35 Îfadeya rojnamevanan a li dozgeriyê temam bû
19:51 Li Cizîrê pîrozbahiya bi wesayîtên zirxî
17:59 Di doza êrişa li dijî malbata Dedeogûllariyê de kesên girtî hemû hatin berdan
17:28 HDP'ê li Silopiyayê bi jinan re civiya
16:54 ‘Hûn ê nikarin sûcên we li dijî gelê kurd kirine veşêrin’
16:47 Dozgerên ku haya wan ji dosyayê nîne îfadeyên rojnamegeran digirin
16:33 Sê endamên Meclisa Ciwanên HDP’ê hatin berdan
16:23 Şandeya TTB’ê serdana Sefaretxaneya YE’yê kir
16:15 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
16:14 TUAYDER’a Çûkûrovayê: Em ê bibin dengê girtiyan
16:08 Li sê girtiyan 834 lîre cezayê fatûreya 'Tîpa pîşesaziyê' hat birîn!
15:51 Bûldan û Çîçek serdana Aysel Tûglûk kirin
15:43 Rêxistina HDP’a Cizîrê bang li xelkê Cizîrê kir: Beşdarî mihrîcanê nebin
15:32 Qetlîama Roboskî di meha 130’yemîn de ye: Faîl tên parastin
15:31 TTB: Li dijî darbeya li demokrasiyê hatiye dayîn em ê têbikoşin
15:19 Dayikên girtiyan bi destên hev girtin û meşiyan
14:35 Wezareta Karên Hundir operasyona ku 3 roj in didome weke nû hatiye destpêkirin da
14:34 Doza Kobanê: Îdianame li ser daxwaza Tifaqa Cumhur hat amadekirin
14:18 PEN International: Bila rojnamevan demildest bên berdan
13:53 Ji bo tevlibûna 'Meşa Mirovahiyê ya Li Dijî Bikaranîna Çekên Kîmyewî’ bang kirin
13:45 Alinterî: Em li cem Çapemeniya Azad in
12:52 Berxwedana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê mezin dibe
12:51 Li Wanê mirina jinekê ya biguman
12:44 Çalakiya greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Boluyê berdewam e
12:26 Dozger nûçeyên ku rojnamevanan çêkiriye ji wan pirs kir
12:24 Destên rojnamevanan ji pişt ve kelemçekirî birin edliyeyê
12:02 Malbata Şenyaşar: Em ê tarîtiya heyî bi edaletê ronî bikin
11:58 Rojnamegerên girtî: Desthilat dixwaze rojeva kîmyasalê piştguh bike
11:34 Li Mêrsînê 9 kes hatin binçavkirin
11:26 Rojnamevanên di bin çavan de birin Edliyeya Enqereyê
11:12 'Çima dewletên peyman îmzekirine bêdeng dimînin'
11:12 Serdozgeriyê ji bo Fîncanci ji peywirê bê girtin dozname amade kir
11:11 Çawişê pispor hevjîna xwe bi giranî birîndar kir
10:57 'Bikaranîna çekên kîmyewî sûc e, mamoste Şebnem rûmeta me ye’
10:36 Careke din hevdîtina bi Abdullah Ocalan re heya 6 mehan hatiye qedexekirin
10:35 Qeyûma Cizîrê ji bo tevlibûna ‘mîhrîcanê’ ji hemû dibistanan re ferman şand
10:11 Qeyûma Cizîrê ji bo tevlibûna 29’ê Cotmehê ‘ferman’ da hemû xebatkarên cemaweriyê
09:37 Rojnameger Kemal: Artêşa tirk asê bûye
09:30 Di lêpirsîna karesata li Amasrayê de 24 kes hatin binçavkirin
09:02 Tozbey: Dewlet bi awayekî sîstematîk piştgiriyê dide qetilkirina jinan
09:01 Rapora otopsiyê ya Babatê: Bi îşkenceyê hatiye qetilkirin
09:00 Bertaka Dayikên Aştiyê ya ji bo çekên qedexekirî: Bêdeng nemînin
09:00 ROJEVA 27'Ê COTMEHA 2022'YAN
27/10/2022
23:28 Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê didome
20:03 Aysel Tûglûk ji girtîgehê derket
18:51 Li Amedê girtina Fîncanciyê hat şermezarkirin
18:37 Rojnamevanan îfadeya li midûriyeta polîsan red kir
18:28 Fîncanci: Ez pispora tiba edlî me
17:34 Danişîna doza malbata Dedeogûllariyê hat taloqkirin
17:01 HDP’ê xwest ku gotina Erdogan a ’10-15 zarokên wan hene’ bê lêkolînkirin
16:36 Hevserokê HDP’î Huseyîn Uzun hate girtin
16:24 Li dijî bikaranîna çekên kîmyewî li Edeneyê nivîs li dîwaran hatin nivîsandin
16:14 Şebnem Korur Fîncanci hate girtin
16:08 Nobeta Edaletê: Heta ku tecrîd bi dawî dibe em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin
15:59 Odeya Bijîşkan a Stenbolê: Mamoste Şebnem rûmeta me ye
15:40 Çalakvanan li Mahabadê avahiya walîtiyê şewitandin
15:32 Temel: Êrişên li dijî çapemeniya azad, parçeyeke şerê qirêjî ye
15:10 HDP bi siyasetmedarên Rojhilta Navîn re civîya
15:08 Saziyên elewiyan çûn serdana HDP’ê
14:51 Di nava 3 mehan de li girtîgehên Anatoliyaya Navîn 23 girtî hatin qetilkirin
14:46 Polîsan malbatên girtiyan asteng kirin
14:24 ÎHD û OHD: Em ê li dijî binpêkirinan têkoşîna xwe mezintir bikin
14:08 Binçavkirina rojnamevanan li Şirnexê hat protestokirin
13:39 Wêneyên rojnamegeran hat daliqandin: Çapemeniya Azad bêdeng nabe
13:31 OHD'ê ji ber îşkence û astengkirina parêzeran giliya polîsan kir
13:23 Siyasetmadara di Doza Kobanê de tê darizandin piştgirî da Fîncanci
13:13 Di doza ku bi sala ye didome de dîsa mutalaa tê amadekirin
13:11 Doza ‘akademiyê’ ya derbarê 21 kesan de hat taloqkirin
13:04 Parêzera Tûglûk: Em li bendê ne ku di nava yek du saetan de were berdan
13:03 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê û girtîgehê dan
13:00 Li Êlihê sê endamên Meclisa Ciwanan a HDP’ê hatin binçavkirin
12:49 Rapora ATK’ê ya Tugluk gihişt ber destê rêveberiya girtîgehê
12:48 Fîncanci bi daxwaza girtinê sewqî dadgeriyê hat kirin
12:47 Rojnameger 15 saetan kelemçekirî man û hatin îşkencekirin
12:47 Malbata Şenyaşar: Daxwaza me edaleta ku ji her kesê re hewce ye
12:46 Malbatên girtiyan: Diz û xerab tên berdan lê girtiyên me nayên berdan
12:29 Dozên 4 rojnamegeran hatin taloqkirin
12:11 Binçavkirina rojnamevanan di çapemeniya Swêdê de ye
12:09 Tevî biryara DMME’yê jî doza Beştaş domiya
11:56 Li dijî ‘qedexeya çalakiyan’ a li Rihayê doza betalkirinê hat vekirin
11:55 Girtiyan bertek nîşanî kîmyasalê dan: Em ê bêdeng nemînin