Rojnameger Seyda: Hêzên taybet ên PDK’ê li herêmên şer leşkerên artêşa tirk diparêzin

  • rojane
  • 10:02 23 Cotmeh 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Kasim Seyda diyar kir ku hêzên taybet ên PDK’ê di dema êrişan de artêşa tirk diparêzin û wiha got: “Bi hev re tevdigerin. Deverên ku Tirkiye nikare têkevê, hêzên girêdayî PDK’ê dişînin wan herêman.” 
 
Êrişên dewleta tirk ên bi hevkariya PDK’ê li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Federal a Kurdistanê dabûn destpêkirin ji 17'ê nîsanê heta niha bênavber didomin. Di nava 6 mehên êrişan de li dijî gerîlayên HPG’ê bi hezaran caran çekên kîmyewî hatin bikaranîn ku sûcê li dijî mirovahiyê ye. Di encama êrişên kîmyewî yên dawî de 17 gerîlayên HPG û YJA Starê jiyana xwe ji dest dan. Dîmenên 2 gerîlayên bi çekên kîmyewî hatin qetilkirin bi raya giştî re hatin parvekirin û van dîmenan li seranserî cîhanê rê li ber bertekên tund vekir. 
 
Rojnameger Kasim Seyda ku geşedanên li Herêma Federal a Kurdistanê jinêz ve dişopîne, têkildarî bûyerên li herêmê û hevkariya dewleta tirk û PDK’ê ji ajansa me re nirxand. 
 
Rojnameger Seyda, got ku bikaranîna çekên kîmyewî qedexe ye û wiha domand: “Ji ber bandora wan li ser mirovan û xwezayê hatin qedexekirin. Mînakên Hîroşîma û Nagazakiyê li ber çavan in. Bandora van çekan bi salan didome. Her wiha bandorê li ser genetîka mirovan dike. Tirkiye li Herêma Federal a Kurdistanê bi taybet jî li deverên ku hêzên Gulan, Zerevan û Roj ên girêdayî PDK’ê lê dimînin, van çekên kîmyewî bi kar tîne. Ev hêz, artêşa tirk diparêzin. Alîkariyê bide aliyekî, bi wan re tevdegirin. Êrişa hêzên PDK’ê ya li Xelîfanê mînaka vê ya herî şênber e. Herêmên ku Tirkiye nikare têkevê, hêzên PDK’ê dişîne wir. Ji bo ku bûyerên mîna yên berê neqewimin, gerîla pir hesas tevdigere. PDK jî ji vê sûd digire. Li deverên ku artêşa tirk lê tevdigere, liv û tevgera gerîla bisînor dike. Her wiha rê li ber alîkariya lojîstîkî ya bo gerîlayan diçe digire. Tirkiye li Başûr çawa dixwaze wisa tevdigere. Hêzên PDK’ê tenê weke nav li wirin. Kontrola wan di destê Tirkiyeyê de ye.” 
 
HEVKARIYA MÎT Û PARASTINÊ
 
Di berdewamê de Seyda anî ziman ku artêşa dewleta tirk li Herêma Federal a Kurdistanê kontrol xistiye bin destê xwe û ev nirxandin kir: “Hemû biryarên li Başûr, fermandarên tirk didin. Her wiha kesên ketî jî cilên pêşmergeyan li xwe dikin û xizmetê bo dewleta tirk dikin. Tevahiya êrişan, di çarçoveya agahiyên MÎT û Parastinê de tên kirin. Têkiliyeke pir qirêjî di navbera wan de heye. Kesên di nava rêveberiya PDK’ê de cih digirin van têkiliyan didomînin û hewl didin gel jî tev li vê qirêjiyê bikin. Bi vê yekê re dixwazin xwe paqij nîşan bidin. Heke têkiliyeke ewqas qirêjî nebûya, Tirkiyeyê nedikariya xwe li wir bigire û gavên ewqas qirêjî nediavêtin.” 
 
'DÎMENAN TIRKIYE DEREWAND’
 
Seyda, da zanîn ku li gorî daxuyaniyên fermî di nava 6 mehan de 2 hezar û 467 caran çekên kîmyewî hatine bikaranîn û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li gorî îstatîkên hatine parvekirin, her roj çekên kîmyewî hatine bikaranîn. Ev yek jî asta êrişan nîşan dide. Bi taybet jî xazên ku mirovan dixeniqînin, bêhiş dikin, dişewitînin, îsot û termoborîk tên bikaranîn. Li gel van, her wiha çekên nukleerî yên taktîk tên bikaranîn. Weke rojnamegerekî em nikarin xwe bigihînin van qadên ku ev çek lê tên bikaranîn. Nehiştin ku bijîşkên di qada çekên kîmyewî de pispor biçin herêmê. Bi dîmenên dawî re daxuyaniyên heta niha hatin piştrastkirin. Heta niha îdia dikirin ku çekên kîmyewî nayên bikaranîn lê van dîmenan ew kes derewandin û rastî derxist holê.”
 
'ÊN KU BI HEWARA BAŞÛRIYAN ÇÛYÎN GERÎLA BÛN’
 
Bi domdarî Seyda anî ziman ku yekemîn berpirsyarê bikaranîna çekên kîmyewî ji hêla dewleta tirk ve, PDK ye û sedema wê wiha vegot: “PDK’ê bi şoveke mezin ragihand ku dest danîne ser maskeyên li dijî çekên kîmyewî ku bo gerîlayan diçûn. Ev yek ji bo ku dewleta tirk di şer de bi ser keve, kir. Bi wan dîmenan re nîşan da ku di şer de bi dewleta tirk re ye. Xwestin bi gel bidin bawer kirin ku dê gerîla li dijî gelê Başûr operasyonê bike. Lê belê ev demekî dirêje gerîla li Başûr e. Heta niha tu hewldaneke wan a bi vî rengî çênebû. Ma dê gerîla operasyonê bi maskeyan bike? Di dema êrişên DAIŞ’ê de ji ewil gerîla bi hewara gelê Başûr çû. Ma dê ew gerîla li dijî gelê Başûr operasyonê bike? Temamiya van tiştan, armanca PDK û Tirkiyeyê radixe ber çavan. Tekane armanca wan, tesfiyekirina Tevgera Azadiyê ya Gelê Kurd e.” 
 
'KURD HÊJ XWE LI BENDA ÇI DIGIRIN?’
 
Rojnameger Seyda got ku divê gelê kurd bi yekdestî li dijî bikaranîna çekên kîmyewî raber ser pêyan û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di sala 2015’an di dema pêvajoyên xwerêveberiyan de bi sedan zarokên kurd di jêrzemînan de hatin qetilkirin. Cenazeyên zarokên kurd bi pişta panzêran ve hatin girêdan û kaşkirin. Cenazeyên zarokên kurd ji gorên wan hatin derxistin. Hestiyên wan bi qutiyên kargoyê ji malbatên wan re hatin şandin. Ji bo ku êdî tiştek were kirin ma divê çi bibe? Tevî vê yekê jî gelê kurd xwe li benda çi digire? Sazî û dezgehên mafên mirovan xwe li benda çi digirin? Bêdengiya saziyên mafên mirovan a li dijî sûcên Tirkiyeyê, cihê rexneyê ye. Ev sazî dikarin bi çalakiyên gel bikevin nava liv û tevgerê. Nexwe yek gavê naavêjin. Lahey dê bo kurdan gav neavêje. Ji ber ku çavên xwe li kuştina kurdan digire. Heta ku berjewendiyên wan bi dewleta tirk re hebin, dê qetilkirina kurdan jî bidome. Lewma divê her ji niha ve çalakiyên demokratîk dest pê bikin. Heke em bixwazin rê li ber van êrişên dagirkeriyê bigirin, divê em ji ewil li mala xwe, piştre jî li kolan, tax û hemû cîhanê dengê xwe bidin bihîstin.” 
 

Sernavên din

29/10/2022
12:04 Xizmên Windayan qurbaniyên Qetlîama Licê bibîr anîn
12:01 Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê serîhildana gel didome
11:36 MXDŞ’yê bang li Iraqê kir: Xweseriya Şengalê esas bigire
11:15 Li Cizîrê 9 kes hatin binçavkirin
11:09 Çawîşê pispor ku hevjîna xwe birîndar kir hat girtin
11:06 'Tirkiye ji bo bicihkirina Heyet Tehrîr El Şamê zemînê amade dike'
10:36 Li Bêrecûkê êrişa çekdarî: Du kes hatin kuştin
10:31 ‘Bi şahiya li ser cenazeyên aştiya civakî nepêkan e'
09:50 Tumuklu: Bikaranîna kîmyasalê ne îdia ye, rastî ye
09:39 Îdianameya der barê qezaya Dêrikê de hat amadekirin
09:02 ‘Armanca mihrîcanên qeyûm vemalaştina bîra civakî ye'
09:02 ‘Kesên çekên kîmyewî bi kar tînin li ser sûc hatine girtin'
09:01 'Mamoste Qedrî rênîşanderekî mezin bû'
09:01 Li Girtîgeha Xarpêtê cara duyemîn înfaza 3 girtiyan hatiye dirêjkirin
09:00 ROJEVA 29'Ê COTMEHA 2022'YAN
07:40 9 rojnamevan hatin girtin
28/10/2022
23:59 'Jiyan Ji Te Pir Hez Dikim' hat lîstin
22:20 Migirdîç Margosyan hat bibîranîn
20:40 Rojnamevan bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
20:35 Îfadeya rojnamevanan a li dozgeriyê temam bû
19:51 Li Cizîrê pîrozbahiya bi wesayîtên zirxî
17:59 Di doza êrişa li dijî malbata Dedeogûllariyê de kesên girtî hemû hatin berdan
17:28 HDP'ê li Silopiyayê bi jinan re civiya
16:54 ‘Hûn ê nikarin sûcên we li dijî gelê kurd kirine veşêrin’
16:47 Dozgerên ku haya wan ji dosyayê nîne îfadeyên rojnamegeran digirin
16:33 Sê endamên Meclisa Ciwanên HDP’ê hatin berdan
16:23 Şandeya TTB’ê serdana Sefaretxaneya YE’yê kir
16:15 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
16:14 TUAYDER’a Çûkûrovayê: Em ê bibin dengê girtiyan
16:08 Li sê girtiyan 834 lîre cezayê fatûreya 'Tîpa pîşesaziyê' hat birîn!
15:51 Bûldan û Çîçek serdana Aysel Tûglûk kirin
15:43 Rêxistina HDP’a Cizîrê bang li xelkê Cizîrê kir: Beşdarî mihrîcanê nebin
15:32 Qetlîama Roboskî di meha 130’yemîn de ye: Faîl tên parastin
15:31 TTB: Li dijî darbeya li demokrasiyê hatiye dayîn em ê têbikoşin
15:19 Dayikên girtiyan bi destên hev girtin û meşiyan
14:35 Wezareta Karên Hundir operasyona ku 3 roj in didome weke nû hatiye destpêkirin da
14:34 Doza Kobanê: Îdianame li ser daxwaza Tifaqa Cumhur hat amadekirin
14:18 PEN International: Bila rojnamevan demildest bên berdan
13:53 Ji bo tevlibûna 'Meşa Mirovahiyê ya Li Dijî Bikaranîna Çekên Kîmyewî’ bang kirin
13:45 Alinterî: Em li cem Çapemeniya Azad in
12:52 Berxwedana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê mezin dibe
12:51 Li Wanê mirina jinekê ya biguman
12:44 Çalakiya greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Boluyê berdewam e
12:26 Dozger nûçeyên ku rojnamevanan çêkiriye ji wan pirs kir
12:24 Destên rojnamevanan ji pişt ve kelemçekirî birin edliyeyê
12:02 Malbata Şenyaşar: Em ê tarîtiya heyî bi edaletê ronî bikin
11:58 Rojnamegerên girtî: Desthilat dixwaze rojeva kîmyasalê piştguh bike
11:34 Li Mêrsînê 9 kes hatin binçavkirin
11:26 Rojnamevanên di bin çavan de birin Edliyeya Enqereyê
11:12 'Çima dewletên peyman îmzekirine bêdeng dimînin'
11:12 Serdozgeriyê ji bo Fîncanci ji peywirê bê girtin dozname amade kir
11:11 Çawişê pispor hevjîna xwe bi giranî birîndar kir
10:57 'Bikaranîna çekên kîmyewî sûc e, mamoste Şebnem rûmeta me ye’
10:36 Careke din hevdîtina bi Abdullah Ocalan re heya 6 mehan hatiye qedexekirin
10:35 Qeyûma Cizîrê ji bo tevlibûna ‘mîhrîcanê’ ji hemû dibistanan re ferman şand
10:11 Qeyûma Cizîrê ji bo tevlibûna 29’ê Cotmehê ‘ferman’ da hemû xebatkarên cemaweriyê
09:37 Rojnameger Kemal: Artêşa tirk asê bûye
09:30 Di lêpirsîna karesata li Amasrayê de 24 kes hatin binçavkirin
09:02 Tozbey: Dewlet bi awayekî sîstematîk piştgiriyê dide qetilkirina jinan
09:01 Rapora otopsiyê ya Babatê: Bi îşkenceyê hatiye qetilkirin
09:00 Bertaka Dayikên Aştiyê ya ji bo çekên qedexekirî: Bêdeng nemînin
09:00 ROJEVA 27'Ê COTMEHA 2022'YAN
27/10/2022
23:28 Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê didome
20:03 Aysel Tûglûk ji girtîgehê derket
18:51 Li Amedê girtina Fîncanciyê hat şermezarkirin
18:37 Rojnamevanan îfadeya li midûriyeta polîsan red kir
18:28 Fîncanci: Ez pispora tiba edlî me
17:34 Danişîna doza malbata Dedeogûllariyê hat taloqkirin
17:01 HDP’ê xwest ku gotina Erdogan a ’10-15 zarokên wan hene’ bê lêkolînkirin
16:36 Hevserokê HDP’î Huseyîn Uzun hate girtin
16:24 Li dijî bikaranîna çekên kîmyewî li Edeneyê nivîs li dîwaran hatin nivîsandin
16:14 Şebnem Korur Fîncanci hate girtin
16:08 Nobeta Edaletê: Heta ku tecrîd bi dawî dibe em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin
15:59 Odeya Bijîşkan a Stenbolê: Mamoste Şebnem rûmeta me ye
15:40 Çalakvanan li Mahabadê avahiya walîtiyê şewitandin
15:32 Temel: Êrişên li dijî çapemeniya azad, parçeyeke şerê qirêjî ye
15:10 HDP bi siyasetmedarên Rojhilta Navîn re civîya
15:08 Saziyên elewiyan çûn serdana HDP’ê
14:51 Di nava 3 mehan de li girtîgehên Anatoliyaya Navîn 23 girtî hatin qetilkirin
14:46 Polîsan malbatên girtiyan asteng kirin
14:24 ÎHD û OHD: Em ê li dijî binpêkirinan têkoşîna xwe mezintir bikin
14:08 Binçavkirina rojnamevanan li Şirnexê hat protestokirin
13:39 Wêneyên rojnamegeran hat daliqandin: Çapemeniya Azad bêdeng nabe
13:31 OHD'ê ji ber îşkence û astengkirina parêzeran giliya polîsan kir
13:23 Siyasetmadara di Doza Kobanê de tê darizandin piştgirî da Fîncanci
13:13 Di doza ku bi sala ye didome de dîsa mutalaa tê amadekirin
13:11 Doza ‘akademiyê’ ya derbarê 21 kesan de hat taloqkirin
13:04 Parêzera Tûglûk: Em li bendê ne ku di nava yek du saetan de were berdan
13:03 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê û girtîgehê dan
13:00 Li Êlihê sê endamên Meclisa Ciwanan a HDP’ê hatin binçavkirin
12:49 Rapora ATK’ê ya Tugluk gihişt ber destê rêveberiya girtîgehê
12:48 Fîncanci bi daxwaza girtinê sewqî dadgeriyê hat kirin
12:47 Rojnameger 15 saetan kelemçekirî man û hatin îşkencekirin
12:47 Malbata Şenyaşar: Daxwaza me edaleta ku ji her kesê re hewce ye
12:46 Malbatên girtiyan: Diz û xerab tên berdan lê girtiyên me nayên berdan
12:29 Dozên 4 rojnamegeran hatin taloqkirin
12:11 Binçavkirina rojnamevanan di çapemeniya Swêdê de ye
12:09 Tevî biryara DMME’yê jî doza Beştaş domiya
11:56 Li dijî ‘qedexeya çalakiyan’ a li Rihayê doza betalkirinê hat vekirin
11:55 Girtiyan bertek nîşanî kîmyasalê dan: Em ê bêdeng nemînin